Kî dikare peyva “Pero, che!” wergerîne?

Translator

JORGE LUIS BORGES di wê baweriyê de bû ku divê werger bêje bi bêje neyê kirin û digot: ’’Şaşitî ew e ku em jibîr dikin ku her ziman xwedî şêwazeke cuda ye ku mirov pê karibe gerdûnê hîs bike û bibîne.’’
‘Werger’ navekî ye ku em didin tevgera herî samîmî ya xwendinê. Her xwendin werger e. Bi xwendinê veguherîn pêk tê. Yanî mirov êdî gerdûnê ne tenê bi awayeke fîzîkî dibîne, derbasî asteyeke wisa dibe ku dikare wê herwiha hîs bike û bijî.
Mirov ji cîhana nivîsandinê (bêjeyên nivîsandî) derbasî cihaneke din (bêjeyên dîtî û bîhîstî) dibe. Di van demên dawî de, hin lêkolînên zanistî nîşandan ku aliyê hişê me yê ku xwendina nivîsan organîze dike, di heman demê de xwedî wê fonksiyonê ye ku şekil û mesafeyan jî ji hev derdixe. Bi gotineke din, faaliyeta xwendinê, ji aliyê psîkolojîk ve, şeklê fîzîkî yê gerdûnê werdigerîne tişteke xeyalî, di heman demê de xuyangî. Xwendin ji aliyê fîzîkî û materyelî ve, rastiya cihanê veduguherîne rastiya ku mirov li gorî xwe hîs dike.

Binavkirina tiştekî bi serê xwe wergera wê ye. Dema em malzemeyek yan kesekî bi nav dikin, şeklê wî yê fîzîkî bi xwe re pir wateyan derdixe holê; aliyê wî yê estetîk, polîtîk, civakî, psîkolojîk xwe dide ber çavên mirovan.

Dema mirov bibêje: ‘Amerîka ya îspanyolî’, ew jî bi serê xwe werger e, wergera bîranînekê ye. Bîranîna erdnîgara wê ya bêsînor, çîrok û dîroka wê ya bi niştecîhên çermsor re, tevgera wê ya dagirker, serxwebûna wê, dagirkeriya wê ya nû, bajar, çem û buhurên wê, berhemên wê yên wêjeyî, karxane, rê û jiyana her hemwelatiyek wê. Ev herdû bêje dikarin vebuguherin wateyeke gelek berfireh.

Her werger bi destxistina nirxekê ye. Yek ji pêvajoyên herî berbiçav ku Amerîka’yê di pir aliyan de kir xwedî nasname, pêvajoya piştî hatina îspaniyan ya vê parzemînê bû. Di navbera zimanên xezayî yên vê parzemînê û yên biyaniyên ku piştre hatin ser vê xakê de di destpêkê de hevdîtin, şer, diyalog, hewldana hev tinekirinê, xwendin û di dawiyê de jî hev qebûl kirin çêbû.

Di dema Amerîka ya berê de, werger, tevger û navgîneke ewqas girîng bû ku bi saya wê kesekî dikaribû yê din nas bike û zimanê wî hîm bibe, ha ji bo wî fêm bike, ha ji bo bi wî re bikeve diyalogê û ha ji bo wî tine bike.

Li gorî efsaneyan, di dîrokê de, wergerê yekem yê Amerîka ya îspanyolî jinekê bûye, navê wê, yan Doña Marina yan jî Malinche bûye. Ev jina endîjen (niştecîh) di navbera Hernan Cortes û Moctezuma de rola wergeriyê lîsti ye.

Jose Cadalso, di berhema xwe xwe ya nehemîn ya bi navê Nameyên Marokanî de ku di sala 1774’an de qedandiye wiha dibêje: ‘Ev mînakeke nuxwaz e û layiqê pesindayînê ye ku bê hed û hesab, pêdiviya mirovan pê heye, lê bi şertê ku ev tevgera nazik ji encamên mezin û pewîst re xizmetê bike’

Di perspektiva pederşahî de, bi gotineke din di nêrîna serdestiya mêr de, bi rêya wergerê, cara yekem bû ku, ji bo fêmkirina zimanê yê din, li ser xaka dagirkirî di şûna çek û şûrên mêranî de, navgîn û enstrumenteke ‘nerm’tir dihat bikaranîn. Helbet îtîbara wê, bi qasî wergera Saint-Jérôme yan jî ya Alphonse le Sage tine ku bi temamî bi modela kilasîk ya mêranî hatiye kirin. (Saint-Jerom di navbera salên 340-420 an de jiya ye û Încil ji zimanên yûnanî û cihû wergerandiye latînî. Alphonse le Sage jî di navbera salên 1221-1284’an de jiyaye û melîkê herêma Castille û ya Leon’ê buye. Wî di şûna zimanê herêma xwe castillanî de, latinî weke zimanê zanyarî û hukumdariyê pejirandiye.)

