Kurtedîrokeke qanûna girtîgehan a Almanya’yê

Translator

Piştî awiqandina dehsalan, parlemanterên fransî di Cotmeha 2009’an de qanûneke girtîgehan qebûl kirin ku naveroka wê hêviya ehlê mijarê û spesyalîstan pûç kir. Lê belê, gelo em dikarin lê bifikirin ku qanûna baş a mirov bê sedem li bendê nekarîbû pirsgirêka girtîgehan çareser bike? Tecrûbeya li Almanya’yê destûrê dide ku mirov xwe ji vê îluzyona huqûqî dûr bike û vê heqîqetê bi bîr bîne: Ji pirsgirêka civakî qutbîyî û nepêwendî siyasetê ev mijar bê mane dibe.

16’ê Adara 1976’an ji bo dîroka girtîgehan a Almanya’yê dîrokeke girîng a diyarker e. Di vê demê de ji bo cara pêşî qanûneke federal (Strafvollzugsgesetz “qanûna pêkanîna cezayê”) hat qebûlkirin. Ev qanûn kete şûna qaîdeyên herêmî û peymanên di navbera herêman de yên heyî. Nebûna huqûqeke hêjayî navê xwe, heta bi çavên huqûqzanên muhafezekar jî weke nabe were qebûlkirin, xuya dikir. Ji dema projeyên pêknehatî yên Komara Weimar û heta ji dema ku qanûna ceza ya împeratoriyê sala 1871’ê derketî û vir ve, mirov nebûna qanûneke bi vî rengî heyf dibînin. Mecbûrbûn û bêgaviya çêkirina guhertinên rastî di sîstema girtîgehan de gelekî acîl û lezgîn in. Lewra protestoyên civakî yên “salên 68’an” rexneyeke îşaret bi kevinbûn û dîktatoriya saziyên zordar ji nû ve derxist holê. Ev rexne bêrûmetiya veşartî ya şert û mercên girtîgehan ronî dike1.
Vê reforma global bandora ne bisihet a girtîbûnê qebûl dikir û sê armancên wê hebûn. Pêşî di warê hejmaran de: Kêmkirina para cezayê girtîgehê di nava tevahiyan cezayan de, encama vê cezayên ku azadiya mirov ji dest nagirin bûn (ji berdana bi şert heta bi cezayê pereyan). Paşê çawanî: Berevajî şaşiyeke bêtesîrkirin, tolhildêr û berdêla guneh pêdayînê, saziya girtîgehê veguherînin maleke jinûvecivakîbûnê. Mêyil, mîta dîrokî “girtîgeha baş” ji nû ve zindî dike. Li gorî vê mîtê, “girtîgeha baş” ne bi tenê ceza dike, belê her weha perwerde, derman û rehabîlîte dike. Armanca mekanî li gorî pirsgirêkeke kevin a federal e: Tevî parçebûna herêman, misogerkirina wekheviya pêkanîna sozên huqûqî yên dewleta huqûqê dayî.

Ev qanûn dike ku huqûqzanên modernîst rêzê jêre bigirin, lewra di warê huqûqî de ew xwe disipêre prensîbeke jinûvecivakîbûnê. Ew vê prensîbê weke armanca dawî û sereke ya cezayê girtîgehê dibîne, piştî vê misogerkirina parastina kolektîvîteyê tê. Metna qanûnê sê Prensîban kite bi kite rave dike ku wê qaşo guhertinên modela girtîgehan bi gewde bikira. Prensîbeke ahengê: Şert û mercên hundir divê heta ku mumkin e li gorî yên derve werin texlîdkirin. Prensîbeke lihemberhevbûnê: Divê tesîrên gelekî xirab ên girtîgehê bixwe, (bi xebatên dijber) werin astengkirin. Prensîbeke întegrasyonê: Cezayê girtîgehê divê mêyila wê ber bi dawiyeke nû ve be, ji nû ve endambûna civakê.

Mohra koalîsyona mezin a ji 1966 heta 1969’an a di navbera Xirîstiyanên Demokrat (CDU) û Sosyal Demokratan (SPD) de li ser vê hewldana başkirinê heye. Bi awirê humanîzma lîberal, naveroka wê ya dawiyê bi awayekî zelal ji qanûna Fransa ya sê dehsalan paşê pêşketîtir e. Û ev jî tevî ku bi qanûna Fransa re ev sererastkirin hene: Pêkanîna saziyên ji wan re tê gotin ‘vekirî’ yan jî ‘nîv-vekirî’ yên ku xisleta wan sistkirina nîzama girtîgehan e û avakirina binesaziyên sosyoterapiyê, personelê pispor ê ku bi hejmareke kêmkirî ya girtiyên weke nexweşan tên dîtin re eleqedar dibin.

Di qanûnê de dîsa jî têra xwe deverên tarî û şêlo hene. Ya destpêkê jî ev tibîkirina ceza ye ku rê li ber weke nexweşî dîtina jirêderketineke civakî vedike2. Ev qanûn wekî din qada pêkanîna girtina demî û qanûna ceza ya zarokan jî nagire nav xwe, her du jî bi pîvanên kevin û cihê nîqaşan in, tên birêvebirin. Heqdestê karê girtîgeyan, ku huqûqî ferz e, bi qasî kenê mirovan pê were kêm e (li derdora ji sedî 5’ê budçeyê herî kêm!).
Bi tenê li gorî deqên huquqî, Strafvollzugsgesetz weke yek ji qanûnên herî pêşverû yên hatî qebûlkirin xuya dikir. Xirîstiyanên Demokrat ne şaş bûn. Ji nîvê salên 1980'î û şûn ve mêyla wan heye li destketiyên misogerkirî vegerin, poşman bibin û dengê slogana ewlekariyê bilind bikin.

Îroniyeke ducarî ya ku reng dayî beridandina vê dawiyê ya huqûqa girtîgehan a Almanya’yê heye. Li aliyekî koalîsyona mezin bû ku di qada neteweyî de ji 2004'an heta bi 2009'an bi xasûkiyeke xirab a dîrokê, tişta ew kirî pêşeng, têk bir. Li aliyê din bi awirekî liberhevgirtinê, pêvajoya pêkhatina wê berevajiyî ya mirov li Fransa’yê çavdêriya wê dike, ye. Hêza dike ev pêvajo bibe jî hewldaneke yekkirina huqûqî ye. Ji dema reforma federalizmê ya sala 2006'an û vir ve, qanûna 1976'an êdî referansa herî jor a şert û mercên girtîgehan nîne. Vê reformê hêza qanûnçêkirinê ya derbarê mijarê de ji nû ve bi herêman (Länder) re parve kir; jixwe erka pêkanîna pîvanan li ser milên herêman bû.

Ji hingî ve rewşa huqûqî netîpîk e û tevlîhev e. Li pirraniya herêman qanûnên federal di meriyetê de ne, lê sê Länder’an, yên din jî wê li wan zêde bibin, ji niha ve huqûqa xwe bi xwe çêkirin. Vê biryara siyasî zora muxalefeteke gelekî mezin a alema girtîgehan bir. Ji konfederasyona sendikayan heta bi komaleyên parastina mafên girtiyan, ji rêxistînên pîşeyî heta bi gelek dadgerên ceza, bereyeke fereh dijberiya xwe ya bi vê reforma paşverû da zanîn û mana serweriya qanûna federal parastin. Li dijî sozên hukûmetê yên pesnê wekehevkirineke durist û danûstandina “pêkanînên baş” a di navbera herêman de da, wan pêş dît ku wê şert û mercên li girtîgehan xirabtir bibin. Sedemên vê jî ev in: hevrikiyeke bêxêr a ku bi kêrî refleksên cezayî tê, zêdebûna newekheviyên mekan, erozyoneke zêde ya îdeala jinûvecivakîkirinê û kêmkirina butçeyê ya ku dikare zirarê li tedbîrên derfetên civakî bike.

Rexne weha dinirxînin; rewşeke bi vî rengî tevî tiştên din (misêwa berferehkirina hêza polîsiye) bingeh û Prensîbên dewleta huqûqê dixin tehlûkê. Xirabbûna rewşa di nava dîwaran de (intra-muros) ya rastî weke argumaneke çêkirî bi kêra alîgirên taybetîkirina qada girtîgehan tê.
Hin xirîstiyanên demokrat hevgirtina di navbera muhafezekariya qada ceza (ku xwe herî eşkere bi xwedîderketina li “awayê bi şid” beramberî zarokan tîne ziman) û neo-lîberalîzma îdarî de bi gewde dikin. Di nava van de ev kes hene: Rêveberê berê yê supermarketê Wolfgang Bosbach ê parlemanter û heta beriya demeke kurt alîkarê serokê koma parlemanterên muhafezekar li parlemana federal (Bundestag); Kevne Wezîrê Dadê yê Eyaleta Hessen’ê Christean Wagner ê ku ji bo kesên demeke dirêj e bêkar in “bîne ser riya rast” pêşniyar dike bazinên elektronîk werin bikaranîn...

Li gelek eyaletan (bi taybetî li Bawyera, Hessen û Baden Wurtenbergê) walî êdî xwe jê venadin ku nirxê kêrhatina berdêpêldayînê ya cezayê girtîgehê ji nû ve zêde bikin, di heman demê de bi hedefa jinûvecivakîkirinê jî baweriyê nahêlin, wê bi daneyên guhertina pêkhatina girtiyan, weke neewle heta xeyalî nîşan didin (ji nû ve derketina holê ya mijara kesên nayên ser riya rast). Serokê hukûmeta eyaletê Roland Koch, Wagner bi wî awayî wezîfedar kiribû ku rejîma girtîgehan a herî dijwar a welêt pêkbîne3. Ev enflasyona retorîk ya ku ji nîvê salên 1990'î ve, ne bi tenê di hevrikiya hilbijartinan de girîngiyeke stratejîk e. Pêre jî serwerbûna pratîkên ewlekariyê di rewşa girtîgehan de hene. Ji nû ve derketinaholê û berferehbûna ji ber sedemên ewlekariyê girtinan (li gotara Jérémie Droy binêre) û li derve kêmbûna saziyên ceza - carinan gelekî zêde – nîşanên vê yên berçav in. Bi awayekî giştî, gelek çavdêr şahidiyê li xirabtirbûna şaşiyên strukturel dikin: Girtî her diçe bêhtir ji çavkaniyên sereke bêpar tên hiştin, pêşketineke nekontrolkirî ya fonksiyona nexweşxaneya girtîgehan, zêdebûna tansiyona di nava dîwaran de (li girtîgehan) û hwd. Pirsgirêka xwekuştinan û eşkerekirina hovîtiyên carinan kujer, van demên dawiyên bûn rojev.

Ji yekkirinê û vir ve dengê rexneyên li xirabbûna rewşa girtiyan û girtîgehan her diçe bilind dibe. Di nava van rexneyan de yên çepgirên huqûqzan jî hene. Heta kovara heftane ya nerm Die Zeit jî bi awayekî birêkûpêk cih dide dengvedana rewşeke kambax. Kovar rewşê dişibîne vegera dema beriya reforman. Ji ber nemana newekheviyên siyasî ev veger hêsan bû; ev newekhevî berê girêdayî girîngiyên wan bûn û êdî di nava pêşxistina lihevkirina li ser ewlekariya hundir de hev berdane. Ji ber destnîşankirina hişkbûneke ceza ya her diçe zêde dibe ku muhafezakariya dadgeriyê û demagojiya siyasî wê xurt dike, kovar fıkaran dike ku cezakirina bûyerên ji riya civakê derketî hişktir bibe û her weha ditirse ew neçar be serî li girtîgehên buha û bêmane bide.

Tevahiya mêyila cezakirinê tê jêpirsîn û nexasim jî kêmkirina mafê liberrabûna cezayê girtîgehê. Komara Federal a Almanya’yê her weha bernameya herî berfereh a dîroka xwe ya avakirina girtîgehan dest pê kir. Ev jî bi nakokiyan xwe dide der: Li Saksonya ya Jêr wezîrekî dadê yê muhafezekar biryar da ku deh girtîgehan bigire û yên li ber rabûn jî sosyal demokrat bûn! Perdeya vê sirê di demeke kurt de ji ser hat hilanîn: Girtîgeheke mezin wê sala 2012'an biketa şûna girtîgehên piçûk4. Erê îzdîhama di girtîgehan de weke ya li Fransa’yê ne zêde û kronîk e, tevî zêdebûna ji dema yekbûna herdû Almanya’yan ve enflasyona girtîgehan sînordarkirî ye, dîsa jî girîngiya sînordarkirina bi girtîgehê cezakirinê yê civak dikare qebûl bike, êdî bêyî ponijîna li ser tevahiya nîzama ceza, nayê pirsîn.
Lewra ji dezgehên huqûqî nayê bersivê bidin pirsgirêka girtîgehan, nexasim eger bi awayeki lihevçêkirî ji pirsgirêka civakî were qutkirin û ji maneya xwe ya siyasî jî were kirin. Kêm xuyakirina xizaniyê di nîqaşên raya giştî ya Alman de bi kêrî vê nêrîna tengkirî tê ya ku li ser valatiya di navbera qaîde û rastiyê de avabûye5. Eger hem pêşketina çînên civakî û hem jî şêweyên neqandina nîzama ceza li ber çavan negire, tehlûke heye ku gengeşeyên huqûqî pûç û bêmane bimînin6. Eleqeya pirsgirêka girtîgehan çiqasî bi reformên Hartz’ê hebe ewqasî jî bi veguherîna huqûqî heye. Reformên Hartz’ê (2003-2005) di bin navê "nermkirina" bazara kar de parastinên civakî ji holê rakirin û xizaniya çîna karker bi saziyan qanûnî kirin. Maneya wê ev e ku em nikarin vê neheqiyê nebînin: Kî dikeve girtîgehê û çima? Bi taybetî jî şêweyên hemdem yên rêveberina jihevcihêkirina newekheviyan a ku Foucault berê kiribû navenda analîza xwe çi ne? Di Çileyê 2007'an rêveberê berê yê Volkswagen’ê Peter Hartz, îdeologê reformên bi heman navî, ji ber skandaleke mezin a bertilxwarinê hat cezakirin. Ew dîsa jî ji cezayê girtina di girtîgehê de xilas bû.

Werger ji fransî
Lokman Turgut

Çavkanî

Grégory Salle *
* Lêkolînerê Navenda Lêkolînên Zanistî ya Neteweyî li Fransa’yê (CNRS). Nivîskarê La part d’ombre de l’Etat de droit. La question carcérale en France et en RFA depuis 1968 (Aliyê Tarî yê Dewleta Huqûqê. Pirsgirêka Girtîgehan a Fransa û Komara Federal a Almanya’yê ji 1968’an û vir ve), Weşanên EHESS, Parîs, 2009.