Lampeduza

Translator

Berîya bi sih salan dema penaber ji sîstema sîyasî ya zordar a welatên xwe direvîyan, welatên dewlemend û çapemenîyê pesnê wan kesan didan ku îhtîmal e mişext bibin. Hingê hizir ew bû ku penaberan "azadî tercîh" kirîye, ango Rojava. Bi vî rengî muzeyek heye li Berlînê ji bo bibîranîna sed

û sih û heşt kesên hewl dayî di navbera 1961ê û 1989an de ji dîwarê ku bajar dikir du parçe bibihurin lê belê hatin kuştin.

 

Bi sed hezaran sûrîyeyî, somalîyî, erîtreyî ên ku niha "azadîyê tercîh dikin" bi heman dildarîyê nayên pêşwazîkirin. Li Lampeduzayê 12ê çirîya pêşîn a bihurî vînçek vîyabû ji bo ku laşên qederê sê sedî ji wan li kêştîyeke şer bar bikin. Ji bo van penaberên li keştîyan, dîwarê Berlînê derya bi xwe ye; Sicîlya jî goristana wan e. Hevwelatîbûna Îtalyayê jî piştî mirina wan dan wan.

 

Weha dîyar e ku mirina wan îlham daye berpirsîyarên sîyasî yên ewropî. 15ê çirîya pêşîn a bihurî kevne wezîrê karên hundir ê fransî Brice Hortefeux wekî mînak hizir dikir ku merivên li Lampeduzayê xeniqîn wê ferz bikin ku bersiv were dayîn "serê pêşî û bi lezgînî: meriv bi rengekî bike ku sîyaseta civatî ya welatên me kêmtir cazib be". (1) Û wî misrifîya ku penaberan ber bi peravên Ewropayê ve dikşîne gunehbar kir: "alîkarîya tibî destûrê dide wan kesan, bêyî ku rêzê ji qaîdeyên me re bigirin bên ser erdên me [ji bo ku belaş bên dermankirin], tevî ku fransî dibe ku heta bi 50 ewroyan ji kîsî xwe bidin."

 

Ew bi tenê dikare bigihêje vê encamê: "perspektîfa sûdgirtina ji sîyaseteke civakî ya cazib hêmaneke motor e. Êdî derfetên me nînin ku em vê bikin." Em pê nizanin ka Hortefeux herweha difikire ku milyonek û şeş sed hezar efxanên penaya xwe gihandin Pakistanê ji ber alîkarîyên civatî yên vî welatî cezb bûne. Yan jî ew wisa dihizire ku ji ber merdîya meliktîya ku dewlemendîya wê ya serê şexs şeş caran kêmtir e ji ya Fansayê, bêhtirî pênc sed hezar penaberên ji sûrîyeyî xwe gihandine Urdunê.

 

Berîya bi sih salan Rojavayê dewlemendî û azadîyên xwe wekî mertalekî îdeolojîk bi kar dianîn li dijî sîstemên wî şerê wan dikir. Hin ji birêveberên wî êdî hawar û tengasîya  koçberan bi kar tînin ji bo ku jihevdexistina tevahîya sîstemên parastina civatî bi lez bikin. Ne xema manîpulatorên bextreşîyê  ye ku piranîya pir mezin a penaberên dinyayê hema hema timî ji alîyê welatên ku bi qasî wan sefîl in, tên hewandin. Herçî Yekîtîya Ewropayê ye dewletên wê yên li ber qutbûnê ne doza "dawîanîna li bazirganîya ne li gorî rûmeta merivî ya kêştîyên şapînozî" (2) dikin, ew ji wan dixwaze ku bibin cîlaya wê, wê ji yên nayên xwestin biparêze bi qewirandina wan yan jî bi ragirtina wan li wargehan. (3) Ya herî kirêt ew e ku ev hemû wê demî be. Loma rojekê, Ewropa wê ji nû ve bang li koçberên ciwan bike da ku kêmbûna serjimara xwe rawestînin. Hingê wê axaftin serûbinîhev bibin, dîwar biherifin, derya wê vebin [li penaber û koçberan]...

(1) RTL, 15ê çirîya pêşîn a 2013an.

 

(2) Tweet a komîsera ewropî ya karên hundir Cecilia Malmström, wê Lîbya û Tûnis gunehbar dikir, 11ê çirîya pêşîn a 2013an.

 

(3) Gotara li jêr bixwîne: Alain Morice û Claire Rodier, "Comment l’Union européenne enferme ses voisins / Yekîtîya Ewropayê çawa cîranên xwe asê dike", Le Monde diplomatique, hezîrana 2010an. 

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê