Li Fînlandayê lêgerîna li dibistaneka wekhevîparêz

Dibistanên bê sinifandin û bê di sinifê de mayîn
Translator

Çirîya paşîn dêûbavên şagirtan û dersdarên seine-saint-Denis çaremîn şeva dibistanên li parêzgehê organîze kirin. Armanca wan: eşkerekirina newek-hevîyên terîtorîyal di mijara perwerdeyê de. Di vê mijarê de Fînlanda xwe dike modelek ji çend salan û vir ve, ji ber encamên bêqisûr ên ku ew nîşan dide di lêkolînên navneteweyî de yên ku destketîyên şagirtan dipîvin.

Ji bo ku meriv bikeve nava dibistana yekam ya Raumayê, li kevîyên Kendava Botnî li Fînlandîyayê, ne hewce ye ji derîyekî derve re bibihure yan jî ji çîtekê derbas bibe. Meriv bi tenê di ber mekanekî mezin yê danîna bîsîkletan û lîstokên derve re diçe û dikeve hundir. Ji odeya sporê heta bi odeya muzîkê hertişt li gorî zarokan hatîye sêwirandin û amadekirin. Di nava çil û pênc deqîqeyên dersê de, mamosteya îngilîzî pênc çalakîyên fêrbûnê yên cihê pêk anîn. Ew ji sanîyeya yekem ve bala herkesî dikişîne ser xwe, bi saya baloneka ku li gorî axaftina wê tê û diçe. Ev rêbaza hînkirinê li dibistanên welatên din jî tê zanîn, lê wisa xuya ye ku bi hejmara navînî ya 12,4 zarokan serê mamosteyekî fînlandî – yanî yek ji hejmarên herî baş ji bo perwerdeyeka bikêrhatî li Ewropayê -, ev sîstem li Fînlandîyayê bi taybetî bi ser ketîye.

 

Di nîvê tebaxê de çinîna erdan hîn xilas nebûbû dema Fanny Soleilhavoup û Fabienne Moisy zarokên xwe birin vî welatî, ji bo destpêkeka din ya dibistanê. Ew herdû mamosteyên fransî ne û amade ne li gorî karê mêrên xwe cîhê xwe biguherin, wan nedizanî ku bi bijartina xebata li disbistanên herêmî û ne di dibistanên fransî yên hazir de, wê fikra wan li ser perwerdeyê bi timamî biguhere. Claire Herpin xanimê biryar daye wê dûrî Fransayê bimîne û wisa dibêje "Hersê kurên min dibin merivên baş. Meriv rêzê ji cihêbûna wan re digirin. Ew jî rêzê ji yên din re digirin. Mamoste dizanin piştgirîya wan bikin û dizanin ya herî baş ji  wan bistînin." Dîsleksî [tevlihevkirina cihê tîpan], bala xwe nedaneka besît, yan jî zêde jîrbûna zarokan, malbatên xwedî van pirsgirêkan li hemberî tiştekî belav rû bi rû diman, lê di sîstema fransî de tiştên bi vî rengî bi hêsanî nayên hesibandin.

 

Wê hin kes zehmetîyê bikşînin ku ji gotinên van jinan bawer bikin: dibistaneka bê stress, bê reqabeta di nava şagirtan de, bê reqabet di navbera dibistanan de, bê mufetîş, bê di sinifê de mayîn û heta bê not standin di salên pêşî de û tê gotin ku ev dibistan encamên herî biserketî yên cîhanê bi dest dixin.

 

Lêkolînên Programa Navneteweyî ji bo Dewamîya Hînbûna Şagirtan (PNDHŞ) ya Rêxistina Hevkarî û Pêşketina Aborî (RHPA) li Almanya û li Îngilistanê dibin sedema gumankirinên mezin. Tevî Fransa û  Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di rêjêya sîstemên perwerdekirinê de ne xwedî cihekî baş in, li herdu welatan ev pirsgirêk ne mijara nîqaşan e. Tevî ku ew welatên pêşketî gelek pereyan radizînin li sektora perwerdeyê,  herçî kapasîteya ciwanên 15 salî di fêmkirina nivîs, matematîk û zanistê de ew di rêjeya RHPAyê de bi tenê di asta navînî de ne. (1) Ji xeynî birêkûpêkîya rêbaza van lêkolînan, ku armanca wan dûrkirina têsîrên çandî ye, sedema balkêşîya wan ev e: ew hînbûna bernameyekê napîvin, lê belê tevahîya kapasîteyên ku ji  bo fêmkirina dinyayê û ji  bo çareserkirina pirsgirêkên dişibin pirsgirêkên jîyana rojane bi kêr tên, dipîvin.

 

Di encama van lêkolînan de, Helsînkî wekî modeleka meriv ne li bendê bû derket holê. Di lêkolîna sala 2009an de ku li şêst û pênc welatan pêk hat, wekî hersê lêkolînên berê (2000, 2003 û 2006), Fînlandîya di gruba yekem de ye di warê jêhatîbûna giştî, li gel Koreya Başûr û hin bajarên Asyayê yên hevgirê RHPAyê ne (Şangay, Hong Kong û Sîngapûr). Ew herweha (li gel Koreya Başûr) ew welat e ku lê asta jêhatîbûna şagirtan lê nêzîktirî hev e û ku şert û mercên aborî-civakî yên jîyanê hindiktir têsîrê li jêhatîbûna dibistanî ya zarokan dike. Ji xwe % 93yê ciwanên fînlandî dîplomaya lîseyê distînin, li welatên rojavayî bi navînî % 80 ji wan vê dîplomayê distînin. (2) Rast e ku bi rêjeyeka herî kêm ya newekhevîyên civakî re Fînlandîya cihêbûna xwe li gorî welatên din yên RHPAyê derdixe pêş.

