Lêgerîna dîplomasîyeke herêmî

Li qadeke bi şer û pevçûn
Translator

Encama muzakereyên dewletên hevgirtî li ser parvekirina Rojhilata-Navîn di dema şerê cîhanê yê yekemîn de û têkilîyên nû yên hêzan piştî serkevtinên kemalîstan û kesixandina Împaratorîya Osmanî herwiha bûn sedem ku Kurdistan careke din were parve kirin, hejmareke mezin şênîya ereb di nav sînorên Tirkîyeyê de bimîne û gelek tirk jî ji welatê xwe qut bibin. Sînorê nû yê Tirkiyeyê yê zêdetirî 2 200 kîlometre dirêj (ku zêdetirî 1 400 bi Sûrîyeyê re ye) çolter û çîyayan diqelêşe û dibe xetereyeke berdewam ji bo sî hezar eskerên ku li ser sînor weke "mertal" tên bi kar anîn.

Ne tenê kurdên pêşmerge, herwiha her cure kesên derqanûnî, qaçaxçîyên çekfiroş, haşîşfiroş an jî heywanfiroş, weke ku rêya kanîyê be, bi rûkûpêkî sînorê kujer diqelêşin û derbas dibin. Helbet, li ber çavên bi hêrs û matmayî yên rayedarên tirk, herwiha propagandaya pêlên radyoya Tehranê yên di ser sînoran re xwe digihînin Anatolîyê jî, li van çizirînên qaçax zêde dibe. Lê belê divê bê gotin ku ev sînorê ku di bin de çemekî petrolê diherike –bi navgîna xeta lûleya Kerkûk-Yûmûrtalikê,- herwiha dibe rêya trafîkeke tund a kamyonên di ser sînorên her du alîyên şerê kendavê bazirganîya petrolê dikin; ha di vê navberê de di demeke nêz de wê xeta lûleya Ahvaz-Dörtyolê jî bikeve xizmetê û ev ê jî derfetê bide Îranê ku qismek ji zêrê xwe yê reş îxrac bike û xwe ji xetereya tengava Ormuzê rizgar bike.

Arşîva bîra Kurdan

Christiane More Fakulteya Hiquqê ya Grenoble temam kiriye, naskirina wê ya kurdan di 1974ê de gava Barzanî li dijî zagona otonomîyê rawestiyaye, çêbûye. Li INALCOyê li ser kurdan xwendiye û gelek caran çûye herêmên cûrbecûr yên Kurdistanê, bi rêveberên rêxistin û partîyên wan re hevdîtin kiriye. Pirtûkeke wê li ser kurdan bi navê "Kurd Îro, Tevgereke Netewî û Partîyên Politîk" di nav weşanên L'Harmattan de derketiye.

Di nivîsa xwe ya bi navê "Tirkiye li bazarên Ewropayê/Kurdistan: Pirsgirêkeke bêhempa" de Christiane More bal dikişîne ser tevgera dema nû ya têkoşîna kurd û rewşa neder ya Tirkiyeyê ku hîn jî dixwaze kurdan bi darê zorê îdare bike û hemû rêyan diceribîne ku kurdan bê maf bihêle. Di şerê li dijî kurdan de tu rê û tu sazîyên neqanûnî nemane ku neceribandiye, dîsa jî pirs mezintir bûye. Îro nêzîkê mîlyoneke kurd li derveyê welat dijîn, xwe organîze kirine û li hin welatan mafê perwerdeya bi zimanê kurdî wergirtine, bi xwe di nav şîyarbûnekê de ne û Tirkiye hîn jî di wê hizrê de ye ku kurd ji alîyê axa û feodalan ve tên bi rê ve birin, lê ew li doza xwe xwedî derdikevin. Tirkiyeyê demeke dirêj cîranên xwe ku wan jî Kurdistan dagîr kiriye, bi alîkarîya tevgerên kurd tawanbar kiriye û ev yek jî rê li ber lihevhatina wan girtiye, lê feydeya kurdan jî di vê yekê de çêbûye. Di salên dawî de bi hin projeyan Tirkiye dixwaze pêşwazîya pirsa kurd bike, ev yek li hember daxwazên kurdan gelek qels dimînin.