Di encama xebata wê cîwanika werger de (ku Nora Catelli wê weke Malinche’ya delal bi nav dike) zimanê niştecihên herêmê veduguze zimanê Xiristiyaniyê. Di vê tevgera veguhezînê de tiştek sihîrî derdikeve holê. Hemû nirx û dewlemendiya estetîk ya Ewrûpa’yê xwe dide der. Ev yek jî ji kaşîfên herêmê re dibe hêz û wesile ji bo ku karibin hem wê parzemînê û hem jî rola xwe ya li ser wê xakê li gorî xezaya herêmê binirxînin.

Nivîskarê Cadalso di nameya xwe ya pêncemîn de wiha dibêje: ‘Her tişt ewqas bi hêsanî ji nav hev derket û ket ser rê, wek ku darê sîhêrê hatibe bikaranîn; keşif, bidestxistin, hukumdarî, serdestî, tev xweşikiyên awerte ne.’’
Ew herwiha bi nêrîneke vekirî ya bêalî dibêje ji bo ku ‘dadgeriya herî bi edalet saz bikin’ ew neçar in herwiha serî li berhem û nivîsarên biyanî-jî bidin, ji ber ku hemû berhemên nivîsandî yên li ser bidestxistina desthilatdariya herêmê, yên îspaniyan e.
Ew dide zanîn ku ‘Xwendina vê dîroka taybetî, pêwîstiyeke girîng e ku divê li dîroka giştî ya Îspanya’yê were zêdekirin.’

Ev xaleke bingehîn e: ji bo xwe nas bikî û têbigêhêjî, kesê din bixwîne. Di werger û veguhezîna zimanê xerîb ya zimanê ku mirov rojane bikartîne de hin rêç û bermayiyên çanda kesê li hember tê parastin. Mirov nasnama xwe di van bermayiyan de dibîne û bi xwe dihese.

Di berhema bi navê Cadalso’de, wergera ku bi zimanê Amerîkî hatiye kirin heye. Weke mînak pêvajoya tevgera keşîfê, şûnve vedigerîne xala destpêkê û ernîgara wê ne li gorî mantiqê biyaniyan, lê li gorî koka xezaya wê, bi nav dike. Bi nazikiyeke mezin, werger û xwendinê bi hev ve girê dide.

Dara ku li gor avûhewayeke din kok girtibe, li ser xakeke cuda were danîn

Li Amerîka’yê, tevgera serxwebûnê ya gelên di bin desthilatdariya îspaniyan de, çiqas bipêşdiket, di wê asteyê de, daxwaza ji bo guherîn û nûjenkirina cîhanê jî ewqas bipêşdiket.

Îspanyoliya herêma Amerîka’yê ji ya li Îspanya’yê cudatir e. Pir sedemên wî hene: Yan ji ber ku niştecîhên herêmê dixwazin vegerin ser koka xwe û naxwazin gotin û bêjeyên xwe yên kevin ji bîr kirin, yan hin gotin û bêjeyên zimanê xwe yê zikmakê tevlî îspanyolî kirine, yan jî li gorî jiyana xwe ya rojane gotin û bêjeyên nû afirandine.

Îspanyolî ya kreol ji bili xwe naşibe tiştekî din, weke vegera ser koka xwe ye, weke xemilandineke ne bi bi awayê îspanyolî ne jî bi awayê endijen e. Tişteke wisa ye ku bi taybetmendiyên xwe bûye metis, navbenkar û bûye pir.

Berî niha hatibû diyarkirin ku di salên 1800’î de, li Meksîka, li Perû û li Arjantîn’ê wergerên herî giranbiha û watedar di encama sansora Îspanya’yê de hatine kirin. Îspanya’yê di wan deman de bazirganî û birin û anîna berhemên nivîsandî û pirtûkên fiksiyonê qedexe kiribû.
Li Amerîka ya îspanyolî, piştî van wergerên girîng ‘xwendevanên wisa derketin ku evîna wan ya xwendinê hilberîna berhemên wêjeyî derxist asteke bilind’
Werger êdî tevgereke ne tenê ji bo kesên xwedî xwendin û nivîsandinê ye, ew hewiha bûye faaliyeteke fermî ku xitabê tevahiya civakê dike.

Di nava vê atmosfera xwendinê ya herêmî, ya kevin û ya pêşerojê de, zimanzanê venezûelî Andres Bello li ser rêziwateke nû ya îspanyolî kar dike ku bi taybetî xîtabê amerîkiyên îspanyolî bike.

