Komkujîyek weke di serdema Apartheid de

Li Afrîkaya Başûr tepisandina karkerên kanan ên di grevê de
Translator

Komkujîya Marikana ya 16ê tebaxa derbasbûyî, meriv ji sînorên Başûrê Afrîkayê û wê de şok kirin. Ji sala 1994ê ango ji destpêka rejîma demokratîk ve ev cara yekem bû ku polêsan bi armanca kuştinê gule li xwepêşandêran reşandin. Bi rastî çi qewimî? Û çawa çêbû ku vê teqîna hovane û ecêb karîbû li bîst û heşt kîlometroyan dûrî paytextê rû bide?


Netewe û piştre jî dinya li hezaran meriv temaşe kir ên ku cil û bergên eşîrî li wan bûn û stranên şer digotin, polêsên hêzên bilez û komên bersiva taktîk ên polês dor li wan girtibû. Bi hezaran meriv serê zinarê volkanîk ên bi rengê porteqalî girtibû, dişibîyan yek organîzmayê, dirijîyan ser bejahîya histirîyan a li jêr.


Heşt zilam û du jin berîya hingê nêzî vê devera tehkîm a cografya xerîb hatibûn kuştin. Di navbera van karkerên kanan û karbidestên wan ên pirneteweyî de şidet bi eşkereyî xwe dide der, şirketa platînê ya dêw Lonminê tu nîşanên paşvegavavêtinê nedan. Bûyera kilîd ji bo tiştê ku piştre wê biqewimîya ew bû, du polês di şerê bi karkerên kanan re hatibûn kuştin.

Polêsên Desttêwerdana Alozîyên Civakî dor li girê Mûcîzeyan –Wonderkop– girtibû û pê re bêhtirî dûzîneyek wasaîtên zirîpoş ên bi navê Nyala jî hebûn. Li jêra rêya rûtîn a ber bi gundê karkerên kanan Marîkana ve diçe bêhtirî du sed polêsên koma bersiva taktîk û yên ser bi şirketa taybet a ewlekarîyê ve xwarina xwe ji qûtîyên plastîk dixwarin. Hinên din qûtîyên hatî bikaranîn diavêtin erdê û bêyî ku dinya xema wan be, bi dirîyên zuha de dimîstin, ev rîtuela destpêkê ya berîya şerî dema meriv li ber êlegê wan ê gule têre nabihurin û çekên wan digire, dikir ku ew bêkêr xuya bikin.

Wisa xuya bû ku berhema dewleteke îndustrî-teknîkî li dijî zilamên weke ku ji xeweke dirêj a bi sedan salan hişyar bûbin, li ber şerî bû.

Hinan ji zilamên li ser girî rahiştibûn plakartên ku hema hema ne mimkin e meriv tê derxe nîşanên li ser wan çi ne. Hinên din bi hev re tevdigerîyan, dengê rîtmîk ê lihevketina metalan dengên wan ên kûr ên ku radihiştin stranekê qut dikir. Zilamek ji nav geremoleke zilamên stran digotin derket, weha dîyar bû ku wê cixareyekê bixwaze. Yekî din jî hat cem wî û em li ser wan û doza wan peyivîn.

Ew xişabvan, malaishas (bêrvan) û chisaboy (alîkarê mufetişên teqeme-nîyan) bûn. Ya rastî ew ji nav ûr û doranên dinyayê derketibûn; ew ji wan zilaman bûn ku li ser kevir û latên dûxan ji wan diçe yên kûr di binê erdê de kar dikin. Ew ên ku ji bo bidestxistina çend graman ji metalê mûcîzewî ango platînê derbixin, dixebitin.

Tevahîya karkerên bîran ên şirketa dêw a kanan Lonmin Marikanayê di grevê de bûn, ji bo sempatîya bi karkerên destheqê herî kêm distandin -ango ji bo wan ên ku li ser lat û zinaran dixebitîn. Daxwazen wan hêsan bûn: Wan dixwest ku mûçeyê herî kêm were zêde kirin û bibe mehê 12500 R (dike nêzî 1400 dolarên amerîkî).

Xişabvanên lat û zinaran banga grevê kiribû, li gor îdîaya wan piştî ku têra xwe dema birêveberîya şirketê hebû û dîsa jî nehat civînan da ku daxwazên wan ên heqdestan nîqaş bikin.

Heqdestê safî yê xişabvanan piştî ku bonus û qutkirinên din jê tên birîn, di navbera 4350 Ryî û 5100 Ryî de bû. Meriv matmayî namîne dema dibîne ku birêveberîya kanê li ber xwe da ji bo ku van daxwazan qebûl neke, bi ser de jî ew bi peymaneke li ser heqdestan ve jî girêdayî bûn a ku bi nûnerên sendîkayan re hatibû mohr kirin û heta sala bê jî wê di merîyetê de bûya.

Bêguman ev qada hevdîtinan a sendîkayê bû, Sendîkaya Neteweyî ya Karkerên Kanan (NUM) ku bixwe mezintirîn û girîngtirîn sendîka ye di nav federasyona COSATU de. Tevî ku gelek ji karkerên kanan endamên fermî yên NUMê jî bûn, ji NUMê nehat nûnerîya wan bike.

Ji ber vê jî dema rayedarên NUMê bi wesaîtên zirx-polayî yên polêsan birin wî girî, pir eşkere bû ku karkerên kanan nedixwestin bi wan re bipeyivîn jî. Wan israr kir ji bo ku yekser bi birêveberîya kanê re bipeyivin.

Dema ku Birêveberê Giştî yê Lonminê li nexweşxaneyê li ber mirinê bû û dixwest ji mirinê bifilite, wisa xuya bû ku birêveberên kanê bi awayekî kolektîf felc bûne yan jî bi nexweşîya serhişkîyê ketine. Yekî bi tenê jî têra xwe wêrek nebû ku derkeve û bi karkerên xwe re bipeyive.

Rîtûelên ji bo ku gule veguherin avê

Êdî pêdivîya Lonminê bi tebaxeke baş hebû da ku hilberîna pêwîst ji bo qewlê xwe yê nêzîk dibû pêk bînin di bazarekê de ku paşveçûna aborî ya global qîmetê platînê kêm kir –û buhayê hiseyên wan bi carekê kêm bû û ew jî bû bar li ser grevê.

Dema ku rayedarên sendîkayan bi wesaîtên zirîpoş di bin bendeke heqaretan de vekişîyan hingê roj diçû ava, hewayekî mij û tozê li ser dirî û devîyên zuwa weke kefenekî daleqandî bû; pirs ev e çawa çêbû ku her tişt evqasî xirab û berbad bû?

Ka em li vir gava xwe ber bi paş ve biavêjin. Operatorên xişabên lat û zinaran dikolin, banga grevê kir. Ev ew zilam in ku li jêr li ser lat û zinaran kar dikin, neçar in bi xişabekê kar bikin ku giranîya wê 25 kîlogram e, weke dînan direele, û ev jî di tevahîya mesaîya heşt saetan de diqewime. Ew nikarin bi tevahî rabin ser xwe û ew xişaba mezin ber bi latên hişk ve didewisînin. Heke lat bikevin, yan jî bigindirin yên ku dibin mexdûr ên ku tilîyên xwe yan jî jîyana xwe ji dest didin xişabvan in. Ev tiştê herî bi tehlûke ye di vî karî de. Û zilamên ku di kanan de kar dikin li dinyayeke zahmet jêre-çandeke maçotîyê ne. Ew xwe weke zilamên di nav zilaman de dibînin.

Lê bifikirin meriv ji bo 4000 Ryan kar dike, ji bo vê jî canê xwe li kûrahîya binê erdê dixe tehlûkê ji bo metalekê, metala dihêle erebeyên ku wê qet ji we neyê hûn wan bikirin, cegerên şênîyên bajarên ku wê tu cara pereyên we têrê nekin hûn lê bijîn, qirêj nekin. Tilîyên we yên şêrîn ên mucewheran ên qet kar nekirî; niha jî hemin bin ku rojekê cegerên we wê bi nexweşîya sîlîkozê bikevin, ev jî wê bedena we ya xurt berîya dema xwe ji taqet bixe.

Di ser vejîna Başûrê Afrîkayê ya demokratîk re hijdeh sal derbas bûn, dîmenên xwînrij ên ku tê de polês guleyan li protestovanan direşînin dîsa di rojeva guftûgoyên raya giştî de serdest in. Ev ji wan dîmenan in ku piştî Nelson Mandela bû yekemîn serokdewletê welêt ê piştî serdema Apartheidê xelk qet ne li bendê bû, bibîne. Sedema vê çi ye û ya ji vê girîngtir ev kêlîya ku werçerxek e wê ber bi ku ve here?

Koma ceribandinan a Bertrand Russell a bi navê "In Praise of Idleness (Ji bo pesindayîna betalîyê)" mentiqê karê me bi zelalî derdibire: "Berîya her tiştî kar çi ye? Du rengên kar hene: Yê pêşî guhertina cihê madeyên nêzî ser rûyê erdê nisbet bi madeyên din ên bi heman rengî; yê duyem ew e ku meriv ji merivan re bibêje vî karî bikin. Yê pêşî nexweş e û destheqê wê pir kêm e; yê duyem xweş e û destheqê wê jî pir baş e."

Wan weha his kir ku birêveberîya kanan a ku xwe li wan ker kir û reda nûnerîya wan a rayedarên sendîkayî yên ku wan bixwe hilbijartî heqaret li wan kiriye û ew piçûk xistine.

Kesekî ji nav karê kanan ê ku sektora platînê baş nas dike li ser rewşe, li ser zêhniyeta xişabvanan hizirî, "ez endamê sendîkayekê jî bim, ew kêm nûnerîya pêdivîyên min dikin. Fikarên min bi rengekî guncaw û têra xwe nayên bilêvkirin, û tu bandora ez bikim nîne. Biryarên tên dayîn weke ku qet bi kêrî min neyên dîyar in."

"Ez misêwa rastî şidetê têm; û ez divê di bin şideta subjektîf de bixebitim. Tevî hêza xwe jî ez bêtaqet û lawaz im".

Û bi vî awayî dewreke bi me nas dest pê dike "heke me ev karê qirêj nekirana, gelo hinekê din ên ku mûçeyên baştir distînin ên di girêdanên karkerîya kanan de bikarîyana karên xwe bikin? Heke em rawestin; her tişt radiweste".

"Heke ne sendîka û ne jî karbidest wê guh bidin me, em ê bikin ku guh bidin me. Em ê şideta objektîf bi kar bînin heta ku ew neçar bimînin ku guh bidin gilî û gazinên me".

Ji ber vê grev, walkout [terikandina hevdîtinan] û kuştin çêbûn. Lê belê ev bi tenê destpêka zincîreke kujer a bûyeran bû.

Karkerên kanan amade bûn ku bikevin ber şidetê heta ku birêveberîya kanan were û bi wan re bipeyive. Ew ê li ser zinarê mîna mîhrabekê bisekinîyana heta ku hêza xwe ya ji dest dayî peyda bikin, heta ku mêranîya wan ji bo wan ji nû ve hat pêk anîn.

Li vî alîyî, karkerên kanan gihiştin biryarên xwe yên dîrokî û bang li navbeynkarên xwe yên rûhanî kirin da ku alîkarîyê bidin wan. Di kuneke li ser hîmê girê wan, dûrî çavan, wan di rîtûelên kevin ên veşartî de cihê xwe girt da ku bike ku dijminên wan nikaribin destê xwe bi wan bidin; da ku guleyên polêsan veguherin avê.

Niha dûrî girî, rêzeke biryaran û ne-biryaran pêk dihat ku dikir sêhra wan weke lîstikeke bêgunehan xuya bike. Piştî nîvroja 16ê tebaxê, polês dest pê kir ku dorê li karkerên kanan bigire û teng bike, û wan dît ku di navbera têlên rêsayî û wesaîtên zirîpoş de kunek maye... Ew ber bi wir ve çûn, û dema lîder gihiştin wir polêsan bombeyên gazê û guleyên plastîk li wan reşandin. Karkerekî kanan bi demançeyekê bersiv da û bi dehan polêsan bi sîlehên otomatîk gule reşandin.

Li pêşberî gelek rojnamevanên xwedî kamera, 12 zilam li erdê hatin dirêj kirin. Êdî ya ku wê rojên li piştre biqewimaya ev yekcar zelûl dikir.

Yek polês jî nehatiye gunehbar kirin

Ji îfadeyên şahidan û delîlên cihê sûcî derket holê ku dûrî kamerayên televizyonan bêhtir karkerên kanan hatine kuştin. Li cihekî bi navê Small Koppie 14 zilam hatin kuştin, gelekan ji wan hewl dida radestî polêsan bibin. Şahidekî ku em navê Zeacks lê dikin, û em bi navê wî dizanin, wî got "tê bîra min yekî ji hevalên me got, ‘heydê em xwe radestî wan bikin’ du destên xwe rakirin hewa, hingê dema wî dixwest xwe radest bike, hin polêsan ji hippoyan gule direşandin û wan gule li du tilîyên wî xistin, ew kete erdê. Paşê ew careke din rabû ser xwe û got ‘camêrino werin em xwe radest bikin’, vê carê gule li sînga wî ket û bi vî rengî ew kete erdê. Ew hê nû rabûbû ser ejnûyên xwe û hewl da rabe ser xwe guleya sêyem ji tihêlê ve lê ket. Dema ku ew kete erdê hê hewl dida hereket bike... di heman demê de zilamekî hema li pişt wî jî hewl dida xwe radestî wan bike, gule li serê wî ket di alîyê din re derket û pê re jî li kêleka zilamê din kete erdê".

Gelek şahid dibêjin polês gotiye ev edaleta ji bo kujerên polêsan bû.

Ev kuştineke bêpirs û dadgeh bû, kuştinên di asteke girseyî de.

Di zincîra fermanan a polês û muhtemelen a siyasî de li deverekê biryar hatibû dayîn ku karkerên kanan wê têk werin birin. Piranîya polêsan bi tivingên êrişê hatibûn gurçûpêçkirin û ne bi malzemeyên li dijî alozîyên civakî. Em pê nizanin çi ferman dabûn wan.

Sibeha piştî komkujîyê karkerekî kanan got "dema karkerekî me yê kanan ji wesaîteke Nyala bihurî, kurekî hemşehrîyê wî li wir bû ji hundirê kepê rojhilat, wî jê re gotiye ku îro roja-Dyê ye, ku ew ê bên û guleyan bireşînin. Wî got kaxetek hatiye mohr kirin ku destûrê dide wan guleyan li me bireşînin."

Karkerekî kanan ê ku nexwest navê wî bê eşkere kirin got "polês divê me biparêzin, lê ew bi tenê me dikujin." Yên din ên li dora wî bi pistepist erê dikin û lê zêde dikin "Wan em hişyar jî nekirin, hema gule li me reşandin."

34 karkerên kanan hatin kuştin, û polês hewl da 78ên din jî bikuje, ev kes birîndar kirin. Heta niha hê yek polês bi tenê jî nehatiye gunehbar kirin, lê belê bêhtirî 200 karkerên kanan bi kuştina hevalên xwe hatin gunehbar kirin. Ev ehmeqîya qanûnî piştre hat betal kirin, lê belê weha xuya ye ku dozger û polêsan kuştinan bincil kirine.

Dewlet û partîya desthilatdar jî weha xuya ye di vê mijarê de alî digirin. Ev werçerxeke dîyarker e, û gelek meriv bawer dikin heke edalet bi lez û bêqusûr pêk neyê, Afrîkaya Başûr ber bi rejîmeke otorîter, dewleteke polêsî ve diçe.

 

* Rojnamevan û wênegir, Johannesburg.

Wergera ji îngilizî: Luqman Guldivê