Li Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê, peywendiya parêzerî û siyasetmedariyê

Translator

“Arîstokrasiya amerîkî li dadgehê him parêzer e, him dadger e.” Ev tesbît yek ji çavdêriyên Alexis de Tocqueville e ku ji rastiya xwe tu tişt wenda nekiriye. Li Fransayê parêzerekî derdorên kar û bazirganiyê weke serokkomar hat hilbijartin. Ev yek dikare weke nimûneyeke îstisnaî were qebûlkirin. Lê belê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê zêdehiya parêzeran ya di ast û qedemeyên desthilatdariyê yên herî bilind de pirr balkêş e.

Beşekî giring ji kesên ku li derdora serok Barack Obama (ku ew bi xwe jî kevneprofesorê hiqûqê ye ) ne, ji hiqûqnas û parêzeran pêk tê; weke minak: Hillary Clinton (sekretera dewletê), Janet Napolitano (wezîra ewlekariya navxweyî), Valerie Jarrett (şêwirmendeke payebilind), Joseph Biden (alîkarê serokî), Leon Panetta (Birêvebirê Ajansa navendî ya agahdariyê, CIA), Eric Holder (wezîrê dadê), Ken Salazar (wezîrê wargehê )… û gelek siyasetmedarên din. Pirr caran hatiye bibîrxistin ku fakulteya hiqûqê ya zanîngeha Harvardê (Harvard Law School) bûye weke çavkaniyek yan jî tevneke weha ku serok Obama qismekî ekîba xwe yê mezin ji wê derê hilbijartiye. Ne tenê ji bo birêvebiriya desthilatdariyê, lê herwiha ji bo endametî û birêvebiriya saziyên din jî, ew bêtir parêzer û hiqûqnasan tercîh dike. Weke mînak % 59’ê senatoyê û % 40’ê meclîsa nûneran , ji hiqûqnasan pêk hatiye.

Ev rola hiqûqnasan ya bi bandor herî zêde li wan welatan pêk tê ku xwedî hiqûqa hevbeş (common law ) û xwedî prensîba “emsal” in. Li gorî vê prensîbê, di nava pêvajoya dadgeriyê de, parêzerên ku dikarin derbixin holê ka “qanûn û zagon çi dibêjin” tên wezîfedarkirin.

Di vê derê de jî Tocqueville rastî dîtiye : “Zagonên me yên nivîskî, pirr bi zehmetî tên fahmkirin, lê herkes bi hêsanî dikare wan bixwîne; ji bo kesekî ji rêzê û di pêkanîna jiyana rojane de, ev zagonên nivîskî him şolî û tevlihev in û him jî ji wateya xwe ya ku li ser bingehê emsalê hatiye avakirin, bi dûr ketine. Ji bo fahmkirina naveroka zagonan, bi taybetî jî li Amerîka û Brîtanya’yê pêdivî û hewcedariyeke ciddî bi pisporên hiquqê ve heye. Ev derdorên pispor ku gel qaşo feyde ji ronahiya wan dibîne, bi vê rola xwe ve her ku diçe, ji gel û ji jiyana rojane bi dûr dikevin û di nava xwe de çîneke cuda diafirînin. Pisporên hiqûqê yên fransî weke zanyaran karên xwe dimeşînin, lê belê yên îngîlîz û amerîkî bi şiklekî dişibin rahîbên Misir’ê; weke wan, ew jî dikarin bi tenê sembol û şîfreyên zanyariyeke veşartî û dizî eşkere bikin û wergerînin zimanê me yê îroj ”

Deriyek bi tenê heye ku mirovan dibe cihana vê “çîna cuda” û ew jî fakulteya hiqûqê ye, (law school). Li vê derê xwendevan weke xebata stajê, qanûnên dadgeha bilind hûr dikolin û giraniyê didin ser dozên ku heta niha weke emsal pêk hatine. Dibistanên amerîkî yên hiqûqê (law schools) ji bo ku qeyda xwendevanekî qebûl bikin, weke şert ji wan dixwazin ku herî kêm du qedemeyên zanîngehê qedandibin. Ji bo destpêka sala yekem ya perwerdeya hiqûqê, pêdivî bi perwerdeyeke xurt ya berî wê heye. Piştî perwerdeyeke sê salan, xwendevan dikarin diplomayeke “juris doctor” bi dest bixin, ku bi vê belgeyê dikarin di buroyên dewletê de di warê xwe de dest bi kar bikin. Şagirtên herî serkeftî yên fakulteyên herî baş – Yale, Harvard, Stanford yan jî Columbia – heger jêhatî bin, xwedan wê şensê ne ku salekê an jî du salan li ber destê dadgeran stajê bikin û derbasî kabîneyên mezin yên bi nav û deng û qadên birêvebiriyên bilind bibin (wezareta dad û edaletê, wezareta dewletê û li Qesra Spî… ). Şagirtên din ji bo ku rêwîtiya xwe ya di qada hiquqê de dewam bikin, neçarin ku biçin dibistaneke hiqûqê law school’ê. Lê belê, ev rê buhêrkeke asê ye ku meşa wê dikare pirr zehmet be.

Buhayê perwerdeyeke heft salan ewqasî giran e ku piraniya şagirtan neçar dimînin ku dev ji beşê hiqûqê berdin. Ji sê şagirtan yek perwerdehiya xwe diqedîne yek û di dawiyê de jî heryek ji wan dibe xwediyê deynekî bi qasî 120 000 dolaran (100 000 euro). Lewma jî ciwanên ku dîplomayên xwe, nû bi dest dixin, dixwazin karekî wisa bikin ku bikarin di demeke kin de deynê xwe bidin . Hiqûqnasên ciwan divê biryara xwe bidin, yan divê di saziyên dewletê de yan jî di kabineyeke taybetî de dest bi kariyera xwe bikin. Lê ji ber ku saziyên taybetî sê an jî çar caran ji saziyên dewletê zêdetir heqdestî didin , ciwan zêde nakevin nava dudiliyan û xebata li cem saziyên taybetî tercîh dikin. Li Fransayê parêzerek dikare serbixwe buroyekê veke û dosyayên herî nazik jî werbigire, lê li Amerîkayê rewş berovajiyê wê ye : Tu parêzer û hiqûqnasê amerîkî beyî ku bi “kabîneyên mezin” re hevkariyê bike, nikare hesabê serkeftinê bike. Di her kabîneyekê de, ji dusedî bigire heta hezaran, parêzer kar dikin. Hiqûqnasên herî bi bandor, yên weke H. Rodgin Cohen (parêzerê Wall Street’ê yê navdar ) û Robert S. Bennett — ku parêzeriya William Clinton, Paul Wolfowitz (sekreterê dewletê yê dema birêvebiriya George W. Bush), John McCain û Caspar Weinberger (wezîrê parastinê yê dema birêvebiriya Reagan) kiribû — hemûyan di saziyên weke van kabineyan de dest bi kariyera xwe kiriye .

Kabîneyên ku bi pirsgirêkên derdorên bazirgan û karsazan ve mijûl dibin, soza heqdestekî bilind didin, – di nava parêzerên hevkar de, yên herî xwedî prestij salê dikarin bi qasî milyonek dolar bi dest bixin – parêzerên ku berê xwe didin polîtikayê bi pirranî armanca wan ew e ku bibin xwedî kariyereke dozgeriyê (prosecutor). Bi dehan nimûne hene : Rudolph Giuliani, şaredarê berê yê New York’ê, û John Kerry, senatorê demokratan yê Massachusetts û kevnenamzetê serokatiyq dewletê. Çi dibe bila bibe, ev rewşa wan di dema hilbijartinan de, ji ber îmaja wan ya hiqûqnasiyê bi kêrî wan hat. Di rêzefilmên televizyonan yên weke « Law and Order » de modeleke xeyalî li ser dozger û parêzeran hatiye avakirin ku tê de dozger mîna ku serkeftineke mezin bi dest xistibe, bi awayekî bixwebawer daxuyaniyê dide çapemeniyê û gotinên wî jî, ji aliyê medya û çapemeniyê ve bi awayekî sansasyonel tê nepixandin. Ew bi piranî bi parêzerên dewletê re (public defenders) rû bi rû dimînin. Parêzerên dewletê bi giranî derdorên xizan diparêzin ku derfetên wan yên ku karibin ji xwe re parêzerekî taybetî bigirin tuneye Rewşa parêzeran li Amerikayê pir xweser û taybetî ye. Dema ku mirov behsa rola hiqûqnasan ya di siyasetê de dike, ne mumkun e ku mirov behsa kategoriya binî ya parêzerên dadgehê neke. Parêzerên ku di dozekê de dibin xwedî îdia li hemberî xwe parêzerên derdorên karsazan dibînin ku ew jî bi wan re dikeve nava bazarê. Dema ku pêdivî çêbibe ku ji bo parastina mafê hemwelatiyan li dijî şîrketan, li dijî berpirsiyariya kargehan, li dijî şaşitiyên tibî yên li cem doxtor û nexweşxaneyan doz werin vekirin, hêjmara parêzerên pispor têrê nake, lewma jî ji ber neçariyê, gellek doz li ser hev û di nava dosyayek de tên civandin. (class actions).

Rewşa kevnenamzetê serokatiyê John Edwards nimûneyeke baş e. Ma, li cîhanê, wekî din li kîjan welatî, sîyasetmedarek beyî ku nakokiyên xwe nîşan bide, daxwaz dike ku parêzer tim di xizmeta hewcedariyên hiqûqê de bin, lê li aliyê din, wî bi xwe jî, ji vî karî bi dehan milyon dolar sermaye bi dest xistiye?

Di hin dozan de îmkan heye ku weke cezayê tazmînatê, pere were dayîn (punitive damages) û ew jî dikeve şûna ziyana ku yê maxdûr dîtiye (di hiqûqa fransî de jî heman tişt heye) û bi vî awayî, bi berdêla tazmînatê ve çewtî û şaşitiyên sûcdaran tê telafîkirin. (hiqûqa perpirsiyariya ferdî ya amerîkî). Lê, sînorê van tazmînatan tuneye, heta bi milyon dolaran ve jî dikarin bilind bibin û maye ser wijdana dadgerî. Li Amerîkayê parêzerên xwediyê dozan bi piranî dixwazin belaş kar bikin, lê bi şertê ku ji tazmînatên ku di encama dadgehê de tên bidestxistin beşek bi wan re were parvekirin (bi pirranî ji sê paran parekê werdigirin). Partiya komarparêz û derdorên kar û karsazan, li dijî vê sîstemê ne. Lê belê partiya demokrat sîstemê diparêze. Di vê derê de tiştekî ku mirov lê ecêb bimîne tuneye, ji ber ku namzetên vê partiyê % 96’ê alikariya aborî ji American Association for Justice bi dest xistiye ( di salên 2009-2010 an de)…
Fînansoriya taybetî ya di dema hilbijartinan de, ji parêzeran û siyasetmedaran re deriyên nû yên qezencê vedike, ji xwe ew jî pir bi hostatî dizanin ji vê rewşê sûdê werbigirin. Bajarekî li Massachusetts’ê dema ku ji ber têkçûyina borsayê fona wê ya teqawîtiyê kêm bû, serî li rêbazeke nû da: bi qasî diwanzdeh (12) hîsseyên dadê xistin bazarê. Di vê derê de jî tiştekî ku mirov lê ecêb bimîne tuneye… Di dema hilbijartinên ji bo hesabgeriya bajêr de, tenê parêzerên kabineyekê 68 alikariyên cuda yên aborî xistine xizmeta hilbijartinan. Ev yek li Amerîkayê bûyereke adetî ye ku di dawiyê de , bû mijara gotareke rojnamenivîs Michael Kinsley : Li Washingtonê bûyerên skandal ne îllegal in, lê qanûnî ne.

Li Amerîkayê dozger û dadger ji aliyê raya giştî ve bi hêsanî tên hilbijartin, lewma jî tevlêbûna wan ya nava siyasetê jî tê tercîhkirin.

Alexis de Tocqueville ji berê ve bal kişandibû ser xetereyên xwezayî yên awayê tayînkirina mirovên hiqûqê : « Ez dikarim bibêjim ku ev nûbûn û ev awayê xebata hiqûqnasan dê rojekê bibe sedemê encamên xirab û hilweşînê jî. Her ku serxwebûn û bêalîbûna dadgeran kêm dibe, mirov lê wardiqile dike ku yê ku ziyanê dibîne ne bi tenê desthilatdariya dadî ye, lê herwiha komara demokratîk bi xwe ye jî.” Meseleya dadger Brent Benjamin’ê serokê dadgeha Virginyaya rojavayê ya bilind nimûneyeke berbiçav e. Benjamin xwe ji doza şîrketa ku di hilbijartinan de jê re fînansorî kiribû bi şûn ve nekişand. Di hezîrana 2009’an de dadgeha bilind gîhîşt wê biryarê ku ew neheq e. Sedema neheqiyê jî weke newekheviya alikariya ku hatiye girtin hat nîşandan. Ji ber ku vî dozgerî ji kesên din zêdetir alîkariya aborî bi dest xistiye (nêzî 3 milyon dolaran) . Ev rewş nîşan dide ku li gorî dozgerên pispor dema ku alikariyeke piçûk yan jî alikariyeke veşartî were girtin, pirsgirêk dernakeve.

Perwerdeya lezgîn ya fransî
Li Fransa’yê, zagona sala 1971’ê bi biryareke nû di sala 2008’an de hat guherandin. Li gorî vê yekê karmendên payebilind û kesên hilbijartî dikarin bibin parêzer… tenê divê îspat bikin ku bi kêmanî perwerdeyeke normal dîtibin. Di nava kesên ku ji vê guherîna nû îstifade kiriye de Ségolène Royal û Rachida Dati, François Hollande, Jean-François Copé, Frédéric Lefebvre, François Baroin, Manuel Aeschliman, Pascal Clément, Dominique de Villepin, Noël Mamère, Christophe Caresche, Jean Glavany, Hervé de Charette, Hervé Gaymard û Georges Tron hene.

Çavkanî
  1. Liste li vê adresa elektronik dikare were dîtin: www.abanet.org/poladv/documents/lawyerleg110thhouse_nofooter.pdf
  2. Di şîrovekirina zagonan de, dadger dikare dozeke kevn weke emsal nîşan bide.
  3. Alexis de Tocqueville, De la démocratie en Amérique, Flammarion-Poche, Paris, 1999, beşê 8’an, xala 2.
  4. Binerin « Lifting the Burden: Law Student Debt as a Barrier to Public Service », American bankers association (ABA) Commission on Loan Repayment and Forgiveness, Washington, 2003.
  5. Vê rêyê di salên 1970’î de, bala bi sedan cîwanî dikişand. Tercîha wan ew bû ku bikarin bibin parêzerên dewletê.
  6. Binêre ; Association for legal career professionals (NALP), « New Findings on Salaries for Public Interest Attorneys », NALP Bulletin, îlon 2008, www.nalp.org/2008sepnewfindings
  7. NOTE À COMPLETER
  8. Navê wê yê berê Association of Trial Lawyers of America bû.
  9. http://www.opensecrets.org/orgs/summary.php?id=D000000065 VERIFIER LA REFERENCE
  10. Bixwîne Mark Maremont, Tom McGinty et Nathan Koppel, « Trial Lawyers Contribute, Shareholder Suits Follow », Wall Street Journal, 3 sibatê 2010