Li Bîrmanyayê hilbijartina di bin siya lûleyên tifengan de

Translator

Beramber fişar û handanên "civaka navnetewî", cûntaya leşkerî ya Bîrmanyayê hewl dide vegere demokrasiyê. Rezbera 1998’an, derbeyeke leşkerî, ew destûra bingehîn ladabû ku ji 1974’an ve welat pê dihate birêvebirin. Piştî du salan, cûntayê qebûl nekir encamên hilbijartinan, ku hîç ne bi dilê rayedarên leşkerî bûn, binase. Lê belê, ji hingê ve soz daye ku wê welatî demokratîze bike û bi wê mebestê jî "nexşerêyek" (road map) daye ber xwe, ku ew nexşerê ji aliyê fermandar Khin Nyunt ve, şefê servîsên îstixbaratê yên bihêz ku sala 2003’an bû serokwezîr, hatibû duristkirin…

Bêguman li gorî vê pîlanê biryar ew bû ku kongreyeke netewî bê berhevkirin ji bo dariştina destûreke nû, lê belê, pêkhênerên vê kongreyê –delegeyên bi piranî ji aliyê desthilatê ve destnîşankirî- kir ku muxalefeta demokratîk wê boykot bike. Her wê heyamê, Cotmeha 2004’an, fermandar Khin Nyunt ji ber reqabet û azweriyên şexsî yên du reqîbên xwe yên serekî anku fermandar Than Swhe û Maung Aye ve ji hikûmetê hate derkirin. Lijneya Dewletî ji bo Aramî û Geşedanê (State Peace and Development Council, SPDC), organa biryarder a sîstema dîktatorî, bi vî awayî xwe ji mirovekî wisa xelas kir ku bi rêya şaxvedana gelek torên di hemû alî û warên rêveberiyê de bi rastî bûbû dewleteke rasteqîne di nav dewletê de; û herwekî hemû selefên wî, ew jî bi gendelî, bi belavekirina bertîlxwariyê û bi rêkxisitna çeteyan dihate tawanbarkirin.
Lê belê, ne vesazkirinên li dû hev ên SPDC’yê –ji ber paqijkariyên ku hizbên dijber li dijî hev bi rêk dixistin- ne jî derkirina Khin Nyunt û bêdesthilatkirina servîsên wî yên îstixbaratî "nexşerê" binax nekir. Herwiha, ne jî tesîreke veguhastina paytextê îdarî ji Rangounê bo Naypyidawê, li navenda welatî, di mijdara 2005’an de, çêbû li ser vê meseleyê. Destûra nû, axirî di gulana 2008’an de, bi referandûma ku bi tenê li jêr serperiştiya SPDC’yê de bi rê ve çû hate pesendkirin.

Çend roj berî referandûmê, sîklona Nergisê başûrê Bîrmanyayê dêris kiribû, bi taybetî deltaya Irrawaddy’ê, depoya birinc ya vî welatiye, xistibû bin tesîra xwe; lê belê, tevî ziyaneke bêhed mezin ku digel netîceyên mirovî –zêdetir ji heştê hezar mirî û pênceh hezar winda- du beramber giran bûbû, Than Shwe biryar girt ku, bi tenê ji bilî li çend herêmên wêran, referandûm di berwara diyarkirî de bê birêvebirin. Dixwast bi vî awayî nîşan bide bê ka heta çi dereceyê rexne û şermezarkirinên nûnerên civaka nevnetewî piştguh dikirin –jixwe tehqîra wî ya beramber xelkê eyan bû-, û herwiha dil dikir biryardariya xwe nîşan bide û biçespîne ku tu tişt nikare rê li ber prosesa demokrasiya "çarçovekirî", ku wê meşrûiyet bidaya desthilata heyî, bigire.

Çaverê ye ku hilbijartinên 2010’an, wê heyama "têperrînê" bi dawî bikin ku piştî hilbijartinên sala 1990’an dest pê kiribû û Bereya Netewî ya Demokrasiyê (BND) û hevpeymanên wê bi rêjeyeke bilind serkeftibûn. Di hengava van du dehsalan de, stî Aung San Suu Kyi, Sekretera Giştî ya BND’yê ku bûye kesayeteke sembol ji bo beşeke mezin a gelê welatî, çardeh salan di bin çavdêriya hêzên dewletê de jiya. Nîsana 2009’an, emerîkiyek bi awayekî seyr çû di mala wê de; cûntayê ev yek bi hincet zanî û çavdêriya li ser stî Suu Kyi’yê bo hejdeh mehan dirêj kir.

Stî Suu Kyi’yê bizava xwe teşwîq kir ku wê prosesa hilbijartinan a layengir red bikin û doza sererastkirina destûrê kir. Li ser vê yekê, serê pêşî muxalefet bi yekdengî kete nava hewl û bizavê. Bi tenê çend kesan ji nav Committee Representing the People’s Parliament (CRPP)(1) –bi taybetî Sekreterê Giştî Aye Thar Aung- û çendekan ji BND’yê, bêyî ku li ser navê rêxistinekê bang bikin, doza beşdarîkirina di hilbijartinan de kir.

Digel vê hindê, herçend şika kesî li wê hindê nebe ku netîceyên hilbijartinan, herwekî referandûma borî, wê di berjewendiya rejîma totalîter de bin, bîra beşdarîkirina di hilbijartinan de cihê xwe peyt dike di nav refên muxalefetê de, bi taybetî ji nav layengirên BND’yê û ji Konseya Mînorîteyên Etnîk (Ethnic Nationalities Council - ENC), ku mînorîteyên ji her meylekê di nav refên xwe de dihewîne. Lê belê, nebûna zanyarî û pêşbîniyan sebaret bi prosedûra hilbijartinan nahêle ku di wê bîra xwe de bi rihetî biryara xwe bigirin. Çend meh mane bo berwara hatî diyarkirin, lê belê cûntayê hêj jî tu şert û rêzikên prosesa hilbijartinê, ne derheqê navnûsiya [tomar kirin-serlêdan] partî û berendamên wan de û ne jî derheqê birêveçûn û serperiştiya dengdanê de, eşkere nekirine.

Herçi deqa destûra nû ye, bi taybetî pir kêm hate belavkirin: Bi tenê çend numûne hatine derxistin û ji meha reşemeya 2009’an ve li piyaseya Rangounê têne firotin. Lê belê, bi bendên wê destûrê qedexekirî ye ku her çi kesê ku digel derveyî welat peywendiyan digire bibe berendam di hilbijartinan de; herwiha, dîsa di bendên destûrê de diyar dibe ku serdestiya artêşê teqezkirî ye û serfermandarê artêşê xwediyê hêz û desthilata fesxkirin û belavkirina parlamentoyê ye beramber her çi rûdaneke ku tê heye bibe gef û xeter ji bo asayîş û yekpareyiya welatî. Bi wê benda navborî pêwîst e ku rol û pileyên serokdewletî û serfermandariyê ji hev bêne cudakirin; bêguman, Than Shwe bi xwe zêde ne razî ye bi vê gorankariya muhtemel, lewre halêhazir ew herdu wezîfeyên serekî di destê wî de ne û statuko bêtir bi kêrî berjewendiyên wî yên şexsî tê.

Lê gelek fermandarên din ên ku xêrê ji qedîmîbûna xwe dibînin û sûdê ji çerxa sîstemê digirin, gir û dijminatiya xwe ya beramber SPDC’yê venaşêrin ji ber wî mercê jixwekirina ûnîformaya leşkeriyê ji bo qebûlbûna nav qada siyasetê, ku di destûra nû de hatiye. Lewre gava ku li parlemanê, an jî ji wê xerabtir li saziyeke sade ya herêmî rûdinine ser kursiya xwe ya wezîfeyê, hingî hêz û îmtiyazên ku îro fermandeyên wan didine bin hukmê wan wê ji destên wan derkevin. Herwiha, dizanin ku ew hemû nikarin kursiyekê di Konseya Netewî ya Ewleyî û Bergîriyê (KNEB) de, ku wê şûna SPDC’yê bigire, "rizgar" bikin: ev yek ne tenê wê bibe sebebê windakirina qudret û leza wan belku wê gelek bi kêrî leşkerên pile-nizm ên di artêşê de were.

Bi mebesta berbendkirina bilindbûna nerihetiyeke wisa, Than Shwe daxwaz ji çend layengirên xwe yên dilsoz kir ku post û pileyên xwe bi cih bihêlin da ku ji yên din re bibe numûne. Bi vî rengî, heşt wezîr, ji wan wezîrê rêl û jîngehê, fermandar Thein Aung, Wezîrê Endûstriyê, Fermandar Aung Thaung -ku bi awayekî pir çalak beşdarî kir di tepeserkirina keşeyên bûdîst de di rezbera 2007’an de- mecbûr man îstifa bikin. Heman tişt hate serê Fermandar Aung Thein Linnê Şaredarê Rangounê jî, ku li bajarê xwe murîdên bûdîst yên herî hişk û dilsoz serkut kirin û ber li xwepêşandan û çalakiyên wan girt.

Parlemana dahatû, -ku wê bi du meclis be- wê şeşsed û şêst û çar nûneran bihewîne, ku çaryekê wan leşkerên tayînkirî ne. Lê belê KNEB’ya ku wê li ser meseleyên bingehîn ên welatî baladest be, wê bi tenê ji yazdeh endaman pêk bê: serokdewlet û du wekîlên wî, serfermandarê artêşan û duyem fermandarê artêşan, herwiha hejmareke wezîrên (piranî kevne-fermandar) berpirs ji karûbarên navxweyî, karûbarên derekî, bergîrî, darayî, herêmên tixûb û rêl û jîngehê. Û gava herdu meclis serokkomarî destnîşan dikin û hildibijêrin, teqez ew wê serfermandarê artêşan be; êdî çi hêj li ser wezîfeya xwe be –di halekî wisa de divê ji wî postê xwe îstifa bike- çi berê serfermandarî kiribe. Xaleke dawî jî ew e ku yek ji wan du wekîlên serokkomarî, ku ji aliyê herdu meclisan têne tayînkirin, divê ji mînorîteyeke etnîk bê hilbijartin.

Bi wê merca dawî, dîktatorê bîrmanî girîngiya van mînorîteyan dipejirîne; lê belê, her mîna berê, dîsa li dû wê yekê ye ku rê û dirban peyda bike ji bo berbendkirina seng û karîgeriya wan di qada siyasetê de. Ev helwêsta wî di hengava gelek danişînên Konseya Netewî de baş eşkere bû, lewre hemû daxwaz û dawekariyên ku ji aliyê nûnerên wan mînorîteyan ve hatibûne dariştin û pêşniyarkirin, bi awayekî sîstematîk hatibûne redkirin.

Digel vê hindê jî, cûntayê pêdivî bi sazûmanên siyasî heye da ku wê di hilbijartinan de temsîl bikin û bi vî rengî baweriya raya navnetewî bi dest bixe. Serê salên 1990’an, Than Shwe bi wê amancê rêxistineke cemawerî ava kir bi navê Union Solidarity and Development Association (USDA). Îro, ev kevne-serokê xizmetên psîkolojîk têgihiştiye û dilniya ye ku ji bo dabînkirina meşrûiyeteke demokratîk bo sîstema heyî, tu tişt bi qasî wan partiyên nûnerên mînorîteyên etnîk kêrhatî nîne, ku bo demeke dirêj şer û dijayetiyeke serhişkane bi rê ve birin li dijî hêza navendî.

Destûra nû bi tenê statûya Herêma Xwedanê Rêveberiya Xweser (Self-Administrated Division, SAD) dide "herêmên taybet", hejmar 1, 2 û 4 –deverên mînorîteyên etnîk ên hevtixûbên Çînê-, lewma rewş gelek aloz bûye li sertaserê tixûbê "navxweyî" ku du ji wan herêman, herêm numare 2 û 4, ji Bîrmanya ya mayî cuda dike.

Sala 1989’an, piştî herifîna Partiya Komûnîst a Bîrmanyayê (PKB) ku Çînê piştgirî didayê û yekîneyên wê hemû ji çiyayiyên ji cemawerên mînorîteyan pêk dihatin, bi pêşengiya Fermandar Khin Nyunt hindek danûstandinên teqezkirina agirbestê hatine kirin. Van grûban, bi amanca vegera bo nav cemawera netewî û jiyana giştî ya li welatî pêşniyar kir ku çekên xwe ragirin û herêmên xwe yên jeografîk, "herêmên taybet" ên binavbang, bi awayekî azad bi rê ve bibin heta ku proseseke nihayî ya lihevhatinê digihe netîceyên teqez û qebûl kirin ku gava ew roj hat ew beramber aştî û aramiyê çekên xwe daynin û sazûmanên xwe yên siyasî ava bikin.

