Koçberên bê welat

Kosova êdî romanên xwe întegre nake
Translator

Serokkomar François Hollande 19ê çiriya pêşîn da zanîn ku xwendekara dibis-tana navîn a 15 salî ya ku dema ji dibistanê derket hat girtin û dersînorî Kosovayê hat kirin, dikare vegere Fransayê, lê belê “bêyî malbata xwe”, vê yekê rê li ber acizîya xelkê vekir. Ji polemîka li Fransayê û wê de ev gotar xirabûna rewşa romanan li herêmekê rohnî dike ku berê mînak bu ji bo deverên din.

Bûyera trajîk û sosret a keça ciwan a romanî Leonarda Dibrani  ku 9ê çirîya pêşîn a bihurî ji Fransayê kirin der, kir ku Kosova ji nû ve bikeve ber agirê bûyerên rojane. Li gorî rayedarên fransî, welat "misoger" e û ev yek jî destûra şandina welatê wan a wan kesan dide ku di rewşeke neqanûnî de ne [li Fransayê]. Dîsan jî civata roman a Kosovayê ya bi tevahî marjînalkirî bi awayekî bi rêk û pêk dibe mexdûrê zor û zextê.

 

Dema ku xwendekara lîseyê ya panzdeh salî gihişte Mîtrovîçayê rave kir ku wê hîç bi albanî nedizanî û heta wê "qet nebihîstibû ku zimanê Kosovayê hatîye peyivîn"... Vê danezanê spekulasyonên li ser parkûra tevlîhev zêdetir kirin, van spekulasyonan helbet ya herî girîng jî bincil dikir: endamên malbata Dibrani ya rastî îro bê welat in. Bav li Kosovayê ji dayik bûye û hîna di temenekî pir ciwan de ji wir çûye Îtalyayê, li wir hevsera xwe nas dike ku bi xwe jî romaneke ji Balkanan e. Li pişt vê xirecir û tevlîhevîya îdarî, rastîya insanî ya bi hezaran merivî dide der a ku şerên salên 1990î berê wan dabû ser rêyên Ewropayê, li ser wan ferz kiribû ji xwe re nasnameyeke nû ya civatî vebînin da ku hewl bidin sax bimînin.

 

Dema meriv bi vê awirê li meseleyê dinêre, hingê çarenûsa Leonardaya ciwan ne tiştekî îstîsnayî ye: salên 1990î gelek romanên Kosovayê doza penaberîyê kiribûn li welatên rojavayê Ewropayê û xwe wekî "arnawidên zilmlêbûyî" dan nasîn. Ew niha bi girseyî li welatekî tên vegerandin ku êdî tu elaqeya wan pêre nemaye û zarokên wan jî li Swêdê yan jî li Almanyayê ji dayik bûne û zimanê piranîyê ango arnawidî napeyivin...

 

Sed ta sed û pêncî hezar romanî hingê li Kosovayê diman ku % 5 ta 10ê xelkê herêma xweser a wê demê pêk dianîn. Kosova devera pêşeng a sîyasetên întegrasyonê yên Yugoslavyaya sosyalîst bû: zimanê romanî li dibistanan dihat fêrkirin û li Prîzrenê û piştre jî li Prîştînayê weşanên pêşî yên radyo û televizyonê yên bi romanî yên li dinyayê hatin çêkirin.

Ji bo ku alîyê xwe bineqînin hatin hişyarkirin

 

Salên 1990î şerên di navbera Kosovaya ku piranîya wê arnawid û rejîma Belgradê de dijwar bû û rewş jî xerab bû. Romanî hatin hişyarkirin da ku di navbera herdu neteweperestîyên rikberên hev de yekê bineqînin. Heman demê rewşa aborî ya welêt bi carekê de xerab bû, gelek kesan xwest li derveyî welêt li silametîyê bigerin, yên ku li welêt mayî jî li rê û delîvên li hev badayî gerîyan ji bo ku debara xwe misoger bikin. Dema ku arnawid ji karên dewletê hatin derxistin yan jî wekî bersiveke hewaya zextê ya li ser Kosovayê arnawidan bi awayekî girseyî îstîfa kir, gelek romanî ketin şûna wan, ev yek jî bû sedem ku piştî dawî hatina li şer bi awayekî kolektîf bi "hevkarîya" bi rejîma sirb a Slobodan Mîlosevîç re hatin gunehbarkirin. Ev gunehbarî wekî bahane ji bo gelek zilm û zorên di "havîna pir xerab" a sala 1999an de hatin serê civata romanî bi kêr hat.

 

Di bin awirên dijwar ên eskerên Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê (NATO) yên ku bûn xwedîyê erdî, taxên romanan ên piranîya bajarên Kosovayê bi awayekî birêkûpêk hatin talankirin û şewitandin. Şênîyên taxan neçar hatin hiştin ku penaya xwe bigihînin welatên cîran Makedonya, Montenegro yan jî Sirbistanê; hin ji wan hîna jî li van welatan li navendên kolektîf dijîn. Bi dehan kes hatin kuştin, hin jê jî bi darê zorê mişextî Albanyayê kirin. (1) Ji dema pêkhatina van bûyerên trajîk û vir ve li gorî texmînan qederê sih hezar romanî îro hîna jî li Kosovayê, di şert û mercên aborî yên pir xerab de dijîn. Di pratîkê de wan tevahîya îhtîmala ku di sektora dewletê de karibin karekî peyda bikin ji dest da û êdî nikarin pîşeyên xwe yên ji rêûresmê jî bikin. Di nava kêm bajarên ku dikare mînakeke berevajî be Prîzren heye, li wir hîna jî qederê şeş hezar (berîya şerî neh hezar) romanî dimînin. Li hemberî vê gelek ji wan ên ku ji bajarên mezin hatin qewitandin êdî li enklavên sirb nexasim jî li Kasovaya Navîn kom dibin.

Peymanên paşveqebûlkirina kesên tên dersînorkirin

 

Hezîrana 1999an arnawidên tundrew taxa romanan a Mîtrovîçayê ya li kevîya başûr a çemê Îbarê ku piranîya şênîyên wê arnawid in, bi tevahî xerab kirin. Tax ji nû ve hat avakirin, para bêhtir bi xêra fonên Yekîtîya Ewropayê, lê belê şênîyên wê yên berê lê venegerîyan. Nebûna kar û barekî aborî û dewama hewayeke giran a nijadperestîyê hêvîya vegereke li Mîtrovîçayê pir kêm cazib dike. Yên ku li vî bajarî hatin vegerandin bi tevahîya derfetên xwe hewl didin dîsan wî biterikînin, heta ku ew bi eslê xwe ji vî bajarî jî bin.

 

Ji sala 1999an û vir ve û ji dema nûkirina hamîtîya navneteweyî û vir ve mîqdarên pir mezin yên pereyan ên ku ne mimkin e meriv wan bihejmêre dîyarî romanên Kosovayê hatin kirin. Yên ku ev pere dan jî Yekîtîya Ewropayê, welatên endamê wê, hevkarîyên neteweyî yên Swîsre yan jî Norwêcê û heta strukturên taybet ên wekî Weqfa Open Society bûn; van pereyan tu caran destûra ji nû ve întegrebûneke bi rastî ya civata romanan neda, herweha rê neda geşedana xebatên aborî jî. Di rastîyê de fon berîya her tiştî budceyên hejmareke mezin a rêxistinên pê dizanin ku her projeya ku armanca wê roman in xwedîyê şansekî mezin e ku were fînansekirin bêyî ku ferzeke bi rastî ya encaman hebe, xurt dike. Pîvanên nirxandinê yên xwerû formal daxwazên kirêderan didin bêyî ku çarenûsa civatan were başkirin.

 

Li hemberî vê, fînansor wisa dihizirin ku ev hewldanên malî vegera romanên kosovayî, yên doza wan a penaberîyê li rojavayê Ewropayê redbûyî, rewa dikin. Ji ragihandina serxwebûna wê ya 17ê sibatê ve Kosovayê peymanên qebûlkirina [vegerandina] romanan bi tevahîya welatên rojavayî re mohr kir, ev peyman destûrê didin van vegerên bi darê zorê, heta ji bo wan malbatên tu pêwendîya wan bi Kosovayê re nemayî jî û li wir êdî ne xwedîyê tu milkî ne.

 

Kosovaya nû hez dike xwe wekî dewleta pir etnîsîte bide nîşandan û mekanîzmayên kotayê divê nûnerîya hindikahîyên cihê (roman, tirk, boşnak, goranî, etc.) misoger bike. Di heman demê de çawa ku amadekarîyên hilbijartinên herêmî yên 3yê çirîya paşîn jî nîşan dan, tevahîya zexta navneteweyî berê xwe daye "întegrekirina" civata sirb di nav sazîyên Kosovayê de, çi mesele enklav bin û çi jî devera sirb a homojen a bakurê Mîtrovîçayê be. Di nava van şert û mercan de çarenûsa romanên Kosovayê wekî guherbareke întegrasyonê ye ya ku meriv dikare nebîne jî. Çarenûsa romanên Kosovayê bi tenê girîng e heke mesele koçberîya li rojavayê Ewropayê be.

 

 

* Rojnamevan û serredaktorê malpera Le Courrier des Balkans.

(1) Gelek raporên navneteweyî van gunehan piştrast dikin. Em dikarin nexasim wekî çavkanî xebatên Fona ji bo Mafê Insanî ya Belgradê nîşan bidin, www.hlc-rdc.org

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê