Li Burûndiyê, Yekîtiya Ewropayê bi gumana li ser hilbijartinan re rû bi rû ye

Burûndî
Translator

Peywira me bi tenê teknîkî ye. Ew siyasî nabe. Em tenê, li gorî pîvanên navneteweyî, çavdêrî duristiya meşandina dengdanê dikin... " Di dawiya nîsana 2010’ê de, li Bujumburayê (1), Tommaso Caprioglio, hevserokê Peywirdariya Çavdêriya Hilbijartinî ya Yekîtiya Ewropayê (PÇH YE) li Burûndiyê, gumanên desttêwerdana siyasî ya di hilbijartinên bê de red dike. Hilbijartin ji xwe li pey hev rêz dibin: hilbijartinên şaredaran di gulanê de, yên serokkomar di hezîranê de, yên nûnêrên gel di tîrmehê de û yên serokên girikan di îlonê de.

Lê, di roja 28’ê gulanê de, bi tenê çar roj bi pey hilbijartina pêşî re, PÇH YE di lîstika siyasî dikeve û dilê îxtîdarê xweş dike. Digel ku muxalefet bi yekdengî neduristiyên pirrhejmar şermezar bike û encamên dengdanê nepejirîne, erêkirina ewropayî tê wateya qebûlkirina kiryarên hukumdarên burundî. Ku PÇH YE pêvajoyê erê bike, çi pêbawerî li cem binkeftiyên vê lîstika xapînok dimîne?

Di welatekî weha de ku hê jî birrînên şerrê xwînrêj ê navbera 1993 û 2005’ê hel nekiriye, rêzkirina tarîxên hilbijartinan cîhê meraqdariyê bû. Lê belê hêjayî gotinê ye ku ji destpêka salê ve, nîqaş ji meseleyên nijadî dûr ket û li ser protestokirina hikumetê, ji ber têkçûna siyaseta wî ya aborî û nemase ji ber meylên wî yên otorîter, sekinî. Di buhara 2010’ê de, tevahiya welêt xwe diavêje reqabeta demoqratîk: mîtîngên girseyî, pêşkêşkirina programan, nîşan û stranên kombûnê, meşên rengîn... Heta Eniya neteweyî ya rizgariyê - Palipehutu, partiya mezin a hutuparêz ku herî dawî çekên xwe daynî, beşdarî hilbijartinan dibe ku ev jî pêşana têketina serdemeke nû ye. Di atmosfereke qarabalix de, girseyên çalakvanan di kolanên Bujumburayê de bê şîddet rastî hev tên, û, paşê taloqkirineke dawîn a 3 rojan, bi dû re hilbijartina şaredariyan di 24’ê gulanê de pêk tê.

Bes, di çend seetan de, gavê hilbijartinî yê mezin bi astengên siyasî re rû bi rû dimîne. Lewre jî ku tevî coşeke xelkê ya nedîtî, karên nedurist li ser hev kom dibin: li gorî muxalefetê, hejmara dengdêrên rastî ji ya dengdêrên qeydbûyî pirrtir e. PÇH YE’yê ku di destpêka salê de li Bujumburayê bi cîh bû û ji 83 endamên biyanî pêk tê, ji bo 6 900 dezgehên dengdanê, 15 komên ji du heb çavdêran pêkhatî peywirdar kir. Lê belê hin çavdêr ku di welatên endamên YE’yê de zû bi zû hatin wezîfedarkirin, welêt baş nanasin, û wekî din, çûnûhatinên di herêmên çolê de zehmet in; ev jî dibe sedema bisînorbûna erka PÇH YE’yê. Bi awayekî sosret, peywirdar zû dibînin ku hilbijartin bi rengekî bela wela li dar dikevin û ku neduristiyên hukukî yên xirab hene, bes ew "bi giştî" ji derbasbûna dengdana şaredariyê razî ye. Partiya desthilatdar, Dezgeha Neteweyî ya ji bo parastina demoqrasiyê - Hêzên parastina demoqrasiyê (CNDD-FDD), bi wergirtina rêjeya % 70 dengan, zora partiyên mezin ên dîrokî têk dibe. Ev partiya hanê jî, bi dû girtina dezgehên dengdanê de, kom dibin û bi hev re, Hevpeymaniya demokratîk a ji bo guherînê (ADC) ava dikin. Du armancên wan hene: îstîfadekirina Komîsyona hilbijartinî ya serbixwe û ji nû ve lidarxistina dengdanê. Lê belê hevpeymanî bi tenê ye û ji şiyanên lêkolînê bêpar e, lewre jî nikare neduristiyên mezin îspat bike. Herçî hikumet, ew bi tenê axaftina dêhndar ya balyozxaneyên navneteweyî û erêkirina PÇH YE’yê dubare dike. ADC jî biryara boykotkirina dengdanên bê dide.

Sala hilbijartinên mezin a Burûndiyê weha dibe parodiyeke demoqrasiyê: di hilbijartina hezîranê de, serokkomarê Pierre Nkurunziza berbijêrê tenê ye û dîsa tê hilbijartin; di tîrmehê de, hilbijartina meclîseke ku kêm zêde, xwerû ji endamên partiyê wî pêk tê, serkeftina wî piştrast dike.

Bi saya nebaldariya medyayên navneteweyî, di meha gelawêjê de, hikumet pêvajoyeke biserdegirtina malan û hepskirinên siyasî dide destpêkirin. Di vê demê de, kesayetiyên bi nav û deng terkî welêt dikin û Agathon Rwasa, berpirsê FNL-Palipethuyê, li karên vêşartî vedigere û îhtîmaliya ji nû ve destpêkirina pevçûnan dide fêmkirin. Di îlonê de jî, pevçûn li ber sînora Komara Demoqratîk a Kongoyê (KDK) derdikevin. Ji wê demê û pê ve, her hefteyek mêrkûjî, êrîş û talanên nû bi xwe re tîne; artêş jî vê hincetê bi kar tîne, tundtir dibe û xelkê bi vebizavan ditirsîne. Tukes nikare encamên xirabbûneke rewşa Burûndiyê ji bo binherêma wê ku ji xwe ne sakin e, pêş de bibîne, lê weha xuya ye ku ev jî ne xema PÇH YE’yê ye. Wê ji xwe dev ji çavdêriya rasteqîn a sindoqan berda û qerar daku hewayê siyasî bi giştî binirxîne. Heta 28’ê gulanê, wê atmosfer jî "baş" dinirxand. Bi pey re, bê ku ji ber vekişandina hemû dijberên partiya desthilatdar meraq bike, wê çavdêriya xwe dewam kir li ser reqabeteke... digel berbijêrekî tenê, û paşê, li ser dengdaneke meclîsî ya ku bê muxalefetê pêk hat! Piştî her dengdanekê, Renate Weber’ê, nûnêra gel a ewropayî û seroka peywirê, di daxuyaniyeke çapemeniyê a fermî de beşdar ji bo "derbasbûyîna baş a xebatan" pîroz dikirin... Rapora dawîn a PÇH YE’ê ku di 12’ê çiriya pêşîna 2010’ê de, li Brukselê pêşkêş bû, bi rengekî surealîst e: di dosyaya qalind de, nivîsîner xembariya xwe ji ber "pêkaniya qulibandina ber bi partiyeke tenê ve" û "paşveketina pirraliyê" îfade dikin, bê ku li rola peywirê ku partiya îxtîdarê weha piştrast kir, bipirse.

Yekîtiya Ewropayê qerar dide ku binpêkirinên zagona hilbijartinan pişt guh bixe, ji ber sedema nakok a ku divê demoqratîkbûn pêş de biçe... bedel çi dibe jî bila bibe. Lê belê, di paşxana burundî de, desthilateke aram û berdewam bi tenê dikare ji hilbijartinên bê kêmanî derkeve, an jî dê lihevhatina ne ewle ya ku aştî li welêt vegerand bişkê. Di van demên dawî de, nû destpêkirina pevçûnan bi awayekî trajîk nîşan dide ka boçûna ewropayî çiqas vala ye û encamê siyaseteke kurtbîn e.

Çavkanî
  1. Paytexta Burûndiyê ye. (Têbiniya wergêr)

Wergera ji fransî: Simko Destan