Li bazara cîhanî ‘stratejiya şokê’ tê nîqaşkirin

Translator

Çend sebeb hebûn da ku mirov bi temamî qanih nebe bi teza Naomi Klein ya li ser “stratejiya şokê”(i). Bêguman teza navborî gelek kêrhatî ye ji bo ravekirina gelek rewşan, nemaze ji bo rewşa welatên başûrî an jî aboriyên di rêya veguherînê de. Lê belê, ew ne xwediyê wê hêza ravekirina giştî ye ku bi awayekî nepenî dozê lê dike; û herwiha, gelek aşkera ye ku bicihkirina neolîberalîzmê di ekonomiyên goya pêşketî de, nabe bersiv ji bo modêla “şok”ê –lê bêtir tê me’naya birêvebirina biqedeme û “bi xwînsarî” ya ajandayekê ku her ku tê sepandin xwe sîstematîze dike û kûrtir dibe. Lê belê, divê bê selmandin ku, bo cara yekem, îhtîmal e tehlîla wê di nava kapîtalîzma “pêşketî” de jî pir bi serfirazî bê piştrastkirin. Bi xêra biryardariyeke bêeman a mekanîzmeke hevaheng, qeyrana fînansa taybet xwe qelapte qalib û kakilê qeyrana fînansa giştî. Mesele, bi kêmî ji ber du egeran pir xeter bû. Ya yekem, qet îmkana wê hindê nebû ku hêz û saziyên giştî bêliv û bêelaqe bimînin beramber rîska nêzîk a têkçûna temamî ya sektora bankan. Hêrsa rewa ku ji ber şanoya fînansê radibe û dipingure, ji nû ve dibe bar ser pişta welatiyên bacê didin (bacder), tu tiştî ji vê rewşê naguhere û jê kêm nake: pîlana rizgarkirina bankan opsiyonek nebû, mecbûrî bû. Herçend şik tê de nebe ku rizgarkirina bankan bi kefaletê, hevgirtina çînan û îltimasên cihê(ii) têkel kiriye digel pêwîstiya pêdiviyên heyatî, ev yek, haşakirina hêmanên vê têkeliyê rewa nadêre, nemaze hêmana duyê, anku îltimas û layengiriyan.
Hikûmetên ku qet ji xwe razî nîne ne ji ber rizgarkirina fînansê û ne jî ji ber ku nekarîn beramberî vê qenciyê şertên cidî û girîng li ser wan dasepînin –munaqeşeya rasteqîn ev e–, bi qurretî derdikevine pêş raya giştî û ji wan re diyar dikin ku, piştî çakbûna fînansê û vegerandina deynan, pîlanên rizgarkirinê di rastiyê de qet nabe zerer ji wan re, belkî bi pêçevane, carinan wê zêdetir “pere bînin ji bacderan re.” Divê bê selmandin ku ev qise ne sirf pesnê-xwe-dan e û ne jî sextekariyeke edetî ye. Mesrefên rastî yên hikûmeta fransî diyar e gelek kêm bûn, avakirina giştî ya fînansê, garantî pêkanîn ji bo rihettir hereketkirinê, û fînansekirinên acîl ên li bankan hatî bexşandin bi wî şertî pêk hatine ku bêne vegerandin, û di wê vegerandina deynan de budce ya dewletê wê qazancê jî bi dest bixe(iii). Bihayê rizgarkirina sektora fînansê wisa diyar e ku ji bo DYA’yê gelek kêmtir e. Trouble Asset Relief Program (TARP, anku bernameya alîkariyê bo karsazên tengav, neolojiyeke biçêj…), ku serê pêşî di nav zerfeke 700 milyar dolaran de hatibû rojevê, her ji ber sebebên manend, di dawiyê de ketibû 100 milyaran –ku rêveberiya Obama biniyet e wê jî bi temamî dîsa vegerîne li ser qaseyên dewletê bi xêra baceke taybet ku wê bo maweya deh salan ji bankan bê wergirtin.
Lê belê, ev pêşkêşiya pesndar û xulaseya xweşbext hinek detayên bêsiûd li derve dihêle, nemaze meseleya rola diyarker a saziyên para-hikûmetî (organîzmên nêzîkî dewletê lê ji dewletê cuda) yên wekî Fannie Mae, Freddie Mac û Federal Housing Agency (FHA), ku ji bo strîna ji têkçûna temamî ya emlaq û mezinbûna aborî gelek caran lava û daxwaz ji wan dihate kirin. Biha û meblaxê wan ê ji bo pîlana rizgariyê bi hişyarî ji hesabê hatibû derxistin ji ber ku ew meblax –400 milyar dolar sercem– her qet nehatine derdestkirin da ku bêne vegerandin. Fînans rizgarkirî ye û paşketina aborî sînorkî ye, lê belê bi rêya paşvedana kêşe û nerihetiyên mezin berev nav cihekî berteng ku tu tişt nikare teqez bike ku teqîneke mezin lê naqewime (iv).
Hesab û helsengandinên pozîtîf, ji ber ku bi tenê berê xwe didin bihayê mudaxeleya dewletê ji bo rizgargkirina enstîtûyên fînansê, meseleya bingehî ji bîr dikin an jî nabînin: Bihayê ku li budceyê dibe mal gava ku hewl dide xwe bide ber pengiya (pengî an mendbûna aborî) warê kar û xebatê û ber zererên bêhed û hesab ên bi dû re tên. Lewma, rastî ew e ku zêdebûna zerer û kêmasiyên budceyî û deynên giştî, ji “pîlanên rizgarkirinê” bêtir xema navbeykariyeke berfireh a makro ekonomiyê ye –û li wir, ne rê û derfet hene ji bo jê revînê û ne jî îmkan hene ji bo veavakirineke sêhrî.
Ji ber ku rêya herî hêmin ji bo windakirina têkilî û girêdanên wê tevahiyê berfirehkirina wan kanalan e ku sebeban digihînine netîceyên axir, fînans niha di wê baweriyê de ye ku dikare wisa hereket bike heçko wê bi xwe biha û mesrefa helatin û tengaviyên xwe yên biçûk daye, û bi vî awayî hewl bide meseleya mayî (bêkarî, paşketina aborî, zerer û kêmasiyên budceyî) hewaleyî binkeyên dûr ên makroekonomiyê bike –belê xemgîn e, lê kar û xema wê nîne.
Û ji ber ku bêşermane peyvek e ku nakeve nav ferhengoka wê, va ye hêz û taqeta xwe dide hev, û mîna berê, qet natirse dersan bide dewletan, ku li pêş çavên wê ew dewlet tim bêpere û heta hetayê bêberpirsyarî ne. Hilçûn û zêdebûna heta vê dereceyê ya deynên sektora giştî kêşeyeke mezin e, dubare dikin, bi eniyên qermiçî, rêveberên departmanên “fixed income”(v)… ku di şêlûbêla sekeratê de bi pereyê bacê hatibûne rizgarkirin.
Bank niha qismen jinûve geş dibin ji ber ku piştgiriyên dewletî û mezin ên ji bo xatirê şert û mercên heyî wan diparêzin ji xetera têkçûneke duyem li jêr lehiya deynên xerab, ku bêguman di rewşeke bêalîkarî de wan deynan wê derbeke kujende li wan bixista. Wisa diyar e ku li ba bankan xem û endîşeyek nemaye, tenduristî çak, êdî wê spekûlasyonan bikin li dijî dewletên ku ew ji kûrika tarî xelas kirin, da ku bihayê qerzên giştî bilind bikin, û bi vî rengî kêşeya kêmasiya budceyî bişarînin… ku ew bi xwe serkaniya wê kêşeyê ne.
Ev e êdî ji vir û pê de “şok” dest pê dike şiklê xwe digire. Mûçegir ji destê paşketina aborî dikêşin? Ji ber ku bacder in her ew wê pere bidin ji bo hevahengkirina budceyê! Lewma wê du caran wan biêşîne. Îdeolojiya neolîberal, bi qabiliyeteke ku mirov hew dikare teqdîr neke, xerîk e ji wê rûdana ku îhtîmal hebû bibe sebebê mirin û têkçûna wê bi xwe, rê û derfetên destxweş durist dike ji bo dewam û serkeeftina xwe: Dûr ji qayilbûna bi doz û daxwazên xwe yên edetî yên “deqîqî û hesabduristiyê”, vê carê bernameya jihevxistin û jêkvekirina dewletê radigihîne ku heta niha bernameyeke ewqas berfireh nehatiye dîtin –heta dereceya rabûna lehiya kêmasî û deynên giştî ku ji ber kar û kiryarên wê bi xwe derhatine. Judokarekî jî ji vê çêtir nedikir.
Di demekê de ku şokên “asayî” yên Naomi Klein behs lê dike, bi piranî ji derve tên –derdeyên leşkerî, dij-şoreş, felaketên xwezayî–, û dibin sebebê bêserûberiyekê ku bi tenê bi dû wê re bernameya neolîberal bi rêk dikeve, şoka niha em behs lê dikin bi temamî berhema nava malê bû û halê heyî ew hêz jê îstifadeyê dikin ku diviya heta hetayê jê hatibana dûrxistin… lê hêj jî ew hêz xwedanê wê cesaretê ne ku ji wê bêserûberiyê ji xwe re avanseke zêdeyî bi dest ve bînin. Kerem kin îcar bibînin ka çawa têkçûna projeya neolîberalîzmê bi xwe, bi xêra netîceyên xwe, dibe sebeb û hêceta jinûve birêkxistina wê ya li ser zemînekî berfirehtir! Lewre aşkera ye ku ji bo vegeriyana ji rêjeyên du-reqemî yên kêmasiya budceyî (li gorî rêjeyên HNN: Hasilaya nesade ya navxweyî) bo % 3’yê pakta îstiqrarê, şert e ku biryarên mezin û bêrehmane bi çavtarî û bêyî lêkdanên dûrûdirêj bêne wergirtin. Bi vî rengî dev ji gotara “reforma” zêdeker berdidin, ku ev du dehsal in li kar e, da ku têkevine nav rejîmeke taze ya serûbinkirina bilez, lewre vê carê gihiştiye derazînga “hevahengkirin û lêanînên” wisa ku êdî li wir mesele nema guhertina dereceyê ye lê bêtir guhertina xweza û awayê karkirina wê ye.
Û di demekê de ku fînans qayil e bi ragirtina gotara teknîk a li ser rîskên kêmasiya dewletê (rîskên bi dewlet û saziyên wê re eleqedar, bo nimûne, gumana li ser şiyana dewletê ya vegerandina deynê xwe) û dubendiyên li ser faîza deynên demdirêj, amrazê îdeolojîk yê berfireh –bisporên rêkxistî, medyayên ku ji bo behskirina pêvajoyeke dirêj an jî bêtir ji bo behskirina nakokiyeke nêzîk hatine terxankirin– jixwe dest bi pêşkêşkirina xizmetên xwe kiriye. Îmkan nîne ku rojek derbas bibe bêyî ku ji rexekî re dengekî derwêşane bilind bibe û derbarê felaketê de me agahdar bike û banga hewl û xebatê bike. Lehiya propagandaya li ser “deynê giştî” bûye dengedengeke kûr û daîmî, û di dîroka nûjen de zehmet e mirov emsala hewlên evqas xîretkêş û berdewam ên ji bo “duristkirina” raya giştî bibîne –em dikarin herwiha îşareta berfirehî û ezameta gorankariyên di halê amadekirinê de jî bibînin.
The Economist a ku piştî saleke depresyona fikrî, ku di maweyê de wê bi xwe jî bawer kiribû ku kapîtalîzma wê ya delalî gihiştiye ber rûxîn û têkçûnê, niha bi awayekî seyr ji nû ve bihêz bûye, biniyet e ku pêşengiya reconquistayê (jinûve dagîrkirin) ji kesî re nehêle. Ev qederê dewreke çarmehî ye ku metodên nû dadirije û bi berfirehî dosyeyên taybet ên “fînansa giştî” tîne rojevê. Brîtanya, Dewletên-Yekgirtî, û helbet nimûneyên herî seyr, ku îmkan nîne rast bin, Îrlanda, Spanya, Yûnanistan, hemû ketine heyra dubarekirina heman coş û peroşê: “daxistina bihayan.” Ji bo her çi kesê ku bixwaze biçespîne ku lîberalên gewre ji heyama xwe ya şermnak derdikevin û jinûve pozîsyona êrîşkirinê digirin, bes e ku li “heftenameya referans” binihêre û bibîne ka bi xîtabeke çawa pêşniyarên xwe vedireşîne: “Di cîhana şîrketan de, daxistina hejmara xebatkaran bi rêjeyeke % 10 di rewacê de ye. Tu sebebek nîne ku Hikûmet jî nekarin eynî tiştî bikin (…) Mûçeyên sektora giştî dibe bêne daxistin beramber ewlehiya karî (…) Di sektora giştî de, mûçeyên teqawut û feqîran gelek sexîtir in (…)(vi)”, hemû di sernivîsarekê de bi serenavê “Stop!” û di dawiyê de hatiye zelalkirin ku: “The Economist wê di mehên tên de vegere ser van hemû pirsan» –qet gumana me ji vê yekê nîne.
Mirov dikare herwiha bi temamî hevbîr nebe digel vê qedera ragihandî û ne jî xwe bihêle ber ba û bahoza guleyên astengên îdeolojîk –hema bila netîceyên maddî yên “şokê” bi xwe li aliyekê bin. Ji ber vê hindê, girîng e ku îşaretên pêşrew ên belave li ser maseyeke hevaheng berhev bikin da ku fikreke zelaltir li ser bernameya ku tê dariştin bi dest bikeve. Mûçegirên îrlandî yên sektora giştî, ku dewletê ji wan re % 10 daxistina mûçeyan “pêşniyar” kir, dizanin bê ka sebebê rastî çi ye; bi heman sebeban, soza heman cezayî ji hevpîşeyên wan ên yûnanî re dane (digel prîma piştgiriya dilxwaz a Komîsyona Ewrûpa’yê); heçî fransî ne, heta kurtedemekê wê reforma teqawudan encam bidin, herwiha projeya jikarderxistina memûran û fikra (bêmentiq) a bicihkirina di destûrê de ya hevsengiya budceyî wê li wan eyan bike ku bingehê dewleta wan a sosyal tê hilweşandin; lê belê îhtîmal heye ku di netîceyê de li wan hemû welatan, bi şiklê ku ji tradîsyona baweriya bi gorankariyên tedrîcî biqete, tundûtîjiya di nav kakilê “şokê” bi xwe de berhevbûyî nahêle ku laşên civakî bêliv û bêreaksiyon bimînin.
Dîsa her ji ber vê hindê ye ku, herçend zehmet be ku mirov haşayiya kêşe û kêmasiyên budceyî bike, aşkera ye ku rêya çareseriya wê ne tenê çend tedbîrên bêrehm in û divê çareseriyên alternatîf (ku bi awayekî sîstematîk têne piştguhkirin) bêne bibîrxistin.
Hema em bi tenê li yekê binihêrin: Bêguman ya yekem zêdekirina berhevkirina darayî ye lê belê ev yek divê gelek bi hişyarî bê kirin da ku mezinbûna aborî nekuje ne jî bihayê qeyranê bi wan bide dan ku qet berpirsyariya wan di derketina wê de nîne.
Wisa diyar e ku ev rê bi tenê hejmareke berteng a kesên ku wê bacê bidin dihêle. Xelet nîne ji bo hejmarê lê belê –xwedê kirî– di praktîkê de pir bikêmas e. Ya rastî, kesên ku wê bacê bidin dikevine nav kategoriyên gelek cihê, û ji ber ku gelek warên darayî dikevine navê, mirov dikare li hêviya netîceyên baş be. Muameleyên darayî, saziyên darayî û “şexsên darayî” berendamên serekî ne ji bo tehmîrkirina nerihetiya xwe, ji ber ku em gihiştine wê qenaetê ku tenya fikra karger a qebûlbar ji bo çaksazî û hevahengiya darayî li ser wê bingehê ye ku dana bihayê qeyranê bi tenê bibe xema beşê darayiyê lewre qeyran ya wê bi xwe ye.
Herçend mirov gumanê li fezîletên baca Tobin’ê bike jî wekî amrazê veguherandina radîkal a “daneyên” spekûlasyona darayî ya navneteweyî, divê neyê jibîrkirin ku wekî bac, ew tu tiştî darayîbûna xwe ya rebît kêm û winda nake: lê vedigerîne(vii)! Hetta gelekê vedigerîne ji ber ku, her wekî ku bi gelek helkeftan hatiye diyarkirin, mîqdara astronomîk a muamele û danûstandinên darayî dibin derfetên kêmpeyda û hema ji bac-berhevkirineke gelek kêm jî xêreke baş bi dest dikeve.
Herçend baca li ser muameleyên darayî serê pêşî ji kîsê saziyên darayî derkeve jî, saziyên navhatî wê di rêza duyem de bin û roleke wan a duhemî wê hebe. Niha ku rêveberiya Obama jî dide ser wê rêyê, zehmet e mirov bifikire ku baceke li ser bankan (û fonan) bikeve nav şêtiya aborî ku mexsûs e bi binhişê şoreşger; û meydaneke fireh e ku divê teheyyula darayî lê şert û şirûdên deqîq ên wê bac-wergirtin an jî pere-hildanê destnîşan bike: Li ser bingehê qazancê, tevahiya xebatkaran, xebatkarên herî zêde li jêr rîskê, koma mûçeyên wan kesên herî baş pere werdigirin, bi tenê ji bo dagirtina kuna heyî an avakirina foneke zêdeyî ji bo garantîkirina dahatûyê, hwd.? Û ji ber ku tu sebeb nîne ku xebatkar û xwedan û berpirsyar muaf bin ji birêkxistina çend hûrde-karên tehmîrê li bankên xwe, pir mentiqî ye ku di wê heyamê de her çi xelat û bonûsek bê qedexekirin.
Dawiyê em behsa şexsan bikin. Kadirên rêveber ên bankan, midûr (gelek caran em wan ji bîr dikin), bazirgan û karsaz, û herwiha saziyên darayî yên serbixwe û yên xwedanê heman sedêkê(viii). Hingî nerihetî û nerazîbûn wê rû bidin ji ber ku wê diyar be ku tedbîrên ewqas bi hurgilî hatî dariştin di rastiyê de netîceyên pir bêqîmet bi dest ve tînin, hemû karîgeriya wan bi tenê sembolîk e, û bi vî rengî, tebîetê wan ê bi taybetî cezaker û nerihetker wê bê ber çavan. Lê belê bila qet neyê jibîrkirin ku ev koma bacderan, rast e gelek berteng û hûrik e ji bo hejmara xwe, ev panzdeh sal in mezintirîn para ji zêdebûna global a dahatên neteweyî zeft dikin û bi tenê para wê komê ewqas zêde ye ku bi xalên HNN’yê tê hesabkirin.
Hêja ye em careke din bêjin ku herçend pirsa bonûs û dana heqê mûçeyan (di sektora bankan de) meseleyeke duhemî be jî di aboriya giştî ya qeyrana darayî de, ji aliyê siyaseta edaleta civakî û îmkanên darayî ve ji hemû pirsên din girîngtir û sertir e. Ji ber ku –gotara fînansê û ya hevkarên wê pir aşkera ye û mirov dikare pêş bibîne– muheqeq behs wê bê ser çîroka “koça mêjiyan”, em ji niha ve diyar bikin ku ew mesele dikeve nav devera netîceyên daketina aborî û êdî nema gelek kesan ditirsîne, hetta êdî bi tenê pîçek nerihet dike, û ya rastî, her çi gava çend îtirazên cidî bêne pêş nema dikare li rêya xwe bikudîne (ix).
Ji bo bêtir ronkirina kêşeyan niha jî meseleya hişyariyan. Prosesa ku qeyrana fînansa taybet xist qalib û kakilê fînansa giştî wiha di nîveka rêyê de ranaweste: sefheya paştir ew e qeyrana fînansa giştî bixe qalibê qeyrana siyasî. Çend kesên di nav “sîstemê” de her ji niha ve hest bi tirseke pîroz dikin, ku ev yek nîşaneke pir watedar e lewre dijminên navdar ên fînansê wekî Dominique Strauss-Kahn û Jean-Claude Trichet divê bi aşkerayî nerihet bin ji ber ku bi ihtimaleke mezin laşên civakî wê pir nerihet bin heke careke din ji wan bê xwastin ku barê qeyraneke fînansî ya nû hilgirin. Ya herî seyr jî ew e ku hîpoteza “qeyraneke din” bi temamî nehatiye vederkirin, lê belê heke hat û qeyran rû bide, vê carê wê ji beşê deynên giştî dest pê bike; yanî rasterast wê ji ber netîceyên rêvebirin û mudaxeleya qeyrana borî pêk bê –êdî hingî sebra kesî li ber vê şanoya seyr namîne.
Em şertê digirin ku bi mebesta aştkirina xelkê nerihet, sendîkayên herî zêde binecih, ku li nav refên rastgir û “çepa” sosyal-demokrat de ne, û binkeyeke hêza yekgirtî pêk diînin wêdeyî duseriyên xwe yên duhemî, wê çend xwepêşandanan bêguneh bi rê ve bibin bi qewlê geştekê, rojekê ku dinya tav be, di navbera Republique û Nation’ê de. Lê belê, îhtîmal heye ku opsiyona “geşta nav-bajarî” nema têrê bike û xelkê nerihet, ku êdî westiyaye ji geşt û geryanê, pê bihese ku êdî bêzar bûye ji wan geryanan.
Bêyî ku em hukmeke pêşîn bidin derbarê tiştên ku îhtîmal e hingî biqewimin, belkî yûnanî heta kurtedemekê bihêlin em qet nebe bizanin çêja wê çawa ye, hêja ye em bi bîr bînin ku komeke ku di tebîetê xwe de xerab nîne, qet xerab nabe heta ku muameleya xerab digel neyê kirin û nemaze xwe di rewşekê de nebîne ku jê re eyan be rêder (rêya derketinê) jê nîne –û tenya rêder ew be ya ku muameleya xerab pê re dike. Rêderên din, belê hene (ix). Ew rêder û rêbaz hinekî din hişktir bêne pêşkêşkirin, tê heye ku qalibê şokeke dijber bigirin.

(i) Naomi Klein, La stratégie du choc. La montée d’un capitalisme du désastre, Actes Sud, Arles, 2008.
(ii) Şertên rizgarkirina AIG’ê, di rastiyê de veguherîne rizgarkirina telafî û qerebûyên AIG’ê, û bi taybetî (lê ne tenê) yên Goldman Sachs’ê.
(iii) Ji ber ku SFEF’ê deyn, bi rêjeyeke bilindtir ji 400 xalên baz (ji bo faîzan; yek xala baz= % 0,01) dabû bankan.
(iv) Herwekî ku betalkirina sersînorê alîkariya ku berê hatibû diyarkirin (du caran 200 milyar dolar ji bo Fannie-Freddie) û dirêjkirina garantiya dewletê ji bo zererên wan heta 2012’an nîşan dide.
(v) Beşê karên li ser berhemên faîzan, ku pareke girîng jê terxankirî ye ji bo muameleyên li ser navê deynên giştî.
(vi) The Economist, 23 Çile 2010.
(vii) André Orléan, “Beaucoup mieux qu’une taxe Tobin”, Challenges, Paris, 29 Cotmeh 2009.
(viii) Wate, bi heman awayî % 1 sertir ji xelkê asayî.
(ix) Bixwînin bo nimûne “Bonus et primes: le (résistible) chantage des compétents”, û “Bonus: les faux-semblants de la régulation Potemkine”, blog “La pompe à phynance”, Le Monde Diplomatique.
(x) Bixwînin “Au-delà de la Grèce: Déficit, dette et monnaie” û  “Si le G20 voulait…”, blog “La pompe à phynance.”

Çavkanî

Frédéric Lordon *
* Aborînas. Nivîskarê La crise de trop. Reconstruction d’un monde failli, Fayard, 2009.

(i) Naomi Klein, La stratégie du choc. La montée d’un capitalisme du désastre, Actes Sud, Arles, 2008.
(ii) Şertên rizgarkirina AIG’ê, di rastiyê de veguherîne rizgarkirina telafî û qerebûyên AIG’ê, û bi taybetî (lê ne tenê) yên Goldman Sachs’ê.
(iii) Ji ber ku SFEF’ê deyn, bi rêjeyeke bilindtir ji 400 xalên baz (ji bo faîzan; yek xala baz= % 0,01) dabû bankan.
(iv) Herwekî ku betalkirina sersînorê alîkariya ku berê hatibû diyarkirin (du caran 200 milyar dolar ji bo Fannie-Freddie) û dirêjkirina garantiya dewletê ji bo zererên wan heta 2012’an nîşan dide.
(v) Beşê karên li ser berhemên faîzan, ku pareke girîng jê terxankirî ye ji bo muameleyên li ser navê deynên giştî.
(vi) The Economist, 23 Çile 2010.
(vii) André Orléan, “Beaucoup mieux qu’une taxe Tobin”, Challenges, Paris, 29 Cotmeh 2009.
(viii) Wate, bi heman awayî % 1 sertir ji xelkê asayî.
(ix) Bixwînin bo nimûne “Bonus et primes: le (résistible) chantage des compétents”, û “Bonus: les faux-semblants de la régulation Potemkine”, blog “La pompe à phynance”, Le Monde Diplomatique.
(x) Bixwînin “Au-delà de la Grèce: Déficit, dette et monnaie” û “Si le G20 voulait…”, blog “La pompe à phynance.”