Kurdistan û milletekî parçekirî

Arşîva bîra Kurdan (Tebax 1971)

"Turkên çiyayî" radîkalîze dibin

Di dema siyaseta çewisandinê de ku operasyonên Artêşa azadiya neteweyî di pey re hatin, êrîşên hukumetê yên li dijî çalakiyên çepa turk û "cudaxwazên kurd" jî zêde bûn. Ji xwe, ev herdu tevger tim tên tevlihevkirin û yek tên hesibandin, lewre tevgera kurd ya neteweyî, bi taybetî jî baskê wê yê legal, mecbûr dimîne ku digel çepgiran, nemaze di nava Partiya Karkeran ya Turkiyeyê de, xwe bi sazî û rêxistin bike; lewre hemû celebên sazî û tevgerên siyasî yên kurd qedexe ne û çepa turk ya tûndrew jî êdî bêtir û bi awayekî aşkere doza tevgera kurdî qebûl dike. Herçend rast be ku rayedarên Anqereyê neheq in û hemû daxwazên Kurdan, heta yên herî piçûk jî (weke mînak, mafê weşandina rojnameyên bi zimanê kurdî), weke "sûcekî li dijî yekîtiya xakî ya Dewletê û yekîtiya Komarê" dihesibînin jî, hêjayî gotinê ye ku hevkariya balkêş ya nuh ku di nava çepa turk û tevgera kurd de pêk hatiye êdî ne bi tenê rejîma siyasî ya Anqereyê rexne dike, lê herweha berê xwe dide Turkiyeya nûjen û bingehên wê yên Dewletê û îdeolojiya wê jî ku li ser "şoreşa neteweyî" ya 1919-1923’an ava bûye: kemalîzma ku îroj jî îdeolojiya fermî ya Dewleta turk e.
Rasta turk û rasta tûndrew ya ultra-nasyonalîst, pantûranîst û faşîzan, baş di qeyrana heyî de gihîştine û tim bangê dikin ku çalakiyên li dijî tevgera kurd xurttir bibin. Lewre ew vê tevgerê bi du "sûcên" siyasî ku Turkiyeya îroj nas dike, tawanbar dikin: komunîzm û cudaxwazî. Di hejmara 42’yê (hezîran 1967) ya kovara "Ötüken" de, ku weşana Partiya Tevgera Neteweperwer ya fermandar Alparslan Turkeş e û ji hêzeke pantûranîstên paramîlîter tê, gotareke Nihal Atsiz heye û sernivîsa wê "Hengameya Kurdên sor" e ku em beşekî jê werdigirin:

Arşîva bîra Kurdan

Qeyrana siyasî ya vê dawiyê ku li Turkiyeyê rû da, di nava pirsgirêkên din re, ji nişka ve pirsgirêkeke din jî anî rojevê ku rayedarên Anqereyê heta nuha kêfa xwe dianî û digot qey "bi temamî çareser bûye û xilas bûye": pirsgirêka neteweperweriya kurdî ya li Turkiyeyê. Çend sal berê, heta ku adara 1970’yê bi hukumeta Bexdê re peymanek hat danîn jî, şerrê otonomîstên kurd yên Iraqê zêdetir bal dikişand.
Di eslê xwe de, tevgera kurdî ya neteweperwer mijara hemû Kurdan e ku, ji dawiya Şerrê Cîhanê yê Yekem ve, di nava çar Dewletan de (Iraq, Turkiye, Îran, Sûriye) hatine dabeşkirin. Dijwar e ku mirov hêza vê tevgerê bipîve, lewre bi dizî û qaçaxî belav dibe û organîzasyona wê jî li gora vê rastiya wê ye. Jean-Pierre Viennot ku xwediyê tezeke doktorayê ya Sorbonê ye, di vê gotarê de rewşa vê
pirsgirêkê ya îroj rave dike.

"Belê, min di gotara xwe ya hejmara bihurî ya Otukenê de (nisan 1967) weha gotibû: heger ew dixwazin bi zimanên xwe yên hov bipeyivin ku ji çar pênc hezaran pê ve peyvên wan nînin, û heger ew dixwazin Dewletekê ji xwe ava bikin û bi zimanê xwe weşanan bikin, bila herin dereke din. Em, Turk, me xwîna xwe kiriye çem û herikandiye û ev erd stendiye û me koka Gurcî, Ermenî û Yûnanên Bîzansê paqij kiriye û em lê bi cih bûne… Gava ku di Şerrrê Cîhanê yê Yekem de hemû Ermeniyan xayintî bi me kir, Kurd ji ber xezeba me filitîn, lewre ew di çiyayên xwe yên asê de dijiyan. Heger weha nebûya, li wan herêmên ku ew pirrhejmar in, ew ê nuha bi tenê kêmhejmar bûna. Tu dixwazî, bila hemû nifûsa wan herêman % 100 jî di destê wan de be, lê belê xewna wan ya avakirina Dewleteke li ser axa turk dê weke xewna Yûnanan ya Bîzansê û weke xewna Ermeniyan ya Ermenistana Mezin be. Hê neteweya turk li wan nehatiye xezebê û ew qirnekirine, bila bicehimin û biçin. Erê, bila biçin, lê ew ê biçin ku ? Hema ew kuderê dixwazin, bila biçin wira, Îran, Pakistan, Hindistan, an jî cem Barzanî; bila ji yekîtiya Neteweyan bixwazin ku li Afrîkayê ji wan re welatekî peyda bike. Nijada turk gellekî bêhnfireh e, lê belê gava ku xwe hêrs bike, ew dibe şêrekî xurt ku kes nikare rawestîne. Bila ji Ermeniyan bipirsin bê em kî ne û bila dersê ji wan bistînin !"

Hişmendiyeke neteweyî ya derengmayî

Bingehê ku îroj Kurdistana bakur radike ser lingan diyardeya bêkêriya metodên çareseriya pirsgirêka kurdî ye ku Ankara van metodan ji pêncî salan û vir ve bi kar tîne. Ev herêm bi zimanê fermî bi navê Anadolûya Rojhilat bi tenê tê naskirin. Metodên ku hatine bikaranîn, di navbera wêrankirina fîzîkî ya bi şerran, xela û koçberkirin, yanî jenosîd, û bişaftina bi darê zorê, an jî etnosîdê de ne.
Rojnameya Yenî Îstanbûl, roja 30’ê çiriya pêşîna 1960’ê, ev nameya mamosteyekî turk weşand ku li gundê Kozlukê (herêma Sêrtê) yê Kurdistana Turkiyeyê mamostetiyê dike: "Ez vê nameyê bi giriyî ji we re dinivîsim. Ev roj ji bo me hemûyan rojeke pîroz e. Di merasîma pîrozbahiya vê rojê de, zarok derketin ser dikê û sirûda neteweyî gotin. Li salonê, cigirê waliyî, fermandarê cendirmeyan, dadger û karmendên din rabûn ser xwe. Kurdên ku salon tije kiribûn, ji şûna xwe ranebûn. Kurdan cixareya xwe dikişand û bi kurdî digot : Em ne turk in, em Kurd in ; roja ku Kurdistan ava bibe û sirûda me lê were xwendin, hingê em ê rabin ser xwe".

Tevdîrên pêşîn ku rayedarên osmanî, bi armanca navendîkirina birêvebiriyê, li dijî Kurdan bi cîh kirin, diçin heta sedsala 17’an. Ji ber wê ye ku helwêsteke xweparastinê ku îdeolojiya wê "pêş-neteweperwerî" bû di nava wê destana welatperwer re hate ravekirin ku klasîkeke kurdî ye: "Mem û Zîn" a Ehmedê Xanî (1605-1706). Sedsala 19’an, gellek serhildanên Kurdan yên çekdar pêk hatin (Bedirxan, Yezdan Şêr, Ubeydullah), û, herçend girseyên xelkê û bi taybetî jî gundî rakirin ser lingan jî, ev serhildan ji aliyê çîna serdest ya kurd ve (arîstokrasiya oldar, serokeşîr) dihatin birêvebirin û ev serhildan berî hertiştî ji bo berjewendiyên wan bûn.

Tevgera kurdî ya neteweyî, bi şiklê xwe yê siyasî û hemdem, sawiya sedsala 19’an û serê sedsala 20’an peyda bûye. Ew jî, weke tevgerên neteweperwer yên turk û ereb ku heman demê peyda bûne, bi bandora îdealên demokratîk û lîberal yên rojavayî ava bûbû. Lê belê, li gora yên din, hişmendiya neteweyî ya kurd derengtir gihişt kamiliya xwe û xurt bû. Li gora tevgerên rizgarîxwaz yên din ku di nava Împeretoriya Osmanî de peyda bûbûn (balkanî, ermenî, ereb, yûnan, asûrî) geşbûna wê dereng ma, ji ber ku îdeolojiya "osmanîzma" panîslamîk rê li ber wê digirt. Vê îdeolojiyê dijberiya fikrên nû û şoreşger yên "neteweya kurd" û ereb û turk dikir. Ev yek di dema Şerrê Cîhanê yê yekem de ku bû sedema belavûyina Împeretoriya Osmanî bi awayekî aşkeretir xuya bû: dijberê Erebên ku ji fersendê îstifade kirin û li hember Împeretoriyê serî hildan (serhildana Şerîf Huseyinê Mekkeyê ya 1916’an ku Brîtanyayê piştgirî didayê), Kurdan nîşan da ku ew sadiqî sultan-xalîfeyê Stenbolê ne û di ser de, ji ber ku dabûn pey îdeolojiya şerrê pîroz (cîhad), tev li qirkirina xelkê ermenî ya 1915’an jî bûn. Vê bûyerê tim bandoreke neyînî li peywendiyên kurdo-ermenî kir, digel ku berpirsiyariya biryara qirkirinê bi temamî di stuyê rayedarên turk de ye.

Şoreşa "jon turk" ya 1908’an karîbû bibûya fersendeke baş û bi avakirineke nû ya li ser fikra federasyoneke weha ku kurd, turk, ereb, ermenî, asûrî û yûnan tê de bikarin bi hev re bijîn, karîbû Împeretoriya Osmanî ji mirinê xilas bikiraya. Lê belê, neteweperest û reformîstên turk yên ku di nava Îttihat ve Terakki’yê de gihiştibûn hev bi destê xwe ev derfet ji holê rakirin. Lewre şovenîzmeke xurt di nava wan de serdest bû û encama wê jî bi tenê ew bû ku di nava neteweyên bindest de jî tevgerên neteweperwer ava bûn û ber bi cudaxwaziyê ve çûn (danberheva daxwazên Ereban yên wê demê û daxwazên Kurdan yên nuha de, di vê mijarê de, dikare gellek agahiyan bide destê mirov).

Di dema Şerrê Rizgariya turk de (1920-1923), Mustafa Kemal alîkariya Kurdan ya çekdarî bi zîrekî bi kar anî. Wî ew bi fikra îhtimala federasyoneke turko-kurd xapandin û xwe mîna parêzvanê xelîfeyî da naskirin, lê belê wî bi xwe sîstema xilafetê, sala 1924’an, ji holê rakir.

Peymana Lozanê nîşana dîplomatîk ya rengê nû yê peywendiyên Turkiyeyê û hêzên rojavayî bû. Ji vê peymanê û bi şûn de, piştî şoreşa neteweyî ya Mustafa Kemal ku li dijî Peymana Sevrê (10’ê tebaxa 1920’an) pêk hatibû, êdî siyaseta pişaftin û turkkirinekê li hember Kurdan dest pê kir ku sînorê wê tunebû: qedexekirina hemû weşanên bi zimanê kurdî, girtina hemû rêxistinên kurd, rûxandina tevna civaka Kurdan. Ji ber vê siyasetê, sê serhildanên mezin hatin lidarxistin: serhildana Şêx Seîd ya sala 1925’an hê di bin bandora îdeolojiya oldar de bû, lewre, di ber daxwazên neteweyî re, herweha pêşniyar dikir ku xilafet ji nû ve were bicîhkirin; serhildana Agiriyê ya 1928-1930’an ku ji aliyê partiya "Xoybûnê" ve dihat birêvebirin û vê partiyê jî alîkarî ji partiya sosyal demokrat a ermenî "Dashnaksutyun" werdigirt; û axir, serhildana Dêrsimê ya 1937’an, ku bi dû re Turkan navê vî bajarî kir Tûncelî, da ku vê dema "reş" ya dîroka Turkiyeyê bidin jibîrkirin.

Bersiva van serhildanan bi awayekî weha bê rehm hat dayin ku bi sed hezaran Kurd tê de hatin kuştin; pişta entelîjansiyaya kurdî ji binî ve hate şikandin (sala 1930’an, sed rewşenbîrên kurd xistin nava kîsan û avêtin nava gola Wanê û fetisandin, gund hatin valakirin, tevgerên kurd hemû hatin rûxandin yan jî reviyan (wek mînak, çûn Sûriyeya ku di bin destê Fransiyan de bû), hin herêmên Kurdistanê (Botan) bi sedemên weke "tendurustî, siyasî, çandî û stratejîk" seranser hatin valakirin.

Ji wê serdemê û bi şûn ve, doktrîna fermî ya nebûna milletê kurd a li Turkiyeyê hate bipêşxistin û êdî gava ku behsa wan dihat kirin, navê Kurdên Turkiyeyê, li gora wê formula navdar, bû "Turkên çiyayî".

Gava ku mirov daxuyaniyên fermî yên wê demê dide pey hev, xwînrijtirîn îddianameya li dijî siyaseta Ankarayê ya di derbarê Kurdan de diyar dibe.

Hin ji wan daxuyaniyan ev in:
"Bi tenê neteweya turk dikare li vî welatî doza mafên etnîk bike ; kesekî din ne xwedî vî mafî ye" (Ismet Înonu, serokwezîr, rojnameya turkî "Milliyet", n° 1636, 31’ê tebaxa 1930’an).

"Ez ê fikra xwe ji we veneşêrim. Bi tenê Turk heye ku xwedî û mîrê vî welatî ye. Ew kesên ku ji nijada turk nayên, li vî welatî mafekî wan bi tenê heye : mafê koletiyê, mafê xulamtiyê" (Mahmut Esat Bozkurt, wezîrê dadê, rojnameya turkî "Milliyet", n° 1655, îlona 1930’an).

Piştî çewisandina serhildana Dêrsimê ku çil hezar Kurd tê de hatin kuştin, Celal Beyê ku wezîrê karên navxweyî bû, bi awayekî weha da zanîn ku peyva wî êdî navdar e û şibandina ku tê de dike kîna wî diyar dike: "eşqiya bi darê zorê bûn medenî!".

Ev daxuyaniyên kevn bi ya ku general Cemal Gürsel vê dawiyê kir dewam dike: "Heger ew Turkên çiyayî (yanî Kurd) yên ku nayên ser rêyê rehet nesekinin, artêş dê qet texsîr neke û gund û bajarên wan bide ber bombeyan û xirab bike. Ew ê goleke xwînê ya weha pêk were ku ew jî û welatê wan jî dê tê de wenda bibe" (çavkanî "Dagens Nyheter" a Stockholmê, 16’ê çiriya paşîna 1960’an).

Vejîn

Li Turkiyeyê, vejîna tevgera kurdî ya ku di nîvê sedsala bîstan de li rastî çewisandinên tûnd hat, ber bi sala 1960’ê ve dest pê kir. Wê demê, dozeke mezin hate vekirin ku çil û neh rewşenbîrên kurd (endezyar, parêzer, rojnameger, leşker, karmend) tê de hatin darizandin û bi " tevgerîna ji bo sazkirina dewleteke kurd " ve hatin tawanbarkirin. Hêjayî gotinê ye ku tevgera kurdî ya neteweperwer ya Iraqê di du salên destpêka şoreşa iraqî ya 14’ê tîrmeha 1958’an de bi awayekî azad xwe saz kiribû. Bandora vê tevgerê li bakurê Kurdistanê tim ji parçeyên din xurttir bû.

Lê, ev bandor rasterast pêk nehat, lewre birêvebiriya tevgera serhildanî ya Kurdistana Iraqê nedixwast ku Turkiye û Îran û Iraq li dijî wê hevbendiyek (ev hevbendî tim di dîroka Kurdistanê de hebû) ava bikiraya. Ji ber wê jî, tim dida xuyanî ku şoreşa kurdî bi tenê di qada Kurdên Iraqê de dixebite, digel ku xala 23’an ya rêbaza Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê destnîşan dike ku: "Em li hemû parçeyên Kurdistanê piştgiriya doza xelkê kurd dikin da ku ji bin nîrê imperyalîzmê rizgar bibe û azad bibe; em ji bo ku neteweya kurd mafê çarenûsiya xwe bi dest bixe têdikoşin". Mirov dikare bibêje ku dijberê vê yekê pêk hat: yên ku bi taybetî jî li herêma ser sînorê turko-iraqî alîkarî û piştgiriya Kurdên Iraqê kir, Kurdên Turkiyeyê bûn, digel ku tevgera Kurdên Iraqê ji bilî pêşniyara ku Kurdên Turkiyeyê û Îranê jî mîna wê bikin, tu pêşniyarên din nedikirin.

Weke ku li cîhanê ji bo gellek tevgerên vejîna neteweyî weha ye, çalakiyên neteweperwer yên Kurdên Turkiyeyê jî berî her tiştî di warê zimanî û çandî de bû. Li welatekî mîna Turkiyeyê ku hemû weşanên bi zimanê kurdî bi qanûnên tûnd ve qedexe ne, weşandina gramerên kurdî û berhemên kurdî yên wêjeya klasîk yên weke Mem û Zîn’ê an jî weşandina alfabeya kurdî bi awayekî xurt xwedan wateyeke siyasî ye û xwediyên wan berheman pirraniya caran dikarin ji ber vî karî li dadgehan werin darizandin. Hejmara kovarên kurdî ku van salên dawiyê li Turkiyeyê hewla weşandina wan pêk hat, balkêş e. Lê belê hemû jî hê ji hejmara yekem ve hatin qedexekirin.

Hingê, nivîskarên kurd hewl da ku xwe ji nîrê qanûnê rizgar bikin û dan ser rêya weşandina berhemên wêjeyî yên duzimanî yên turkî-kurdî (alfabeya wan yek e) an jî wergerandina turkî ya berhemên wêjeya kurdî. Qanûnên turk ji qanûnên ku Îspanyaya frankîst li dijî zimanê baskî bi rê ve dibirin an jî ji qanûnên ku Rûsyaya çarîst li dijî zimanê polonî bi rê ve dibirin gellekî girantir in. Bi armanca ku cebilxaneya hiqûqî ya fetisandina zimanê kurdî xurttir bike, hukumeta turk qanûnek derxist ku (n° 6/7635) di Rojnameya Fermî ya 14’ê sibata 1967’an de belav bû û bi vê qanûnê ve "hemû alavên bi zimanê kurdî ku ji derveyî welêt tên, bi çi awayî û formê bin jî (weşan, dîsk, kaset û hwd.) ketina wan û belavkirina wan ya li Turkiyeyê qedexe û îllegal e". Di nava kesayetiyên wêjeyî yên Kurdên Turkiyeyê de ku îroj di girtîgehê de ne, mirov dikare navê van kesan hilde: Çetîn Altan, nivîskarê rojnameya Akşamê yê navdar, endamê Partiya Karkerên Turkiyeyê ; Kemal Burkay, xelkê Dêrsimê ye ; helbestanê mezin û şoşeşger Mûsa Anter; û bi taybetî Mehmet Emîn Bozarslan, wergêrê Mem û Zînê yê turkî û xwediyê berhemeke alfabeya kurdî û lêkolîneke aborî civakî ya li ser Anadolûya Rojhilat (Dogunun Sorunlari- Pirsgirêkên Rojhilatê).

Piştgiriya hêzên çepgir

Digel şiyarbûna baldariya ji bo wêjeya kurdî, tevgereke zanistî ya berfireh li Turkiyeyê ava bû û armanca vê tevgerê jî ew bû ku li sedemên aborî û civakî yên "pirsgirêka Rojhilatê" bikole. Hemû lêkolînên ku dihatin weşandin, yên civaknasên turk jî di nav de, digihîştin heman encamê û rewşeke weha dişayesand: paşdemayina aborî û civakî ya berfireh li Andoluya Rojhilatê (yanî Kurdistana Turkiyeyê), nizmbûna asta pîşesaziyê, nizmbûna asta jiyanê, hejmara nexwendebûnê ya bilind û têkçûyina tevahiya siyaseta pişaftina zimanî. Kurdistana Turkiyeyê, bi tenê di warê hejmara qereqolan de, li gorî parçeyên din ên welatî di pêş de ye. Şükrü Koç, nunêrê gelê tirk yê ji Aydinê, di rojnameya rojane ya Stenbolê "Cumhuriyet"ê ya 31ê tîrmeha 1966’ê de, weha dinivîsand ku li Mêrdînê, % 91’ê nifûsê bi turkî nizane, li Sêrtê, % 87, li Colemêrgê, % 81, li Çewlikê, % 68, li Amedê, % 67. (Wekî têbîniyê, divê em not bikin ku li Mêrdînê kêmneteweyeke ereb a pirrhejmar heye.)

Li gorî îstatîstîkên fermî, di sala 1965’ê de rêjeya nexwendebûna li Rojhilatê % 72 bû û li Anadoluya turk % 44.5 bû. Li gorî Enstîtuya Zanistî ya Dewletê, tevî ku Kurdistana Turkiyeyê % 30’ê qada tevahiya welatî ye û ku % 21’ê nifusê li wir bi cîh bûye jî (yanî li navbera 5 û 7 mîlyon Kurd), bi tenê % 5.6’ê saziyên hunerî li Rojhilatê ava bûne. Di vê demê de, daxwazên Kurdan ên di warê çand û zimanî de, ku ji hêla pêşengiya rewsenbîrên bajarî ve dihatin parastin, û xwastekên aborî û civakî yên girseyên gel ên pirrhejmar li hev hatin, û ev diyarde jî, hêza tevgera neteweyî ya kurd ku îroj li Turkiyeyê heye, şîrove dike.

Pêşewayên kurd yên siyasetmedar, bi tarîfên nû qala pirsgirêka kurd dikir: "pirsgirêka Rojhilatê" bi tenê pirsgirêkeke "paşdemayina herêmî" an keşeyeke zimanî nebû; bindestiya çandî û mêtinkirina aborî, yên ku Kurdistana Turkiyeyê dixist asta "mêtingeheke sinifên serdest ên turk", du aliyên hevpar ên zulmkariyeke neteweyî ya teva bûn. Ji ber wê jî, ji bo têkoşîna li dijî vê zulmkariyê, li Kurdistana Turkiyeyê pêwîstiya avakirina tevgereke neteweyî ya gel hebû, ku bikare girêdanên xurt ên bi çepa turk û tevgera neteweyî ya kurd di parçeyên din ên Kurdistanê re çêbike.

Di sala 1970’ê de, rêxistineke ciwanên kurd a bi Partiya Karkerên Turkiyeyê ve girêdayî (TIP), li hemû bajar û navçeyên Kurdistana Turkiyeyê di bin navê "Navendên Şoresger ên Çanda Rojhilatê" (DDKO) de ava bû. Vê rêxistinê jî dest bi weşana bultenan kir û tê de cîh dida pêkutiyên qirêj ên rêxistineke komandoyên turk li Kurdistana Turkiyeyê, ku ev rêxistina komandoyan jî, bi pey peymana 11’ê adara 1970’ê ya li Kurdistana Iraqê, ji bo "têkoşîna li dijî çalakiyên cudaxwaz ên kurd li Turkiye, yên ku bi piştgiriya Barzaniyî radibin", ava bûbû. Tevî ku diviya ew li gotinên xwe hay bibe, DDKO’yê gotarên weha weşandin ku li gorî rewşa siyasî ya Turkiyeyê, pirr wêrek bûn. Di bultenên wê de, biwêja "gelên Turkiyeyê" bi awayekî vekirî dihat bikaranîn û bi pey re, çepa tûnd a Turkiyeyê li dû şopên wê çû.

Çend sal berê (1967), şaxeke Partiya Demokrat a Kurdistanê, ya ku li Suriye, Îran û Iraqê heye, bi awayekî vêşartî û bi piştgiriya Partiya Demokrat a Kurdistanê ya li Suriyeyê, bêyî ku bi rêvebiriya Barzaniyan ve girêdayî be, li Kurdistana Turkiyeyê hatibû damezirandin. Yek ji damezirînerên wê, Faîk Bûcak, nûnerê gelê Rihayê bû ; paşê gulle lê hatin reşandin û bi awayekî nemêrdî hat kuştin. Di nav rêxistinên kurd yên vêşartî de, divê em cîh bidin Partiya Rizgariya Kurdên Turkiyeyê, Komela Azadî û bi taybetî Komela Têkoşêrên Kurdistanê jî, ku bulteneke bi kurdî ya bi navê "Bahoz" diweşîne.

Kelehên Partiya Karkerên Turkiyeyê, ku mezintirîn rêxistina çepa turk e, timî li parêzgehên Rojhilatê, yanî li Kurdistana Turkiyeyê, bûn. Beşdariya Kurdan a di vê partiyê de, di çarçoveya têkoşîna wan a ji bo mafên demokratîk ên bîngehîn (azadiya komelbûnê, civînê û rojnamegeriyê) de, pirr asa bû. Ji ber ku li hemberî wan tu dostaniya aliyên rastgir, ên piştgirên neteweperestiyeke êrîşkar û pirr regezperest a ku ji fikira kemalîst dihat, tunebû. Di destpêkê de, TIP xwediyê dewseke aşkere ya li ser pirsgirêka kurd a li Turkiyeyê nebû ; bi tenê çend nûnêrên wê, bi taybetî li Kurdistanê, nerazîbûna xwe ya ferdî li dijî siyaseta fermî ya li ser Kurdan dihat meşandin îfade dikir ; lê belê, " pirsgirêka Rojhilatê ", bi tenê weke nîşaneke pêşketina newekhev a kapîtalîzmê dihat hesibandin. Gaveke dîrokî di kongreya çaremîn a partiyê de hat avêtin, kongreya ku li Enqereyê di navbera 28 û 31ê cotmehê 1970î de pêk hat. Ji ber ku pêşniyara li ser pirsgirêka kurd ku li wir hat pesendkirin weha diyar û wêrek e, û şêwaza wê ya dîrokî qonaxeke nû a têkiliyên navbera Kurd û Turkan îlan dike, hêja ye ku em wê li vir bi temamî dubare bikin:

"Kongreya çaremîn a Partiya Karkerên Turkiyeyê li ber raya giştî nas dike û weha îlan dike ku:

● Gelê kurd li rojhilata Turkiyeyê heye;

● Ji destpêkê ve, rejîma faşîst a sinifên serdest li ser gelê kurd siyaseteke zordarî, teror û pişaftinê meşandiye, ku pirrî caran jî dirûve operasyonên xwînrij girtiye;

● Digel qanûna pêşketina newekhev, encamên siyaseta civakî û aborî ya sinifên serdest, di paşdemayîna herêma ku gelê kurd lê dijî de, sedemên bingehîn in; ji ber vê yekê, hesibandina "pirsgirêka Rojhilatê" a weke pirsgirêkeke pêşketina herêmî, bi tenê domandina îdeolojiya neteweperest û regezperest a sinifên serdest e;

● Piştgiriya partiya me ya ji bo gelê kurd, ê ku ji bo bidestxistina mafên xwe yên destûrî û hemwelatiyê û wergirtina tevahiya daxwaz û xwastekên xwe yên demokratîk têdikoşe, erkeke şoreşgerî ya asayî û pêwîst e;

● Divê sosyalîstên kurd û turk li cem hev di nav partiyê de bixebitin, da ku têkoşîna ji bo wergirtina daxwaz û xwastekên demokratîk ên gelê kurd û têkoşîna ji bo şoreşa sosyalîst, ya ku bi rêberiya sinifa karkeran û rêxistina wê ya pêşeng, partiya me, pêk tê, li hev bên û di pêleke şoreşgerî ya tenê de bimeşin;

● Yek ji bîngehên sereke ji bo geşbûna partiyê û têkoşîna wê ya îdeolojîk, tunekirina îdeolojiya nijadperest, bûrjûwa û neteweperest-regezperest li hemberî gelê kurd e; partî ji hêla pêwîstiyên têkoşîna şoreşger û sosyalîst a sinifa karkeran li pirsgirêka kurd dinihêre."

Bi pey re, hin rêxistinên çepgir ên tûnd gavên hîn meztîr jî avêtin. "Dev-Genc", yanî Federasyona Xwendekarên Şoreşger, ku di nav xwe de bizavên maoîst, kastrîst û trostkîst vedihewîne, weha îfade kir ku mafê gelê kurd e ku ji bo wergirtina mafên xwe bi awayekî çekdarî têbikoşe. Di daxuyaniyekê de ya bi tarîxa 5’ê adara 1971’ê, Komela Xwendekarên Turk ên li Fransayê "mafê gelê kurd ê çarenivîsê" nas dike, ku ev maf jî dikare mafê cudaxwastinê bi xwe re bîne.

Di warê civakê de, taybetmendiya esas a tevgera kurd a îroj li Turkiyeyê jî ew e ku ji destên kadroyên berê weke endamên arîstokrasiya olî, xwediyên axên mezin û serokeşîran derketiye; ji ber ku tevî ku wan di dema bihurî de rêberiya serhildanan dikir, ew nuha ji tirsa tûndbûn û firehbûna tevgerê hevkariya hukumeta turk dikin. Herçî siyaset e, ne weke rêberên serhildana kurd a li Iraqê, tevgera kurd a li Turkiyeyê baweriya xwe bi bêalîtiya navbera Rojhilat û Rojavayê re nayîne : ji bo wan, beşdariya Turkiyeyê ya di NATO’yê de û parastina ku Amerîka didiyê weha dikin ku bi awayekî asayî û rasterast, tevgera kurd a li Turkiyeyê li hemberî dijminatiya Amerîkayê rû bi rû dimîne; wekî din, di rewşa serhildaneke çekdarî ya li Kurdistanê de, Anqere dê ji alîkariya askerî ya Amerîkayê îstifade bike. Ji peymana agirbestê ya li Kurdistana Iraqê, bûyerên qirêj li Kurdistana Turkiyeyê (îşkence, dorpêçkirina giştî ya Ferqînê ya di 8’ê nîsana 1970’ê de) (1) weha zêde bûne ku mirov bi rastî dikeve fikaran, ka gelo hukumet dixwaze Kurdan teşwîqî serhildana çêkdari bike, ji bo ku tevgera wan a siyasî, ku ji nû ve ava bûye, weha îmha û tune bikin ku ew ê vegere rewşa xwe ya di navbera 1937 û 1960’î de. Helbet, parêzvanên fikira gerîlayeke kurd a li Turkiyeyê jî hene, lê belê pirr ji wan weha bawer in ku tevgera kurd hîn bes xurt û rêxistînkirî nîne ku bikaribe ji zulmkariya bê sînor a muhtemel, ku nijadkujiya Ermeniyan jî mînaka wê bû, xwe biparêze. Wekî din, ew jî weha difikirin ku destpêkirina têkoşînê ya li Kurdistana Turkiyeyê û Îranê, bê ku Kurdistana Iraqê xweseriyeke xurt û mayînde bi dest bixe û bikaribe dewsa hîma piştgiriyê ya ji bo têkoşîna azadiya kurd a li Turkî û Îranê bileyize, dê çewteke stratejîk bibe.

Kêmneteweyeke li Sûriyeyê

Li Sûriyeyê, ji şoreşa baasîst a 8’ê adara 1963’ê û vir de, rewşa Kurdan pirr xirab bû. Tevdîreke "Qayîşa ereb" (2) ji hêla desthilatdaran ve hatibû amadekirin, ku li gorî vê planê, dê parçeyeke erdê ya 10 kîlometreyên firehiyê li cem sînora Turki û Suriyê ji nifûsa xwe ya kurd vala bibûya û, bi hincêta nûjenkirina cotyariyê, dê avahiyên dewletê yên çekdarî, weke kîbutzên Îsraîlê û ji bo peyayên ereb veqetandî, hatibûna çêkirin. Li hemberî berteka xurt a peyayên kurd ku wan dê tenê ji ber zora çekdarî gundê xwe biterkanda, hukumeta Baasê mecbûr maye ku plana xwe vekişîne. Hemwelatiya Suriyeyê jî ji destê Kurdên ku hejmara wan bi deh hezaran e hat girtin, bi bahaneya ku hin ji wan piştî perçiqandina serhildanên kurd ên 1925’ê, 1930’ê û 1937’ê ji Turkiyeyê hatine Suriyeyê, tevî ku herêmên Arab-Pinar, Kurd-Dax û Cizîra Bakûr, ku nuha di nava Suriyeyê de ne, her dem kurd bûn, lewre sînorê navbera Turkiye û Suriyeyê ji hêla desthilata wekaleta Fransayê ve di sala 1921’ê de hatibû xêzkirin. Li Suriyeyê hemû îfadeyên çanda kurd, heta guhdarkirina CD’yên kurd û xwendina pirtûkên wêjeya kurdî jî, qedexe ne.

Ragihandineke vêşartî ya ku ji hêla Mohamed Taleb Hilalî ve, dema ku ew midûrê îstîxbaratên Hasekê bû, hatiye nivîsandin, rastiya tevdîrên Baasa Suriyeyê yên li hemberî kêmneteweya kurd a li vî welatî bi awayekî aşkere û xofdar radixîne ber çavan. Bi armanca tunebûna Kurdên Suriyeyê, bi rêya pişaftina bi zorê û koçkirinê, çend rêç û rêbaz hatin rêzkirin: 1) siyaseta pergalî ya nexwendebûnê ya di herêmên kurd de (r.46); 2) derxistina gellek Kurdên Suriyeyê ya ji hemwelatiya sûrî û şandina wan a Turkiyeyê (r.47); 3) bêparmayîna Kurdan a ji xebatê (p.47); 4) teşwîqkirina şerrên navxweyî yên di nav civaka kurd de (r.48); 5) di dawiyê de, avakirina xaniyên komî yên ereb û çekdarî di herêma sînora Turkî û Suriyeyê de, "weke mêtingehên cihûyan" (r.48).

Piştî weşandina ragihandinê, partiya Baas a ku ji bo navdariya xwe ya pêşverûtiyê li welatên biyanî xema dixwar, weha bersivand û got ku fikirên Mohamed Talab Hilalî ne fikirên partiyê bûn. Lê belê, wî hîn di hikûmeta Dr. Atasiyî de weke Wezîrê Erzaqan kar dikir, û anuha, ji darbeya Hafez Al-Assadî û vir de, ew karê alîkariya serokwezîrî dike.

Helwêsta nerm a li hemberî hukumeta Suriyeyê bû sedema dabeşkirina Partiya Demokrat a Suriyeyê, ku ji hêla Dr. Nûreddîn Zaza ve di sala 1957’ê de hatibû damezrandin : bizava bi PDK-Iraqê ve girêdayî (Salah Badraddîn) bizava hemberî xwe, ya ku bêhtir li hêla çepê ye (Abdulhamid Derwêş) û ku helbestvanê şoreşger ê mezin, Cegerxwîn, piştgiriya xwe didiyê jî, mehkûm dike û dibêje ku ew bi dizî bi desthilatdariya sûrî re muzakereyê dikin û lewre bi azadiyeke firehtir dixebitin, ku dostaniya wan a vêşartî ya bi baskê antîbarzanî ya PDK-Iraqê (Celal Talabanî, Îbrahîm Ahmed) re heye, û ku pirsgirêka kurd a li Suriyeyê weke pirseke "kêmneteweyekê" kêm dikin, bêyî ku axa kurd a li Suriyeyê weke parçeyekî ji Kurdistanê bihesibînin.

Daxwazên her du aliyan ji xwe pirr kêm in jî: pêşketina azad a ziman û çanda kurd a li Suriyeyê û dawîlêanîna hemû cudakariyên li dijî Kurdan. Her du jî bi xurtî piştgiriyê didin tevdîrên pêşverû yên hukumetê (nûjenkirina cotyariyê, netewekirin), herweha piştgiriyê didin helwêsta sûrî ya li hemberî pisgirêka Filistînê.

Hêviyên li Iraqê şikestin

Rewşa li Iraqê weke klîta pêşdeçûyina tevahiya pirsgirêka kurd tê dîtin. Peyamên dîrokî yên 11’ê adara 1970’ê hêviyên pirr mezin bi xwe re anîbûn : cara pêşî bû ku hukumeteke iraqî bi awayekî " fermî " xweseriya kurd nas dikir û ji têgeha tunebûna navendîtiyê, ku berê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd dihat bikaranîn, gavên mezintir avêtibûn. Hevkariyeke rast di navbera partiya Baas û Partiya Demokrat a Kurdistanê de çêbû û pênc wezîrên kurd jî ketin hukumeta Bexdayê: Mohamed Mahmûd (Karên bakûr), Nûrî Şawes (Karên dewletê), Saleh Yusefî (Wezîrê dewletê), Îhsan Şîrzad (Karên çolistan û şaredariyan) û Nafez Celal (cotyarî), ku sê navên pêşî ji endamên dezgeha siyasî ya PDK’ê bûn.

Weke ku tê zanîn, Mohamed Habîb Karîm ji hêla kongreya heştemîn a PDK’ê ve, ku di destpêka meha tîrmehê de li Nao-Perdanê li dar ket, weke Cîgirê Serokkomarê Iraqê hat destnîşankirin, û ew herweha sekreterê giştî yê PDK’yê ye jî, lê belê ew tu carî ji hêla Desteya Neteweyî ya Şoreşgeriyê ve, ku li Iraqê hertiştî di destên xwe de kom dike, nehat pejrandin, û ev ê jî bi awayekî mayinde têkiliyên bi Bexdayê re tarî bike. Têgeha kurd a xweseriyê weha ye ku divê sînorên axa di bin desthilatdariya hukumeta herêmî ya kurd de bi awayekî sexbêr werin aşkerekirin. Herweha diviya di herêma Kerkukê de, ya ku mijara nîqaşên ciddî ye referandûmek bihataya lidarxistin. Ev herêm giring e, lewre, ji ber ku neft tê de pirr e û Kurd, Ereb, Tirkmen û Asûrî lê dijîn, û hukumet tê de ji sala 1963’ê û vir de bê navber guherînên nifûsê pêk anîne da ku herêmê bike ereb û ji Kurdistanê bistîne. Ji ber ku hukumet li dijî wê derket, ev referendum hîn pêk nehatiye û vê jî têkiliyên Kurdan ên bi Bexdayê re bêhtir tarî kirin. Demeke berî nuha, hukumetê hin şaxên PDK’yê yên bajarên Kurdistanê dan girtin û çend hejmarên "Taakhi"yê ("Biratî"), rojnameya navendî ya PDK’yê ku bi awayekî rojane li Bexdayê diweşe qedexe kirin.

"Çepgir" li Kurdistana Iraqê jî hene: ev kes, Kurdên endamên "rêvebiriya navendî ya Partiya Komunîst a Iraqê" ne. Ev partî sala 1967’an ji ber serhildaneke bingeh û kadroyên bilind ya li dijî dezgeha navendî peyda bûye, lewre wan navend bi hevkariya hukumetê û parastina xeta wê ya "wendaker, bê tevger, înkarker û reformîst" tawanbar dikir. Vê bizava nêzîkî têgehên Kubayê, di sala 1968’an de bi hevkariya şoreşa kurd re hewl dabû ku di herêmên avzêlî û çolistanên ereb yên başûrê Iraqê de komên çekdarî saz bike, lê ev hewl bi lez û bi xwînrêjî hatibûn bidawîkirin. Di dema van bûyeran de, Xaled Ahmed Zebki, kevneserokê xwendekarên iraqî yên li Brîtanyaya Mezin û endamê sekreteriya Weqfa Betrand Russel, hatibû kuştin. Rêvebiriya navendî, ku hin endamên wê jî di refên Eniya Gel a Rizgariya Filistînê de xebitîn, rejîma baasîst a Iraqê weke "desthilateke dîktatorî ya nû-dagîrker û faşîst" bi nav dike û ji bo rûxandina wê ya bi "têkoşîna gel a çekdarî" bang dike.

Bi fersenda kongreya heştemîn a PDK’yê de, tîrmeha 1970’ê, min nûnêrên wê tevgerê, yên ku li Kurdistanê di nava refên şoreşa kurd de şerr dikin, dîtin (4). Xaniyekî reben li gundekî kurd, çend kîlometreyên dûrî Nao-Perdana ku kongre tê de dihat lidarxistin; bi dîwêr ve nîgarekî Lenîn û Guevara û nivîseke bi imzaya damezirînerê Partiya Komunîst a Iraqê Fahd: "Komunîzm ji mirinê xurttir û ji sêdaran bilindtir e." Li erdê, çend Kalaşnîkov; mîlîtanên ereb ku ji Bexda û başûrî hatine bê navber tên û diçin û îşkenceyên hovane yên ku di zîndanên Qesr al-Nihaya ("Qesra dawiyê") de, li Bexdayê û di bin rêvebiriya îstîxbarata Baasê de, li hevalên wan tên kirin ji min re vedibêjin. Her mîlîtanekî rêvebiriya navendî ku li Qesr al-Nihaya girtî ye mecbûr dimîne ku daxuyaniyekê îmze bike ku ew tê de baweriyên xwe yên siyasî înkar dike û sonda hevkariya polîsê dixwe; heger îmze neke jî, heta mirinê îşkence lê tê kirin. Paşê, cesed di çemê Dîcleyê an kolanên Bexdayê de tên dîtin ku marîpişta wan perçiqandî ye. Rêvebiriya navendî biryareke weha girt ku hemû têkiliyên bi van kesan re ku ji Qasr al-Nihaya zîndî derdikevin, qedexe ne.

Bi dû re nihêrîna rêvebiriya navendî ya li ser agirbesta li Kurdistanê jî ji min re tê gotin: "Hukumet dixwaze wextê qezenc bike, ji ber ku nuha lawaz e û nikare di heman demê de li dijî çepa iraqî û şoreşa kurd şerr bike. Peyman bi tenê taktîk e, û dema ku hukumet dê derbeyeke xurt li çepa iraqî û bi taybetî li partiya me ya komunîst bide, ew ê hingê şerr dest pê bike. Weke nûnêrên bizava gelî ya tevgera azadiya kurd, em beşdariya wezîrên kurd a di hukumetê de mehkûm dikin, ji ber ku bêdengiya wan tê wateya qebûlkirina zilmkariya xwîndar a li dijî hevalên me; bi heman şiklê em piştgiriya bêdengiya dunyayî, ya Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetîk di serî de, ya li hember çeteya xwînrij û faşîst a Baasa iraqî mehkûm dikin." Gelo dê pêşketinên li Kurdistana Iraqê van pêşdîtinên reşbîn rast bikin? Hîn zû ye, lewre nuha em nikarin bibêjin.

Çi dibe bila bibe, lê Kurdan, bi buhayê deh salên têkoşîna çekdarî û êşên nedîtî, li Iraqê helwêsteke weha bi dest xistine ku bê guman, di warê siyasî û askerî de xurt e. Nizmkirina daxwazên wan bi encam bû, ji ber ku tecrubeya tevgerên din ên rizgariyê, ku ji destpêkê ve cudaxwazî tercih kirin, pirr hêvî nade mirovî: li Bîafrayê, li Bengalê, li Başûrê Sûdanê, li dijî van xwastekan, karên qirkirinê hatin meşandin û Neteweyên Yekbûyî jî, ji ber têgeha tevahiya axê û hukumdariya dewletan, lal mane. Ma di dema trajediya Bîafrayê de, Maha Thant (5) weha negotibû ku: "NY dê destûrê nede tu cudaxwaziyê, ne li Nîjeriyayê û ne li dewleteke din a endamê NY’ê jî." Bê guman, ev yek bêdengiya rêxistina navneteweyî ya li hemberî bangên ku di dema şerrî de rêvebirên kurd dubare dikin, û bêhêziya wê ya nuha ku di mijara trajediya Bengalê de heye, baş şîrove dike.

Çavkanî
  1. Bnr. Bultena 2’emîn ya Navendên Şoreşger ên Çanda Rojhilatê (D.D.K.O), digel dosyaya li ser vê meseleyê ku DDKO’yê da serokkomar Cevdet Sunay
  2. Bnr. "Le Problème kurde en Syrie. Plans pour le génocide d´une minorité nationale" (bi fransî, Pirsgirêka Kurd ya li Sûriyeyê. Plana ji bo qirkirina kêmneteweyekê), çileya pêşîna 1968’an, Îsmet Şerîf Vanly
  3. Bnr. "Lêkolîna li ser parêzgeha Cizîrê di warê neteweyî, civakî û siyasî de" (bi erebî). Partiya Demokrat a Suriyeyê kopiyeke belgeyê esil bi dest xist û li welatên biyanî bi destê Îsmet Şerîf Vanly ve da weşandin ("La Persécution du peuple kurde par la dictature du Baas en Syrie")
  4. Bnr. "Partisans" (kovareke bi fransî), hejmara 52 (avdar-avrêla 1970´î: "Le peuple palestinien en marche"), digel wergera ragihandina rêvebiriya navendî ya li ser pirsgirêka kurd, di gotara min de, ya bi navê "la Révolution arabe et la question nationale du Kurdistan" (Şoreşa erebî û pirsgirêka neteweyî ya kurdî)
  5. Têbîniya wergêrî: Maha Thant (1909-1974) di navbera 1961 û 1971´ê de sekreterê sêyemîn yê Neteweyên Yekbûyî bû

Wergera ji fransî: Îbrahîm Seydo Aydogan û Simko Destan