Ew di nivîsareke xwe de bi vî awayî behsa vê xebata xwe dike: ‘’Bi vê xebata xwe, îddîa nakim ku ez ji bo gelê Castillan dinivisînim. Dersên min bi taybetî ji bo birayên min, gelên Amerîka ya îspanyolî hatine amadekirin. Gelek girîng e ku em zimanê ecdad, bav û kalên xwe bi awayê herî pak biparêzin. Ji ber ku ev ziman, rêbaz û navgîneke bi tenê ye ku dikare di navbera hemû gel û netewên îspanyolî yên li ser herdû parzemînan dijîn de, tekiliya biratiyê dayne. Helbet ev ne pakiyeke li gor baweriya batil e ku ez hewldidin derxim pêş. (...) Xirabî û êşa herî mezin ku dikare mirovan mehrûm bihele ji dewlemendî û ji aliyên veşartî yên zimanê civakekê, zayîna neolojizmê ye, bi gotineke din afirandina bêjeyên nû ye. Eger pêşî lê neyê girtin, ev yek dikare bandoreke xirab li zimanê nivîskî yê li Amerîka’yê bike. Ziman weke bedeneke jîndar e; Beden jîndariya xwe ji kîjan aliyê xwe digire? Element û libat weke nasnameya beden, nikarin bi serê xwe jîndariyê pêkbînin. Lê yekvûcûd û yekgirtîbûna berdewamî ya tevgera van libatan, di pêkanîna jîndariyê de, ji şekil û cihêrengiya wan girîngtir in.’’

Fonksiyon li pêşiya form e, bi gotineke din tevgera libatekî ji şiklê wî girîngtir e: Ev formula safî karrollînî ku dibêje ; ‘li wateya wî miqayet be, deng bi xwe xwedî li xwe derdikevin’ lî Amerîka ya îspanyolî di sîstema wergera nivîsên wêjeyî de pir bi berfirehî tê bikaranîn. ‘Ez ji bo kê wergerê dikim’? Diyar e ku ev gotin ji Malînche bigire heta îro, sirûşta bingehîn ya wergerên vê parzemînê ye.

Sedsalekê dû re, di çarçoveya pêşnîyazên Borges de, wergerên herî baş yên Amerîka ya îspanyolî dev ji wergera bêje bi bêje ku encamên eceb derdixin holê, berdan û awayê wergereke serbest ya ku wateyê ji xwe re esas digire, derxistin pêş. Êdî bi wergerê nedihat xwestin ku tevnê, berovajî bikin û tenê gotin û bêjeyên ziwatekî li zimanên din wergerînin. Miguel de Cervantes, navên Luis Zapata û yê Horace bibîr anîbû û ecêbiya wergera bêje bi bêje bi vê gotinê anîbû ziman: ‘wek ku mirov berovajî li tevna xalîçeya filamanan binêre.’’

Karê wergerê wezîfeyek pir zehmet û tevlihev e ku jêre merîfetên awerte divê: Wek ku mirov eslê tiştekî li ser zemîneke nû ava bike, wek ku mirov xezaya herêmekî bi gotin û bêjeyên biyanî dagir bike, yan jî wek ku mirov dara li gor avûhewayeke din kok girtibe li ser xakeke cuda dayne.

Di sala 1974’an de, Borges, di El Hacedor, de bi navê La Trama (Tevn li darxistin) nivîsek piçûk weşand. Ez dixwazim vê nivîsê ji nûh ve li vê derê jî binivisînim.

“Tirsa di dilê wî de derketibû asteya herî bilind. Cesar, ji ber darbeyên giran yên xençeran ku ji hevalbendên xwe dixwar, li bin peykerekî êdî ji qidûm ketibû. Di nava ewqas devên xençer û serêyan de, ruyê Marcus Junius Brutus firq kir, delaliyê wî, dibe ku kurê wî be jî. Wê demê yêdî hewce nedît xwe ji darbeyan biparêze û wiha qêriya: “Ma tu jî, kurê min!” Shakespeare û Quevedo ji vê derê, gazinc û qêrîna tijî hes, bi destxistine.

Kêfa qederê dihat ji dubareyan re, ji cihêrengî û ji sîmetrêyan re. Piştî Nonzdeh sedsalan, li başûrê bajarê Buenos Aires, şivanekî (gaucho) ji aliyê şivanên din ve tê lêdan, dema li erdê dikeve, di nava êrişkaran de, kurê xwe yê watevî firq dike. Bi awirên matmayî, bi dilekî tijî gazinc, lê vedigere û bi dengekî hêdî jê re dibêje: “Pero, che” (Ev biwêj divê neyêne xwendin, tenê dema werin bîhîstin dikarin bigêhêjin wateya xwe). Ew wî dikujin, lê ew nizane ku bi mirina wî re sahneyek heman rengî xwe dubare dike.

Berî çend salan, bi aramca ku vê nivîsa Borges, bi hin dostên xwe yên kanadî re parvebikim, min xwest wê wergerînim îngîlîzî. Lê min pir zehmetî kişand, yek ji astengiyên asê, bi taybetî jî biwêja “Pero, che!” bû. Ev îfade bi awayeke mukemel nikare were wergerandin, ev gotin li ser xaka Arjantin’ê, ewqas ji kûr ve kok girtiye ku ne mumkune mirov karibe wî di zeviyeke din ya ziman de ji nu ve dayne. “Pero, che” dibe ku bûbe perçeyekî nasnameya Arjantîn’ê. Gilî û gazinceke ewqas ji dil û ewas taybetî ye ku nikare li ti derekî din yê cîhanê were bilêvkirin. Li Îngîltere û li Amerîka ya Yekgirtî “Pero, che” nayê gotin, li Îspanya, li Meksika yan li Kuba’yê jî zêde nayê bikaranîn, “Pero, che” gotineke taybetî ye û bûye wate û nasnameya axaftina kreolî.

Baş e ku dîroka wergerê ji mucizeyên piçûk pêkhatiye. Bihnpakî, erdem, aqil, merîfet, tecrûbe, lêkolîn, tesaduf: Her yek ji van faktoran di pêkanîna wergereke serkeftî de dikeve dewrê. Lê dîsa jî di vî karî de, ya herî girîng û bingehîn, kalîteya mucîzê ye. Di vê zeviya afirandina wêje de, serkeftineke bê mucîze tine.

Nivîsareke koçerî ku ti car kon venagire.
Ew wergera ku ez nikaribûn ji nav dereketama, min dev jê berda. Bikaranîna bêjeyên weke hev serê min êşandibû. Ji bo hinek bala xwe sivik bikim û êşa serê xwe kêm bikim, min berhema Gilbert Keith Chesterton ya bi navê A Short History of England, xwend. Borges jî ev pirtûk baş nas dikir. Ji nişka ve ev hevok derket pêşberî min: ‘’Demên dûr û dirêj, wiha dihat zanîn ku netewa brîtanîk ne ji aliyê Jules Cesar ve lê ji aliyê Brutus ve hatiye afirandin. Kontrast û dijberiya di navbera wê keşîfa rastîn û ya avabûneke fantastîk û xeyalî de, xaleke komîk heye. Mîna ku gotina bi latînî ya Jules César “Et tu, Brute?” karibe di îngîlîzî de wisa were gotin: “What, you here?” Biwêja “What, you here?” ya Chesterton wergera mukemel ya biwêja ‘Pero, che’ ye. Yan jî biwêja ‘Pero, che’ ya Borges wergera mukemel ya ‘What, you here?’e. Werger jî weke xwendinê di herdû îstiqametan de jî dikare rêwitiyê bike: ji çavkaniyê ber bi nivîsa orijinal ve, yan jî ji nivîsa orijinal ber bi çavkaniyê ve. Çavkanî û orijinal di wê rêwitiyê de pir caran wisa tevlihev dibin ku ji navhev dernakevin, û pir caran jî wateyên xwe diguherînin. Kî xwediyê berhemê ye, kî wergerê wan biwêjan e? Borges yan Chesterton? Ne mumkun e were zanîn. Kronolojî û anakronolojî bi gotineke din rastnivîs û çewtnivîsa tarîxan, têgehên ne hewce ne ji bo darizandina wergerekî û ya çavkaniyên wê.

Xwendevanên ku di pirtûkxaneya gerdûnî de derdikevin gera nivîs û berhemên ku xwe di wan de dibînin, dema kaliteya wergerê qebûl dikin, wezîfe û barê wan girantir dibe. Wê demê, nivîs û hevokên ji wê rûpelê tên girtin, veduguhêzin nivîsen cûrbecûr ku di nava xezineya bêjeyên xwendevan de reng diguherînin, di şiklên cuda de dibin xwedî wate, tecrûbeyên xerîb bi destdixin, dibin xwedî bîranînên nû û di refên pirtûkxaneyên cuda de tên hilanîn.

Werger-xwendevan di şûna nivîseke sabît de ku ji şûna xwe nalebite, nivîseke koçerî ku ti car kon venagire û tim di nava tevegerê de ye, pêşnîyaz dike. Vaye, paradoks û nakokiyên hunera wergerê ev in: berhemeke wêjeyî di domahiya koçberiyeke berdewam de û bi xêra keşfên nû dikare hêz bigire, kêmtir wate buguherîne û bi awayeke mucîze bêmirinî dibe cewherê xezaya wî. Ji xwe xeza ya hunerî ya berhemê jî tiştek wisa ferz dike.

Wergera ji fransî:
Bedran Dere

Çavkanî

ALBERTO MANGUEL kîye:
Nivîskarê kanadî, bi eslê xwe arjantînî ye.