Koreya Başûr, li deryaya Çînê devê pireya şerr a stratejiya amerîkî

Manewrayên mezin li Asyayê
Translator

Gotûbêjên di navbera Komara Koreyê û Komara Koreyê ya Gelî û Demokratîk ku piştî noqavbûna keştiyeke başûr-koreyî rawestiyabûn, 20’ê îlonê dîsa dest pê kir.

Erê, Pyongyang prowakasyonên xwe didomîne, lê ev yek li hesabê Seûlê jî tê, lewre ew bi xêra rewşê sedemekê him ji mesrefên xwe yên sîlehan re û him jî, ji hevkariya stratejîk ya bi Amerîkayê re dibîne.

Girava Jejuyê ya ku dûriya wê ya ji Seûl, Şangay û koma giravên Japonyayê biqasî hev e, karîbû çanda xwe ya pêşiyan biparêze; di serî de bi rêya ayînên ji bo miriyan di dema rîtuelên rojane yên şamanî de. Bi diyarên ji zinarên volkanîk ên ku dişibin keleheke ku beden û dîwarên wê bi ser avên teyisî yên deryaya rojhilatê Çînê ve bel, bi golên xwe yên krateran û bi co û şikeftên xwe yên lavan, ev girav sala 2007’an li lîsteya mîrateya cîhanî ya UNESCO’yê ve hat zêdekirin. Ji demeke kurt ve ye ku peravên wê ne bi tenê ji bo tûrîstan cazib in. Ev perav ji hewasên pîşesaziya sîlehan re jî cazib e, lewre ji bo bicîhkirina baregeheke avêtina fuzeyan, ev pîşesazî cîhê giravê weke îdeal dinirxîne. Tevî protestoyên şêniyên wê jî dibe ku di demeke kurt de ya hatî serê girava Japonyayê Okînawayê bê serê girava Jujeyê jî.

Li nîvegiravê (Kore) fikir ji hev cihê ne. Pêşketina pîşesaziya parastinê bi pêkhatina "civakeke sivîl" a gihiştî re li hev dikeve. Bi zanîngehên xwe yên li asta jor, bi sîstema xwe ya tenduristiyê ya berdar, çapemeniyeke fikir û ji çend salan û vir ve bi beşdariya welatiyan a nav jiyana siyasî, welat dikare serfiraz be. Lê gellek bûyer dikin ku mirov bifikire ku ji vegereke ber bi rêbazên berê yên otorîter û ji paşveçûna azadiyên ferdî fikar bên kirin. Zextên li ser kesên gumanbir vê yekê pişterast dikin; ev kes gumanan ji versiyona fermî ya di adara bihurî de noqîavêbûna keştiya şer Cheonan’ê dikin û hukumetê gunehbar dikin ku dixwaze bûyerê bike hincet daku Komara Koreyê ya Gelî û Demokratîk gunehbar bike û şer amade bike.

Aktorê din ê navdar ê şerrê deryayên şîn ên Pasîfîkê Japonya jî di navbera pêşketina aborî ya misêwa û mesrefên eskerî de dudilî ye. Sozên Partiya Demokrat a Japonyayê (PDJ) di kampanyaya hilbijartinên ew di îlona 2009’an kirî desthilatdar dayî, hin jê ev in: kêmkirina mesrefên gellekî zêde yên ku peywendî baregehên eskerî yên amerîkî yên li keviyên bajarên sereke ne; derveyî hêza DYA’yê dewama têkiliyên dualî yên bi Çînê re û avakirina civateke aborî ya asyayî ku xwe dispêre kirîn û firotina serbest. Tevî ku ji PDJ’yê nehat cîhê baregehên hêzên hewayî yên amerîkî ji deverên gellekî şên ên Okînawayê, cîhê ku baregeh nuha lê ye, derxe jî, guherîna zêhniyeta siyaseta Japonyayê koza Koreyê kêmtir bilind nake di çavên avahiyên eskerî-pîşesaziyên amerîkî de.

Ji 2008’an ve ango ji dema ku dest bi wezîfê kir û vir ve, serokdewletê Koreya Başûr Lee Myung Bak hejmara mohrên ku cîhan li emerîkiyan vedikin qat bi qat zêde kir – heger mirov li ber siyaseta serokdewletên lîberal ên beriya wî re li ber hev bigire, ev guherîneke rastî ya zîhniyetê ye. Demeke kurt piştî ku erka wî dest pê kir, wî hewldanên dualî yên bi Koreya Başûr re – di çarçoveya hewldanên lihevhatinê yên serokdewlet Kim Dae Jung ên siyaseta dihat hezkirin "Sunshine policy" de – betal kirin û dawî li reformên azadkirina çapemeniyê anîn ku serokdewletê hema beriya wî Roh Moo-hyun dabûn destpêkirin.

