Lêgerîna pisporiyeke tendurustiyê

Translator

Deh salan piştî damezirandina wê, di sala 1975’an de ku Bankeya Afrîkî ya Pêşxistinê (BAD) dest bi hewldanên xwe yên sebaret bi tendurustiyê kir. Ji heman demê bi şûn de wê saziyê xwe aktîf nîşan kir. Di navbera salên 1975 û 2005’an de dora heftê (70) proje ji aliyê heman saziyê ve, li çil û şeş (46) welatên afrîkî hatin fînansekirin. Di Sibata 2010’an de çil û yek (41) proje, li bîst û heyşt (28) welatan, ku di nava wan de Fas jî hebû, dimeşiyan, ji %12 yê wan di nava pêvajoyeke xebata aktîf de ye.

BAD di nava lêgerîna ji bo pêşxistina pisporî û bandora çalakiyên xwe yên di wê sektorê de ye ku ew tê de kar dike. Di rapora xwe ya 2006’an de, ku sebaret bi pêşxistinê hatibû nivîsandin, ew balê dikişîne ser girîngiya reqabeta li parzemînê û weha dibêje: ''Afrîka bi dijwariyên girîng ên sebaret bi tendurustiyê rû bi rû ye, ev rewş li ser pêşxistina aborî, civakî û her weha li ser hewldanên ji bo çareserkirina xizaniyê jî xwedî bandoreke mezin e. Ji derveyî asta bilind a nexweşiyên wekî HIV/Aids, ên enfeksiyonê, tuberkûloz û yên din ku ji laşan derbasî laşan dibin, tevlihevbûna mirovan û hatin û çûn bûne sedema belavbûna nexweşiyên din jî û her weha asta qeza û travma jî zêdetir bûye. Vê pirsgirêkê bi xwe re buhayê sîstema tendurustiyê jî, li gelek welatên Afrîka’yê xerabtir kiriye. Koçberbûna pisporên tendurustiyê ya ber bi bajaran û welatên din, dîsa ya ber bi parzemînên din, her weha qelsiya binesaziya welatan, nemaze jî kêmbûna ava vexwarinê, rewşa xerab a sîstema rêyan û ragihandinê û dîsa kêmasiya paqijiya saziyên tendurustiyê jî heman rewşê xerabtir kiriye.''

Di navbera salên 1987 û 2005’an de, koma BAD (BAD, Fona Afrîkî ya Pêşxistinê (FAD) û Fona Taybet a Nîjeriya’yê (FSN)) nêzîkî 990,72 milyon yekîneyên hesaban (xxx Euro) bi deyn dane ku binesaziya ji bo tendurustiyê amade bibe, an ku ji %3.4 xebatên wan ku di vê demê de çêbûye. Di navbera salên 1996-2005’an de ev ast digihîje ji %4.1 puanan. Asta hewldanên di vê qadê de hatine kirin du (2) caran ji yên perwerdehiyê, deh (10) caran jî ji yên xebatên bingeha welat, pênc (5) caran jî ji yên cotkariyê û kişandinê kêmtir e. Hewldanên aborî yên ji bo karê tendurustiyê sê rewşan nas kirine: 1) 1987-1992: bilindbûna ji %18 2) 1992-1995: nizmbûna konjonkturel, a ji ber pirsgirêkên birêveberina navxweyî yên FAD’ê 3) rewşeke din jî ya bilindbûna perexistinê ya a ji % 101.3 yekîneyên hesaban (xxx euro) tenê di sala 2004’an de.

Bi her awayî, di salên dawî de pêşketineke baş di kalîteya perexistinên di qada tendurustiyê de çêbû. Ev jî bû sedema ku heman perexistinan di qada destgehên bingehî û di qada nirxên civakî de kêmtir bibin. Bi ya birêz Tshinko B. Ilunga, mudurê beşa tendurustiyê ya BAD’ê, bi taybetî perwerdehiya personelên tendurustiyê bûye sektoreke girîng ku divê banke li ser rawestin.''Çi sebaret bi pêşxistina personelên nexweşxaneyan, çi jî sebaret bi dibistanên ku bijîşkan û perestaran perwerde dikin, BAD fêm kiriye ku divê ew li ser perexistinên heman sektoran baştir raweste û kapasîteyên sîstemên herêmî yên tendurustiyê raweste'' Ev siyaseta nû, ku wê di sala 2010’an de fermî bibe, valahiya stratejiya ku ji salan vir ve didome tije dike.

Her du (2) planên ku di navbera salên 1996 û 1999’an de hatine nîqaşkirin, çi sebaret bi nexweşiyên taybet be, çi jî sebaret bi astengiyên destgehî ku bi sîstema tendurustiyê ve girêdayî be, bûne xalên sereke yên rexneyan. Ev her du (2) dokûmanên wekî kilît mudaxaleya BAD’ê, ku ji aliyê kêmasiya derfetên aborî ku ji aliyê ''civaka navneteweyî '' ve û hikûmetên afrîkî ve hatine fînansekirin, diyar dike. Ev her du (2) dokûman girîngiya heman sektoran jî derdixin pêş ku divê ew ji pirsgirêkên destgehên bingehîn û saziyan zêdetir werin dîtin (wisa dihê gumankirin ku ji %80 perexistinên wê, yên di qadên cur be cur de hatine kirin, di vî warî de çêbûne). Ev dihê wateya ku tendurustî rewşeke pir taybet diyar dike ku divê bang li qadên pîşeyî û pisporiyên din ku di nava BAD’ê de ne were kirin.

Dê siyasetên wê werin ziravkirin ku ji pirsgirêkên heyî yên parzemînê re çareserî were dîtin. Di sala 1998’an de, ji bo personelên BAD’ê fermanekê hatibû nivîsandin ku ew baştir bingeha pirsgirêkan fêm bikin û siyaseta wê ya tendurustiyê di jiyanê de pêk bînin – bi awayekî pratîk-. Ev belge her weha pêvajoya guftugoyan, a ku dihê xwestin, di navbera bankeyê û welatên daxwazkar de wê bimeşe jî diyar dike. Ji bo perexistinan ew her sê (3) rewşên pêwîst jî weha nişan dike: siyaseta tendurustiyê ya girseyî, durustkirina sîstemên tendurustiyê û afirandina hawîrdoreke tendurust û paqij.

Digel ku ev ferman hin xalên balkêş ên programatîk jî bi xwe re diyar dike, ew tu car di nava BAD’ê de nehatiye belavkirin. Hin fermanên din, ên taybet û sebaret bi nexweşiyên wekî HIV/Aids, di sala 2001’an de, sebaret bi tayê di sala 2002’an de, sebaret bi nexweşiyên ku ji mirov derbasî mirovan dibin di sala 2004’an de hatine nivîsandin û belav bûne. Heman belge her weha ji bo çareserkirina nexweşiyan û ya pirsgirêkên destgehên bingehîn û dîsa sebaret bi çareseriyên klasîk de jî wekî referans e. Lê belê di hemû belgeyên wê de agahiyên zelal ên sebaret bi mudaxaleyên tendurustiya ku li ser civakê de bibandor e kêmasî hene.

Wekî ku birêz Ilunga dibêje ''BAD ji daxwazan re dibe bersiv lê belê ew bijartina rêbazên çareseriyê, bi ya daxwazên wan, ji welatan re dihêle''. Bêguman ev nêzîkbûn bi ya wateya berpirsyartiya rêveberiyên afrîkî xwe nişan dike. Di vê navberê de tu tişt nabe asteng ku, bi awayekî ciddî, em diyar bikin ku projeyên ji aliyê BAD’ê ve dihên fînansekirin li ser tendurustiya civakê de bibandor in. Di rastiyê de, ji bo zelalkirina pêdiviya sererastkirina konsepta xwe û rêbazên rêveberiya xwe, bankeyê dest bi pêşketinekê kiriye. Bi rêya rapora xwe ya 30’ê Cotmeha 2006’an banke pêwîstiya bi pêşxistina pisporiyekê dide xuyan. Heman pisporî sebaret bi analîzkirina rewşa tendurustiya gel, sebaret bi kapasîteyên sîstema tendurustiyê û her weha sebaret bi pêşxistina buhayan be.

Rêveberiya van projeyan, ku bi awayekî asayî ji aliyê koordinatoran ve hatiye garantîkirin, bi kêmasiyên personel ve rû bi rû ye. Digel BAD’ê şefek li sê (3) û çar (4) projeyan dinihêre, lê belê, mînak, digel bankeya ji bo pêşxistinê ya asyayî pir pispor li ser yek projeyê dixebitin. Vê kêmasiyê bi xwe re pirsgirêkeke reel a stratejîk derxistiye holê. ''Matmayî nîn e, di şûna ku proje bi ya analîzeke rast a sebaret bi pêdiviyên girseyê were hiştin, ew li hêviya daxwazên hikûmetan hatiye hiştin'', ev nihêrîna Dr Marc Mitchell e, ew ji zanîngeha Harvard’ê ye û sebaret bi pêşxistina BAD’ê berpirsyar e.

Xebateke din ku ji bo bankeyê girîng e: tevkariya di navbera beşdarên fonê ye. Parçeyeke kêmasiya wan a tevlêbûnê ji aliyê mekanîzmaya saziyê ve dihê îzahkirin. Mînak, prosedûra rêveberiya BAD’ê jê re destûrê nade ku ew tev li hin civînên ku ji aliyê beşdarên fonê ve dihên rêxistin. Her weha ew raberî hin astengiyên ku jê re nahêlin ew tev li parvekirina hin paketên global ên pere jî bibe. Di rewşên weha de, wezareta tendurustiyê dikare bi ya pêdiviyên xwe tev bigere, ne bi ya pêwîstiyên beşdarên fonê.

Bêguman BAD dikare roleke sereke bileyze ku hikûmetên afrîkî bikaribin bi wê re hin projeyên saxlem bigirin dest. Siyaseta wê ya nû ya tendurustiyê, ku li ber xelasiyê ye, ji diyarkirina stratejiya wê re û her weha ji hevkariya wê ya bi rêxistinên civakî re bihêvî ye, qada çalakiyên wê ku heya niha meşiyane jî di nav de.

Wergera ji fransî
Ahmet Dere

Çavkanî

Karl Blanchet : Lêkolînvanê sebaret bi sîstema tendurustiyê de li London School of Hygiene and Tropical Medicine, Londra.