Lê belê, ev çend salên dawî ne artêşa Bîrmanyayê –bi tesîr û dehfdana Fermandar Maung Aye, ku her ji serî ve û di binî re li dijî siyaseta agirbestê bû- berdewam zext li van grûban kirine da ku çekên xwe daynin bêyî ku beramberî çekberdana wan mafên zêdetir ji wan re bêne misogerkirin.

Ji Kanûna 2008’an ve, rûdan û aloziyên li herêmê çend beramber zêdetir bûne, ji ber ku artêşa bîrmanî her zêdetir hewl dide ku bi amanca îzolekirina wan grûban têkeve nav goşe û deverên di navbera van herêmên jeografîk de. Bersiva Wa’yên herêma 2 di cih de hat: ji rexekî re hêzên piştgiriyê yên United Wa State Army’yê hinartine herêma 4 ji bo alîkirina grûbên Akha, Lahu û Shanên Sai Lin’ê, ku hevalbendên wan ên serekî ne; amanc ji vê yekê hem ragirtina têkiliyeke erdî/deverî bû û hem jî teqezkirina parastina bajarê Mong La, çariyana stratejîk a vê herêmê, bû; di rexê din re, qedexe kirin ku di dan û demên diyarkirî de di ser ew çend pirên çeman re hatûçû bê kirin. Ji rexê xwe ve, artêşa bîrmanî qederê çar-pênc hezar leşker bi cih kirin li qeraxên rûbarê Salweenê û bircên pir qewî û mezin ava kirin raserî pira Tai Pingê, li ser rêya Mong Layê. Axirî yekîneyên Sai Linê wekî tedbîrên parastinê kend û kûrik kolan û binkeyên kontrolê bihêz kirin.

Serê sala 2009’an, dubendiya di navbera wan herdu hêzan de aloztir lêhat. USWA’yê li Taweungiengê, li devera Monghsuyê, avakirina pireke li ser rûbarê Salweenê, ku wê rêya têketina nav erd û herêma Wa’yê pir hêsantir bikira, da rawestandin; herwiha, gava Ye Myintê Serokê Îstixbarata Leşkerî ya Bîrmanyayê li Panghsangê, taxeke giştî ya Wa’yan, seredaneke resmî dikir, hêzên USWA’yê çekên eskorta wî jê standin û bi vî rengî kend û brîneke kûr vedan di laşê hêza rêveberiya navendî de.

Artêşa bîrmanî bi berdewamî numayîşa hêza xwe kir, bi taybetî li welatê Shanê, ku li wê derê Fermandar Kyaw Phyoyê berpirsê fermandeya li Kengtungê binecihbûyî, car bo carê ber û lûleyên tank û topên xwe yên li Çînê çêkirî bilind dikirin. Meha nîsanê, SPDC’yê eşkere kir ku bi destûra nû re hemû hêzên leşkerî wê êdî di bin desthilata artêşa bîrmanî de bêne yekxistin. Lê belê, fermandar Ye Mint meha hezîranê pêşniyar li kevne-grûbên komûnîst kir ku xwe biguherînin û bi şêweyê tabûrên parastina serhedan di bin fermandeya berpirsên bîrmanî de xwe bi rêk bixin. Grûbên navborî, pêşniyara hikûmetê bi cemawerî red kir; li ser vê hindê, cûntayê nema karî qebûl bike ku avrûyên wê bêne hetikandin û rûmet lê bê şkandin, lewma her bi hêsanî hinek hincet dane pêş û çîniyên Kokangê li herêma 1 tawanbar kirin û êrîş birine ser wan.

