Krîza Siyasî ya li Iraqê û rola Kurdan

Translator

Kurd bi erka tayînker

Di çapemeniya anglosakson û di ya ereb û alman de jî, li ser rola damezrandina hikumetê, di krîzê de zêde mubalaxe hat kirin û ev yek wek rola tayînker (kingmaker) hat nivîsandin û nîşandayin.

Di realîteya polîtik ya Iraqa nû de, faktora kurd roleke girîng a zelal wergirtiye. Lê belê dîsa jî li gor bandora rewşên heyî, hêzên siyasî yên ereb li ser sîstema nû li Iraqê biryar didin. Eger rewşa hêzan û helwesta partiyên ereb daxwazên Kurdan bigirin ber çav, du tişt zelal dixuyên:

1. Têkiliya Kurdan bi hemû berendamên serokwezîriyê re ji normal heta baş bû.

2. Ji hemû aliyan ve hêz hebûn ku pejirandina daxwazên Kurdan red dikirin. Mînak hêzên Sunnî yên li derdora serokwezîrê nuha al-Nujaifi û siyasetmedarên Sunnî yên koalîsyona iraqî li derdora Iyad al-Alawî, ne gellek dostên Kurdan bûn. Ev yek ji bo muttefîkên nuha Nurî al-Malikî, Muqtada al-Sadr jî derbas dibe ku di vê pirsgirêkê de ji 2003´yan ve bi awayekî eşkere daxwaza Kurdan ya sîstema federal red dikin.

Ji vê yekê hin encam derdikevin.

1- Kurd dizanin ku ew di tu rewşên siyasî de nikarin daxwazên xwe bi tevayî bînin cîh. Ji ber vê yekê di hemû pirsan de amadeyê lihevhatinê ne.

2- Kurd dizanin, eger partiyên ereb li ser berendamekî bihêz yê ku di parlamentoyê de pirraniyê saz dike li hev bên, divê ew jî mîna wan bikin.

3- Partiyên ereb jî, ji ber gellek sedeman dixwazin ku Kurdan tevlî desthilatdariyê bikin. Di dema dîrokî ya nuha de lidervehiştina Kurdan ya ji hikumeta navendî dikare bê bawerî û biyanîbûnê zêde bike.

Ji derveyî vê jî, Kurd xwediyê alavên din in. Yek ji wan astengkirina guhertina qanûna bingehîn e; li gorî qanûna bingehîn ya Iraqê mafê Kurdan yê vetoyê li ser guhertina qanûna bingehîn ya Iraqê, di sê herêmên ku di bin kontrola wan de ne, heye.

Ji bo ku ez di dawiya nivîsa xwe de perspektîvekê şanî bidim, dixwazim sê pirsan bînim ziman.

Daxwazên Kurdan

Daxwazên Kurdan mîna şertê beşdariya hikumeteke iraqî xwe di sê pirsgirêkan de diyar dikin:

1- Siberoja navçeyên ku mijara gengêşiyê ne, bi taybetî jî ya herêma Kerkûkê

2- Siberoja statuya hêzên leşkerî yên kurd (Pêşmerge)

3- û tevlîheviya mezin ya li ser federalîzmê û şîroveya federalîzmê.

Daxwazên ku girîngiya wan di rêza duyemîn de ye jî tên ser vê yekê. Wekî daxwaza cîhê Serokdewletiyê (lê ev bi kesayetiya Serokkomar Celal Talabanî ve girêdayî ye) (1), wekî din daxwaza wezareteke navendî. Heta nuha Hoşyar Zebarî ji Partiya Demokrat ya Kurdistanê xwediyê wezareta derve ye.

Heta nuha, pênc sal piştî derxistina qanûna bingehîn û damezrandina hikumeta yekemîn û li gorî hiqûqa gelan dawîlêanîna dagirkeriyê, mirov nekariye ji van pirsan re çareyekê bibîne.

Hemû cudahî di pirsekê de kom dibin: sîstema federal ya Iraq û naskirina karakterê pirr-etnîk ya Iraqê.

Ez bi pirsa federalîzmê dest pê dikim. Kurdan ev pirs dema ku muxalîf bûn çareser kir. (2) Ev dîsa encama gengêşiya li ser tayînkirina qedera xwe bû ku di navbera rewşenbîrên kurd û rewşenbîrên ereb ên iraqî de piştî Helebçe û piştî Enfalê çêbûbûn.

Ger mirov bala xwe bide rewş û pozîsyonên wê demê, federalîzm ji bo Kurdan lihevhatineke bi êş bû. Piştî Enfalê gellek Kurd difikirîn ku li Iraqê, ne mimkun e ku Kurd û Ereb bi hev re bijîn. (3)

Êdî federalîzm ger weha bê gotin di çarçoveyeke dîrokî de tê gengêşîkirin. Hêzên siyasî yên erebî- iraqî ku di sala 2005´an de federalîzm pejirandibûn, xwe ji avakirineke federalî bi dûr dixînin, ev yek ji bo wan tê maneya parçebûyinê (4). Têgeha erebî ji aliyê dîrokî ve xwediyê bangeke nerênî ye. Ev têgeha dabeşkirinê, parçekirina Filistînê tîne bîra Ereban. Dijberên sîstema Iraqa federal bi zanistî vê têgehê bi kar tînin, ji dêleva têgehên al-fideraliya (federalizm) yan jî al-nizam al-itihadi (sîstema federal). (5)

Ji ber ku parçebûyin li holê ye, red dikin ku xala 140’ê pêk bê. Herêmên li ser wan tên gengêşîkirin di fiîliyatê, di bin kontrola Kurdan de ne. Ji aliyê hiqûqî ve li derveyî Herêma Federal ya Kurdistan de ne û nikarin ji aliyê hikumeta herêmî ya kurd ve bên îdarekirin.

Pirsgirêka statuya saziyên leşkerî yên kurd ku tenê hin beşên wan ji butçeya hikumeta navendî tên fînansekirin, wisa dixuyê ku heta di hemû pirsan de plan pêk bê, Kurd dikarin bi hêza nuha heyî dewam bikin. Wekî din, argumenta Kurdan ew e ku hejmara pêşmerge kêm bin, ev dikare bê wateya xetereyeke terorîzmeke hîn bilindtir. (6)

Her çi pirsa karakterê multî-etnîk ya Iraqê ye, dixwazim çend têbîniyan bînim zimên:

1- Bala mirov dikşîne ku pêvebûn û girêdanên etnîk-mezhebî hêdî hêdî jar û sist dibin. Eger pêvejoya netewebûnê serkeftîtir bûya û eger mudaxeleya dewletên cîran jî sisttir bibûya, wê demê dê mezheb û etnîzekirin ji bo berjewendiya sîstemeke siyasî ya bi bikêrhatî baş bibûya û cîhekî piçûk werbigirta.

2- Îroj di navbera yek bi yek mezheban û komên etnîk de cudahiyek xwe nîşan dide. Weke mînak Şîiyan nikaribûn li ser damezrandina hikumetê li hev bikin û bêyî zexta Îranê jî, Malikî û Sadr nikaribûn li hev bihatana. Di nav refên Kurdan de jî ferqeke zelal hatiye holê. Tevgera Goran xwe weke tevgereke muxalif li hember her du partiyên serdest (PDK û YNK) diyar dike.

Di nav refên Sunniyan de ku ew jî zêde di bin bandora dewletên cîran de dimînin, cudahî xwe nîşan didin; ji aliyê siyasî ve, Sunnî ji Şîî û Kurdan hîn zêdetir parçebûyî ne.

3- Ev ferqên ku hatine nivîsandin di krîzên nuha li Iraqê heyî de muhtemel faktorên girîng in. Şîî blokeke yekpare pêk naynin, herwekî Kurd û Sunnî jî bi heman pirsê ve rûbirû ne.

Aktorên Kurd

PDK û YNK di dema berê de hertim li dijî hev radiwestiyan. Ji dema veqetîna ji PDK’ya destpêkê ve, 1964, Celal Talabanî û Serokê PDK’yê Mele Mistefa Barzanî reqîbê hev bûn.

Di salên 70, 80 û 90’î de jî, gava ku herêma parastinê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hat avakirin, her du hêzan şerrên bi xwîn dimeşandin. Di navê de demên aram û lihevhatin çêdibûn, lê cudahiya heyî nikaribû bihataya telafîkirin.

Cudahî pirrcureyî bûn û tenê yek sedema siyasî yan ya civakî nikare têrahiya pêşveçûnên dîrokî ji 1964’ê heta 1998’ê bike (7). YNK di destpêkê de cîhê civaka çînên kurd yên bajarî bû. Di demên paş de PDK’yê jî bandor li ser bajaran dikir. Bandora Talabanî jî paşê li ser refên eşîrên kurd çêbû.

PDK hertim di bin hakimiyeta Barzaniyan de bû û hîn jî ev yek weha ye. Talabanî nikaribû bi eynî giraniyê partiya xwe ku êdî piştî veqetandina herêma kurd 1994-2003 ew jî bûye "partiya hikumetê", bixe bin kontrola xwe. Navçeya Soran ku navçeya di bin bandora Talabanî de ye, ji aliyê civakî ji navçeya Behdînan, cîhê ku PDK lê serdest e, cudatir bû û hîn jî cudatir e.

Dîsa jî her du serok, Barzanî û Talabanî hewl didin ku bi awayekî li ser kevnemîrasa xwe hikumdariyeke nû ava bikin. Di rastiyê de partiyên wan ew pergal in ku hikumdariya bi kesayetiya wan ve girêdayî ye li ser piyan bihêlin. Strukturên teqawidî yên welatê petrolê Iraq, rê dide hikumdariya bi vî awayî. Paşê, piştî sala 2003’yan herêma kurd beşek ji hatinên petrolê wergirt (%17 ji hatina petrola Iraqê) û partiyên kurd hikumdariya siyasî wekî Rentseeking-Instrument (li hember dewletê mafperestiya kar û bazara kapîtal) bi kar anîn. Tahsîsa qezenca petrolê di xizmeta çînên kurd yên siyasî de ye (serok û birêvebirên partiyên herî girîng yên kurd). Li gorî qaîdeya edetî ya Iraqê, niştecîhên li Kurdistanê mafê bingehîn ji bo jiyanê werdigirin.

Hikumdariya PDK ji ber gellek sedeman bi hêz ma. YNK cîhê gellek hêzên ji hev cuda bû. Ew ji navendên bajaran dihatin û armanca wan guhertina civaka kurd bû.

Gava ku Talabanî xwest struktureke mîna ya Barzaniyan ava bike, partiyê serî li dij hilda. Reqabet û paşê şerrê kurd bi kurd yê 1994-1998’an û gellek tehdîtên pirralî ji aliyê Saddam û Tirkiyeyê ve, rê nedan dijberiyên nav partiyê bi xwe. Piştî 2003’an, dijberiyê di nav partiyê de dest pê kir. Di sala 1996´an de Noşîrwan Mustafa ku hêviya Talabanî bû, wekî rexnegir ji nav partî derket. Di 2007´an de şirketa peywendî û agahdarî Wuşe (peyv) û paşê di 2008´an de koma xwe Goran (guherîn) damezirand. Di 2010´an de ev kom kete hilbijartinan û di nav sîstema partiyên kurd de bû partiya sêyem.

Piştî gengêşiyên dûredirêj partiyên kurd amade bûn ku wekî bereya kurd tev bigerin.

Neteweperestên ereb
û pêşniyaza wan ji bo
çareseriya pirsa kurd

Wisa dixuyê ku sunniyên ereb di hemû pêşniyazên xwe yên weşandî de Iraqeke erebî û navendî tînin zimên. Sunnî ji bo çareseriya pirsa kurd xwediyê hin fikran in ku ew ji fikrên hikumeta Baas ya berê ne dûr in. (8)

Avasaziya federal di wan reşnivîsan de naxuyê. Ji dêleva vê yekê, herêmeke otonom ku bi hikumeta navendî re ji nêzîk ve girêdayî ye teklîf dikin. Dijberiyên derbarê Kerkukê û navçeyên xwedêgiravî cîhê gengêşiyê ne û li gor qanûna bingehîn garantiyên ji bo Kurdan nayên zimên.

Şansên ku fikirên weha bikevin jiyanê, mirov nikare xeyal jî bike.

Çareya derketina ji krîza
nuha û perspektîf ji bo Iraq

Şik tê de nîne ku dê hikume-
teke iraqî di demeke nêzîk
de bê avakirin. Mirov nikare
lê bifikire ku guhertineke bingehîn ya qaîde û prensîbên piştî 2003’an pêk bê. Dewleteke navendî-ereb muhtemel wê ne xwedîşansê vegerê be û eger bibe, tenê weke çareyeke piçûk ya iraqî be, di maneya Iraqeke sunnî-ereb.

Pêwîstiya qanûna bingehîn pê heye ku di bin çavan re bê derbaskirin. Li tenişta pirsgirêkên usûlane ku divê bên sererastkirin (wekî din demek ji bo avakirina hikumeteke nû û zelaliyek li ser wezîfeya avakirina hikumetekê), wê di pêşerojê de mijarên mezin yên struktura federalîzmê weke noqteyên gengêşiyê xwe derxin pêş.

Kurdan federasyon pêşniyar kir ji ber ku şansê çareseriyeke hîn mezintir mimkun nedidîtin.

Lê wê yekê jî xwe îspat kir ku herêmên ereb û niştecîhên ereb federasyonê red dike, lê belkî tenê hêzên siyasî yên ereb ji ber sedemên siyaseta derveyîn û hindurîn vê yekê red dikin.

Weke prensîp du çareserî hene. Rakirina struktura federal, guhertina wê bi struktureke konfederal bi du komarên hevbeş. Ev yek dê ji aliyê hêzên siyasî yên ereb ve, bê şik, bê redkirin. Dewletên cîran jî dê vê opsiyonê bi dilxweşî pêşwazî nekin. Ji bo lihevhatinê dikare berhevanîna qanûnane bê holê ku ev herêma Kurdan wekî herêmeke taybetî bê îlankirin. Çarçoveya mafên heyî jî divê mîna îroj bimîne. Di derbarê tiştên ku strukturên bingehîn yên herêma wan eleqeder dikin de, Kurd mafê redkirinê werdigirin. Ev dibe weke zewaceke mentiqî.

Zanayê civakî Karl W. Deutsch (9) ku di sala 1990´î de miriye dê weha bigota ku derenceya komunîkasyonê gihiştiye asta herî jêr. Iraq karîbû ji hev biketaya. Polîtologê tirk Ali Kazancigil beriya 25 salan nivîsiye ku dewleta xwedêgiravî di dunyaya sêyemîn de, mirov dikare bi xwedayê yûnanî yê bi du rûyan Janus re bide ber hev ku pirranî ji der ve tê piştevanîkirin, carna jî tê ruxandin. (10)

Çavkanî

  1. Li gorî serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, birêvebiriya Obama zext daye ser partiyên kurd ku cîhê serokdewletiyê ji siyasetmedarekî ereb-sunnî re bihêlin. Kurdan ev yek nepejirand û li dij rawestiyan, ji ber ku hebûna Kurdekî xwedîmaneya sembolîk û siyasî ye, b. Elaph ji 11 çiriya paşîn 2010, www.elaph.com/webForum
  2. Yekemîn car partiyên muxalif yên iraqî ku di zivistana 2002’an de li Londonê civiyabûn, daxwaza eniya Kurdistanê ya li ser sîstemeke federal pejirandin
  3. Serokê nuha yê koma muxalif ya Kurd, Goran, Noşîrwan Mustafa ji dawiya salên 80’î ve bê tawîz mafê çarenûsê diparast
  4. Binêre li ser vê pirsê: Naeem, Naseef, Sîstema dewletî ya nû ya Iraqa Federala Yekgirtî, Frankfurt am Main: Peter Lang 2007
  5. Bi taybetî rojnameya al-Mustaqbal al-Arabi ku li derdora akademîsyenên ereb yên neteweperest xwedî bandor e û ji aliyê Centre for Arab Unity Studies (CAUS) ve (Navenda ji bo Lekolînên li ser Yekîtiya Ereb) li Beyrûdê tê derxistin, xwe wekî saziyeke girîng daye nasandin, sîstema federal li Iraqê red dike
  6. Di vê xalê de jî wisa dixuyê ku Serokatiya Obama bi temamî yekbûn-helandina komên kurd di nav artêşa Iraqê de daxwaz dike. Ev yek dê pirsgirêkên qanûnî bîne holê, ji ber ku li gor qanûna bingehîn bicîhkirina leşkerên iraqî di nav herêmeke federal de, destûra parlamentoya federal pêwîst dibîne. al-Hayat, 28 çiriya paşîn 2010
  7. Ji bo vê yekê, binêre: David McDowell, A Modern History of the Kurds. London 2004. (Dîrokeke Nûjen ya Kurd)
  8. Markaz Dirasat al-wada al-´arabiya: Birnamaj limustaqbal al-´Iraq ba´da intiha` al-Ihtilal (Navenda Yekîtiya Ereb: Bernameyek ji bo dahatuya Iraq piştî dawîlêanîna dagirkeriyê) 2005
  9. Karl W. Deutsch, Nationalism and Social Communication. An Inquiry into the Foundations of Nationality, Cambridge/London 1953 (Neteweperestî û Peywendiya Civakî, Lêgerîneke li ser Bingehên Neteweperestiyê)
  10. Ali Kazancigil (ed.), The State in global perspective. Paris 1986 (ji Perspektîva Globalîzmê ve Dewlet)

Wergera ji Almanî: Hüseyin Kartal