Lêkolînerên çînî doza reforman li welatê xwe dikin

Civakîkirina bingehê guhertineke siyasî
Translator

Ev tekst rexneyeke bi palpişt a der barê awayê ku rayedar bi tevgerên civakî re muameleyê dikin, radixe pêş çavan. Versîyoneke wê ya dirêjtir di kovarên çînî de û bi awayekî pir berfireh li ser înternetê -ev jî tê wê wateyê ku bi desteka hin rêveberên welêt- tê weşandin. Ev awa li derveyî muxalif an jî neo-lîberalan, balê dikişîne ser hebûna pêleke xurt a rexnegir a ku ronakbîran, lêkolîneran û berpirsyarên siyasî ji bo pêwistîya pêşvebirina qadeke rewa û mafdar a dengên dijber, li hev kom dike. Li vir mesele, ne guftugokirina rewabûna rejîmê, ne jî xurtkirina zexta li ser rejîmê ye, lê hewldana peydekirina rêyeke din a lihevanîna nerazîbûnên civakî û îstîqrara siyasî ye: Civakîkirina bingeha reformên siyasî. Li gor hin xwendevanan ev pêşniyar zêde şêlo ne. Divê li vir em dest nîşan bikin ku li Çînê tengezarîyên li derûdora van pirsan zêde dijwar in û her vegotina di vî warî de pêwîst dike ku ji alîyê xwedîyê xwe ve pir bi tedbîr bê bi kar anîn.

Sî salan piştî geşedana aborî, bi xêra siyaseta reform û vebûnê, Çîn gihîşt pêvajoyeke hesas û girîng a raguherîna civakî. Rewş bi kurtî bi sê tesbîtan dikare were rave kirin: Geşedana aborî bi lez e; îstîqrara siyasî pêk hatiye; nakokîyên dijwar ên civakî xwe nîşan dan, lê belê îhtîmala ku ew rê li bûyer û teşqeleyên mezin ên civakî vekin, pir qels e.

Di encamê de, ji me re wiha xuya dike ku pêvajo ji bo guherîna rêbazên ji bo pêkanîna îstîqrara welêt hatine bi kar anîn, pir guncaw û musaid e. (1) Dem hatiye ku êdî gav ji bo pêvajoyeke "birêveberîya dezgehî" ya zêdetir bi tesîr û kêmmesreftir bê avêtin, pêvajoya ku pala xwe bide ser guhdana berjewendîyên civakî yên hevnegirtî. Zêdetir libendêman, dudilî û awiqandin dikarin bibin sedemên şaşîyeke dîrokî.

Bi rastî jî, em ketine nav xelekeke sergêjker û xapînok: Li hemû qonax û pêlpêlokan, hikûmet hê jî ji bo parastina îstîqrarê zêdetir çavkanîyên mirovî, alavî û diravî serf dikin; li gel vê yekê jî, nakokîyên dijwar û pevçûnên civakî, ne tenê kêm nabin, di heman demê de ew bi awayekî berbiçav zêde jî dibin. Hewlên ji bo parastina îstîqrarê bêtir dibin, lê her diçe îstîqrar kêmtir misoger e. Wêdetirî sedemên objektîf ku encamên pergala aborîya bazarê ne (2), zêdebûna pevçûnên civakî ji ber nebûna fikirîna li ser pêwistîya modeleke nû pêk tên.

Li gor statîstîkên fermî, di sala 2010an de butçeya ewlekarîya navxweyî hildikişe 514 milyar yenan (54, 25 milyar ewro) û ev yek nisbet bi sala berê tê wateya zêdebûneke ji sedî 16 ku wê salê jî dîsa nisbet sala 2008ê şahidîya zêdebûneke ji sedî 8,9 kiribû. Ev lêçûn niha êdî digihîje asta butçeya parastina neteweyî. Bi vî awayî, berdêla pêkanîna aramî û îstîqrarê sal bi sal zêde dibe û personelê ku dikeve bin barê vê yekê jî herwisa sal bi sal zêde dibe. Ev êdî bû wezîfa pêşî û sereke ya hikûmetên xwecih. Bi taybetî du pîvanên ewlekarîya civakî – "xweşbînîya sifir" û "mafê vetoyê" (3)– bi kêrî nirxandina karîyera kadroyan tê: Encameke xirab di vê qadê de dikare hemûyên din betal bike. Kêlîya ku gav tê avêtin nav vedoreke sala weke hesas destnîşankirî (4) an jî kêlîya ku bûyereke taybet rû dide, her rêveberî an jî her şirket divê hemû qabîliyetên xwe yên parastina nîzamê bi kar bîne. Li hin deveran, ev yek derbê li karûbarên rojane dixe, hemû karûbarên din ên rêveberîyê li ber vê "wezîfeya pêşekî û sereke ya mutleq" qiymeta xwe winda dikin. Eger ev şêwazê şuxulînê neguhere, berdêla wê dikare bibe barekî piştşikên ê neyê hilgirtin.

Statîstîkên tesîrê li mirovan dikin û xapînok

Ya hê xedartir jî: Tevî ku ji bo başkirina aborîya bazarê û sazkirina civakeke biaheng, wê baştir bûya eger guherînên girîngtir bihatana pêk anîn, ev hewldan ji ber tirsa hercarî ya bêîstîqrarîyê hatin asteng kirin. Reforma pergala siyasî bi biryardarî nehat pêk anîn, azadîya derbirînê bisînorkirî ye, tedbîrên ji bo têkoşîna li dijî gendelîyê nagihîjin encamekê, kom û beşên din ên civakî yên eleqedar li ber çavan nehatin girtin, û hemû civak di nav rewşeke bêhêvî de ye ku her diçe mezin dibe.

Bi vî awayî, hin komên civakî an jî hin kesayetî dema xwestin ku daxwazên xwe yên rewa bi şêweyekî rasterast bînin ziman bi carekê hatin asteng kirin; êdî ti rêyeke din li ber wan nema ji bilî serlêdana navgînên ne-dezgehî, carna jî rêbazên şidetê ji bo balkişandina ser daxwazên xwe û nîşandana nerazîbûna xwe –Ev yek jî nerazîbûnê tûj û dijwar dike. Bi carekê, ew raman mezin dibe ku li gor wê "xirecirên mezin bi kêrî çareserkirina pirsgirêkeke girîng, xirecirên piçûk jî bi kêrî çareserkirina pirsgirêkeke piçûk tên û bêyî xirecir ti tişt çareser nabe". Bi awayekî ecêb, zext berê herkesî dide ser rêbaza derxistina xirecirê ji bo balkişandina ser berjewendîyên xwe. Û li gor sucdarîyên fermî, hêdî hêdî, hin ji wan, livûtevgerên xwe dijwar dikin û dibin "jeneratorên bispor ên bêaramî û bêîstîqrarîyê".

Di civaka çînî ya niha de, di navbera "komên menfaetê" ango beşên civakî de, cudahîyên berbiçav hene. Pirsgirêk ew e ku ji bo van newekhevîyan çerxeke sererastkirin û dengeyê ya karibe van cudahîyan li hev bîne jî tuneye.

Ji alîyekî ve, komên civakî yên kêmderfet û xwedî dezavantaj hene, mesela, emeleyên koçber ên ji gundewarîyê hatine û karker an jî karmendên bajaran ên ji karê xwe bûne: Ew ji rê û derfetên dezgehî yên bi kêrî balkişandina ser berjewendîyên wan tên sûdê wernagirin û ti hêza wan a guftugo û muzakereyê jî tine. Ew herwiha ji her cure amûrên bandorkirina li siyasetên ku wan eleqedar dikin, bi yekcarî bêpar hatine hiştin û ji ber vê yekê ji bo wan pir zehmet e ku di çarçoveya muzakereyan an jî prosedurên lihevkirinê de xwe biparêzin. Li himberî wan jî, komên din ên civakî çavkanîyên girîng dixin bin destên xwe; ji wan tê ku dengê xwe bidin bihîstin û bi riyên cûr bi cûr ji bo berjewendîyên xwe giranîya xwe bidin ser amadekirina siyasetên gelemperîyê û heta di pratîkê de bixwe biryara van siyasetan didin.

Modela niha dihêle ku mirov bifikire ku parastina îstîqrarê û îfadekirina daxwazên civakî bi hev re di nav nakokîyê de ne; bi tenê zext û feraxeta ji berjewendîyên derdorên ji derfetan bêparhiştî jî ji bo pêşîgirtina li pevçûnan bes in. Lêgerîna ji bo pêkanîna aştîya civakî ya kurtedem bû armanceke gelemperî. Çareserî ne tenê wextî û sethî xuya dike, di heman demê de bi destekdayîna parastina berjewendîyên bidestxistî, ew zirareke mezin jî dide dad û edaleta civakî:

Bi ser de jî hin hikûmetên xwecih di vê yekê de giranîya pevçûnan mezin dikin û di livûtevgera herî piçûk de jî dikevin nav xem û tirsê. Helbet, di demekurtîyê de, hin nerazîbûn dikarin bibin sedemên pevçûnên navbera berjewendîyên alîyên dijber û dibe ku hin xirecir rû bidin; lê belê di demdirêjîyê de bûyerên wisa wê di navbera berjewendîyên civakî de bibûna zemîna hêsankirina amadekirina siyaset û tedbîrên xwedî qabîliyeta pêkanîna dengeyekê. Lê belê li şûna vê yekê, tedbîr û reformên pêwist baş nehatin meşandin û hetta, mirov dikare bibêje ku jixwe nehatin dest pê kirin jî. Newekhevî û bêdadî ji berê kêmtir nebûn, berjewendîyên bidestxistî yên beşeke civakê hê jî tên parastin û xurt kirin. Tevahîya civakê bi vî awayî vê firseta pêkanîna ji nû ve bidengekirinê ya ku êdî xwe ferz dike, winda dike.

Vê gavê, em dibînin ku pratîka "kampanyayên" (yundong) di salên 1960ê jî 1970yê de, li dijî pirsgirêkekê an jî dijminekî destnîşankirî, rêveberîyê hemûyî seferber dikin. Ev awayê pêkanînê, qanûnan li ber çavan nagire, wan ji hev dixe û mirov dikare bibêje ku wan bi temamî tine dihesibîne. Rêveberên xwecîh ji hiqûqê bêhtir desthilatê an jî hêzê tercîh dikin; carna, ew bi bîrbirineke şaş bang li polîs dikin da ku derkeve pêş û ev jî dibe sedemê krîmînalîzasyon û îdeolojîkkirina rewşan û livûtevgeran. Ev rêbaz nakokîyan ne bi tenê kêm nake, wan dijwartir û hartir dike, berê polîsan dide ser gel, karmendan û girseyên gel bera hev dide, û ev rêbaz di encamê de hikûmetê dixe nava rewşeke lawaz û ji derban re vekirî.

Nîhayet, hikûmet û rêveberî "butçeya ji bo pêkanîna îstîqrarê diafirînin û ji bo kirîna aştîyê bi pereyan dikevin nav hewldana peydekirina çavkanîyên madî. Bi îfadeya gelêrî, ev tê wateya "çareserkirina nakokîyên gel" bi bikaranîna "pereyên gel" [wergera ferhengî ya diravê çînê, yenê]. Di pratîkê de, karmend biryara texsîskirina pere û butçeyê didin, bêyî ku guh bidin pîvanên eşkere û serî li protokolekê bidin. Ya rastî ji vî şêweyê desttêwerdanê armanc ew e ku piştgirî were dayîn ji bo livûtevgera kesên ku bawer dikin ku ti pirsgirêk çareser nabe eger xirecir neyê afirandin. Ev şêwe herwiha berê hin kesan dide ser rê û daxwazên derqanûnî an jî dînane da ku rêveberî li himberî zextan paş ve gav bavêje. Ev yek bi xwe re tevlîhevîyê diafirîne, nirxandinên der barê rewşan de diguherîne, nirxên civakê yên der barê şaş û rast, heq û neheq de jî serûbin dike. Îmaja hikûmetê ya ku dixwaze bibe garantora sincî û nûnera dada civakî, serûbin dibe. Niha êdî divê demek ji ya din zûtir ev têgihîştina zêde hişk a îstîqrarê were terk kirin û ji bo pêkanîna aştîya civakî rêyeke nû bê vedîtin.

Tevî vê yekê, divê hê jî bi têgihîştina ji nakokîyên civakî ev rewş bê nirxandin. Nakokî û pevçûnên di van salên dawîyê de derketin holê, koka wan, bi piranî, digihîje bêparkirinên ji malûmilk, hilweşandina xanîyan, nedana heqdestên karkerên koçber an jî nakokîyên din ên kar. Ev eger hemû jî xwe dispêrin nakokîyên berjewendîyan. Halbû ku, ji mêj ve, gelek berpirsiyar ketina nav hewldana nîşandana sedemeke îdeolojîk ji bo ku pirsgirêkên mijara gotinê zêde veguherînin pirsgirêkên siyasî yên ku wê bingehên pergalê bixwe jî tehdît bikin. Pir girîng e bê qebûl kirin ku hîmekî rasyonel ê wan pirsgirêkan heye. Eger dijberîyên pergala siyasî, olî an jî îdeolojîk pir bi zehmetî tên çareser kirin û hetta, çareserkirina wan gelek caran ne mumkin be jî, pevçûnên girêdayî nakokîyên berjewendîyan ên navbera beşên cihê yên civakê, dikarin bên guftûgo kirin û li ser bingeha lihevkirinê an jî sererastkirinan dikarin jêder an jî çareyekê bibînin. Pir kêm pevçûn û nakokîyên bi vî rengî hene ku digihîjin rewşên ku bi xirecirên mezin ên civakî bi encam dibin.

Ti caran ev cure pevçûn û nakokî wê bi temamî ji holê ranebin. Îca di vê rewşê de ya baş ew e ku ji bo peydekirina çareserîyan rê û rêzik bên saz kirin, rê û rêbaz bên amadekirin û riyên dezgehî bên afirandin. Ji ber vê yekê pir girîng e ku mirov nekeve nav şaşîya reva ji pêdaketina peydekirina koka pevçûnan, û wan veguherîne alozîyên siyasî yên ku aramî û îstîqrarê tehdît bikin.

Welatê me rastî gelek zor û zehmetîyan hatiye û hin ji wan gelek dijwar in: Gendelîya navbera dewlemend û xizanan, hebûna beşên civakî yên ji derfetan bêparhiştî. Eger ev pirsgirêk baş neyên çareser kirin, dibe ku ew veguherin buhranên mezin ên siyasî. Le belê herçendî pirsgirêk mezin be jî, pevçûn negihiştîne asta tehdîtkirina civakê, ne jî tesîrkirina li meyla giştî ya civaka ku êdî pir bêrîya îstîqrarê û hebûna rêveberîyeke baş kiriye.

Şeş pêşniyaz

Şeş amêrên ku wê karibin bên saz kirin û bi cih kirin; her yek ji wan wê bi serê xwe be, lê belê wê piştgirîya yên din jî bike.

1. Amêra pêşî wê bibe pirek ji bo derbasbûna nav qada agahdarîyeke vekirî, şefaf, bêkêmasî, objektîf, a ku bi saya wê, welatî wê bikaribin ji mijar û mijûlahîyên derdorên cihêreng ên pêwendîdar serwext bibin û têbigihin û di wextê diyarkirî de bi liberçavgirtina berjewendîyên hemû alîyan, wê biryarên ji bo raya giştî bên dayîn. Ev çerx wê li ser bingeha prensîbên geryana agahîyên têkildarî karûbarên gelemperî û misogerkirina mafê bidestxistina agahîyan bizîvire û bi vê yekê, wê xwegihandina qada xwendina belgeyên ne sinifandî yên ji bo gelemperîyê jî pêk were.

2. Ya duyemîn wê karibe bibe alîkar û piştgir ji bo pêkanîna hevgirtin û ahenga navbera daxwazên girêdayî berjewendîyên taybet û ji ber vê yekê jî hevnegir. Têkildarî çavkanîyên diravî û navgînên xweîfadekirinê ku her yek ji wan jê sûdê werdigire, heta ku cudahîyeke mezin di navbera komên civakî de hebe, avakirina rêxistineke kollektîf a derbirîn, ragihandin û danûstandinê wê pir bi kêrhatî be ji bo parastina beşên xizan ên civakî yên rewşa wan zêde nazik. Tecrube radixe pêş çavan ku dema di navbera berjewendîyan de ahengek hatibe pêk anîn, bi pêvajoyeke danûstandin û îradî pir hêsantir e xwegihandina çareserîyekê.

3. Divê pergaleke wisa munasib were pêk anîn ku bi navgîna wê welatî karibin xwe bi awayekî bi tesîr îfade bikin, lez û geşedanê bidin beşdarîya raya giştî ya nav hin qadên weke temaşevanî, derbirîna ramanê, çavdêrî, civînên nirxandina li ser her cure pirs û pirsgirêkên têkildarî berjewendîyên gelemperî. Di heman demê de, wê pir li cih be eger mafê îfadekirina daxwazan di medyaya girseyî de were misoger kirin.

4. Amêreke din jî wê bicihkirina derfetên ji bo pêkanîna zextê ji xwe re bike armanc. Halê hazir, kom û beşên civakî yên têkildarî çavkanîyên diravî yên girîng ji bo parastina berjewendîyên xwe xwedî derfetên derbirînê ne; kom û beşên civakî yên xizan û hesas jî divê bikaribin ji çerxeke cidî ya zextê sûdê wergirin -di çarçoveyeke qanûnî de, bêguman.

5. Amêreke şewirîn û danûstandinê dikare were afirandin û bi saya wê, komên civakî wê karibin bi awayekî rast û bitesîr astengî û zehmetîyên li pêşîya xwe çareser bikin. Civak bi vî awayî wê bikeve nav hewldana avêtina gavên pêşî ber bi xwebirêvebirinekê, ber bi xwebiserûberkirinekê. Di rewşeke wisa de, hukûmet wê pêdivî nebîne rasterast dest werde nav van karûbaran, ev yek jî wê hem barê rêveberîya welêt sivik bike, hem jî lêçûnên diravî kêm bike. Ji niha ve, divê bilezûbez prensîba danûstandinên navbera alîyên nûnerîya sermaye û karûbar dikin, were bi cih kirin.

6. Amêreke navbeynkar û îradî wê were saz kirin ji bo hemû rewşên ku tê de her du alîyên dijber bikaribin xwe bigihînin lihevhatinekê. Û rola îradî ya dawî di van şertûmercan de divê aîdî hukûmet û dezgehên dadgerîyê be. Di çarçoveya pergaleke wisa de, hukûmet, herçendî ji bo sererastkirina hertiştî rasterast xwe nexe nav van karûbaran jî, ji bo hêsankirina danûstandinan dikare dîsa jî roleke dezgehî pêk bîne û di encamê de bibe kefîlê çareserîya herî dawî.

Ji bo ku ev yek bimeşe, pêwist e ku ev şeş çerx bigihin hev û bi hev re di nav têkilî û ahengekê de bişixulin.

Di heman demê de, divê em xwe ji fikra xapînok a bêîstîqrarîyê rizgar bikin

Di heman demê de, divê em xwe ji fikra xapînok a bêîstîqrarîyê rizgar bikin. Ev ramana zêde berbelavbûyî, xwe dispêre hejmarên fermî û lêkolînên di asta neteweyî de têne meşandin. Li gor van çavkanîyan zêdebûneke pir mezin a pirsgirêkan heye; halbû ku di heqîqetê de ev statîstîk rastî û şaşîyê tevlîhev dikin. Gelek departman û rêxistin hesabên xwe dispêrin anketên bi temamî li ser bûyerên jîyana rojane an jî pevçûnên piçûk. Ji ber vê yekê, car caran pevçûnên piçûçik ên navbera kolejîyan an jî xwepêşandanên protestoyî yên xwendekarên lîseyê yên têkildarî xwarin û vexwarinê yên di çarçoveya dibistanekê de jî weke "faktorên bêîstîqrarîyê" tên hesibandin. Gava ev diyarde giş li hev tên zêde kirin û kom kirin, mirov digihîje hejmareke pir mezin û tirsnak. Lê belê "bûyerên girseyî" û diyardeyên xwezayî yên pir cihêreng tên tevlîhev kirin, gelek caran bêyî ku ti têkilîya wan a rasterast bi pirsgirêka îstîqrarê re hebe. Li alîyê din, nebûna tedbîr û rêziknameyên bi tesîr ji bo hefsarkirina pevçûnan hestîyarîyeke pir zêde diafirîne, bi wî çendeyî ku carna guftûgoyeke jirêzê jî nikare pêk bê. Awayê bi pêşhukum ê bîrbirinê û rêbazên derdemî yên ku hê jî tên bi kar anîn, bi tenê bi kêrî jehrkirina atmosferê tên û dibin sedemên berbelavkirina tirsê. Eger me karibûya xwe ji van "faktorên bêîstîqrarîyê" yên şaş rizgar bikira, rewş wê zelal bibûya; nexasim gelek lêkolîn û anket nîşan didin ku nebûna çerxeke liberçavgirtin û parastina berjewendîyên gel, çavkanîya hejmareke mezin a bûyer û pevçûnên dijwar e.

Di rapora xwe ya 2010ê a ji bo meclîsa gel a neteweyî pêşkêşkirî de, serokwezîr Wen Jiabao ev daxuyanî dida: "Her tiştê ku me kir ji bo wê yekê bû ku gel karibe jîyaneke bextîyartir, birûmettir binase û bigihîje asta civakeke adiltir û biahengtir" (5) Ji ber vê yekê awayê bîrbirina nû divê di nav destûra bingehîn a ku gelek mafan ji bo welatîyan vedinase, ji xwe re derfeta pêkanînê bibîne. Ancax bi misogerkirina van mafan mirov dikare bigihîje asta dengeyeke navbera berjewendîyên derdorên dijber; tenê bi vê dengeyê mirov dikare aştîya civakî jî pêk bîne. Ev e riya ku divê em bidin ser û bişopînin. Bi awayekî din eger mirov bibêje, parastina mafan, di heman demê de parastina îstîqrarê ye.

Ji bo baş meşandina vê wezîfeyê, wê pêwist be ku berî hertiştî wezîfeyên hikûmeta xwecih bên veguhertin û kêmkirin, neyê hiştin ku ev hikûmet bikeva rêza pêşî gava ku pevçûnên civakî rû didin, û rola wê ya navbeynkar û hakemîyê ya di van pevçûnan de bê xurt kirin.

Dûre divê çerx û mekanîzmayên rêveberîyê bi awayekî wisa werin zexim kirin û baş kirin ku serlêdana li qanûn û hiqûqê bibe rêbaza asayî û bi tesîr ji bo çareserkirina lihevnekirinan; divê rêyên dezgehî yên ku destûrê bidin derbirîna nerazîbûnên di nav civakê de bên afirandin; û herî dawî jî divê pêkhatin û bigewdebûna komeleyên welatîyan bên teşwîq kirin û mekanîzma û strukturên ku xebata çareserkirina pevçûnên civakî ji xwe re bikin armanc bên afirandin.

Bi awayê pratîktir, wê baş be ku şeş mekanîzmayên dezgehî bên sazkirin û şuxulandin (nivîsa di malikê de bixwînin):

- misogerkirina mafê bidestxistina agahdarîyeke şefaf û bêkêmasî li ser mafxwestinan, li ser daxwazên civakî û prosedurên ku ji bo çareserîya wan pêwist in.

- sazkirin û biserûberkirina rêxistineke kollektîf a derbirîna beşên cihêreng ên civakê da ku di navbera wan de aheng û hevdengî pêk bên;

- afirandina pergaleke munasib da ku welatî bikaribin xwe îfade bikin û beşdarî pêvajoya wergirtina biryaran bibin.

- amadekirin û sazkirina navgînên zextê bi taybetî ji bo kesên herî zêde ji derfetan bêparhiştî yên ku sermaye û samana wan a civakî tine da ku karibin tesîrê li biryaran bikin.

- biserûberkirina cîyên lihevkombûn û danûstandinan li derveyî hukûmetên xwecihî, destûrdayîna ji bo civakê da ku gavên xwe yên pêşî ber bi xwebirêvebirin û xwesazkirinê ve bavêje;

- afirandina dezgeheke lihevanîn û hakemîyê li bin banê hikûmet û dadgerîyê.

Ev her şeş mekanîzma temamker û zarûrî ne, eynî weke qatên heman avahîyê. Di ser de jî, hebûna rêxistin û komeleyên civakî yên bi tesîr divê xwedî ast û hêzeke wisa be ku ew karibin hem bi kêrî kêmkirina derketina holê ya nakokî û pevçûnên dijwar bên, hem jî bi kêrî çareserkirin û lihevkirina wan bên.

Ferqa navbera gerînendeyîyeke baş û xirab ne girêdayî hebûn an jî nebûna pevçûn û nakokîyan e, ew girêdayî kapasîteya bi xweşbînî pêşwazîkirin û çareserkirina wan e. Di heqîqetê de, pergaleke baş ne ew e ku nakokîyan ji holê radike, lê belê ew e ku dikare xwe li pevçûn û nakokîyan ragire û di çarçoveyeke dezgehî de ji bo wan çareserîyekê peyde bike.

Em baş dizanin ku gava hemû beş û çînên civakî êdî karibin bi rêyên legal û qanûnî daxwazên xwe yên rewa bînin ziman, û nemaza gava berjewendîyên kollektîf jî derfeta xweîfadekirinê bi dest bixin, civaka me êdî wê bi vedoreke fûrîn û pijiqînê (jingpen qi) ya pevçûnên civakî re rû bi rû bimîne. Herkes wê bixwaze xwe îfade bike û wê bi vê rewşa nû û nedîtî ve rû bi rû bê mayîn. Divê bêyî ku sivik were dîtin, lê pir jî neyê mubalexe kirin, pirsgirêka hesas ji nêz ve were lêkolîn, bi taybetî gava ku pergala nû were biserûber kirin.

Berî hertiştî, ev diyardeya pijiqînê divê ne girêdayî çerxa derbasbûnê be: Riyên nû yên xweîfadekirinê wê pêşî vekin li xuyabûna pevçûnên civakî yên heta hingê veşarîbûn, û ew ê derfeta çareserîya wan a bi tesîr jî derînin holê. Ji bo bi awayê herî bêderd li pey xwe hiştina vê qonaxê, divê tedbîrên derbasbûneke aqilane û realîst werin girtin. Mirov dikare, li gor prensîbeke besît, sererastkirinên cihêreng pêk bîne: ji bo çareserkirina pirsgirêkên berê, emê serî li awayên berê yên çareserîyê yên ku bûne navendî bidin, û ji pratîkên berê sûdê wergirin; ji bo çareserkirina pirsgirêkên nû jî, em ê çerxên nû yên dezgehî yên çareserîya pevçûnan bi kar bînin.

Dûre, ji bo pêşîlêgirtina şokên zêde dijwar, dibe ku helwêsteke pêşverû were nîşan dan û ji jor ber bi jêr bi taybetî çerxeke xweîfadekirin û zextê were afirandin. Divê hem rêveber hem jî yên tên bi rê ve birin baş bên çavdêrî kirin, da ku bibin xwedî hişmendîya girîngîdana bi çerx û mekanîzmayên nû û bikaribin bi serwextî riyên legal ji bo çareserîya pevçûnên civakî bi kar bînin. Mirov dikare, eger pêwist be, bikeve nav hewldana pêkanîna hin ceribandinên pîlot. Ev ceribandin divê ji nakokî û pevçûnên zêde deng vedidin lê belê yên bêzirar, pêk bên. Ango divê pevçûn zêde zirarê nedin civakê û ji bo vê yekê jî divê li deverên ku tedbîrên pêwist wergirtî ev ceribandin werin pêk anîn. Ceribandinên wisa wê karibin wezîfedarên di hemû qad û pileyan de li tevahîya welêt hestîyar bikin.

Geşedana bilez a aborîya neteweyî ji bo çareserkirina nakokîyên civakî bi riyên dezgehî, çavkanîyên diravî tedarîk dike. Aramîya bingehîn a çarçoveya siyasî jî ji alîyê xwe ve wê bihêle ku zemîna çareserîya pirsgirêkan bikemile. Ji vê jî girîngtir, herçendî struktura civaka Çînê ji neqeb û kûrahîyên mezin ên navbera çînên civakî pêk bê, cudahîyên navbera wan roj bi rojê mezintir bibin û nakokî tevlîhevtir û dijwartir bibin jî, piranîya gelê Çînê dîsa jî naxwaze çareserîya van pirsgirêkan bi teqînên şidetê û pêlên xirecirên dijwar pêk were.

Eger em huqûqê weke bingeh qebûl bikin, di şertûmercên aborîya bazarê de, wê ji me re pêwist be em giranîyê bidin sazkirina demûdezgehên sîstemeke ku girîngîyê bide mafê derbirînê û ahenga berjewendîyan, û bi vî awayî bikevin nav amadekirina xerca hîmekî ku em bikaribin li ser aştîyeke mayînde ya civakî saz bikin.

Çavkanî

Sun Liping: Ev tekst xwe dispêre xebatên li ser geşedana civakî yên komeke pir firehtir a beşa sosyolojîyê ya Zanîngeha Qinghua, Pekîn.

  1. Têbînîya redaksîyonê: "Îstîqrar" dîrûşmeyeke desthilatdariyê ye û desthilat gelek caran wê bikar tîne
  2. Têbînîya redaksîyonê: Bo nimûne, rewşa têkoşîna karker û gundiyan (mingong) li dijî kedxwariya karbidestan
  3. Ev pîvan weke "mafê vetoyê" tê bi nav kirin lewre ew dikare hemû têbîniyên bikêrî nirxandina kariyera kadroyan tên betal bike
  4. Têbînîya redaksîyonê: Ev dibe ku hezîran be û bîranîna bûyerên li qada Tienanmenê di 1989ê de an jî salvegera avabûna Komarê ya di yekê cotmeha 1949ê de be
  5. Gotara li pêşberî Meclîsa Gel a Neteweyî, 5 adar 2010

Wergera ji fransî: Baran Nebar