Kî dixwaze ku zimanê fransî bimire?

Translator

Ji cerga ku di navbera gelan de peywendî hebûne, rewşenbîr, edîb û zana hergav li kêşeyên zimanî aliqîne. Li Ewropayê, ji bo çareserkirina kêşeyan, zimanê latînî hatibû pejirandin. Latîn

îya ku zimanekî dêrîn û aloz bû, rê dida derbirîna hemû hûrgilî û barîkîya ramanan; lê belê kêşeya wê ew bû ku bi tenê zimanê elîtan bû. Fransîya ku serê pêşî binemalên esîlzade yên Ewropayê wekî zimanê rewacê pê diaxivîn, berevajî latînîyê, di sedsala XIXan de wekî zimanekî kolonyal xwe dasepand û bû sedema qelsbûyina gelek ziman û devokên herêmî ku gelek ji wan qelîn [mirin an jî jinavçûna zimanekî] an jî li ser rêya qelînê ne.

 

Gelo bi çerxeka seyr a karê dinyaya gewrik, dibe ku zimanê fransî jî tûşî heman serencamê bibe ? Dagîrbûna wê bi destê dîyardeya ku em jê re dibêjin "tev-ingilîzî" têra xwe ron û aşkere ye ku em vê pirsê li xwe bikin. (1)Lê belê wisa dîyar e ku xetera navborî qet rihetîyê nade ber Akademîya fransî. Malpera wê dide xuyakirin ku"mubalexeyeka bêbingeh e ku meriv behsa dagîrbûna zimanê fransî bi peyvên ingilîzî bike". Ji bo Nemiran [Immortels : ji endamên Akademîya fransî re dibêjin], "wergirtina peyvan ya ji ingilîzîyê dîyardeyeka kevnare ye" ku berî sedsala XVIIIan jî li kar bû ; heta cihê kêfxweşîyê ye ji ber ku "hindek ji wan tesîreka avaker li jîn û jîndarîya zimanî dikin".

 

Di Dictionnaire amoureux des langues de (Plon, 2009), zimannas Claude Hagège beşekî terxan dike bo zimanên metirsîdar ku di nav wan de fransî jî heye. Vî profesorê honorer [bi ing. emeritus : unwana profesorê teqawîdbûyî] ji Collège de Franceyê, du tehdîdên bingehîn destnîşan dike. Yek, ji derve tê –"domînasyona aborî û sîyasî ya cîhanê" bi destê Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê– û ya din, gefeka navxweyî, anku kêşeya "elîtên" ne-hişyar, ronakbîr û bazirganên ku guh nadine kêşeyên zimanî. Di gotûbejekê de ku li Kebekê hatîye sazdan, zimannasê navhatî nerihetîya xwe derdibire li ber "vederkirina zimanekî û bicihbûna zimanekî din li şûna wî zimanê vederkirî". (2)

 

Êrîşên ku bi ser zimanê fransî diçin û digihine heta lûtkeya dewletê jî. Lewre wezîra karûbarên aborî Christine Lagarde sala 2007an xelata Berika ingilîzî (3) wergirt ji bo danûstendinên xwe yên bi ingilîzî digel xebatkarên xwe (heta leqeba "Christine The Guard" jî lê hate kirin). Valérie Pécresseya wezîra perwerdeya bilind û lêkolînê, li rexê xwe ve, di sala 2008ande gelek hate pêş çavan lewre dabû xuyakirin ku zimanê fransî "ber bi lawazketinê ve diçe" û gotibû ku divê li sazîyên ewropî û zanîngehên Fransayê tabûya ingilîzîyê bê şikandin. Xavier Darcosê wezîrê perwerdeyê yê wê heyamê, li serê lîsteya wan kesan bû ku ji bo pêşxistina berdewam a projeya Fransaya duzimanî "hatibûne destnîşankirin", ku di eslê xwe de bes wergera ingilîzîzimankirineka lezkirî ye.

 

Çapemenî xwe jê bêpar nahêle. Lewre Christophe Barbierê dîrektorê lijneya weşanê ya heftenameya l'Expressê, 13ê hezîrana 2008an aşkere kir ku di destê Ewropayê de "amrazekî danûstendinê yê muşterek heye (…), ku ingilîzî ye. Herweha em dikarin îstifadeyê [ji berbelavbûna ingilîzîyê] bikin ji bo destkêşana ji xurûreka piçekî kevne-mode". (4) Argumanên weha bi kêrî wan kesan tên ku ferqekê dixine navbera îngilîzî û "globish" [globe+ish : zimanê gerdûnî]. Ev zimanê têkel yê anglo-amerîkayî, ku ji bo danûstendinên rojane gelekî destxweş e, dê gelek bêzerer bûya heke zimanekî rasteqîn nebûya, bi tenê kodeka sade ya danûstendinê bûya. Lê belê, tercîha bikaranîna vî zimanî bi tu awayî xwezayî nîne, çandî ye û em wekî hevwelatîyên fransî, bi îngilîzî diaxivin –û neme bi tenê bi globish– di danûstendinên xwe yên (ku gelek caran lawaz bi rê ve diçin) bi kesên ne ingilîzîziman re jî… Metirsî heye ku zimanê fransî heta li Fransayê jî bibe zimanê duyem. Xeyal e ? 31ê çileya pêşîna bihurî, Rojnamegerê France infoyê [radyoya giştî ya fransî ya nûçeyan], piştî çend risteyên bi ingilîzî yên serokê şirketeka mezin a amerîkî di warê înformatîkê de, gelek bi kêfxweşî got "jixwe em hemû duzimanî ne, lewma ne hewceyî wergerandinê ye !»

 

Ji bilî van dîyardeyên ku em hêvî dikin ku munferîd bin, li dijî zimanê fransî êrîşên req û rût jî hene. Lewre perwerdeya ingilîzî êdî ji seksîyona mezinan a asta kreşê wêde tê pêşnîyazkirin û ji xwe di asta CE1ê [di sîstema dibistana fransî de teqabûlî asta pola duyem ya dibistana seretayî dike] de mecbûrî ye. Mamosteyek dîyar dike ku "berî bi panzdeh salan, di asta CM1 û CM2 [polên çar û pênc ên dibistana seretayî] de, me ji bo fêrbûna îngilîzîyê destpêkek bi tenê dikir » û lê zêde dike ku "raport nîşan didin ku şagirtên me di dersên zimanê fransî de lawaz in, lê belê ji bo bilindkirina asta wan tu tişt nehatîye kirin". Hikûmetê wisa plan kiribû di asta lîseyê de hindek ji dîsîplînan yekser bi ingilîzî bin – wekî ku li zanîngehan û li piranîya dibistanên bilind ên bazirganîyê ku bêîtaetîyê li "yasaya Toubon" a sala 1994an (5) dikin weha ye. Serokê Conférence des Grandes Ecoles, Dîrektorê giştî yê l’Institut des sciences économiques et commerciales (ESSEC), dîrektorên dibistanên bilind ên endazyarîyê, serokên zanîngehan gihiştine hev da ku daxwaza "tenzîm û serûberkirina" yasayê bikin.

Sciences Po

’ya Reimsê ya ku hêj taze hatîye vekirin, tevahîya perwerdeya xwe bi ingilîzî bi rê ve dibe. Dîsa bi heman rengî, "The French Institute of International Relations" tê pêş çavan, an jî dibistanek bi navê "Paris School of Economics" xuya dibe. Di rojeva fêrkarîya dîroka aborî de, bo nimûne ev peyam heye ku ji mamosteyekî zanîngeha Paris VII re hatîye şandin : "Chers Collègues, nous sommes en train de finir de déposer la Full Proposal de notre demande de création de réseau COST European monetary unification, from Antiquity to modern times (EMU)" [cihên bi îngilîzî binxêzkirî ne]. Hindek radibin parêzerên fransîyê wekî qurbanîyên sendroma Fachodayê (6) destnîşan dikin, lê belê, gava ku meriv van rêzan dixwîne, hingê ji xwe dipirse ka esil karîkatur li kîjan alîyî ye.         

 

Herçî lêkolîner in, heke bixwazin nivîsarên wan bêne xwendin, şert e ku xebatên xwe bi ingilîzî belav bikin. Herweha, li gor Ofîsa ewropayî ya sertîfîkayan, Protokola Londonê ya çirîya paşîna 2000an, bi dehfdana patronaya ewropî, zimanê ingilîzî wekî zimanê navneteweyî yê kar û danûstendinê destnîşan dike.

 

Ingilîzî herweha jîyana rojane jî dagîr dike. Lewre, ingilîzî li meydanên fireh zal û berbelav e. Carrefourê xwe dabeş kirîye di nav "Carrefour Market, City, Discount" de ; şaxeka Auchanê bûye "Simply Market". Li hêla endustrîyê, Renault Poids Lourds nema xwe ragirt li ber "Renault Truck"ê, şaxa belavkirinê navê xwe kirîye "Renault retail group", "breafing"ên navxweyî bi english bi rê ve diçin. Şirketên hûrik û navîncî jî her didine meyla serdest, heta dereceya ku bibin sebebê avakirina "Kollektîfa navbera sendîkayan ya ji bo mafê xebitîna bi fransî li Fransayê". Li bazarê li ser lewheyên dikanan dinivîse Cash Converters, City Plantes, Urban Souvenirs û New shopên din. Dikan û mexazeyên bi –land, City- û –center ewqas zû û bi lez berbelav bûn ku aqlê merivî tê naçe. Gelo xizmetguzarîyên giştî –an jî ewên mayî– parastî ne ji vê modê ? La Poste [Xizmetguzarîya postaya fransî] pişta xwe dide "I Love L.A." ji bo pêşxistina Livret A’ya (hesabê tasarrûfê) xwe, SNCF [şirketa trênan] bilêtên "TGV-Family" teklîfî muşterîyên xwe dike, France Telecom "Time to move"ê dadihêne. Zarokên me yên ku êdî nema dizanin ku electronic an jî optical ne bi fransî ne û nehatine feramoşkirin : "drive" wan ber bi hewesa leyîstinê ve dibe û heta wextekî kurt dê bigihine "Game Space"yê jî.

 

Yekîtîya Ewropayê jî bi rexê xwe ve dibe pişkdarê tevgera ingilîzîkirinê. Ji bîst û sê zimanên fermî, fransî, îngilîzî û almanî, bi pêy sazkarîya 6ê çirîya paşîna 1958an, wekî zimanên birêvebirin û karkirinê hatine naskirin. Lê belê, van duwazdeh salên dawîn paşketinek aşkere xuya ye di rêjeya bikaranîna fransî û almanîyê de. Bo nimûne, Eurostat, xizmetguzarîya îstatîstîkan a Komîsyona Ewropayê, ji nîsana 2008an ve weşana xwe ya bi navê Statistiques en bref [Îstatîstikên bi kurtî] bi tenê bi îngilîzî belav dike. Wekî ku Georg Parkerê ji Financial Timesê jî dîyar dike, "Meriv hest pê dike ku jîyana li Brukselê her roj bêtir dişibe jîyana li mandayeka Qralîyetê […]». Konferanseka bi serenavê "Adequate information management in Europe : the EU and the challenge of communication" [Birêvebirina birêkûpêk a agahîyan li Ewropayê : YE û kêşeya zimanê danûstendinê] "cudahîya yek-zimanîbûnê radixe ber çavan. Divê bibêjim ingilîzîziman, …[…] Dîyar e ku tu kes di Komîsyonê de li vê yekzimanîya pozbilind naheyire"(7)

 

Mîna gelek kesayetîyên ewropî, Anna Maria Campograndeya seroka Athenayê û xebatkara Komîsyona Ewropayê jî ji xwe dipirse : "Gelo kî dikare tiştekî bike li dijî xeniqandina zimanê fransî ya bi destê Fransîyan bi xwe ve…" Hevkarekî wê weha bersivê dide pirsê : "Nexêr, ne ku Fransî zimanê fransî difetisînin : Yên ku her tiştî (ziman, pere, herêma karîgerîya aborî) ji Amerîkîyan re nezr dikin, Ewropî ne …" (8) Ev guherîn di demeka weha de diqewimin ku munaqeşeya li ser nasnameya neteweyî çespand ku ji bo gelek hemwelatîyên fransî, hêmana dîyarker a vê nasnameyê, zimanê fransî bi xwe ye.

 

Terefdarîya ingilîzîyê bi rengekî yekser girêdayî endîşeyên bazirganî ye. Lewre, siwarçakên endustrî û bazirganîya navneteweyî pêdivî bi zimanekî ragihandinê ve heye, da ku danûstendinan hêsan bike. Di vê çarçoveyê de, ew jî wî zimanê ku mercên globalîzasyona kapîtalîst li ser wan ferz dike dipejîrinin. Ewropaya ku xwe dispêre mercê "reqabeta azad û adilane", bi awayekî metodîk amrazê tev-lîberalîzmê bi pêş ve dixe da ku li astenga neteweyê nealiqe ku ziman sembola wê ye. Di çarçoveya têgihîştineka weha de, êrîşên rayedarên dewlet û hikûmetê hene li dijî her çi çalakîya ku ne ji bo qazanc-bidestxistinê ye : bo nimûne, terxankirina butceyê ji bo navendên çandî li derve, xebat û lêkolînên li ser zimanên rojhilatî, zimanên qedîmî, hwd. ji xwe re wekî barekî dibînin.      

 

Xelkê amî û kesên salmezin di nav qurbanên vê sîyasetê de li rêzên pêşîyê ne. Vaye mecbûrkirî ne ku jîyana xwe ya rojane li gor van pêşhatan biguherin, ji xwe gelek caran derfeta wan nîne ku deformasyonên zimanî bişopînin û xwemalî bikin, lewma pê de pê de li zimanî xerîb dibin. Hêzên nû yên di cîhana kar û xebatê de binecihbûyî, dikevine nav pêleka çalakvanîyê û hewla berxwedana zimanî hevaheng digel berxwedana civakî reng û dirûvê xwe digire. (9) Ji bilî hêmana neteweyê, îro, li ser navê berbelavbûna wî zarê bedesl ê anglo-amerîkî, îngilîzî bi xwe jî tê de zimanên cîhanê hemû têne rûçikandin.

 

* Birêveberê malpera www.defenselanguefrancaise.org, endamê deftera Collectif unitaire républicain pour la résistance, l’initiative et l’émancipation linguistique (Kolektîfa yekgirtî ya komarparêz ji bo berxwedan, teşebbus û rizgarîya zimanî)

(1) Bixwîne : Manière de voir n° 97, "La bataille des langues", sibat-adar 2008

 

(2) Claude Hagège, "Le modèle 101", www.voir.ca, 3yê çileya pêşîna 2009an.

 

(3) Ev "xelata rûreşîya medenî her sal diçe yek ji endamên çîna elît a fransî, kesekî/ê ku bi hewl û renckêşîya xwe     ya ji bo pêşxistin û berbelavkirina anglo-amerîkayîyê li Fransayê û li sazîyên ewropî hatibe pêş çavan."

 

(4) Neqlkirina Académie de la Carpette anglaise 2008. Académie de la Carpette anglaise, chez le Droit de Comprendre, 34 bis, rue de Picpus, 75012 Paris.

 

(5) Qanûna 4ê tebaxa 1994an ; www.culture.gouv.fr/culture/dglf/lois/presentation_loi.htm

 

(6) Sala 1898an, di demekê de ku hêzên ewropî axirîn erdên berdest ên li Afrîkayê milmilane dikirin, yekîneyeka leşkerî ya fransî, li Fachodayê (Sûdan) tûşî leşkerê înglîz-misrî tê ku ji bîst hezar eskeran pêk hatîye. Mezinîya artêşa dijber dike ku Fransî vekişin û dev jê berdin, lê belê ev lêk-rastketin bû binasê wê hindê ku li London û Parîsê hestên nasyonalîst biazirin.  

 

(7) http://blogs.ft.com/brusselsblog/

 

(8) Ji bo xwendina gotûbêjê bnr: www.defenselanguefrancaise.org/

 

(9) Kollektîfeka berfireh hate avakirin: Alliance Champlain, Association Francophonie Avenir (Afrav), Association pour la sauvegarde et l'expansion de la langue française (Asselaf), Avenir de la langue française (ALF), Cercle littéraire des écrivains cheminots (CLEC), COllectif Unitaire Républicain pour la Résistance, l’Initiative et l’Emancipation linguistique (Courriel), Défense de la langue française Paris-Ile-de-France (DLF Paris-IDF), Forum francophone international France (FFI France), Le droit de comprendre (DDC).

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê