Komputervanê bi baterî

Ji holê rakirina meslekeke hezkirî
Translator

Di çavên raya giştî de înformatîsyen ji çîneke bijarte ya biîmtiyaz pêk tên. Li gel vê yekê, li pişt perdê geşedana vî karî ku rêveberên çavkanîyên mirovî xwe pir pê dipesi-nînin, gelek caran ji muba-laxeyekê pêk tê û li pişt vê mubalexeyê ya rastî bin-pêkirina hiqûqa kar heye.

Berî sî salan, perwerdeya ji bo mihendizîyê ji bo gihandina pisporên teknîkê, yên maden an jî piran û kolanan bû. Ji niha û şûn ve, çîna bijarte ji Dibistana Neteweyî ya Kargerîyê (ENA) mezûn dibe. Endamên vê çînê yên bijarte li vê dibistanê fêrî hisab û kitabê baş bûn". Ev nirxandin, bi heyfanîna li serdema berê, ji alîyê statîsyenê li zanîngeha Paul-Sabatier ya Toulousê, Joseph Saint-Pierre ve tê kirin. Niha ti fors û îtîbara berê ya mihendizîyê nemaye û ev pîşe veguheriye karûbarekî jirêzê.

Di pîşeya înformatîkê de, binavkirina giştî ya "mihendiz" hemû qadên pîşeyan dide ber xwe. Di pêvajoya salên 1970yê de, şirketên şewirmendîya di warê înformatîkê de, (SCI) derdikevin holê daku destekê bidin warê hejmarî (dîjîtal) ê ku bi kompîturên pêşî re derkete pêş, û di heman demê de pîşeyên xweser jî bi gewde bûn: Bernameçêker, klavyekar, pergal-bernamesaz, analîst, karbidestê/a projeyan. (1) Salên 1980yê mohra xwe li serdestîya înformatîka şirketa hevpar a diravî didin. Şirketên şêwirmendîya di warê înformatîkê de (SCI) vediguherin şirketên karûbarên di warê mihendizîya înformatîkê de (SSII) û ji bo vê yekê, teknolojîyê û rantabîlîteya darayî bi hev re bi kar tînin.

Ji 1990ê û vir ve, cîhana pîşesaz bi gelemperîkirina dewrkirina kar, xwe biserûber dike. Gava ku weke prensîp, şirketek hin karûbarên xwe dewrî hevparên din ên bisporbûyî dike, hingê "agahîgerî" xwe ferz dike. Kêmkirina lêçûnan dibe mijûlahî û pêdaketineke herdemî. Înformatîsyenê ku rola karmendîya hilberînê ya li pişt ekrana xwe lê tê barkirin, bi modela nû ya civakî re ya ku SSII lê ferz dike, rû bi rû dimîne. Şertûmercên wî yên kar xirab dibin û herdiçe ji şertûmercên ku li dibistanên mihendizîyê bi pesindarî behsa wan dihat kirin, bi dûr dikeve.

"Li sinifa amadekarîyê [ya ku dihêle ku xwendekar di îmtîhanên mezin ên dibistanên mihendizîyê re derbas bibin], mamosteyan hertim ji me re digot ku em kesên bijarte ne", karwergirekî Airbusê, şefê projeya li Safran Engineering Services, François (2) wisa rojên berê tîne bîra xwe. Hempîşeyê wî, delegeyekî sendîkaya Hêza Karker (FO) Julien Le Pape jî wiha dewam dike: "Ji me re digotin ku em ê bibin rêveber". Gava ji vî yê dawîyê statuya wî tê pirsîn, ew pêşî îşareta ‘raweste’ dide. Ew paşê xwe weke "mihendizê lêkolînên radyonavîgasyonê" dide nasîn, tevî ku hempîşeyên wî, yên ku tev li derdora sî salî ne jî, "mihendizên têgeh-hilberên pergalê, mihendizên lêkolînên mekanîk an jî mihendizên pergalê" ne. Le Pape wekî din vê tesbîtê dike: "Ev nekarîna binavkirina pîşeyên me tiştekî xweserî SSIIyê ye. Weke ku em heta radeyekê kesên bihevguhêrbar bûn". Ew niha pir dûr in ji xweşxeyalên xwe yên pêvajoya pênc salên xwe yên perwerdeya bilind.

Bingehên berhemên teknîkî

Mihendizan bendav û pir ava dikirin. Îro, kompîtura xwe datînin ber xwe û dikevin nav hewldana pêşvebirina projeyên ku ew timî ne ehlê tişt û bûyerên bi wan re elaqedar in. Li gor analîza François, "pîşeya mihendizîya di qada SSIIyê êdî ji rê derketîye û ber bi hêleke din ve diçe. Ew dadikeve asta karûbarên teknîk, ên gelek caran pirbare dibin, di nav kirasekî teng ê belgekirinê û tengezarker de dimîne, lewre ti karîna me ya biryardanê tuneye". Le Pape wiha li gotinên wî zêde dike: "Li wêdetirî bergeha teknîkê, pirsgirêk di warê karbidestîyê de têkçûneke xeyalan e. Diviyabû karger bibûya nimûneyek, bibûya xwedî nêrîn û ramanên balkêş. Di heqîqetê de,karger zimanekî ku me biçûk dixe bikar tîne, û ew li himber hîyerarşîyê stûxwar e. Nikare binirxîne, tiştê ew dike bi tenê bicihanîna fermanan e".

Ev tesbît encama pergala xweser a ji alîyê SSIIyê ve bicihkirî ye. Li nav SSIIyê karbidestîyê yek ji formên herî guhêrbar a meaş afirandiye. Înformatîsyen li cem mişterîyan "bi cih bûne". Di jargona şirketên xizmetê de, ev yek weke "alîkarîya teknîkî" tê bi nav kirin: Vegotineke şermoke ya îşaret bi miteahidîyê dike. Rêxistina bispor Muncî, a ku karmendên bi meaş û lêgerên karê têkildarî warê înformatîkê, tevn û dûrragihandinan di nav xwe de radigire, tê de sedemeke nerihetîya înformatîsyenan dibîne: "Gelek SSII kirêkarên besît ên karkeran in û ne hilberînerên esasî yên xizmetê ne, ango ne şirketên bi rastî yên bispor in. Ew karwergirên sexte ne, ji ber ku ew li gel mişterîyên xwe yên ku bi awayekî qaçax karkeran bi kirê didin, xwe dixin rewşa sûcdaran (...) û sûcên bazarê yên têkildarî îhaleyên alîkarîya teknîkî". (3)

"Qîmeta zanînê nemaye"

Bikirêdayîna karker/kedkaran ya rastî pir bi hişkî bi hiqûqa kar ve hatiye girêdan, û bi tenê di çarçoveya karê demî de legal e. Daneyeke teyîdkirî di 1999ê de ji alîyê Martîne Aubry, ku wê demê wezîra îstîhdamê bû: Li gor xala L.125-1 ya qanûna kar sûcekî bazarê weha pêk tê: "Her cure karûbarên ji bo kirêkirina kedkêr yên bi armanca kar û qezencê yên ku dibin sedemê pêşhukmekê der barê meaşgirên veqetiyayî an jî xwerizgarkirina ji pêkanînên têkildarî tekstên legal, rêzikî an jî peymanên ku di şirketa bikarhêner de di meriyetê de ne". (4)

Serwetên mezin li ser vê sextekarîya ku xwe dispêre qanûna der barê kar de, hatin bi dest xistin. Bi navgîna vê awartehîyê rewşeke taybet peyde dibe û rêza hîyerarşîk serûbin dike. Bi vî awayî mihendiz (ên xwedî dîplomeyên lîse + 5) ji alîyê bazirganên (xwedî dîplomeyên lîse + 2) ve tên dorpêç kirin, û ev yek hilberîna girêdayî hêza firotinê mehkûm dike. Çawa bazirganî weke erka herî bilind tê ferz kirin, wisa afirînerî jî ji bo qezenca zêdetir dadikeve plana duyemîn..

Derdorên bazirgan ji bo mezinkirina para xwe ya qezencê bi xêra "çavkanîyên mirovî", azadîyên mezin bi dest dixin. François vê yekê jî wiha rave dike: "Kargerîya bi hejmaran dibe sedemê peydebûna rewşên seyr yên ku tê de projeyan disipêrin kesên neperwerdekirî. Lewre berpirsiyarên me berî her tiştî dixwazin kesên "navber-kontrat" wezîfedar bikin. Ew ji xwe re wiha dibêjin: "Ew mihendiz e, dikare van karûbaran bimeşîne." Zanîn û tecrûbe êdî ne girîng e". Navber-kontrat têkildarî pêvajoya bêlebatîya navbera du mîsyonan e. Armanca nediyarkirî ya vê îcada pak a SSIIê ya ku ne xwedî ti bingeha huqûqî ye, ew e ku berpirsiyarîya bêlebatîyê bide kesê xwedî meaş. Bi sendîkalîzekirina bi qasî % 2yê, livûtevgera sektorê neçar e ku dest bi îcad û afirandinê bike. Û rewşeke pir lezgîn xwe ferz dike: Synteca dîjîtal, ku şaxekî Tevgera Tirketên Fransayê (Medef) ye, ji niha û pê ve ketiye nav hewldana pêkanîna bisporîya xebatkarên ku "xwe li gor şertûmercên bazarê eyar nekirine".

Çavkanî

Nicolas Séné:
Rojnamevan, nivîskarê berhema Derrière l’écran de la révolution sociale [Li pist perdeya soresa civakî], Res Publica, Gémenos, 2010.

  1. Christian Bret , "L’histoire des quarante premières années des SSII en France à travers leurs hommes et leurs activités [Dîroka çil salên pêsî yên SSIIyan li Fransayê, têkildarîya mirovên wan û karûbarên wan]", Entreprises et Histoire, hej. 40, Paris, 2005
  2. Pêsnavê wergirtî
  3. "Înformatîsyenên SSIIyê: Sedemên bêhuzûrîyê", 20 sibat 2002, www.munci.org
  4. Rojnameya fermî, 20 adar 1999, rûp. 1834

Wergera ji fransî: Baran Nebar