Kî dixwaze RNYê bixeniqîne?

Nebûna derfetan, pêşbirka G20an
Translator

Di pêncî salan de cara duyemîn Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, di 23yê kanûna 2011ê de butçeyeke kêmbûyî ji bo 2012-2013yê, pejirand. Eger krîza diravî vê kêmkirinê bi awayekî fermî piştrast bike jî, dewletên endam ên gelek caran bi dilsozî xwe dispêrin RNYê, vê carê bêdudilî xwe dûrî wê digirin. Rêxistin weke ku di nav jeopolîtîka hilweşiyayî de ketibe nav lêgerîna peydekirina rêyekê.

Bihura xirab devê derî ye: Navenda Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY) ya li Viyanayê, bi "qesra camî" ya New Yorkê ku lê pirsên aștî û ewleyîyê tên gotûbêj kirin re tê muqayese kirin; gundekî piçûk ê șên û xîretkêș tîne bîra mirov. Çar hezar mirov lê dixebitin û li korîdorên bi berhemên hunerî yên hêzên newekhev (lê ji her derên dinyayê vehewîyayî) û wêneyên dêw ên Kaskșînên li ser kar xemilandî dibezin. "Em ji bo ajansên teknîk ên Neteweyên Yekbûyî dixebitin", bi awayekî çi bigire berevanîlixwekirinê dubare dikin, ku cudatîya di navbera xwe û karakterê bêtir siyasî yê meqamên Manhattanê de baș dîyar bikin.

Serbajarê awistiryayî, li gel New York, Cenevre û Nairobiyê yek ji biryargehên serekî yê RNYê ye. Bi çend îstasyonên metroyê ji avayîyên halxweș ên sîteya kevin a împeratorîyê dûr, di avayîyeke bi şiklê stêrkê avabûyî de ku bîhna xweș a salên 1960-1970yê jê tê, navenda navneteweyî ya Viyanayê (VIC) bikêmanî deh rêxistinan di nav xwe de dihewîne (çarçoveyê bixwîne). Di demeke ku piranîya welatên din xwe bi duduyan "bisînor dikin" de, ji bo hevkarî û ewlehîyê di navbera Ewropa û RNYyê de pêk bînin Fransayê sê balyozên xwe yên daîmî șandin Viyanayê -Awistiryayê, ji bo Rêxistinê.

Li nivîsîngehên CIVê her sal bi dehan peyman, bi hezaran biryar û raporên teknîkî tên gotûbêj kirin. Li wir, ji nêrîna çavan dûr, dîplomat û hiqûqnas carinan xwe didin nelihevkirinên ne piraloz ên di derheqê guherankarîyên nezelal, an mirov dikare -gelo divê mirov bêje "pakkirina hatinîya tawanan", an jî "sipîkirina perên reş"? Lê carinan xeterên pir mezin derdikevin holê, weke gava ku mesele destnîşankirina kiryareke terorîstî be. Di 8ê îlona 2006ê de, Konseya Giştî ya RNYê stratejîyeke cîhanî ya têkoşîna li dijî terorîzmê ku xwe dispêre peymanên ji 1937ê vir de, di vî warî de hatibûn qebûl kirin, da ber xwe. Nivîsîngeha Neteweyên Yekbûyî ya li dijî tiryak û tawanê (ONUDC), ku li Viyanayê ye, berpirsa teşwîqkirina pêkanîna tedbîrên "alîkarîya teknîkî" pêk tîne: Şêwirmendîya hiqûqî, vatinîyên qada xebatê, perwerdekirina berpirsên bilind û hwd. e.

Cure parvekirineke vatinîyan li seranserê cîhanê derdikeve holê. Dewlet ji ajansên teknîkî ên RNYê dixwazin ku xeter an kiryarên li qadê (pêşketin, hevkarîyên zanistî û hwd.) zelal an rêkûpêktir bikin. Gelek welatên Sahelê bi vî awayî ji ONUDCê xwest ku bernameyeke pratîk a têkoşîna li dijî terorîzmê pêk bîne; hinên din li dijî gendelîyê daxwaza alîkarîya teknîkî dikin. Li hemberî vê, ji bo pirsên mezin ên siyasî, dewlet bi awayekî giştî dixwazin rêxistinên herêmî (Weke mînak, Yekîtîya Ewropî), an jî komên hêzên mezin, weke G8 an G20ê seferber bikin. (1)

"G"yên ku bi awayekî nefermî ji alîyê welatên senayîya wan herî pêşketî ye ve hatin ava kirin, weke buroyên kar dixebitin. Ew derfetê didin endamên xwe ku ji bo qaîdeyên tu rewatîya wan tunebe, li ser mirov ferz bikin, bi serbestî di pêvajoyên RNYê re derbas bin. Jean-Pierre Bugada nerm dike û dibêje; "Bi awayekî giştî agahdarî ne. Bi piranî encamên van civînan ên konkret tunene û RNY weke navgîna serekî ya civata navneteweyî dimîne". Her çend birêveberê nivîsîngeha herêmî ya RNYê bixwaze li ser Parzemîna Kevnar bawerîyê bide mirovî ku her tişt baş diçe jî, ew bixwe jî qebûl dike ku rêxistin "negîhaştiye ser trêna krîza dravî, jê maye": Heke em rastîyê bixwazin yên ku meydan ji wan re maye, ji dervî derdora sîstema RNY, Fona Dravî ya Navneteweyî (FMI), Banka Cîhanî û Rêxistina Cîhanî ya Bazirganîyê (OMC) ya bi tevayî xweser e. Konferansa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Bazirganî û Pêşketinê (CNUCED) yan Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Pêşketina Navneteweyî (ONUDI) çi dikin? Berevajîya sazîyên Bretton Woods, ev rêxistin hîn jî di warê rîskên li ser riya pêşketinê de, bi taybetî jî li welatên Başûr derdikevin pêş; ew xwe ji dil nadin kiryarên guhastina-serbest, an jî dravî. Serekê servîsa Komisyona Neteweyên Yekbûyî ya Hiqûqa Bazirganîya Navneteweyî (CNUDCI), Renaud Sorieul, tevî lobîyên karsazan ên pir aktîf û ne bi tenê ji ber rikeberîya hergav bihîstinê, ji ber marjînalbûna kar di dema "muzîka kurt" a hevkarîya navneteweyî de bêzar bûye. Ji bo eyarkirina demê, tarîxên konferansa cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî li ser pêșketina berdewam (Rio+20), ji bo hezîrana 2012ê hatibû pêșbînî kirin, ji bo lihevkirina bi salnameya G20ê re dê panzdeh rojan bihata bi paș de xistin.

Navîgasyona dîtbar

Ji bo ewleyîya navneteweyî, RNYê -bi navberkarîya Konseya xwe ya ewlekarîyê- pêșîya sahneyê digre, ev pênc welatên xwedî mafê vetoyê ne yên ku "A"yê didin biryaran cîbicî dikin û weke di bihara 2011ê de li Libyayê kirin, gelek caran tawsiyeyî Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) dikin. "Ji bo rêxistinên cîhanî demeke dijwar e, karmendekî payebilind ê fransî ku naxwaze navê wî bê eșkere kirin texmîna xwe dibêje. Dewlet li ber çavan weke rewrekê diçin û tên: Daxwaza xwe ji bo pirbendîyê dîyar dikin lê têkilîyên dubendî geș dikin û li riyên girêdanên di vî warî de digerin, weke berîya 1914ê, hevkarîyên katî derfeta kontrola brêveberîya pirsên deqîq yên weke tiryak û terorîzmê didin wan". Di rastîyê de, budceyên ajansên RNYê yên li Viyanayê bi zorê dighêjin ji % 10ê çalakîyên wan. Ji bo yên mayî, divê ew ji bo her yekê ji wan alîkarîya danê bixwazin. "Em li ser daxwaza Dewletan an Konseya Giștî projeyan dest nîșan dikin û pașê jî em ji wan re li dravî digerin", Mauro Miedicoyê ji ONUDCê berîya ku bi kurtebirî bibêje "ev drav bi tenê yê giștî ye, da ku em cureyê wî tevlîhev nekin" rave dike.

Hin ajansên RNYê di bin barê budceyê yê ewinde giran de ku mirov nikaribe ji bin derkeve, dinalin, û kadroyên wan li xwe mukir tên ku ew bixwe çûn û hatina xwe ya New Yorkê fînanse dikin... Kontratên ji bo demeke dîyar ên ji bo xebatkarên navneteweyî ku bi awayekî giștî pir kalîfîye ne, êdî bûne qaîde. Di 23yê çileya 2011ê de, rêxistinê ji bo budceyeke ji % 5 kêm ji bo 2012 û 2013yê (260 mîlyon dolar kêm ji budçeyeke 5 milyarî) dengê xwe da û qebûl kir. "Dema mezinbûnê ya salên 1960 û 1970yê êdî ji me pir dûr ketiye, Bugada bi keser dibêje. Wê demê, pereyê pêşketinê weke lehîyê diherikî" Bi wextê re, RNY bû makîneyeke mezin a burokratîk -Sekreterê giştî li dora 44 000 kes li seranserê dinyayê girtin kar- ku karekî rojane bi rê ve dibe, lê nikare di gotûbêjên mezin ên civatê de cîyê xwe bigire. Bi gotineke din, hin înîsîyatîfên weke Global Compactê di dawîya salên 1990ê de, di nav derûdorên rêxistinî de îtibara wê xera kirin. Armanca vê hevkarîyê ew e ku têkilîyên di navbera ajansên RNYê û şirketên mezin de bihêz bike da ku li qada kar bêtir berhemdar be. Di vê yekê de rîska tevlîhevkirina cureyên kar tuneye gelo? (2)

