Kurdistan: Pirsgirêkeke bêhempa

Tirkiye li bazarên Ewropayê (Îlon 1987)
Translator

Weke Îran û Iraq di şer de, divê Tirkiye jî bi tevgera nû ya veqetînxwazîya kurd re rû bi rû bimîne. Li gel vê yekê jî, ji dema ku ji alîyê Ataturk ve hatiye ava kirin û vir ve, dewlet li ser xeyalsazîya civakeke homojen dijî û qeti’iyen xwe nade ber venasîna mafên xweser ên deh mîlyon kurdan, ku piranîya wan li herêmên herî xizan ê Rojhilat û Başûrê Rojhilata Tirkiyeyê dijîn.

Eger piranîya van ên li herêmên herî paşdexistî dijîn, tenê bi kurdî diaxivin –tevî qedexekirina vî zimanî ji 1924an ve (1), yên din jî, hejmareke mezin li bajarên mezin di dema penaberîya xwe ya aborî an jî siyasî de -sala1985ê bi qasî mîlyonek karkerên kurd li xerîbîyê ne- dibin xwedî hişmendîya nasnameya xwe. Kurdên penaber li welatên ku lê tên pêşwazî kirin, di nav komele an jî dibistanên duzimanî de –weke Swêdê- dibin xwedî derfeta fêrbûna xwendin û nivîsandinê.

Arşîva bîra Kurdan

Christiane More Fakulteya Hiquqê ya Grenoble temam kiriye, naskirina wê ya kurdan di 1974ê de gava Barzanî li dijî zagona otonomîyê rawestiyaye, çêbûye. Li INALCOyê li ser kurdan xwendiye û gelek caran çûye herêmên cûrbecûr yên Kurdistanê, bi rêveberên rêxistin û partîyên wan re hevdîtin kiriye. Pirtûkeke wê li ser kurdan bi navê "Kurd Îro, Tevgereke Netewî û Partîyên Politîk" di nav weşanên L'Harmattan de derketiye.

Di nivîsa xwe ya bi navê "Tirkiye li bazarên Ewropayê/Kurdistan: Pirsgirêkeke bêhempa" de Christiane More bal dikişîne ser tevgera dema nû ya têkoşîna kurd û rewşa neder ya Tirkiyeyê ku hîn jî dixwaze kurdan bi darê zorê îdare bike û hemû rêyan diceribîne ku kurdan bê maf bihêle. Di şerê li dijî kurdan de tu rê û tu sazîyên neqanûnî nemane ku neceribandiye, dîsa jî pirs mezintir bûye. Îro nêzîkê mîlyoneke kurd li derveyê welat dijîn, xwe organîze kirine û li hin welatan mafê perwerdeya bi zimanê kurdî wergirtine, bi xwe di nav şîyarbûnekê de ne û Tirkiye hîn jî di wê hizrê de ye ku kurd ji alîyê axa û feodalan ve tên bi rê ve birin, lê ew li doza xwe xwedî derdikevin. Tirkiyeyê demeke dirêj cîranên xwe ku wan jî Kurdistan dagîr kiriye, bi alîkarîya tevgerên kurd tawanbar kiriye û ev yek jî rê li ber lihevhatina wan girtiye, lê feydeya kurdan jî di vê yekê de çêbûye. Di salên dawî de bi hin projeyan Tirkiye dixwaze pêşwazîya pirsa kurd bike, ev yek li hember daxwazên kurdan gelek qels dimînin.

Français Georgeon lêkolînvanekî dîroknas e û li welatên wek Tunis, Tirkiye û yên din di zanîngehan de li ser welatên rojhilat û paşê jî li Fransayê di INALCOyê de kar kiriye. Mijarên wî bi taybetî li ser nasyonalîzm û nasyonalîzma ronakbîrên misilman in. Bi lêkolînên xwe yên li ser Tirkîyeya nûjen tê nasîn.

Di nivîsa xwe ya bi navê "Li qadeke bi şer û pevçûn" de Georgeon rewşa Rojhilata Navîn, rol û daxwazên Tirkîyeyê analîz dike. Tirkîye ku derdora xwe, cîranên xwe hertim wek dijmin dibîne, çavê xwe ji Mûsilê qut nake û di salên dawîyê de têkoşîna kurdan jî zor dide wê, dikeve nav hewldanên erênî bi cîranên xwe re, lê ev yek ewqas hêsan xuya nake, ji ber ku pirsgirêkên Tirkîyeyê bi Sûrîyeyê re ji ber pirsa Hatayê kûr in, pirsa Qibrisê çareser nebûye û Tirkîye dev ji Kerkûk û Mûsilê bernedaye; rewş ber bi tevlîhevîyeke ku dijberî hîn kûrtir dibin ve dimeşe. Tirkîyeyê pîştî avakirina komara xwe pişta xwe daye hêzên derva, mîna DYA û guh nedaye alozîyên herêmê û çareserîyeke daîmî di herêmê de pêk neanîye, pirsgirêk her çûye zêdetir bûne, niha jî dixwaze bi rêya bazirganîyê û bi rêya barajên li ser çemên Dîjle û Feratê pozîsyona xwe ya li hember cîranên xwe xurt bike.

Îro hê jî piranîya tirkan vê pirsgirêkê weke pevçûneke basît a navbera eşîran û netewperestîya dewletê dibînin û li gor wan, kurd ji alîyê deshilatîya navendî bêhtir, ji alîyê axayan ve (beg û axa, xwedîyên gund û milkên mezin) tên perçiqandin. Û weke nimûnê gotinê tînin ser derdoreke bijarte ya kurd "tirk" a ku dibe beşdar û destekê dide pêşvebirina jîyana neteweyî di warê wêje, muzîk û siyasetê de. Lê belê ji bo azadîya xweîfadekirinê ya jinûvebidestxistî, hejmarek rojname û kovar pirsgirêkê dinirxînin û balê dikşînin ser daxwazên kurdan û mafê axaftinê didin alîgirên xweserîyê –bêyî ku wêdetir biçin û behsa serxwebûnê bikin.

Piştî derbeya eskerî ya 12ê îlona 1980yê, deshilata eskerî , êrişên jihevxistinê dibe ser rêxistinên kurd ên ku di salên 70yê de ketibûn nav geşedan û pêşveçûneke nû û di heman demê de navûdengê pêşengê serhildana kurd a li Iraqê Mustafa Barzanî jî li her derê belav bûbû. Siyaseteke zextûreptê ya heta radeyekê dişibiya ya piştî serhildana Dêrsimê, dihat meşandin: Girtinên girseyî, birîna cezayên mirinê, surginkirina gelek kesayetîyan… Lê belê, eger piştî Dêrsimê, dewlet karî veqetînxwazîya tevgera kurd hefsar bike, îro, tevger berevajîyê wê demê radîkaltir bûye: Berê kurdan doza venasîna mafên neteweyî dikir, îro ew bi taybetî bi navgîna tevgerên tundrew –ku Partîya Karkerên Kurdistan PKK xwe weke pêşenga vê dozê dibîne– ji bo bigihîjin armanca xwe şerê çekdarî jî tê de hemû rê û rêbazan bi kar tînin.

Ev veguherîn, paralelê raperîna tevgera pêşmergeyên Iraqê û Îranê, di heman demê de bû hawarek ji bo ku hêzên derve yên ku hertim mohra xwe li serhildanên kurd dane, dest di rewşê werdin. Di bîranînên xwe de Henry Kissinger dinivîsand ku di 1974ê de "şah bi destekdayîna serhildana kurd a li nav sînorên Iraqê, rejîma vî welatî tengezar dikir (2) ". Îro jî, Bexda destekê dide kurdên Îranê, Tehran destekê dide yên Iraqê û Enqere jî Sûrîyeyê bi cihdayîna PKKê tewanbar dike.

Gelek tedbîrên ji 1984ê ve ji alîyê hukûmeta tirk ve hatine standin, nîşan didin ku bi biryardarîya PKKê pir paxav tê kirin: Ji alîyê komandoyên hewayî ve operasyonên eskerî yên lêgerîna li gundan, lihevkirina li ser ewlekarîya sînoran (pêşî li gel Iraqê di cotmeha 1984ê de, dûre li gel Îranê -tevî ku ew vê yekê înkar jî dike-, nîhayet li gel Sûrîyeyê di tîrmeha 1987ê de), qanûna sala 1985ê ya afirandina mîlîsan ji bo "parastina gundan" (3), qanûna poşmanîyê, qanûna peredayîna ji bo "nêçîrvanîya serên mirovan", di 1986ê de sazkirina tûgaya tîmên taybet ên li dijî terorê yên li Dewletên Yekbûyî hatine perwerde kirin, seranserî sînorê başûr pêkanîna herêmeke valakirî ji mirovan, valakirina gundên li deverên stratejîk –ev tedbîra dawî weke daxwaza bixêrûberkirina wîlayetên rojhilat hat pêşkêş kirin.

Û ev serkeftineke veqetînxwazan e, herçendî di çarçoveyeke aborî de wê dorpêç bikin jî, rayedarên Enqerê îro êdî qebûl dikin ku pirsgirêkeke Anatolîya Rojhilat (binavkirina fermî a Kurdistana Tirkiyeyê) heye.

Li himberî vê vegera bi heybet a pirsgirêkên li "herêmên rojhilat", hukûmet hewl dide giranîyê bide biserûberkirina hin deverên ku heta niha ji alîyê aborî ve pir li paş ketibûn. Avakirina bendavan li ser ava Firatê (ku yek jê bendava Ataturk e) wê herêmê raguheranda herêmeke bixêrûber û di encamê de "asîmîlasyona çîyayîyên serhişk" jî pêk bihata.

Bi heman bîrbirinê, projeya veguheztina gel a ji şêst û heft wîlayetên welêt tesîr li pêncî û du wîlayetan kir, di despêka sala 1987ê de weke tedbîra ji bo "rûniştivanên gundên reqûrût li herêmên bixêrûber ên rojava bên bi cih kirin" ji alîyê wezareta daristanan ve hat pêşkêş kirin. Ji bo çepê tirk û derdorên koçber dibûn, ev plan berî hertiştî dihat wateya jihevbelavkirina gundîyên du sed û sê gundên wîlayeta Tuncelî (navê ku piştî perçiqandina serhildana kurd a 1938ê li Dêrsimê hat kirin), "ev wîlayeta ku lê serê her mirovî sê jandarma hene", berê jî piştî çalakîyên pêşî yên gerîla yên di 1984ê bûbû hedefa tedbîrên wisa. Li gor PKKê, ev operasyona berdewama siyaseta dewletê ye û weke berê îro jî armanca vê cihguhezandina şênîyên kurd û bitenêhiştina rêxistinê ye.

Çavkanî

  1. Ji bilî tirkî bikaranîna zimanekî din dikare bi 100.000 lîra û ji salekê heta sê salan bi girtinê were ceza kirin
  2. Salên bi firtone , Fayard, 1982, rûpel 835
  3. Meaşê mîlîsekî du qatî yê karmendekî ye

Wergera ji fransî: Baran Nebar