Las Vegas, axirîn qonaxa Amerîkayê

Bajarvanîya tenêtîyê

Ji ber ku bawer dikin ku serkeftina li Nevadayê dê dawîya hilbijartinên serokatîyê yên 6ê çirîya paşîn a pêşîya me dîyar bike, her du berendaman mesrefên ewqasî mezin danîne ber xwe ku sînorên deyndarîyê derbas dikin. Li Las Vegasa ku metropola vê eyaletê ye û paytextê qumarê ye jî, her tişt ji adetê zêdetir e. Bajarvanîya wê jî yek ji wan e ku mirov dixe nav tenêtîyê û têkîlîyên civakî jî hêdî hêdî dikuje.


Em li ser kolana Strîpê ne. Ji bakur ber bi başûr ve, piranîya gazîno, otêl û cîhên kêf û cejnan yên Las Vegasê li ser vê kolanê bi cîh bûne ku direjahîya wê heft kîlometre ye. Heger mirov bixwaze li ser wê bimeşe, eynî weke ku mirov di heyştê deqîqeyan de li dora dunyayê bigere. Li hember pîramîda otêla Luxorê, Excalibur xuya dibe ku keleheke mezin e. Jê piçekî bi wê de, çar demsala Vivaldi li hewşa Venetianê hey li ser hev lê dixe. Di nav hawizekî de ku di navbera kopyeyeke Qesra Dogesan û ya Qesra Campanilê de hatiye bi cîh kirin, çend gondolvan li benda muşterîyan in. Evîndar hev maçî dikin û wêneyên xwe didin girtin. Di heman demê de, li ser pireya Rialtoyê xelk disekinin û didin nav xewnan.

Ji wan bi çend gavan bi dûr, di nav qopyayeke birca Eiffelê û minyatureke Arc de Triomphe de, otêla Paris-Las Vegasê heye ku li qiraxa çemê Seinê hatiye çêkirin. Ava çemî ya ku aram bû, ji nişka ve pêlan dide xwe û avê dipijiqîne hewayê. Li hêleke din kratera volkanekê diteqe û lav û êgir dibarîne. Geremol û qerebalixîya bajêr bi dengan, bi kelecan û qêrînan zêdetir dibe.

Eynî mîna kuçeyên navendî yên pêşengehan ku berê xanîkên bi şêwaza kevin lê dihatin çêkirin, kolana Strîpê jî bûye qada pîrozkirina «komareke qralîyetê». Şev û roja wê nîne, tim tije ye, ji erebe û tûrîstan cîh tê de namîne. Hemû organîzasyona wê weke korîdorekê ye ku pasaj û galerî li her du hêlên wê xelkê vedihewînin. Kesê ku dikeve nav wê, ji salonên qumarê heta bi bernameyên kêfê di nav vê rêka mişt, şewq û ronahîyên ku vêdikevin û vedimirin û tunelên bazirganîyê yên bêdawî de wenda dibe. Li ser rêya mirov tim parfumên cîhêreng li kolanê tên werkirin. Hoparlorên ku di nav dîwaran, an jî daran de hatine veşartin bi awayekî bêrawestan û bênavbir kilamên bêhişan û sirûdên welatperwerîyê lê dixin, weke mînak God Bless the USA. Qet wê hêvîyê nekin ku hûn ê bikarin li barekê rawestin û bêhna xwe berdin: Komptuwar bi xwe jî ketine ber bayê mekîneyên qumarê. Tu dever û tu dem nehatiye hiştin ku hişê mirov bikeve ser tiştekî din. Ev temaşaya bêdawî hemû bala mirov werdigire, sebra mirov tîne û mirov ji rêyê derdixe. Avadanîya bajêr bi xwe jî rêyê ber bi tevgerên mirov ve dixe û mirov di nav qerebalixîyeke tevlihev de dihelîne.

Lîstik û kêf hesta mirov ya tenêbûnê kêm nakin. Gazîno ew dever e ku mirov xwe ji her tiştî bi dûr dixe. Li ser maseya lîstikê, lîsktikvanên pokerê di bin kumên xwe de, li pişt berçavkên xwe yên tavê û di nav bêdengîya muzîka guhikên xwe de wenda dibin. Ji wir çend gavan bi şûn ve, sîmulakreke high-tech hertişt xistîye bin destê xwe: Niherînên mirov di nav dekolteya jineke belavkera kaxezên xeyalî de wenda dibin. Bi rûlet, gindorê serwetan û lîstikên civakî ve, gazîno dişibe cîhekî weha ku hemû celebên koman û hevgirtinê lê têk çûne, û bi tenê tenêtî li şûna wê maye. Di nav wê tenêtîyê de jî, ji bo lîstikvanekî ku di nav daxwazên tevlihev de maye, ne heval heye û ne jî raqîb, bi tenê şans û îhtimal li ber wî mane.

Yên ku xwe dikujin ne lîstikvan in, nîştecîhên bajêr in

Birêz Carol O’Hare birêvebira Lijneya Nevadayê ya li ser pirsgirêkên lîstikan e, ku ev dezgeha taybetî li ser navê dewletê dixebite. O’Hare dest nîşan dike ku li eyaleta Nevadayê % 6ê nifûsê hogira lîstikan e. Ev hejmar sê qatê navîneya welêt e. Li sivdera şevê ya bêdeng, ji qerebalixîyê bi wê de, bi qasî bîst lîstikvan civanê didin hev û tên dora maseyeke U ya ku buzdolabîyek jî li ber e. Li vir jî weke panzdeh deverên din yên ku civînên bi vî rengî lê tên saz kirin, heman rituel pêk tê. Berê, xwendina pirtûkê ya peyv bi peyv tê ku destûra komeleyê lê hatiye nivîsandin. Bi dû re jî qaîde tên bi bîr xistin: Mafê herkesî heye ku bipeyive. Paşê jî axir dema lêmikurhatinan tê. Çîroka têkçûyinan, belavbûna malbatan, jîyanên hilweşîyayî, revîyayî û xemgîn. Lê, dîsa jî li vir di nav vê civata ku herkes hevdu fahm dike de mirov li rehetîyekê digere. Piştî ku civîn bi dawî tê, endamên Lîstikvanên Anonîm dadikevin kolanan. Dişibin civakeke weha ku ji civaka din hatiye. Li pişt wan, şewqa elektrîkî ya Strîpê xuya dibe. Cixareyeke dawîn jî dikişînin û bi dû re heta civîna sibehê ji hevdu vediqetin.

Li vê eyaletê, anormalîya îstatîstikan ne bi tenê li ser hogirîya lîstikan e. Mirov nizane ka tesaduf e an na, lê belê Las Vegas xwedan taybetmendîyeke din e jî : Li Amerîkayê, Las Vegas ew herêm e ku rêjeya xwekuştinan lê herî bilind e. Ev her du çavdêrî, ne li gor îmaja bajêr ya kêfê ne: Bêtir dişibin nakokîyekê. Avadanîya cîhên lîstikê li vir ne bi tenê alavek e, lê belê dibe ku her tişt li ser wê hatibe saz kirin.

Kesên ku dane pey pereyan di nav şenkahîyên plastîk de û di ber alçîya bi şiklê qesran re dikevin hundir. Tu dewlemendî li ber çavên mirov naherike û dîmena li ber çavan naşibe îmaja gazînoyan ya ku filîm didin; ne Steven Soderbergh û lehengên xwe yên ekstravagant (Ocean’s Eleven) û ne jî Martin Scorsesse û lehengên xwe yên porjolekirî (Casino). Lê belê şoqeyên bezbolê, tee-shirtên di rengê ala amerîkî de, şortên nîv-dirêj yên ku gûzika mirov li derve dihêlin. Bi ser de jî bêhna sar ya tûtinê.

Ji gelek hêlan ve, cîhê ku em lê ne, dişibe febrîqeyekê. Mekîneyên lîstikê li pey hev in û cîh li gor wan hatiye bi kar anîn. Lembeyên ku deng jî wan tên, hesinê ber çakûçan û lîhimkirina wî tîne bîra mirov. Lîstikvan li cîhê xwe ne. Her yek ji wan hemû hêza xwe dide da ku para xwe yê serwetê bi dest bixe. Kaneke mekîneyan û tevgerên mekanîk, teva refleksên eyarkirî. Mil bi klavyeyê ve girêdayî ne; çav li ser ekranê cit bûne. Laşê wan weke parçeyek ji mekîneyê disekine. Hosteyê kar yê ku li vir bûye berpirsê ewlekarîyê; nahêle ku kesek pirsgirêkan derxe. Bi alîkarîya bi sedan kamerayan, bala wî tim li ser lihevkirina derdorê û xebitîna mekîneyên pereyan û çûn û hatina xelkê ye.

Bêguman, sedemên xwekuştinê gelek in. Birêz Lînda Flatt ya ku li navenda rêlibergitina xwekuştinan ya Nevadayê dixebite, dibêje ku "bidestxistina derfetên tenduristîyê zehmet e, bi taybetî jî ji bo nexweşên psîkîyatrîk; butçeya wan hatiye kêm kirin û li vir sîleh pir bi hêsanî tên peyda kirin ku ev yek jî rewşê girantir dike". Jixwe, ev taybetmendîya civaka amerîkî ye. Heger mirov bixwaze cografyaya xwekuştinên li Amerîkayê bişayesîne, mirov kevaneke mezin ji Alaskayê dide dest pê kirin û di nav çîyayên zinarî re digihîne heta Meksîkaya Nû. Lê, di nav vê "kembera xwekuştine" de, cîhê Las Vegasê taybetî ye. Birêz Michael Murphy yê ku doktorê hiqûqî yê herêma Clarkê ye ku Las Vegas jî di nav de ye, balê dikişîne ser ku ev bajar ji gelek salan ve ye ku di nav pênc bajarên serî yên Amerîkayê de ye ku xelk hêrî zêde lê xwe dikujin. Li buroya wî ya ku dişibe dekoreke rêzefîlman, dîplomaya wî ya Federal Bureau of Investigation (FBI) li dîwêr e û wêneyên zarokên wî jî li ser ekrana kompîtura wî ne. Birêz Murphy yê ku temenê wî li dor pêncî salî ye û zimanşêrîn û henekbêj e, rola xwe pir baş dilîze. Di bin skalpela wî re cenazeyên mirinên req yên herêmê derbas dibin. Dibêje "Xelk dibêjin qey bêtir tûrîst û lîstikvan xwe dikujin. Lê belê bêtir nîştecîhên bajêr xwe dikujin".

Dezgehên îdarî yên Las Vegasê qet nahêlin ku kes bi vê rastîya tahl bihise. Şewq û îmaja bajêr her sal gelek niştecîhên nû ber bi bajêr ve dikişînin. Ji bîst salan ve ye ku, herêma Nevadayê li Amerîkayê herêma yekem e ku herî zêde mihacir diçinê. Herçî Las Vegas e, di vê koçberîyê de bûye navenda sereke. Di nav 2001 û 2010ê de, nifûsa wê ji mîlyon û nîvekê gihiştiye du mîlyonan. (1) Avadanîya bazara karan jî alîkarîya vê zêdebûna demografîk dike. Lewre li vir gelek karên weha hene ku li kesên kalîfîye nagerin; bi taybetî jî di warê înşaetan de û di karê otêlan de ku ev yek jî bajarê qumarê ji bo bêkaran dike eldorado.

Ji bo fînsansekirina alavên hevpar bac têrê nakin

Birêz Murphy dide zanîn ku «gava ku xelk bar dikin û tên vir, ji deverên din bêtir armanca wan destpêkeke nû ye. Lê belê zêde dem tê re derbas nabe ku lê hay dibin ku rewşa wan mîna berê hê jî xirab e ». Herweha, gelek kes hene ku, ji ber krîza emlaqan ya ku bûye sedema qelsbûyina aborîya bajêr, xewnên wan şikestine. Stephen Brown yê ku li Zanîngeha Las Vegasê mamosteyê aborîyê ye balê dikişîne ser ku «li Las Vegasê rêjeya bêkarîyê 13.5 e û li Amerîkayê ji bo bajarekî bi vê çapê ev rekorek e». Koma zanistên Brooking Institution jî dide zanîn ku di nav sed metropolên welêt yên herî mezin de, di van sê salên dawîn de, rêjeya bêkarîyê herî zêde li vir bilind bûye. (2) Doktorê hiqûqê jî heman rewşê dinirxîne, lê li gor xwe dinirxîne: «Van du salên dawîn, kuştin-xwekuştin gelekî zêde bûne (gava ku jin û mêr berê hevdu dikujin paşê jî xwe dikujin). Du rewş bêtir ber bi çavan dikevin. Hin kes hene ku her tişt wenda kirine û nema dizanin bê divê bi ku de biçin. Bi piranî temenê wan di ser 50yê re ye. Hinên din jî hene ku, êdî taqeta wan nemaye ku barê jina xwe an jî mêrê xwe hilgirin, bi taybetî jî gava ku jin an jî mêr gelekî nexweş be. Ez nikarim îsbat bikim, lê bawerîya min ew e ku di piranîya rewşên weha de sedama van xwekuştinan krîza aborî ye».

Ji dawîya 2006ê û bi vir ve, buhayê emlakan li vir % 60.5 ketiye. (3) Ji xanîyên ku mutahîdan ji bo çîna navîn çêdikirin û bîranînên wan hê jî lê xuya ne, heta bi getoyên derdora navenda bajêr ve, li her deverê, krîzê şopa xwe li ser qûç û keviran hiştiye. Heman textê ku li devê xanîyên hecizkirî hatine xistin, heman panoyên "Xanîyê firotinê" li baxçeyan. Birêz Desi Coleman ya 55 salî li xanîyekî xizan yê taxên bakur dimîne ku li vir bajar hema bûye xanîkên piçûk. Li dora şaxekî dezgehên alîkarîyê yên oldar, di nav otobanê û goristana Woodlawnê de, bi qasî sed bêmalên ku hewl didin ku di nav vê peyzaja bêxwedî de li ser lingan bimînin, konên xwe li qiraxa Vegas Drive vegirtine. Ji wan ne gelekî bi dûr, xelkê bajêr bi balteyan ketine pey jêkirina daran da ku ji xwe re bikin êzing. Di ber re bazara xizanan jî heye li ber derîyan: Alavên erzan, kanapeya li ber dîwarekî. Birêz Coleman dibêje ku "li vir, weke li taxên din, gelek kes hene ku xanîyên xwe wenda kirin. Pismamekî min hebû, mala wan nêzîkî vir bû, ew jî çû… Krîzê li her kesî xist. Ji bilî dewlemendan!".

Ji ber ku li her derê xanî tên heciz kirin (4), cîrantî êdî nemaye. Jixwe li vî bajarî nifûs tim diguherî, îcar barkirina beşekî xelkê bajêr ya ji mecbûrî jî ev têkçûna civakî jî xurttir kiriye. (5) Li Las Vegasê % 91ê nifûsê ji eyaletên din hatine û % 45ê wan jî dixwazin ji eyaletê bar bikin. (6) Li rojhilatê bajêr, taxên karawanan çêbûne û ev jî delîla wê ye ku beşekî civaka amerîkî gelekî cîh diguhere. Birêz Robert Schoffield yê birêvebirê Mobile Home Park dide zanîn ku li bajêr hejmara xanîkên seyar yên bi vî rengî sîh û pênc hezar e. Di nav du sed û sîh û heft nîştecîhên parka wî de bi piranî malnişîn hene, an jî karkerên ku meaşên wan di binîya navîneyê re ne. Malnişînan bixwe jîyana vir tercîh kiriye, lê yên din mecbûr mane lewre krîz li ser krîzê li wan dixe û wan mecbûrî koçerîyê dike. Birêz Murphy dibêje ku "bi kurtî, kes ne ji vir e" û lê zêde dike: "Rêjeya xwekuştinan bêguman bi vê ve jî girêdayî ye ku mirov ji civakê qut dibe, gava ku pirsgirêkên mirov çêdibin, nas û meriv nîn in ku piştgirîyê bidinê û peywendîyên cîrantîyê jî qels in. Piranîya niştecîhên bajêr, heger tiştek bi wan bê, kesekî wan tuneye ku hêvîyê jê bikin".

Vesazkirina deverê tu cara rêyê li ber tenêtîya bajarîbûnê nagire. Tew dikare wê girantir jî bike. Matt Wray mamosteyê civaknasîyê ye li zanîngeha Temple ya Philadelphîyê û li ser xwekuştinên Las Vegasê jî gelek gotar dane çap kirin. Li gor wî, «mezinbûna zêde ya demografîk avakirina dezgehên herêmî yên nû bi xwe re neanî. Weke mînak, navendên herêmî an jî dibistanên nû nehatin vekirin. Cihên weha dikarin tora peywendîyên civakî ava bikin û bibin sedem ku xelk bi ser hev de biçin û bên. Nebûna wan dikare pişta civaka bajarvanîyê bişkîne". Gelo sedema vê valahîyê çi ye? "Li bajêr bac gelekî kêm in. Loma jî şaredarî nikare dezgehên bi vî rengî fînanse bike". Rast e ku eyaleta Nevadayê û bajarê Las Vegasê li Amerîkayê ew dever in ku kêmtirîn bacê ji xelkê werdigirin: Ne baca qezencê heye, ne baca dewirkirinê, ne baca şirketan. Heger mirov mezhebfirehîyê jî lê zêde bike, weke qumar, fuhûş, alkol, zewac û hevberdan, hingê Las Vegas dibe weke bajarekî laboratuwarî yê weha ku her tişt lê serbest e.

Dabeşkirina wargehê û dabeşkirina demê

Ji ber ku ji alîyê ajansên nirxandinê ve çavdêrîya şaredarîya Las Vegasê tê kirin (7), şaredarîyê stratejîyeke nû bi navê "stratejîya acîl" bi cîh kiriye, da ku aborîya xwe lîberalîze bike. (8) Ji 2008ê û bi vir ve, hemû butçeyên fermî hatine birîn: % -43 ji bo birêvebirîyê, % -27.2 ji bo hiqûqê, % -23.6 ji bo çandê, % -9.8 ji bo ewlekarîyê. Hin dibistan û navendên sportîf jî hatine girtin. Tamîratên ku li bajêr tên kirin, nîvî bi nîvî hatine kêm kirin. Otorîteyên bajêr êdî tercîh dikin ku karên bajêr bidin dezgeh û şirketên nîv fermî, an jî taybetî. Di projeya nûkirina navenda bajêr de jî heman rê danîne ber xwe ku armanca vê projeyê ew e ku navendeke bajêr ya ku hê tuneye were ava kirin. Ji bo gava niha, kolana Strîptê ew dever e ku tûrîstên ji seranserê dunyayê lê dicivin, lê belê ji bo xelkê bajêr bixwe nebûye cîhê hevdîtinan. Ji bo nîştecîhên bajêr, devereke navendî hê jî tuneye, ne li bajêr bixwe û ne jî li banlîyoyan.

Çûn û hatinên nav banlîyoyan bêtir dişibe dubarekirineke bêdawî ya şiklan, dişibe tecrubeyeke rîtmîk. Xet û kolonên xanîyên biserêxwe, yên li hember hev, an jî li kêleka hev, tora jîyanê ava dikin û ev tor jî di bin destê tenêtîyê de ye. Xelk zêde tev li qerebalixîyan nabin û dora hewş û baxçeyên xwe jî digirin, da ku sînorên xwe zelal bikin. Li devê rêyên sereke rêya mala xwe digirin da ku mirov nêzîkî wan nebe. Her malek li vir bûye weke kelehekê, weke ku birc li dorê hebin. Amerîka bi vî awayî erkên mîmarîya qirna navîn vedijîne. Her civat dora xwe bi dîwaran diparêze û bircan ava dike. Civatên weha her ku diçe zêde dibe. Heta ku vexwendineke mirov nebe jî mirov nikare bikeve nav van taxên ku sûk lê nîne. Nobedarên taxê hejmara plaqeya erebeya mirov distînin û telefonî mazûbanê mirov dikin, da ku jê piştrast bin ku mirov bi rastî jî mêvan e. Nijadperestî sedema kûrkirina cudahîyan e, lê di heman katê de jî yên wek hev li hev dicivîne. Her mal, her tax, her avahî di nav xwe de civakeke girtî ye. Li vî alîyî yên malnişîn û teqawîtbûyî hene, li hêla din ciwanên çalak hene. Êdî çîna navîn jî bê çîn maye û li ser adresa wan mirov dikare reklamên weha bibîne: "Mala te hatiye heciz kirin? Tu li ber xwe dikevî? Ka hela were serdana rezîdansa me."

Li nav ronahîya supermarketa Walmartê karmend ber bi çav dikevin û neh deh muşterî diçin û tên. Saet çarê sibehê ye. Ji ber ku gazîno bi şev û roj vekirî ne, ev tempoya wan xwe li ser bajêr jî û çalakîyên jîyana rojane jî ferz dike. Saetên dikanan li gor saeta karên krûpiyer û xizmetkarên otêlan hatiye eyar kirin. Li mutfaxên restorantan agir ji zû ve vemirîye. Mirov dibêje qey dikan tim girtî ne. Hejmara mişterîyên restorantan pir kêm e û bi tena serê xwe dixwin. Birêz Butchê ku li vî bajarî çêbûye û 61 salî ye, ji me re dibêje "Las Vegas 24 saetan vekirî ye! Yê min, gelekî bi dilê min e! Saet 2yê şevê be jî, gava ku ez bixwazim tiştekî bikirim, ez dizanim ku dikan vekirî ne. Li vir, tu kengî bixwazî û tu kûderê bixwazî, tu dikarî biçiyê!" Bajarvanîya Las Vegasê li ser bikaranîna bêrawestan ya demê ye. Û, li vî bajarê ku jîyana xwe pêncî caran bêtir bi meşqaleyan dagirtiye, ji bo xelkê bajêr yê ku her tişt ji destê wan hatiye stendin, ne cîh maye û ne jî wext ku bikarin bi hevdu re par bikin.

Eynî weke ku mîmar Robert Venturi û Denise Scott Brown balê dikişînin ser, li ser kolana Strîpê "hertişt bi tenê tabela ye. (…) Tabelaya mezin ajovanan ber bi dikanê ve dibe û ji wir jî bi panoyên mezin yên ber bi otobanê ve, markayên mezin pesnê arvanê xwe û deterjanên xwe didin. Sembolên grafîk yên li derdorê êdî bûne nîşana mîmarîya nû ".(9) Avadanîya Las Vegasê encama serkeftina musrîfan e û ji ber vê jî karkerên Walmartê û yên gazînoyan ancax dikarin di derîyên paşîyê re bikevin cîhên karên xwe, lewre ew xizmeta aborîya bajêr dikin.

Aborîya nû ya li ser xizmeta xelkê ku li Amerîkayê mezintirîn sektora karan e, muşterî derxistine asta kesên ku bikarin civakê biguherin. Amerîkaya ku berê navenda berhemdarîya cîhanî bû, weha xuya ye ku hêdî hêdî dibe cîhekî weha ku mirov lê hey xerc dike. Di nav

civakeke weha de ku lihevkirina li ser xerckirinê ketiye şûna nakokîya çînan, karker hê jî weke berê hene. Ji salên 1990ê ve pêşketina endustrîya qumarê bû sedem ku gazînoyên nû bêne ava kirin ku her yek ji yeka din mezintir e. Bi sedan û bi hezaran karmend li heman cîhî ji bo heman karî dicivin. Ji hêlekê ve dînamîkên bajêr yên nû xelkê ji hev belav dike, ji hêla din ve jî cografyaya karkeran ya nû li derdora Strîpê hin awayên komên sendîkayan dide peydakirin ku berê tunebûn.

Civaknas Kim Fantasia û Rick Voss (10) balê dikişînin ser ku di nav 1950 û 1980yê de "Las Vegas bajarekî weha bû ku gava ku te behsa sendîkayan bikiraya, xelkê henekê xwe bi mirov dikir, lewre hemû bertîlxwir bûn, an jî girêdayî mafyayê bûn" û patronan li dijî wan şer dikir. Di wê pêvajoyê de, karmend û karker ji sendîkayan bi dûr ketin, lewre ji ber sîstema sendîkayên wê demê, patron û karkeran li ser çi li hev bikiraya ew bû. Gendelîya sendîkayan û zordarîya patronan bûn sedem ku hevgirtina civakî jî li herêmê nemîne.

Li gazînoyan şiklên çalakîyên nû yên sendîkayan

Ji bo ku li meydanên Sunbeltê "tevgereke karmendan" bihataya ava kirin û saz kirin û hêza wê jî ne kêmî ya tevgera karkerên bajarên Midwestê bûya, gelek dem û ked pêwîst bû. Tevgereke weha ku bikaribe li dijî kêmkirina meaşan rabe. Wan bixwe dît ku deyn ketin şûna meaşan û azadîya muşterîyan jî ket şûna şertên karmendan yên karî. Li buroya beşê 226ê yê Culinary Workers (karkerên restorantan), Birêz Geoconda Arguello-Kline bi bîr tine ku "destpêka salên 1980yê, rewşa me gelekî xirab bû, karkerên gazînoyan tu cara bi birêvebirîya gazînoyan re li hev nedikir. Hingê lê hay bûn ku pêwîst e ku pişta xwe bidin hevdu û şerê wan bikin".

Guherîn nîvê salên 1980yê pêk tê. "Sala 1984ê, me greveke mezin li dar xist ku hijdeh hezar karker tev lê bûn. Salên piştî wê, me hewl da ku em di nav hemû gazînoyan de komîteyan ava bikin. Bi dû re, sala 1991ê, greva Frontier pêk hat. Şeş sal û çar meh û deh rojan dewam kir". Ev greva ku piştî bazara peymana giştî ya karkerên otêlan pêk hat, bû dirêjtirîn greva Amerîkayê. Ji sala 1945ê ve bû ku Amerîkayê greveke weha nedîtibû: Bîst hezar grevîst li ser Strîpê meşîyan; meşeke pênc sed kîlometreyî bû û di nav çola Mojavê re derbas dibû, lê belê alîkarî da ku doza wan were nasîn. (11) Û axir, sala 1998ê jî serkeftin hat bi dest xistin. Liberxwedaneke weha bû ku "nîşanî şirketan da ku karker dikarin pişta xwe bidin hev, dizanin bê doza çi dikin û di vî şerî de dilê wan yek e, ji bo malbatên xwe û ji bo jîyaneke baştir a layiqî mirovan".

Li Las Vegasê, ji sendîkalîzmê pê ve tu hêvîya kesî tuneye ku rê li ber hişmendîya karê zêde were girtin. Birêz Arguello-Kline balê dikişîne ser "nimûneya Stationê" û dewam dike: "Li wê gazînoyê, karkeran biryar da ku xwe bi rêk bixin, lewre li wir mirov sîh salan bixebite jî nikare teqawîd bibe. Tu ewlekarîya karê mirov tuneye û mirov mehê 100 dolaran jî ji bo sigortaya tenduristîyê dide. Hûn dikarin bixwe bibînin bê di nav statuya karkerên girêdayî sendîkaya me û ya wan karkeran de çi cudahî hene. Ferq gelek e." Îroj, % 90ê karmendên gazînoyan girêdayî sendîkayan e. Pêncî hezar endamên Culinary Workersê hene, lê hejmara endaman li gor 2008ê pênc hezar kêm bûye. Arguello-Kline dest nîşan dike ku «Rast e ku krîza aborî xisar da aborîya Nevadayê, lê dîsa jî endamên me parastî ne. Hê jî teqawîdbûna wan dewam dike û ji bo wan û malbatên wan sigortaya tenduristîyê belaş e. Rewş xirab bûbe jî ev şert û şirûc nehatine guhertin. Ewlekarîya karê wan heye. Sendîka li dora wan weke kelehekê sekinîye û wan diparêze ».

Weke Detroita dema endustrîya mezin, Las Vegas di vê dema xizmeta bingehîn de bêtir dişibe bajarekî liberxwedêr û sendîkayî. Digel îmaja ku dide derdora xwe û taybetîkirina erda wê û digel hin lihevkirinên ku ne li gor qaîdeyan in jî, ev bajar nîşana modernîteya civaka amerîkî ye: Hişmendîyeke liberxwedanekê û têgihîştineke çalakîyên hevgirtinê ya weha lê heye ku li hember gelek ceribandinên têkbirina hevgirtina karmendan, li hember daxwazên hilweşandina civakê û li hember hewlên rêlibergirtina organîzasyonên erdnîgarîyê bi ser ketiye. Di nav vê çola Xwedê de, di nav çîya û newalên sor û şîn de, gelo karmendên wê yên li hember valahî û bayê dîrokê dibin pêşengên celebekî nû?

Paul Vannier: Cografyanas

 

(1) "2011 Las Vegas perspective", Metropolitan Research and Association, Las Vegas.

(2) Global Metro Monitor, "The path to economic recovery", Brooking Institution, Washington, 2010.

(3) Di dawîya 2006ê û serê 2011ê de, navîneya welêt li gor sed mezintirîn metropolan % 26.5 bû, ev jî bajêr dixe rêza 98ê.

(4) Hejmara wan sala 2006ê, berî krîza aborî, 1494 bû. Sala 2007ê ev hejmar derket 4173yê, sala 2008ê bû 7941, sala 2009ê bû 6784 û sala 2010ê jî 7675. Çavkanî: "2011 Las Vegas perspective". Heman berhem.

(5) Rêjeya cîhguhertinê ya ku dibe pîvana cîhguhertina emlakan jî, li Amerîkayê gelekî bilind e û % 15 e, ev rêje li Fransayê % 8 e.

(6) Robert Futrell (berpirsîyar), "Las Vegas metropolitan area social survey, 2010 highlights", beşê civaknasîyê yê Zanîngeha Nevadayê, Las Vegas, adar 2010.

(7) Las Vegas Sun, 26ê çileya paşîn 2011.

(8) Naomi Klein, La Stratégie du choc. La montée d’un capitalisme du désastre, Actes Sud, Arles, 2008.

(9) Robert Venturi, Stephan Izenour û Denise Scott Brown, L’Enseignement de Las Vegas, Mardaga, Wavre, 2008 (çapa yekem 1972).

(10) Rick Fantasia û Kim Voss, Des syndicats domestiqués. Répression patronale et résistance syndical aux États-Unis, Raisons d’agir, Paris, 2003.

(11) Ibid.

Wergera ji fransî: Îbrahîm Seydo Aydogan