Laneta Melkesê

REWREWKA XIZMETÊN JI BO ŞEXSAN


Modela qerwaşa di bin xizmeta malbatekê de li hin herêmên cîhanê, bi taybetî li welatên Kendavê û Asyayê hebûna xwe weke berê didomîne. Endonezya, Srî Lanka an jî Filîpîn di "îxrackirina" destkariya jinan de bûne pispor. Li Ewrûpayê, xizmetên nava malê û venêrîna li zarokan an jî li kesên ixtiyar bêhtir dikevin ser milên kesên bi meaş ên ji bo karsazan dixebitin û di parastina mafên xwe de pir zehmetiyê dikşînin. Ji aliyê dewleta fransî ve jinûve binirxkirina "xizmetên ji bo şexsan" lêçûnên ji bo konforê û heqdestên ji bo lêçûnên zarûrî tevlîhev dike; ew wekî din qet guh nade heqîqeta ku ev pîşesaziya îstîhdamê hem di warê newekheviyiyên civakî (nivîsa li jêr bixwînin) hem jî di warê newekheviyên navbera mêr û jinan de dewlemend dibe.

Di navbera Les Femmes du sixième étage (jinên qata şeşan) ya Philippe Le Guay û Ma part du gâteau (beşa min a ji pasteyê)ya Cédric Klapisch de di medya dîtbar (sînema û televîzîyon) de sala 2011ê cihekî girîng digirin. Ya rastî kesên di karûbarê navmalê de kar dikin, bûbûn aîdên demên bihurî ji serdema zêrîn a Eugène Labiche, Georges Feydeau û şanoyên gelêrî. Sînemayê rastîyeke civakî û statîstîk nîşan dida: Piştî dawîlêhatina Şerê Cîhanê yê Duyemîn, mezinbûna aborî ya "sihên navdar** " hêdî hêdî demên xizmetkaran ên bihurî ji holê rabûn. Ew hindê ku birayên Jacques ev tesbît dikirin "ne xizmetkar, ne jî burjuwa êdî nînin", aborîzanê amerîkî Lewis Alfred Coser çalakîyên "kevin û dema bihurî" tarîf dikir. (1)

Tevî ku "karkerên li malê" demeke dirêj komeke pîşeyî ya girîng pêk dianî, heta bi ji sê paran yekê kedkarên jin ên li welatên cihê ên mîna Dewletên Yekbûyî ji salên 1920ê û pêve yan jî Yewnanîstana ji salên 1950yê û pêve. Li Fransayê bixwe, li destpêka sedsala 20ê nêzî milyonekê karên li malê di nav bîst mîlyon mirovên xebatkar de hebûn. Di warê hejmarê de girîng bûn, belê xizmetkaran pîşeyekî bi maneya klasîk pêk nedianîn, ew nisbî bêtir şert û mercekî îfade dikin. Bidestxistina mafên sivîl dirêj kişand. (2) Herçî mafên civakî ne, dema ku mirov li ber mûçegirên din bigire, timî di rewşeke xirabtir de bû... Dîsa, ev rewş ne bi tenê li Fransayê wisa ye û pirsgirêka pêkanîna huqûqa kar a ji bo van karên hinekî taybet timî li gelek welatan derdikeve pêş. (3)

"Weke li otelê"

Dirûşmên promosyonê yên ku ji malperên Înternetê yên fîrmayên xizmetkariya ferdan hatin derxistin.

O2

Hevkarê jiyana rojane, armanca me ev e ku em beşdarî sazkirina hûnereke jiyanê ya nû bibin, ku dê pişkivîna jiyana pîşeyî û ya ferdî jî bi xwe re bibe.
Êdî li karê paqijiyê hay nebin, eger pirsgirêkek hebe, bizanin ka hûn pişta xwe bidin kê, kêf bikin, bêhtir wext ji hezkiriyên xwe re veqetînin.
Van prensîban bi awayekî xwezayî em ber bi oksîjenê ve birine: hilma oksîjenê ya ku rihat dike, dihêle ku em nefesê bistînin û herweha enerjî û jiyanê tîne hucreyan, azadî û rihatbûyînê temsîl dike.
Armanca me ev e ku em bibin oksîjena jiyana we ya rojane...

Shiva

Di planînga we de, cihê paqijiyê nemaye?
Hûn dixwazin wexta xwe ya azad ji karê paqijiyê yê mal an apartmanê re na, lê ji kêfê re veqetînin?
Ji bo ku jiyana we ya rojane hêsan bike, Shiva xizmeteke paqijiya malê ya li gorî pêwîstî û planînga we pêşkêşî we dike, ku xizmetkarên malê yên jêhatî û bi tecrube çêdikin. Ligel Shiva, zehmetkêşiya karê paqijiyê êdî serbihoriyeke jibîrbûyî ye.

Dem ji min re

Versiyona 2007ê :
"Rîtmeke xebatê ya lebat, êvareke li sînemayê, pêşbirkeke golfê li serê sibeha yekşemî, çûn û hatinên pîşeyî yên bê navber, dawiya hefteyekê li peraxa avê an jî daxwaza danûstandineke rihat... Dem ji Min re jiyana we ya rojane hêsan dike û dema hazir pêşkêşî we dike!"

Versiyona 2011ê

Rîtmeke xebatê ya lebat,

Êvareke li sînemayê,

Çûn û hatinên pîşeyî yên bê navber,

An daxwaza danûstandineke rihat...

Dem ji Min re jiyana we ya rojane hêsan dike û xizmetên xwe yên lêmiqatebûna zarokan a li malê pêşkêşî we dike.

Mal û xizmet, xizmetkarê min ê dema azad.

Joker, aferînerê azadiyê!

ADSP

Li malê weke li otelê!

Wergera ji fransî: Simko Destan

Başkirina statuya mûçegirên di karê di nav malê de bêtir zehmet dibû, lewre hejmara wan her kêm dibe. Di destpêkê de qet nebe, ya ku her kêm dibû daxwaz nebû, lê hê bêtir pêşnîyaza kar bû. Destpêka sedsalê, "xizmetkar weke nanê germ ji destan dihatin revandin" (4) û "pirsgirêka xizmetkar" bi dijwarî dikeve rojevê: Namzedên ji bo vî karî kêm dibin. Ev pîşe dibe yê jinan û xizmetkar her ji herêmên gundan ên herî dûr tên. Ev serdema Bécassine (5) e... Bi xebitandina jinan a li fabrîkeyan re, Şerê Cîhanê yê Yekemîn şoka pêşî pêk tîne. Û heke krîza sala 1929ê meyildara hejmara mirovên karûbarê malan dikin zêde bike jî, kêmbûna dîrokî êdî dest pê kiriye. Ew piştî sala 1945ê bi lez dibe. Pêşî spanî, paşê portugalî şûna ciwanên ji gundan tên digirin. Nexasim modela xizmetkara li mala karbidestê xwe tê bi cih kirin, bi lez û bez ji holê radibe. Vegotina hestbar a Maria Arondo (6) şahidîyê li vê derbasbûna ji cîhanekê ber bi cîhaneke din ve dike: Jina karên malê dike ya ku gelek kes karbidestên wê ne, her diçe bêtir xwe ferz dike. Tevî ku ev veguherîna karên malê li tevahîya welatên Ewropayê jî pêk hat, vejîna îstîxdama li nav malê (live in domestics) jî li welatên Derya Spî ji dehsalekê ve rastî ye. Saetên kar ên serê karbidest kêm dibin û têkilîya kar jî di nav peymanên kar ên her diçe bêtir ne fermî de ronî dibe. Kurt û kurmancî her diçe kêmtir kar û her diçe kêmtir kesên hatin karê wan fermî hatiye qeyd kirin.

Sektor di salên 1980yê de dadikeve asta xwe ya herî kêm: Li Fransayê Enstîtûya Neteweyî ya Statîstîk û Lêkolînên Aborî (INSEE) bi zor dusedhezar karkerên karûbarên malê dijimêre.

Krîz û li ser piyan girtina bêkarîyeke girseyî wê di vê demê de "şansekî nû" bidaya sektorê. Bi carekê, ev karên dema wan bihurî, bûne xwedîyê statuya "depozitoyên kar" ku divîya bi awayê herî baṣ bên bi kar anîn û mêhtin. Ji destpêka salên 1990ê ve tedbîrên teşwîqê li pey hev hatin: Ji bo teşwîqa karûbarên malbatî ji prîma civakî muafkirin, daxistina baca li ser hatinîyê, çeka kar a xizmetê ku wê bibûya "gerdûnî" (CESU), sala 2005ê avakirina Ajansa Neteweyî ya Xizmetên Kesan (ANSP)... Argumana afirandina îstîxdamê ev siyaset têra xwe dikir konsensuel "her kes pê razî". Bi tenê hejmara daxistina baca li ser dahatê bi siyasetên cihê guherî, lê belê prensîp nekete ber lêpirsîn û gengeşîyê: Alîkarîdana kesên ku wê kar bidin jinên karûbarên malê dikin, vê yekê kar û îstîxdam afirand (yan jî fermî û qanûnî kir). Û heke mesref ji kontrolê derdikevin, yan jî heke ev alîkarî bi tenê bi kêra yên herî dewlemend werin jî ne girîng e.

Herçî Komîsyona Ewropayê ye ew berjewendîya mekanîzmayeke weke CESU derdixe pêş û Belçîkayê bixwe navekî mîna "karê xizmetê" afirand ku hê bêtir merd e. Lê belê hinekî bêtir bi zehmet e, lewra pêdivîya vî karî bi strukturên xizmeta alîkarîyê heye. Têra xwe gelek welatên din derfetên teşwîq û destekdayînê lêdikolin û tecrûbe dikin yan jî ... siyaseta xwe ya koçberîyê li gor rewşê diguherin. Weke prensîp welatên Derya Spî herikîna koçberîyê li gora ku bi kêrî "sektorên lipêşgirtî" bê organîze dikin (Spanya, Îtalya) yan jî çavên xwe li zêdebûna karê neqanûnî digirin (Yewnanîstan). Lewra bersiv pir kêm ji hev cihê bibin jî, pirsa navendî her heman pirs e: Karê xizmetkarîyê çawa dikare bê erzan kirin? Subvansîyonên fransî mesrefan nîvî bi nîvî kêm dikin. Li Yewnanîstanê di van sektoran de xebitandina arnawid û ukraynî, li Îtalyayê ukraynî û romen, li Spanyayê mirovên ji başûrê Amerîkayê encameke têra xwe nêzî vê bi dest dixe. Vejîna karê xizmetkarîyê li Ewropayê (çawa berê li Dewletên Yekbûyî jî qewimî) di çarçoveyeke zêdebûn û nexasim jî jinbûna koçberîyê de xwe dide der. Wisa xuya ye ku hin welatên mîna Îndonezya, Filîpînan (hevpeyvîna Julien Brygo bixwîne) an jî Ukraynayê di îxrackirina karkerên xwe yên jin de bûne bispor.
Vejîna karê xizmetkarîyê du pirsên sereke derdixe pêş: Sînorê xizmetên ku desthilatdarîyên dewletê teşwîq dikin çi ye? Û divê asta birêxistinkirina xizmetên tê dayîn çi be? Pirsa pêşî berê me dide ser terîfkirina xizmetên dikarin sûdê ji fînansmana dewletê bigirin û bi taybetî cihêkirin yan jî cihênekirina karûbarên lêmiqatebûnê (care) û karûbarên paqijîyê (clean). Di rastîyê de navê "xizmetên ji kesan re" di nav xwe de heterojenîtîyeke mezin a karûbaran dihewîne ku em dikarin dîsa jî li du birên mezin dabeş bikin: Li alîyekî xizmetên konforê yên bi kêrî malên dixebitin, ên xweşhal tê (teqrîben paqijîya malê) û li alîyê din xizmetên alîkarîyê ji bo kesên hesas û nazikbûyî, ango zarok û pîrûkal (lêmiqatebûn).

Di pratîkê de ev kar dikarin bişibin hev. Di navbera lêmiqatebûna çarçoveya jîyanê û alîkarîya ji bo jîyana rojane de nuqteyên hevpar hene. Lê belê mentiqên ku dikin daxwaza ji bo van herdu xizmetan derkeve holê dijberê hev in: Li alîyekî daxwaza nekirina karûbarên ne bi dil û nexweş heye, li alîyê din nemumkinbûna dewamkirina xweserîya ferdî û muhtacî kesên din bûn. Wekî din, ji bo mirovên hesas û nazik bikaranîna xizmetên karûbarên malê têra xwe kêm girêdayî asta hatinîyan e. Berevajîyê vê, daxwaza xizmetên konforê li gorî hatinîyan diguhere: qederê ji sê paran yekê malên çalak ên ku beşek ji %5ê herî dewlemend e, alîkareke karûbarên malê ya bi mûçe digirin; li hemberî vê bi tenê %2yê wan kesên ku hatinîya wan di bin hatinîya navînî re ye, alîkareke karûbarên malê digirin. (7) Aktorên alîkarîya li malê (mûçegir, komele û hwd.) wekî din bi israr li ser wan cihêtîyan radiwestin ku di xizmetên karûbarê malê de bi wan re rûbirû dibin. Dîsa jî siyaseta li gelek welatan tê kirin, paqijî û lêmiqatebûnê tevlîhev dikin. Li welatên Derya Spî rewş ev e; ev welat gelek alîkarên lêmiqatebûnê, hemşîre û alîkarên dayînan ên ji welatên başûr ber bi xwe ve dikişînin û hewl didin kêmasîya dewletên xwe ya civakî telafî bikin bi teşwîqkirina karên mûçegirên li cem mirovên pîrûkal tên bi cih kirin.

Lê belê ev her weha rewşa li Fransayê ye jî, nexasim ji 2006ê ve ango ji dema ku "plana pêşdebirina xizmetên ji bo kesan", yan jî "plana Borloo" hatiye pêk anîn û vir ve: Karên li malê tên kirin hemû, çi alîyekî û navekî wan ê civakî hebe û çi jî nebe, sûdê ji heman avantajan (daxistina bacê veguhertin kredîya bacê bi tenê ji bo kesên ku dixebitin, ev kes li gorî pîrûkalan jî, bêtir xwedî avantaj in) digirin. ANSPya di vê çarçoveyê de hat damezrandin, di kampanyayên xwe yên reklamê de "berhemekê" bi nirx dike ku di nav gelek tiştan de dike bibe "dayikeke baldar, hevkareke dilbirehm, jineke bextîyar! Li hemberî vê hin welatên din nexasim yên Skandînavyayê hewl didin van herdu xizmetan bi awayekî ku ji hev pir zêde cihê ne, ji hev bikin. Ew hewldanên dewletê zêde dikin li ser lêmiqatebûnê û xizmetên li cem kesên hesas û nazik –xizmetên konforê ji lîstika serbest a bazarê re hatine hiştin û heman rêzik û qaîdeyên li ser sektorên din ferz li ser wan jî ferz in. Karên xizmeta navmalê bi pêş nakevin, lewra bûhayê ji bo karûbarên mirov dikare bi xwe jî bike ewqasî zêde ye ku pêşîyê li vê yekê digire.

Pirsa duyem ya ku dikeve ber siyasetên dewletê yên der barê "xizmetên ji bo kesan", li ser şûna karê qaçax e (karê li cem dewletê nehatiye qeyd kirin) yan jî li ser ṣûna karê yekser (hişke hişk) li gor karê xizmetdayînê ye (kolektîfên dewletê, komele yan jî şirket ên ku dikarin kêmûzêde werin kontrolkirin).

Ji nû ve îxtîlafek di navbera bakur û başûrê Ewropayê de pêk tê. Welatên Derya Spî tercîh kirin ku sektoreke pir kêm fermî bûye û lê karê yekser li her deverî serdesttir e. Heke rêxistin bi pêş kevin jî armanca wan a sereke ew e ku têkilîyê di navbera karbidest û karker de deynin û dema vê dikin hewl nadin bikevin navbera têkilîya kar bixwe.

Berevajîyê vê, li welatên bakurê Ewropayê, ji sala 2005ê ve li Fransayê şirket yan jî komeleyên xizmetdayînê bi pêş dikevin ku ji berê ve reng û ava didin kar. Navbênkarîya wan her car şert û mercên kar û kardarîyê yên mûçegirên di sektorê de baştir nake, lê belê ew rengê têkilîyan diguhere dema ku wan ji dirûvê kesbûnê derdixe. Heke em bi awayekî hêsan bibêjin, ev rêxistin navê karkerên bispor (OS) ên paqijîyê li jinên karûbarên navmalê dikin, dike... Bi vî rengî nexasim li dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê şirketên xwedî gelek bask yên paqijîya navmalê bi pêş ketin, ew kar bi koman organîze dikin ku bi alavên ku yên şirketê bixwe ne, gurçûpêç bûne (weke mînak melkesê bi elektrîkê li pişta wan barkirî ye), li gor mezinbûna devera paqij dikin, pereyan distînin yan jî karê xwe hema hema weke sektora pîşesazîyê dabeş dikin. Modela bazarê ya welatên anglo-sakson û modela çalakîya civakî ya welatên Skandînaviyayê bi modela ji rêûresmê ya karûbarên navmalê ya welatên Derya Spî re bi îxtîlaf in.

Paqijkirina malê, karekî rojane

"Tevgerên [min], bi demê re, jêhatîyeke bedenê pêk tînin; ev jî dihêle ku ez zû bi zû xwe adapte û organîze bikim. Hereketên rojane yên xwezayî, di cihên hem cuda û hem mîna hev de dubare dibin. Zûkahî jî, windanekirina gavan, organîzasyona tevgeran e da ku ez bi paş de venagerim. (...)

Feraset jî armanceke weha li ber xwe deyne ku tiştek nebe şkandin û rêz ji obje û xebitîna materyalê xelkê re bê girtin. Ev şûn ji xelkê re nas e, lewre jî nafikirin ku hin tiştan ji min re bibêjin. Divê haya min ji birînan jî hebe. Di dema hareketê de, ez bala xwe pir nadimê, lê belê ez fêrî xetereyên malê jî bûme (mirov li ser kursîyekê bê denge hilnakişe, ava germ dişewitîne, hwd.). Ev fêrbûn jî bi bedêla hewldan û destgiranîyan çêbû, tevahîya bedenê ji bo tevgerê şidandî ye. (…)

Ku mirov bikaribe bi rehetî û bi bêdengî malê paqij bike, digel xerceke kêm a tevger û zemanî, ne tenê hîleke bedenê ye.

Bêdengbûna min li hember tiştên ku ez li mala xelkê dibînim, bêdengbûna min ligel hestên dilxelîn û acizbûna min ji qirêjîyên bedena xelkê, bêdengbûna min li ber karê ku ez dikim; ev hemû êşeke dualî li min çêdikin, li alîyekî êşeke ku ji derve, ji civakê tê ji ber ku rêzê ji karê min re nagire û li alîyekî êşeke din jî ku ji hindûrî tê. (…)

Obje temsîlên kesên tuneyî ne: Karê paqijîyê jî tê maneya hîskirina bedena kesên din di malekê de, hebûn û tunebûna wan, awayê ku ew di mal û bedena xwe de dijîn. Ev ne asayî û ne jî rihet e, carina nerihetîyê hîs dikim. Lewre ku ji bo paqij bikim, divê ez raxînim, bilivînim, bipelînim; û weke ku min tiştek nedîtibe jî bikim. Ji bo psîkolojîya mirov zehmet e. Ji bo ku karê xwe baş bikim, divê ez beşeke rastîya karê xwe înkar jî bikim. Bi wextê re, ev rastî jî ji bo min rastîtîya xwe winda dike. Ji karê paqijîyê bêhtir, min nedihesiband ka çiqas enerjîya min ji ber vê jî diçe. Ev ne karekî anonîm e. Ev pêrgîhevbûna hestên şexsî yên du ferdan e. (…)

Min çiqasî dida, min xwe dikir şûna xelkê, min daxwazên wan pêş de didît, ez timî dibişirîm û heta min digot qey, rojekê, ew ê spasîya min bikin, ku ez ketim çerxeke westiyayî û tansîyonê. Dema ku min di nav malbatê de jî karê xwe diparast û li min weha dihat vegerandin: ''Lê tu hez dikî ku xulamtîya xelkê bikî?'', ez pir diêşîyam. (…)

Li pişt bişirînê, hewldan, dilxelîn û nerihetîya min vêşartî ne. Pirsa ku ez ji xwe dikim jî ev e ka, gelo, di nav van tiştan de, agresîvîteya kontrolkirî jî heye. Tişt hene ku ez helbet di hundirê xwe de digrim; ev jî hestên hêrsbûyinê ne, yên ku ji ber rexneyên F. xanim ên li ser tiştên piçûk ên jibîrkirî derdikevin, tiştên ku min bi serûber dikirin, lê wê wekî ku nedidîtin. (…)

Bedena min di temenekî piçûk de ji ber dirûtin an jî seansên kinclixwekirinê kedî bû, aram bû, bedeneke di xizmeta tevgerê de ku, hêdî hêdî, dikare li berjêra teslîmîyetê jî biçe. Ku mirov di mala wan de xwe bike şûna xelkê û daxwazên wan pêş de bibîne, mirov weke kirdeyê bi daxwazên xwe tune dibe û nasnameya xwe tevlihev dike, bawer dike ku kesekî din e û weha fantazyaya bêhay a patron tîne cih. Ez li gotineke afrîkayî ya pir xweş difikirim, ku di hin stranan de derbas dibe: ''Xebatê ez kirim kole''.

Esman-Tuccella Sylvie, "Faire le travail domestique chez les autres" ["Karê paqijîya malên xelkê"], Travailler, hjm. 8, Parîs, sibat 2002.

Wergera ji fransî: Simko Destan

Modela çalakîya civakî bi awayekî eşkere red dike ku xizmetên konforê û alîkarîya li malê tevlîhev bike û bi vê jî fikra sektoreke mezin a "xizmetên ji bo kesan" bixwe dixe ber lêpirsînê; herdu sîstemên din bi awayekî zelal û eşkere li ser newekhevîyên civakî mezin dibin. Heke fînansmana dewletê nebe, ev xizmet yekser encama hebûna qelş û newekhevîya hatinîyê ye. Heke em bi awirekî dîrokî ya di qad û asta fransî de lê binihêrin, yan jî ku qadên cihê yên neteweyî li ber hev bigirin, rêjeya malbatên jineke paqijîyê dike dixebitînin, pêwendî newekhevîya hatinîyê dimîne. (8) Analîza aborî ya herî klasîk vî mentiqê "bisporîyê" têra xwe bi comerdîyê mînakan nîşan dide: Heke ku dema min a vala ji dema jinên nekualîfîye biqîmettir be, ji bo çi ez sûdê ji xizmetên wan negirim? Hesabên herî baş bi vî awayî nîşan didin ku ji bo ku ev "xizmetên ji bo kesan" bi pêş bikevin, divê di hatinîya malbata karbidest 5 caran ji ya karkerê zêdetir be. Şirketên paqijîya navmalan carinan vê newekhevîya pêwîst bi awayekî mirovan matmayî bihêle nîşan didin: "Your time is precious, ours is affordable", ev îdîaya şirketeke mezin a paqijîyê ya amerîkî ya xwedî gelek şax û şûbe ye ("Dema we biqîmet e, ya me dikare were kirîn û erzan e"). Ev newekhevî hê pir dûr e ji wê yekê ku neerênî were dîtin, ev newekhevî weke kozek ji bo afirandina kar û îstîxdamê tên dîtin, di nav vî mentiqê "parzinandinê" de (dewlemendîya hinan li pêşîyê, di dawîyê de ji bo herkesî sûd û xêr e) yê li ber dilê neolîberalan bi nirx û qîmet: Çawa ku ANSP fikra "pêdivîyên hinan ji bo yên din kar û îstîxdamê diafirîne" derdixe pêş...

Yek ji kêm pîşeyên ku mirov ji bo wan serî li rêya koçberiyê didin

Û heke dewlemend têra xwe dewlemend nebin, hingê mirov dikare subvansîyonan bide wan. Mentiqa li Fransayê tê pêk anîn ev e. Karên kesên karûbarên navmalê dikirin heta bi salên 1950yê diketin ber bacên taybet, lê belê êdî ew mesrefek in ku divê werin teşwîqkirin: bêtirî 5 milyar euroyan li malbatên dewlemend hatin belavkirin (2.3 milyar li malên tenê yên kar dikin û 2.95 milyar li teqawidên dikevin ber bacê) bi rêya muafkirinên cuda yên ji bacê û civakî yên cihêreng. Ji bo ku em karibin li ber hev bigirin, em dikarin bibêjin ku ev subvansîyon bêtir e ji tevahîya mîqdara Alîkarîya li gorî Kesan a Xweserîyê a ji bo alîkarîya li malê didin pîrûkalan (3.3 milyar euro)...

"Jinên ciwan ji bo bimînin nayên cem me. Ev karekî demî ye. Lê belê ji bo jinên 40 salî, ew bixwe xwe di wê rewşê de nabînin ku bikaribin karekî din bikin"

"Min di odeyeke berfireh [a dibistaneke paqijîyê ya Hannoverê] de, çar keçên ciwan ên 16 û 17 salî dîtin ku, pêşmal li bejnên wan û milên fanîleyên wan hilkişandî, xwe bi paqijkirina pencereyan an bi cîlakirina parkeyê mijûl dikirin; du ji wan keçên karkeran bûn, herçi du keçên din, yek keça generalekî bû, ya din jî keça şêwirmendekî dadgehê bû. Ez weha difikirim ku, li cem hevalên xwe yên karker û di civata karê paqijîyê de, wan kêmkirineke mesafeya civakî ya navbera wan hîs kir û dema ku ew ê jî bibin xanimên malê, ew ê baştir fêm bikin ka çiqas sebra dilovan û rêzgirtina ji rûmeta xelkê re ji bo otorîteya li hember xizmetkaran pêwîst e".

M. Dufourmantelle, Le Conseiller de la famille et l’Ecole des mères [Şêwirmendê Malbatê û Dibistana Dayikan], 1909.

"Bi me, fêrkirina personela malê (…) bi tenê çareyeke tiralan e ku paşê ne misoger e; wekî din, ew berovajîyê tevgera civakî diçe ya ku dixwaze li hêlekê hêza xebatê kêm bike û alet û makîneyan bike şûna wê û li hêla din jî bike ku heta mimkin be, her mirovek bibe xwedîyê xwe".

Paulette Bernège, "Les professions ménagères" ["Pîşeyên Paqijîyê"], rapora li hember Kongreya Navneteweyî ya Berêxwedayîna Pîşeyî ya Jinan, Bordeaux, 1926.

Ji ber girtî di Geneviève Fraisse, Service ou servitude [Xizmet an Xulamtî], berhema li jor navbihurî.

Wergera ji fransî: Simko Destan

Lê belê ji bo ku ev kar bi pêş bikevin, ne bi tenê dewlemend pêwîst in: Divê herweha xizanên ku van karan qebûl bikin hebin! Li vir jî siyaseta ku ji sala 2005ê ve tê bi rê ve birin têra xwe hevgirtî ye: Bi avakirina Hatinîya Hevgirtinê ya Çalak (RSA) re mumkinkirina qebûlkirina karên mûçekêm, hêmaneke ku ji xêra vê sektorê re mirovan dike "çalak (karker)". Û heke ev têrê neke, hingê divê qebûlkirina pêşnîyareke kar a "mentiqî" were ferz kirin ... Hin karbidest vê fikrê baş bi kurtî îfade dikin: "Jinên ciwan ji bo bimînin nayên cem me. Ev karekî demî ye. Lê belê ji bo jinên 40 salî, ew bixwe xwe di wê rewşê de nabînin ku bikaribin karekî din bikin", sala 2008ê rêvebereke avahîyeke komeleyî ya ku sî kes dixebitandin bi vî rengî ji me re rave kiribû.

Nexwe bipêşketina van xebatan xwe disipêre newekhevîya hatinîyan... ku ew bixwe jî mezintir dikin. Lê belê newekhevîyên din jî –yên bêtir esasî– yên "statuyê" di nav têkilîyên civakî de hêlîna xwe çêdikin yên ku xisleta sektorê dîyar dikin. Dema mirov bi vî awirî li mijarê binihêre, daxwaza ji nû ve biqîmetkirina xizmetkarîyê bi serê xwe di têgehan de nakokîyek e. Karên paqijîya navmalê bi neqr û şopên civakî ve elaqedar in (cins û kokên etnîk); têkilîya xizmetkaran bi çop û pîsîyan re ew di dîrokê de weke pîşeyên "dil xelênek" pêk anîne (ku li Hindistanê ji bo kesên mirov nikare destê xwe bide wan hatine veqetandin), û bi awayekî sembolîk ji pîşeyên din ên nebikualîfîye cihê ne. Ew "qadên dûrxistinê" (9) pêk tînin: Karker dûrî awira giştî dikeve û berhema wî bi tenê dema neke tê hiskirin.

Nedarîçavîya mûçegir heta bi asta xwe ya herî bilind tê birin bi rêya kampanyayên ANSPyê yên ku melkesên bi elektrîk yên ji bo erebeyan û spreyên paqijîyê yên ji bo caman nîşan dide, ew jî weha xuya dikin ku bi kiryara Ruhê-Pîroz hatibin ruhdarkirin...

Karên elaqedarî guhdarîya navmalê (karkerên jin ên navmalê, paqijker, alîkarên li malê û xizmetkara navmalê) ji bo jinên di rewşa kêm û piçûk de bazareke têra xwe mezin pêk tînin, lewra dîplomayên wan, tecrûbeya wan, tevna wan nîne, yan jî bi tenê ne fransî ne. (10) Tevî ku li gor Îtalya û Spanyayê pir girseyî nîne jî, bikaranîna karkerên bîyanî di xizmetên ji bo kesan de bi awayekî eşkere di raporeke fermî de jî bû mijar: "Di kar û pîşeyên tenduristî û xizmetên ji bo kesan û yên navmalê de koçberîyeke girîng tê bi kar anîn, ev yek ku demkî be jî dikare bi şertê ku kesên nûhatî di wan mercan de bin ku di karên pêdivî bi wan heye de bixebitin." (11) Di hezîrana 2008ê de biryara lihevkirinekê di navbera wezareta koçberîyê û wezareta aborîyê de hat dayîn. Ev peyman teahud dike ku berê koçberên bi gihandinahev a malbatê nû hatî ser erdên Franseyê, wê bidin ber bi ANSPyê ve da ku di kar û pîşeyên xizmetên ji bo kesan de werin perwerde kirin. (12)

Siyaseta ku xizmetên ji bo kesan teşwîq dike hem buha ye û hem jî newekhev e. Ew di çarçoveya mentiqekî, kirina bazara karûbarên navmalê de ne û li başkirina xizmetên kalîteya xizmetên dayî jî nafikirin. Bi pêkanîna muafîyetên pêşî yên bacê re li van çerx û mekanîzmayan hat eşkerekirin. Bêtirî bîst salan e ku André Gorz rexne li xisleta bi awayekî bingehîn newekhevîparêz ê vê "dij-aborîya di radeya sêyemîn de" ya ku li şûna ku xizmetên civakî bi pêş bixe, hewl dide karên mûçeyê wan ji nirxê wan kêmtir biafirîne. (13) Ew weha dinivîse: "mesele êdî ne civakîkirina erk û wezîfeyên guhdan û navmalê ye, da ku di qada civakî de kêmtir dem lê biçe; beravajîyê vê, mesele ew e ku ev erk û wezîfe heta ku mumkin e zêde mirovan bide xebitandin û heta ku mumkin e zêde dema kar lê biçe, lê belê vê carê bi awayê xizmetên bazarê. Ango, bipêşxistina xizmetên ji bo kesan bi tenê di çarçoveyekê de ku tê de newekhevîya civakî her zêde dibe, mumkin e; di vê çarçoveya navbirî de beşeke şênîyan karûbarên mûçeyên wan baş di dest xwe de digire û li ser beşeke din a şênîyan rola xizmetkarîyê ferz dike" (14)

Ferman

  • Di rojên xwe yên betlaneyê de, divê hûn herî dereng saet di 18.00ê de vegerin malê. Divê hûn tu caran şevekê li derve derbas nekin.
  • Divê hûn pir bixebitin. Di saetên xebatê de, tu tiştî ji bo xwe nekin.
  • Bi xebitînerê/a xwe re NEAXIVIN.
  • Timî pêşî silavan li endamên malê bikin û "ji kerema xwe re", "spas" û "bibihurin" bibêjin.
  • Meaş, rojên betlaneyê, giranîya xebatê, hwd., yên xwe û yên xizmetkarên din nedin ber hev, lewre ku hemû xebitîner eynî tiştan naxwazin û nadin.
  • Bi xizmetkarên din re neaxivin.
  • Dema ku xebitînerê/a we rexne li we bike, aciz nebin û madê xwe tirş nekin.
  • Negirîn. Xebitîner ji vêya hez nakin û weke bextreşîyê dihesibînin.
  • Li cem xebitînerê/a xwe, li ser kursîyeke rihet rûnenin.
  • Nefspiçûk bin. Carina zehmet e ku em xeletîyên xwe nas bikin, ji ber ku em pirî wextan di wê bawerîyê de ne ku em rast in. Lê, eger xebitînerê/a we ji we gazincan dike, sedema wê heye. Vêya bipejirînin û li şûna ku li hincetan bigerin, hewl bidin ku baş bibin.
  • Haydar û berpirs bibin. Karê xwe bikin, bêyî ku ji we bê xwestin. Tembel nebin.
  • Tu cara nerevin balyozxaneya Fîlîpînê, ji xeynî di demê ku jîyana we di bin xetereyê de be.
  • Bi mêran re neaxivin û numreya xwe ya telefonê nedin wan.
  • Bi kesekî weha bawer nekin ku li hember bicihanîna daxwazên xwe soza zewacê dide we.
  • Ducanî nebin. Serê şeş mehan carekê, hûn ê di testeke hemîletîyê re derbas bibin.

Ji pirtûka destan a Dibistana Abest (Manîla, Fîlîpîn) a ji bo xebatkarên malê yên siberojê.
Wergera ji fransî: Simko Destan

Çavkanî

François Horn:
Aborîzan. François-Xavier Devetter bi Sandrine Rousseau re hevnivîskarê vê pirtûkê ye: Du balai. Essai sur le ménage à domicile et le retour de la domesticité (Maliştin. Ceribandin li ser karûbarên malê û vegera ber bi xizmetkarîyê ve), Raisons d’Agir, Ivry-sur-Seine, 2011.
** Têbînîya wergêr: Bi sihên navdar îşaret bi dema di navbera 1945 û 1975ê de tê kirin ku li welatên pêşesazîya xwe temamkirî aborî pir mezin bû.

  1. Lewis Alfred Coser, "Servants : the obsolescence of an occupational role" ("Xizmetkar: kevnbûna rolekî pîşeyî), Social Forces, University of North Carolina Press, berg 52, hejmar 1, îlona 1973
  2. Qanûna sala 1848ê ya li ser mafê hilbijartinê ya gerdûnî mafê hilbijartinê dida wan (sala 1793yê ev hatibû red kirin), lê belê mafê hatin hilbijartinê û endamtîya jurîyê nedida wan. Binêre li Jacqueline Martin-Huan, La longue marche des domestiques (meşa dirêj a xizmetkaran), weşanên Opera, Nantes, 1997, û Geneviève Fraisse, Service ou servitude (xizmet yan bendetî), weşanên Le Bord de l’Eau, Lormont, 2009
  3. Nexasim li Almanyayê û li welatên Derya Spî (binihêre li Helma Lutz, Migration and Domestic Work (Koçberî û karûbarê navmalê), Ashgate, Farnham, 2008)
  4. Journal des gens de maison (Bultena sendîkaya mirovên karûbarên navmalê dikin), Parîs, 8ê îlonê 1908ê
  5. Qehremana rêza karîkatûran a ku xêzvan Joseph Pinchon û Jacqueline Rivière sala 1905ê çêkir, Jacqueline Rivière seredaktora La Semaine de Suzette bû, û îlham ji xizmetkara xwe ya bretonî girtibû
  6. Maria Arondo, Moi la Bonne (ez a xizmetkar), Stock 2, Parîs, 1975
  7. Anket Budceya malan 2005
  8. François-Xavier Devetter û Sandrine Rousseau, Du Balai. Essai sur le ménage à domicile et le retour de la domesticité (Melkes. Ceribandin li ser paqijîyan navmalê û vegera ber bi xizmetkarîyê ve), Raisons d’agir, Ivry-sur- Seine, 2011. Ji bo liberhevgirtineke metropolên amerîkî, herweha binêre li, Ruth Milkman et al., "The Macro- sociology of Paid Domestic Labor" ("Makrososyolojîya keda bi mûçe ya xizmetkarîyê"), Work and Occupations, 25(4), çirîya paşî ya 1998ê, rûpel 483-510
  9. Anderson Bridget (2000), Doing the Dirty Work? The Global Politics of Domestic Labour (Kirina Karên Qirêj? Siyasetên global ên keda xizmetkarîyê), London, ZED Books
  10. Li gor anketa kar, ev kar û pîşe % 40ê fasî, cezayîrî û tunisî û % 50ê afrîkîyên li Fransayê kar dikin, dicivînin
  11. Rapport du Conseil d’analyse Stratégique (Rapora Konseya Analîza Stratejîk), "Besoin de main-d’œuvre et politique migratoire" ("pêdivîya bi karkeran û siyaseta koçberîyê"), gulana 2006ê
  12. François-Xavier Devetter, Florence Jany-Catrice û Thiery Ribault, Les Services à la Personne (xizmetên ji bo kesan), kolleksîyona Repères, weşanên La Découverte, Parîs, 2009
  13. Bixwîne André Gorz, "Pourquoi la société salariale a besoin de nouveaux valets" ("ji bo çi ji civaka mûçeyî re xulamên nû divên"), Le Monde diplomatique, hezîrana 1990ê
  14. André Gorz, Métamorphoses du travail). Quête du sens (Veguherîna kar. Gera li maneyê), Galilée, Parîs, 1988

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê