Kontrola "hûr û kûr" li ser înternetê

Teknolojîyeke hem bala dewletan û hem jî ya şirketan dikşîne
Translator

Dema ku dîktatorîyek hildiweşe, em zorê didin xwe da ku fêm bikin ka çawa wê dikarî xwe li ser piyan bigire. Li Lîbya, Misir yan jî Tûnisê bersiva pirsê qismî di kontrolkirina bi rêkûpêk a ragihandinê de ye. Bi alîkarîya materyalê şirketên amerîkî û ewropî dayî wan. Van şirketan li wan deveran mişterîyên xwe ji kompleksan xilas dikirin û herweha erdekî ku dikarin lê teknolojîya xwe li qadeke mezin biceribînin, peyda dikir.

Rojnamevana Wall Street Journal Margaret Coker a ku, bi pey herifîna rejîma Trîpolîyê, navendeke guhdarîkirina gel ziyaret kir, bi çavên serê xwe dît ku hertişt li wir tê kontrol kirin: Tevna înternetê, telefonên destan ên GSM û girêdan (înternet û telefon) ên bi riya satelîtê. Di hin dosyayan de, ji nav tiştên din, e-peyam, an kurtasîyên sohbetên li ser xetê yên muxelîfên rejîma Muammar Qedafî cih digirt. Li ser dîwarên navendê, afîşên piçûk ên şirketa ku ev binesazî saz kiribû daliqandî bûn: Amesys a şubeya fîrmaya fransî Bull. (1) Le Canard Enchaîné bi pey re dîyar kir ku Birêveberîya Istîxbarata Leşkerî (DRM) ji bo perwerdekirina "kontrolkar" ên lîbyayî bû alîkar. (2)

Li Sûriyê, teçhîzatên amerîkî rê didin desthilata Beşar el-Esad ku înternetê sansûr bike û li gor kêfa xwe şanenav û şîfreyên welatîyan bi dest bixe, da ku têkeve peyamdankên wan ên elektronîk, an jî rûpelên wan ên li ser medyayên civakî Facebook û Twitter. Ev jî aleteke pir girîng e ji bo vedîtina têkilîyên muxelifekê/î yên digel piştevanîyên hundirîn an derveyî.

Navê şîrîn ê "Deep Packet Inspection" (DPI, bi kurdî " Teftîşa Kûr ya Paketan") li teknolojîyên bikarhatî hat dayîn. Dema ku mirov e-peyamekê dişîne, bi dehan makîne destê hev û du digrin da ku wê bigihînin peyamstînerî/ê. Ew bi tenê elaqedarî navnîşana hedefê ne û li naveroka peyamê nanihêrin û weha rasterast wê digihînin makîneya cîran. Gav bi gav, peyam digihîje hedefa xwe. Wek Jonathan Zittrain ê bisporê hiqûqa înternetê şirove dike, "Ev hinekî weke hûn beşdarî êvareke li gel kesên ciwanmêr dibin. Eger hûn dûrî barê disekinin û xelk zêde ye û riya barê li ber we digire, hûn ê ji cîranê xwe bixwazin ku bîrayekê bigihîne we. Ew ê jî ji cîranê xwe yê nêzîktirî barê bixwaze û hwd. Di dawîyê de, daxwaza we digihîje barê û bîra bi heman riyê ve tê. Ji ber ku hemû jî ciwanmêr in, tu kesî di ber re qurtek ji peyalê venexwarîye". (3)

Li gel DPIyê, vîzyoneke din a înternetê dikeve dewreyê. Ne ewqasî cihê ciwanmêrîyê ye. Eger cîranê we di serî de daxwaza we analîz dike, an jî dersên exlaqê dide we, hûn ê çi bibêjin? Yan jî belkî ew biryarê bide vexwarina we biguherîne, avê an jî madeyeke kêfçêker a xurttir bixiyê? Ya ku teknîkên DPIyê destûrê didinê jî ev e: Xwendina naveroka sohbetan, guherandina wan, şandina wan ji keseke/î din re...

