Kultur - Polîtîk (16)

PAHNOZ: Ferhad Pîrbal

Berî hertiştî heger hûn rahêjin pirtûka Çolistanê ya bi zaravayê soranî û dest bi xwendina wê bikin, hûn ê behêtî bimînin. Carekê Çolistan ezber û biçûkxistinên çi yên ji alî kurdan bixwe û çi jî yên alîyê serdestên wan ve hatine ava kirin, tarûmar dike. Wexta em çîrokên di pirtûka Çolistanê de dixwînin, weke genesîsa wêjeyê em dikarin pişteke baş ji xwe re çêkin û xwe pê serbilind bikin. Wê hingê em dikarin bibêjin ku bavê xelkê ne ji bavê me çêtir e û çîroka xelkê jî ne ji ya me çêtir e.

Nexşeya çîrokên di wê pirtûkê de weke nexşeya kurdan bixwe ye. Hema çi bigire hemû çîrokên wî nexşeya welatekî derdixîne. Penaberî, çewisandin, bêwelatîbûyîn, êşa bindestîyê, rev, dinyanedîtina kurdên surgunê, şîzofrenî û îronî lejantên xwe datînin ser nexşeya vê pirtûkê. Lê Ferhad Pîrbal tiştên ku der heqên van têgehan de me ji xwe re ava kirine, yek bi yek xera dike û ji me re rengîntirîn lensên xwendinê çêdike. Hingê ev termên ku li jor tên behs kirin, heya bi çîrokên Ferhad Pîrbal neyên mîna kirin, wê baş neyên fahmkirin jî.

Di çîroka Perawêzên (ku tê mahneya kaxizên avêtî) Ewropayê de lehengê çîrokê Kurdo kurdekî li Ewropayê ye û ji ber tenêtîye bêzar e. Rojekê lehengê me Kurdo di rojnameyekê di rûpelê Hevnasînê de rastî îlanekê tê û di îlanê de çav bi van tiştan dikeve: ‘‘Qîzeke xweşik û ciwan, porzer û çavşîn, di bin resmê xwe de nivîsandibû ku xelka bajarê Sikaginê ye, li taxa Tostgopê, li cadeya Byrondbyê, li xanîyê jimarê 7 de dijî û dixwaze zilamekî rojhilatî yê xwîngerm û ciwan binase… ‘’ Kurdo serî li vê îlanê dide, bersiv tê û ji Kopenhagê ber bi bajarê Sikaginê ve bi rê dikeve. Kurdo bi rêwîtîya xwe bi trênê dike û di trênê de rastî jineke ewropî ya 65 salî tê. Ew deftera xwe ya bîranînan derdixe da ku tiştekî binivîse; ev tişt bala pîrejinê dikşîne û pê re dikeve dîyalogê. Ji ber ku pîrejin wênesaz e pirsa kalîgrafên Kurdo dinivîse, dike. Bi her pirsekê re hûrgilîyên jiyana lehengan derdikevin meydanê. Ev pirs tên heya ser navan ku pîrejin dibêje navê min Bergyty ye.(3). Di vir de Ferhad Pîrbal numreyekê datîne ber vî navî û vê hejmarê weke têbinîyekê li jêra rûpelî dixîne. Çirok bi têbinîyên numarasyona bi awayekî îtalîk di nav rûpelan de dimeşe. Ev têbînî heya dawîya çîrokê digihêjin hejmara 9 ê. Yek ji wan ev e:
(3) Kurdo bi bihîstina navê Bergytyê hinekî bêdeng ma, piştre beyî ku bala xwe bide ser pîrejinê got:
-Navekî xweş e.
Xuya ye pîrejin jî bi van hestên Kurdo kêfxweş bû, got:
-Rûmeta te heye.

Pîrejin hinekî bêdeng ma, di nav hest û şerma xwe de mat bû, li pencerereyê temaşe kir:

LENS 1: Ev numarasyonên ku wexta çîrok didome weke têbineyekê li jêra rûpelê tên dayîn, hestên ku mirov nikarin carekê ji hev re bibêjin, deşîfre dikin. Mirov bi van têbinîyên hatine dayin bêtir nêzî lehengan dibe. Ev têbînîyên îtalîk di nav çîrokê de wezîfeya psîkanalîzê dikin. Bi gotineke din bi van têbinîyan, rûyê lehengan, xwendevanan bêtir nêzîkî dengê xwe yê hundirîn dikin. Ferhad Pîrbal di vir de pozisyona vebêjerîya xwe diguherîne û xwe dike dilqê psîkanalîstekî xwedî dîwan. Ew tiştên ku di civatê de nayê gotin, yan bi tenê di civaka hevaltîya gelekî nêz de tê gotin, nivîskar stêrkan li wan derhişan û binhişan zêde dike. Çawa wexta em pirtûkekê dixwînîn û peyvên em bi mahneya wan nizanibin derdikevin pêşberî me û wergêr stêrkekê li ser wê peyvê dixîne û mahneya wê ji me re li jêra rûpelê aşkere dike, çîroknûs Ferhad Pîrbal jî stêrkan li çîrokên xwe zêde dike û bi vî awayî tebeqeyên xwendinê li ber me firehtir dike.
Çîroka me ya normal didome. Kî çiyê wan hebe ji hev re dibêjin. Bergyt behsa tenêtîya ewropîyan dike. ‘’ Ez rismên tenêtîyê çêdikim. Danîmarka ev e: Tenêtî. Tenêtî. Tenêtî.’’ Wexta mijar dibe tenêtî, Kurdo behsa Kierkegraad dike. (Ku nizanim hemû lehengên diasporaya çima wisa zane ne) lê Bergyt xwezîya xwe bi civaka rojhilatî tîne û dibêje li wir tenêtî tuneye.

LENS 2: Di vir de cudahîya çîrokan, şaristanîyan jî derdikeve holê. Ewropayîyan ferdîtîya xwe pêk anîne. Xwe ji kevneşopîtîyê, ji dêrê, ji cimaetan, ji mîtolojîyê xelas kirine û şaristanîyek rasyonalîst ava kirine. Lê encama vê serpêhatîya şaristanîyê tenêbûn e û xwekuştin e. Jixwe di çîrokê de rêjeya xwekuştinên welatê Danimarka û Swêde jî tê dayîn. Ji alîyê din ve civakên rojhilatî nebûne ferdî. Takekesîya wan hê pêk nehatiye. Hê ji xwe re weke eşîran dijîn û tu derdên wan ên bi vî rengî tunene. Subjebûn û objebûn ne di rojeva wan de ye û ew bextewartir in. Erê di xwendina çîrokê re, di heman demê de em, di dîyalogên lehanga pîrejin û Kurdoyê kurd de du şaristanîyan jî didin ber hev.
Trên dimeşe û çîrok didome. Trên li Skaginê disekine û çîrok didome. Pîrejin û Kurdo bi hev re ji trênê peya dibin. Pîrejin dixwaze rêberîya Kurdoyê penaber ê 27 salî bike û navnîşana ku wê heriyê hêdî hêdî pêş wî bike. Lê dawîya dawî ew navnîşana ku wê Kurdo heriyê, mala pîrejinê bixwe dertê. Ew keçika çavşîn û porzer ku îlana xwe dabû enîşka hevnaskirinê, Bergytîya 65 salî bixwe ye. Tu nabêjî wêneyê ciwanîya xwe di rojnameyê de weşandiye. Kurdo bilêta xwe ya vegerê diçirîne û ji xwe re sedemên psîkolojîk ava dike: ’’Ma çi xem e? Gelek hevalên min, Meqlît, Jîlwan, Evdile û Saman …hemû bi pîrejinên pêncî û şêst salî re dijîn, bila ez jî wisa bikim. Nêzîkî du salan e li Kopenhagê, di nav tenêtî û bêkesîyê de pijiyam. Bergyt, jineke mîhreban û rewşenbîr e,’’ Qet nebe ji bo ziman’’…

LENS 3: Ev çîrok bi mirov dide xuya kirin ku hemû kurdên ku diçin surgunîyê bi keçikên çavşîn û porzer re ranazên. Ev çîrok bi mirov dide xuya kirin ku Ewropa ne kerxaneya kurdan e. Kurd li Ewropayê di warên têkilîyan de perawez (kaxizên avêtî) in û li gel xwendina Kierkegraad jî, kurd dostikîya pîrejinên Ewropayê dikin. Ev çîrok, termên ku dîasporayê di bîra me de çêkirine, xera dike.

ÇİROKA Duyem: ŞİZOFRENÎ (1)
Bextiyar, li ber efserê ku yekemîn berpirsîyarê lêkolînên Dosyaya Bextiyar bû, xav û sist mîna dîlekî rawestiyabû.
Efser berê xwe da tercumanê Bextiyar û got:
-Il faudrais que il aile al Hospital psycytrique.
Tercuman xortekî kurd ê Lubnanî bû, ev axaftin bi xem ji bextiyar re tercume kir, got:
-Keko, tiştê ez dizanim wê te heya demekê bişînin Şêtxaneyê.
Heger tu bixwazî Bextiyar binasî, li enîşka jimare (11) binêre.
Heger tu bixwazî bizanibî bê çi bi serê Bextiyar hat, li enîşka jimare (5) binêre.
Çîroka bi navê şîzofrenî bi vî awayî dest pê dike. Le ev bixwe ne destpêk e. Çîroknûs te bi ber bi enîşkên din ve dibe û tu piço piço agahdarîyên der heqê Bextiyar de ji wan enîşkan hîn dibî. Her ku xwendevan ji malikekê derbasî malikeke din dibe, xwe di ser çend rûpelan re gav dike û dest bi xwendina çîrokê dike. Agahdarîyên ku ji malikan tên berhev kirin ev in. Bextiyar kurdekî Iraqê ye, di 21 salîya xwe de koçî Fransayê kiriye û ev sê sal in li ordîgeheke penaberan dimîne û hevalekî wî yê kurd her van ristên Nalî jê re dixwîne: ’’Dirûnî li dar el Şarezûr û birde/ Kê firmêsk girim îla ew ser de.’’ Bextiyar li welatê xwe jî çûye dibistanê û dixwaze li penaberîyê jî endazyarîyê bixwîne, lê bi dest wî nakeve. Bextiyar birçî dimîne, diçe çopan dide hev, lê wek hevalên xwe yên filistînî, srîlankî naçe ji mexezeyan cilan nadize û nafiroşe. Bextiyar ji tenêtîyê, ji bendemayîna destûra rûniştinê, ji nêza bi şev derdikeve, çi camên avahîyan bi ber wî bikevin dişkîne û ji hikumeta Fransa û ji partîyên Kurdistanê re dijûnan dide. Lewma em hîn di malika ewil ya çîrokê de Bextiyar li ber derîyê nexweşxaneya psîkîyatrîyê dibînin.

LENS 4: Ev tiştên ku li jor tên qal kirin weke çîrok hemû evê dide xuya kirin. Lê ne wisa ye. Her ku diçî malikekê tu rastî tiştine din têyî. Ev çîrok ku ji 8 rûpelan pêk tê bêdawî ye. Her carê nivîskar du malikan dide ber te û tu diçî wir, her tu diçî wir te dişîne du malikên din jî. Xwendina vê çîrokê bixwe te dike şîzofren. Ji ber ku tu dikevî nav labîrentekê û êdî nema dikarî ji nav derkevî. Ev eyn weke tevgera kulîlka lûleperê (nîlufer) ye. Weke tê zanîn tevgerên kulîlka nîluferê di dirûvên ferîbotan de diçe serîyê din, rêwîyên xwe datîne û vedigere serîyê din. Karê wê ji sibehê heya êvarê ev e. Ma jixwe şîzofrenî jî ne tiştekî bi vî rengî ye? Tu riyên derketinê ji mirov re tune ye. Ferhad Pîrbal bi vê çîrokê şîzofrenîya nîluferên avê ji me re nivîsandiye.
LENS 5: Ev çîrok bi mirov dide hîs kirin ku haya çîroknûs baş ji wêjeya dinyayê heye. Romana ‘’Seksek’’ a Julio Cortazar bi heman şeweyê hatiye nivîsandin. Cortazar feyza xwe ji lîstika zarokan girtiye. Ewa ku bi kurmancî jê re dibêjin ‘’xêzk’’ û bi tirkî jê re dibêjin ‘’seksek.’’ Ew lîstik tê zanîn. Zarok pêşîyê kevirên xwe diavêjin malika ewilî û bi pozê sola xwe bêyî kevir li ser çixêzkan bisekine, kevir bi nigekî xwe dahf dide. Lê divê lingê din jî li hewayê be. Wexta malik giş diqedin zarok çavên xwe digirin û dest bi ‘’gupî û pahnozê’’ dikin. Ev lîstik bi çi awayî be jî bi dawî dibe. Lê Ferhad Pîrbal û Julıo Cortazar bi tevina vê lîstikê dilîzin û çixêzkên di bîra xwendevanan de diyarkirî şolî dikin ku xwendevan di nav tekstên wan de rêya xwe nebînin.
Ferhad Pîrbal bi jêbirkê xêzekê ku em pê dizanin paqij dike.

Navê pirtûkê: Çolistan
Nivîskar: Ferhad Pîrbal
Weşanxane: Avesta
Ji soranî bo kurmancî: Şikriya Salih, Firat Kelehkî
Çeşin: Çîrok
Buha: 8 TL
ISBN 975-8637-14-2