Keştîya Penaberan

Jîyana li penaberîyê, sirgûnî û jana xurbetê ji mêj de bala gelek nivîskaran kişandiye. Ev bi serê xwe dikare bibe mijara lêkolîneke dûr û dirêj ku ev cih têrê nake. Nivîskarên ku rewşa xerîbîyê bikin mijara nivîsên xwe ne mîna wan ên ku bi xwe di nav wê rewşê de bin. Yek ji wan nivîskaran jî Arşevê Oskan e ku bûye ҫend sal li xerîbîyê ye û jana wê dikişîne, diҫêje û dide ҫêjandin jî.

Arşevê Oskan ku mîna helbestvanekî dihate nas kirin, vê dawîyê derbasî qada romanê jî bû. Sala 2010ê romana wî Keştîya Penaberan ji weşanxaneya Doyê li Stenbolê derket.

Di vê kurteromana ku ji 111 rûpelan pêk tê de, nivîskar tecrubeya xwe ya bi penaberîyê re tîne zimên û li ber destê xwendevana radixîne. Ji rûpela yekem helbestvanîya nivîskêr xwe li rûyê mirov dide. Navê beşê yekem Keştîya Werimandî ji ҫîrokên koҫberan e û bi wî awayî navên beşên mayî jî ku nîşana zimanekî helbestî ne.

Pêşî bêjer (tenê di beşê dawîyê de keştî dibe vebêjer) pesnê gemîya navdar: Bibby Altona dide, wê bi avahîyekê dişibihîne ku di nav ҫemê Elbeyê de ye. Û ji wir dest pê dike rewşa penaberan, ҫîrok û serpêhatîyên wan vedibêje. Di nav re berê bûyeran dide welêt. Ji xerîbîyê vedigere ser axa welêt li Qamşlo û ҫîroka serhildana 2004ê jî vedibêje. Di riya Ferhad re ji destpêka serhildanê heta dawîya wê di beşê "vedenga janên welêt li kolanên bîyanîyê dijenin" de vedibêje.

Ji bilî Ferhad û ҫîroka wî, em li ҫîrokên Îbo û Bedo û Miho û xeyrî wan jî guhdarî dikin û dixwînin. Di vir de ez dixwazim vê dîyardeya ecêb di roman û ҫîrokên kurdî (kurmancî) de bînim zimên. Wek ku min bala xwe dayê piranîya nivîskarên me navên karekteran wek ku li gundan tên bi lêv kirin, dinivîsin. Ev bi dîtina min qelsîya nivîskaran e ku nikarin berhemê ji asta gund bigihînin asta bajêr. Roman û pexşan bi giştî neynika bajarvanîyê ne û berhemên civakeke pêşketî ne, lê em her di vê neynikê de li gundîtîyê temaşe dikin, bêyî ku ez tu wateyên negatîv bidim peyva gundîtîyê.

Zimanê ku ev berhem pê hatiye nivîsandin, zimanekî rihet û aram e. Lê ez vê yekê jî êdî wek qelsî lê dinêrim. Rihetbûna ziman tê wê wateyê ku nivîskar li ser ferhenga xwe baş naxebite û vekolînan di qatên zimên de pêk nayine, loma jî gewher û abîde û gencîneyên ziman her û her veşartî û bin ax dimînin.

Arşevê Oskan kî ye: Nivîskarekî ji Başûrê Rojava ye. Niha li Hamburgê dimîne. Sala 1967ê li gundê Bîrkinêsa ku dikeve navbera Serê Kanîyê û Dirbêsîyê, ji dayik bûye.

Kitêbên wî: Hêvîyên birîndar. Helbest. 1995, Kê gul ҫinî? Helbest. 1999, Berbanga qedexe. Helbest. 2001, Ji 2001ê heta 2003yê sernivîserê kovara Zevî bû.