Artêşa bîrmanî li wê derê her ji berê ve amade bû ji ber birreke şer û dubendiyên navxweyî ku hejdeh meh in hejmareke serokeşîran, ku milîsên wan hevkat hêzên leşkerî yên bi navê Myanmar National Democratic Alliance Army’yê (MNDAA) pêk tînin, berhingarî hev dike û rewşa li herêmê aloz dike. Hevpeymaniya milîsên Kokangê, berev dawiya meha tebaxê bi vî rengî hate bêtesîrkirin û belavkirin; û herêmê şahidî li dubarebûna rûdanên sala 1993’yan kir, lewre heman aqûbet bû: Derkirina Rêveber Pheung Kia Shin piştî serkeftina artêşa bîrmanî. Li ser vê "rûdana" biçûk, Çînê xwe qet tev neda.

Hemû vedigere ser berxwedan û rika ku fermandarên bîrmanî wê bidin ber xwe di têkoşîna li dijî grûbên çekdar de, herwiha şert û mercên ku wê çarçova hemleyên dahatû daynin jî dîsa gelek girîng in di diyarkirina rewşa herêmê de. Shan State Army South (SSA-S) ya Serheng Yord Serk, ku binke û kampên wê xwe li tixûbên Taylandê, başûrê eyaleta Shanê, didin, her zêdetir leşkeran digire û perwerdeya kadirên xwe berfirehtir dike. Berxwedana Shana ku her digel muxalefeta demokratîk hilbijartinên dahatû boykot dike, mezintirîn hêza çekdar e ku hêj jî têdikoşe li dijî cûntayê, û karîgerî û hukmê wê li welatê Shanê ewqas fireh bûye ku êdî digihe ji sêyan du beşên herêmê, lewre bi berdewamî çalakiyên xwe yên teblîxê bi rê ve dibe li wê derê.

Lê belê, tevî alozî û dubendiyên şedîd, hêj baş ne diyar e bê ka rewşa navçeyê wê vegere ser milmilaneyeke giştî: ne tenê ji ber ku menfaeta hîç yek ji layenên heyî di wê yekê de nîne ku hemû hêzên xwe rakêşine meydanê da şerê heta dawiyê bikin, belku bi taybetî ji ber ku "bira-gewre" Çîn tu caran nahêle ku li ber deriyê wê şerek biqewime û menfaetên wê yên aborî û stratejîk têk bide. Divê herwiha neyê jibîrkirin ku Çîn xwedanê karîgeriyeke gelek mezin e li ser wê beşa cîhanê. Çîn, bi dengekî berz û bi eşkereyî radigihîne ku bi tu awayî desttêwerdanê di karên navxweyî yên Bîrmanyayê de nake; û herçend bi rengekî nerasterast piştgiriya wan mînorîteyên etnîk ên cîranên xwe bike jî, di meydana navnetewî de Çîn, ji bo meseleyên leşkerî, dîplomatîk û aborî, hevalbendê serekî yê rejîma dîktator ya Bîrmanyayê ye.

Çîn bi vî rengî yariyeke du-rexî dike di navbera desthilata Naypiydaw û mînorîteyên wê de; girr û nerihetiyên di navbera layenan de, li gorî pêdivî û berjewendiyên xwe yên wê gavê, car gurr car aşt dike. Durist berî Yariyên Olîmpîk ên Pekînê yên 2008’an, Çînê bi hemû layenan dabû zanîn ku bi tu awayî rê nade rûdanên tundrew li dorûberên sînorên xwe.

Bîrmanyaya ku bi xwe jî xwedanê samaneke girîng e –kan û rezervên wê yên xazê di binê behran de-, bûye dergehê serekî ji bo îxracata ku ji Yunnana Çînê tê kirin. Herwiha, Bîrmanya dirbek e ji bo gihiştin û kelkwergirtina ji deryayên germ –bêyî ku xwe li zehmetiyên li avtenga Malaccayê bidin-, dergehek e ser bi Rojhilata Navîn û petrola wê, û ser bi Efrîqayê… Helbet çav û dêna Hindistanê jî li ser samanên xwezayî ye û herwiha bazara potansiyel ku Bîrmanya ji bo bazirganên Hindistanê dinimîne hoyeke din a çavçiliya Hindistanê ye. Lê belê, fermandarên li îktidarê jî bi rexê xwe ve gelek çak dizanin bê ka çawa dikarin nirx û sengê xwe ragirin di vê reqabeta di navbera hêzên wekî Çîn, Hindistan… û Rûsyayê de.

Pekîn jixwe gelek beşdariyê dike di veberhênanê de, di duristkirina binesaziyê û bernameyên geşepêdana çandiniyê de li Bîrmanyayê. Herwiha ji bo têkoşîna li dijî bazara tiryakê ku li serê wan bûye bela, rayedarên Çînî ev sê sal in hewl didin ku bernameyeke çandiniya alternatîf bi cih bikin li şûna çêkirina tiryakê. Bi mebesta qanihkirina xelkê herêmê da ku dest ji çandina xaşxaşka afyonê bikêşin, rayedaran îstifade ji betilîna rêlan [deforestation] a li herêmên 2 û 4 kirin û çandina darên kaûçukê handa. Ev bernameya hanê bi rêvebirina wan şirketên hikûmetî tê bicihkirin ku pavana xwe li ser sektorê danîne û beramber vê yekê hemû lateksa tê hilberîn ji cotkaran dikirin. Şêniyên hemû gundan dest avêtine vî karî û çandiniya daran dikin li ser zemînê bi hezaran hektaran, li ser çiyayan ku qasî bînahiya çavan hukmî lê dike şitlên kaûçukan lê diyar in.

Lê belê, herçend rast be ku karkerên xwecih gelek zêde û mişe ne, bi sedan hetta bi hezaran karkerên çînî jî, ku şirketên Hong Yu û Nong Chan tînin, dest û mil didin vî karî. Rê û rêbazên çandiniya kevn li vir kevn bûne, lewre rêbazên avdana otomatîk û pêşketî hatine bikarxistin da ku mezinbûna daran û berhemdariya wan teqez bikin: boriyên li ser hezaran kîlometreyan ku bi pompeyên ceyranê têne bikarxistin, avê ji rûbarên li nîveka newalê re hildikêşin. Lê belê, gelek gundî jî hene ku pir nerihet in ku bi çavê xwe şahidiyê li firotina erdan bo şirketên çînî dikin (bo numûne li herêma 4, nîvê erdên çandiniya darên kaûçukê yê rêveberê herêmê Sai Lin û yê din di bin hukmê şirketa Hong Yu de ye) û ku dibînin ku ew bi xwe bi tenê bûne rêncberên sade li ser zevî û zemînên berdar ên welatê xwe. Bi heman rengî, ev bernameya çandiniyê rêyê xweş dike ji bo pêla koçberiya çîniyan ku her zêdetir dibin li eyaleta Shanê û eyaleta Karen jî tê de li Bîrmanyaya mayî.

Çîn her bi vê hindê qayîl nabe. Lehiya berhem û malzemeyên xwe yên firotinê radike li bazara bîrmanî û bêşermane madeya xam a vî welatî talan dike. Îxracata dara tîkê [dareke pir biqîmet ku li wê herêmê pir e], ku qedexekirî bû, di 2008’an de ji eyaleta Kachinê re dîsa dest pê kir; herwiha, karbona ku ev çend salên dawî ne li eyaleta Shanê ji kanên komirê tê derxistin, piranî dibe para Çînê. Bi heman rengî, Çîn, bi taybetî li eyaletên Kachin, Shan û Karenê, razemeniyê di avakirina bendavên hîdroelektrîkê de jî dike; qet dudiliyê jî nake ku cihê Taylandê bigire gava ku Tayland (beramber kêmasî û astengên darayî yên ji ber qeyrana aborî ya cîhanî) xwe ji hindek projeyan, wekî projeya avakirina bendava Ta Sangê li ser çemê Salweenê, vedikêşe.

Bi mebest û vîzyona teqezkirina rezervên mezin ên enerjiyê ji xwe re, Pekînê di 2005’an de hemû rê dane ber xwe da ku xaza bîrmanî ji nav lepên Hindiyan derxe û niha pîlan kêşaye ku hêleke lûleyên veguhastina xazê û yeke neftê ava bike ku gava ew hêl di 2012’an de tewaw dibin, wê wan xaz û petrolan ji termînalên ji avên kûr ên lengergeha Kyaupyuyê, li ser dûrgeya Rameeyê li rasta Arakanê, veguhêze heta Kunmingê, li Yunnanê.

Pragmatîzm û vîzyona wê ya dûredemî dike ku Çîn tu rewt û pêkhateyeke siyasî li Bîrmanyayê piştguh neke da ku bikare xwe li her çi guherîneke di rejîmê de biguncîne. Lewma gelek caran, li şûna ku bi tenê şandeyên wan qebûl bike, ew bi xwe qasidên xwe dişîne seredana nûnerên meylên cihê yên muxalefeta demokrat û mînorîteyên etnîk. Dîsa, herçend pêwendiyeke taybet û cuda rabigire jî digel grûbên serekî yên ku agirbest îmze kirin, Çînê van heyamên dawî elaqeya xwe ya sebaret bi berxwedana çekdar a Shanê nîşan da (2).

Çîn wê ji niha û pê de qedrê mînorîteyên etnîk bigire û digel wan danûstandinan bike, lê belê ne ji ber rejîma dîktator ya Bîrmanyayê lê ji ber hindek sebebên din. Di rexekî re jî nakokiya Bîrmanyayê pir eşkere ye: Tevî ku hikûmeta navendî hêj jî naxwaze behsa serxwebûn an jî hema berfirehkirina otonomiya mînorîteyan bibihîze, wê tu carî evqas pêdivî bi van mînorîteyan nebûbû ji bo meşrûkirina ragirtina desthilatê.

Bi ya berpirsekî muxalefeta demokratîk ku zanyariyên xwe ji çavkaniyeke nêzîkî desthilatê wergirtibûn, endamên ekîba ku wê di hilbijartinên 2010’an de bi ser keve, her ji niha ve diyarkirî ne: fermandar Than Shwe wê bibe serokdewlet, û du layengirên wî yên serekî, Kevne-wezîrê Endûstriyê Aung Thaung û rêveberê herî karîzmatîk ê mînorîteya Pa-o’yê Aung Kham Hti(3) jî wê bibin wekîlên serokê dewletê. Her çi rayedarê rêza duyê yê niha Fermandar Maung Aye ye, para wî serfermandarî ye û Fermandar Thura Shwe Mannê layengirê dilsoz ê Than Shwe, ku gelek caran wekî xelefê wî behs lê tê kirin, wê wekîliya wî bike. Heke ev senaryo bê bicihkirin û ev proses bi vî rengî bi dawî bibe, cûnta hem wê îstiqrara artêşê biparêze û hem jî wê cih û pozîsyona xwe ya serokatiya dewletê peyt û saxlemtir bike.

Bi kirtî Bîrmanya
Zemîn: 676.578 kîlomêtre kare.
Paytext: Naypyidaw.
Nufûs: 48.137.741
Nufûsa aktîf [yên ku kar dikin]: 27.916.632
Nufûsa ku li jêr darezînga xizaniyê dijî: 32,7 % (30,7 % li Laosê, 25 % li Hindistanê, 10,1 % li Taylandê)
Hasilaya Nesade ya Navxweyî (HNN): 55,1 milyar dolar (37,4 milyar euro) di 2008’an de.
Rêjeya mezinbûna aborî: 1,1 % di 2008’an de.
Pişka sektorên karî di HNN’yê de: çandinî (40,9 %); xizmet (39,2 %); endûstrî (19,8 %)
Bazarên serekî: Tayland (52,6 %), Hindistan (12 %), Çîn (9,2 %), Japonya (4,4 %)
Çavkanî: bes heke çavkaniyeke din nehatibe diyarkirin
The World Factbook,
Central Intelligence Agency (CIA).

Çavkanî
  1. Ev meclis, wan hemû nûnerên hilbijartî di bin banê xwe de dicivîne ku piştî ku cûntayê encamên hilbijartinên 1990’an qebûl nekiribûn dabûne ser rêya sirgûnê.
  2. Dawiya 2005’an, Çînê, bi rêya rayedarên Kunminganê, ku fişar birine ser Pangshsana herêma giştî ya Wa’yan, mudaxile li başûrê eyaleta Shanê kir da ku brakujiya di nava cemawera Wa’yan de bide rawestandin.
  3. Ev keşeyê bûdîst ê ji miqamê xwe yê dînî dûrxistî û kevne serokê serhildêrên Pao National Organization (PNO), di salên 1990’an de pişta rejîma dîktator girt.