Kî dê ava Ҫemê Nîlê bi dest bixe?

Raperîna welatîyên rastî cudakarîyê tên
Translator
Dema Etîyopyayê bi awayekî fermî destpêka avakirina bendava bi navê Vejînê li ser çemê Nîla Şîn da zanîn, rewşa jeopolîtîk ya deşta Nîlê bi carekê de guherî. Li Misirê ev biryar bû sedema tirseka mezin ya mayîna bê av û biryarê herweha alozîyên herêmî di mijara kontrolkirina çemî de gur kirin.

Di 10ê hezîrana bihurî de, serokdewletê Misirê Muhamed Mursî ev gef xwaribû "wekî serokdewlet ez vê yekê piştrast dikim ku em tevahîya alternatîfan li ber çavên xwe digirin. Misir xelata çemê Nîlê ye û Nîl xelata Misirê ye." Sedema vê helwesta Qahîreyê li hemberî biryara avakirina Bendava Vejînê li ser çemê Nîlê ya Addis-Abebayê, girêdayîbûna jîyana welêt bi çemî re ye.

 

Sibetira rojê nûnera Wezareta Karên Derve ya Etîyopyayê, Dîna Muftî weha bersiv da "Etîyopya ji şerê psîkolojîk yê ku Misir dimeşîne natirse û ew dê avakirina bendavê deqîqeyekê jî nede sekinandin". Etîyopya fikra mafê dîrokî ya Misirê ku li gorî wê Misir xwedîyê çemê Nîlê ye red dike û tercîh dike behsa "mafên kolonyal yên nerewa" bike.

Misir, hêzeka jihevdeketî

 

Etîyopya - % 80yê ava Nîlê ji wir tê – di herdu dehsalên bihurî de wekî ku tunebe hat hesibandin, heta hîletê meriv jê çû. Ew dixwaze fêmkirineka cihê ya rewşa deşta Nîlê û şiklekî cihê yê dabeşkirina ava çemî ferz bike. Jixwe Parlamentoya Etîyopyayê hîn nû lihevkirineka dîyarker ji bo hevkarîyê ku tevahîya parlemanteran qebûl kiribû, erê kir: lihevkirina bi navê New Nile River Cooperative Framework Agreement ku ji niha ve ji alîyê pênc Dewletên Deşta Jorîn ya Nîlê hat mohkirin (Rwanda, Tanzanya, Uganda, Kenya û Burundî). Êdî nexşeya jeopolîtîk ya Nîlê bi tenê li Qahîreyê nayê dîyarkirin.

 

Misir du sedsalan yekane hêza serdest ya deşta Nîlê bû û niha bi guhertinên nû yên li Rojhilatê-Nêzîk pêkhatî, bi lawazbûna misêwa ya aborîya welêt û bi rawestandina bipêşketina aborîya welêt re rû bi rû ye. Ev faktor dikin ku Misir êdî bi tenê bibe xwedîyê statuya besît ya dewleteka li kevîya Nîlê ku tu kapasîteya wê ya destwerdanê tune ye.

 

Misira ku xwe dispêre Nîlê, bi tevahî girêdayî welatên din e ji bo pêdivîyên xwe yên avê, Çemê Nîlê bersivê dide  hema hema tevahîya van pêdivîyan. Ҫemê Nîlê bi sedan kîlometre dûrî sînorên başûrê Misirê dest pê dike:  Nîla Şîn, Sobat û Atbara ku nêzîkî % 80yê ava giştî ya Çemê Nîlê pêk tînin li Etîyopyayê dizên û Nîla Sipî  ku % 20ê ava giştî ya mayî pêk tîne li Ugandayê dizê.

 

Heta niha para Misirê ya ava Nîlê bi qasî ku di 1959an de di lihevkirineka bi Sûdanê re ya li ser dabeşkirina avê de hatibû dîyarkirin e, yanî para Misirê salê 55.5 mîlyar metrekub e û ya Sûdanê salê 18.5 metrekub e. Herîkîna salane ya navîn ya çemî jî 84 mîlyar metrekub e. 10 mîlyar metrekub yên mayî jî li gola Nasirê ji ber bendava-bilind ya Assouanê ku sala 1964an ve av lê digewime, dibe hilm.

Ji bo demeka dirêjtir hebûna mîqdareka têrî dike ya avê derfet gelekî kêm in. Perspektîvên demkurt yên başkirina  birêveberîya çavkanîyan zêde hêvîyan nadin merivî û wisa xuya ye ku avakirina rêzeka avahîyên hîdrolîk yekane çareserîya mimkin e. Lê belê ev jî girêdayî nîyeta baş ya wan welatan e ku çavkanîyên çeman kontrol dikin. Etîyopya li dijî her şiklê xebata hevpar ya hîdrolîk radibe û dixwaze ku berî hertiştî lihevkirineka nû li ser dabeşkirina avê were mohrkirin.

Serketinên dîplomatîk

yên Etîyopyayê

 

Ji vê jî xirabtir: sala 2010an Etîyopyayê bi ser xist ku peymanek li ser qanûnên birêvebirina ava çeman û li ser projeyên avakirina bendavan were mohrkirin. Tanzanya, Rwanda, Uganda, Kenya û Burundîyê ev peyman ji mêj ve erê kirine. Li gorî vê peymanê, divê komîsyonek were avakirin ku ji tevahîya dewletên li kevîyên Nîlê yên peyman mohr kirî pêk tê. Erka vê komîsyonê ye projeyên mezin yên hîdrolîk yên wekî projeyên bendavan, yên kanalên avê, yan jî her şiklê destwerdana ava çemî yên ku dikarin têsîrê li herikîn, mîqdar û li kalîteya ava çemî bike, qebûl yan jî red bike.

 

Vê hevkarîya nû ya di navbera şeş endamên ji neh endamên Ȋnîsîyatîva Deşta Nîlê de herêm tevlîhev kir – ev Ȋnîsîyatîf forumek e ku neh dewletên li kevîyên çemê Nîlê ne û wezîfeya wan ya serekî jî ew e ku çareserîyên pratîk bibînin û projeyên hevpar amade bikin. (1) Misirê red kiribû vê peymanê mohr bike, eger bi taybetî lê neyê zêdekirin ku welatên endam soza destnedana ser dabeşkirina heyî ya ava Nîlê nedin û rêzê ji "mafên dîrokî" yên welatên çemberjêr (Sûdan û Misir) re negirin. Lewre niha tu mafê Misirê tune ye ku dengê xwe der barê bendava bi navê Vejînê de bilind bike – ev bendav sedema pevçûnan e – yekem car e di dîroka Misirê de mafê welêt yê vetoyê ku wê wekî mafê xwe yê xwezayî dihesiband, tune ye. 

 

Hema welê ji xwe re li hev nehatîye ku Addis-Abebayê navê "Vejîn" li vê bendavê kirîye. Armanc ji nû ve avakirina Etîyopyayê wekî hêzeka herêmî ya xwedî avantajên heta niha, li wan nikarîbû bibe xwedî. Etîyopyayeka bi hêz, ku li nava sê herêmên girîng bi roleka jeopolpîtîk ya sereke radibe: li herêma Derya Sor, li Deşta Nîlê û li Afrîkaya Rojhilat. Di nava sih salên bihurî de Etîyopyayê du caran kapasîteya xwe ya bicihanîna vê rola xwe nîşan da.

 

Wê ev yek pêşî li Sûdanê pêk anî. Sala 1983yan lêkolîna kanala Jongleï dest pê kiribû û pêncî kîlometre ji sê sed û şest kîlometreyên plankirî hatibûn kolan, wê demê Addis-Abebayê bersiva vê yekê da û şerê di navbera Bakur û Başûr de gur kir (Başûr ji 2011an ve serbixwe ye), wê herweha Arteşa Gel ya Azadîya Sûdanê (AGAS) ya John Garangê hewand û bi çekan bi gurç û pêç kir.

 

Li Somalîyê, Etîyopya bi tevahî ket nava şerê navxweyî li dijî artêşên ji wan re îslmîst tê gotin û hêzên rojavahî yên dixwestin rê li ber avabûna dewleteka îslamî li devê derîyê Derya Sor bigirin pişta wê girtin. Li alîyê din jî, bihêzbûna Ҫînê li herêmê Etîyopya xilas kir ji neçarîya sîyasî ya serî tewandina li hemberî ferzên sazîyên aborî yên global û yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê – yek ji wan ferzan mecbûrîyeta standina destûra tevahîya welatên Nîlê û bi taybetî ya Misirê ji bo standina fonên pereyî ji bo pêkanîna projeyên mezin yên hîdrolîk li ser Çemê Nîlê û li ser çavkanîyên wê yên li Etîyopyayê.