Français Georgeon lêkolînvanekî dîroknas e û li welatên wek Tunis, Tirkiye û yên din di zanîngehan de li ser welatên rojhilat û paşê jî li Fransayê di INALCOyê de kar kiriye. Mijarên wî bi taybetî li ser nasyonalîzm û nasyonalîzma ronakbîrên misilman in. Bi lêkolînên xwe yên li ser Tirkîyeya nûjen tê nasîn.

Di nivîsa xwe ya bi navê "Li qadeke bi şer û pevçûn" de Georgeon rewşa Rojhilata Navîn, rol û daxwazên Tirkîyeyê analîz dike. Tirkîye ku derdora xwe, cîranên xwe hertim wek dijmin dibîne, çavê xwe ji Mûsilê qut nake û di salên dawîyê de têkoşîna kurdan jî zor dide wê, dikeve nav hewldanên erênî bi cîranên xwe re, lê ev yek ewqas hêsan xuya nake, ji ber ku pirsgirêkên Tirkîyeyê bi Sûrîyeyê re ji ber pirsa Hatayê kûr in, pirsa Qibrisê çareser nebûye û Tirkîye dev ji Kerkûk û Mûsilê bernedaye; rewş ber bi tevlîhevîyeke ku dijberî hîn kûrtir dibin ve dimeşe. Tirkîyeyê pîştî avakirina komara xwe pişta xwe daye hêzên derva, mîna DYA û guh nedaye alozîyên herêmê û çareserîyeke daîmî di herêmê de pêk neanîye, pirsgirêk her çûye zêdetir bûne, niha jî dixwaze bi rêya bazirganîyê û bi rêya barajên li ser çemên Dîjle û Feratê pozîsyona xwe ya li hember cîranên xwe xurt bike.

Îmaja ku tirk û cîranên xwe ji hev re didin xuya kirin, ji bêbawerî û nefretê ne bêpar e. Ji dema daxwazên xwe yên têkildarî herêma Mûsilê û sancaxa Hatayê (1) û vir ve, tirk ji ber xeyalên xwe yên dagîrkerîyê jî dibin sedemê peydebûna gumanan. Hewldana Tirkiyeyê ya piştî şerê duyemîn ê cîhanê, ji bo ku bibe endama kampa rojava, venasîna wê ya dewleta Îsraîlê, îmzekirina Pakta Atlantîk di 1952yê de û di 1955ê de jî îmezkirina Pakta Bexdayê, tirk veguherandin hevalbendên bêşertûmerc ên rojava û hevkarên emperyalîzma amerîkî. Ev êdî bû pênasa tirkan a guherandina wê pir dijwar e. Di van bîst salên dawîyê de tevî hemû guherînên ku di siyaseta xwe ya derve de pêk anîn, tirkan nekarîn îmaja xwe biguherînin. Ji ber ku baregehên eskerî yên li Anatolîyê, divê bibin qadên xwelêgirtin û jêfirînê ji bo Hêza amerîkî ya ku kengê bixwaze, karibe bi lezûbez destê xwe têxe nav tevahîya herêmê.

"Pirsgirêka Mûsilê"

Ji alîyê xwe ve, tirkan jî "derba xencera ji paş ve" ya serdema şerê yekemîn ê cîhanê ji bîr nekir. Serhildana ereban li enîya başûr a Împeretorîya Osmanî ya ku li dijî welatên Hevpeyman şer dikir, ji bîra tirkan neçûye. Û ew îro jî nikarin ji tirsa peşkên şoreşê yên ku dikarin ji Îranê berbelav bibin, serê xwe rihet bikin.

Tevî nakokîyên dîrokî û cudahîyên îdeolojîk û siyasî, Tirkiye hewl dide li gel cîranên xwe yên Başûr-Rojhilat bikeve nav danûstandinên baş. Lê belê heta niha jî nekariye vê yekê li gel Sûrîyeyê pêk bîne ji ber ku vê dewletê Hatay ji bîr nekiriye û ew jî ji ber îdîayên cihdayîna pêşmergeyên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK), bi awayekî rêkûpêk ji alîyê Enqerê ve tê tewanbar kirin. Lê belê Enqere di nêz de wê serî li navgîneke bi tesîr a zextê bide: Projeyeke dêwane ya bendavên hîdroelektrîk a Başûr-Rojhilatê Anatolîyê ku wê derfetê bide Enqerê dest deyne ser ava çemê Firatê ku ji bo axa Sûrîyeyê pêdivîyeke jîyanî ye.

Îran û Iraq jî di nav çend salên dawîyê de piştî Almanyaya Federal di warê bazirganîyê de bûn duyemîn û sêyemîn partnerên herî mezin ên Tirkiyeyê. Di şerê Kendavê de, Enqerê hewl da di navbera alîyên şer de bibe xwedî helwêsteke bidenge û wekhev û di ber re jî di çarçoveya Rêxistina Konferansa Îslamî de bû yek ji navbeynkarên rawe-standina şer. Lê belê herçendî Enqere bêalîbûna xwe îlan bike jî, dîyar e ku ew ê ji encamên serkeftineke artêşa Îranê pir jî kêfxweş nebe.

Ev siyaseta cîranîya baş beramberî Rojhilata Navîn tê wateya stratejîyeke firehtir. Qeşaya navbera Enqerê û cîranên wê piştî bîst salan dihele. Enqereya di pirsgirêka Qibrisê de, bi tenê hatî hiştin, hewl da desteka ereban wergire, dûre jî piştî du buhranên petrolî yên salên 1973 û 1979ê, Tirkiye –ku xizana hîdrocarburê ye– kete nav hewldana xwenêzîkkirina hilberînerên mezin ên weke Erebistana Suûdî, Lîbya, Iraq û Îranê. Ji dema destpêkirina lîberalîzma aborî ya 1980yê û vir ve, bazarên Rojhilata Navîn –berxwirên herî mezin ên xwurekî û pîşesazîyî– ji bo îxracatên welatên hilberîner rêyeke esasî vekirin.

Tevî daketina fiyeta petrolê û şerê ku dawî lê nayê yê Kendavê, Tirkiye li tevahîya herêmê bû xwedî giranîyeke dezgehî (nexasim di çarçoveya Rêxistina Konferansa Îslamî de), ya aborî û diravî (sê sed fîrmayên ku li wir dixebitin di berdêla qasî 15 milyar dolaran de peyman îmze kirine) û Tirkiye dixwaze vê yekê baş binirxîne da ku ji serlêdana xwe ya endamtîya Civaka Ewropî re jî bibe palpişteke girîng. Xewna qedîm ya Ataturk – azkirina "pirekê" di navbera Ewropa û Derya Spî ya rojhilat de– êdî pala xwe dide bingehên zexim.

Bi vê bîrbirin û bergehê, pevçûnên dawî yên dijwar bi gerîlayan re, li ser sînorên Iraq û Sûrîyeyê gelo dikarin weke tiştekî ji rêzê an jî destpêka têkçûnekê werin nirxandin? Gelo Tirkiye bi vî awayî xwe naxe xetereya kaşbûna nav şer? Êdî ne tiştekî veşartî ye ku ev demek e li hin derdorên Enqerê "pirsgirêka Mûsilê" careke din tê mazatê: Lihevnekirineke têkildarî xakê li dadgeheke Civata Neteweyan di 1926ê de hatibû çareser kirin û di encamê de ev wîlayeta ji alîyê petrolê ve dewlemend di berdêla tezmînateke diravî de radestî Iraqê hatibû kirin. Li gor hin çavdêran, îro eger Iraq ji alîyê siyasî an jî eskerî ve ji hev bikeve, Tirkiye bi bahaneya pêşîlêgirtina avabûna Kurdistaneke serbixwe li ber derê xwe û ji bo tedarîkkirina pêdivîyên xwe yên petrolê, bi awayek ji awayan wê bikeve nav hewldana dest têwerda-na Mûsil û Kerkûkê. Hêzên eskerî yên Enqerê bi xwespartina lihevkirineke bi Bexdayê re heta niha ji bo şervanên kurd gelek caran ketin nav xaka Iraqê. Lê belê gelo macerayeke mezintir wê ne nakokîyeke mezin be ji bo Tirkiyeya ku entegrasyona di nav civaka ewropî de ji xwe re kiriye armanc û ji bo vê yekê bi salane têdikoşe?

Çavkanî

  1. Xaka ji alîyê kemalîstan ve, di 1920ê de, tevlî nav sînorê Tirkiyeya nû hatibû kirin, piştî şerê yekemîn ê cîhanê ketibû bin destê rêveberîya fransî ya li Sûrîyeyê. Ev xak wê di hezîrana 1939ê de tevî protestoyên netewegirên Sûrîyeyê yên doza wê dikin, de careke din radestî Tirkiyeyê bihata kirin

Wergera ji fransî: Baran Nebar