Kirêt, qirêj û pîs

Translator

Piştî axaftina meksîkî yê operaya qerfî ya Zapatîstan,  derketina  Chávezê li ser herdu dikên Amerîkaya Latîn û ya OPECê (Rêxistina Welatên Ȋxrackerê Petrolê), ji niha ve tehdîdeka sereke ye ji  bo parzemînê: heke hevkarîya populîst ya Venezuela- Kuba- Haîtîyê wê mezin bibe û Kolombîyayê jî bigire nava xwe, tevahîya pêşketinên demokratîk yên herêmî wê bikevin ber lêpirsînê.

Alexandre Adler, nivîskarê ceriban-dinan, 23yê çirîya pâşîna 2000î.

Retorîka wî ya wekî agirî ya ku xizanan li dijî dewlemendan gij dike, sedema herî mezin ya pirsgirêkê ye.

France Info, Sê roj piştî Derbê 11ê nîsana2002yan.

Bi fikra giştî Hugo Chávez yê ku li dijî wî pêvajoyeka dij-şorişgerî da destpêkirin bêyî ku şorekê bike, wê nemîne dawîya salê.

Jacques Julliard, edîtor, 6ê hezîrana 2002yan.

Ew çiqasî kirêt bin, ewqasî chavîst in. Eger diranên wan tunebin, ew bêguman alîgirê Chávez in.  Li derdora xwe binêrin, li vir (taxeka dewlemend ya jêre adet e li dijî Chávez be) xelq xweşik e. Mixalifekî di Financial Timesa 21-22 kanûna paşîna 2002yan behsa wî hatî kirin.

Hugo Chávez xeyal dike ku Simón Bolívarekî modern e, lê ew bi tenê serserîyekî ji rêzê ye.

Nancy Pelosi, lîdera Partîya Demokrat di Meclîsa Nunêran ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de, 21ê îlona 2006an.

(Chávez)

merivekî bi awayekî eşkere antîsemît e, ew herweha merivek e ku tepisandineka bi komên çekdar û ekîbên taybet yên bi kuştinê wezîfedarkirî bi cih dike, ew çavkanîyan desteser dike û tevahîya çapemenîya welatê xwe dîl digire.

Ariel Wizman, nivîskarê kronîkan Canal Plus, 20ê çirîya paşîna 2007an.

Tu çima hiş nabî!

Kralê espanyolî Juan Carlos I.  ku di civîna bilind ya îbero-amerîkî ya sala 2007an  de ji Hugo Chávez re dibêje.

Musolînîyekî wekî meymûnan.

Nivîskarê meksîkî

Carlos Fuentes Hugo Chávez terîf dike, 14ê sibata 2008an.

Ez û Ehmedînecad, em dê ji devê derîyê Qesra Serokdewletîyê, gule û fuzeyan li Washingtonê bibarînin. Ji ber ku em dê êrîşê bibin ser Washingtonê.

Axaftina qutkirî ya Hugo Chávez ku Agence France-Presse di 9ê kanûna paşîna 2009an de bi kar anî.

Nûnerên emperîyalîzmê îdîa dikin ku (…) Ehmedînecad hatîye Caracasê, lewre niha piştî nîvrojê saet di didu û nîvan de, xebero ez û Ehmedînecad li kîlera Qesra Serokdewletîyê ne, û em dê nîşanê li Washingtonê bigirin da ku guleyên mezin û fuzeyan li Washingtonê bibarînin, ji  ber ku em dê erîşî Washingtonê bikin.

Tevahîya axaftina wî ye.

Koreya Bakur li wir e, belê Koreya Bakur li wir e.

Analîza Franz-Olivier Giesbert li ser Kanala Parlemanê  (LCP),31ê gulana 2012an.

Venezuela, welatekî sosyalîst, ew bû karîkatura herî baş a ultra-lîberalîzmê. "Spécial investigation" (Lêkolîna taybet), kanala televîzîyona fransî Canal Plus,8ê çirîya paşîna 2012an.

Cîhaneka bipêşneketî ye ku berîya demokrasî û ferdîyetê hebû, di serdemeka ku meriv bi tenê madeyek bû, nîv xwedayek tercîh dikir û erka kapasîteya xwe ya înîsîyatîf û biryardanê dida vî xwedayî da ku tevahîya biryarên girîng li şûna wî bide.

Mario Vargas Llosa, Xelata Nobelê ya Wêjeyê, behsa Venezuelaya Chávez dike, 10ê adara 2013an.

– Le Monde :Gelo retorîka we ya şorişger rewşa bêmisamehetîya heyî xurt nekir?

– Hugo Chávez: li gorî min îro sedema herî mezin ya nebûna misameheyê çapemenî ye.

Le Monde, 18 kanûna paşîna 2002an.

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya