Li Bengladeşê cilûbergên konfeksîyonê yên kujer

Translator
Berîya ku atolyeyên li Rana Plaza yên li Daccayê hilweşin û bêhtirî hezar karkerî bikujin, dramên din şert û mercên kar ên li fabrîkeyên konfeksîyonê yên Bengladeşî raxistibûn ber çavan. Welat çawa kete rewşeka bi vî rengî?

Ji sedan metroyan birca birîqende ya ji camê ya ku bi tena serê xwe li ser xwe ye li peravên gola Hatirjheelê protezeke bajarê Londonê bi bîr dixe di nava bajarê holikan ên dêwane de. Ev navenda Komeleya Hilberîner û Îxracatkarên Tekstîlê yên Bengladeşê (Bangladesh Garment Manufacturers and Exporters Association, BGMEA) ye, ango rêxistina karsazên konfeksîyonê. Berevajîyê avahîya li Rana Plazayê ya ku rêz ji ti qanûna derbarê avahîsazîyê de nedigirt û hilweşîna wê bû sedema mirina piranîya wan karkerên tekstîlê herî kêm hezar û sed û bîst û heft kesan, ti tehlûke nîne ku birca BGMEAyê birûxe. Lê belê birûxîyaya wê heq û dad pêk bihata: biryareke Dadgeha Bilind a Bengladeşê ya 19ê adara bihurî fermana hilweşandina vê avahîya pirqatî ya patronan di nava mohleteke sê mehan de da, lewra ew bi awayekî neqanûnî li ser erdekî dewletê ku bi saya tevlîhevîya wezareta bazirganîyê, rêxistina patronan bêyî ku mafê wê be û ti heqê wê hebe xwe lê kire xwedî. BGMEA li ber biryara dadgehê rabû. Encama prosedûrê çi dibe bila be, ti kes nikare lê bifikire ku çawa ku endamên meclîsa şaredarîyê nav lê dikin "tumora kanserwarî ya Hatirjheel"ê hilweşe û bibe lodek ax û toz.

 

Di ketina avahîyê de wezîfedarên ewlekarîyê silava eskerî li mêvanan dikin. Li Dacca ya ku tûrîst lê kêm in, merivên spî tên tevlîhevkirin bi mişterîyên cilûbergên konfeksîyonê, bazirganên markeyên Mango, Benetton yan jî Hennes & Mauritzê (H&M) ên ku nobedar û dergevan divê hurmet û rêza xwe nîşanî wan bidin. Yê ku elaqedar e bi dilê xwe li vê statûya efendîtî û begtîyê dibane. Nirxandina wê ya merivê li kolanan di broşura Dhaka Calling a ku didin mişterîyên hotelên mezin de xwe dide der a ku têde ev şîreta zane heye: "Bi merivên xizanîyê ew nexweş kirî nekenin, henekê xwe bi wan nekin."

Îro 9ê nîsanê ye û Rana Plaza ya ku bîst kîlometre dûrî birca BGMEAyê ye, hîna li ser xwe ye. Komkujîya herî xirab a dîroka pîşesazîya Bengladeşê wê di nava du hefteyan de biqewime, lê belê pirsa ewlekarî û şert û mercên kar ên di sektora tekstîlê de xwe êdî bi israr dide pêş. Şewatekê, 7ê kanûna paşîn a bihurî, kir ku li navenda Daccayê, li fabrîkeyeke piçûk a bi navê Smart Export Garment a ku sê sed mûçegir dixebitandin heşt karker bimirin. Antropologek ku komeke piştgirîyê bi mexdûr û qurbanên sektora tekstîlê re damezrandî isseh dike ku "ew hemû ji 16 salî piçûktir bûn". Berîya wê demê bi mehek û nîvê ango 24ê çirîya paşîn a 2012ê şewateke din fabrîkeya Tazreen Fashion a li taxa kevîya bajêr Ashuliayê ya li bakurê paytexta Bengladeşê da ber xwe û li gorî bîlançoya fermî sed û duwanzdeh kes kuştin û hezarek kes jî birîndar kirin.

 

Di neh qatên avahîya Tazreenê de sê hezar mûçegir di ser hev de dewisîbûn, piranîya wan jinên ciwan bûn ku ji gundên herî xizan hatibûn da ku nanekî ji malbatên xwe re bi dest bixin. Ji bo mehê 3000 takasên ku teqabulî 30 euroyan dikin ew rojê deh saetan û hefteyê şeş rojan cilûbergan didirûn, ew cilûbergên ku wê ji markeyên xwedî prestîj re biçin – di nava wan de Disney, Wallmart û koma fransî Teddy Smith jî hene. Malên pir amade ku agir bi wan bikeve li qatê zemînê yê avahîyê li kêleka valahîya nêrdewanan hatibûn depokirin, pêre jî qaîdeyên ewlekarîyê yên herî sereke hatibûn binpêkirin. Derîyên hawarê hatibûn girtin da ku malên dirûtî neyên dizîn, li gorî adetên heyî, mexdûrên ketin xefka agirî, zindî şewitîn yan jî xwe di pencereyan re avêtin xwarê. Patronê wan Delwar Hossain ti carî ji ber dadgerîyê û dadgehê fikar nekirin. Gelo endametîya wî ya BGMEAyê xwedî rol e di misogerîya destpênebûna wî de?

"Patron hefsarên welêt di destên xwe de digirin"

 

Ji bo lêkolana vê pirsê civanek hatibû danîn bi serokê BGMEAyê Atiqul Îslam re. Zilamê xurt ê aborîya bengladeşî – di sektora tekstîlê de çar ta pênc milyon mûçegir hene û sektor % 80yê îxracatên welêt pêk tîne, ev jî dike ku welat piştî Çînê bibe welatê duyem ê herî zêde konfeksîyonê îxrac dike – ev bi tenê meheke ku bûye xwedîyê vê erkê. Derketina pêş a vî karsazê ciwan ê kêm tê nasîn di nava derdorên vê sektorê de gelek kes ecêbmayî hiştin. Profesyonelekî sektorê xwe nagire û dibêje "ev lîstikvanekî piçûk ê bê tecrûbe ye û derneketîye pêş jî." Heke ew bi carekê kiribin serok, ev bi xêra qayîşokîbûna wî ye  ku destûrê dide yên mezin bêyî ku derkevin pêş, hevsaran di destê xwe de bigirin.

 

Kanûna 2012ê wezîfeyeke teftîşê ya BGMEAyê bisebat – çawa ku gumana min e ev înîsîyatîfeke kêm dîtî ye – çar fabrîke destnîşan kirin ku weke bi tehlûke hatin dîtin, lewra bi binpêkirina qanûna avahîsazîyê hatibûn avakirin. Di nava van fabrîkeyan de fabrîkeyeke li Ashulia a bi navê Rose Dresses Limited heye ya ku xwediyê wê ... Îslam e. Sê meh paşê ev kes weke serokê BGMEAyê hat hilbijartin. Em pê dizanin ku piranîya pir mezin a pênc hezar atolyeyên konfeksîyonê yên welêt bi awayekî eşkere qanûnê binpê dikin, ew guman eşkere bûn ku yekane armanca teftîşê hebû ew jî "di quncikê de zextlêkirina" serokê siberojê bû da ku zexta dostane ya garantorên wî li ser milê xwe his bike.

 

Şewata ku bû sedema mirina herî kêm sed û duwazdeh mûçegiran ya li fabrîkeya bengladeşî Tazreen Fashionsê roja 24ê kanûna 2012an bibîranînên kevin vedijîne. Atolyeyên konfeksîyonê yên bi hêsanî agir bi wan dikeve, derîyên hawarê yên girtî da ku kontrola karkeran hêsantir be, karkerên xwe ji avahîyê diavêjin xwarê ji bo ku ji şewatê xelas bibin, saxfilitîyên ji dadê bêpar: heman zincira bûyeran berîya bi sedsalekê li navenda Manhattanê jî rû dabû.

 

25ê adara 1911an piştînîvrojê li avahîya newyorkî ya Triangle Shirtwaist Companyê şewatê dest pê kir, ev şîrketeka konfeksîyonê bû ku nîv hezarek mûçegir dixebitandin, piranîya wan jinên ciwan yên ku bi eslê xwe koçberên cihû yan jî yên ji Îtalyayê bûn û mûçeyê wan jî rojê dolarek bû – heman mûçe dê sedsalekê piştre li cem hevpîşeyên wan yên bengladeşî hîna jî di merîyetê de bûya. Qatên heşt, neh û dehem yên avahîyê bi lez û bez bûn holika şewatê. Ji ber ku li ser fermana birêveberîyê, derîyên hawarê girtîbûn karkerên asê mayî yan li cihê xwe yê kar zindî şewitîn yan jî xwe di pencereyan re kirin xwarê û mirin. Rojnamevanê di nava qelebalixa li ber avahîyê civîyayî de William G. Shepherd weha dinivisand: "Min dengekî nû nas kir, dengekî pir tirsnak yê ku meriv nikare terîf bike. Ev dengê ker yê bedeneka zindî ye ku tê xwarê û li bin guhê peyarêyê dikeve". Di şewatê de sed û çil û şeş kes mirin, ev şewat di dîroka pîşesazîya New Yorkê de şewata herî xirab e heta îro ye.

 

Wekhevîya Tazreen û Triangle heke kiribe ku li Dacca û New Yorkê mejî bihejin, sedema vê ne bi tenê ji ber wekhevîya çarenûsa li ser jinên ciwan ferzkirî ye, ew jinên li hember êrîşan bêparastin, ji welatê xwe qutbûyî, koçberbûyî ji rewşeka reva ji gundan ber bi ya din ve. Sedema vê herweha mertal û zirxê giran yê begên tekstîlê ye jî: dadgerî dest bi wan nade, xwedîyê Tazreenê ji heman mafê destnedanê sûdê werdigire yê ku herdu pêşîyên wî yên New Yorkî sûd jê wergirtin, piştî ku pereyên sîgorteyê standin xwe pîr û pak kirin.