"Heta ku kar xirab neçe kes bahsa RNYê nake; tu cara em qîmetekê nadin tiştê ku ew rojane li qada xebatê dike", karmendekî ONUDIyê dibêje. Herwiha kes bala xwe nadiyê ku bêyî bi sedan bernameyên tenduristîyê, yan jî alîkarîyên ji bo penaberan li dinyayê bi hezaran kes dê nikaribin debara xwe ya rojane bikin û bijîn. Li CIVê, her ajans -heta her karmend- xwedî projeyeke taybetî ye: Peymaneke ku amade dibe, gotûbêjên hesas, "destûreke tevgerê" ji bo rojanekirinê, qanûnnameyeke ji bo sererastkirinê, grûpeke kar a motîvekirinê... Li nivîsîngeha xwe ya teng, Niklas Hedman, cîgirê bireveberê Buroya Karên Fezayî (BAS), bi kitekit xeterên qirêjîbûna atmosferê ji alî duwazde hezar navgînên ku 1950yê bi vir de hatine firandin nav fezayê dest nîşan kirin. Ev swêdîyê tevgera wî wek a pîremêrekî û destekî wî yê bi hêrs li ser klavyeya komputera wî ye, hemî tomarkirinên nû yên cismên hatine avêtin nav fezayê li ser Înternetê nîşan dide. "Ev hîn bi tenê destpêka karekî agahdarîyê û kontrolê ye", vedibêje. Li paş wî, li ser refekê bi serinc rêzkirî, satelîtên piçûk, cîranîya nimûneyeke fuzeya heyvî ya sor û spî ya profesor Tournesol dike. BAS, her wiha jî weke cûre polîsê trafîka fezayî dixebite: Gava ku lihevketinek çêbibe kî berpirs e? Pirseke ewçend pir hesas weke ya welatên li ser riya pêşketinê (Çîn, Hindistan, Brezîlya û hwd.) lê her wiha jî aktorên taybetî (Space imaging, hwd.) dikevin pêşbirka fezayî.

Şerên piçûk ên li kozikan

Ajansên RNYê têgihîștin ku divê xebata xwe baș bidin nasîn û dest bi xebata ragihandinê bikin: Belavkirina dokumanan, vekirina civînan ji çapemenîyê re, șêwirîna bi gelek aktoran re û hwd. Ew her wiha jî xwe weke dilxwazên xebata bi rêxistinên nehikûmî (ONG) re nîșan didin. Hevkarîyeke carinan di çarçoveyeke pir teng de dibe ji ber ku hin tekst -weke peymana di derbarê qedexekirina mayinên dijkesî ya 1997ê ya bi navê ICBL (International campaign to ban landmines) - dê bitenê bibin berhemê xebata ONGyan. Lê nedîyar e ku di encamê de dê fêda tevlîhevîya aktorên giștî û yên taybetî, ku hevûdin weke endam qebûl bikin, li șefafbûna pêvajoyan û kontrola wan a demokratîk bibe. Beyî ku em meyla karmendên RNY û hevkarên wan ên rêxistinî ya di warê bikaranîna jargoneke carinan bêzarker ku ji kurtkirinên bi șîfre, nimreyên referansan û jargona ingilîzî ya balafirgehan tevlîhev dibin jî, hisab bikin. Bi vî awayî, van çend mehên dawîn, di korîdorên RNYê de, di nav xwe û torên din de, ji xeynî guhastineke mimkun a "ODM" bi "ODD"yê re di dema zîrweya Rio+20ê de pê ve nayê axavtin. Mirov dikare wan weke "objectifs du millénaire / armancên hezarsalê" û "objectifs du développement durable / armancên pêșketina berdewam" wergerîne; ku ferqa wan jixweber bi ber çavên mirov nakeve!

Pirşaxîbûna Neteweyên Yekbûyî

Navenda Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Vîyanayê tiştekî weke kewara mêşê ye. Li wir bi kêmanî deh rêxistin kar dikin: Nivîsîngeha Neteweyên Yekbûyî ya li Dijî Tiryak û Tawanê (ONUDC), Tora Navneteweyî ya Ragihandina di Derbarê Spîkirina Dravî de (Imolin), Rêxistina Navneteweyî ya Kontrola Tiryakê (OICS), Nivîsîngeha Karên Fezayî (BAS), Birêveberîya Postê ya Neteweyên Yekbûyî (APNU), Nivîsîngeha Neteweyên Yekbûyî ya Xizmetên Piştgirîya Projeyan (Unops), Komîteya Zanyarî ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Lêkolîna Tesîra Radyasyona Atomî, Komisyona Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Mafê Bazirganîya Navneteweyî (Cnudci) û Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Pêşketina Navneteweyî (Onudi). Li gel van divê em nivîsîngehên herêmî yên Bernameya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Jîngehê (PNUE) û Komîserîya Bilind a ji bo Penaberan (HCR) jî bijmêrin. Lê Vîyana herwiha pêşwazîya Rêxistina ji bo Hevkarî û Ewlehîyê li Ewropayê (OSCE), Ajansa Navneteweyî ya Vejena Atomî (AIEA) û Komîsyona Cîbicîkirina Peymana di warê Qedexekirina Bitevayî ya Ceribandinên Nukleerî (OTICE), ku ne di nav sîstema Neteweyên Yekbûyî de ye jî, dike.

Têkilîyên navneteweyî dișibin kaleydoskopeke rêxistinan a ku bername û ajansên wan ji kêmbutceyî xwe mecbûr dibînin ku bikevin nav koordînasyoneke pir nexwezayî. Her bi vî awayî, ONUDI hevkarîyê bi Rêxistina Kiștiûkalî û Xurekîyê (Food and Agriculture Organization, FAO), ku bernameyekê bi Fona Navneteweyî ya ji bo Pêșketina Kiştûkalê (FIDA) re bi rê ve dibe, ku wê bixwe destûra Yekîtîya Afrîqî ya ku wê jî gîrêdaneke hevkarîyê bi Yekîtîya Ewropî re pêk aniye, girtiye... Lê têkilî hergav ewinde zelal naherikin. Weke mînak, Yekîtîya Ewropî, ku hes dike xwe weke serkêșa hiqûqa karên pirneteweyî nîșan bide, civînên CNUDCI piçûk dibîne. "Komîsyona Brukselê civînên me taqîb nake û heta deqeya dawîyê gava ku nebîne tekst bi kêrî wê nayê, midaxele nake", Sorieul dest nîșan dike. Bîst û Heft weke ku hergav nîv felcê li wan xistibe û carinan jî bi tundûtûjî li lihevkirina gotûbêjên RNYê bi hiqûqa ewropî re difikirin. Wê gavê xetera avakirina van nakokîyên pîvanî ku zîrweyên dadgehên navneteweyî û bextewerîya parêzeran pêk tînin, mezin dibe. Divê em bêjin ku statuyeke zelal a Yekîtîyê di nav RNYê de tuneye: Bi awayekî fermî, ew di nav kategorîya çavdêran de cîh digre, lê ev yek bi tu awayî mafê dengdanê nade wê. Herwiha, hin dewletên weke Brîtanyayê, xêzekê dikșînin ser vê marjînalbûnê.

"Hin tișt dikarin hîn zelaltir bin, yên bi G20ê re jî daxil", balyoza Fransayê ya li RNYê xanim Florence Mangin wiha dibêje. Ew dest nîșan dike ku, di gulana 2011ê de, Parîsê hemî giranîya xwe daye ku biryareke refê protokolî yê Yekîtîyê di nav sazîyên RNYê de bi hêz bike, derbixe. Ji alîyên wan ên sembolîk wê de, șerên piçûk ên çeperan yên qanûnî dikarin xwedî tesîrên konkret bin. Heke serdestîya RNYê di qada navneteweyî de weke ku kêm bûbe xwiya bike jî, ew ji ber ku tekstên wê yên avaker bi fîlozofîyeke humanîst hatine amade kirin û her wiha mane, lê ev zihniyet di nîzama aborî ya cîhanî de kêm e. Wekî din jî Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovî ya 1948ê ya ku taca serê RNYê ye, șertê San Fransîskoyê yê di 26ê hezîrana 1945ê de hatiye îmze kirin bi van peyvan dest pê dike - "Em gelên Yekîtîya Neteweyan destûrê didin hikûmetên xwe" - ku ev yek bi dîktayên FMIyê yan jî birêveberîya fransî-elmanî ya euroherêmê re li hev nake.

Çavkanî

  1. Di dema krîza petrolê ya di 1975ê de, Fransayê, Elmanya, Dewletên Yekbûyî, Japonya, Brîtanya û Îtalya anîn ba hev û ew civandin. Paşê, di 1976ê de Kanada jî hat nav vê yekîtîya G6ê û bû (G7), di pey wê re Rûsya jî, di 1998ê de beşdar bû û bû (G8). Serokê Komisyona ewrûpî jî endamê wê ye. G20 cara pêşîn di 1999ê de, dema krîza dravî ya asyayî ya 1997-1998ê, li Berlînê civîya
  2. Christian G. Caubet, "Liaisons dangereuses avec le monde des affaires / Têkilîyên xeter ên bi cîhana kar re", Le Monde diplomatique, îlona 2005ê

Wergera ji fransî: Yaqûb Karademîr