Kurd û self-determination

Di sedsala 20’an de çendîn gelên cîhanê azadiyên xwe bi dest xistin û dewletên serbixwe damezirandin. Ev yek carna bi rê û rêbazên dîplomatîk, carna jî bi têkoşînên çekdarî pêk hatin. Koloniyên kevn ên li Asya û Afrîka’yê û her weha Îsraîl’ê jî dîsa di vê demê de serbixwebûna xwe bi dest xistin. Heta filistîniyan jî dewletek damezirand. Di sala 1971’an de Bengladeş ji Pakîstan’ê veqetiya û serxwebûna xwe ragihand. Ev pêvajo di sedsala 21’an de jî berdewam dike. Çekoslovakya ya berê jî niha du dewletên cihê ye. Gelên Yugoslavya ya berê jî ji wan gelan in ku serxwebûna xwe ya siyasî bi dest xistin. Herî dawî di Sibata 2008’an de Kosova jî azadiya xwe ragihand. Her çend Sirbistan’ê li dijî vê veqetînê derket û serî li Dîwana Navneteweyî ya Edaletê da jî, Tirkiye jî tê de, 66’ê 192 dewletên endamê Neteweyên Yekgirtî (NY) serxwebûna Kosova’yê nas kir. Sê dewletên endamê Civata Ewlekariyê (Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê, Brîtanya û Fransa) jî di nav van dewletan de ye.

Ê Kurd?
Kurd bi serjimara xwe ya nêzîkî çil milyonan wekî mezintirîn gelê bê dewlet dihên naskirin. Her ji ber vê yêkê navê ‘sêwiyên dîrokê’ li wan hatiye kirin. Erdnîgariya Kurdistan’ê, ku hema hema bi qasî axa Fransa’yê mezin e, di navbera çar dewletan de hatiye perçe û belavkirin. Her çend di dîrokê de kurd, bi têgihîştina îroyîn, nebûne xwedî dewletekê jî ew her tim otonom bûne an ku di herêma xwe azad bûne.
Piştî Şerê Yekemîn ê Cîhanê, ku tê de Împaratoriya Osmanî têk çû, di navbera tirkan û dewletên hevgirtî (îtîlaf) de Peymana Sèvres’ê hat girêdan. Li dû vê peymanê kurd xwedî wî mafî bûn ku li jora Mûsil’ê li cihên ku lê piraniyê pêk dihînin, dewleta xwe damezirînin. Lê belê, tirkên li jêr pêşengiya Mustafa Kemal ev peyman nas nekir. Û paşê wan dest bi ‘Şerê Îstîqlalê’ kirin. Piştî damezirandina Komara Tirkiye’yê peymaneke nû an ku Peymana Lausanne’ê hat girêdan û Kurdistan a ku cara pêşîn di sala 1639’an de bi Peymana ‘Qesra Şîrîn’ di navbera Îran û Osmaniyan de hatibû perçekirin bû çar perçe.

Mafê self-determînasyonê
Prensîba self-determînasyonê cara pêşîn di xala yekemîn a Şerta NY’yê de wekî yek ji hîmên bingehîn a huqûqa navneteweyî ya mafên mirovan hat naskirin. Ev rêgez di hîma xwe de mafê gelan e ji bo diyarkirina qedera xwe an ku ev maf him mafekî takekesî û him jî mafekî hevbeşî yê gelan e ji bo hilbijartina statuya xwe ya siyasî û diyarkirina dirûvê aborî, çandî û pêşketina komelgeyî. Ev rêgeza self-determînasyonê bi giştî bi pêvajoya azadkirina welatên kolonî têkildar e ku ev pêvajo li dû pejirandina Şerta NY’yê ya sala 1945’an hatiye destpêkirin.
Bi ya biryara Civata Giştî ya NY’yê hejmar 1541 mafê self determînasyonê dikare bi sê awayan were bikaranîn: Serxwebûn, otonomî û tevlêbûna dewleteke heyî.

Ji bo gelekan encama tatmînkar a yekane ya vê prensîbê serxwebûna giştî ya siyasî ye. Ev yek piranî ji bo welatên dagirkirî yan jî neteweyên kolonî rast e. Ji bo yên din mebesta sereke asteke otonomiya siyasî, çandî û aborî, nebûna mudaxele û êrîş/dagirkeriya ji derveyî welêt û carina jî dirûvê avabûneke federal e.

Mafê self-determînasyonê di huqûqa navneteweyî de wekî mafê pêvajoya endambûna gelekî hatiye ragihandin, ne ya dewlet yan jî hukûmetan. Le belê, di pêkanînê de, dewlet di warê bidestxistina vê yekê de ji gelan bêhtir bandoker in ji ber ku daxwazên otonomiya çandî ji aliyê dewletan ve bi awayekî hêsantir dihên pejirandin û daxwazên serxwebûnê ya komekê piranî dihên redkirin.

Sebaret bi mafê self-determînasyonê du xebatên sereke yên NY’yê hene ku tê de du faktor dihên destnîşankirin ku mafê bikaranîna self-determînasyonê dide gelan: Dîrokeke (raboriyeke) serxwebûnê yan birêvebirineke xwe bi xwe ya li ser axeke diyarkirî, çandeke cihêreng û vîn û zerengiya dubare bidestxistina birêvebirina xwe bi xwe.

Dema yekparebûna xaka welatekî were rojevê, mafê self-determînasyonê di prensîbê de derbaz nabe. Dîwana Navneteweyî ya Edaletê di nêrîna xwe ya şewrê ya sebaret bi yekparebûna axa dewletan de serî li xala 6’emîn a biryara şîretî ya Lijneya Gelemperî hejmar 1514 dide û biryara xwe dispêre wê. Xala 6’emîn weha dibêje: ‘Hemû hewldanên ji bo xerabkirina, giştî yan qismî, ya yekitiya neteweyî û yekparebûna xaka welatekî digel mebest û prensîbên Şerta NY’yê bi hev nake’ Bi gotineke din mafê self-determînasyonê ya gelan, wekî ku di pergala NY’yê de peyda dibe, bi tenê ji bo wan gelan derbaz dibe ku li jêr desthilatdariya mêtînger yan ya biyaniyan de ne an ku ev maf ji bo wan gelan derbaz dibe ku li jêr desthilatdariyeke rewa de najîn.

Di peyman an jî di pêkanînên rêkxistina NY’yê de mafê veqetînê ji dewleteke endam nîn e. Ji ber ku dozkirina vî mafî ji bo parçekirina yekitiya netewî û yekparebûna axî ya dewletekê wê bibe çewt şîrovekirina prensîba mafê self-determînasyonê ya li dij mebestên Şerta NY’yê. Lê belê, rastiyek heye ku kes nikare li dij derkeve, di ronahiya têkiliyên modern a navneteweyî de, prensîba self-determînasyonê xwedî taybetmendiya jus cogens e. Him Dîwana Navneteweyî ya Edaletê û him jî Komîsyona Înter-Amerîkan a li ser Mafên Mirovan a Rêkxistina Dewletên Amerîka’yê di wan dozan de ku hatibûn pêşiya wan weha biryar dan ku ew piştgirî didin wê nêrînê ku dibêje prensîba self-determînasyonê her weha xwedî statuya erga omnes e.

Di heman paralelê de, di sala 1970’an de bi boneya 25’emîn salvegera damezrandina NY’yê de biryara hejmar 2625 hate pejirandin. Her çend gelek mijarên biryara hejmar 1514 di vir de jî hatin dubarekirin, sebaret bi yekitiya netewî û yekparebûna axa dewletekê de vê biryarê hin şert û mercan rêz dike ku tê de yekitî û yekparebûn êdî derbaz nabin. Li dû wê:‘prensîba yekitiyê digel prensîba mafên yeknesak û mafê self determînasyonê bi rê ve diçe û ji bo wan hukûmetan derbaz dibe ku hemû şêniyên welat bêyî ku cudageriya ji ber nijad, bawerî û reng hebe temsîl dike.’ Bi xwendina berevajî hukûmetek ku cudageriyê bike nikare ji prensîba yekitiyê sûdê werbigire.

Lê mixabin, dema em li wan rewşan dinihêrin ku tê de doza prensîba self-determînasyonê hatiye kirin, em rastî siyaseta jêrevînê (îmtînakirinê) dihên: Prensîba self-determînasyonê veguheriye çeka vegotinên siyasî. Komeleya navnetweyî, ji ber vê yekê, ew gelên ku doza prensîba self-determînasyonê dikin, bi tenê hiştine. Divê were israrkirin ku komelgeya navneteweyî wan rewşan ku tê de doza mafê self-determînasyonê dihê kirin bi awayekî rêk û pêk, bi awayekî legal binirxîne.

Di Huqûqa navneteweyî de self-determînasyon
Prensîb û mafê bingehîn a self-determînasyonê yê hemû gelan di huqûqa navneteweyî de bi awayekî eşkere hatiye ragihandin.
Prensîba self-determînasyonê cara pêşin ji aliyê Serokê Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê (DYE) Woodrow Wilson ve hat pejirandin. Wilson di sala 1916’an de gotibû ku ‘Her gel xwedî wî mafî ye ku hilbijêre ka li jêr kîjan desthilatdariyê bijî’. Lenîn jî piştgirî da mafê self determînasyonê ji ber ku bi ya wî ev prensîb rêyeke baş bû li dij kolonyalîzmê.

Paşê, li dû Şerê Yekemîn ê Cîhanê ev prensîb bû prensîba jinûveavakirina Ewrûpa’yê. Ev prensîb her weha di sala 1941’ê de li Şerta Atlantîk hat zêdekirin û paşê jî bi awayekî eşkere di xala yekemîn a Şerta NY’yê de teşe girt. Şerta NY’yê diyar dike ku naskirina vê prensîbê di asta gerdûnî de pewîst û bingehîn e ji bo domdariya tekilîyên hevalbend û aştiyane ya di navbera dewletan de.
Mafê self-determînasyonê her weha di xala pêşîn a hevbeş a Peymana Navneteweyî ya sebaret bi Mafên Medenî û Siyasî (ICCPR) û Peymana Navneteweyî ya sebaret bi Mafên Aborî, Komelgeyî û Çandî (ICESCR) de, ku ev her du peyman di sala 1976’an de ketin meriyetê, wekî mafê hemû gelan hat ragihandin. Rêza yekemîn a vê bendê dibêje:
.......................................................................
“Her gel xwedî mafê self-determînasyonê ye. Li jêr vî mafî ew dikarin bi serbestî statuya xwe ya siyasî diyar bikin û bi azadî pêşketina xwe ya aborî, komelgeyî û çandî pêk bînin.”

Mafê self-determînasyonê yê gelan di çendîn peymanên herêmî û navneteweyî de jî hatiye pejirandin. Guncan e ku mirov bibêje ku mafên gelan li jêr huqûqa navneteweyî hatiye naskirin lê belê lîsteya mafên bi vî rengî ne gelek zelal e. Hevdem, huqûqa girêdêr (hard law) di wateya Peymana li dij Nîjadkujiyê de mafê self-determînasyonê û mafê hebûnê dihewîne.

Pêşketina vî mafî ya di peymanên navneteweyî yên li ser mafên mirovan û Danezana Viyana’yê û Bernameya Tevgerê de, destnîşan dike ku mafê self-determînasyonê parçeyeke bingehîn a huqûqa navneteweyî ya mafên mirovan e ku ew huqûq li seranserî gerdûnê derbaz dibe. Ji aliyê din de jî, hatiye derblêdan ku bicihanîna mafê self-determînasyonê şerta bingehîn e ji bo bikaranîna mafên din ên bingehîn ên mirovan û azadiyên bingehîn ên wekî medenî, siyasî, aborî, komelegeyî û çandî.

Gelek dewletan sebaret bi mafê self-determînasyonê li dij ICCPR û ICESCR’ê şert daniye. Wekî mînak, Komara Hîndîstan’ê sebaret bi xala 1’emîn a ICESCR’ê angaşt dike ku mafê self-determînasyonê bi tenê ji bo wan gelan derbaz dibe ku li jêr desthilatdariya biyanî dijîn û nabe ku li dij dewletên serdest ên serbixwe were dozkirin. Her weha divê yekitiya neteweyî jî were parastin. Bi awayekî wekhev, Keyaniya Tayland’ê jî radigihîne ku mafê self-determînasyonê divê weha were şîrovekirin ku bi wê şîrovekirinê bi hev bike ku di Danezana Viyana’yê û Bernameya Tevgerê de hatiye ragihandin ku di 25’ê Pûşbera 1993’an de ji aliyê Konferansa Cîhanî ya li ser Mafên Mirovan hatiye pejirandin.

Li hember van şert û angaştan, Komara Federal a Almanya’yê bi hişkî li dij gotinên Komara Hîndîstan’ê derket û diyar kir ku ev prensîb ji bo hemû gelan derbas dibe, ne tenê ji bo wan gelan ku li jêr desthilatdariya biyaniyan dijîn. Lewma, her gel xwedî mafê bi serbestî diyarkirina statuya xwe ya siyasî û bi azadî pêkanîna pêşketina xwe ya aborî, komelgeyî û çandî ye. Almanya’yê her weha gotûbêj kir ku tu tixûbên ji bo pêkanîna vî mafî ku yê hemû gelan e wê bi mebest û armancên peymanan hev neke. Bi awayekî wekhev, Hollanda’yê jî diyar kir ku hemû hewldanên ji bo tixûbkirina bergeha vî mafî yan jî girêdana wan a bi şert û mercên nû, wê naveroka têgiha self-determînasyonê teng bike û bi vî awayî taybetmendiya wî ya ku li seranserî gerdûnê dihê pejirandin qels bike.
Ji nebûna hevbîriyê diyar e ku sebaret bi bikaranîna mafê self-determînasyonê di nav dewletan de lihevkirinek nîn e.

Hin şert û mercên taybet hene ku tê de mafê self-determînasyonê dihê pejirandin. Her çend, self-determînasyon ragihandineke yekalî ye jî, heger dewlet jî jê razî be wê demê veqetîn hêsantir dibe. Ji aliyê destûra bingehîn ve jî, divê destûra bingehîn a dewletê destûrê bide veqetîna yekalî. Destûrên bigehîn ên Yekitiya Sovyetên berê, Çekoslovakya ya berê û her weha Yugoslavya ya berê destûr didan veqetîna yekalî. Wekî mînak, di destûra bingehîn a Çekoslovakya ya berê de dihat gotin; “heta radeya veqetînê, naskirina mafê self-determînasyonê, ya ku nabe ku paş de were stendin, û rêzgirtina serdestiya her neteweyê û mafê wan ê bi serbestî diyarkirina şêwaz û teşeya jiyana xwe ya wekî neteweyek û wekî dewletek”.

Di doza veqetînê ya Quebec’ê de dadgeha Kanada’yê diyar kir ku mafê gelan ê self-determînasyonê ku di çendîn peymanên navneteweyî de hatiye pejirandin xwedî du hêmanan e: self-determînasyona navxweyî ku dibêje; “pêkanîna pêşketina siyasî, aborî, komelgeyî û çandî ya gelekî di nav çarçoveya dewleteke heyî de” ; û self-determînasyona derveyî ku dihê wateya “mafê veqetîna yekalî”. Ji ber ku mafê self-determînasyonê her tim digel “rêzgirtina yekparebûna axa dewletên heyî” dihê rojevê, divê weha were têgiştin ku ev prensîb mafê veqetînê nahewîne… ji bilî şer û mercên taybet’. Dadgehê wan şert û mercên taybet rêz dike ku ew gelên ku tê de ne xwedî mafê veqetîna yekalî ne:
(a) Ew gelên ku li jêr desthilatdariya dagirkeriya koloniyal a hêzên biyanî de ne;
(b) Ew gelên ku tûşî “zordestî, serdestî yan jî mêtîngeriya biyaniyan a li derveyî çarçoveya kolonyalîzmê” dibin û her weha;
(c) Ew gelên ku “ji mafê bikaranîna watedar a mafê self-determînasyona navxweyî bêpar hatine hiştin.”

Li jêr ICCPR mafê self-determînasyonê
Xala yekemîn a ICCPR’ê mafê self-determînasyonê yê gelan nas dike. Her çend mafê self-determînasyonê ku di peymanê de hatiye pejirandin mafekî takekesî nîn e, dema mirov li avabûna peymanê bi giştî binihêre diyar dibe ku mafê self-determînasyonê mafekî hevbeşî ye ku ji gelan re vekirî ye. Hevdem, komelgeyên ji bilî wan komelgeyan ku tûşî “zordestî, serdestî yan jî mêtîngeriya biyaniyan a li derveyî çarçoveya kolonyalîzmê” dibin di çarçoveya xala yekemîn a ICCPR’ê de wekî ‘gel’ nayên pejirandin. Ji aliyê din de jî, du hêmanên sereke hene ku mafê self-determînasyonê dide gelan. Ev; “dîrokeke serxwebûnê yan birêvebirineke xwe bi xwe ya li ser axeke diyarkirî, çandeke cihêreng û vîn û zerengiya dubare bi dest xistina birêvebirina xwe bi xwe.”

Lê belê, serlêdanên li jêr Protokola îxtiyarî bi tenê dikare ji aliyê takekesan ve were bikaranîn û divê sebaret bi binpêkirinên mafên takekesî be. Bi vî awayî, serlêdaneke ji bo mafê self-determînasyonê nabe ku di çarçoveya vê Peymanê de were kirin û serlêdaneke weha wê li jêr xala sêyemîn a Protokolê wekî ‘nabe ku were qebûl kirin’ were ragihandin.

Kurdistan û self-determînasyon
Kurdistan di wateya kelepûrî de ne koloniyek e ne jî ji aliyê hêzên rojavayî ve hatiye dagirkirin. Ji ber vê yekê mafê self-determînasyonê, ku di biryara hejmar 1514 de hatiye naskirin, ji bo kurdan derbaz nabe û her weha yekitiya ‘neteweyî’ û yekparebûna axên Tirkiye, Îraq, Îran û Sûriye’yê dihên parastin.

Hêjayî gotinê ye ku Bengladeş û Xirvatistan jî ne koloniyê kelepûrî bûn lê dîsa jî serxwebûna xwe bi dest xistin. Di vir de, her weha, bi awayekî mafdar, mirov dikare li jiyan û temsîliyeta kurdan di hukûmet û rêveberiyên dewletên gotî de binihêre û doza biryara hejmar 2625 bike. Ji bilî İraq’ê (ew jî ji 2003’an û vir ve) niha li tu welatên ku kurd lê dijîn, mafê self-determînasyona navxweyî ji kurdan re nehatiye dayîn. Dîsa li van welatan rêyeke huqûqî (dadgehî) yan jî siyasî nîn in ku kurd bikaribin serî lê bidin. Berevajî vê yekê, hebûna kurdan dihê înkarkirin û mafên wan ên bingehîn ên mirovî dihên binpêkirin û kurd tûşî siyasetên pişavtinê dibin.
Wekî mînak li Tirkiye’yê, ku ev dewlet bi tevkariya kurdan re di encama şerê li dij hêzên rojavayî de hat damezrandin, hebûna kurdan nayê naskirin û her kesê ku hewlê dide ku qala kurdan bike bi xalên qanûna cezayî ve dihên cezakirin ku tê de gelek hukmên ji qanûnên Mûsolînî cih digirin. Wekî mînak ‘qedexeya afirandina hindikahiyan, zirardayîna hestên neteweyî û heqaretkirina tirkibûnê’. Her weha ‘yekitiya neteweyî û yekparebûna axa welêt ku nabe were perçekirin’ di qanûna cezayî de xwedî ciheke gelek girîng e. Gelek biryarên dadgehên Tirkiye’yê yên li dij kurdan, ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpa’yê ve hatiye tescîlkirin ku neheq in. Di nav van dozan de şewitandina gundan, kuştinên bêdarizandin, bêserûşûnkirin û îşkence xwedî hejmareke gelek zêde ne.
Destûra bingehîn a Tirkiye’yê, ku piştî 3’yemîn darbeya leşkerî hatiye amadekirin, hîna jî hemû hemwelatiyên welêt wekî ‘tirk’ bi nav dike û nahêle ku tu zimanek, ji bilî tirkî, wekî zimanê dayîkê were hînkirin. Qanûna li ser partiyên siyasî, digel gelek qedexekirinên din, benda ji sedî deh li dij kurdan û hindikahiyên neteweyî yên din ên li welêt wekî astengekê bi kar dihîne û da ku nikaribin bikevin parlementoyê.

Kiryarên dewleta tirk ku li jorê hatin rêzkirin dikevin çarçoveya xala 2’yemîn a Peymana Pêşîlêgirtina Nîjadkujî, ji ber ku hemû kiryarên vê dewletê bi awayekî sîstematîk in û bi mebesta pişavtin û tunekirina kurdan dihên lidarxistin.

Hevdem, biryara hejmar 2625 diyar dike ku şer û pevçûnên ji ber doza self-determînasyonê nabe ku wekî şerê navxweyî (şerê sivîl) werin dîtin. Divê ev şer, wekî şerê navneteweyî werin qebûlkirin ku di van şeran de endamên NY’yê xwedî mafê mudaxelekirinê ne. Lê belê, Tirkiye serhildana çekdarî ya kurdan, ku ev 25 sal in didome, wekî kêşeya terorê bi nav dike da ku welatên din mudaxele nekin. Ji ber ku Bengladeş bi mudaxeleya Hindistan'ê û Bosna û Xirvatîstan jî bi mudaxeleya Amerîka û endamên din ên NY’yê ve bûn serbixwe. Lê belê Bîafra (Nîjerya) û Katanga (Zaîre ya berê- Komara Demokratîk a Kongo’yê) ji ber nebûna piştgiriya ji derveyî welêt nikaribûn serxwebûna xwe berdewam bikin.
Tiştê balkêş ew e ku, DYA’yê bi mudaxeleya leşkerî rejîma Saddam Husên rûxand û dewleta federal a kurdan nas kir. Lê belê heman DYA’yê çav û guhên xwe li mafên kurdên li welatên din ên wekî Tirkiye’yê girtine.

Encam
Li dij kurdên li Tirkiye, Îran û Sûriye’yê kiryarên binpêkirina mafên mirovan û pişavtinê bi awayekî sîstematîk pêk dihên. Her weha, kurd li van welatan nikarin bibin xwedî temsîliyeta siyasî. Tu rêyeke dadgehî û siyasî jî nîn in ku ew bikaribin sûdê jê werbigirin, an ku kurd ji mafê self-determînasyona navxweyî bêpar hatine hiştin. Her çend rewşa kurdên li Îraq’ê jî ji kurdên din baştir bin jî seqemgîriyek nîn e. Rewş ji van hêlan ve gelekî dişibe rewşa li Yugoslavya û Bengladeş’ê. Lewma dikare were gotin ku kurd xwedî mafê self-determînasyonê ne.

Di nav partî û komên kurdan de sebaret bi bikaranîna mafê self-determînasyonê lihevkirinek nîn e. Daxwaz çi dibin bila bibin, serxwebûn, federasyon yan jî otonomî (çandî yan siyasî), divê gelê kurd di encama referandûmekê de bi xwe biryarê bide ka çi dixwaze!

Çavkanî

A.Celîl Kaya : Huqûqnas

  • Di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de dihê gotin: "Vîna gelan divê bibe bingeha desthilatdariya hukûmetan.’ Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan, G.A. Res. 217A (III)(1948), Bend. 21; Peymana Navneteweyî ya li ser Mafên Sivîl û Siyasî (ICCPR), Mar. 23. 1976, 999 U.N.T.S. 171, Bend. 1; Peymana Navneteweyî ya li ser Mafên Aborî, Komeleyî û Çandî 3, 1976, 999 U.N.T.S. 3, Bend. 1.
  • ICCPR, Art.1; ICESCR, Art. 1; Danezana Viyana’yê û Bername ya Tevgerê (1993) xala 2, H. Gros Espiell, U.N. Doc. E/CN.4/Sub.2/405/Rev.1, U.N. Sales No. E.79.XIV.5 (1980).
  • Doza Sahara ya Rojava, 1975 Dîwana Navneteweyî ya Edaletê 12, 31
  • Hector Gros Espiell Raportorê Taybet li dij cudagerî û parastina kêmneteweyan (E/CN.4/Sub.2/405/Rev.1), 1980
  • Dadger Nagendra Singh Doza Sahara ya Rojava ~.C.J. Reports 1975, p. 80
  • Ibid p. 31
  • Ibid. p. 68
  • Rapora Konferansa San Francisco ya li ser mafê self-determînasyonê 1/1/34 (vol. VI, p. 396))
  • Jus Cogens têgiheke Latînî ye ku dihê wateya ‘huqûqa serdest/îcbarî/bilind’. Divê hemû dewlet bi ya vê huqûqa bilind bikin. Qedexeya komkujî, koletî û îşkenceyê çend mînak in ku li jêr tu şert û mercî nabe ku werin pêkanîn. Di Peymana Viyana’yê ya sala 1986’an de jus cogen wekî doktrîneke huqûq navneteweyî hatiye pejirandin.
  • H. Gros Espiell, op. cit. at p. 12.
  • Erga Omnes têgiheke Latînî ye ku dihê wateya mafê kû dikare li dij her kesî were dozkirin. Di huqûqa navneteweyî de ev têgih dihê wê wateyê ku her dewlet, ne hewce ye ku peymanek îmze kiribe, divê bi ya vê prensîbê bike. Wekî mînak qedexeya korsanî, koletî û cudageriya nîjadî.
  • Doza Belçîka- Îspanya, 1970 Dîwana Navneteweyî ya Edaletê 3, 32, Doza Nikaragûa, 1986 Dîwana Navneteweyî ya Edaletê 14. Komîsyona Înter-Amerîkan, daxuyanî, no. 13/93 ( Gulan 25, 1993).
  • http://www.unhchr.ch/html/menu3/b/treaty4_asp.htm
  • Destûra Komara Federasyona Gelan a Yugoslavya’yê, 1946, art. 1 ; 1963, xala 1, 1974
  • Destûra Çekoslavakya’yê No. 143/1968 Sb., 1968, No. 327/1991 Sb., 1991,
  • Doza Veqetînê ya Quebec’ê [1998]
  • Ibid. 282.
  • Ibid
  • Ibid 277-78, 280.
  • Ibid 280-81
  • Ibid 285
  • Ibid.
  • Hector Gros Espiell Raportorê Taybet li dij cudagerî û parastina kêmneteweyan (E/CN.4/Sub.2/405/Rev.1), 1980