 

Di dawîyê de, serketinên sîyasî yên Etîyopyayê, wekî hevkarîya wê bi pênc welatên çemberjor yên Deşta Nîlê re û wekî pêkanîna di 2013an de ya New Nile River Cooperative Framework Agreement, kirin ku welat ji rewşa xwe ya îzolasyona hîdro-sîyasî derkeve. Serketineka bi vî rengî mezintir dibe, dema meriv bi bîr bixe ku Addis-Abebayê piştgirîya girîng ya stratejîk ya du welatan bi dest xist. Pêşî ya dewleta nû ya Sûdana Başûr (2), ku xwe amade dike ji  bo mohrkirina peymaneka nû li ser ava Nîlê ku Etîyopya pêşnîyara wê kiribû; û ya ji balkêştir, Etîyopyayê piştgirîya  Xartûmê ku di mijarên birêveberîya ava Nîlê de, bi adetî hevkarê Qahîreyê bû, bi dest xist.

Parastina Sûdanê ji lehîyan

 

Sûdan hêvî dike ku wê bi vî rengî bibe xwedîyê sê avantajan. Pêşî di warê  elektrîkê de. Piştre di warê mezinkirina kapasîteya xwe ya avdanîyê de û di warê pêkanîna projeyên mezin yên bi Etîyopyayê re hevpar di mijara cotkarîyê de. Tevî ku ji ber sedemên cografîk derfetên bikaranîna avên rezervuwara nû ya Etîyopyayê hîna kêm in jî, Sûdan ya ku berjêra bendavê ye, xwedî erdên fireh yên dikarin werin avdan e. Ȗ di dawîyê de kontrolkirina herîkîna ava çemî wê welêt biparêze ji lehîyên sereqet radibin – nexasim li rojhilat, li herêma cotkarîyê ya El-Cezîre û li bajarê mezin Xartûmê.

 

Bi Bendava Vejînê û bi kapasîteya wê ya mezin ya hilberîna elektrîkê, ji 2015-2016an ve Etîyopya wê bi qederê 6000 megawat elektrîkê bibe xwedî serxwebûna enerjetîk, heta wê bibe hilberînerê elektrîkê ji bo welatên din yên deştê, nexasim ji herdu Sûdanan re – û belkî ji Misirê re jî. 

 

Ji ber pozîsyona xwe ya cografîk dê zehmet be baraj fêdê li bipêşxistina avdanê bike, lewre dê zehmet be ku fêdê li hilberîna cotkarîyê ya deştên bakur û yên herêmên deryayî û rojhilat yên welêt bike. Lê belê dibe ku beşeka ava di gola bendavê de gewimandî, bigihîje 63 mîlyar metrekubî û karibe li berjêrê bendavê û li Sûdanê bi kêrî avakirina erdên fireh yên avî yên li derdora gola bendavê were (hin lêkolîn behsa pênc sed hezar hektaran dikin) (3), ev yek jî bi hevkarîya Sûdanê dikare pêk were.

 

Desthilatdarên Etîyopyayê xwedîyê wê xeyalê ne ku welatê xwe veguherînin hêzeka mezin ya herêmî ya îxracatkerê elektrîkê û hilberîner û îxracatkerê berhemên cotkarî û xwarinê.

 

* Zanîngeha Paris 8 Saint-Denis û Zanîngeha Amerîkî li Qahîreyê. Nivîskarê gelek berheman ku yek ji wan L’Eau au Proche-Orient. La guerre n’aura pas lieu, Karthala, Parîs, 1998.

(1) Bi Misir, Sûdan  û Komara Demokratîk ya Kongoyê re. Erître çavdêrê forumê ye û dewleta nû ya Sûdana Başûr wê îsal tevlî forumê bibe.

 

(2) Gotara li jêr bixwîne: Jean-Baptiste Gallopin, "Amer divorce des deux Soudans / Cihêbûna tahl ya herdu Sûdanan", Le Monde diplomatique, hezîrana 2012an.

 

(3) "Grand Ethiopian Renaissance Dam Project, Benishangul-Gumuz, Ethiopia / Projeya Mezin ya Etîyopyayî ya Bendava Vejînê, Benishangul-Gumuz, Etîyopya ), www.water-technology.net

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê