Kunên reş ên mafên mirovî yên navneteweyî

Translator

Tiştekî heta niha nehatiye dîtin, midaxeleya leşkerî ya li Lîbyayê her biberdewamî têkilîyên navneteweyî têk dibe. Midaxeleya ku bi biryara Konseya Ewlekarîyê ya rêkxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser navê "berpirsiyarîya parastina gelan" ku mirov jê bişik e, devê gelek welatan şewitand: Çîn, Rûsya her wiha Swêd û Almanya hizir dikin ku Fransa û Brîtanyayê xwest bi zorê hin tiştan biguherin. Di rewşeke wiha nelibar de, pirtûka bi perspektîfên nûjen a fîlozof û hiqûqnasê kanadî Jean-Baptiste Jeangène Vimer derket. (1)

Nivîskarê ku bi pirsa edalet û aştîyê mijûl dibe, di pirtûka xwe de pirsa "dudilîya navberkarîyê" minaqeşe dike: Di 1992yê de balyozekî rojavayî ji xwe re wiha dibêje; "Ez ê çawa bikaribim bi Slobodan Milosevic re him çayekê vexwim, him pê re hisabê xwe bi awayekî aştîyane bibînim û di heman demê de jî, wî weke tawanbarê şerî mehkûm bikim?" Vimer vê yekê wiha rave dike: Li gor wî, daxwaza ji hev cudakirina hiqûq û siyasetê di van odeyên girtî de û li çareserîyên rêkûpêk gerîyan tiştekî xeyalî ye. Ew dibêje, ji ber ku hikûmet û birêveber armanca wê ne, hiqûqa navneteweyî nikare ku ne siyasî be. Bi gotineke din, ew nikare bêyî hêza siyasî, ango dewletî tev bigere. Wê gavê mijar bêtir sînorên dîyarkirî yên tevlîhevîyan in ku bivênevê li pêşîya mirov in. Li gor Vimer "Bi hemî misogerîyên mimkun (...), mehkemeyeke neserbixwe û likar çêtir e ji mehkemeyeke xwedêgiravî serbixwe lê nikare biryarên xwe cîbicî bike".

Ji alîyê din ve, Konseya Ewlekarîyê –ku dikare serî li Mehkemeya Cezayî ya Navneteweyî (MCN) bide û herwiha dozên ku ew li wan dinêre jî bide rawestandin– pirrengîyekê îfade dike ku ew jî ileh nabe sedemê krîzekê. Di 2010ê de, tehdîda wezîfedarkirina MCNê ji alîyê vî miqamî ve, her bi vî awayî banga kîna nijadî ya ku ji alîyê radyoya giştî ya Peravên Îvorîyê ve dihate belav kirin, çibigre wê gavê rawestand.

Vimer piştgirîya prensîpa "serwerîya bisînor" dike; ya ku hîn di dema sekreterê giştî yê NYê (UN) de, ji alî Kofi Annan ve jî dihate parastin. Ev jî tê wateya ku, dewlet ji alîyekî ve îmtiyazên xwe diparêzin û ji alîyê din ve jî acîlîyeta zerûrî ya mafên mirovî, heta exlaqî qebûl dikin. Ma hikûmetan (di hezîrana 2010ê de) derfeta mahkemekirina "tawanên êrişkarîyê" ango bikaranîna legal a zorê ji alî yekê ji wan ve, ne sipart MCNê, û êdî ne bi tenê Konseya Ewlekarîyê? Helbet, ji ber ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Çîn, Rûsya û Îsraîl MCNê nas nakin, riya wan hîn dirêj e. "Mehkeme, divê bi têkilîyên xwe yên bi sazîyên din ve, cîyê xwe di qada navneteweyî de çêke. Ji bo vê jî pratîkeke bi salan pêwîst e".

Lê ev helwêsta pragmatîk ravekirina pêşnîyaza ji bo bilezxistina pêvajoyê li derve nahêle. Ya ku ji bo baclêkirina miameleyên dravî û kiryara hevwelatîyî (Attac) hiqûqnasên Rêkxistinê ji bo wê têdikoşin ev e. (2) Di nav pêşnîyazên wan ên bêjimar de vegerîyana welêt a sazîyên dravî yên navneteweyî (IFI) yên di himêza RNY de jî hene. Banka Cîhanî û Fona Dravî ya Navneteweyî (IMF) yên ku di 1944ê de hatine damezirandin birastî jî otonom bûne. Heke em bên ser Rêkxistina Cîhanî ya Bazirganîyê (OMC), bi lez û bez li derveyî şertê San Fransîskoyê yê 1993yê hate hiştin. Lê, heke mirov wan bike sazîyên NY, IFI divê rêza Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovî ya 1948ê û Peymana Navneteweyî ya der barê Mafên Aborî, Civakî û Çandî ya 1976ê bigirin.

Bêgûman, ji bo ev kar hemî pêk bên divê NY jî karibe bi hemî berpirsiyarîyên xwe ve rabe. Ji bo vê jî divê ew ne bi tenê derfetên madî û diravî bi dest bixe, lê herwiha jî xwe nû bike. Burokrasî û jargona pir wê ji berpirsiyarîyên wê yên li hember gelan bi dûr dixe. Tiştê ku "Rojnivîsên li ser NYê" yên hunermend Nicolas-Emilien Rozeau, bi helwêsteke pêkenî vedibêjin jî ev in. Ew kurtenivîsên wî berhev dikin, carinan hinekî bi awayekî bet, lê pir zindî, ku ew wan di çapemenîya navxwe ya NY de çap dike. (3) Bi zimanekî din, Roberto Garcia Saez bîranînên xwe yên milîtantîya rêkxistinî yên dema ku bi ajansên navneteweyî re dixebitî bi awayekî romantîk dinivîse. (4) Mirov di van çîrokan de jîyana carinan zor a karmendên navneteweyî ku hewl didin roj bi rojê îdealên NY pêk bînin, dibîne.

Çavkanî

  1. Jean-Baptiste Jeangène Vimer, Pas de paix sans justice? Le dilemme de la paix et de la justice en sortie de conflit armé / Aştî bê edaletê bicih tê? Piştî şerê çekdarî dudilîya aştî û edaletê, Presses universitaires de Sciences Po, Parîs, 2011
  2. Collectif, Une autre ONU pour un autre monde / Kolektîf, NYyek din ji bo dinyayeke din, Attac, Tribord, Bruksel, 2010
  3. Nicolas-Emilien Rozeau, Chroniques onusiennes et autres aventures / Rojnivîsên li ser NYê û serpêhatîyên din, Les Deux encres, Le Puy-Saint-Bonnet, 2011
  4. Roberto Garcia Saez, ONU soit qui mal y pense / NY be kî lê xirab difikire, 2011, Editions Les Etoiles, Enghien-les-bains, 2011

Wergera ji fransî: Yaqûb Karademîr