Kurdnasê hollandî Michiel Leezenberg: "Xwebawerîya kurdan ya rewşenbîrî û zimanî xurt bûye"

Li Bakur ji bo amadekirina mamoste û pirtûkên dersê xebateka gelek mezin heye! Tu kes nizane îro çend destnivîsên bi zimanê kurdî li pirtûkxaneyên giştî û şexsî hene!

Çara yekem min kurdnasê hollandî Michiel Leezenberg  li Newroza Wuppertalê li Almanyayê dît.

Bi rastî nayê bîra min kîjan sal bû, lê tê bîra min ku ez li zimanê wî yê kurdî ecêb mam: ewqasî şayik û xweş, bê aksent! Erê hinekî bêhna rojavayîyan jî jê dihat lê meriv qet pê aciz nedibû û dizanîbû ku vî camêrî xwe bi zimanê me re westandîye.

 

Paşê min ew li Festîvala Wêjeyê ya Colemêrgê sala 2010an dît, ew hatibû wan deveran û beşdarî festîvalê bûbû. Ez û ew û kekê Selîm Temo em heta derengî şevê man û me behsa gelek tiştan kir. Cara din ez li Mêrdînê bûm dîsa nizanim kîjan sal bû, me li Leylan Cafeyê sohbetek li gel xwendevanên kurmancî û hezkirîyên wêjeya kurdî li darxistibû, min dît carekê vaye Michiel Leezenbergê me jî li wir e. Bihara par anku sala 2012an em li herêma Kurdistanê bûn, li wir festîvala wêjeyê ya Soran li darketibû. Dîsa ҫavên min bi camêr ketin, êdî min nas kir ku ew qet xwe ji minasebeyeka wêjeya kurdî bêpar nake, ew ji kurdekî bêtir li pey van ҫalakîyên ziman û wêjeyê ye û derdê wî ye ku ji bo wêje û zimanê kurdî tiştekî baş werîne holê.

 

Bi bawerîya min, ҫawa ku kurdnas xwedî li me û wêje, folklor û zimanê me derdikevin divê em jî li wan xwedî derkevin, derfetan bidin wan û li wan guhdarî bikin û berê xwe bidin wan û berhemên wan. Ew ji derve de, li gor pîvanên akademîk li me kurdan û li karekterê me û dîroka me dinêrin, bêyî ku faktorên welatparêzî, yan miletperwerî yan jî neteweperestîyê wan bidehfînin xebatên wan û encamên xebatên wan, loma jî bi bawerîya min dîtinên wan heta radeyekê dê bi gelekî ji yên me rasttir û bêlayentir bin. Bi vî awayî xwenasîya me jî ji kurdnasîya bîyanîyan tê. Ҫawa me bi xêra Alexandre Jaba, Peter Lerch, Martin Hartmann û yên din civaka xwe ya berî sed salan, berhemên li ber windabûnê û destxetên nirxdar naskirin wisa jî em di vê demê de gelek alîyên kesayetîya kurdî di rêya van kesan re nas dikin, loma jî  min girîng dît ku ez bi hin kurdnasan re hevpeyvînan li dar bixim. Eger derfet hebin dê ev rêzexebat berdewam bibe.

Michiel Leezenberg kî ye?

Ew sala 1964an hatiye dunyayê. Sala 1988an beşê fîlolojîya klasîk qedandîye û sala 1989an felsefe û zimanzanî. Di 1988an de ew cara yekem çûye Kurdistanê û dest bi hînbûna zimanê kurdî kirîye. Sala 1992an ew li Başûrê Kurdistanê bû çavdêrekî hilbijartinên 19ê Gulanê û paşê jî wekî mamoste li Zanîngehê Selahedînê li Hewlêrê xebitîye. Wî sala 1995an doktoraya xwe standîye, li ser felsefeya zimanî. Sala 1996-1997 ew bûye mamoste li beşê Zimanên Rojhilata Nêzîk li Zanîngeha Utrechtê, mamosteyê ziman û çanda kurdî. Di 1999an de wî karê beşê felsefeya zanistîyê li Zanîngehê Amsterdamê wergirt û heta îro li wir (û di programa 'Îslam di nav dunyaya nûçeyan de) kar dike.

Michiel Leezenberg kurdnasekî kurdan baş nas dike, lê gelek kurd hene wî baş nas nakin, hûn dikarin behsa xwe bi kurtî bikin?

 

Ez niha li Zanîngeha Amsterdamê kar dikim. Li beşê dîrok û felsefeya zanistîyê (History and Philosophy of Science) dixebitim û li beşê lêkolînên olî (religious studies) li programa master ya "Îslam di nav dunyaya nûçeyan de" dixebitim. Di vê demê de lêkolînên min ne tenê li ser dîrok û bingehên zanistîyên merivan in, lê bi giştî jî li ser dîroka rewşenbîrî û ronakbîrî ya ji rojhilatê nêzîk û bi taybetî dîroka ronakbîrî ya kurdan in. Ez bi kurtî dikarim bibêjim ku berî 15 salan, ez li Zanîngeha Utrechtê mamosteyê ziman û çanda kurdî bûm, lê mixabin niha li zanîngehên Hollandayê hîç îmkanên xwendina li ser kurdan tunin.

 

Baş e, me nas kir ku hûn li Zanîngeha Amsterdamê di warê "Philosophy of science" de dixebitin.

Ҫi berê we da kurdnasîyê? Ҫima kurdan û wêjeya wan bala we kişand?

Ez berî 25 salan cara yekem çûm Kurdistanê. Gava ku ez hîn xwendekar bûm, ez cara yekem çûm Kurdistana Bakur û Rojava; merivên ku min wê wextê ew naskirin hemûyan li ser bindestîya kurdên Tirkîye û Sûrîyeyê qise dikirin. Li wê salê jî êrişa kîmyayî ya li ser Helebçeyê hebû. Ji ber ku min dixwast bizanim kurd çima li bin ewqas bindestî û tund û tîjîyê dijin, min bi xwendina dîrok û hînbûna zimanê wan dest pê kirîye. Paşê ez çend car çûm parçên Kurdistanê yên bakur, başûr û rojava. Bi teybetî salên 1992 û 1994an ez gelek wext li başûr mam, wekî çavdêrê hilbijartinên yekem yên azad yên li herêma Kurdistanê û wekî mamoste li Zanîngehê Selaheddînê û li Hewlêrê. Wê wextê, geşt û lêkolînên min yên li Kurdistanê hemû karên akademîk yên ‘qaçaxî’ bûn, ji ber ku xebata min ya resmî ya li zanîngehê nivîsandina teza doktoraya li ser felsefeya ziman bû. Wê wextê li ser rewşa kurdan min gelekî bi Martin van Bruinessen re kar kir.

Naxwe hûn li welatên ku kurd lê dijîn û li Kurdistanê têr gerîyane, sal bi sal hûn di

ҫin Hewlêr, Amed, Colemêrg û Merdînê, encama gera we ҫi bû? Hûn kurdan wek milet xwedî dahatîyeka ҫawa dibînin?

 

Ew pirsîyareka gelek mezin e! Salên 80 û 90î, têkoşîna kurdan li hemberê bindestîya tirk, ereb û farisan bi giştî bi rêya leşkerî bû; îro bêtir têkoşîneka sîyasî û rewşebîrî ye. Niha xwebawerîya kurdan ya rewşenbîrî û zimanî bi taybetî li bakurê Kurdistanê gelekî mezintir e, lê heta îro li nav gelek kurdên bakur şerma zimanê zikmakî heye. Niha, gava ku axaftina bi kurdî hêsantir e, divê em bi dinyayê bidin zanîn ku kurdî ne ‘zimanekî bê şaristanî’ ye, her wekî ku Bülent Arinç got.

 

Paşê hişkbûna herêma Kurdistanê li Iraqê jî, têkilî û guherandina li nav kurdên bakur, başûr, rojhilat û rojava hene; li înternet û televîzyona satelîtê jî gelek imkanên nû hene. Tenê heta îro parvekirina sîyasî maye. Îro em dikarin li bakur û başûr bi kurdî biaxivin, lê têkoşîna dêmokratîk hîn temam nebûye.

We xwe bi zaravayên kurdî re jî mijûl kirîye, gelek guftûgo li ser zimanekî standard di nav kurdan de heye û tê niqaşkirin, gelo hûn vê yekê

ҫawa dibînin? Mimkin e zaravayên kurdî bibin du zimanên cuda? Yan jî gelo ma ew dikarin bibin yek ziman, anku zimanekî têkel ji herduyan peyda bibe?

 

Niha zimanê kurdî zimanekî pir standard e, yanî li başûr soranî heye ku bi tîpên erebî tê nivîsandin, li bakur kurmancî heye ku bi tîpên latînî tê nivîsandin û niha li bakurê herêma Kurdistana Iraqê zaravaya badînî ku nêzîkî kurmancîya bakur e, lê bi tîpên erebî tê nivîsandin. Û divê em zaravayên ku kêmtir meriv pê diaxivin jî girîng bibînin, wekî zazakî û goranî/hewramî. Bi taybetî bi goranî wêjeyeka dewlemend û xweş heye.

 

Îmkana ku ev zimanên nivîskî bibin yek niha gelek piçûk e. Ez dikarim xwastina zimanê kurdî yê yekgirtî baş fêm bikim, lê ew fikir ji hesibandina neteweparêz ya sedsala nozdehan e ku dibêje divê her miletek yek zimanê wî yê yekgirtî hebe. Ew fikra ‘yek gel-yek ziman’ niha êdî kevneperest e û ne realîst e. Kurdan ji dehan salan ve li hemberî sentralîzasyona zimên têkoşîn kirîye û ez bawer nakim ku ew niha li nav xwe li ser sîyaseteka sentralîst ya nû ya zimanî qebûl bikin.

 

We di hevpeyvîneka xwe ya berê de behsa berhemeka xwe ya ku di derbareya zaravayên/lehceyên kurdî de ye kirîye û we gotîye ku ew bûye 19 sal hatîye nivîsîn lê ҫap nebûye.  Ҫima ҫap nebûye?

Axxx, jîyana akademîk weha ye. Min sala 1992an li konferanseka li Almanyayê ew meqale berpêş kir. Profesorê ku ew konferans amade kiribû digot ku wî dixwast meqaleyên konferansê çap bike, lê mixabin heta îro ew pirtûk nehatîye weşandin. Lê min ew li zanîngehê çap kir û weşand wekî "prepublication" û niha di internetê de jî hatîye belavkirin. Profesor MacKenzie ji wê meqaleyê gelek aciz bû, ji ber ku min krîtîka teorîyên wî yên li ser "substrata" zimanê goranî li bin zaravê soranî kir; min nivîsandibû ku divê em tesîra zaravayê goranî ya li ser soranî wekî deynkirineka prestîjê bibînin û ne wekî delîla bindestxistina gelê "eslî" yê goranî ji alîyê eşîrên soranî yên êrişkar ve, her wekî ku wî bawer dikir.

 

Niha pêvajoyeka nû li Tirkîye û li Kurdistanê dest pê dike, bi dîtin û bawerîya we ev pêvajo wê tesîreka ҫawa li ser rewşa ҫand, wêje û zimanê kurdî bike? Aştî dê ji ҫanda kurdî re ҫi bîne?

 

Berî 20 salan, axaftina kurdî qedexe bû û kesekî bawer nedikir ku di demeka nêzîk de xwendina kurdî li zanîngehên Tirkîyeyê hebe. Niha xebateka gelekî mezin heye ji bo hazirkirina mamoste û pirtûkên dersê yên bi zimanê kurdî. Îmkana giran heye ku piştî çend salan hînbûna zimanê kurdî li nav xwendegehên destpêkê yên li Kurdistana Bakur resmî dibe û niha li çend zanîngehên bakur gelek karên avakirina kurdî wekî zimanekî zanistî tên kirin.

 

Îmkanên nû ji bo wêjeya kurdî jî hene. Berî çend salan gotûbêja mezin hebû li ser pirsîyara ka gelo romana kurdî heye yan na. Tenê ev gotûbêj li ser romana kurmancî bû. Li alîyê din, nivîskarekî mezin yê ku bi soranî dinivîse wekî Bextîyar Eli got ku ew romanên kurmancî yên Mehmed Uzun nas nake. Belkî di wextên bê de nivîskarên kurmancî û yên soranî hevûdin bêtir nas bikin; li salên paşê, çend konferans û festîvalên rewşenbîrî hebûn ku nivîskarên her çar parçeyên Kurdistanê  anîn cem hev.

We di heman hevpeyvîna navborî de behsa rola medreseyan kirîye û we gotîye ku fikra netewî ya kurdî ji wir derketîye û li wir hatîye damezrandin. We gotîye jî ku roleka mezin ya ola îslamê di avakirina fikreka netewî de hebûye. Pirsa me ev e: gelo kurd niha dikarin ji îslamê fayde bibînin! Îslam wekî ol dikare ji kurdan re bibe bingeh û faktorek ji bo pêşketinê?

 

Îslam, wekî her olî, dikare faktoreka pêşketinê yan kevneperestîyê be. Salên 70 heta 90î li her parçeyên Kurdistanê komên îslamî yên şorişgerî û bi şidet jî hebûn; niha Îslama sîyasî ya"bûrjûwa" bihêztir e.

 

Lêkolînên min li ser Elî Teremaxî û xwendina medreseyê bi rasthatinî ava bû. Min pirtûka Teremaxî ya bi navê Tesrîfa Kurmancî dît, yanî rêzimana kurdî ji sedsala 16an, ku heta îro li Kurdistana Bakur nehatîye çapkirin, lê her feqîyekî medreseyan wî nas dike. Belkî ev pirtûk ji bo avabûna standarda nivîskî ya kurmancîyê ji pirtûkên Ehmedê Xanî girîngtir bûn. Bi giştî rola medreseyên Kurdistana Bakur ji bo parastina zimanê kurdî gelek giran bû: li nav medresên bakur rêzimanê kurdî ya ‚standard’ hatîye avakirin û helbest û pexşan bi kurdî hatine nivîsandin. Lê modernîzma kemalîst û paşê jî welatparêzîya kurdî ya laîk ew rol nedît, yan nexwast bibîne.

We lêkolînek li ser Mela Mehmûdê Bayezîdî ҫêkirîye, hûn Mela Mehmûd û xebata wî ya li gel Alexandre Jaba ҫawa dibînin?

Em hîn gelek kêm li ser jîyana Mela Mehmûdê Bazîdî (Bayezîdî) dizanin, lê karê wî yê zanistî û sîyasî pir girîng bû. We pirtûka wî ya bi navê Adat û rusûmâtnameyê ekradîyye weşand; girîngîya wê pirtûkê ev e ku cara yekem kurdek li ser folklora kurdî nivîsandîye. Bayezîdî (yan Bazîdî) jî cara yekem li ser dîroka wêje û zanistîya kurdî nivîsandîye. Karên wî ji bo wî jî balkêş in ku ew ne etnografîya modern û ne zasnistîya îslamî ya kevneşopîn in. Lê ev pirtûkên wî, em dikarin destpêkirina avabûna nasnameya neteweyî ya "romantik" û "folklorîk"  li nav kurdan bibînin.

 

Di heman mijarê de, we lêkolîneka girîng li ser kurdoljîya rûsî jî nivîsîye, ew bi rastî jî ekoleka mezin bû û rola Petersburgê nayê jibîrkirin. Bi dîtina we ew ҫalakîyên kurdnasîyê berdewam in mîna berê yan sar bûne û ҫima?

 

Kurdolojîya Rûsî û Sovyetê ji bo çend sebeban gelek girîng e: Gelek karên girîng ji alîyê lêkolînvanên rûsî hatine nivîsandin û îmajeka kurdan ya bibandor jî li wir hatîye avakirin. Rewşenbîrîya kurdî ya klasîk parçeyek ji tradîsyona kosmopolît ya farisî bû: Ehmedê Xanî jî helbestvanên farisî wekî Nîzamî û Camî wekî modelên xwe dibîne; lê di kurdolojîya rûsî û sovyetî de kurd hatine "folkorîze kirin": di xebatên sovyetî de, kurd ne wekî parçeyeka wê tradîsyona kosmopolît, lê wekî milet bi folklora neteweyî hatîye dîtin. Ew folklorîzekirin (bi îngilîzî: folklorization) paşê li nav kurdan jî bibandor bûye.

 

Niha kurdolojîya rûsî ne wekî berê ye. Heta îro karên balkêş li Petersburgê tên nivîsandin û çapkirin, lê rojhilatnasîya rûsî ya îro ji berê gelek qelstir û feqîrtir bûye. Ez bawer dikim ku zanîna fîlolojîk ya li ser kurdan ji bo îro jî girîng e. Mesela, heta îro, çapeka baş ya Tesrîfa Kurmancî ya Elî Teremaxî ya bi tîpên latînî nehatîye weşandin û gelek nivîsên Bazîdî nehatine çapkirin. Tu kes nizane çend destnivîsên bi zimanê kurdî li pirtûkxanên giştî û şexsî hene û ji gelek karên helbestvan û pexşannivîskarên kurd heta îro nehatine çapkirin. Li zanîngehên Kurdistana Bakur û Başûr îmkan gelek hene, lê zanîna fîlolojîk ya ku gerek e, ji bo weşankirina destnivîsên kevn nehatîye parastin. Lê belkî ji bo xwebawerîya kurdan ew xebata fîlolojîk niha jî girîng û gerek e.