Li Amerîkayê medya, desthilat û pere yekbûyîna xwe temam dikin

Translator

Li Keyatîya Yekbûyî, skandala ji ber kirinên şirketa Rupert Murdoch derketî, girêdanên nelirê yên navbera rojnamegerî, polîs û siyasetvanan aşkere kir. Li Dewletên Yekbûyî ku mîlyarder lê xwedîyên kanalên televîzyonê yên pir hejmar in, rola kompleks a medyayî-fînansî di jîyana sazûmanî de, piştî biryareke dadgeha bilind a ku sînorê razandinên şirketan ên di kampanyayên hilbijartinan de rakir, hîn zêde bûye.

Du hefteyên berî hilbijartinên nîvwekaletê yên mijdara 2010ê, weke sêhirbazekî "li mirovê li pişt perdeyê hay nebin" bibêje, Karl Rove yê kevnestratejê George W. Bush ê li Qesra Spî û lobîger, hewl dida ku meseleya esas binixumîne. Piştî ku serokkomar Barack Obama şêwirmendên komarxwaz bi jirêderxistina dengdanê mehkûm kiribû, ji ber ku ew ji bo berbijêrên xwe bi sed mîlyon dolaran ji fîrmayên navneteweyî û mîlyardarên muhafezeker distînin, kevneşêwirmend jî ji rojnamevanan re derbirî ku "Obama yê bi awayekî behsa Odeya bazirganîyê, Ed Gillepsie (1) û min dike, hişê xwe xwariye. Jixwe, serokkomar çar hefteyên bihorî yên kampanyaya hilbijartinan ji bo vî tiştê piçûk û bê mane xerc kirine". (2)

Pêşniyarên zêde radîkal?

Çare pir in ji bo kontrolkirina bandora pereyê li ser kampanyayên hilbijartinê û jîyana siyasî. Komîsyona Federal a Ragihandinê (Federal Communications Commission, FCC) dikare ji kanalên televîzyonê bixwaze ku mafê bersivdanê bidin hemû berbijêrên bûyî hedefa peyamên reklamê. Dema ku televîzyon bikeve ber lehîya reklama berpirsekî siyasî, divê her reqîbekî wî jî xwedîyê heman avantajê be. Bi vî awayî, namzedên zengîn wê ji mafê reklamdanê bêpar nemînin, lê êdî dê nikaribin mafên reqîbên xwe bin pê bikin: Eger herkes ji pêla reklaman sûdê werbigre û ew êdî serdestîya zengînan misoger neke, ev pêl wê kêm bibe. Bi xêra vê kêmbûnê, rojnamevan wê bikaribin bêhtir li ser kampanyayê bixwe rawestin. Herweha, divê kanal wextekî antenê yê bi qasî hev bidin hemû berbijêran û nîqaşên wan biweşînin. Gelo ev pêşniyar zêde radîkal xuya dikin? Piranîya wan ji xwe di versîyona pêşî ya zagona McCain - Feingold a 2002ê de cih digirt.

Ji bo ku li hember biryara Dadgeha Bilind a "Citizens United " (nivîsara li jor bixwînin) çareyek bê dîtin, pêşnîyara zagonê ya nûnerê demokrat Alan Grayson, ku navê minasib "Bila derdorên ticarî li karê xwe binihêrin" lê hat kirin, Vê fikrê derdixe pêş; heke şirket pereyan dibexşînin û ev pere bi kêrî partî yan jî namzedên li ber dilê wan (tercîha wan) tê, hingê divê %500 bac ji vî pereyî were standin.

Grayson herweha pêşniyar dike ku ji hemû şirketan were xwestin ku mesrefên xwe yên ne ji bo danasandina milk an xizmetên xwe îlan bikin. Di dawîyê de, ew sînorkirineke hîbeyên şirketên ferdî yên xwedîyên peymanên dewletî derdixe pêş. Niha baş tê fêm kirin ka lobîyan çima 1.2 mîlyon dolar ji bo kampanyayeke aloz a reklaman li dij parlementerê Florîdayê razandin...

Dîsa jî, ji bo betalkirina biryara Dadgeha Bilind, çareya serkeftî ya tenê, guherandina destûrê ye. Stratejîya wê çi dibe bila bibe, lê divê Barack Obama û hevkarên wî bandora di zêdebûnê de ya kompleksa medyayî-fînansî li ser siyaseta amerîkî xuya bikin -ne ku çend gotinên şermîn ên eleqedarê hîbeyên şirketên bîyanî bibêjin, lê bi dengekî bilind ji ber xetera li ser demokrasîyê bang bikin. Di dema xwe de, serok Dwight Eisenhower weha li dij kompleksa leşkerî-pîşesazî derketibû. Wî weha gazî kiribû: "Divê em tu cara nehêlin ku giranîya vê hevpeymanîyê azadî an jî pêvajoyên demokrasîya me bixin bin talûkeyê". Rast e ku piştre ji Qesra Spî jî vediqetiya.
J. N. Û R. W. MCC.

Lê ev "tiştê piçûk û bê mane", di rastîyê de hêmanê biryardêr bû ji bo hilbijartina nîvwekaletê ya herî biha di dîroka Amerîkayê de, ku bi encama serkevtineke mezin a rastgiran bi dawî hat (3): Zeftkirina jîyana siyasî ya ji hêla sinifeke fînansî û medyayî ku ji hemû partî û berbijêran bi hêztir e. Ev bi tenê beşekî nû ya eşqa bêdawîn a navbera pere û iqtîdarê nîne, ev ji nû ve terîfkirinek siyasetê bi xwe ye ku bi lihevhatina du faktoran pêk hat: Sînorên hîbeyên hilbijartinî ji bo şirketan rabûn û çapemenîyê dev ji çavdêrîya kulîsên kampanyayan berda.

Encama wê jî pergaleke weha ye ku tê de, çembereke piçûk a şêwirmendan mîkdarên dînane kom dikin da ku dengdana xelkê ber bi mişterîyên xwe ve bikişînin. Ev "kompleksa hilbijartinê ya pereyî-medyayî" êdî kêm zêde bûye hêzeke nayê şikandin, ku ji çi cureyên rêgezan filitî û ji ber teslimîyeta çapemenîyê ji pêwîstîyên haydarîyê jî rizgar bû, û kanalên televîzyonê yên bazirganî - ku 2010ê 3 mîlyar dolar bi xêra reklamên siyasî wergirtine- bê navber jî dengê wê vedidin. Par, ji pêncî û sisê wîlayetên ku Rove û merivên wî tê de fînansmanên "serbixwe" yên ji fînansmanên reqîbên wan ên demokrat pir bilindtir, bi ser berbijêrên komarxwaz ên Meclisa Nûneran de dan rijandin, muhafezekaran pêncî û yek heb bi dest xistin. Qederê ji çar paran sisiyê komarxwazên ku îsal li Meclisê hatin hilbijartin -hin ji wan jî, berî ku dolar wan bidin nasîn bi temamî nenas bûn- ji wîlayetên weha derketin ku pereyê Odeya Bazirganîyê an yê American crossorads, klûba Rove, tê de diherikî.


Dengek bi dolarekê

Bi herifîna berxwedana rojna-megerîya serbixwe û rexnegir a demên berê re, hêza siyasî ya pereyan her ku diçe xurtir dibe. Berê, çapemenîyê hewl dida ku nirxandinên dengdaran ronî bike û bi vî rengî jî rîtma kampanyayên hilbijartinê dîyar dikir. Lê niha, aheng ya reklamgeran e. Kanalên televîzyonê hîn rola şefê orkestrayê bi ser xwe digrin, lê belê partîsyona ku ew lêdixin ji hêla elîtên aborî ve -yên ku êdî bi tenê bi alîkarîya encama dengdanê têr nabin, lê herweha dixwazin rûyê siyasetê û heta yê hikûmetê bi xwe jî biguherînin -tê honandin û pere dan. Eger lihevhatina tevlîbûna pere û medyayan bê piştguhxistin an jî, ji vê jî xirabtir, eger bê xeyal kirin ku hêzên pêşverû wê bi serê we bikevin, rîsk heye ku dîyardeyên dengdana nîvwekaletê di hilbijartina serokkomarî ya 2012ê de hîn berfirehtir bibin.