Bi tenê çend hefteyan piştî ku dest bi wezîfeyê kir bi serokê DYA’yê George W. Bush re li Camp Davidê rûnişt. Wî di vê hevdîtinê de mijar bire ser rakirina ambargoya li ser goştê dewêr ê ji DYA’yê û îşaret bi rola nû ya Koreyê li herêmê kir. Hyundai’yê zend û bend badan da ku prototîpeke keştiyeke destroyer çêke ku wê bi fuzeyên antîbalîstîk û sîstemên sonarê yên şîrketa amerîkî Lockheed-Martin’ê sîlehkirî be. Ji bo fîloyeke ku wê ji 6 keştiyên şer pêk bê, di 2010’an de avahiyeke din divê bê teslîmkirin. Bi vî awayî, di demekê de ku provokasyonên siyasî yên li dijî Çînê qat bi qat zêde dibin, keştiyên şer wê di demeke nêz de bersiva DYA’yê ya li dijî serweriya Çînê li ser rêyên deryayî yên rojhilatê pasîfîkê xurt bikin. Girîngiya vê digihêje wê radeyê ku ji aliyê hin çavdêran ve weke nîşana sereke ya siyaseta derve a Lee tê nirxandin.

Di rewşa heyî de fonksiyona hêzên deryayî yên Koreyê sînordar e ku deryayên bi ser erdên xwe ve ji Koreya Bakur biparêze. Lê dema ku şeş keştiyên destroyer ên Hyundai-Lockheed’ê hatin çekdarkirin, hingê Kore jî mîna Japonyayê wê bibe koza herî girîng a siyaseta amerîkî beramberî Pekînê. Fîloya nû ya Koreya Başûr wê sala 2014’an li peravên girava Jejuyê li kêleka avahiyên ku alaya amerîkiyan li ser ava li ba dibe, bê bicîhkirin.

Yarbay Dai Xu yê artêşa hewayî ya Çînê, bicîhkirina fuzeyên li dijî fuzeyên balîstîk (ABM) yên DYA’yê û hevgirên wê li herêmê, weke ji aliyê Japonya, Kore û Hindistanê "dorlêgirtina bi şiklê hîlalê" li Çînê dinirxîne. Tevî ku serdestiya konvensiyonel a artêşa deryayê ya Çînê nuha li herêmê dewam dike jî, tu bersiva bide bihêzkirina fîloya ABM’ya amerîkî li ber destê wê hazir nîne. Koma pîşesaziyê ya Hyundai û Lockheed-Martin’ê di 2009’an de dabû zanîn ku hevkariya wan wê piştî teslîmkirina keştiyên hêza deryayî ya Koreyê xwastî jî dewam bike daku keştiyên bi heman rengî ji Hindistanê re jî çêkin. Tevî îhtîrasa wan a nîşandayî jî, hevkarên tîcarî ji bo dîtina bendereke dewamî ya ji bo baregeha hêzên deryayî ya Koreyê zehmetiyê dikşînin.

Di 2002 û 2007’an de (di demên serokatiya Kim û Roh de) ji ber ku şêniyên herêmê li ber rabûn, Seûlê du caran ji projeya xwe ya avakirina baregehê li ser girava Jejuyê gera. Serokdewlet Lee biryardar xuya ye ku berdêla wê çi dibe bila bibe, li ser devera dawî ku mumkin e bargeh lê ava bibe, ango li gundê masîgiran ê piçûk Gangjeongê, baregehê ava bike. Tevî ku şaredar îdîa dike ku ji sedî 94’ê karmendên wî li dijî projeyê ne jî wezîrê parastinê birîna daristanên deverê û ewlekirina derdorê da destpêkirin. Peyam zelal e, birêvebiriya nû wê di siyaseta xwe ya derve de li ber daxwazên xelkê herêman serî netewîne.

Şêniyên Gangjeongê debara xwe para bêhtir bi çandinî, masîgirî û tûrîzmê dikin û red dikin ku zirarên mîna yên li Hawaî, li Guam, Filîpîn û Japonyayê bûyîn li wan jî bibin: texrîbkirina herêmên masîgiriyê, kêmkirina tûrîzmê, pirsgirêkên civakî yên ku peywendî hebûna personelê eskerî ne û li deverê hiştina çopên jehrî. Tirsa herî zexm a xelkê ew e ku girava Jejuyê veguhere Okînawaya Koreyê. Gundiyên Gangjeongê giliyê xwe li dijî baregeha artêşa deryayî bi sedema ku zirarê li aboriya giravê dike, birin ber dadgeha herêmî. Dadgehê çendekê piştî bûyera noqîavêbûna keştiya bi navê Cheonan’ê, biryara xwe ji bo demeke nayê zanîn bi paş ve xist.

Di cîh de piştî bûyerê wezîrê parastinê û serokê rêxistina îstîxbaratê dabûn zanîn ku di destê wan de tu delîl nînin ku pişterast dikin destê Koreya Bakûr di bûyerê de heye. Paşê dozgerên koreyî û biyanî îdîa kirin ku Pyongyang yekser ji torpîlkirina keştiya şer berpirsiyar e. Piştî hingê Lee Komara Koreyê ya Gelî û Demokratîk bi terorîzmê gunehbar kir. Gunehbariyeke ku bi gefxwarinên bersivdayînê re tevlihev. Di vê helwêsta wî de wezîra karên derve ya amerîkî Hillary Clintonê şûna wî girt û îdîa kir ku di destê wê de "delîlên nabe bên înkarkirin" hene ku gunehkariya Pyongyangê pişterast dikin. Çend roj paşê Pentagonê da zanîn ku DYA keştiyeke balefiran dişîne deryayên Koreyê û li cîhê keştiya şer lê noqî avêbûyî, artêşa deryayî ya Koreya Başûr jî tetbîqateke eskerî ya li dijî keştiyên binê deryayê pêk anî.

Bi tenê hefteyekê beriya hilbijartinên herêmî yên meha Hezîranê retorîka hukumetê veguherî retorîkeke şer. Kêfa Koreyiyan gellekî ji vê re nehat û di cîh de dijberiya xwe li herêma paytextê bi pirranî dengdana li dijî partiya Lee, dan der.

Bela xwe ji betalkirina vê siyasetê vekin, serokdewlet ferman da ku polês bi ser gellek rêxistinên civakî de bigirin û kesên guman ji versiyona dawî ya fermî ya derbarê noqîavêbûna keştiya şer Cheonan’ê de dikirin, bên girtin. Di hewayeke giştî ya alarma peywendî ewlekariya neteweyî de, êdî şêniyên girava Jejuyê hêdî hêdî bê hêvî bûn. Li hemberî vê, ji bo ku tedbîran bigire, Pekîn li benda biryara dadgeha herêmî nema.
Hêzên deryayî yên Çînê pirr caran sînorên deryayên erdên cîranên xwe binpê kirin û operasyonên îstîxbaratê yên amerîkî yên di deryayên navneteweyî yên başûr û rojhilat de tacîz kirin. Ev yek tu gumanê tê de nahêle ku Çîn li rojhilatê Pasîfîkê hêza serdest e. Alîkarê wezîra karên derve ya birêvebiriya Obama Adam Steinberg hê nû garantî da Çînê ku DYA wê mudaxeleyî berjewendiyên Çînê yên herêmî neke, bi şertê ku serdestiya Çînê bi rengekî bê şer dewam bike. Bicîhkirina fuzeyên nû yên amerîkî li herêmê û hewldana avakirina baregeheke artêşa deryayî li girava Jejuyê bi xwe peyamekê dide ku bi tevahî guhertî ye.

Tevî ku fuzeyên antîbalîstîk kapasîteya wan nîne serikên nukleer hilgirin jî hêza çavtrisandina nukleer a Çînê ku jixwe nisbî lawaz e, her cara ku keştiyên Hyundai-Lockheed li fîloyekê tên zêdekirin, qelstir dibe. Wekî din, Pentagon pîşesaziyên Japonî û Koreyî li "bernameya parastinê" zêde dike û ev yek têkiliyên siyasî ku kêm bi nêzîkbûna sîno-japonî û sîno-koreyî re li hev dikin, teşwîq dike.

Ji hev qutkirina firotina sîlehan û projeyên siyasî di rêûresma amerîkî de nîne. Ji ber daxuyaniyên xwe yên ketina şer yên piştî noqîavêbûna Cheonan’ê û hişkbûna rejîma Seûlê, New York magazine’ê Clinton weke "senatora Lockheed"ê bi nav kiribû û herweha têkiliyên nêz yên di navbera wezîra karên derve û şîrketê de jî eşkere kiribûn. Di dema kampanyaya serokatiyê ya amerîkî ya sala 2008’an de hilberînerên fuzeyên parastinê alîkariyên maddî yên ji bo namzetên komarxwaz û demokrat, pêşî dan Clintonê.

Serokdewletê Koreyê Lee li ser hev hewl da ku baregeheke eskerî ya deryayî ava bike da ku keştiyên destroyer di wan de bi cîh bike. Ev destroyer jî ji aliyê Hyundai ve tên çêkirin û serokdewlet Lee heta sala 1992’an serok û midûrê giştî yê vê şîrketê bû. Ev dane, bi hev re dikin ku mirov hin pirsên din bike. Serokê komîsyona koreyî ya têkoşîna li dijî bertîlxwarinê da zanîn ku ne komîsyonê, ne meclîsa neteweyî û ne jî komîsyona hilbijartinên neteweyî têkiliyên di navbera mîrate û berjewendiyên aborî yên Lee yan jî endamên hukumeta wî û peymanên Lockheed-Hyundai de lê nekolîne.

Li aliyekî Çîn artêşa xwe ya deryayê xurt dike, Washington hêzên herêmî çekdar dike û tetbîqatên eskerî di deryayên rojhilatê Pasîfîkê de qat bi qat zêde dibin, li aliyê din li nîvgirava Koreyê dudiliya raya giştî ya ji bo îfadekirina dijberiya xwe jî hêja ye li ber çavan bê girtin.

Di 2008’an de ji bo belavkirina xwepêşandana bêşîddet a li dijî kirîna goştê dewaran ji DYA’yê, serokdewlet Lee hêzên ewlekariyê kiribûn dewrê. Wî hingê meydana şaredariya Seûlê dabû girtin, ev meydan li gorî rêûresmê cîhê kombûnên bi armanca protestokirinê ye. Li wê derê libakirina alayekê jî ji hingê ve dikare bibe sedema vekirina dozan.

Piştî biryara serokê DYA’yê Barack Obama ku pê organîzekirina G20’a bê ji aliyê Koreyê ve belê kir, raportorê taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo azadiya fikr û xweîfadekirinê Frank La Rue li rewşa demokrasiya Koreyê kola û lê pirsî ka "mirov rûmeteke bi vî rengî bide Seûlê çiqasî di cîh de ye". Di gulanê de wî destnîşan kir ku çend mehan piştî ku Lee hat hilbijartin mafên azadiya fikir û kombûnê dest pê kirin ber bi xirabûnê ve çûn.

Piştî ku bernameya agahdariyê ya televizyonê "PD Notes"ê lêkolînek li ser rakirina ambargoya li ser goştê dewaran ji Amerîkayê weşand, nîşanên pêşî yên hişkbûna sîstemê xwe dan der. Produktorên bernameyê nîvê şevê beriya ku ji bo kontrolê bên binçavkirin, li malên xwe hatin lêpirsîn. Tevî ku ji du salan heta sisêyan cezayê girtîgehê ku dozger xwastibû nehat birîn jî, ev bûyer bi awayekî zelal nîşan dide ku serbixwebûna çapemeniyê paş ve çûye. Nûçegihanê kovara nûçeyan a heftane "Sisain" Ho Cheol Shinji van gotinan dibêje "endîşe heye ku mirov nîvê şevê li mala xwe bê girtin."

Doza "PD Notes"ê du salan dewam kir, di nava van du salan de Lee midûrên televizyona dewletê ya Koreyê û serokê komîsyona neteweyî ya ragihandinê ji wezîfeyê derxistin û kesên nêzî xwe li şûna wan wezîfedar kirin. Serokê nû yê komîsyonê qedexeyên yekdestdariya çapemeniyê rakirin û destûr da rojnameyên muhafezakar doza destûra weşana televizyona kabloyî bikin.

Ji hingê ve saziyên çapemeniyê yên neteweyî xwe ji rexnekirina biryarên hukumetê hinekî vedidin. Xwepêşandanên mezin ên bêşîddet ku piştî weşana lêkolîna "PD Notes"ê pêk hatin, ne piştî girtina produktorên bernameyê di bihara 2008’an de û ne jî piştî tedbîrên bersivdanê yên ku piştî qezaya Cheonan’ê îsal hatin girtin, dubare nebûn.

Nifşê nû yê ku ji nifşê dê û bavên xwe kêmtir polîtîze ye li xwe mikur tê ku beriya her tiştî fikaran dike ka ew ê çawa ji berhemên dewlemendiyê bi rêya peydakirina karekî baş sûdê wergire û weha xuya ye ku meyla wê ji bo doza azadiya fikrî kêm e.
Şêniyên Jejuyê ji bo dewamkirina têkoşîna xwe bi tenê mane. Dîsa ew sûndxwarî ne ku "heta mirinê têbikoşin" daku awayê jiyana xwe biparêzin. 3’yê hezîranê wezareta parastinê hewl da îskeleyekê li cîhê avakirina baregeha eskerî ya deryayî deyne daku wîncan lê bi cîh bike. Ev hewldan bi çalakiyên guhnedana sivîl hat astengkirin.

Çavkanî

Matthew Reiss:
Rojnamevan, Washington

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê