Li çîyayên Kurdistanê

Dema ku Rojhilatê Navîn tê guhertin…
Leşkerê tirk gefan dixwe ku bi hêzeka mezin êrişê bibe ser şervanên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK), li Kurdistana Iraqê. Ew gef li hemberî wê herêma ku rewşa wê ji xwe aloz e, jêdereka din ya nearamîyê ye. Lê gelo PKKyî kî ne, çi kes in? Ew jin û mêrên dibêjin ku ew ji mirinê re amade ne, ji bo ku xewna vejandina Kurdan bibe rastî kî ne?

Çardaxek bi kincê bi rengê xakî ve hatîye veşartin. Bêxem, Keleşnîkofên xwe pê ve hilawîstine. Maseyek di nav kepirê de hatîye danîn. Çay, sebze, goşt û meywe... Ew zîyafeta xêrhatinê ye ji me re piştî rêwîtîya me ya bi deh saetan ji Hewlêrê, paytexta herêma li bakurê Iraqê ku ji alîyê hikûmeta kurd ve tê birêvebirin. 

Di nav kelekela havînê de, rojek bi temamî bi rê ve. Rêyên ku dawî lê nayê û tevlihev heta ku meriv digihije vê herêma beyar û çîyayî li alîyê hevraz yê Iraqê li ser sînorê Tirkîye û Îranê. Demeka kurt piştî ku meriv ji Rewandizê dûr dikeve, niqteyên parastinê yên serbazên kurdên iraqî li ser rêyê xelas dibin. Gava ku meriv digihîje vê devera li ser sînorê Tirkîyeyê, bi dirêjîya 350 kîlometreyan, reng û awayê cilûbergên leşkerî yên serbazan diguherin: hevsar digihîje destê hêzên leşkerî yên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK).

 

Ev baregeha stratejîk ya gerîlayên doza kurdî (pêşmerge) duh nehatîye damezrandin. Di sala 1984an de, dema ku cudahîxwazên PKKyê li dijî dewleta tirk dest bi şerê çekdarî kir, wan mîlîtanên xwe ji bo fêrkirin û perwerdeyê şandin vê derê. Wan kampên xwe li çîyayan danîn û rêberên partîyê, ku gelek ji wan çûbûn û bi Filistînîyan re li başûrê Libnanê, li tenişta kadirên Yaser Erefat, hatibûn hînûfêrkirin, hatin û ev kampên li pişt çeperên şerî rêkûpêk kirin. Wê demê gerîla para bêtir li alîyê din yê tixûbî bûn, li herêma Kurdan ya başûrê rojhilatê Tirkîyeyê. PKKyê salên 1980yî û 1990î, bi tenê mîlîtanên ku gelek hatibûn zanîn (aşkera bibûn) vedikişandin alîyê Iraqê. Ji ber ku armanceka din ya vê herêmê heye: endamên leşkerî û sîyasî werin amadekirin ku ew vegerin Tirkîyeyê da ku ji bona serxwebûna Kurdistana Anatolîyê tev li têkoşîna çekdarî bibin. 

 

Ew rewş di sala 1993yan de bi mirina Serokê Tirkîyeyê Turgut Ozal ku piştevanîya qanûnîkirina xebata PKKyê dikir, guherî. Hêvîya çareyeka bi rêya danûstandinên bi hikûmeta Enqereyê re çirmisî. Salekê piştî wê, parlamenterên ku ji lîsteya yekem partîya alîgirê Kurdan, Partîya Keda Gel (HEP) hatibûne hilbijartin  ji mafê parastina endamîya parlamentoyê hatin bêparkirin. Di meha sibata 1999an de, serokê PKKyê Abdullah Ocalan hat girtin û ew li girava Îmralîyê avêtin zindanê. (1) Ocalan,  di mehên pêşîn ên girtîtîya xwe de gazîya bidawîanîna xebata çekdar kir. Armanca wî  ew bû ku bala xwe bide ser "guhartina demokratîk" a Tirkîyeyê di danûstandinên ji bo çareserkirina "pirsa kurdî" digel rayedarên Enqereyê de.

 

Ji mîlîtanên PKKyê hat xwestin ku bi çekên xwe ve werine çîyayên Iraqê. Di 2002yê de partîyê (PKK) navê xwe guhert û kir Kongreya Rizgarî û Demokrasîya Kurdistanê (KADEK). Referansên marksîzm û lenînîzmê, gotinên ku têkoşîna çînên civakî û neteweperwerîyê tev li hev dikirin, ji bernameya wê hatin rakirin. (2) Wekî nîşaneka vê guhartinê di warê sîyaseta qanûnî de û wekî rûyê qanûnî yê PKKyê li nav civaka sîvîl, di 2005an de, Partîya Civaka Demokratîk (DTP) hat damezrandin û wê partîya Kurdan di hilbijartinên  tîrmeha 2007an de 20 kursîyên parlamentoya Enqereyê bi dest xistin. Ji alîyê din ve, 3 hezar û 500 pêşmergeyên PKKyê li kampên li bakurê Iraqê ne. Li ser axa Tirkîyeyê jî 2 hezar şervanên wê xwe veşartine.

 

Ji meha sibatê û pê ve tirkan bi hezaran serbazên xwe li ser sînorê komkirin. Di tebaxa 2007an de, yek ji deh gerîlayên ku li çîyayê Zagrosê xêrhatin li me kir, zilamek berpirsîyar e. Di temenê 50yan de, zeyîf, bi porê qahweyî, wekî şervanekî nû xuya dike, lê xwe nade naskirin. "Tu derbarê Cezayîrê de çi difikirî? Li ser cudahîxwazên korsîkayî? Guavera?" Pirs û mijar didin dû hev, tevî hev dibin. Ew dibêje ku wî 25 salên jîyana xwe di zindanên tirkan de derbas kirine. Dema ku ew di zîndanê de bûye wî gelek pirtûk xwendine. Her wekî hinekên din, ew jî li serê salên 2000î tê berdan û yekser digihîje hêzên berxwedanê. Em qala Balzac dikin, Lenîn... û, bêguman, Ocalan. "Serokê"  kurdan. Hevberê min ji nişka ve radibe ser pîyan. Erebeyek ber bi me ve tê. 5 zilamên çekdar jê peya dibin. Yek ji yên din bi tementir e. Ew Mûrat Karayilan e, serokê Kongreya Gel a Kurdistanê (KCK), dezgehê birêveberîyê yê partîyê. Hebûna wî li vir bi tehlûke ye. Her kesek bi vê yekê dizane. Ji ber ku pirî caran Îran vê herêmê dide ber bombeyan (3), divê rêber bi qasî ku dikarin pir caran cîhê xwe biguherin. Pîlên telefonên me jê hatin derxistin, komputera me bo wê demê desteser kirin. Hevpeyvîn di odeyekê de hat kirin ku mehfûr lê hatine raxistin, pac û pencereyên wê hatine girtin û bêguman, wêneyên şehîdên partîyê û Ocalan bi dîwarî ve hatine hilawîstin. Dema ku Karayilan dê dest pê bike ku bersivên pirsîyarên me bide, şarezayê me yê edebîyata fransî û marksîzmê Bozan jî ji bo wergerê tê cem me û tev li sohbetê dibe. Ew navê xwe ji me re nabêje. Bozan, eynî ew kesê ku berî hingê xwe wekî endamekî ji rêzê yê PKKyê dabû nasîn, cihgirê serokê KCKyê ye.

Bêguman haya serokê KCKyê Karayilan ji wan ewran nîn e ku dê bên û li ser devera ku di destê zilamên wî de ye kombibin. Rêkeftina di navbera Enqere û Bexdayê  ji bo nehiştina hêzên "terorîst" ên PKKyê (4); zêdebûna axaftina şergîn ya rayedarên tirk; dengdayîna parlamentoya Enqereyê ku destûrê dide leşkerê tirk ku biçe bakurê Iraqê. Lê di vê meha tebaxê de, ji xwe kartên lîstikê hatine belavkirin. 

 

Karayilan dibêje, "Ji meha sibatê pê de, tirkan bi hezaran leşkerê xwe li ser sînorî civandine û milmilanêya ji bo hilbijartinên parlamentoyê li Tirkîyeyê (Tebaxa 2007an) kir ku leşker sozên neteweperest bide."  Ew dibêje, "Em ji danûstandinên ku di navbera Enqere, Bexda û Washingtonê tên kirin serwext bûne. Ez hêvîdar im ku AKP [Partîya Dad û Pêşveçûyînê ya ku li Enqereyê li ser desthilatê ye], serokwezîrê tirk Erdogan  dê vê firsenda ku nûnerên me yên nû dayê bi kar bîne ji bo ku çareyeka demokratîk û bi rêya danûstandinan ji pirsa kurdî re peyda bike."
Baş e ev danûstandin dê li ser çi bin? PKK hîn li ser doza xwe ya berê ye ku dewletekê ji bo kurdên li Tirkîye, Iraq, Îran û Sûrîyeyê dixwaze? Rêber dibêje, "Ev armancek a ku her tim di bernameya me de bûye, lê ew dûr e. Di rastîyê de, ku tirk pê dizanin, em amade ne ku ji bo xweserîya (otonomîya) herêmî, wekî ya Katalonyayê, di nav sînorên Tirkîyeyê de bazarê bikin. Ev başnîyaz e."

 

Kurdistana Iraqê, cihê ku şervanên PKKyê ji xwe re stargeh lê peyda kirine, ji alîyê Partîya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) û Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ve tê birêvebirin, du rêxistinên ku di sala 2002yan de peymanek mor kiribû. Xweserîyeka berfireh ya vê herêmê di nav Iraqê de heye û ew her du partî jî hevpeymanên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ne. Ev hemû alîyên rewşa herêmî ne ku Karayilan baş pê dizane. Li serê hemûyan, bijarên sîyasî yên "birayên" kurd ên iraqî. "Hikûmeta Hewlêrê ji xwe li salên 1990î du caran li kêleka tirkan, beşdarî bizavên 'wekî sandwîçê' givaştinê yên li dijî me bû. Ez hêvîdar im ku ew  dê heman xeletîyê nekin. Lê dîrokê rayî me daye ku em dikarin bawerîyê bi tenê bi xwe bînin. Pirsa kurdî mijareka sereke ya pêvajoya demokratîk ya herêmê ye. Li Iraqê, Amerîkîyan di sala 1991î de biryara rast da ku piştevanîya daxwaza xweserîyê ya kurdan bikin. Lê heke ew dixwazin pêş de biçin, bi taybetî ji bo demokratkirina civaka tirk, ew neçar in ku berê xwe bidin ji Iraqê wêdetir." Li rûyê rêberê KCKyê dinêrim û şik û gumanê ji çavên wî dixwînim. Lê ma pêwîstîya kê dê bi PKKyê hebûya... 

 

Bi çend rojan, me serêdana baregehên pêşmergeyan yên li serê çîyayan da. Wekî vê kampa jinên ciwan, endamên YJAyê (beşa jinan a leşkerê rizgarîyê), ku ji % 40ê şervanên PKKyê pêk tînin. Ev kamp li cihekî bêtir ji 2000 metreyan bilind e, di nav kevir û daran de veşartî ye û nêzîkî çîyayên li ser sînorê Tirkîyeyê ye. Ev mîlîtan ciwan in, gelek ji wan ji Tirkîyeyê ne, lê yên din jî li Sûrîye, Îran û Iraqê ji dayik bûne. Askêya 21 salî, bi eslê xwe ji gundekî başûrê bajarê Îzmîrê ye û ji 14 salîya xwe heta niha şer dike. "Dê û bavê min di nav partîyê de gelek çalak bûn. Ez dema ku li xwendegehê bûm, min ew xetîre ji wan wergirt bi bawerîya ku rizgarîya gelê kurd her wisa dê were menaya têkoşîna li dijî edet û nerîdên eşîrî yên ku li ser serê jinan hatine danîn."

 

Hemû şervanên li vê herêmê, ji bo têrkirina xwe çandinê dikin. Çemek di kêleka baxçeyê wan re derbas dibe. Hefteyê carekê, komeka lojîstîkê ku nepenî ye birinc, goşt, cixare, pîl û hwd... tiştên pêwîst ji wan re tîne. 
 
Lê her wisa rojname û beyanên Serok Ocalan ku ji alîyê parêzerên wî ve hatine ragihandin tên, parêzerên ku ji kêm kesan in ku dikarin (destûra wan heye) di zindana li ser giravê de seredana Ocalan bikin. Ji bo nûçeyên dawîn, ev kom bi radyoyeka biçûk ji dinyayê haydar dibe, bi saya, bi taybetî BBCyê.

 

Şervan her dem bi dem, li gor rojeva ku berî hingê hatîye dîyarkirin, li ser "mijarên sîyasî û civakî" niqaşê dikin. Seroka beşa 35ê, mezina kampê, dibêje, "Em bi vê rêyê berdewam ji hevûdu tiştan fêr dibin."

 

Horîn ji bajarê Helebê hatîye ku beşdarî refên gerîlayan bibe. "Li Sûrîyeyê jî zexteka mezin li ser gelê kurd heye. Gava ku beşa devere me ya PKKyê pêşnîyar kir ku ez ji bo perwerdeyê werim vê derê, min hema di cih de ew qebûl kir." Xwesteka wê: Vegere Sûrîyeyê da ku "rêberîya têkoşîna sîyasî bike." Lê heke PKK dest bi bazara xweserîyê bi Tirkîyeyê re bike? "Ew dê baş be, her wekî li Iraqê. Lê em dê şerê xwe bidomînin heta ku em digihîjin armanca xwe, Kurdistana mezin, ku hevpeymanan di sala 1920î de soza wê dabû (5)."

Em vedigerin bingehê leşkerî, cihê ku em dê bi şev lê bimînin. Li ber girikê bilind, ku meriv ji konê mezin wî dibîne, mîlîtan bi heyranî li televîzyoneka ecêb temaşe dikin. Bi çend metreyan wêdetir, sêla spî ya satelîtê wê xaçepirsê ronî dike: Mêvan II. Di ronahîya dîmenên ji ekrana televîzyonê, rûyên gerîlayan ronî dibin. Ji ber pirsgirêkên weşanê, ew carna qut dibe. Nêzîkî maseya ku xwarinê li ser dixwin, wêneyekî reş û spî yê rûyê yek ji damezrênerên PKKyê li ser hatîye nexşandin. 

 

"Heke Enqere şerî hilbijêre, hemû gel dê bi me re rabe."

Saet 5ê beyanî. Kom ji her hingê li pêşîya serokê xwe kombûye. Divê 10 kes biçin li daran (êzingan) bigerin. Hilkişaneka zehmet a saetekê li kaşekî zor. Ji bo hilkirina kuçikê ku çaya qaçax li ser tê çêkirin. Taştê. Serok tê ba me. Xortekî derdora 30 salî yê bi rûyekî cidî, gava ku dimeşe, dadilenge. Ew yekser dibêje, "Ez di şerê li dijî leşkerê tirk de birîndar bûm." Ahmed, li Dîyarbekirê, paytexta dîrokî ya "bakurê Kurdistanê" ji dayik bûye û di 14 salîya xwe de tev li PKKyê bûye. "Li herêma me, zulma dewletê gelek xurt bû. Bi hezaran gund hatin wêrankirin, bi sed hezaran meriv ji cih û warê xwe hatin derxistin. Ew li salên 1990î bû. Ev bûn du sal ku ez li vir im. Ev rêyeka wisa ye ku ji bo hilbijartina wê karakterek û xasyetên bihêz û gelek fedakarî pê divên. Roketên tirkan, muşekên Îranîyan... meriv her roj, nêzîkî mirinê ye... Lê heke em ji bo gelê kurd şer nekin, ma kî dê jê re şer bike?’

 

Meha îlonê û çirîya pêşîn, li Kurdistanê rewş aloz e, di navbera leşkerê tirk û şervanên PKKyê de çend pevçûn qewimîne. Gotinên Karayilan tên bîra min : «Bi salan me rê li mudaxaleya Tirkîyeyê girt û gerîlayên me bi tenê bersiva êrişên serbazên tirk didin. Lê heke sibê Tirkîye rêya şerî hilbijêre, em dê bersivê bidinê. Û hemû gelê kurd dê bi me re rabe. »

 

 

* Rojnamevan.

 

** Sernivîsa orîjînal: "Dans les maquis du Kurdistan: Li nav devîyên Kurdistanê." Li vir peyva maquis bi maneya ferhengî devî, tûm, dirî ye. Lê di dema Şerê Cîhanî yê Duyem de li jora Fransayê grûpeka gerîla li dijî nazîyan şer dikir, herêma ku lê bûn çîyayên bi maquis (makî, devî) bû, ji ber wê yekê ev nav li wan hat kirin. Pişt re di lîteratura sîyasî ya fransî de ev peyv bû sembola "Koma çekdarên berxwedanê."  (nota redaksîyonê)

 

 

(1) Nivîsa Michel Verrier bixwîne, " Li Tirkîyeyê, pêvajoya gelê kurd" Le Monde diplomatique, hezîran 1999.

 

(2) Nivîsa Michel Verrier bixwîne, "Rewşa Kurdan berî şerî", Le Monde diplomatique, çirîya pêşîn 2002.

 

(3) Şervanên Kurdên îranî jî li herêmê stare dibin.

 

(4) Navê PKKyê di sala 1997an de li lîsteya rêxistinên "terorîst" a ku ji alîyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve hatî amadekirin, hat zêdekirin. Yekitîya Awropayê jî ev yek di sala 2002yan de qebûl kir û PKKyê wekî "terorîst" destnîşan kir.

 

(5) Li dawîya Şerê Yekem yê Cîhanê, hevpeymanên serkeftî damezrandina dewleteka Kurdan li Peymana Sèvres (Sewr)ê (1920) zêde kir. Sê salan piştî wê  Peymana Lozanê (1923) herêma Kurdistanê di navbera Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîyeyê de dabeş (parve) kir.

 

Wergera ji fransî: Bêrîvan Kilic Tugan