Lawazîya berxwedaneke parçebûyî (1)

Arşîva bîra Kurdan - Îlon 1980
Translator

Neteweya qedîm a tarûmarkirî li hemberî dewletan, ketiye nav hewldaneke mezin a parastina nasnameya xwe. Lê belê xewna "Kurdistana Mezin" nebû çîmen-toya têkoşînê.

Avakirina Kurdistaneke serbixwe, di 1920ê de, bi peymana Sevrê hatibû rojevê. Piştî şêst salan, gelê kurd hê jî di navbera pênc welatan de parçekirî ne: Li Tirkiyeyê (6- 8 mîlyon, li Îranê (5,5 mîlyon), li Iraqê (2,5- 3 mîlyon) û bi hejmara herî hindik jî, li Sûrîye û li Yekîtîya Komarên Sovyetên Sosyalîstê, (li yekê 500 000- 800 000 û li ya din jî 300 000) (1). Ji hingê ve kurdan ji bo parastina nasnameya xwe ya neteweyî qet navber neda têkoşînê. Lê belê, eynî mîna xaka wan, tevgera wan a neteweyî jî parçe parçe ye.

Şoreşa îslamî ya li Tehranê hêvîyên mezin afirandibûn, piştî demeke kin ew hêvî li Kurdistana Îranê di nav xwînê de fetisîn ku lê, pevçûnên çekdarî ji nû ve dest pê kirin. Lê belê bi qasî ku xuya dike, tiştekî nû li Tirkiyeyê an jî li Îraqê tuneye. Ji ber zexta ku bi awayekî sîstematîk li ronakbîran tê kirin, tevgera kurd herwiha ji rêveberên pêkhatî û jêhatî bêpar maye û êşa pirserîbûnê dikişîne. Ji bo ku îro ango di 1980yê de, encamên karûbarên tevgera kurd bi berfirehî bên nirxandin, divê pêşî tabloya şaxên wê yên dijber, li ber çavan were raxistin.

Li gel vê yekê jî, îro li devereke nêzî sînorê Îran û Iraqê ya ku pala xwe dide qûntarên çiyayên serbiberf ên ji 3 500 metreyan bilindtir, cureyekî biryargeha berxwedana tevgera kurd heye. Çend holikên nêzî rûbarekî –bêhtir dişibe şelaleyekê– ku navê wî jî tune. Lê belê, ji niha ve bi navê "Gelîyê Partîyan" ** li nav hemû kurdan hêdî hêdî tê nas kirin.

Bi rastî jî li vê herêma azadbûyî, ku bi temamî li derveyî kontrola karbidestên îranî û îraqî ye, biryargehên rêxistinên bingehîn ên tevgera îlegal a kurd hene: Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê (P.D.K.) ya Ebdurehman Qasimlo; Yekîtî Niştîmanî Kurdistan, ya Celal Talabanî; Partîya Sosyalîst ya Yekbûyî ya Kurdistana Îraqê, ya Dr. Mahmûd Osman û ji demeke nêz ve ye, Partîya Komunîst a Îraqê ya ku piştî pevçûna xwe ya bi rejîma Bexdayê re, wê jî biryar da dest bi şerê çekdarî bike. Şêx Ezedîn Huseyn jî, ku pêşengekî olî yê kurd e, li nêzî Komala (Komîteya Marksîst-Lenînîst ya Kurdistan) li Gelî bi cih bû.

Arşîva bîra Kurdan

Nivîsa Chris Kutchera ya bi navê Berûdistana Kurd - Li ser lawazîya berxwedaneke parçebûyî, pirsgirêka kurd li seranserê Kurdistanê ye û analîzek e li ser rêxistinên kurd yên ku piştî salên heftê derketine holê dike. Piranîya rêxistinên wê deme pal didin ser teorîyên klasik yên cîhanê û hîmê xwe li ser vê yekê ava dikin. Kuchera bal dikşîne ser tevgerên nû, xeterên nû, rêxistin û kesên di wan de rol girtine û rola wan yek bi yek dest nîşan dike.

Beş bi beş li ser pişaftina kurdan bi taybetî jî, pişaftina dijwar ya li Tirkiyeyê radiweste û bi bîr tîne ku tirkan çawa bi dibistanên înternat zarokên kurd bi navê xwendinê, asîmîle kirine. Di vî warî de hema beje bi gelemperî, bi ser jî ketine.

Kuchera dûr û dirêj li ser şerê birakujîyê radiweste û bûyerên hatine holê yek bi yek şirove dike, têkilîyên di navbera her du partîyên kurd yên mezin de radixe ber çavan. Kurd, dêvla ku bi hev re kar bikin, giranî dane têkilî û peymanên bi hikûmetên navendî û xwastine bi wan re li hev bên û ev yek bûye sedem ku di nav Kurdan de nakokî hîn bêtir kûr bibin û rêxistinên kurd ji hev dûr bikevin.
Hikûmetên navendî yên Kurdistan dagîr kirine, ev rewş baş bi kar anîne û lê qet guh jî nedane daxwazên rêxistinên kurd, peyman pircaran yek alî faşil bûye. Dema li parçeyekî pirsgirêk hebûye, serdestên wê parçeyê bi partî û hêzên parçeyên din re têkilî danîne, kurdên ba xwe cidî negirtine û bi têkilîyên parçeyên din jî nîfak xistine nav partîyên kurd, li pêş hevxebata wan bûne asteng. Bo nimûne Îranê, li gor wî bi alîkarîya hêzên Başûr, zora tevgera kurd ya li Rojhilatê Kurdistanê biriye.

Neteweyeke qedîm û têkoşêr ku hertim ji bo mafê xwe li ber xwe daye, pir caran ne ji ber xurtbûna dijmin lê ji ber lihevnekirina hêzên nav xwe winda kirîye, lê dîsa jî bêrawestan xwedî li têkoşîna xwe derketîye û hîn jî di nav şerekî dijwar de hebûna xwe diparêze.

"Gelîyê partîyan" di heman demê de wargehekî mezin ê antremana çekdarî ye û ev bi awayekî dibe dibistaneke şoreşê ya ku tê de mîlîtanên ciwan –yên di ser sî salî re pir kêm in– ên ku li ser perwerdeya Marks, Lenîn, Mao, Guevara û …Enwer Xoce dikevin nav gengeşeyên pir germ. Ev yek herwiha dibe sembola parçebûna tevgera neteweyî ya ji hemû deman zêdetir parvekirî, hem jî li demeke ku şoreşa Îranê, buhrana mezin a siyasî û aborî ya li Tirkiyeyê û jinûve destpêkirina têkoşîna çekdarî ya li Kurdistana Îraqê dikaribûn fersendeke nedîtî daniya ber van rêxistinên ku dixwestin Kurdistana ku bi peymana Lozanê berî nêzî şêst salan parçekirî, ji nû ve bigihînin hev.
Tevgerên kurd yên başûr û rojhilatê ku ketine nav têkoşîneke çekdarî ya pir dijwar, li gel vê yekê jî dixwazin pirsgirêka kurd di çarçoveya sînorên dewletên Iraq û Îranê de were çareser kirin û ji bilî xweserîyê tiştekî din naxwazin; her çi tevgera kurd ya li Tirkiyeyê ye, ku ji ber zilm û zoreke bêwijdan a dehan salan hê nû hêdî hêdî pişta xwe rast dike, lê hê jî nikare dest bi şerekî çekdarî bike; ji doza serxwebûnê nayê xwarê.

Li Tirkiyeyê: Ji xewê rabûn

Ji bo şikandina pişta "terrorîzm"ê, hikûmeta tirk gulana sala bihurî, li gelek bajarên Kurdistanê orfî îdarî ango "rewşa awarte" îlan kir. Bi hezaran kes hatin bin çav kirin –zêdetirî 5 800 kesan bi tenê li Amedê û derûdora wê. Artêşa tirkan bend û rizdeyên li ser rêyan pir zêde kirin. Li ber dergehên bajaran, rêwîyan ji ser ta pê kontrol dikin û bagajên erebeyan jî serûbinî hev dikin. Bi îxbarekê artêş dor li qahwexaneyekê digire û hemû mişterîyên tê de di kontroleke hûr û kûr re derbas dike. Lê belê serokê rêxistineke kurd ya îlegal, ê zêdetirî 40 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn jî, dikare li eywana qehwexaneyekê zêdetirî çar saetan bi rojnamevanekî re li ser her tiştî guftûgo bike.

Sekreterê giştî yê rêxistinekê di xanîyekî jihevketî yê gundikekî de, kêmtirî 50 metreyan nêzî eskerekî ku li cihekî bilind çav didêre ser sînor –sînorekî ku tê re bi tonan çek derbas dibin- dikare bi aramî bernameya partîya xwe vebêje û rave bike. Çend kîlometreyan dûrî bajarekî mezin ê ku li wê derê artêşa tirkan hêza xwe bi xwepêşandaneke nû nîşan dide, li gundekî, endamên komîteya navendî ya rêxistineke din jî dikarin bi hêsanî li hev kom bibin. Lewre artêş û polîs ti tiştî nabînin, nikarin bibînin.

Neteweyek bi temamî ketiye nav dijberîyê. Li Îranê û li Iraqê, kurd xwe weke hindikahî dibînin û li gel hikûmeta navendî dikevin nav têkilîyên hevnegirtî. Li Tirkiyeyê, ew xwe weke neteweyeke kolonî û dagirkirî dinirxînin û doza wan doza serxwebûnê ye. Tevî ku biryar dane ku demekê ji ya din zûtir dest bi têkoşîna çekdarî bikin, hê jî bi piranî li qonaxa pêşxistina hişmendîyê û rêxistinîyê ne -û hemû polîsên cîhanê jî nikarin pêşî li qonaxên wisa bigirin.

Asîmîlasyona nêzî biserketinê

Siyaseta asîmîlasyonê ya hikûmeta tirk hema bêje bi ser ket. Li bajarên mezin, wê dibistanên înternat saz kiribûn û ciwanên kurd pênc salên xwe yên perwerdeya seretayî ya mecbûrî bi şevûroj li wan dibistanan derbas dikirin. Bikaranîna zimanê kurdî li wir qedexe bû û ciwanên kurd, li gel fêrbûna zimanê tirkî, diviyabû bibin welatîyên tirk ên maqûl, kemalîstên baş. Gelek caran, malbatan jî –ji ber egerên aborî– di vê kampanyaya pişaftinê de hevkarîya sûc dikir. Mamosteyekî mîlîtan ku îro di nav rêxistineke kurd de cih digire, li ser mijarê ji jiyana xwe vê serpêhatîyê vedibêje: "Bavê min neteweperwerek bû û tevlî tevgera Şêx Seîd bûbû (2). Lê belê em deh xuşk û bira bûn; erdê bavê min pir hindik bû û wî êdî dixwest dawî li wê destengî û xizanîyê bîne. Wî dixwest ez bibim mamoste. Li Kurdistanê, wergirtina dîplomaya mamostetîyê, weke xewnekê ye, ew bi awayekî ji awayan misogerkirina serxwebûna aborî ye. Ji bo vê yekê jî, zimanê kurdî, berevajî, ti feydeya wî tunebû. De îca, eger we divê, bawer bikin, bavê min pir dixwest em li malê bi tirkî biaxivin –û her cara ku me peyveke bi kurdî bikar dianî, diviyabû me pênc çerxî bavêta qutîyeke piçûk a li malê."

"Piştî bi wî awayî derbaskirina pênc salan li dibistana seretayî û dîsa bi heman awayî li dibistana navîn û herî dawî jî li dibistana mamostetîyê, ez êdî bi temamî guherîbûm: We ji min bipirsiya, ez êdî tirkek bûm û kurdbûn êdî tiştekî eyb û şerm bû". Hema hema hemû mîlîtanên sî salî heman çîrokê vedibêjin.

Mîlîtanekî din jî wê rewşê wiha rave dike: "Li Tirkiyeyê bi hezaran kurdên ku xwe tirk dihesibînin hene û ez jî yek ji wan bûm".

Bi giştî ber bi salên xwe yên bîstî ve, piştî cihgirtina di nav yek ji rêxistinên çepê tirk de, ciwanên kurd dibin xwedî hişmendîya nasnameya xwe. Lê belê ew bi giştî baş nikarin ji bo vê çerxa hişmendîyê îzahekê bibînin, ya ku di salên 1960î de destpê dike û li nav Partîya Demokrat a Kurdistan (P.D.K) a Tirkiyê ku têra xwe di bin tesîra general Barzanî de ye û herwiha di nav Partîya Karkeran a Tirkiyeyê (TIP) de bi pêş dikeve.

Eynî mîna li Îranê û li Iraqê, rehên tevgerê vedizelin pêleke bi temamî neteweparêz û sosyalîst. Lê belê, pir zû, Partîya Komunîst li xwe mikur tê ku ew nikare çareserîyeke tetmînkar a pirsgirêkê pêşkêş bike û piştî xebatmeşandina di nav dezgeheke xweser a TIPê de, neteweperwerên kurd DDKOyê -Ocaxên Çandî û Şoreşger ên Rojhilatê- ava dikin.

Ji 1971ê û vir ve, tevger tûj û tundrew dibe: Piştî derbeya eskerî ya 12ê adara 1971ê, mîlîtanên kurd ên li Amedê tên darizandin, bi têgehên siyasî pirsgirêkê tînin ziman û dest nîşan dikin ku destûra bingehîn kurdan weke kole, weke kesên bindest dinirxîne û bi vî awayî pergala siyasî ya welêt bi tevahî sûcbar dikin.

Piştî çend salên din, ber bi 1975ê ve, hejmareke rêxistinên neteweyî yên kurd ku hemû jî xwedî heman armancê ne -serxwebûna Kurdistanê - ava dibin. Û bi rastî jî mirov nizane ka ewçend pirserîbûna van rêxistinan xwe dispêre sedemên îdeolojîk an jî hevrikîyên şexsî.

Li rastê, tenê rêxistinek, Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Tirkiyeyê heye û ew hê jî pir bi zexmî li başûrê Kurdistanê, bi taybetî jî nêzî sînorê Sûrîye û Îraqê, bi cih bûye. Di dema kongreya xwe ya cotmeha 1977ê de, PDK, jî serxwebûnê ji xwe re dike armanc û bi gotinên sekreterê xwe yê giştî yê nû, radigihîne ku "ew vekirî ye ji prensîbên marksîst-lenînîst re". Ya rastî PDKya Tirkiyeyê têra xwe muhafezekar e û ligel PDK ya Îraqê dikeve nav danûstandinên pir germ û jê re dibe alîkareke girîng; bo nimûne di ser sînorên Sûrîyê re rêyên anîna gelek çekan jê re dibîne. Piranîya mîlîtanên çepê kurd ên bakûr, tevî ku alîyên "paşverû" yên PDKyê rexne dikin, hemfikir in ku ew yekane tevger e ku bi kokdariya xwe û bi rêxistina xwe dikare weke partî were qebûl kirin.

Li çepê, tevlîhevî heta bi qirikê ye. Tevî vê yekê jî, sê rêxistinan -Ozgurluk, DDKD û KUK – bi hêvîya pêkanîna tiştekî ku mirov dikare weke Partîya Komunîst a Kurdistana bakûr bi nav bike, di adara 1980yê de li hev kom bûn û [bi navê UDG (Hevkarîya Demokratîk a Neteweyî)] danezaneke hevpar îmze kirin.

Rêxistina Ozgurluk a bi saya ronakbîrên ku ji nû ve li dora du kovaran, "Ozgurluk Yolu (Riya Azadî)" û "Roja Welat", li hev kom dibin, bi ser xwe ve tê, doza xwe ya ji bo serxwebûna Kurdistana bakûr û federasyona li gel dewleteke demokratîk a tirk tîne ziman û diparêze. Ev rêxistina ku parçebûna Kurdistanê weke "heqîqeteke pir zelal" dinirxîne û projeya Kurdistana Mezin weke "xeyalî" dibîne û xwe nade ber, rêxistina kurd a xwedî danûstandinên herî baş e li gel çepê tirk, bi taybetî jî li gel TKPyê (Partîya Komunîst a Tirkiyeyê). Ew bi biryardarî alîgira Sovyetê û dijbera Çînê ye. Lê belê di dawîya 1978ê de parçe bû, du rêxistinên hevrik jê peyda bûn û di encama vê parçebûnê de rêxistina ku gelek lîderên wê neçar man bi tevahî bikevin nav îlegalîteyê, pir qels bû.

Her çî DDKD ye (Komeleya Çandê ya Demokratîk û Şoreşger), ku di 1974ê de ava bû, pêşîyê li Stenbol, Enqere û Îzmîrê xwedî sê rêxistinên xweser bû. Dû re, xebatên wê li Kurdistanê bixwe berbelav bûn. DDKD ya ku xwe weke "tevgera demokrat û neteweyî ya pişta xwe dide îdeolojîya marksîst" tarîf dike, ji bo ramanên xwe ragihîne û belav bike du kovaran -Jîna Nû û Tîrêj– dertîne. Ji bo wê, gelê kurd gelekî yekpare ye, lê belê piştî şerê yekemîn ê cîhanê, bi awayekî sûnî, hatiye parçe kirin. Tenê azadî û serxwebûna çar parçeyên Kurdistanê (li Îran, Iraq, Tirkiye û Sûrîyeyê) dikarin çareserîyekê bi xwe re bînin. Bi vê armancê ew afirandina rêxistineke navendî ji bo çar herêman û serlêdana têkoşîna çekdarî girîng dibîne û pêşniyar dike. Têkilîyên DDKD li gel partîyên çepê tirk (TIP, Partîya Karkeran a Tirkiyeyê; TSIP, Partîya Sosyalîst û Karkeran a Tirkiyeyê; TKP, Partîya Komunîst a Tirkiyeyê) pir qels in. Ev partîyên çepê tirk çareserîya doza kurd li derveyî çarçoveya Tirkiyeyê nanirxînin û wê dadixin asta pirsgirêkeke kêm-pêşketina herêmî, bêyî ku behsa girêdaneke bindestîya mêtingehî bike. Wekî din DDKD jî bi biryardarî alîgira Sovyetê û dijbera Çînê ye.

KUK (Rizgarîxwazên Neteweyî ya Kurdistanê), ku piştî kongreya 1977ê ji şaxekî PDKya Tirkiyeyê zêde bûye, baskê çepê yê rengmarksîst ê partîyek e ku hê jî nekariye ji bin tesîra barzanîyan rizgar bibe, temsîl dike. Alîgira serxwebûneke pêşî bi Kurdistana Bakûr sînorkirî, KUK di qonaxa destpêkê de federasyona li gel dewleteke sosyalîst datîne ber xwe. Lê belê ew bi zimanekî hişk rêxistinên heyî yên çep (TIP, TSIP, TKP) yên weke "revîzyonîst" dihatin dîtin, rexne dike û giranîyê dide ramana "çîna bi rastî jî karker a Tirkiyeyê" ya hê jî nerêxistî.

Li tenişt bigewdebûnên van rêxistinan, komeke ronakbîr a li derdora parêzer Rûşen Aslan (di dawîya 1979ê de hat girtin) li hev kombûyî, kovarek ku wê navê xwe bida koma wan jî, deranî: Rizgari. Di vê weşana duzimanî de (bi kurdî û bi tirkî), wan dixwest "li dîroka tevgera neteweyî ya kurd vekolin û perspektîfan pêşkêş bikin". Hê bi derketina hejmara pêşî ve, 21ê adara 1976ê, kovar hat kom kirin û qedexe kirin. Di neh hejmarên kovarê û heşt broşurên bi awayekî îlegal weşandî de, mîlîtanên Rizgarîyê doza serxwebûna çar herêmên Kurdistanê dikin. Wekî din, endamên Rizgarîyê ku li gor xwe, ji têkçûna tevgera filistînî ya ku têkoşîna xwe bi tenê li ser axa filistînî dimeşîne, ders dertînin û ji ber vê yekê, dibêjin divê berî her tiştî tevgereke şoreşgerî li Kurdistanê were ava kirin, dûre hemû kurd di heman "enîya neteweyî" de bibin yek; û di pey re jî "bi tevlîkirina karkerên ereb, tirk û faris, divê şoreşa Rojhilata Nêz were kirin".

Tiştê ku Rizgarîyê ji tevgerên din vediqetîne, helwesta wê ya rexneyî ya beramberî Yekîtîya Komarên Sovyetên Sosyalîst (YKSS)ê ye. Yek ji rêveberên wê yê ku hê jî nehatiye girtin, dibêje: "Li ser mafê kurdan ê diyarkirina çarenûsa xwe, ti caran Partîya Komunîst daxuyanî nedaye û YKSS qet alîkarîyê nade têkoşîna PDKya rojhilat, lê belê ew destekê dide Baasa ku kurdên başûr diperçiqîne". Li gel vê yekê jî, Rizgarî alîkarîyeke ku ji Yekîtîya Sovyetê were bi temamî jî red nake, "di paşerojê de dema ku tevgera kurd bibe hêzeke siyasî, divê Yekîtîya Sovyetê weke hêzeke mezin kurdan piştguh neke".

Rola gundîyan

Rêxistineke din a bi awayekî hişktir dijberî Sovyetê ye, tevgera maoîst Kawa jî (a ku navê xwe ji mîtolojîya kurd werdigire) ji bo serxwebûna Kurdistanê têdikoşe û di heman demê de têkoşîna li dijî YKSSê jî diparêze; mîlîtanên wê dest nîşan dikin ku Moskova çekan û diravan dide hin rêxistinên kurd û wan ji bo siyaseta xwe ya "berfirehbûn"ê bi kar tîne. Piştî mirina lîderê wê, Ferit Uzun ku mihendisekî ciwan ê ji Siwêregê bû û di 22yê mijdara 1978ê de ji alîyê mîlîsên eşîreke mezin a bajêr ve hate kuştin***, rêxistin jî di nav xwe de parçe bû, du rêxistinên dijberî hev jê peyda bûn [Kawa û Dengê Kawa], yek jê alîgira Çînê, ya din jî alîgira Arnawûtê.

Herî dawî em behsa PKKê (Partîya Karkerên Kurdistan) bikin, ew tevgera herî zêde dibe mijara guftûgoyan e. Ev tevger di 1976ê de ji alîyê xwendekarekî berê yê zanînên siyasî yê ji Rihayê yê bi navê xwe yê kurdî APO (Abdullah Ocalan) ve hat ava kirin û pêşî weke tevgera Apocîyan hat nas kirin û navê xwe yê niha jî di 1978ê de wergirt. PKK bi parastina şerê çekdarî yê derhal, ji hemû rêxistinên berîya xwe cuda ye û PKK dibêje, şerê çekdarî dihêle ku hişmendîya siyasî ya gundîyan şîyar bibe, ev rêbaz "nîşanî gundîyan dide ku hêza mêtinger qels e û derketina li dijî vê hêza dagîrker mumkun e". Mîlîtanên PKKê berî hertiştî bi hin serkeftinên xwe ketin çavên gundîyan û pêşwazîyeke baş li wan kirin û piştgirî dan wan, lê belê hê jî mirov nikare behsa hebûna "herêmên rizgarkirî" bike.

Tevî vê yekê, piştî îlankirina orfî îdarî, rêveberên partîyê der barê berdewamkirina şerê çekdarî de bûn xwedî du nêrînên cuda. Hin ji wan dibêjin şerê çekdarî wê zextên li ser gundîyan zêdetir bike û rewşa wan xirabtir bike. Tê gotin ku di dema civîneke sala bihurî de, lîderê PKKê "Apo" bixwe ev nêrîn ecibandiye. Lê belê mîlîtanên partîyê şer ranewestandiye, bi taybetî li herêma Siwêregê, ya ku di pevçûnên pir dijwar de ji gulana 1979ê ve zêdetirî 200 kesan hatin kuştin. Dijberên PKKê, nexasim DDKD, KUK û Ozgurluk jî, van pevçûnan weke delîl nîşan didin û îdîa dikin ku hin provokatorên ku li ser hesabê servîsên saloxdarîya tirk dixebitin, çizirîne nav vê partîyê.

Bivê nevê mirov li hemberî vê pirserîbûna rêxistinên kurdî, ên ku ji bo çareserkirina nexweşîyên navbera xwe, bêdudilî çekan bi kar tînin, xemgîn dibe. Rêveberên van rêxistinan ên ku di bin tesîra zimanê xwe yê şîlo û teorîk de hesasbûyî, pirparçebûna rêxistinên kurd ên Tirkiyeyê dispêrin taybetmendîya wan a ronakbîrîyê û îdîa dikin ku "ronakbîrên kurdên bakûr ji ronakbîrên kurd ên rojhilat û başûr zanistîtir in." Der barê jihevhesappirsînê de jî yek ji rêveberên rêxistinên bakûr dibêje, "ev jî nîşan dide ku rêxistina me li Tirkiyeyê baştir e; em pêşî pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser dikin, dûre jî wê li hemberî me bi tenê dijminê me bimîne: Kolonyalîzm û emperyalîzm."

Herçendî ev rêxistin giş îlhama xwe ji marksîzmê distînin, her yek ji wan, di heman demê de, îdîa dike ku ew bixwe mîraswergira "rast" ya marksîzmê ye.

Ji bilî PKKê, hemû rêxistinên çep ên kurd, di eslê xwe de pişta xwe didin teorîyên klasîk ên marksîzmê. Ji bo wan, çîna karker a kurd e ya ku divê tevgera şoreşger bi rê ve bibe, lewre "hişmendîkirina gundîyekî bi zevîyên ku ew dixwaze bi dest bixe, sînorkirî ye".

Tevî vê yekê jî, çîna karker bi awayekî berbiçav li Kurdistana Tirkiyeyê tine, ji ber ku ji % 99ê pîşesazîyê li herêma tirk a vî welatî hatiye bi cih kirin: Eger proleteryayek kurd hebe jî, ew li kevîyên bajarên mezin e: Enqere, Stenbol, Îzmîr û Îzmîtê ku li wan, bi sed hezaran kurd dijîn. Herwiha, ji hemû parçeyên din ên Kurdistanê kêmtir pêşketî, Kurdistana bakûr welatekî bi bingeha xwe gundewar e: Bêyî livandina gundîyan, paşeroja tevgera kurd li vî welatî pir misoger xuya nake. Gundîyên Kurdistanê bi piranî li ser zevîyên aîdî maldarên mezin an jî axayên xwedî 10 000 donim (bi qasî 1 000 hektar) erd an jî zêdetir, nanoziko dixebitin. Ji bo rojeke xebatê, gundî bi qasî 250 lîra -têra standina 10 kîlo nan dike- distînin. Ew li xanîkokên wisa jihevketî rûdinên ku ti ferqa wan ji pangeyên sewal lê tên hewandin, tinene û piranîya wan bi tirkî nizanin: % 75ê kurdan ne dizanin bixwînin ne jî binivîsin. Ronakbîrekî kurd vê rewşê wiha tîne ziman: "Tirk wisa bikêrnehatî ne ku nikarin çanda xwe jî fêrî me bikin". Û gundîyên kurd dema neçar bimînin ji bo serlêdaneke îdarî biçin bajêr, an jî dema biçin ser doktor, axa an jî serokeşîr bi wan re "wergêrekî" dişîne –ev jî rêbazekî axa û serokeşîran e ji bo ku gundîyan baştir kontrol bikin û bi xwe ve girê bidin. Li gundan, di dema hilbijartinan de, axa pir baş dizane her gundîyek dengê xwe dide kê û wêrekîyeke mezin pêwist e ji bo ku gundîyek li dijî daxwaza axa dengê xwe bi kar bîne -heye ku ji erdê xwe, karê xwe û hetta ji nanê xwe bêpar bimîne.

Sazûmana eşîrî li derbajaran hê jî weke xwe û berê ye. Li Siwêregê, bo nimûne, axayê mezin, Celal Bûcak, dikare hezar mîlîsên taybetî ji nav eşîrê techîz bike û şer bi wan bide kirin. Û mîlîtanên PKKê dikarin ji bo doza xwe -bi tevahî- bi eşîreke din re bibin hevalbend.

Pêşketina kêm a aborî û çandî ya gundewaran diyardeyeke zelal e, lê belê rêxistinên neteweyî yên kurd hê jî ji bo nirxandina vê potansîyela mezin a şoreşê ti tişt nekirine. Yek ji kadroyên berê yê PKKê vê rewşê wiha dest nîşan dike: "Enqere ti tiştî nade me ku em karibin ji xwe re bihêlin".

Berdewamîya vê nivîse dê di hejmara nîsanê de bê weşandin.

Çavkanî

Chris Kutschera: Rojnamevan.

** "Ev "gelîyê partîyan" yê ku nivîskar behsê dike, nêzîkî çîyayê Mamend, Xirî Nawzeng e, hingê ji ber pirbûna partî û rêxistinên li wir bicihbûyî, di nav xelkî de bi navê "Dolî Ehzab" dihat nasîn.

*** Li gor hin agahdarîyan Ferit Uzun ji alîyê PKKê ve hat kuştin.

  1. Bi tevahî, 15-17 mîlyon. Gava statîstîk tunebin, ev reqem weke texmînên muhtemel ên kêmî ya rastîn, dimînin. Li Sûrîyê, kurd tenê ji % 10ê nifûsê pêk tînin û bi giranî li Cizîrê, Kurdagî ("çîyayê kurdan"), nêzî Helebê û li bajarên mezin in. Bi rêjeya xwe pir hindik in, ji ber vê yekê bi rola ku lîstine hertim li kevîyê mane; li gel vê yekê jî wan bi awayekî kevneşopî hertim kiriye ku kurdên Tirkiye, Iraq û yên Îranê ji "fedekarîya" Surîyê sûdê wergirin. Der barê kurdên Yekîtîya Sovyetê de, bala xwe bidin ser lêkolîna hêja ya Kendal Nezan a di nav berhema kollektîf, Kurd û Kurdistan de ku ji alîyê Mapero ve hat weşandin (Paris, 1978)
  2. Hemû axaftnên di nav kevanan de ji hevpeyvînên me yên li gel kesên navbihurî hatine wergirtin. Ew hevpeyvîn di mijdara 1979ê û gulan û hezîrana 1980yêde pêk hatine
  3. A.R. Ghassemlou, Kurdistana Îranê, 1976, 36 rûpel, weşanvan û cîyê weşandinê di berhemê de nehatine dest nîşan kirin)

Wergera ji fransî: Baran Nebar