Kurtedîroka kurdnasîya li Sovyetê

Bi Prof. Dr. Celîlê Celîl re li ser xebatên kurdnasîyê hevpeyvînek

Prof. Dr. Celîlê Casimê Celîl di 1940ê de li Êrîvanê hatiye dinyayê û heta sala 1992yê li zaningehên cur bi cur yên li KYSS li ser dîroka tevgera azadîxwaz a Kurdistanê lêkolîn kirine. Birêz Celîl piştî ruxandina KYSS warguhêzî Awusturyayê bûye û xebatên xwe yên kurdnasîyê li bajarê Wienayê domandiye.

Em di gulana 2011ê de bi hev ra beşdarî konferansa kurdolojî ya Zanîngeha Hekarîyê bûn. Min ev hevpeyvîn li Hekarîyê pê re kir.

Tu dikarî behsa xebata xwe ya di warê kurdnasîyê de bikî?

Min di 1954ê de li Ermenistanê xwendina xwe ya deh salî temam kir û heman salê jî bo Zanîngeha Êrîvanê fakulteya dîrokê hatim qebûl kirin. Min ji 1954ê heta 1959ê di fakulteya dîrokê de beşa dîroka giştî ya Ermenistanê xwend. Esas min dixwest ez beşa Îranî bixwînim, lê wê salê beşa Îranî xwendevan nedigirtin. Min di dema xwendinê de xwe dabû ser kurdnasîyê. Li serenserî Sovyetê, wisa jî li Ermenistanê di hemû unîversîteyan da hevalbendîya zanyarîyê ya xwendevanan hebû. Ew hevalbendî di zanîngeha me da jî hebû. Ji sala pêşin ez bûm çalakvanekî vê hevalbendîyê. Me her sal konferansa zanyarîyê pêk dianî. Her carê li vir min di derheqa dîroka Kurdistanê de gotarek pêşkeş dikir.

We di fakulteya dîrokê ya Ermenistanê de li ser tevgera Şêx Ubeydullah teza xelaskirina fakulteyê nivisî?

Belê, êdî min dikaribû di warê kurdnasîyê de xebat bikira, lewra tiştekî nû bû. Heta hingê di derheqa tevgera Şêx Ubeydullah de tu xebat nehatibû kirin. Min li hemû çavkanîyên heyî kola, xebateke zanistî û objektîf amade kir. Lewra fakulteyê teza min a bilind qebûl kir. Min di 1959ê de li Êrîvanê Fakulteya Dîrokê xelas kir.

Berî çend salan di Akademîyên Moskova û Lenîngradê de kursîyên kurdnasîyê hatibûn damezirandin. Birayê min Ordîxanê Celîl jî pey xelaskirina fakulteya fîlolojîyê, ango ya edebîyatzanîyê ya Unîversîteya Êrîvanê, çûbû Lenîngradê. Pêşîyê Ordîxan li Ermenistanê di Akademîyê da bû, ew ji bo xwendina bilind, ango doktorayê çûbû Akademîya Lenîngradê.  Ewî têza xwe ya doktorayê li cem akademîk Î. A. Orbellî li ser Kela Dimdimê dinivîsî. Gava li Lenîngradê kursî bona dîroka kurda vebû, Orbellî xwast ez biçim Lenîngradê beşa kurdnasîyê de xwendina xwe berdewam bikim. Min teza xwe şand Akademîyê. Şêwra Zanistî ya Akademîyê xebata min nirxand û biryar da kû xebatek hêja ye û ez di warê kurdnasîyê de xebatên xwe bidomînim. 

Di Akademîya Êrîvanê de beşa kurdnasîyê hebû?

Belê, di Akademîya Êrîvanê de çend kurdzan hebûn, lê wan li enstîtuyên cîhê cîhe kar dikir. Wek mîsal Hecîyê Cindî di Enstîtûya Edebîyatê de, Emînê Evdal di Enstîtûya Etnolojîyê de, Ordîxanê Celîl, wek asîstan di Enstîtuya Dîrokê de kar dikir. 1957ê  li Akadêmîya Zanistî ya Ermenistanê Sektora Rohilatzanîyê hat vekirin. Tevî beşên tirkolojî, îranîstîk û yên mayîn, beşa kurdzanîyê jî vebû û hemû kurdzanên belabûyî civandin, wekî tevayî di vê beşê da kar bikin.

Ez di sala 1959ê de çûm Lenîngradê min li ser tevgerên azadîxwaz ên kurd yên ji sala 1850 heta 1880yê lêkolîn kirin. Netîceya lêkolînên xwe min wek teza doktorayê pêşkeşî Şêwra Zanistî ya Akademîyê kir. Di sala 1963yê de teza min hat pejirandin û min mafê doktorîyê wergirt.

Beşek ji xebata min ya doktorîyê bi navê Serhildana Kurda ya Sala 1880, ango li ser serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî li Moskovayê wek pirtûk di 1966ê da hat çap kirin.

Di 1964ê da ez vegerîyam Êrîvanê û min li beşa kurdzanîyê dest bi xebatê kir. Ermenî li ser dîroka Kurdistanê ya berî Yekemîn Şerê Cîhanê pir hesas bûn. Gava navê tirkan û kurdên Bakurê Kurdistanê dihat gotin, ew pir eciz dibûn, lewra ewana tirk û kurdên bakur wek dijminên xwe didîtin.

Min li Ermenistanê di rojnameyekê de li ser pirtûka Xalfîn bi rûsî nirxandinek nivîsî. Di nivîsara xwe de min bi erênî behsa pirtûka Xalfîn kiribû. Berî ku ez werim Akademîya Êrîvanê kar bikim, komîsyonek amade kiribûn û bi gef û hêrs pirtûk wek lêkolîneke şaş û bi çewtîyan ve dagirtî nirxandibûn

Ji ber wê, gava ew pirtûka min li Moskvayê hat çap kirin, li Êrîvanê dijminatîyekê li dijî min dest pê kir. Lewra min Şêx Ubeydullah wek serokekî kurdan, wek kesekî neteweperwer, serokek, ku ji bo azadî û serxwebûna kurdan serî hildaye, nîşan dabû. Wan digot, Şêx Ubeydullah feodal e, paşverû ye, şêx e, nikare serokatîya tevgereke neteweyî bike. Di nav ermenîyên ku dijitîya min dikirin, yek-du kurd, hevkarên min jî hebûn; wan nangermî dikir û piştgirîya wan dikirin.

Min du salan (1964-1966) di Akademîya Êrîvanê de li ser dema osmanîyan xebat kir. Ez di xebata xwe de li ser rewşa polîtîk, aborî û sosyal a kurdan a salên 1800-1850ê sekinîm. Salên lêkolînê ji bo min demek dijwar bû, lewra li gor dîtina ermenîyan, kurdan wê demê ermenî zêrandine, bindest kirine.

Zanayên ermenî hemberî dîroka Kurdistanê ya berî Şerê Cîhanê yê Yekem hesas bûn. Di sala 1963yê da li ser dîroka Kurdistanê, pirtûka H. A. Xalfin ya bi navê Tekoşîn ji bo Kurdistanê hat çap kirin. Min li Ermenistanê di rojnameyekê de li ser pirtûka Xalfîn bi rûsî nirxandinek nivîsî. Di nivîsara xwe de min bi erênî behsa pirtûka Xalfîn kiribû. Berî ku ez werim Akademîya Êrîvanê kar bikim, komîsyonek amade kiribûn û bi gef û hêrs pirtûk wek lêkolîneke şaş û bi çewtîyan ve dagirtî nirxandibûn.

Komîsyonê çima nirxandineke negatîf li ser pirtûka Xalfîn kiribû?

 Xalfîn li ser dîroka Kurdistanê, li ser serîhildanên kurdan ji bo azadî û serxwebûnê bi awayekî objektîf nivîsîbû. Ewî serîhildanên kurdan erênî û wek tevgerên neteweperwer, tevgerên ji bo azadî û serxwebûnê nirxandibû. Xalfîn dostê kurdan bû. Ew dîtinên Xalfîn ne bi dilê zanyarên ermenîyan bû.     

Li Êrîvanê piranîya kurdên ku di warê dîrokê de kar dikir, li ser dîroka nû, salên piştî şerê cîhanê yê yekem kar dikir. Wek mînak, Karlanê Çaçanî li ser dostanîya kurdan û ermenîyan lêkolîn çêdikir, Şerefê Eşîr û Şekroyê Xudo Mihoyan li ser tevgera kurdên Kurdistana Başûr kar dikir, X.M. Çetoyev li ser kurdên Sovyetê dinivîsî.

Min teza xwe ya profesorîyê di sala 1991ê de li Moskovayê pêşkêş kir. Teza min li ser "Dînamîk û Qedemgirtina Tevgera Azadîya Kurdistanê ji Sedsala Nozdem Heta Şerê Cîhanê yê Yekem" bû.

Tu di teza xwe de li ser çi sekinî?

Wek ji navê teza min jî tê fam kirin, ez li ser dînamîka li ba tevgera kurd sekinîm. Wekû tê zanîn tevgera kurda ya nû bi dîroka mîrnişînan dest pê dike. Hingê mîran serokatîya tevgerê dikir. Mîran dixwast sînorên xwe û desthilatdarîya xwe berfireh bikin û dewletekê ava bikin. Piştî hilweşandina deshilatdarîya mîrnişînan, serokatîya tevgerê ket destê şêxan. Dûra di dawîya sedsala nozdeh û destpêka sedsala bîstê de tevgera kurdan ber bi neteweperwerîya modern diçe, edî rewşenbîrên kurd rola xwe dilîzin, kovar û rojnameyan derdixin, rêxistinan ava dikin, bernameyên neteweyî didin ber xwe.

Tevgera dawî ya berî Şerê Cîhanê yê Yekem "Serîhildana Bedlîsê" bû , di 1914ê de, ku min nivîsî û ez li wir sekinîm. Lê ew teza min nehat çap kirin.

Min li ser serîhildana Bedlisê nivîsarên te xwendine.

Rast e, salên nodî min ji bo kovara Armancê  çend nivîsarên balkêş nivîsîn. Di nav wan de li ser serîhildana Bedlîsê jî nivîsar hebûn. Di pirtûka min de ku nehîştin li Ermenistanê çap bibe, behsa serîhildana Bedlîsê heye. Ermenîyan dixwast ez wê beşê jî ji pirtûkê derxim. Şertek jê ew bû. Wan digot, ew serîhildan li hember ermenîyan bûye. Li ser wê min bi navê "Nirxandina Serîhildana Bedlîsê bi Çavkanîyên Ermenîyan" nivîsarek bi ermenî weşand, îzbat kir ku dîtinên wan ên li ser serîhildanê çewt in. Li ser vê nivîsara min, ew îqna bûn, kû serîhildana Bedlîsê ne li dijî ermenîyan, lê li dijî tirkan bûye.

Lê piştra gazî min kirin, gotin, divê tu cumleyekê li pirtûkê zêde bikî. Min got, çi ye? Gotin, divê tu binivîsî ku şeş wîlayetên osmanîyan, erda Ermenistana dîrokî ye. Ew wîlayetên Wan, Bedlîs, Hekarî, Dîyarbekir û yên mayîn bûn, ku dihatin digihîştin heta Rewandûzê. Min ew qebûl nekir.

Min lêkolîna xwe ya yekem li Êrîvanê di salên 1964-1966ê de nivîsîbû. Li Ermenistanê çap nekirin, min şande Moskovayê, li wir weşandin. Lêkolîna duda di navbera salên 1966-1968ê de nivîsî. Nivîsa min, birin, anîn, rexne girtin, lê dawîyê di 1979ê da qebûl kirin ku wek pirtûk çap bikin û ji bo wê dan çapxaneyê. Lê piştra gazî min kirin, gotin, divê tu cumleyekê li pirtûkê zêde bikî. Min got, çi ye? Gotin, divê tu binivîsî ku şeş wîlayetên osmanîyan, ku ji bo xaçparêzan divê reform bihata pêk anîn, ew erd erda Ermenistana dîrokî ye. Ew wîlayetên Wan, Bedlîs, Hekarî, Dîyarbekir û yên mayîn bûn, ku dihatin digihîştin heta Rewandûzê. Min ew qebûl nekir.

Ji wan 6 wîlayetan qesta te Peymana Berlînê (13 Tirmeh1878) ye?

Belê, di bin desthilatdarîya Osmanîyan de rewşa xaçparêzan nebaş bû. Hem desthilatdarên Dewleta Osmanî, hem jî feodalên kurd û selefxurên ermenî zilm li wan dikirin. Ji alîyê din ve manîfaktur, sen’etkarî di destê wan da bûn, ewana bi giştî karên tîcaretê û finansê dikir, banka û karûbarên peran di destê wan da bûn, wan bi faîz pere didan.

Paşê te ew pirtûk da çap kirin?

Belê, wê demê Bavê Nazê, Dr. Welato, Qadir, kurdên ji Sûrîyeyê li Moskovayê hîn dibûn. Wan hersêkan lêkolîna min wergerandin erebî, wek pirtûk li Şamê (1984), paşê jî li Bêyrûdê (1986) çap kirin. Mînakek destnivîsa xwe min dabû Enwer Qadir Caf jî. Ewî wan salan li Lenîngradê li ser Mewlewî doktora çêdikir. Wî pirtûk wergerand ser soranî û bi xwe ra bire Stokholmê. Rewşenbîrekî hêja Elîşêr, ew pirtûk wergerand kurmancî û çap kir[1].  

Tu dikarî bi giştî behsa xebatên kurdolojîyê yên dema Sovyetê bikî?

Kevneşopîya kurdolojîyê li Rusyayê dirêj e. Xebatên di warê kurdolojîyê de di destpêka sedsala 19ê de bi xebatên X.Abovyan, Alexander Jaba, I. Bêrêzin, P. Lerch, N. Chanîkov, Bazîl Nîkîtîn, V.F. Minorski û yên mayîn dest pê kiriye. Li Rûsyayê Navenda Kurdolojîyê li Akdemîya Zanistî ya Qralîyetê li Petersburgê hebû.

Wekî tê zanîn îngilîzan di destpêka sedsala nozdehem de ji ber berjewendîyên xwe yên siyasî, aborî û leşkerî di warê kurdnasîyê de dest bi xebatê kirin. Wan dixwast kurdan, civata kurdan ji alîyê sosyolojî, dîrokî, etnolojî, olî û ziman û çandî nas bikin. Di destpêkê de piranî kadroyên wan bispor û zanayên leşkerî bûn, piştra kesên zana û mîsyoneran jî di warê kurdnasîyê de hin xebat kirin.

Rûsan jî di heman demê de li ser kurdan lêkolîn çêkirin û wek pirtûk weşandin. Gava şoreş çêbû û bolşevîk bûn desthilatdar, her tişt sekinî, bû sifir. Her tiştî ji nû va dest pê kir. Piranîya zana û lêkolîneran reviyan çûn derveyî welêt.

Rûsan jî di heman demê de li ser kurdan lêkolîn çêkirin û wek pirtûk weşandin. Gava şoreş çêbû û bolşevîk bûn desthilatdar, her tişt sekinî, bû sifir. Her tiştî ji nû va dest pê kir. Piranîya zana û lêkolîneran reviyan çûn derveyî welêt.

Desthilatdarîya bolşevîkan li ser her tiştî çarşeva îdeolojîk raxist. Her xebat divê di nav çarçeveya îdeolojîya dewletê de bihata kirin. Di vê çarçeveyê de gav avêtin gelek zehmet bû. Ew destpêkê ne ewqas xeter bû, lê di salên 1930ê de bû xetereke mezin. Alîyekî erênî ya vê çarçeveya îdeolojîk jî hebû. Lewra edî li ser dînamîka tevgerên neteweyî yên kurdan hat sekinandin. Civata kurdî ji alîyê rewşa aborî, sosyal û civakî ve hat nirxandin. Heta wê demê serîhildanên kurdî bi tenê wek kronolojîyê bûn; ango kengê dest pê kir, çiqas ajot, bûyer çi bûn û wek wê. Lê bi tesîra îdeolojîya Marksîzmê li ser sebebên civakî yên serîhildanên kurdî lêkolîn hatin kirin.

Lê tiştek hebû kû ji zanistê dûr bû, ji objektîfîyê dûr bû, ew jî dijîtîya olî bû. Hin nivîsarên li hember olê hatin belav kirin. Wek mîsal nivîsa Ereb Şamîlov ya bi navê "Derwêşên Kurda", ya Basîlêvskîy ,"Rola sêktantîyê û derwîşîzmê ya sosyal-siyasî li Kurdistanê" û yên mayîn.

Di salên 1930ê de xebatên zimanzanîyê pir pêşva çûn. Qanatê Kurdo di wan salan de xebatên xwe yên li ser zimanê kurdî pêk anîn. Wek kom, di salên 1950yê de li Êrîvanê komek kurdzanîyê hate ava kirin. Li heman demê li Lenîngradê di Enstîtuya Rojhelatzanîyê da di bin serokatîya I. A. Orbelî de komeke kurdzanîyê hat damezirandin. Orbeli di dadigeha Nurnbergê de li ser gunehbarîya faşîstên cermenî li hemberî şaristanîya dîrokî û çandî raportek peşkeş kiribû. Ew akademîsyenekî gelek bi nav û deng bû, serokê muzeya Ermîtajê bû. Ermîtaj jî wek mûzêya Louvreê û Brîtanîkayê navdar bû. Birca qeyser xanîyê wê mûzêyê bû.

Li Lenîngradê kîjan kurdzan hebûn?   

Qanatê Kurdo hebû. Qanatê Kurdo destê rastê yê Orbelî bû. Qanatê Kurdo zimanzan bû, lê kurdzanekî pir fanatîk bû. Xêncî kurdzanîyê li dinyayê tu tişt wî eleqedar nedikir. Tsûkerman hebû, zimanzan bû, M. B. Rudenko hebû, têza xwe li ser Mem û Zînê nivîsandibû. Çend destnivîsên kilasîk ên edebîyata kurdî weşandibûn. Du doktorên hêja hebûn, ji wana Y. Î.Vasîlyêva, Şerefname wergerand ser rûsî, yek jî J.S. Musaêlyan bû, li ser bîblîyografya kurdî û destxetên kurdî kar dikir. Qanatê Kurdo pir nivîsarên balkêş nivîsîn. Di wê demê de kê li ser kurdan tiştek negatîf binivîsanda, Qanatê Kurdo bersîva wî dida.

Di sala 1960ê de Orbelî mir, Qanatê Kurdo di dewsa wî de bû serokê beşa kurdolojîyê. Piştî salên 1960ê ji Iraqê gelek kurd hatin ji bo doktora kurdolojîyê. Ewana hem li Lênîngradê, hem li Moskvayê û hem jî li Bakuyê cîwar bûn.

Li Moskovayê jî kurdolojî hebû?

Berê kurdzan hebûn, lê piştra ku Primakov bû serokê Enstîtuya Oriyantalîst, ewî ji kurdzana komek pêk anî. Di nav wan de Profesorên hêja M.A.Hasretyan, M.S.Lazarev, A.A. Xalfîn û yên mayîn hebûn. Salên 60-70yê êdî li Kurdistana Başûr tevgera netewî ya azadîxwaz a kurdî di bin serokatîya nemir Mistefa Barzanî de dest pê kiribû. Enstîtuta Moskvayê projeyeke mezin danî ber me pênc dîrokzanan, wekî em dîroka tevgera kurdan ya azadîxwazîyê, li sedsalên 19 û 20ê binivîsin. Me bi hev ra pirtûk amade kirin û dan çap kirin.[2] Ew pirtûk gelek zanistî ye. Wekî ez dizanim, xêncî me kesî li ser dîroka tevgera Kurdistanê ya hevgirtî û makkirî berî hingê çap nekiribû.

Çavkanî

Seyîdxan Kurij: Rojnamevan

  1. Jîyana Rewşenbîrî û Siyasî ya Kurdan, Weşanxaneya Jîna Nû, 1985, Stockholm, 200 r.
  2. Yeni ve Yakın Çaida Kürt Siyaset Tarihi. / SSCB Bilim Akademisi Kürt Komisyonu. (Celîl, Lazarev, Jagalina, Hasretyan, Mihoyan)