Kurdên ji dewletê bêparhiştî, nabe ku dersên dîrokê ji bîr bikin

Birînên vekirî li Rojhilatê Navîn
Translator

2 mîlyon kurdên ji zextûzora rejîma baas reviyayî, di mijara vegera malê de bi dudilî tevdigerin, tevî ku zêde ne xurt jî bin garantîyên ewlekarîyê yên ku hebûna eskerên amerîkî yên li sînor û derfetên RNY (Rêxistina Neteweyên Yekbûyî) pêşkêşî wan dikin. Li alîyê din, muxalefeta kurd ji bo bidest-xistina xweserîyê û demokratîkbûna welêt, neçar ma xwe bide ber peymaneke dijwar. Ji bo vê neteweya ji dewletê bêparhiştî, dersên dîrokê nikarin bên ji bîr kirin.

Kurdên Iraqê yên êdî bawer kirin ku ketin binê herî kûr ê kendalê, hêvî dikirin ku şerê Kendavê wan ji kabûsa herî dirêj a dîktatorîyê rizgar neke jî, qet nebe, wê di çarenivîsa wan de başbûneke berbiçav pêk bîne. Piştî "bihara wan a azadîyê" ya zêde demkurt, kurd careke din dibînin ku ketina nav tofana herî xedar a dîroka xwe ya bi livûtevgeran û bûyerên trajîk honandî. Kurdên careke din bûn gorîyên siyaseta reel û xeyalên xwe yên xapînok, niha bi qiriktahlî hîs dikin ku felekê felaketa herî mezin bi serê wan de aniye; ew çi dikin bila bikin, ew çendî wêrek bin bila bibin, awayê têkoşîna wan, daxwazên wan çiqasî mutewazî jî bin, ji wan tirê ku ew neçar in heta hetayî bibin qurbanên şer û aştîyê, weke netewe li derveyî lîstikê hatine hiştin, bendewarîyên wan û hetta hebûna wan bixwe, zêde nerihetîyê didin berjewendîyên bicihbûyî û ji ber vê yekê ew bi awayekî ji awayan hatine lanet kirin.

Berevajîyê bedbextîyên gelek neteweyên din, malkambaxîya kurdan ne ji ber dijberî û dijwarîya xwezaya welatê wan e. Sirûşta welatê wan ê mîna Fransayê mezin, bi çavkanîyên xwe yên avê, bi erdê xwe yê bi xêrûber a ku mirovan cara pêşî li ser wê çandinîya genim kiriye, bi petrola xwe û çavkanîyên xwe yên din ên madenî yên ku wê karibûya bextiyarî bianîya ji bo gelekî ji 25 mîlyon kesan pêk tê û mîrasgirê şaristanîyeke xweser a bi hezaran salan e, bûye warê civakeke ku bi zimanê xwe û hevrengîya çanda xwe têra xwe balkêş e.

Kurdistaneke serbixwe ya bi van avantajan xemilandî, îro wê karibûya bibûya yek ji dewletên herî halxweş û xurt ên Rojhilatê Navîn û bi nifûsa xwe ya boş û qelebalix, ew ê bibûya hêzeke sereke li nav welatên endamên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ne. Ev welatê ku di salên 1920ê de ji alîyê Tirkîye, Îran, Iraq û Surîyeyê ve bû mexdûrî parvekirineke kolonyal, îro giranîya wî kêmtirî ya Luksembûrg an jî girava Maltayê ye û li nav civata neteweyan ne xwedî dengek e, ne jî xwedî statuyeke besît a çavdêrîyê ye.

Arşîva bîra Kurdan

Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Kendal Nezan bi vê nivîsa xwe ku demeke girîng ji
dîroka Kurdistanê di salên 90ê de şirove dike, rewşa tevgera kurdî, zehmetiyên heyî, siyasetû dîplomasiya li ser kurdan tên meşandin, radixîne ber çavan. Mustafa Barzanî bi dijwarî
û astengiyên çawa re rûbirû ye, dewlet û welatên Rojhilatê Navîn bi çi armancê tevdigerin û tevgerên kurdan yên wê demê bi çi zehmetiyan li ber xwe didin, belawelabûna kurdan di çi radeyê de ye, dijminên kurdan li dijî wan çi metodên şer û siyasî bi kar tînin ûwd. hemû mijarên vê nivîsê ne. Ev nivîs ji aliyekî din jî girîng e: Şanî me dide ka têkoşîna gelê kurd ji çi rojên dijwar derbas bûye û gihîştiye hêza xwe ya îro.

Sozên jibîrkirî, peymanên binpêkirî

Encam pir zelal xuya dike: Li serdema dewlet-neteweyan, bêyî dewleta xwe, gelê kurd rizgar nabe. Kurdên ku heta nîvê sedsala nozdehem, di çarçoveyên Împaratorîyên Osmanî û farisî de, bi pazdeh mîrekîyan, xwedî xweserîyekê yan jî nîv-serxwebûnekê bûn, ji hebûna qanûneke wisa dijwar a serdemên nûjen hinek bi derengî haydar bûn. Şerên ji alîyê mîrek û pêşengên manewî yên kurdan ve pêvajoya dirêj a sedsala dawî ji bo yekbûnê û serxwebûna Kurdistanê hatin meşandin, li himberî Împeretorîya Osmanî ya dor bi dor ji alîyê brîtanîyan û almanan ve dihat destek kirin, hemûyan şikest xwarin û têk çûn. Li gel vê yekê jî, bi wan şer û têkoşînan, kurdan vîna xwe ya ji bo bidestxistina dewleta xwe, nîşanî hêzên serdemê dan. Hema dor(tir)a rojê ya yekemîn şerê cîhanê ev daxwaz ji alîyê serokê amerîkî Woodrow Wilson ve li ber çavan hat girtin ku di projeya xwe ya statuyên Civata Neteweyan (SDN) de, di nav hebûnên şerqî yên Împeretorîya Osmanî de pêşbînîya avakirina sê dewletan dikir: Erebistan, Kurdistan û Ermenistan. Wekî din, peymana navneteweyî ya Sevrê ya di tebaxa 1920ê de di navbera Fransa, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Qralîyeta-Yekbûyî (Brîtanya) de morkirî, di benda III. de (xalên 62-64) mafê xwedîbûna dewletekê ji bo gelê kurd dihat nas kirin.

Li gel vê yekê jî, li pey serhildana nasyonalîst ya generalê tirk Mustafa Kemal, ev peyman nehat bi cih anîn û li şûna wê di 1923yê de Peymana Lozanê hat bi cih kirin û bi vê peymana dawîyê Tirkîyeyê beşa mezin a Kurdistanê bi ser xaka xwe ve kir, îlhaq kir. Di wê navberê de, bi peymana franco-brîtanî ya 20ê cotmeha 1921ê, herêmên kurdan yên li ser Cizîrê û Kurd-dagê bi Surîyeyê ve hatibûn girêdan. Lê hê jî wilayeta kurdan Mûsil mabû û tirk û brîtanîyên ku çav berdabûn çavkanîyên wê yên dewlemend ên petrolê, dixwestin wê jî li axa dewleta îraqî ya nû afirandî, zêde bikin. Wezîfedarkirî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, Civata Neteweyan di çileyê 1925ê de bi lezûbez komîsyoneke di bin pêşengîya kontê macarî Teleke de şand herêmê: Di dawîya du mehên lêkolîn û lêgerînê de, ev komîsyon gihîşt wê encakê ku ji heştan heftê şênîya vê wîlayetê nedixwest bikevin bin nîrê desthilatîya tirkan ne jî bi Bexdayê ve bên girêdan; tiştê ku wan dixwest avakirina dewleteke kurd a serbixwe bû.

Tevî vê destnîşankirina têra xwe darîçav û vekirî, Konseya SDNê di 16ê kanûna 1925ê de, li gor berjewendîyên Împeretorîya Brîtanî, ya ku teyîd dikir ku, bêyî petrol û dewlemendîyên çandinîyê yên vê axê, Qralîya Îraqî wê nikaribe xwe li ser piyan bigire, biryar da vê wilayeta kurdan bi Iraqê ve girê bide. (1) Di berdêla rizanîşandana vê plana brîtanî, Fransa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê her yek ji wan bû xwedî para ji sedî 23,75ê hîseyên şirketa Turkish Petroleum (paşî navê Iraq Petroleum Co lê hate kirin) a ku kanên petrolê yên bin erdê yên Kurdistanê dertanîn û bi vî awayî heta sala 1972yê ji hatinên petrola kurdan îstîfade kirin.

Di nav xemeke xuyayî ya dadwerîyê de, Konseyê soz dabû ku ji bo kurdên vê wîlayeta ku bû Kurdistana iraqî, xweserîyê an jî rêveberîyeke xweser nas bike. Zimanê wîlayetê wê bi kurdî bûya û karmendên wê jî wê kesên xwecihî bûna. Ev soz ti caran nehat bi cih anîn, û serhildanên ji bo daxwazkirina nîşandana rêzgirtinê ji bo wê sozê, ji alîyê RAF a brîtanî ve hem hingê hem jî piştî bidawîhatina hîmayeya brîtanî û bi awayekî fermî serxwebûna Iraqê jî, bi dijwarî hatin perçiqandin. Çawa Fransa bi tenê çalakîyên çandî ji bo kurdên Sûrîyeyê rewa dîtin, Londonê jî, ne zêdetirî wê, ji kurdan re, bi tenê di weşanan de azadîya bikaranîna zimanê wan qebûl kir. Her çi hukûmeta Enqerêyê bû, wê jesteke wisa piçûk jî nîşan neda ji bo gelê kurd ê ku wê di pêvajoya şerê îstîqlala Tirkîyeyê de, soza xweserîyeke pir nêzî federalîzmê dabûyê. Di 3yê adara 1924ê de hukûmeta tirk gelê kurd û hemû nirxên wî yên nasnameyî qedexe kirin, dibistan û rojnameyên kurdî girtin û Meclîsa pêşî ya neteweyî ya ku tê de, bi reng û nasnameyên xwe, heftê û pênc parlementerên Kurdistanê jî hebûn, pelişand û ji hev xist. Tirkîye êdî dibû dewleta yek û neparvebar a tenê tirkên "efendî û begên welêt ", hemû kesên bi " koka xwe, ne tirkên saf bin, tenê xwedî mafekî ne, mafê xulambûyîn, mafê kolebûyînê ". (2)

Bi çarenivîsa vî gelî ji destpêka salên 20ê ve bi vî awayî hat lîstin, çarçoveya ezmûn û bedbextîyên wî yên paşerojê jî ji bo demeke dirêj wisa ma û dewam kir. Sînorên nû êdî wê neguhêrbar bûna û tiştê para vî gelî diket ew bû ku hewl bida weke "hindikahî" li nav dewletên ku ji alîyên rejîmên zordar ve dihatin bi rê ve birin, rewşa xwe hinek çêtir bikira. Bi gotineke din, her du lingên wî ketibûn solekê û ew ê bi qedera xwe razî bibûya. Gelek serhildanên wî yên di salên 1920-1930ê de, pirî caran bi sûdwergirtina ji desteka teknîk û siyasî ya Yekîtîya Komarên Sovyetên Sosyalîst (YKSS), Qralîyeta-Yekbûyî û Fransayê, ji alîyê Tirkîye, Îran û Iraqê bi xwînrijî hatin perçiqandin. Van hêzan gelek caran li dijî kurdan lihevûdin kirin (peymana tirk-îranî ya 1930ê, lihevkirina tirk-îraq-îranî ya Saadabad a 1937ê ku di 1956ê de bi navê lihevkirina Baxdayê careke din hat nû kirin).

Li dawîya duyemîn şerê cîhanê, kurdan demekê bawer kir ku ew ê karibin bextreşîya xwe têk bibin û di çileyê 1946ê de li ser beşeke axa kurdan a li Îranê, Komara Kurdistanê ava kir û Mehabad jî weke paytextê wê îlan kir. Piştî vê hebûna ku 11 mehan xwe ragirt û li ber xwe da, ev komara jiyankurt jî ku pêkanînên wê yên çandî di hişê me de mane, ji alîyê artêşên şahê Îranê ve bi desteka brîtanîyan hat perçiqandin. Serokê wê, Qazî Mûhemmed û du wezîrên wê hatin bidarvekirin. Kurd careke din bi awayekî pir zelal gihîştin bawerîyekê: Ew nikarin bi hêza xwe ya xweser dewleta xwe ava bikin; diviyabû ew êdî di çarçoveya karîna xwe de biketana nav lêgerîna ji bo peydekirina stratejîyeke nû ya li gor heqîqetên rewşa herêmî û navneteweyî.

Ev stratejî, di eslê xwe de, ji alîyê general Mustafa Barzanî ve hat amade kirin. Barzanî, piştî têkoşîna xwe ya salên 1930ê ji bo serxwebûna Kurdistana Îraqî, fermandarîya xwe ya sala 1946ê ji bo artêşên kurt ên Komara Mehabadê û derbaskirina dozdeh salan weke penaber li YKSSyê, li pey hilweşîna Qralîyeta Iraqê ya di tîrmeha 1958ê de, vegeriyabû Iraqê. Bi xwesipartina ezmûnên salên dirêj ên têkoşîn û penaberîyê, ew gihîştibû wê bawerîyê ku li cîhaneke ku reqabeta Rojhilat-Rojava mohra xwe lê xistî, ti guhertineke sînoran ji alîyê hêzên mezin ve wê bi xweşbînî nehata pêşwazî kirin. Ji ber vê yekê, diviyabû kurdan, bi taybetî jî yên Iraqê, di nav çarçoveya dewletên heyî de ji bo bidestxistina xweserîyeke herêmî dest bi têkoşînê bikira. Xweserî ku di eslê xwe de şêwazeke xwecihî ya demokrasîyê ye, wê nikaribe xwe li ser piyan bigire bêyî biserûberkirina demokrasîyeke parlementer a pluralist a ku hindikahî jî di navê de derfetê dide tevahîya civakê daku xwe îfade bikin û mafên xwe biparêzin.

Têkoşînên ji bo xweserîyê (otonomîyê)

Di awir û plana pêşî ya Barzanî de ev stratejîya nû, bi awayekî realîsttir, diviyabû wekî prensîp bi navgînên siyasî û aştîyane bihata meşandin. Li gel vê yekê jî, zêdetir dijwarbûna rejîma iraqî, qedexekirina rojnameyên bi kurdî, derqanûnîkirina Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) mîlîtanên wê careke din neçar kirin ku xwe vekişînin nav îlegalîteyê. Dûre, zêdebûna sînornenas a zextan bû sedem ku di îlona 1961ê li çîyayên Kurdistanê berxwedaneke çekdarî bigewde bibe. Di dawîya vê tevgera reaksîyoner û reaktîf de ku pêşî takekesî û xwecihî bû, dûre jî bû kollektîf û gelemperî li dijî zextên hukûmetê, şerê çekdarî hem weke navgîna xweragirtina siyasî, hem jî weke zexteke ji bo hukûmeta navendî neçarî muzakereyan bike, xwe ferz kir. Şerê çekdarî li herêmên gundewar bi taybetî jî bi desteka gundîyan hat meşandin. Ji ber egerên çandî û siyasî her cure şideta li dijî sîvîlan, bo nimûne êriş û reşkujîyên terorîst ên mîna yên filistînîyan, ji alîyê Barzanî ve bi hişkî hatin qedexe kirin û Barzanî heta dawîya jîyana xwe jî, hewl da ku tevgera wî dûr nekeve ji rêzikên rûmeta mirovî yên ku civaka kurd jî pêvajoya sedan salan xwe lê girtibû û li gor wan rêzikan nedibû ku dozeke mafdar bi bikaranîna navgînên der-sincî û exlaqî ve bê lewitandin.

Tevî zehmetîyên mezin ên lojîstîk ên ji ber tecrîdbûn û dorpêçkirina Kurdistanê, vî şerê çekdarî yê ji bo xweserî û demokrasîyê, di qonaxa xwe ya destpêkî de serkeftinek bi dest xist. Hem li hundirê Iraqê, hem jî li derve, hişt ku hişmendîya têkildarî dijwarî û girîngîya pirsgirêka kurd zêde bibe û li Tirkîye, Îran, Sûrîyeyê û herwiha li nav kurdên YKSSê bi kêrî pêşketina tevgera neteweyî ya kurdan hat. Kurdên ku ji destpêka zaroktîya xwe ve bi çîrok û destanên li ser serpêhatî û bûyerên çekdarî yên lehengên xwe yên neteweyî, an jî eşqîyayên şerefê mezin bûne û îro jî di şevbêrkên xwe yên dirêj de bi kêf û coşeke mezin bêhejmar çîrok û destanên dişibin helbestên Homeros vedibêjin, dîyar e ku di berxwedana Barzanî ya li dijî artêşên iraqî de, ji bo xwe tiştekî hêjayê serbilindbûnê dîtine. Barzanî bi vî awayî bû lehengekî efsanewî yê ji alîyê gelê xwe ve hezkirî û ji alîyê erebên Iraqê ve jî rêzgirtî. Hêjayê gotinê ye ku hin erebên iraqî jî ji bo têkoşînê diçûn tevlî nav refên pêşmergeyan dibûn. Tesîra Barzanî li ser asûrî û keldanîyên Kurdistanê jî heye û ji ber vê yekê van ên dawî hertim di hemû demûdezgehên berxwedana kurdan de di asta rêveberîyê de jî cih girtine. Mesela yekî ji wan, pêvajoya gelek salan li herêmên rizgarkirî wezîfeza serokatîya dadgeha bilind meşand, herwiha şervaneke din a xiristîyan, Margaret George, bûbû "Jeanne d'Arc a Kurdistanê "...

Ev têkoşîna ji bo demokrasîyê ya ku bi bîrbirineke xweşbînane û lehengane dihat meşandin, li herêmeke nexweşbînîya olî û siyasî û dîktatorîyên eskerî lê serdest bûn, bi awayekî dramatîk di qada navneteweyî de hat tecrîd kirin û wisa ma. Li hundir ew bi kêrî hilweşîna general Qasim, dûre jî di 1963yê de bi kêrî hilweşîna hukûmeta pêşî ya Partîya Baas hat û herî dawî ew bû egereke girîng di têkçûna dîktatorîya birakên Aref de, tevî vê yekê jî ew ti caran negihîşt asta pêkanîna hebûneke bi awayekî cidî alternatîf li himberî rejîmê. Tevgera kurd a ji bo ku karibe xwe li ser lingan bigire, neçar dimîne ji Îranê, ku yekane welatê cîran e ku berjewendîya wê di destekdayîna muxelefeta kurd de heye, desteka lojîstîk bixwaze, her diçû mecala wê ya livûtevgerê kêm dibû. Ji derfetên pêwist bêparhiştî, tevgera kurd ti hêvîyên wê nemabûn ji bo ku karibe serkeftineke eskerî ya dîyarker bi dest bixe û Bexdayê neçar bihêle ku rejîmeke demokratîk a rêzê ji mafên gelê kurd re bigire, saz bike.

Li alîyê din, rêveberên iraqî jî nikaribûn hêza pêşmergeyan bi temamî ji holê rakin. Bi vî awayî rewş gihîştibû asteke wisa ku yekîneyên pêşmergeyan beşeke mezin a gundewarîyê dixist bin kontrola xwe, hukûmetê jî bajarên mezin û kanên petrolî yên Kurdistanê di bin kontrola xwe de digirtin. Ev rewşa ku bi salan e xitimîbû û dibû sedemê endîşe û tengijînan hem li enîya kurd (veqetîna Talabanî di 1966ê de) hem jî li ya hukûmetê, bi tenê bi teqwiyekirina hêmanên nû dikaribû bihata guherandin. Di tîrmeha 1966ê de bi derbeyeke eskerî bi hatina ser deshilatîyê re Partîya Baas xwest bi destpêkirina "êrişa berfireh a dawî li dijî der-qanûnîyan" wê xitimînê ji holê rake. Ev yek jî, tevî livûtevgera mezin a çavkanîyên eskerî yên Iraqê neçû serî û bû sedem ku Bexda taktîka xwe biguherîne û pêşnîyar bike ku ew daxwazên xweserîyê yên kurdan vedinase.

Peymaneke aştîyê ya di navbera general Barzanî û alîkarê serokê Iraqê Saddam Huseyn de di 11ê adara 1970yê de ket meriyetê. Ev lihevhatina ku ji alîyê her du alîyan ve jî weke dîyardeyeke dîrokî hat bi nav kirin û ji hingê û şûn ve hem ev alî hem ew alî weke referans bi kar tînin, "yekbûneke azad a neteweyên ereb û kurd di nav Komara Iraqê de" îlan dikir, kurdî weke duyemîn zimanê fermî yê welêt dinasî û xweserîya herêmên şênîyên wan bi piranî kurd, pêk dihat û di çarçoveya rêjeya xwe ya nifûsî de kurd tevlî nav hukûmeta navendî dihatin kirin. Ji bo bicîhkirina dezgehên xweser çar sal wext dihat dest nîşan kirin û pêwist bû ku di wê navberê de sazîya serjimarîyê şênîya etnîk a bajarên mijara guftûgoyan (Kerkûk û Xaneqîn) ên ku ji alîyê petrolê ve dewlemend tesbît bike û hilbijartineke azad li tevahîya Iraqê bê li dar xistin. Ji bo kêlîyekê be jî, mirov dikaribû bawer bike ku stratejîya ji alîyê Barzanî ve dihat pêkanîn, têra xwe berhemdar û bi tesîr bû, madem ku di encamê de mafên gelê kurd dihatin nas kirin. Lê belê vê xweşxeyalê zêde dewam nekir. Pir zû derket holê ku Bexdayê bi temamî bi armanca taktîk ew tawîz dabûn. Wê xwestibû ku mecalê bibîne daku xwe komî ser hev bike û ji ber vê yekê aştîya ku îlan kiribû ji bilî agirbesteke bêhnvedanê ne tiştekî din bû.

Derbeya dawî ya Peymana Cezayîrê

Di nîsana 1972yê de, Iraqê li gel YKSSê îmze avêt bin peymaneke dostanî û hevkarîyê ya ku mecal dayê ku çendeyeke mezin a çekan bi dest bixe û artêşa xwe nûjen û xurt bike. Ji bo pêşîyê li vê hevgirtinê bigire, Barzanîyê ku ji gelek êrişên reşkujîyê yên servîsên îstîxbarata iraqî xwe rizgar kiribû, îca keta nav lêgerîna wergirtina alîkarîya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Di adara 1974ê de di dawîya wextê ji bo pêkanîna têkûz û bi tesîr a lihevhatina kurd-îraqî ya têkildarî xweserîya Kurdistanê hatibû nas kirin, Bexdayê vê carê jî bi awayekî yekalî qanûneke xweserîyê ya ji ya berê pir paşvetir derxist pêş û bi gefa êrişên dijwar ji rêveberên kurd xwest ku bi tiştê ji wan re tê pêşkêş kirin razî bibin. Sozên têkildarî serjimarîyê û lidarxistina hilbijartinên giştî li tevahîya Iraqê nedihatin girtin. Rejîma Iraqê ya ku xwe di rewşeke pir bihêz de hîs dikir, di dawîya adara 1974ê de biryar da "şerê xwe yê topyekûn" li dijî berxwedana kurdî bixe dewrê.

Şerekî zêde kujer ê ku salekê dewam kir, dîsa jî li qada şer artêşên Saddam negihandin serkeftineke dîyarker. Saddam, bi yek ji çerxkirinên ji nîşka ve yên ku mohra xwe li karîyera wî didin, bi carekê biryar da bi Şahê Îranê re li hevhatinekê pêk bîne, ji bo ku tevgera kurd dorpêç bike û wê ji her cure desteka lojîstîk a derveyî bêpar bihêle. Ev lihevahtin di heman demê de bû peymana navdar a Cezayîr ya 6ê adara 1975ê, ku pê Şahê Îranê, li dijî kurdan di berdêla hevkarîya xwe ya li gel Bexdayê, hesabê bidestxistina avantajên mezin dikir, bi taybetî jî di warê kontrolkirina rêya avê ya Şat-ûl- Ereb de.

Lihevhatina îraq-îranî bû sedemê pelişîna berxwedana Barzanîyê ku qet pişta xwe bi welatên cîran girê nedida, bi taybetî jî bi îranê û wî bi awayekî ecêb helwêsteke birûmettir û bi exlaqtir hêvî dikir ji DYAya ku soza piştgirîyê dabûyê heta ku rejîma Saddam Huseyîn bihata hilweşandin û bi tevahî 16 mîlyon dolar alîkarî dabûyê (ev nîsbet bi alîkarîya amerîkî ya ji bo Afganan, reqemeke pir piçûk e). Ji bo gelek telegrafên ku ji Waşîngtonê re şandibûn û tê de sozên jê re hatibûn dayîn bi bîr dixistin, wî ev gotina qeba weke bersiv ji Henrî Kissinger wergirt : "Divê lihevhatina veşartî bi karûbarekî misyonerî re neyê tevlîhev kirin!" Xefika pir tirsnak a lihevhatina iraq û îranî bi peymaneke sovyet-iraqî ya li dijî kurdan, rewşa wî hê dijwartir dikir. Ew gihîşt wê encamê ku di şertên erdnîgarî yên Kurdistanê ya berê wê li ti deryayê venabe û ji alîyê dewletên dijmin ve dorpêçkirî ye, şerê çekdarî, tevî wêrekî û fedakarîya nadîde ya şervanan jî, bê paşeroj bû û ji bilî komkujîyên bêdawî, hilweşîn û kavilbûna welatê kurd, şerê çekdarî wê tiştekî din bi xwe re neanîya. Ji ber vê yekê wî biryar da ku bi temamî dest ji dozê bikşîne û ji ber vê yekê pêşî çû li Îranê bû penaber, dûre jî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û li wê derê di adara 1978ê de nefesa xwe ya dawî da. Biryara Barzanî bi berfirehî hat rexne kirin û ji alîyê hin kesan ve weke "firarkirin" û hetta weke "îxaneta li dozê" hat nirxandin. Tevgera Kurdan a îraqî, ya ku heta hingê yekane bû, li gelek fraksîyonên raqîp parve bû û hinan ji bo demekê li dijî hev ketin nav şerekî birakujîyê. Li dijî rejîma Îraqê ya ku ji pelişîna berxwedana Barzanî û vir ve lez dabû siyaseta xwe ya erebkirina Kurdistanê û ji bo vê yekê li seranserî sînorên Tirkîye û Îranê "cordoneke sanitaire" ya 20-30 km berfireh saz dikir û gundên di nav kordonê de vala dikirin û şênîyên wan jî li deverên din bicih dikirin, wan fraksîyonên kurd di 1977ê de ji nû ve şerê çekdarî da dest pê kirin.

Hilweşîna şahîtîya Îranê di sibata 1979an de, di pey re jî pevçûna Iraq û Îranê mecal dan partîyên kurd ên Iraqê ku bêhneke rihet bistînin û di têkoşîna xwe ya li dijî Bexdayê de bibin xwedî derfetên mezintir, lê belê vê rewşê, tevî hin serkeftinên xwecihî yan jî wextî, nekarî bi awayekî cidî li ser hukûmeta navendî bibe hêmaneke tehdîdê û ji ber vê yekê rejîma Bexdayê siyaseta xwe ya hilweşandina gundên kurdan a ji bo têkilîyên pêşmerge û gundîyan ji hev qut bike, berdewam kir. Li pey xurtbûna hêza şer a îraqî ku gelek çekên nûjen û giran hem ji Rojhilat hem jî ji Rojava standin, dengeya hêzan jî li dijî kurdan diguherî. Derbeyên ku di hin şer û operasyonan de peşmergeyan li yekîneyên artêşa Iraqê didan, nekarî tesîreke mezin li paşeroja rejîmê bike, lê belê rewşa sîvîlên ku êdî di destê hêzên Bexdayê de bûbûn mîna rehîne û dibûn hedefên êrişên tolhildanê yên artêşa Iraqê, her diçû xirabtir dibû. Komkujîya adara 1988ê bi çekên kîmyewî ya li Helepçeyê ku tê de 5 hezar kes hatin qir kirin, tenê beşeke dîyarbûyî ya tofana dirêj a Qirkirinên li Kurdistanê ye. Hejmara sîvîlên kurd ên di navbera 1974 û 1990ê de ji alîyê rejîma Bexdayê ve hatin qetil kirin weke 200 hezar tê texmîn kirin û hejmara gundên valakirî û şewitandî jî 4 600 e. Li Kurdistanê ne tenê mirov kom bi kom dihatin qir kirin, xweza jî dihat hilweşandin û qir kirin. Li berbanga şerê Kendavê, tevgerên berxwedanê yên ji gulana 1988ê ve dest pê kirin, li bin banê Enîya Kurdistanê li hev kom bûn, li xwe mikur hatin ku stratejîya wan xetimîye. Stratejîya ku wan ji dema têkçûna general Barzanî ve dişopand, qet nebe weke neserkeftî dihat îtîraf kirin, lewre di dawîya bîst û du salên têkoşînê de, piştî ewçend qurbanî û fedekarîyan, dîktatorîya Saddam Huseyin hê jî li cihê xwe bû, ji berê jî xurttir bûbû û li dijî kurdan ji hemû deman zêdetir bi zordarî tevdigerîya. Kurd hê pir dûrî bidestxistina mafên xwe bûn, Kurdistan bi piranî hatibû wêrankirin û bûbû mîna kavil, gundên wê û hejmareke mezin berhemên wê yên dîrokî ji ser nexşeyê hatibûn birin, kes êdî li gundan nemabû, hemû gundî hatibûn surgûn kirin, an jî bi darê zorê di wargehên komî de hatibûn bi cih kirin.

Ji hingê ve, şikesta trajîk a serhildana kurd a li Iraqê bû sedemê elektroşokeke mezin li tevahîya Kurdistanê ku şerê çekdarî weke navgîneke başkirina qedera gelê kurd her diçe zêdetir rastî îtîrazan tê. Mîlîtanên kurd ên xwedî tecrube jêpirsînê dikin û bi dengekî bilind ji xwe dipirsin ka bi vî awayî wan tilîya xwe nedixist qula mozan û rewş dijwartir nedikir, an jî gelo wan kapasîteya dijberên xwe zêde biçûk nedidît û nebe ku rahiştina şerê çekdarî macerarestîyek be di şertên jeopolîtîk ên pir dijwar ên Kurdistanê de, bi taybetî jî piştî şikestxwarina têra xwe berbiçav a Barzanî.

Bangkirina ji bo komkirina konferanseke navneteweyî ya pir girîng tê nirxandin, amadekirina stratejîyeke alternatîf, wê bi salan wext bigire û bêderz û bêderd wê pêk neyê. Tiştekî wisa, bêguman, dimîne li ser pêşveçûnên demokratîkbûna li welatên têkildar, lê belê herwiha dimîne li ser vîn û kapasîteya welatên demokratîk ên handan û sazkirina demokrastîyeke wisa, bi wergirtina tedbîrên berbiçav û eger pêwist be bi pêkanîna zextên aborî û siyasî. Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, eger bi rastî jî bixwaze li Rojhilatê Navîn aştî û aramîyê saz bike, divê bêderengî bi awayekî cidî dest bavêje pirsgirêka kurd a ku bi kevinbûna xwe, bi girîngîya hejmara nifûsa xwe ya eleqedar û hejmara serpêhatî û pevçûnên ji salên 20ê ve lê qewimîne, pirsgirêka herî giran, giring û bikunêr a herêmê ye. Bi bîrbirineke wisa, divê Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî vê heqîqetê binirxîne bi taybetî li demeke ku beramberî çarenûsa gelê kurd ji bo ku alîkarîya wê ji çarçoveya humanîter a biryara 688ê zêdetir gavê bavêje, raya giştî pir hatiye hesas kirin. Ev yek bi wergirtina însîyatîfa bangkirina lezgîn ji bo konferanseke herêmî li ser pirsgirêka kurd a bi tevlîkirina hemû welatên eleqedar, dikare pêk bîne û tê de ramana ku berê jî hema hema bi yekdengîya dezgehên nûner, Parlemena Ewropayê û MeclîsaParlementeran a Konseya Ewropayê hatibû qebûl kirin ku ji bo kurdan di çarçoveya sînorên dewletên heyî de mafê xweserîyeke berfireh bê nas kirin. Tiştekî wisa di heman demê de wê karibe bibe awayekî birûmet ê telafîkirina neheqîyên berê, pêşîlêgirtina felaketên nû û bi awayekî maqûl qulibandina rûpelên şerê bi êşûelem ê Kendavê.

Çavkanî

Kendal Nezan:
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê.

  1. Binêre li nivîsa Jacques Thobie, "Sînor, birînên sotîner ên parvekirina kolonîyal ", le Monde diplomatique, mijdar 1990
  2. Daxuyanîya M. E. Bozkurt, Wezîrê Dadê yê tirk, ji rojnameya Milliyet a 31ê tebaxa 1930 hatiye wergirtin

Wergera ji fransî: Baran Nebar