Kultur - Polîtîk (13)

"Min wî dît"


Şev nîvê şevekê… malbateke kurd ku xwedî sê zarok… bavekî welatparêz... vegera ji dawetekê… jîtem û kuştina bav û dê… çavên zarokên kurd yê heya dawiyê vekirîmayî û şokbûyî… fîlmê Miraz Bezar ê bi navê "Min dît" bi vê çîrokê dest pê dike û bi çîroka zarokên sêwîmayî - ku sê heb in û yek ji wan dê ji nexweşiyê û neçariyê bimire- û yê mayî jî dê bi nav bajarên Amedê bikevin. Çîroka Gulistan û Ferat wê di heman demê de rûqetên salên nodî yê derûniya şerr jî raxîne ber çavan. Fîlm dê weha bike ku mirov vê peyva pêşiyan bi lêv bike: Bila mirov bêxwudê be û ne bêxwedî be. Gulistan û Feratê bêxwedî wê xwe zû bigihînin bêxwediyên ku gundên wan hatine şewitandin û li kolana Amedê hînî gramera bajêr bûne. Ferat dê hînî selpakfiroşiye û paşê jî tev li çeteyên welatparêz ku karên diziyê dikin bibe û heya rojekê wek dizekî transferî bajarê Stenbolê bibe. Lê rojekê dema karê xwe yê selpakfiroşiyê dike çav li kujerê bavê xwe bikeve û li ser nigan bi xwe de mîz bike.

Hingê em li Holocusta derûniya zarokên kurd diwarqilin. Gulistan jî dê li parkekê keçikek xama nas bike ku ew jî bermayiya şer e û wê kaxizên ku keçika xama dixe destê wê têxe ber camên texsiyan. Di wan kaxizan de weha dinivîsîne: "Ez keçikek bi tenê me û ji xwe re li hevalên mêr digerim." Mebesta li hevalên mêr gerînê ew e ku bi xwefiroşiyê pere qezenc bike. Gulistan êdî di rola xwişka piçûk ya wê fahîşeyê de ye. Gulistan li ber avahiyan, li ber Migrosan ji bo ku kes ji wan gumanê neke dê têkeve destê Dilarayê û wê li hêviya muşteriyên Dîlanê bimînin (Dilara rûçinka Dîlanê ya fahîşetiyê ye) û bi wî awayî nanê xwe derdixîne. Lê çer çîrok bi pêş dikeve Gulistan jî wek birayê xwe rastî kujerê bavê xwe tê ku ew jî muşteriyê Dîlan- Dilarayê ye. Ya rast Dîlan-Dilara karê xwe li otêlan dimeşîne, lê ji ber ku maliyên kujerê jîtemcî ne li malê ne û ji ber ku heqê otêlê nede wê Gulistanê jî bi xwe re bibe malê ku ji bo cîran ji wan nekevin şikê. Gulistan dê ji birayê xwe wêrektir derkeve û ji mala mêrik demançeya wî bidize. Hewl dide ku kujerê bavê xwe yê di nav nîvînan de razayî bikuje, lê nikare. Dema demançeyê teslîmî birayê xwe û rêhevalên wî yên diz dike, ev hevok dê ji devê wê derkeve:

Hingê em li Holocusta derûniya zarokên kurd diwarqilin. Gulîstan jî dê li parqekê keçikek xama nas bike ku ew jî bermayiya şer e û wê kaxizên ku keçika xama dixe destê wê têxe ber camê texsiyan. Di wan kaxizan de weha dinivîsîne: "Ez keçikek bi tenê me û ji xwe re li hevalên mêr digerim." Lê wê bi hevalên mêr re bi qahpetiyê bike. Gulîstan êdî di rola xwişka piçûk ya fahîşeyê de ye. Gulîstan li ber avahiyan, li ber Migrosan ji bo ku kes ji wan gumanê neke dê têkeve destê Dîlarayê û wê li hêviya muşteriyên Dîlanê bimînin (Dîlara rûçinka Dîlanê ya fahîşetiyê ye) û wê bi wî awayî wê nanê xwe derxîne. Lê çer çîrok bi pêş dikeve Gulîstan jî weke birê xwe rastî qesasê bavê xwe tê ku ew jî muşteriyê Dîlan- Dîlarê ye. A rast Dîlan-Dîlara karê xwe li otêlan dimeşîne û lê ji ber ku maliyên qesasê jîtemcî ne li malê ne û ji ber ku heqê otêlê nede wê Gulîstanê jî bi xwe re bibin ku ji bo cîran ji wan nekevin şikê. Gulîstan dê ji birayê xwe mêrtir derkeve û ji mala mêrik demança wî bidize. Hewl dide ku qesasê bavê yê di nav nîvînan de razayî bikuje, lê nikare. Wexta demançê teslîmî birayê û rêhevalên wî yê diz dike, ew ê vê hevokê bibêje:

- Min wî dît…

Êdî ji bilî mezinan wê zarok jî li pêy heyfa dê û bavê Gulistan û Ferat bikevin ku kuştina bav ji 18 hezar kuştinan mînakek e. Dê heyfa zarokan jî li gor xeyalsaziya wan be. Jîtemciyê ku demançeya wî hatiye dizîn sibehekê dê li çav wêneyê xwe yê ku bi çekên leşkerî hatiye kişandin bikeve û kuştariya hatiye kirin jî wê li bin wî weneyî hatibe nivîsandin. Kujer dê li kuçeyê, li şaneşîna cîranê, di ber camên texsiyan de, li ser peyarêyê dê li pey berhevkirina sûretên xwe bikeve. Lê ev ne bes e, ji zarokan yek dê di hoparloya mizgeftê de bi şêwaza ku li ser erebeyê firengiyan bifiroşe kuştariya kujerî ji hemû bajarî re bibêje.

1) Sînemaya kurd kevneşopiya ku çîrokên xwe bi çavên zarokan bibêje didomîne. Bahman Gohbadî jî hema çi bigire di her fîlmê xwe de heman teknîkê bi kar tîne. Ji ber ku di vê şeva kurd de û di vê trajediya kurd de yên herî paqij mane ew in. Mirov di vê kêlîkê de dikare bibêje kadrajên çavên zarokan dike ku zêde lêpirsîn li fîlm neyên kirin.

2) Zimanê vî fîlmî bêtir bi kurdi ye lê zimanê di ber re tirkiya Diyarbekirê ye ku şoreşgerên kurd tirkiya Diyarbekirê wek romantîzma şoreşgeriya xwe bi kar tînîn û bi vî zimanî Diyarbekirbûyînê li hember nasnameya kurdbûyînê derdixînin an jî wek nasnameya duyemîn xwe lê digirin. Ev tişt bi xwe ji neteweyê dixwe û parametreyên neteweyê dikuje.

3) Hevoka Gulistanê ya "min wî dît" asta fîlm ya zimên nîşan dide. Ev bi xwe nimûneyeke şaşiyên ergatîvê ye. Ne ergatîvî tenê tê de, hemû kurdiya fîlmê ji tewanga xwe heya hevoksaziya xwe xerabe ye, ji bilî kaloyê ku ji xwe re li ser dezgeya xwe pincaran difroşê.

Tiştê ku şanoya kurd, sînemaya kurd û mûzîka kurdî ya li Bakur ku bi serê kurmanciyê de tînin, kes naynê serê hev. Lewre mirov di jiyana rojane de bi kîjan zimanî bipeyive û wî zimanî çawa bi kar bîne, serbest e; lê belê di nivîsandin, berhemên wêjeyî, berhemên sînemayî, şano û muzîkê de, divê mirov zimanekî weha bi kar bîne ku her kes jê fahm bike. Ev cudahiya zimanê kolanê û zimanê bilind di hemû zimanan de heye û zimanê bilind berî her tiştî gramatîkal e. Bi devokan berhem êdî nikarin bên dayin, lewre kurmanciyeke bilind jî heye ku jê re dibêjin kurmanciya standart.

Sîsirkê hesinî û Selîm Berekat

"Me nizanîbû ku tengereyên
dahlan welatan bi hev ve girê didin."


Helbestvanê ereb ê navdar Adonîs weha lomeyan dike: "Mixabin mifteya zimanê erebî îro di destê kurdekî de ye." Ew kurd Selîm Berekat e. Selîm Berekat bi elfebeya erebî xwe bera nav giyaya hewşê dide. Belê tahl e lê wê tahlbûnê wek "pelên pîvaza" Gunter Grass diqeşêre û çi çêj jê derkeve dê bi pirtûka xwe ya bi navê "Sîsirkê Hesinî" de vebêje.

Kolonyalîzm serê ewilî çav berdide zarokên xwe yên bindest. Bi kuştinê, bi dadê , bi perwerdehiyê, bi dêran, bi keşeyan û bi mamosteyan dixwaze zaroktiya ku li ser koka lê şîn tê bibirre û binax bike. Her ew hewl bidin ku wê bîrê bi axê dagirin û ava wê bimiçiqînin dê Selîm Berekat jî rahêje kulingê xwe bîrê û tarîtiyê bikole. Selîm Berekat tûrikê pişta xwe tijeh ax û tarîtî dike û ber bi bayê kurdayetiyê ve dimeşe. Raderînên herî baş di serê pênûsa nivîskar de ne. Zarokên ku Selîm Berekat behsa wan dike xwerû kurd in û ew bîranîn li cem tu gelên dîtir nayên peydakirin. Mînak: "Yê ko gundor ji ser bên bi ser kûçikê FELEMEZO de gindirandibû tu bûyî. Yê ko îsota sor xistibû nav ava qazên SEQMURO tu bûyî. Dema ko tu gumgumokan digurînî û hêlînên çûkan diherifînî tu şêrîn î. Dema ko tu li ser stêrkên xişokane û li ser avên ko baskên balindeyan li xwe kirine dipeyivî tu şêrîn î..." Ev kevanên hanê tenê dikarin ji bo şûmitiya zarokatiya kurd bên vekirin. Di vê kêlîkê de pîyanoya textînî ya nîvîskar tenê ji bo zarokên Kurdan lêdikeve.

Zarokên ku rêhevalên dengê sîsirkan in, dê temenê wan mişt şîddet be - ku tim dengên qiloçên beranan ji wê şîddetê tê- û wê kêfa wan ji zilamên sûtal ku kêrên wan di ber wan de ye, bê. Ew kêr dê carna li rex çem çermê berateyan bigurîne û bi perê çerm dê çend caran biçe sînemayê. Ew zarokatî dê di rêyên kaçaxê bi mayin re derbasî Tirkiyeyê bibe û xurman bi tûtinê bide. Heya roja îroj jî ji bo du bîdon petrol li ser sînoran têne kuştin û hêstirên wan bêxwedî li mala bavê wan vedigerin. Ew zarok dê xwe bidin ber çîrokên qumarbazan û ji xwe re dirûvê wan lehengan çêbikin. Dê ew zarok di nav pirêzeyan de darikên pûş di pozê xwe re bikin daku pozê wan ji xwînê der bikin. Di dema sirûdxwendinê de dê ew zarok di dorê de herdem nerehetiyan bike. Dê ew zarok di nav bîstanên xelkê de rûnên û piştî ku têr bixwin dê îcar bi qalikan bi serê hev bikevin. Xwîn û ava zebeşan tev li hev dibe. Di wan zarokan de ewqas girr û hêrs nebûya dê heya îro çawa 29 serhildan li dar biketana û hewqas serhildêran xwe li çiyayan bigirtana?

Dagirkerên ku serê bîranînên zarokatiya kurd didin ber dahsan; stêrkzanê zaroktiya kurd Selîm Berekat jî wan bîranînan bi "şehên hesinî" yên derasê şeh dike. Her ku ew bikole, dê ji nav hewşa me perîkên elokên ku me ji cîranan dizîbûn derkeve ber rokê. Sîsirkên Hesinî wek xiltekî axa rûhê me teze dike û dike ku bêhna axa şil ji pirtûkê bê.

"Dema tu li ser rovî û nêriyên taristanê dipeyivî, tu şêrin î.."

"Dema tu li ser qantirên bûjîdirêj dipeyivî, tu şêrîn î.."

Nivîskar: Selîm Berekat

Wergera kurdî: Ehmed Huseynî

Weşanxane: Apec, Stockholm, 1997, 95 rûpel

Çavên me ronî: RONAHÎ

Mîr Celadet Alî Bedirxan: Hiqûqnas, zimanzan, nivî-skar, wergêr, berhevkar, stratejîst, şervan, edîtor, Herekol Ezîzan, Bişarê Segman, Nêrewan, mîr, cenanê pembo... Di nav Kurdan de hewqas rêngdêr li ber navê kurdekî din nînin. Her ku Celadet valahiyek di warê kurdayetî û kurmanciyê de dîtiye xwe lê rakişandiye û ji xwe re artêşek kesayetan ava kiriye.

Xebata dawî ya Celadet Bedirxan kovara Ronahî’ yê ye. Ev kovar di 1’ ê Nîsana 1942 ‘an de wek pêveka Hawarê dest bi weşana xwe dike û 28 hejmar derdikeve. Ev sal sala Şerê Cîhanê yê Duyemîn e. Jixwe naveroka kovaran jî bêtir bi dîmenên şer dagirtî ne. Di wî şerrî de Celadet Bedirxan alîgirê dewletên muttefîk e. Rûpelên Ronahî ‘yê jî bêtir bi dîmenên ku muttefîk êrîşan dibin ser faşîzma Hitler û Musollini ve hatine xemilandin digel vê jî çîrokên şerr û yên sivîl jî cîhê xwe tê de digirin. Di wan bergehên sivîl de nûçeyek weha hatiye weşandin: "Zêrîngerên Londrê jî ji bona zefera Îngilistanê dixebitin... ji wan zêrîngeran 38 peya gîhane hev û destagehên xwe yên ku berê tê de tacên qralîçeyên Îngilistanê û ristik û guharên jinên lordan çêkirin, wergerandine destagehên çek û posatan û îro tê de guleyên topan çêdikin." Kovara Ronahî’yê tenê bi bergehên herbê ne xemilandî ye di heman wextî de nîvîskarê kurd jî berhemên xwe tê de weşandine. Her ku hejmarên Ronahî ‘yê derkevin bêtir nivîsên Cegerxwîn, Qedrîcan, Hesen Hişyar, Osman Sebrî û gellek nîviskarên din tê de diweşin.

Balafir, balafirvan, noqar, sîtol, sîwanwanî, cenkeştî, segman, bimbeavêj, zerîpoş, ronîavêj... Ev peyvên îro em bi kar tînin ku di nav Kurdan de wek berhemên "zimanê akedemîk" tên binavkirin 70 sal berê di rûpelên Ronahî’yê de hatine nivîsandin. Celadet ne tenê ferhenga zimanê şerr çêkiriye, herweha hewl daye ku di her warî de peyvan li zimên zêde bike. Çawa ku Martin Luther bi wergera "Pirtûka Pîroz" yekîtiya zimanê Almanî çêkiribe û çawa Dante jî bi berhema xwe ya bi navê "Komedyaya Îlahî" yekitiya zimanê îtalî çêkiribe, mirov dikare bibêje ku Celadet Bedirxan jî bi "Hawar", bi Ronahî û bi berhemên xwe yên din yekîtiya zimanê kurdî çêkiriye ku kurmanciya îro em bi kar tînin çi di warê peyvan de û çi di warê rêziman de ji bilî hûrgiliyan temam hema wekî ya Celadet Bedirxan e. Ev pirsa ji bo Dante tê kirin dikare ji bo Celadet Bedirxan jî bê kirin. Gelo Dante bi zimanê îtalyanan dipeyive an jî îtalyan bi zimanê Dante dipeyivin?

Di dîroka 15.07.1951’ê de Celadet Bedirxan dema ku ji bo debara malê cenantiya pembo dike di bîrekê de werdibe û dimire. Mirov bawer dike ku wê hingê di bin çengê wî de Hawar û Ronahî hebûne. Bi çapkirina kovara Ronahiyê dê barê Celadet hinekî sivik bibe. Wek ku amadekarê pirtûkê Rênas Jiyan jî dibêje: "Ronahî ji bo zimanê me, ji bo Celadetê me, ji bo wêje, dîrok û çanda me herweha ji bo Dinya’ya me ronahî’yek e".

Navê berhemê: Ronahî

Nivîskar: Mîr Alî Celadet Bedir-Xan

Amdekar: Rênas Jiyan

Weşanxane: Belkî, Amed, 2010

Mêjûya weşanê: İlon, 2010