Fîrmaya Amesys li ser vê bazarê ne bi tenê ye. Qosmos, fîrmayeke din a fransî, taze ji hêla Bloombergê ve li ser sûc hat girtin. Ajansa çapemenîyê ya amerîkî weha îsbat kir ku Qosmosê hûrlêkolînên DPIyê dane konsorsîyumeke berpirsa teçhîzatkirina Sûriyê li gor mînaka Lîbyaya Qedafî. (4) Li Çînê, teknolojîyên DPIyê li navenda sîstema mezin a parastina komputeran ji vîrusan cih digirin, sîstema ku riya hikûmetê li ber sansûrkirina sohbetan û kontrolakirina welatîyan vedike.

Mirov pê zanibe ka kî ji Înternetê dadixîne xwarê

Jixwe, çawa ku belgeyên navxweyî yên pirhejmar ên van fîrmayan, ku ji hêla Wîkîleaksê ve taze hatin dîyar kirin, nîşan didin, şopandina şebekeyên ragihandinê "pîşesazîyeke bi dizî ya nû ye, ku bîst û pênc welatan dihewîne. (…) Di çîrokên sîxurtîyê yên adetî de, dezgehên ewlehîyê yên wek MI5 ya brîtanî, telefona yek an du kesayetîyên balkêş didin guhdarî kirin. Lê di ber deh salên dawîn re, pergalên şopandina giştî û cudanekirî bûne qaîde". (5) Berî demeke kurt, Wall Street Journal bêhtirî du sed belgeyên marketîngê yên ji sî û şeş şirketan derketî, weşandibûn, ku amûrên şopandin û korsanîya înternetê li rayedarên dijterorîst ên amerîkî pêşkêş dikir. (6)

Li Dewletên Yekbûyî, gulana 2006ê DPI di dema xwe ya herî serketî û şa de bû: Mark Kleinê kevneteknîsyenê AT&T (Firoşkereke Xizmetên Înternetê ya mezin a amerîkî), bêdengîyê dişkîne. Ew li dijî bicihkirina li cem şirketa xwe ya berê, yanî li navenda şebekeya înternetê ya amerîkî, berhemên şirketa Narus diaxive. Hostekar jî National Security Agency (NSA) ya navdar bû, ya ku di salên 1980-1990ê de projeya Echelon îcad kiribû. (7) Dirûşma Narus: "See Clearly. Act Swiftly" ("Zelal bibînin. Zû tev bigerin"). Vî weşînerê teknolojîya DPIyê ya li 1997ê damezrandî, li gel sed û pencî xebatkarên xwe, 2006ê 30 mîlyon dolar qezenc kirin û 2010ê ji hêla Boeingê ve hat kirîn. Tê gotin ku berhemên wê di dewra Husnî Mubarek de li Misirê bi kar dihatin. (8) Ji nav herikên agahîyan ên di înternetê re derbas dibin, operatorên teleragihandinê Web, e-peyam, sohbetên yekser, pevguherandinên devkî, vîdeo, sohbetên neahengî, daneyên brût û ym. dibînin. Piranîya van herikan bêyî şîfrekirineke krîptografîk bi zelalî tên pevguherandin. Lewre jî korsanê amator herweke servîsên ewlehîyê yên dewletan bi hêsanî dikarin guhdarîya wan bikin.

Hin aktorên ferdî jî di van teknolojîyan de xwedî parên berjewendîyan in. Operatorên teleragihandinê yên weke Free, SFR an Orange her ku diçe bêhtir ji derbasbûna komeke daneyên ji aktorên bo ragihandinê pere nadin derketî, bi gazinc in. Wek mînak, FXI ji peredayîna bo vîdeoyên YouTubeyê yên bi mecbûrî pêşkêşî abonedarên xwe dikin, nerihet dibin. Fikira lêzêdekirina fiyateke zêde li ser fatûraya birêkerê/a daneyan an bikarhênerê/a dawî ji wir tê, herweke hêdîkirina bijarte ya hin herikan da ku hinên din bên tercih kirin. Lê belê, ji bo vê yekê, pîvaneke hûrgilî pêwîst e da ku bizanibin çi di lûleyan re derbas dibe.

Bi heman awayî, operatorên telefonên destan biryara bisînorkirina têketina înternetê ya bikarhêneran da, da ku xercên wan ên binesazîyê kêm bibin. Ji ber vê yekê, ew pevguherînên dosyayên ferd-bi-ferd (peer-to-peer), an jî bikaranîna aletên ragihandina devkî, an vîdeoyên weke Skypeyê li bikarhênerên telefonên "jêhatî" qedexe dikin.

Di wir de jî, DPI rê dide wan ku şopandin û birêvebirina herikan çalak bikin û firehîyeke bantê ya bilindtir ji bo hin xizmetan (wek mînak, xizmetên ku ew bixwe diweşînin...) veqetînin. Ev jî bi têgiha "alînegirîya şebekeyê" re nakok e, ya ku rola firoşkera xizmetan weke derbaskirina bê cihêkarîyê ya hemû daneyên xwestî tarîf dike.

Dema ku ji bo gerîna li ser Webê tê bi kar anîn, DPI dihêle ku şopên hemû tevgerên wê bên parastin. Dilê pîşekarên marketîngê şa dibe û ew xeyala xebitandina van daneyan dikin. Jixwe, Orange berî demeke kurt pêşkêşeke bi navê "Orange bijarte" berpêş kir, ku li ser bingeha DPIyê dixebite û bi destûra abonedar, malperên Webê yên ku ew lê digere analîz dike da ku, bi pey re, reklamên bazirganî yên pir hedefkirî pêşkêşî wî/wê bike. Bi vî awayî, FXI dikarin bi qasî Facebook an Googleyê qezencker bin, bi şertê ku ev bernameyên dilsozker-şopîner bala aboneyan bikişînin; lê belê îfadeya anonîmbûna daneyan wê bi temamî rê bide firotina berhemê.

Xwendevana/ê meraqdar dikare çav li rûpela "Data Privacy" ya malpera GFKê, grupeke navneteweyî ya lêkolîna marketing a hîssedara Qosmosê, bigerîne: Ew bi asayî behsa "cookies" ên gera li ser înternetê dike, lê belê ew bikaranîna xwe ya teknolojîyeke DPI, xwedêgiravî "anonîmkirî" bi awayekî ku ew tenê pê dizanin, ji bo "şopandina" ziyaretkerên malperên înternetê, li derve dihêle. GFK di bêhtirî sed û pencî welatan de cih digre, hemû jî ne welatên pir demokratîk in...

DPI herweha fîrmayên heqdaran û xwedanên mafên parastî bi xwe ve dikişîne, yên ku dixwazin li dij pevguherînên dosyayên "derqanûnî" li ser tevnên ferd-bi-ferd (Bittorrent), an jî malperên daxistina rasterast, wek Megaupload, têbikoşin. Binesazîyeke şopandinê ya "kûr" û li tevahîya noqteyên pevguherîna daneyan belavbûyî, yanî FXI, bi tenê dikare bizanibe ka kîjan înternetvan dixwaze kîjan fîlmî an dosyaya mûzîkê daxe komputera xwe û rê li ber wê/wî jî bigire.

Şopandina qanûnî jî bazareke xwezayî ya DPIyê ya din e. Polîs carina di çarçoveya lêpirsîneke hiqûqî de û li bin kontrola dadgêrekê/î û herçi Fransayê, "komîsyoneke şopandina zeftkirinên ewlehîyê" jî muhtacî guhdarîkirina bizavên ferdekê/î ye. Lê belê, ev bazareke piçûk û taybet e ku bi tenê beşeke pir piçûk a nifuse elaqedar dike. Ji derveyî pêşdîtina lêzêdekirineke nû û bilind a budçeyên dijterorîzmê, weha xuya ye ku, eger jêhatî bin, divê fîrmayên sektorê li hedefên ticarî yên din bigerin.

Hikûmetên dewletên polîsî jî di wir de xwedîyên rolekê ne, ji ber ku ew dixwazin guhdarîya her kesî bikin. Bi xêra van welatan, nivîsbarîyên şopandinê di rastîyê de tên ceribandin. Tûnusa Zeynelabidîn bin Elî weha bi buhayekî erzan ji pergalên hîn xeletî di wan de hebûn sûd werdigirt. Herçi Amesys, Lîbya bêguman ceribandineke rastîn a imkan (û bêimkanîyên) nivîsbarîya wê Eagle bû. (9) Alcatel herweha li Bîrmanyayê jî dixebite. (10) Gav bi gav şixulandina daneyên ji DPIyê berhevkirî, girtinan hêsan dike. Îşkence jî vî karî temam dike û celad teknîkên berê yên ku pê dizanin û encaman jê derdixînin, bi kar tînin.

Parlemana Ewropî ya ku bi îhtîmaleke mezin ji ber hebûna komeke şirketên ewropî li ser bazarên bi vî rengî bi fikar bû, pêşnîyareke zagonê ya weha pesend kir ku firotina derve ya pergalên şopandina telefon an jî peyamên nivîskî, an jî şopandineke hedefkirî ya Înternetê pêşkêş dikin, qedexe dike, eger ew li dij qaîdeyên demokratîk, mafên mirovan, an azadîya îfadeyê tên bi kar anîn. (11) Konseya Ewropayê 1ê kanûna 2011ê biryarên sînorker ên li hember desthilata Sûrîyeyê zexm kirin û weha " ixrackirina teçhîzat û nivîsbarîyên ji bo şopandina înternet û ragihandinên telefonî" qedexe kir.

Lê belê, ixrackirina berhemên guhdarîkirina giştî hîn bêyî çarçoveyeke hiqûqî ya zelal in. Produktor dikarin bi rihatî bê zerar bigihîjin armancên xwe. Pirrengîya zagonan jî alîkarîya wan dike. Destûrên ji alîyê hikûmetê hatine dan, nayên weşandin. Nivîsbarîyên bi vî rengî jî, weke sîlehên rasteqîn nayên hesibandin.

Çavkanî

Antoine Champagne:
Rojnamevan, Reflets.info

  1. Paul Sonne û Margaret Cocker, "Firms Aided Libyan Spies (Fîrmayan ku alîkarî da sîxurên lîbyayî)", The Wall Street Journal, New York, 30 tebax 2011
  2. "Des experts des services secrets français ont aidé Kadhafi à espionner les Libyens (Pisporên rêxistina istîxbaratê ya fransî alîkarî dan Qedafî da ku lîbyayîyan bişopîne)", Le Canard enchaîné, Parîs, 7 îlon 2011 û "Secret militaire sur le soutien à Kadhafi (Sira eskerîya li ser alîkarîya bi Qedafî re)", 12 cotmeh 2011
  3. Jonathan Zittrain, "The Web as random acts of kindness (Tevna înternetê weke kirinên rastlêhatî yên qencîyê)", konferansa TED, tîrmeh 2009
  4. "Syria Crackdown Gets Italy Firm’s Aid With U.S.-Europe Spy Gear (Zilma Sûriyê desteka fîrmaya îtalî destine tevî teçhîzata sîxurîyê ya DYA-Ewropayî)", Bloomberg, 3 mijdar 2011
  5. WikiLeaks, "The Spy Files (Dosyayên sîxur)", 1 kanûn 2011
  6. Jennifer Valentino-Devries, Julia Angwin û Steve Stecklow, "Document Trove Exposes Surveillance Methods (Sebeta belgeyan ducarî rêbazên şopandinê dike)", The Wall Street Journal, 19 mijdar 2011
  7. bixwîne Philippe Rivière, "Le système Echelon (Pergala Echelon/qonaxê)", Manière de voir, hejmar 46, "Révolution dans la communication (Di Ragihandinê de Şoreş)", tîrmeh-tebax 1999
  8. Timothy Karr, "One U.S. Corporation’s Role in Egypt’s Brutal Crackdown (Rola şirketeke amerîkî di zilma xedar a li Misrê de)", The Huffington Post, 28 çile 2011
  9. Li dosyaya Amesys a li ser malpera Reflets.info binihêrin
  10. Diane Lisarelli û Géraldine de Margerie, "Comment Alcatel se connecte à la junte birmane (Alcatel çawa elaqedarî cuntaya Bîrmanê ye)", Les Inrockuptibles, Parîs, 26 adar 2010
  11. "Le Parlement européen interdit la vente de technologies de surveillance aux dictatures (Parlemana Ewropî firotina teknolojîyên şopandinê bo dîktatorîyan qedexe dike)", Fhimt.com, 11 cotmeh 2011

Wergera ji fransî: Simko Destan