Kraliyetên Yekgirtî dest bi serdemeke nû dikin

Translator

Ev afîşeke kampanyaya hilbijartinê bû ku mirov ne li bendê bûn. Serokwezîrê Partiya Karkeran Gordon Brown bi kêfxweşî dida zanîn: “Min qelşa navbera dewlemend û xizanan mezintir kir; Destûrê bidin min ez berdewam bikim.” Ev jêgirtin gumanbar e, lê mijara ku ew qala wê dike rast e. Di dawiya salên rêvebiriya Thacher-Major de ji sedî 1’ê brîtaniyên herî dewlemend xwediyê ji sedî 17’ê tevahiya jêhatina aborî ya neteweyî bûn; ji dema ku Antony Blair û Brown bûn desthilatdar û vir ve ev rêje gihişte ji sedî 21’ê.

Plakarta îronîk digihîje vê encamê: “Dengê xwe bidin muhafazakaran.” An ku em hinekî şahidiya şerekî hilbijartinan ê berevajî dikin, Partiya Karkeran parêzvaniya golden boys (xortên zêrîn) ên bajêr dike, ji aliyê din ve hevrikên wê serê xwe herî zêde bi derdorên populer diêşînin. Tiştek di ser vê re nîn e, bi taybetî jî di rewşa dawî de. Lê belê di her du partiyên mezin de mêzîneke siyasî pêk dihê. Ev her du partî jî dûrî hêmanên xwe ketine ku berdevkiya wan dikirin. Ne Thacher ne jî Blair: Kraliyetên Yekgirtî dest bi serdemeke nû dikin.

Mijarên ku demeke dirêj qedexekirî bûn jî, ji nû ve di nava gengeşiya siyasî de derdikevin holê: Çînên civakî, destwerdana bi destê dewletê, sendîka. Ji bo şerê dijwar ê li pêşiyê, muhafazakaran mijara deynan a ji bo wan kêrhatî tercih kiribû. Neçar man nîşana armanca xwe çêtir bigirin; sererastkirina malî ne bi tenê bi kêmkirina lêçûnên budçeyê dibe, her weha bi bacên nû jî wan êdî li ber çavan digirt. Ew êdî pesnê National Health Service (Xizmeta Tenduristiyê ya Neteweyî) didin. Ew soz didin ku ewê budçeya vê sîstema civakî ya xizmeta tenduristiyê her sal zêdetir bikin, ev sîstema ku Thacher jê nefret dikir. Ya rastî ew ji helwesta xwe ya li dijî hevzayendhezan (homoseksuelan) a berê poşman in û wan niha rengê xwe jî kiriye kesk (nota wergêr: maskeya siyaseta ekolojîk). Ew gelekî girêdayî rêvebiriyên şîrketan e, lê belê li ser vê mijarê dijwar e mirov wan ji hevrikên wan cihê bike. Partiya Karkeran jî kir ku 1036 tawanên din jî bi cezaya girtîgehê bikaribin werin cezakirin.

Partiya Karkeran her weha her tişt bi ya lîberalîzasyonê eyar kiribû û London veguherandibûn navenda sosret û skandalên darayî. Êdî ya ku diviyabû topavêtin bû. Lihevderneketina budçeyê ya gelekî mezin (ji sedî 11.9’ê hilberîna brut a neteweyî) ku mirov dikare bi ya Yewnanistan’ê bide ber hev (ji sedî 13.6) dike ku parlemento ji lêçûnên xizmetên civakî qut bike. Vê yekê jî bandora herî xerab li hilbijartiyan kir ku beriya çend mehan ji bo nûkirina xaniyên xwe yên duyemîn û ji bo kirrîna xanîkên piçûk ên li ber golan ji bo parastina werdekan pere ji xezîneya dewletê stendibûn. Şermokiya Partiya Karkeran ji nû ve siyaseta pîşesaziyê dixe rojevê. Û heta carinan, ... bankavanan jî aciz û zivêr dike!

Demokratên lîberal bi xwe şansa wan heye: Sîstema siyasî bi skandalan qirêj bû û demokratên lîberal bi ya hevrikên xwe hindiktir bi qirêja van skandalan bûne. Serokê wan Nick Clegg – kurê bankavanekî, li Cambridge xwendiye, bi parêzereke bazirganiyê re zewiciye, şêwirmendê berê yê Leon Brittan e ku komîserê gelekî lîberal ê Yekîtiya Ewrûpa’yê ya li ser mijara hevrikiya bazirganî bû – wî jî xwe jê neda alî ku fikrên xwe çepgir bike. Ev berhema xwerû ya elîtê bi vê helwesta xwe anî ziman ku bihuşta berê ya Thacher û Blair dibe ku bi “tevliheviyeke civakî mîna ya li Yewnanistan’ê” re rûbirû bimîne.

Wergera ji fransî
Lokman Turgut