 

Dîsa jî herdu bûyer li ser xaleka girîng ji hev vediqetin: tevî ku felaketa Tazreenê nekir ku nisbeta hêzê piçekî jî biguhere, ya New Yorkê rê li ber seferberîyeka girseyî ya karkeran vekir, ku di encamê de kir ku gelek qanûnên dîrokî werin qebûlkirin yên ku armanca wan ewlekirina fabrîkeyan bû. Sala 1911an New York yekem dabînkerê cilûbergên konfeksîyonê bû ku li ser erdên amerîkî dihatin firotin. Îro Dacca dikana dirûnê ye ji bo tevahîya welatên dewlemend yên dinyayê. Ev cihêtîya astê bi serê xwe bêguman qismî rave dike ka çima heman sedeman rê li ber heman encaman venekir. Aborîzan Anu Mohammed analîza xwe weha dike: "Bengladeş di bin hikmê berhevkirina sermayeyê ya pêşî û kevin de dijî ku girêdayî hêza agirê aborîya global e." Êş û azarkêşên Triangle Shirtwaist Companyê dikaribûn xewna mîraseka baştir bibînin.

O.C.

Dema ku em li benda patronê patronan in, em dîroka aborî ya welêt tînin bîra xwe. Profesorê aborîyê li zanîngeha Jahangirnagarê Anu Mohammed wê dîrokê bi van gotinan kurt û kurmancî îfade dike: "Bengladeş timî di bin wesayeta sektora konfeksîyonê de nebû. Heta bi nîvê salên 1980yî çandinîya kenewîrê yekem dewlemendîya welêt pêk dianî. Piştre IMF (Fona Pereyan a Navneteweyî) û Bankeya Cîhanê hatin. Di bin wesayeta wan de planên arizîkirinê û kêmkirina lêçûnên dewletê kirin ku bêkarî pir ecêb zêde bibe, berêxwedaneke pir zêde ya îtxalatan pêk were û pîşesazîya cihî tarûmar bibe. Ji burokratên partîyên mezin ên sîyasî, efserên artêşê, payebilindên polîs û kurên malmezinan re bi lez û bez li hev hat, çerxa felekê ji wan re rast gerîya." Teşwîqên pererazandina li tekstîlê nahêle kes karibe xwe li ber bigire: heqdestê karkeran pir kêm e, di encama arizîkirina şirketên dewletê de lawazbûna sendîkayan, rakirina bacên gumrikê yên li ser mekîneyên îtxalkirinên mekîneyên ji bo pîşesazîya armanca wê îxrackirin. Û bertîxwarin jî wê ji heqê ya mayî derketa.

 

Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yên qanehbûyî ev sîyaset bi li piştê vekirina derîyên xwe li cilûbergên Made in Bengladeshê xelat kirin. Komîserê bazirganîyê yê ewropî yê hingê Pascal Lamy 21ê çirîya paşîn a 2001ê li Daccayê axaftinek kir û got: "Min ji we fêm kir: Yekîtîya Ewropayê amade ye pişta Bengladeşê bigire di hewldanên wê yên ji bo (...) întegrasyoneke baştir di nava sîstema bazirganîya global de, bi rêya vekirina derfetên nû yên bazirganî û bi nifûzeke mezintir a li ser bazarê." Di navbera 2000 û 2012ê de hasilata sektora tekstîlê ya bengladeşî çar caran li berê zêdetir bû û ji 4.8 milyar dolaran gihişte 20 milyar dolaran. Goldman Sachs ji kêfan dide lotikan û dibêje: di hezîrana 2012ê de bankeya newyorkî vî welatê  ku yek ji yên herî xizan ên cîhanê ye di lîsteya xwe ya "Next Eleven" ango "yanzdehên bên" de di serî de bi cih kir ku bi îhtîmaleke mezin wê bikevin nav refên BRICS (Brezîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn û Afrîkaya Başûr); welatên ku aborîya wan mezin dibe. 

 

Mirîşka ku hêkên zêrîn dike elîteke rojavayîkirî derxist holê, elîta ku 4x4andiajo, li Pizza Hutê (Gelîyê Berdûşan li Daccayê) şîvê dixwe, bi golfê dilîze û zarokên xwe dişîne Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê da ku li wir bixwînin. Anu Mohammed weha dewam dike: "Sektora konfeksîyonê soza pereyên hêsan [bidest dikevin] dide, navgîneke karhêner e ji bo [paşê] mirov li kîjan sektorê hez bike razîne yan jî ji bo ku bi dekûdolaban kursîyekî li parlamentoyê bi dest bixe. Bi awayê fermî ji sê sed parlamenteran bîst û neh xwedîyê fabrîkeyeke tekstîlê ne. Di rastîyê de heke em yên ku di pişt navên hinen din de vedişêrin jî bihesibînin, hejmara wan pir zêdetir e. Li Bengladeşê zehmet e meriv zilamên hêz û desthilatdarîyê peyda bike ku negirêdayî cîhana tekstîlê bin."

 

Em vegerin navenda rêxistina patronan. Dema ku Îslam dike ku em li hêvîya wî bimînin, yek ji kesên nêzî wî tê ku refaqetî me bike li salona li kêleka buroya serokî. Hassan Shahriar Chowdhury hîna nû ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê vegerîyaye, ew dibêje li wir wî hevkarî kirîye bi komek endamên kongreyê re li ser "bûyereke dij-terorîzmê". Ew efser e di hêza hewayî ya artêşê de û "heyranekî Angela Merkel" e, fabrîkeya wî ya tekstîlê nîne – qet nebe ya ku ew îdîa dike ev e. Naxwe ew li BGMEAyê çi dike? Ew guh nade pirsê û xwe jê xilas dike, lê belê dilê wî heye bi rojnamevanekî fransî re bikeve nava galgalê: "Ez pir hez ji Fransayê dikim. Hûn dizanin, dewleta Bengladeşê pêş dibîne du kêştîyên binavê bikire. Bi awayê adetî em çekên xwe ji Çînê dikirin. Ez serokwezîr Sheikh Hasina baş nas dikim. Min di ber guhê wî re anî ku wê baştir be heke em keştîyên binavê yên fransî bikirin. Ew bihatir in, lê bertîlxwarî kêmtir e. Ma tu bawer nakî?" Ji ber skeptîzma yê li hemberî xwe Chowdhury tercîh dike mijarê biguhere, bi rêya vekirina deftera xwe ya navnîşanan: "Ji ber ku tu rojnamevan î, gelo wê elaqeya te hebe ku tu pismama min a ku wezîra şert û mercên jinan e bibînî? Ez dikarim herweha te bi birêveberên rojnameyên sereke yên bengladeşî re jî bidim nasîn, ew hemû heval [-ên min] in." Dema Îslam da der ev danûstandina hêvîdar kurt hat birîn. Tevî pênc şêwirmendên ku dor lê tengkirî patronê patronan da zanîn ku wî fikra xwe guhertîye: hevpeyvîn hat betalkirin. Bi madekî tirş wî got: "ji bo te akredîtasyoneke wezareta karê hundir pêwîst e. Bêyî vê akredîtasyonê ne mimkin e ku ez bi te re bipeyivim, nexasim jî li ser mijarên evçendê nazik." Dema ez vedigerîyam ber bi asansorê ve min hişyarkirinek li ser camekê ku li piştê menejer û sekreter dixebitin, dît: "hindiktir bipeyivin, bêhtir kar bikin."

 

Ji bo pîvana hêza BGMEAyê kesên ku ji Tazreenê sax filitîn hêmanên herî baş weke mînak didin. Baskê karkeran ê Federasyona Neteweyî ya Karkerên Tekstîlê (National Garments Workers Federation, NGWF) Sherin a ku sendîkayeke nêzî Partîya Komunîst e, pêşengîya me dike û em berê xwe didin Ashuliayê. Pêre pêre kaosa ecêb a bajarî ya Daccayê şûna xwe ji peyzajeke qemerî re dihêle, ên ku têde kulekên dirêj tîk disekinin û dûyên reş ji wan diçe, ên ku ciwanên nûgihayî bi barkirina qalibên acûran a nav wan ji hev de ketine. Acûrên ji firinan derdikevin bi kêra avakirina xanî û malên çînên navîn ên ku li asoyê xuya dikin, tên. Ev acûr herweha ji bo avakirina fabrîkeyên ku li bakurtir lêdibin jî bi kêr tên. Em ji rêya sereke vediqetin û dikevin ser rêyeke piçûk a axî. Di dawîyê de çarçoveyeke ji parçeyên caman yên kubekî betonî yên ku îskeleyên înşeetê yên ji bambûyê li dorê: hûn bi xêr hatin Tazreen Fashionsê, heta berîya demeke pir kurt hîna jî dabînkerê fermî yê qutik û kirasên Disneyê bû.

 

Nesrîn 25 salî ye, lê belê weke 40 salî xuya dike. Berevajî yên din ku sax filitîn ew bi lez û bez venegerîya gundê xwe, ew li taxa-xanîyên karkeran ma, ew taxa kuçeyên wê aram û heta nerm ên Nishchintapurê a li ber fabrîkayê. Dema ku 25ê çirîya paşîn a 2012ê saet 18 û 50 deqîqeyî zengilê hawarê lêda, ew li qata duyem a avahîyê bi ser mekîneya xwe ya dirûnê de daqûl bûbû. Wê bi dengekî bêrih got: "Hostekar ji me re got ev temrînek e û divê em li ser karê xwe bimînin. Piştre zengilê hawarê careke din lêda. Hingê em ketin panîkê. Bêhna şewatê dihate me. Hostekar hîna jî nedixwest em xwe tev bidin, lê belê dîsa jî em bezîyan. Du derîyên derketinê hebûn; yek jê vekirîbû, yê din jî girtî. Nêrdewanên ku derîyê vekirî li wan vedibû hingê dişewitî. Heke me bikarîya bi nêrdewanên din dakevin, ên ku hîna nedişewitîn, em ê hemû hîna sax bûna." Hin pencere jî girtî ne. Nesrîn tevî çendek hevalên xwe karîbû yekê ji pencereyan veke û xwe di pencereyê re bavêje xwarê. Ew bi pîyekî şikestî, xewnereşkên ku wê tevahîya jîyana wê dev jê bernedin û tirsa sareşîn a neçarmana rojekê ketina nava avahîya fabrîkeyekê ji bûyerê sax filitî. Dîsa jî wê nikaribe tercîheke din bike. Heta îro tevahîya alîkarîya wê standî "bîst û pênc kîlo birinc, bîst û pênc kîlo pîvaz û lîtreyek zeyt" e. Mûçeyê kêm ê mêrê wê, wê têra wan neke ku malbatê têr bikin, ew ê neçar bimîne ji heqê xwe derkeve û ji nû ve li ber makîneyeke dirûnê rûne. Li Bengladeşê dema fabrîkeyek dişewite yan jî hildiweşe BGMEA ye ya ku tezmînatê dide mexdûr û qurbanîyan. Mîqdarên tezmînkirinên wê harîqulade ne: 100000 taka (1000 euro) serê birîndarekî weke alîkarîya dermankirina tibî, 600000 taka (6000 euro) serê mirîyekî weke tezmînata ji malbatê re. Karsaz serê xwe pê naêşîne, dadgerî jî. Û di nav wan de bi tenê yên herî bextxweş wê kurtêlên BGMEA belav dike bistînin. Lewra BGMEA bi xwe ye ya ku lîsteya mexdûr û qurbanîyan amade dike. Ji ber ku piranîya îstîxdamê û xebitandina karkeran bi devkî ye, bê peymanên kar in, di destê gelek kesên sax filitî de ti belge nînin ku pê nîyeta xwe ya baş îsbat bikin. Jixwe ma ne her kes dikare piyekî xwe bişkîne yan jî bikeve nav agirê tifikekê.

 

Di bûyera Tazreenê de mesele dijwartir dibe ji ber nemimkinbûna naskirina cenazeyên pir zêde zirarlêbûyî yan jî bûyî xwelî. Li gorî Saydiya Gulrukh a ku malbatên kes serê xwe bi wan naêşîne ji nêz ve dişopîne, herî kêm bîst û heft karkerên di şewatê de wendabûyî, di lîsteya qurbanîyan de cih nagirin. Hinên din behsa hejmareke pênc heta deh caran ji vê bêhtir dikin. Yeke din a sax filitî Shilpee jî serî hildide û dibêje: "Ti elaqeya bîlançoya fermî bi tişta qewimî re nîne. Her yek ji me xwedî heval e ku ji wê fabrîkeyê nikarîn sax bifilitin û BGMEA bi bahaneya ku wan li dûv xwe ti şop nehiştine red dike vê qebûl bike. Lê belê tu dikarî şopeke çawa li dûv xwe bihêlî dema tu bimirî û mabata te a li gund pê jî nizanibe?"

 

Hîna dû ji Tazreenê diçû hikûmetê bi rêya serokwezîr şewat xiste stûyê "kiryareke sabotajê" – a ku her bengladeşî wê di cih de weke gunehbarkirina îslamîstan fêm dike. Armanca vê gunehbarkirina ku piştre ti hêmanê destek neda piştrastkirina wê, gelo parastina xwedîyê fabrîkeyê û BGMEAyê bû? Anu Mohammed bi xwe yek kêlîyê jî dudilî nabe. Ew dibêje delîla herî baş ew e ku "di dawîya hesêb de ti tişt neqewimî: lêpirsîna ji bo dîyarkirina sedemên şewatê pêk nehat, biryara girtinê ji bo patron û hostekarên wî nehat dayîn, ti tedbîra ji bo parastina karkeran li dijî tehlûkeyên şewatê nehat standin. Ji bilî mexdûran bi xwe ti kes lê nafikire ku hesêb ji karsaz Delwar Hossain bipirse. Ji mehan ve navê wî bi tevahî ji ser rûpelên rojnameyan wenda bû. Weke ku ew qet nebûbe."

 

Li cem Carrefourê:

"em pir hişyar in"

 

Mişterîyên wê yên bîyanî jî ji bîra xwe birine. Bi înîsîyatîfa sendîkayeke navneteweyî ya pîşesazî û tevneke rêxistinên nehikûmetî 15ê nîsanê markeyên Tazreenê mal ji wan re didirût ji bo civînekê hatin vexwendinî Cenevreyê, armanca civînê pêkanîna foneke ji bo tezmînkirinê bû. Disneyê guh neda vexwendinê: dostên Donald gotin, piştî ku karkerên wan şewitîn, valîzên xwe dan hev Bengladeş bi Kamboçya yan jî Vîyetnamê guhertin, ev şêwazê wan ê destê xwe ji guneh şuştinê ye. Walmartê jî bi awayekî kategorîk vexwendin red kir, wê serê pêşî înkar kir ku girêdaneke wê bi Tazreenê re heye, piştre fikra xwe guhert û berpirsîyarî xiste sitûyê desteya xwe ya hesabdarîyê ya ku ev fabrîkeya model weke yeke guncaw erê kiribû. Heçî birêveberê giştî yê Teddy Smithê Philippe Bouloux ye, ew pê mijûl e ku "look rock’n’roll" li bûtîka xwe ya li devera Opera ya Parîsê bi 163 euroyan bifiroşe; mimkin nebû meriv têkilîyê pêre deyne ne bi rêya telefonê û ne jî bi rêya e-mailê. Bi zora israrê ji me hat ku di dawîyê de em bi hevkareke wî re bipeyivin û bi rêya wê wî ev daxuyanî da: "em şirketeke pir piçûk in, derfetên me nînin em biçin Cenevreyê..."

 

Şirketa Carrefourê bi xwe dema ku me lê pirsî xwe li wê danî ku haya wê ji bayê felekê nîne û pir ecêbmayî ye. Şirketa yekem a fransî ya hîpermarketan a ku buroya wê bi xwe li Daccayê heye (bi navê Carrefour Global Sourcing Bangladesh and Pakistan), li xwe mikur tê ku mişterîyê Tuba Groupê ango şirketa Hossain bû, lê belê ji ya xwe nehat xwar û got wan ti carî kar bi Tazreenê re nekirîye. Rast e ku dabînkarê bengladeşî xwedîyê herî kêm deh fabrîkeyan e û tee-shirtên ku Carrefour niha difiroşe ne illeh ji ya herî kujer tên. Lê belê bi gotinên kesekî tekstîla bengladeşî baş nas dike, ev arguman biqasî sîsikekê jî bi qîmet nîne: "Dema mişterîyek sîparîşekê dide, vê sîparîşê nade filan yan jî bêvan fabrîkeyê, lê belê wê sîparîşê dide dabînkerekî. Ew peymanê mohr dike, qaîdeyên girîng ên civakî, exlaqî, hawîrdorî û tiştên din ew mohr dike. Heke sîparîş pir mezin be û di rewşa mişterîyekî weke Carrefourê de ji sedî sed siparîş pir mezin e, hingê dabînker wê hilberandina mêl li tevahîya qad û fabrîkeyên xwe yên heyî belav bike. Di bûyera li ber destê me de Tazreen weke fabrîkeya sivikkirina bar bi kêr dihat, lewra fabrîkeyên din ên Tuba Groupê di nav kar de xerq bûbûn. Nabe ku Carrefour bi vê nizanibe. Ji bo çi gelo wan ev fabrîke ji lîsteya xwe biribûn tevî ku ti tişt wê ji wanên din cihê nake?"

 

Lê şirketa dêw a fransî ji ya xwe nayê xwarê. Birêveberê bipêşxistina daîmî yê şirketê Bertrand Swiderski weha li ber van gotinan radibe: "standartên me û raporên me yên hesabdarîyê hene, li gora wan me bi awayekî fermî Tazreen weke cihê hilberandinê qedexe kir. Em pir hişyar in!" Min pir hez dikir karibin van raporên navdar bibînim, lê mixabin ew "nepenî" ne.

"Bi belavoka pêşî em ê xwe bi polîsan bidin girtin"

 

Swiderski li hemberî vê bi dil qebûl dike ku "qaîdeyên girîng ên civakî"  nîşanî me bide yên ku şirketa wî pê serfiraz e ku bi dabînkerên xwe yên egzotîk dide mohrkirin. Ev belge weke qaxeteke ambalaja dîyarîyan li ser gora komî ya sektora dirûnê ya bengladeşî xuya dike. Di beşa "rêzgirtina ji azadîya avakirina komeleyan" de qaîdeyên girîng ên Carrefourê weke mînak tesbît dike ku "mafê karkeran e bibin endamê sendîkaya bi dilê xwe yan jî yekê damezrînin û bikevin hevdîtinên peymanên giştî yên kar bêyî ku berê birêveberîya şirketê destûr dabe". Em bifikirin ku Hossain ev hişyarkirina biîman bi nîyeta baş mohr kirîye. Di fabrîkeyên şirketa wî de çawa ku li Bengladeşê hemûyî wisa ye, her awayê jîyana sendîkayî qedexe ne.

 

Ji bo piştrastkirinê em guh bidin gotinên Faizul (1). Ev kevne karkerê Tazreenê min li odeyeke vik û vala ya ji serbanekî tenekeyî hatî çêkirin a ku li kuçeyeke ji axê ya Nishchintapurê dinêre, qebûl dike. Ev buroya deverê ya sendîkaya ku ew sekreterê wê ye ya vê sektora Ashuliayê NGWFyê ye. Bêguman sekreterê qaçax. Em ji çîroka xweş a perîyan a di mejîyên birêveberîya bipêşxistina  daîmî ya Carrefourê derkevin, Faizul versîyoneke binirxtir dibêje: "Li fabrîkeyê heke tu peyva ‘sendîkayê’ bi lêv bikî hingê di cih de te dikin der, ji kar diavêjin û bi ser de jî piştre tu hew kar peyda dikî. Li Tazreenê em sedek karkerên sendîkayî bûn, lê belê bi dizîka. Li cihê kar em qet behsa wê nakin." Piştî şewatê lokala sendîkaya wî bi civînên spontane yên karkerên sax filitî bi serî ve tijî bû, yên ku biryardar bûn heqê xwe bistînin, lê belê bi qasî ku hêvîyê bi meriv re nehêle bê hêz bûn û nikarîbûn dest bi çalakîyê bikin. Faizul dibêje, "tevahîya karkerên ku em nas dikirin hatin ji bo ku şîna xwe bigirin û hêrsa xwe derbibirin. Pêncîh û sê rêhevalên me di şewatê de mirin, hêrsa me li dijî patronê ew ber bi mirinê ve ajotî rabûbû, her weha li dijî hikûmet û BGMEAya wî diparêzin jî. Lê belê me nedizanî em çi bikin." Belavkirina belavokekê, birêxistinkirina civînekê? Banga grevê li fabrîkeyên din? Ji ber safdilîya mêvanê xwe yê fransî nerehet Faizul bi awirên zivêrbûyî dinêre: "Yek ji van jî li vir ne mimkin e. Bi belavoka pêşî re em ê xwe bi polîsan bidin girtin. Û piştre em ê êdî qet kar peyda nekin."

 

Dema em jê dipirsin ka xebata wî ya sendîkayî ji dema şewatê û vir ve ji çi pêk tê, ew rave dike ku "wî pêwendî danîn bi karkerên fabrîkeyên din re da ku kontrol bikin ku derîyên normal û yên hawarê vekirî bimînin çawa ku patronan jî ev ji xwe re kiriye kar". Û heke derî venekirî bin? "Hingê rêhevalên me bi rêya SMSyê me hişyar dikin. Telefoneke destan a herkesî heye li vir, em bi vî awayî bi hev re didin û distînin." Zehmet e meriv zanibe ka dilê Faizul heye rêyên çalakîyan ên serbesttir û jidiltir bi rê ve bibe: ew bi refaqet û di bin kontrola kadroyekî sendîkayê yê ji Daccayê hatî xwe îfade dike. Em çaya xwe ya bi zencefîla a ku mêvandarê me îkramî me kirî xilas dikin. Berîya ku me bi rê bike Faizul wêneyê nasnameyê yê jina xwe nîşanî me dide: karkereke li Tazreenê weke wî, roja şewatê dema ku wê xwe ji qatê sisêyan yê avahîyê avêt xwarê mir.

 

Deverên stratejîk ên ku weke navbêkarîya di navbera markeyên bîyanî û dabînkerên herêmî de bi kêr tên bi navê "xanîyê kirrîyarîyê" tên nasîn. Li Bengladeşê ji van du sed heb hene. Ya Nizam Uddin weke cihekî rûmetê ye ya ku tevahîya mişterîyên wî –piranîya wan ewropî – "berê xwe didin Bengladeşê da ku bi çavên serê xwe bibînin çawa fabrîke dixebitin. Em mazûrvanîya wan dikin, ew wan dixemilînin û em baş bi wan re elaqedar dibin". Li qatê yekem deh hebek operatorên telefonê sîparîşan digirin di nava xirecireke dengekî kerr de, di heman demê de li kîlerê sê terzî bêdeng li gorî kitekitên teknîk ên mişterî dîyarkirî modelên ku wê ji hilberîner re biçin didirûn. Uddin bi bêhntengî dibêje: "Mişterîyê me yê sereke hîna nû sîparîşên xwe kêm kirin, ev jî me neçar dihêle em li mişterîyên nû bigerin. Di nava sêzdeh salan de ev yekem car e ku tiştekî wisa bi serê me de hat."

Li ser vîtrînekê li quncikeke buroya xwe birêveberê zarîf kupa û madalyayên ku wî di lîstika golfê de ku "dildarîya" wî ye, bi dest xistî pêşan dide. Meriv ecêb dimîne ku şirketa wî bi temamî dixebite tevî ku mixalefeta îslamî ya Jamaate-Islami ji bo vê sibehê banga rojeke hartalê (grevê) kir, pêre rêyên Daccayê xalî kirin û çalakîyên aborî bloke kirin. Uddin milên xwe diweşîne: "Oh, ev yek me natirsîne. Ew li kîjan alîyî dibin bila bin, xwepêşandêr êrîşê nabin ser berjewnedîyên me. Ew carinan erebeyan yan jî dikanan dişewitînin, lê ew dest nadin fabrîkeyan. Hûn dizanin, BGMEA di tevahîya partîyan de xwedîyê endam e. Ew îro pişta Ligue Awami ango partîya serokwezîr Sheikh Hasina digire, lê belê têkilîyên wê bi neteweprestan [Bangladesh Nationalist Party] û heta bi îslamîstên Jamaatê re jî baş in."

 

Şampîyonê golfê yekî ji hevkarên xwe Georges Paquet bi me dide nasîn. Ev fransîyê li derveyî welatê xwe dijî yê 67 salî çixareyên Gitanes dikşîne yên ku ew ji Dubaîyê tîne devera ku ew nîvê salê lê dimîne. Ew sala 1994ê hat Bengladeşê û ji xwe re dibêje "vê carê di dawîyê de dora karîyerçêkirinê hat" û destûrê dide xwe ku rastbêjekî dilferehker be. "Em her tiştî li vir çêdikin, derpêyên doxînsistan jî yên ku li Fransayê li hîpermarketan tên frotin. Pirsgirêk ew e ku mişterîyên min her diçe bêhtir ji buha dikujin. Ew çi dixwazin, ku meriv belaş kar bikin? Markeyên ewropî herî kêm heft caran zêde dikin ango ew berhemên me bi buhayekî heft caran zêdetir ji yê ku pê ji me dikirin difiroşin, jixwe heke ne deh caran behtir be ev buha. Ti sînorê li ber daxwaza karanînê êdî nînin. Mişterîyên kevin di nava rojekê de dev ji me berdidin lewra hevrikek 10 centan serê berhemekê kêmtir pêşnîyazî wan dike. Rîyakarîyeke ecêb serdest e. De lê bifikrin wê kêlîya ku birêveberên H&Myê bi Sheikh Hasina re rûniştin da ku doza şert û mercên baştir bikin li fabrîkeyên bengladeşî, yên ku li gorî fermanên wan tevdigerin ji bo ku buhayê firotinê yê dabînkerê xwe % 15 kêm bikin hevdîtinan pêk tînin. Fîlozofîya wan ev e ‘li çareya serê xwe binêrin, em serê xwe ji tiştên din naêşînin’ ".

 

Dema ku min pirsa şewata Tazreenê jê kir, Paquet berê awirên xwe da ezmên û bêhneke kûr kişand hinavên xwe. "Delwar Hossain, ez wî ji deh salan û vir ve nas dikim. Ew kesekî baş û bawermend e; mizgefta nêzî mala wî, wî bi xwe da çêkirin bi pereyên xwe. Di destpêkê de ez duyem mişterîyê wî yê baş bûm, lê belê serketinê ew serxweş kiribû. Wî fabrîkeyek li pey ya din kirî, bi tevahî duzîneyek û di dawîyê de ew bû patronê şirketeke ku 65 milyon dolar hasilatê dike. Wî kontrol ji destê xwe berda. Dema ku Tazreen şewitî ew salek bû ku pîyê wî pê neketibû." Destpênebûna hevalê wî ji bo vî duayenê kal ê binkirasên xwêdanê dimijin hîç ne pirsgirêk e. "Divê meriv bawer neke ku jiyaneke xweş derbas dike: Tazreenê kir ku milek û pîyekî wî jê bibe. Delwar bi deynan kunkunî bûye, êdî yek mişterîyê wê jî nîne û herkesî pişta xwe dayê, heta bi hevalên wî yên BGMEAyê jî. Doza we çi ye, ku ew bikeve girtîgehê?" Sed mixabin ku ev pirsa maqûl wê neyê ber Rehannayê, ya ku dîmenê wê vê kêlîyê tê ber çavên me: ji dema ku wê dema ji agirê ku hevalên wê şewitandin revî, karî bi rêya qula hewadarkirinê ya qatê çaran re xwe xilas bike û bavêje xwarê û vir ve vê karkera ciwan a Tazreenê bi rastî jî milek û piyekî xwe ji dest da. Ew ji hingê ve erebokeke darî li şûna kursîyê bi çerx bi kar tîne.

Heta ku sîstem neyê fesxkirin ti tişt wê neguhere

 

Kesên ku ji komkujîya pîşesazî ya Ashuliayê sax filitîn, nikarin mizgînîya siberojeke bextewer bidin hevpîşeyên xwe yên li fabrîkeyên derdorê. Ciwanekî saxfilitî yê ku paçekî qirêj li milekî wî pêçayî dudilî dibêje: "felaketên ku wê biqewimin, dibe ku ew ji vê jî xirabtir bin." Saydia Gulrukh bi vê pêşdîtinê re ye: "Tazreenê rewşa karkerên tekstîlê bi qasî misqalekê jî neguherand, ji ber xemsarîya elîtan a beramber çarenûsa wan. Divê meriv li benda karesatên din jî be. Tedbîrên kozmetîk wê bêguman werin girtin da ku BGMEA dilê mişterîyên biyanî xweş bike û ew jî dilê serfkar û mişterîyên xwe xweş bikin. Lê belê heta ku sîstem ji hev de nekeve, fesx nebe û li ser bingehên fîlozofîk ên nû ava nebe, ti tişt wê neguhere." Piştî bi du hefteyan komkujîya Rana Plazayê kir ku ji ya li Tazreenê deh caran bêhtir insan bimirin û rê li ber vê nivîsa ser kêlên goran a wezîrê malîyê yê bengladeşî Abul Maal Abdul Muhith vekir: "Ez bawer nakim ku ev zêde girîng be. Ev bi tenê qezayek e."

 

* Rojnamevan

(1) Pêşnav hatîye guhertin.

 

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê