Krîz, riya jê xilasbûne ev e?

Aborî
Translator

Ev çîrokeke aborî ya hevdem a Dewletên Yekbûyî (Amerîka) ye ku sê çînên civakî li hember hev radike: Yên sermiyandar, birêveber û çînên gel. Û di encamê de, pir kêm tê dîtin ku çînên gel têk biçin... Krîza "neolîberalîzmê" –Gérard Duménil û Dominique Lévy (1), gava sermîyandarîya diravî û globalbûyî di dema deregulasyona serbest de bi vî awayî bi nav dikin– li hevkirina ku bi dirêjahîya sîh salên dawîn di navbera birêveberîya bilind, giştî û taybetî, berpirsîyarên pirsên diravî û çînên xwedî mal û milk de pêk hatibû dixe ber lêpirsînê. Ev lihevkirina ku armanca wê bêlimît pirkirina hatinîya du alîyan (kar û mehaneya pir zêde tevlîhev) e, ji alîyê bêîstikrarîyên makroekonomik ve nearam dibe, ji ber ku vê lihevkirinê xwe kir yekane sûdwergira qazancan. Deyndarbûna dewletê, ji salên 1980yê bi vir de, û deyndarbûna malbatan ku di pey re di salên 2000ê û pê ve dest pê kir, motorên hevtemamker ên bazara netewî ya ji alîyê razandinê ve lawazbûyî pêk tînin, ji ber ku zêdekirina rant û para kar, bêtir feydeyê tîne û ji alîyê îtxalatê ve tê pelixandin.

Kûrbûna krîzê belbî dê lihevkirinên nû, bi navê neo-birêveberîyên di navbera xwedîtî û beșek ji birêveberîya bilind de bi xwe re bîne: ew jî dê di kefaleta çînên gelêrî re derbas bibe (biferqeke ji ya dema piștî șerî) û weke proje dê ji xeynî kêmkirina zirarê pê ve bi kêrî tiștekî din neyê. "Lê, tu tiștek jî misoger nake, ku dê çînên serdest bixwe karibin xwe bixin bin dîsîplîneke bi vî teherî". Nivîskar krîzeke kûr a dolarî li derveyî îhtimalê nahêlin (çi bigire mirov nikare jê bireve, ji ber ku newekhevîyên bazirganîyan hîn ji holê ranebûne. Ev krîz ku ji bo hegemonyaya amerîkî tehlûkeyek e ku her diçe mezintir dibe, hêzên civakî neçar dike ku vê veguhertinê bileztir bikin.

Mirov niha tê digihê ku çima birêveberên amerîkî tercîh dikin ji krîza euroyê bitirsin. Ji bo îsbatkirina dilnîgeranîya wan, em bi tenê dikarin xwendina berhema Nikonoff (2) pêşnîyaz bikin, ku ew piştî lêhûrbûneke bi serinc a di derbarê qencîyên îdiakirî yên euroyê de, tu sedemeke xirab a domandina jîyana wê nahêle. Herêma euroyê tu pîvanên ber bi avakirina herêmeke diravî ya berfireh pêk nayne û performansa wê ya di warê kardîtinê, mezinbûnê, rêjeya selefê û deynkirinê de ji ya welatên sêyem ne çêtir e. Ne ku bi tenê tu mekanîzmayên wê yên rastkirina bêîstiqrarîyên di nav wê de pêk tên, tunene (federalîzma budceyî, heke li ser kaxezê çareserîyeke baş be jî, tu şansê wê yê rojdîtinê di asoyeke mentiqî de nîne) lê siyaseta neo-merkantîlîst a Almanyayê jî ew mahkûmê rawestaneke berdewam kiriye. Euro di encamê de dê ji xeynî ji nû ve zindîkirina neo-lîberalîzmê li Ewropayê û hespê wê yê truwayê pê ve bi kêrî tiştekî din neyê. Tevî vê jî "devjêberdana euroyê jî (...) dê bi awayekî mucîzewî hemî pirsên aborî û civatî yên welatên ku beşek ji herêma wê ne çareser neke". Nivîskar jî helbet dibîne ku "ji bo pêkanîna siyaseteke çep a rasteqîn, ev yek mercekî serekî yê herî pêdivî ye".

Heke em rastîyê bixwazin, helbet dê mucize çênebin. Ji ber ku krîza euroyê bi tenê beşek ji vê "krîza mezin", ya nîzama serhevdana dravî ye, ku sê xalên wê yên serekî, Robert Boyer vedibêje, divê bi dîyardeyên buhraneke bihêz re neyên tevlîhev kirin: "Nebûna bidestxistina navxweyî ya serhevdanê, pirbûna stratejîyên dijberî hev ku aktorên cihê seferber dikin û biserketina nedîyarbûneke radîkal li ser riyên ji krîzê derketinê". (3) Derketineke ku, di van şertan de, dikare dehsalekê, yan jî gelek dehsalan bigire, dema ji nû ve organîzekirina şiklê sazîyan (rêbazên pêşbazîyê, rola dewletê, têkilîya mehaneyan, cîyê diravî...) çarçoveyeke nû pêşkêşî stratejîyên serhevdanê dikin. Lê xuya ye mirov nikare bi tevayî senaryoyeke din, lihevkirinên sazîyî yên nû û "radîkal" li derve bihêle: Çûna ber bi sîstemeke kredîyên hîn bêtir sosyalbûyî, rêkxistina desthilateke mehaneyîyan di şirketan de û herêmîkirina danûstendinên bazirganîyê. Hêvîyeke wiha heye, ji ber ku "derengmana derketina ji krîzê û kûrbûna nelihevkirinên civatî û xerabûnên dengeyên jeopolitik dikarin bikin ku bernameya behskirî bi awayekî bê pêk anîn ku bibe ortodoksîyek".

Çavkanî

  1. Gérard Duménil et Dominique Lévy, The Crisis of Neoliberalism / Krîza Neolîberalîzmê, Harvard University Press, Cambridge, 2011, 400 r.
  2. Jacques Nikonoff, Sortons de l’euro! Restituer la souveraineté monétaire au peuple / Em dev ji euroyê berdin! Serdestîya diravî bidin xelkê, Mille et une nuits, Paris, 2011, 462 r.
  3. Robert Boyer, Les Financiers détruiront-ils le capitalisme? Aya diravdar dê kapîtalîzmê hilweşînin?, Economica, Parîs, 2011, 240 r.

Wergera ji fransî: Yaqûb Karademîr