Li bin sîbera Çînê, dostaniyên Hindistanê

Translator

Tirsa ji hêza Çînê, Vîetnam û Hindistan kirin yek, Hindistan jî vê rewşê sûdê werdigire da ku xizmetên xwe yên eskerî û bazirganî pêşkêş bike.

Aamaar naam tomaar naam – Vietnam Vietnam", "Navê min, navê te –Vîetnam, Vîetnam!". Ev slogana ku dawîya salên 1960ê, nîvê salên 1970yê, bi zimanê bengalî dihate berz kirin, di heman demê de ji bo xwendekarên Kalkutayî banga çalakvanîyê bû da ku sedaqeta xwe bo xelkê Vîetnamê derbibirin û dijîtîya xwe ya li hember emperyalîzma Dewletên Yekgirtî nîşan bidin.

Îro, di çarçoveya heyî de, ku serdestîya mutleq a DYAyê ber bi xwarê ve diçe û hêzên serdest di nav çendîn bereyan de ji nû ve teşkîl dibin û herwiha li ser bingehê hevkarîyê her wekî li ser bingehê reqabetê, torên cihêreng têne bi rêk xistin, Hindistan û Vîetnam her du jî bêyî ku têkevine nav hevpeymanîyeke fermî, bere bere xwe nêzîkî DYAyê dikin.

Di heman demê de, her du dewletên navbirî dixebitin ku pêwendîyên xwe yên dualî baş û bi hêz bikin: Herçend girîngîya wan cuda be jî, van her du hêzan, ku xerîkî geşegirtina aborî ne, gelek berjewendîyên aborî û jeopolîtîk ên hevbeş hene.

Hindistanê bala xwe weke mînak daye ser sektora enerjîyê ya Vîetnamê, ku tê heye karîgereyeke xurt li aborîya wê bike. Gewre şirketên hindî yên enerjîyê, ku hertim li seranserê dinyayê li pey embarên nû ne, çav berdane ser rezervên gaza Vîetnamê yên li Behra Başûrê Çînê. Ji bo Hanoîyê [paytextê Vîetnamê], veberhênanên şirketên hindî di warê teknolojî, rêvebirin û bazarkirinê de çavkanîya bisporîyê ne, ku bi xêra wan, Vîetnam mecbûr nabe bi rengekî qet’î muhtacî welatên rojavayî an jî Çînê bibe. Herwiha, pirs û armanceke mezin a din ji bo Delhîya Nû (ku herwiha Hanoi jî pê re ye di vê yekê de) ew e ku nehêle Pekîn li Asyaya başûr-rojhilatî dest û desthelata xwe deyne ser tevahîya çavkanîyên mezin ên jêr-deryayî.

Modernkirina artêşa deryayî

Berfirehbûna devera ku fîloya çînî lê çalak e –ku di vê çarçoveyê de li bendera Sanyayê (Hainan) baregeheke deryayî ava kir–Vîetnamê mecbûr dike ku hêzên xwe yên leşkerî, bi taybetî hêzên xwe yên deryayî, nûjen bike. Hindistan di vî warî de hevkarîyê pêşniyar dike: Duristkirina keştîyên nû yên dabînkirina çekên êrişên deqîq, wek fuzeyên krûz ên supersonîk [fûzeyeke taybet] Brahmo, ku Çîn bi teknolojîya xwe ya îro nikare li dijî wan berevanîya xwe bike. Beramberî vê, fîloya hindî daxwazê dike ku bikaribe ji bo biserûberkirin û tehmîrkirina keştîyên xwe, bender û dezgehê duristkirin û tehmîrkirina keştîyan ya Vinashinê bi kar bîne.

"Têkilîyên xwedî girîngîyeke pir zêde"

Vîetnamê herwiha qewareyeke mezin a techîzata leşkerî heye ku ji serdema Sovyetan maye û dibe ku bixwaze ragirtin û nûjenkirina wê bispêre Hindistanê, lewre şarezatîya wan a di vê bareyê de ji Vîetnamê re aşkere ye. Herçend îro çekên ku Hanoiyê heyamên dawî kirîne bi taybetî fabrîkasyona Rûsyayê bin jî; wek botên noqar yên ji cûreyê Kilo û tîp dîzel-elektrîk, ku hêj nû hatine daxwaz kirin, an jî firokeyên cengî yên Su-30. Dîsa jî tê heye ku Hindistana hevkar sibe bikare ji bo teqezkirina karîgerî û bikêrîya artêşa Vîetnamê, bi roleke diyarker rabe. Herwiha, hevpeymanîyên wiha digel çendîn welatên herêmê, bi taybetî digel Malezyayê, firotina çekên rûsî li gelek bazarên girîng hêsan kiriye.

Şêwazeke din a alîkirina artêşa vîetnamê bo têketina sedsala 21ê ew e ku hêsankarîyê jê re bikin da ku tora îmkan û şîyanên pir-navendî yên berevanîyê rêk bixe, ku ev yek hingê çêdibe heke Hindistan îmkanên xwe yên endûstrîya înformatîk a pêşketî bixe xizmeta Vîetnamê. Jixwe wezîrê berevanîya Hindistanê Arackaparambil Kurian Antony, meha çirîya pêşîn, di seredaneke xwe de bal kêşa ser vê meseleyê û got: "Hindistan girîngîyeke pir mezin dide pêwendîyên xwe yên digel Vîetnamê. Hazir e di warê teknîka înformasyonê û fêrkarîya îngilîzîyê de alî wê bike, herwiha ..."

Heçî nûkleera sîvîl e, di vê babetê de jî Hindistan xwedana teknolojîyên girîng e ku Vîetnam jê bêpar e. Bo nimûne, reaktorên herî hûrik ên cîhanê, ku ji bo wan welatên tora wan a elektrîkê hêj berteng û bi kêmûkas e, destxweş û munasib in. Heke Vîetnam bixwaze ji çendîn hûrde-reaktorên wiha re meydanekê durist bike, hingê nakeve ber nerihetîyên kêşeya qutbûna elektrîkê li dû arizeyên teknîk an jî karûbarên ragirtin û tehmîrê, ku ev cûre qutbûn gelek zêde ne, gava toreke elektrîkê bi temamî girêdayî bi tenê reaktoreke xwedan-kapasîeteyeke mezin e.

Bi vî rengî, ji endazyarî heta elektrîkê û ji endûstrîya dermanan heta çandinî û karûbarên deryayî, hevkarîya di navbera her du welatan de geşe digire û danûstandinên ticarî beramber zêdetir dibin: Salên 2009-2010ê, ticareta wan digihe 2.36 milyar dolaran; pişka îxracata Hindistanê bo Vîetnamê muqabilî ji sedî 80yê vê ticaretê ye.

Çileya 2011ê, di civînekê de ku li ser pêwendîyên ticarî yên dualî li Kalkutayê pêk hatibû, sefîrê Vîetnamê yê li Hindistanê wiha got : "Ez pê bawer im ku bi saya hewlên karsazên her du alîyan, pêwendîyên ticarî û veberhênan êdî her dê bihêztir bin û dê her bêtir geşe bigirin". Herçend ev gotin di destpêkê de li ser pêwendîyên Vîetnamê digel wîlayeta Bengala Rojava û paytextê wê Kalkutayê bûn, di heman demê de jî sebaret bi rewşa pêwendîyên di rista her du welatan de derbirînek bûn. Diyar e pêwendîyên her du dewletan êdî hem di navbera aktorên taybet de toreke saxlem a danûstandinên aborî ye û hem jî girêdanên stratejîk ên neteweyî ne.

Di gera li hêzeke dijber de

Digel vê hindê, halê hazir ev rêkeftinên Hindistanê digel Vîetnamê, bi tenê bersivek e ji bo doktirîna beramberîyê ya li hemberî Çînê. Pekînê van heyamên dawîyê hêzên xwe yên leşkerî nûjen kirin û binesazî û techîzatên nû kêşa sertanserê sînorê Çîn-Hindistanê, ku vê yekê kozên meydanê girîngtir kirin. Herwiha, cîrana xwe li ser meseleya Keşmîrê nerihet kir, xwe nêzîkî Bîrmanî, Nepal, Bangladeş û Srî Lankayê kir, ku ev hemî ji Hindistanê veqetiyan e, û axirî "hevaltîya xwe ya qahîm" ya bi Pakistanê re hinek din saxlemtir kir. Hindistan bi yekcarî nerihet e ji têketina Çînê bo nav qadên hindek ji van dewletan, ji ber ku peyman û rêkeftinên wan li ser pêşxistina binesazîya benderan û firotina çekan e.

Pakistan berdewam mîsîlên çînî werdigire û xêrê ji teknolojîya nûkleer a Çînê dibîne. Bêguman haya Delhîya Nûyê ji van qewimînan heye. Hindek bisporên hindî, li dû têgihiştineke reqabetê, cextê lê dikin ku divê pêşniyara hilawistî ya dabînkirina mîsîlên balîstîk ên menzîlkurt (150 heta 350 kîlometre) ji cûreyê Prithvi, bigihe netîceya xwe û rêkeftina vê yekê bê encam dan. Hindistan dikare bi rêya îstifadekirina ji jinûve vekirina baregeha hewayî-deryayî ya li kendava Cam Ranhê hizûra xwe ya daîmî li Behra Başûrê Çînê teqez bike. Ev yek vedigere ser şîyana Pekînê ku Delhîya Nû qanih bike ku ew projeyên benderan ên li Gwadara li Pakistanê, li Hambantotaya li Srîlankayê bes hewl û kiryarên ticarî ne. Halê heyî, Hindistan divê qîma xwe bi rola palpiştîya ku Hanoi didiyê, bîne.

Nûjenbûna bilez a artêşa çînî û pêngava aborî ya girîng a vî welatî endîşeyan li ba cîranan peyda dike û dike ku şikê ji doktrîna wê ya "geşegirtina pasîfîk/aştîyane" bikin. Ji Hindistanê heta Vîetnamê di wir re heta Japonyayê, her yek xwe nezîkî DYAyê dike da ku li dijî Pekînê rawestin. Lê belê, welatên asyayî dibînin ku DYA hêzeke dûr û dûryan e û bes bihêzkirina pêwendîyên navbera welatên asyayî dê beramber kêşe û xetera li ber wan, bibe sedema îmkana peydabûna bersivekê. Di nav vê çarçoveyê de, hevpeymanîya hind-vîetnamê dikare li Asyayê ji bo îstikrarê bibe yek ji stûnên dahatûyê.

Çavkanî

Saurav Jha:
Lêkolîner û goşenivîserê hindî, nivîskarê kitêba The Upside Down Book of Nuclear Power, Harper Collins, 2010.

    Wergera ji fransî: Ergîn Opengîn