"Kurdish Reader" a Khanna Omarkhali

Fêrbûn û fêrkirina kurmancîyê tevî gelek pirtûk û xebatên heta îro hatî kirin jî, ne ji bo kurdan û ne jî ji bo bîyanîyên hez dikin fêrî kurmancîyê bibin, têrker nînin. Nexasim bi îngilîzî pirtûka Baran Rizgar (1) têra xwe kevin e, ya Peter Pikkert (2) jî kurt û zêde sethî ye. Dersên Michael L. Chyet ên bi îngilîzî ku hîna weke pirtûk derneçûne, bixwe di warê ravekirina rêzimanê û rêbaza fêrkirinê û danîna dersan de têra xwe xurt in. (3) Ev ders jî di warê şêwaznivîsê de tevlîhev, carinan giran in. Ji ber vê yekê jî dema kesekî bîyanî, nexasim ingilîzîaxêvekî pirsa pirtûkeke baş a fêrbûna kurdî dikir, pirtûka rêzdar Rizgar û dersên Chyet heke peyda bibûna hêjayî pêşniyazkirinê bûn. Lê belê herdu jî ji bo wan kesan in yên ku nû fêrî kurdî dibin. Beşa diduyan a pirtûka ku li ser malpera Înternetê ya zanîngeha Harvardê hatî weşadin a W. M. Thackston (4) amadekirî bi kêrî kesên hindekî bi kurmancîyê dizanin tê. Lê belê ji bo zimanekî mîna kurmancî pir kêm e. Khanna Omarkhali (5) dawîya sala 2011ê li Almanyayê pirtûka xwe ya fêrkirin û berhevoka kurmancîyê ji bo ingilîzîaxêvan çap kir, ev pirtûk dikare kêmasîya di vî warî de hindekî be jî telafî bike û dikare ji bo amadekirina hînkerên ji bo kurdîaxêvan jî alîkar be.

Pirtûka "Kurdish Reader: Modern Literature and Oral Texts in Kurmanji (Berhevoka denqên kurdî: Wêjeya Modern û Denqên Devkî yên bi Kurmancî)" ya Khanna Omarkhali (Xanna Omerxalî) li Elmanyayê çap bû. (6) Beşa yekem ji heşt dersan pêk tê û mînakên ji wêjeya modern a kurmancî yên ji deverên cihê dide. Ji beşên Siya Evînê ya Mehmet Uzun heta bi beşên ji Şivanê Kurmancan a Erebê Şemo, ji beşên nivîsên Firîda Hecî Cewarî heta bi wergera beşeke Mîrê Piçûk a Antoine Saint-Exupéry di van heşt dersan de derdikevin pêşberî xwendevanan. Li vir helbet divê mirov rexneyekê li Xanna Omerxalî bigire, lewra wê di şûna ku wergera fransî ya Mîrê Piçûk (7) bi kar bîne, ji îngilîzî ji nû ve wergerandiye kurmancîyê. Ev yek weke rêbaza wergerê, ne di cîh de ye û çewt e. Belê ev çewtî zirarê li cewhera pirtûkê nake. Ev dersên beşa pêşî piştî mînakên ji wêjeyê hin temrînan jî bi xwendevanan dide kirin û dike ku ew çêtir demên lêkerên kurmancî û kesandina wan ji hev derxin.

Beşa duyem ji mînakên axaftin, yan jî berhemên devkî pêk tê. Xanna Omerxalî dîsa bi îhtîmam ji her devera Kurdistanê ya ku kurmancîaxêv lê ne, mînak kom kirine, ji Bakurê Kurdistanê, ji Başûrê Kurdistanê, ji Başûrrojavayê Kurdistanê, ji Çîyayê Şengalê, wekî din ji civakên kurd ên li Ermeni-stan, Turkmenistan, Azerbeycan û Xorasanê berhevokeke pir dewlemend a deqên kurmancîya devkî kom kirine. Di pirtûkê de li dawîya herdu beşan ferhengokên Kurmancî-Ingilîzî hene ku destûrê dide xwendevanan bêyî bikaranîna ferhengeke din nivîsên di pirtûkê de tê bigihêje.

Beşa dawîyê ya pirtûkê jî ji xetên sereke yên rêzimana kurmancîyê re hatiye veqetandin. Xanna Omerxalî di vê beşê de ji dengsazîya kurmancîyê heta bi kesandina lêkeran, ji daçekan heta bi parkîtan bi zimanekî zelal rave dike û bi vî awayî xwendevanê/a pirtûkê ji gramera kurmancîyê haydar dike. Ev pirtûk ji bo dersdarên kurdî yên ku dersê didin bîyanîyan, nexasim jî ingilîzîaxêvan jî wê piştî polên destpêkê alîkar be, lewra ew ê bike ku bi kurmancîya gelek deveran bihisin û heta bi astekê jê fêm bikin.

Alîyekî din ê hêja yê pirtûkê ew e ku xwendevanên xwe li ser rewşa zimanê ku fêrî wan dike jî agahdar dike. Lewra cih dide pêşgotina Professor Amir Hassanpour a der barê rewşa kurdî de. Di vê pêşgotina Hassanpour de mijarên weke parçekirina siyasî ya kurdî, têkoşîna standardkirinê û fermîkirinê û dîroka fêrkirina kurmancîyê jî pirtûkê kamiltir dikin. Mirov dikare rêbaza vê pirtûkê li tevahîya kesên bi mijarê re elaqedar pêşniyaz bike.

Çavkanî

Lokman Turgut
Rojnamevan, wergêr, lêkolînerê serbest, nivîskarê pirtûka Mündliche Literatur der Kurden in den Regionen Botan und Hekkarî (Wêjeya Devkî ya Kurdan a Herêmên Botan û Hekarîyê),
Logos Verlag, Berlîn 2011.

  1. Baran Rizgar, Learn Kurdish. Dersên Kurdî, a Multi-level course in Kurmandji, Bay Foreign Language Books, London 1996
  2. Peter Pikkert, A Basic Course in Modern Kurmanji, Alev Books 1991
  3. Sala 2000ê û 2001ê li Parîsê dema ku nivîskarê vê gotarê li INALCOyê di beşa Lêkolînên Kurdî de xwendekar bû, hingê Chyet bi van dersên amadekirî ders dida. Ev ders hem bi îngilîzî û hem jî bi fransî li ber destê wî hazir bûn
  4. W. M. Thackston, Kurmanji Kurdish- A Reference Grammar with Selected Readings, li ser malpera http://www.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanji/ kurmanji_complete.pdf
  5. Khanna Omarkhali (Xanna Omerxalî) li zanîngeha Gottingenê li Almanyayê di beşa Îrannasîyê de dersên kurdî dide û li ser mijara dîroka êzîdayetîyê de jî bispor e. Nivîskara pirtûka Êzdîyatî, weşanên Avesta, Stenbol 2007ê ye
  6. Kurdish Reader: Modern Literature and Oral Texts in Kurmanji, Harrasowitz Verlag, wiesbaden 2011, buhayê wê 29.80 euro ye
  7. Bi navê Mîrzayê Piçûk, Fawaz Husên ev pirtûk ji fransî wergerandibû û sala 1995ê di nav weşanên Nûdemê de derçûbû