Biryara Dadgeha Bilind a 21ê çîleya 2010ê ya ji bo doza ku komeleya muhafezekar Citizens united û Komîsyona hilbijartinê ya federal (Federal Election Commission, FEC) anî hember hev, xwedîya roleke esasî bû. Bi mafdardîtina muhafezekarên ku bi hincêta "azadîya derbirînê" dixwest fîlmeke li dij Hîllary Clînton biweşînin, dadgeran bi pênc rayan li dij çar, rêgeza ji sedsalekê ve ku riya bikaranîna hemû serkanîyan ji bo tesîrdana encaman li ber fîrmayên mezin digirt, pûç kir. Kesên exlaqî (komele, sendîka, şirketên ferdî, hwd.) niha xwedîyên heman mafê danasîna fikirên xwe yên kesên fîzîkî ne; ew dikarin ji bo derhênan û weşandina fîlm û reklamên siyasî jî hemû serkanîyên xwe bi kar bînin.

Biryara Dadgeha Bilind yekser bû sedema bertekên pirhejmar û bi heyecan. Obama "serkevtineke mezin a ji bo şirketên navneteweyî yên petrolê, bankayên Wall Streetê, fîrmayên sîgorta yên ferdî û hemû komên berjewendîyên ferdî yên bi awayekî rojane hêzên xwe li Waşîngtonê bi kar tînin da ku dengê gelê amerîkî bifetisînin (4)" tê de dît. Li gor damêzirênerê National Voting Rights Institute, John Bonîfaz, îmkana bikaranîna bê sînor a malîyeya giştî ji bo belavkirina fikirên wan ên siyasî ya ku ji şirketên navneteweyî re hat dan, wê wan bike "xwedîyên rasteqîn ên demokrasîya me".

Jixwe, derdorên ticarî di cih de vê fersendê bi dest dixin. Scott Reedê şêwirmendê komarxwaz ê bi tecrube derdibire: "Beşên ku pêşî ketine sahaya hilbijartinê, pîşesazîya xizmetên fînansî, pîşesazîya enerjetîk û pîşesazîya sîgortayên ferdî ne (5)". Kluba wî ya lobîgerîyê, Commission on Hope, Growth and Opportunity, deh mîlyon dolaran xerc dike da ku reklamên televîzyonê yên dij parlementerên demokrat li eyaletên kilît de bide weşandin. Li gor komeleya Media matters action network, xezîneya kesekî weke Reed dîsa jî li hember tevahîya fînansmanên ferdî "xurde" ye: Li cotmeha 2010ê, mehek berê tayfûna hilbijartinê ya komarxwaz, ji şêst komên lobîgerîyê bêhtir ji xwe 4 mîlyar dolar mesref kiribûn, ji bo ku sed û pêncî hezar reklaman bidin weşandin û e-peyamên propagandayê ji dengdaran re bidin hinartin. Ev xerckirina zêde ya serkanîyan ji tarîfên kampanyayê yên hilbijartina 2004ê bilindtir e, tevî ku wê demê li cem dengdanên meclîsî yên adetî (Meclisa Nûnêran û Senato), dengdaneke serokkomarî jî hebû.

Herçi demokrat, ew bi lez û bez ketin pêşbirkê da ku maksîmuma fonan li cem şirketên navneteweyî top bikin. Lê belê lîstik ne adil e. "2010ê, bi texmîna Center for Media and Democracy a ku li ser girêdanên hevalbend ên nav cîhana bazirganîyê û derdora siyasî radiweste, hîbeyên komên berjewendîyan ji hilbijartina berê qet nebe pênc qat bilindtir bûn, û komên prokomarxwaz ji reqîbên xwe yên prodemokrat fonên heft caran bilindtir kom kirin".

Bi awayekî, ev çîrok bi qasî neteweya amerîkî kevin e. "Divê xwedîyên welêt û hukumdarên wî yek bin (6)", Yek ji bavên damezrêner ê destûra bingehîn John Jay beriya bi du sed salan pêşniyar dikir.

Têkoşîna ji bo sazkirina pergaleke siyasî ya li ser esasê "serê kesekî dengek " -ne "serê dolarê dengek"- di ber dîroka Dewletên Yekbûyî re derbas dibe. "Li vî welatî, yan wê demokrasî hebe, yan jî sermayeyeke mezin a di destê hindikahiya kesan a pir piçûk de, lê herdu jî bi hev re nabin", Louis Brandeis ê dadgerê Dadgeha Bilind berî şerê cîhanê yê duyemîn derdibirî.

Divê di navbera demokrasî û plutokrasîyê de tercîh bê kirin. Kompleksa pere-medyayî bergeheke hilbijartinê ya ji dawîya sedsala 19ê û vir de bêhtir zeftkirî saz dikin. (7) Bisporan ji xwe "vekêşaneke heyecanê" di hilbijartinên 2010ê de dît. Ma tiştekî ecêb tê de heye? Welatî tê gihîştin ku hîbeyên wan ên piçûk û ferdî û heta rayên wan jî, li hemberî şeteleya 4 mîlyar dolaran ne tiştek in. Lê belê, kesên ku vê pergalê didin meşandin ji sînîzm û tebatîya dengdaran sûdê werdigrin: Rûpela beşdarîya rekor a ciwanan di hilbijartinên 2008ê de -% 51 kesên ji 30 salî ciwantir çûbûn ser sindoqan ( 2000ê % 40 bû)- çiqas zû bê qulibandin, ew ê evqasî baş bibin, ji ber ku feydaya lawazbûna jîyana welatî ji wan re pir tê û operasyona wan a zeftkirina dewletê hêsan dike.

Berbijêrên ku teslîmî kompleksa hilbijartinê ya nû û medyayî-fînansî nabin, xwe didin ber rîska ne biserketinê. Tu kes ji ber têkçûna namzedên herî dilpaqij an jî bi awayê herî vekirî li dijî bertîlgirtinê di dengdanên mijdara 2010ê de ecêbgirtî nema, mîna senatorê Wîsconsînê Russel Feingold, sembolê baskê pêşverû yê partîya demokrat û pêşengê qanûnên sînorkirina xercên hilbijartinê, an jî weke Michael Castle, nunêrê Partîya Komarxwaz ê Delawareyê ku Christine O'Donnell a rûyê Tea Party di pêşhilbijartinan de ew têk biriye. Sala bê jî xweş xuya nake. Robert Duncan ê serokê American crossroads bi kêfxweşî dide zanîn: "Me ala xwe di erdê de çikand û em ê bê guman 2012ê roleke mezin bileyizin". (8)

Pîşesazîya televîzyonê ji bo şirketên navneteweyî û şêwirmendên wan hevkareke biryardêr e. Sala bihurî, wê bi xêra reklama siyasî, serkanîya xwe ya nû, demsala hilbijartinê ya herî biqezenc a dîroka xwe dît. Jixwe, nêzîkî ji sê paran diduyên pereyê ji bo kampanyaya 2010ê xerckirî ketine bêrîka wê. Di salên 1990ê de, para reklamên siyasî di hatinên ji reklamê yên kanalên bazirganî de % 3 bû; îro, ev rêje gihîşt % 20ê. Rejî dilşa dibin: Li gorLos Angeles Times, bihayê herêmî yê reklameke sî saniyeyan ji 2000 dolaran di 2008ê de, gihîşte 5000 dolaran di 2010ê de.


Destûra derewkirinê

Hemû kanalên ticarî ji konsesîyoneke belaş istîfade dikin, ku dewlet li ber soza pêşkêşî wan dike "xizmetkarîya berjewendîya giştî" -wek mînak bi ronîkirina biryarên dengdaran. Lê belê, ev sî sal in ku bernameyên televîzyonê yên li ser kampanyayên hilbijartinê berjêr diçin. Li gor navenda lêkolînê Norman Lear, di zanîngeha Kalîfornîya başûr de, di sî deqîqeyên bernameyên televîzyonê yên dema hilbijartinan de, reklamên siyasî ji agahîyên siyasî pirtir in (9). "Agahî" jixwe peyveke mezin e, lewre ku rojnamevan pirî caran bi tenê reklamên berbijêran nîqaş dikin...

Xirabûn û nemana rojnamegerîya siyasî ne bi tenê para televîzyona bazirganî ye, herweha çapemenîya nivîskî jî ketiye ber vê boçûn û rewşê. Medyayên serbixwe li ber mirinê ne (10); rojname yek bi yek tên girtin û reporter û xebatkarên çapemenîyê bi deh hezaran bê kar dimînin -ji sisiyan yek rojnamevanê profesyonel ê amerîkî di deh salên dawîn de ji kar hatine avêtin, hejmara wan di sê salên bihurî de tenê, yanzdeh hezar e (11). Weşanên ku hê jî didomin, êdî nikarin toreke nûçegihanan li çarhêlên welêt fînanse bikin û carina jî dezgeheke wan li Waşîngtonê tuneye. Malperên nû yên agahîyê û li ser Înternetê karekî binirx dikin, lê ev ji bo tijîkirina kêmasîyên heyî têrî nake, bi taybetî ji ber ku modeleke aborî tuneye ku bikaribe anketên cidî bide dest pê kirin.

Guherînên mezin ên di warê fînansman û helwêsta medyayî ya kampanyayên hilbijartinê de çêdibin, li ser siyaseta amerîkî ya giştî xwedî bandoreke bi tehlûke ne. Ji teorîyên pirhejmar ên belavbûyî ku dixwazin têkçûna alîyê pêşverû di dengdanên 2010ê de şirove bikin, ecêb e ku hemû rola têkelbûna pere û medyayan a di lîstika hilbijartinê de zêde nagrin ber çavan.

Dîsa jî, tesbîtkirina awayê xebatê yê vê pergalê esas e, ji xeynî ji bo wan kesên weha difikirin ku demokrat jî dikarin hîbedarên bi qasî hevalên mîlyardar ên Rove bibînin û bi vî rengî bi ser bikevin. Lê belê eger ew ruhê xwe di ber de nedin, ji wan nayê ku kompleksa medyayî-fînansî bikin hevalbenda xwe: Projeyeke pêşverû ya rasteqîn qet nikare beza dolaran qezenc bike (li jêr bixwînin).

Rove, Reed û hevkarên wan - serokê kêmahîya komarxwaz li Senatoyê, Mitch McConnell, û hevpîşeyê wî yê serokê Meclisa Nûneran, John Boehner jî di nav de - bê navber û dubare dibêjin ku pere ji bo demokrasîyê baş e û reklam jî "raya giştî perwerde dike". Ev zimanê orwellî, eynî fikira bûyî sedema rêzeke dirêj a biryarên muhafezekar li Dadgeha Bilind, ji doza Buckley li dij Valeo li 1976ê (12) heta biryara çîleya 2010ê, diparêze: Li Dewletên Yekbûyî, veqetandina pereyê ji bo armancên siyasî awayekî azadîya îfadeyê ye ("Money is speech").

Şîreta li berbijêran tê kirin, naguhere: Herdem fonan top bikin, Tiştekî ku mumkin e dilê hîbedarên muhtemel sil û sar bike, nekin û nebêjin.

Ev nihêrîn daweriviye nav tişta ji ber çapemenîyê mayî û ji ber vê yekê, şûna ku li ser bîlanço û bernameyên hilbijartî û berbijêran raweste, ew timî behsa pereyê ji hêla berbijêr, partî û komên berjewendîyan ve topkirî dike -kî li pêş dikeve û kî li paş maye?- Reklam niha bû serkanîya yekemîn a agahîyên siyasî û di rewşa herî baş de, nîqaş li dor nîvrastîyên ji konteksta xwe derxistî digere.

Di reklameke bo piştgirîya Sharon Angle ya namzeda komarxwaz a Nevadayê de, jinek senatorê berê Hary Reid bi "erêkirina bikaranîna bacên welatîyan ji bo fînansmana Vîagra, kesên ku li zarokên xwe dixin û cînayetkarên cinsî" gunehbar dike. Di reklamekê de ku David Vîtterê berbijêrê komarxwaz yê senatoyê li Louîsîanayê "erê kir", Charles Melanconê senatorê demokrat ê berê, bi hêsankirina koçberîya derzagonî û astengkirina girtina bêkaxizan a ji hêla polîsî ve hat gunehbar kirin. Îmaj jî li gotinan zêde dibin: Di têleke sembola sînorê Dewletên Yekbûyî û Meksîkayê de qulek heye û li ser vê qulê, nivîsek diçirise: "ji vir têkevin". Meksîkî tê re dikevin û dema gihîştin erdê amerîkî, muzîk û agirbazî pêşwazîya wan dikin; parêzvanên Melancon jî çekeke mezin a pereyan didin wan, ji bo "hemû bîyanîyên bêkaxiz" û bi mîqdara bi qasî "pareke mezin a bacên bacdaran". Lê belê, sînorê Louîsîanayê bi Meksîkayê re tuneye...

Ne weke reklamên ticarî, reklamên hilbijartinê dikarin bi awayekî vekirî derewan bikin. Sî sal berê, Robert Speroyê serokê ajansa ragihandinê Ogilvy & Matherê wê demê, ev istîsna weha rewa dikir û digot ku eger li ser namzedan bê ferz kirin ku eynî şert û mercên firoşkarên deterjanê bi cih bînin, Komîsyona Federal a Bazirganîyê ê neçar bimîne ku reklamên siyasî bi sextekarîyê mehkûm bike...


Redkirina "nîqaşên" televîzyonê

Ji ber ku jixwe awayê ragihandina raya giştî standine, di kampanyaya mijdara bihurî de, heta çend namzed jî biryareke weha da ku, weke Angle, daxwazên çapemenîyê bê bersiv bihêlin, an jî nîqaşeke bi reqîbê xwe re red bikin. Di demên berê de, berbijêran bi her awayî hewl didan ku digel senatorê berê yê dixwazin bikevin şûna wî, nîqaşekê li dar bixin. Lê aniha, senatorên weke Alan Grayson, nûnerê Florîdayê, li pey reqîbên xwe yên dewlemend baz didin. Dema ku Feingold rêzeke nîqaşên vekirî ji reqîbê xwe yê komarxwaz, mîlyardar Ron Johnson, xwest, ev kesê jixwe nenas û bê tecrubeya siyasî, pêşî dawet red kir –çawa ku daxwazên hevdîtinê jî red dike.

Johnson ji xwe haydar bû û hişt ku Odeya Bazirganîyê, American action network û rêxistinên din ên zengîn li şûna wî biaxivin û pêleke mezin a reklamên li dij senator Feingold pêşkêşî dengdaran bikin. Di dawîyê de, wî qebûl kir ku beşdarî forûmeke minasib ji bo seetên televîzyon herî pir tê temaşe kirin, lê çend kanalên herêmî nedixwestin nîqaşê bi zindî biweşînin. Ed Garvey ê kevneberbijêrê têkçûyî yê walîtîya Wîsconsînê, vedibêje ka çawa wî televizyona xwe bire ser kanalên kabloyê da ku li vê nîqaşa pir hêvîkirî temaşe bike. Piştî ku bi ser neket, wî telefonî kanaleke herêmî kir û jê re hat gotin ku bila li ser Înternetê lê bigere. "Weke welatîyekî, ew dîyar dike, ez neçar mam ku li reklaman temaşe bikim. Televîzyonê tu agahîyên rasteqîn nedan me. Min digot qey peywira wê xizmetkarîya berjewendîya giştî ye".

Ev mînak jî şanî me dide ka êrişa li hember kompleksa pereyî-medyayî divê çawa bê meşandin: Tesbîtkirina berpirsiyarîya aletên mezin ên ragihandinê û hîsedarên wan. Ji ber ku azadîya çapemenîyê di destûrê de parastî ye, dezgehên rêgezîyê peywirdarên parastina berjewendîya raya giştî ne (nivîsa di çarçoveyê de bixwînin). Divê Komîsyona Federal a Ragihandinê (Federal Communications Commission, FCC) û FEC dîyar bikin ka çiqas pere xerc bû, kê û ji bo çi ev pere xerc kir û gelo kanalên televîzyonê -yên ku bi weşandina reklamên hilbijartinê pereyên mezin top dikin- li gor pîvanên berjewendîya giştî yên xwedîyên wan (di teorîyê de) bi wan ve girêdayî ne, tev digerin an na.

Eger komîsyonên lêpirsînê yên Senatoyê û Meclisa Nûneran lêpirsînên vekirî li ser kompleksa hilbijartinê ya pereyî-medyayî li dar bixin, Peter DeFazioyê nunêrê demokrat ê pir tiştan bibêje. Ev kesayetîya serbixwe ya Oregonê sala 2010ê bû hedefa kampanyayeke reklamê ya bi xezeb, ku reqîbekî nenas û grûbeke bandorê ya bê nav û deng bi cih anîbû. Weke dijêrişê, wî çend kamera li ziyareteke xanîyê bi luks ê îkameta grubê bû li Waşîngtonê dawet kirin. Bi vî awayî derket holê ku li pişt kampanyayê, fîrmayeke razandinê ya bispora fonên spekulasyonê hebû: Ne bi dilê wan bû ku parlementerê demokrat ji Wall Streetê hesaban bixwaze.

Çavkanî

John Nichols:
Yê pêşî rojnamevan e û yê din profesorê ragihandinê li zanîngeha Îllînois a Urbana Champaignê. Versîyoneke vê nivîsarê di heftaneya amerîkî The Nation (New York) de li 29ê mijdara 2010ê hat weşandin.

  1. Gîllepsîe şêwirmendekî Bush bû, herweha damezirênerekî lobîyekê ye
  2. Karl Rove, "Ez demokrasîyê naxim xeterê", The Wall Street Journal, New York, 14 cotmeh 2010
  3. Partîya komarxwaz ji 435 kursîyên Meclisa Nûneran 242 bi dest xistin, yanî 63 bijartîyên ji encama wan a berê zêde
  4. "Daxuyanîya Barack Obama", servîsa çapemenîyê ya Qesra Spî, Waşîngton D.C., 21 çile 2010
  5. Vegotî di Peter H. Stone de, "Campaign cash: The independent fundraising gold rush since ''Citizens united'' ruling" [ Pereyê kampanyayê: Beza ber bi zêrî ve ya top- kirina fonên serbixwe ji biryara ''Citizens united'' û vir de", Center for public integrity, Waşîngton D.C., cotmeh 2010
  6. Ev gotineke wî ya bijarte ye. Bnr. William Jay, The Life of John Jay [Jîyana John Jay], J. & J. Harper, New York, 1833
  7. Bixwînin Howard Zinn, "Au temps des barons voleurs" ["Dema baronên diz"], Le Monde diplomatique, îlon 2002
  8. Jim Rutenberg, "Conservative donor groups lay a base for 2012 elections" ["Komên hîbedarên muhafezekar ji bo hilbijartinên 2012ê bingehan deynin"], The New York Times, 31 cotmeh 2010
  9. Martin Kaplan û Matthew Hale, "Local TV in the Los Angeles media market: Are stations serving the public interest?" ["Televîzyona herêmî li bazara medyayî ya Los Angelesê: Gelo stasyon xizmeta berjewendîya giştî dikin?"], Norman Lear Center û University of South California Ann Enberg School for Communications & Journalism, 11 adar 2010
  10. Bnr. "The death and life of great american newspapers" ["Mirin û jîyana rojnameyên amerîkî yên mezin"], The Nation, New York, 6 nîsan 2009
  11. Bixwînin Rodney Benson, "Trahison au Huffington Post" ["Xiyanet li Huffington Postê"], Le Monde diplomatique, gulan 2011
  12. Biryara Buckley li dij Valeo, ku Dadgeha bilind bi yekdengî 30ê çîleya 1976ê daye, sînorên piranîya xercên hilbijartinê ya Kongre û serokkomar bi cih kiribûn, radike

Wergera ji fransî: Simko Destan