 

Ji temenê herî ciwan û pê ve

Piştî dersên "berîya dibistanê" yan jî dibistana amadekirinê ku zarokên şeş salî diçinê, di sîstema fînlandî de her neh salên perwerdebûna mecbûrî li dibistaneka yekane ya bi navê "dibistana bingehîn" tên qedandin, têde ji sinifa 1ê (ya ku li Fransayê bi navê dibistana amadekarîyê tê nasîn) heta bi sinifa 9ê (ku li Fransayê weke 3ème tê nasîn) hene.

 

Ji çar dibistanan li sisîyan kêmtirî sêsed şagirt hene; yên ku hejmara şagirtan lê zêdetir e ji pêşcsedî pir kêm in. Heta sinifa 6ê mamosteyeka "giştî" ya ku gelek salan (bi navînî sê salan) çavdêrîya dersên şagirtan dike, dersê dide. Pişt re mamosteyên "dersên cuda" yan jî "pispor" di sinifên bilindtir de perwerdeyê dikin. Roja perwerdeyê sibehî saet 8an dest pê dike û ji  bo şagirtên herî biçûk nîvrojê diqede, ji bo yên mezin saet didu yan jî sisîyan diqede.

 

Têkilîdanîna bi malbatan re gelekî berîya destpêka dibistanê pêk tê. Ji zarokatîya xwe ve, xizmetên civakî û yên tendirustîyê bi dewamî rewşa zarokê kontrol dikin, hewl didin îhtîmalên zehmetî kişandin di hînbûna zarokan de tesbît bikin da  ku karibin çareser bikin, berîya ku zarok dest bi dibistanê bike. Piştre, "komîteya başbûna şagirtan" tê wezîfedarkirin, ew hefteyê carekê dicive. Mamoste, psîkolog, alîkara civakî, hemşîre û rêveberê dibistanê li hev dicivin û li bersiva herî baş digerin ji  bo her pirsgirêkê, heger mimkin be malbat jî tev li civînê dibe, yan jî pêşî diçin serdana wê. Li gorî qanûnê, bi tenê di warê perwerdeyî de, sê qadên alîkarîdana dersên zarokan hene. Heke mesele pirsgirêkên demkin bin, hingê mamosteya giştî yan jî mamosteya dersê bi rêya çavdêrîyeka şexsî bi tena serê xwe berî yan jî piştî dersê dest werdide. Eger mesele mezintir be, ew dikare bang li mamosteyekî pispor yan jî li navbênkarekî bike. Ger pirsgirêk dewamî be mamosteyê pispor midaxele dike û bernameyeka taybet amade dike, yan di nîvê dersê de yan jî li odeyeka din û bi komeka piçûk a zarokên zehmetîyê dikşînin re, dişuxilînin. Ev piştgirtinek e ku timî li gorî zarok eyarkirî ye, destûrê dide ku tukes di sinif de nemîne, di sinifê de man tiştekî biha, bikêrnehatî ye ku zarokan bêhêvî dike û cudakarî ye (1). Da ku bersivê bidin hatina nû ya xerîban li dibistanê, bernameyên taybet hatin bicihkirin, bi dersên zêdekirî yên zimanê fînî. Û zarokên bîyanî herweha hefteyê du saetan perwedeya bi zimanê xwe yê zikmakî dibînin.

 

Li dibistana yekem ya Raumayê, ji bilî mamosteyên daîmî, pênc kes beşdarî alîkarîya dersan dibin, didu ji  wan mûçegirê ajansa kardîtinê ne û ciwanek heye ku eskerîya xwe bi xizmeteka sîvîl pêk tîne. Divê du şewirmendên perwerdeyê ji  bo 461 şagirtî li wan were zêdekirin, ku wezîfeya wan alîkarî ye ji  bo ku şagirt serbixwe bibin û rêya xwe bibînin. Kristina Volmari, berpirsîyara têkîlîyên navneteweyî li Buroya Neteweyî ya Perwerdeyê, binxêz dike ku "Qîmet bi tevahîya karan tê dayîn. Perwedeyên pîşeyî gelekî tên ecibandin." Ji xwe heta masterê derbasbûna beşeka din gelekî pêk tê di navbera perwerdeyên giştî û yên pîşeyî de. Belkî ji ber ku mûçeyên bilind ên karkerên kalîfîye distînin, gelekî balê dikşînin.

Ph. D.

(1) Li Franseyê ji dibistana destpêkê heta bi tewakirina lîseyê ji her deh şagirtan şeş herî kêm carekê di sinifê de dimînin.

Encamên lêkolînan (PNDHŞ) bala şiklekî nû ya tûrîstan dikşîne. Piştî serdana xwe tebaxa 2011an, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî yê fransî yê wê demê, Luc Chatel wisa rave dikir: "Hejmarek rêbaz hene yên min dîtin ku li vir biserketî ne û ku  mimkin e meriv wan li Fransayê pêk bîne", nexasim "xweserîya mezin ya ku dibistan xwedîyê wê ne". (3) Salekê pişt re, kovara brîtanî bi navê Socialist Review rêz li hember sîstemeka "bê îmtîhan" digirt ya ku têde "danê nîvroyê firavîneka baş didin her şagirtekî "(4) çi ji partîya rasta lîberal ya fransî be çi jî ji troçkîzma îngilîz be, her çavdêrê bîyanî tê li wir bazara xwe dike, li vê yan  li wê rêbaza nû digere, ku dema ji çarçoveya xwe qut bibe, wê bike ku projeya wî li welatê wî were qebûlkirin.

 

Çapemenîya navneteweyî pir caran bi şert û mercên afirandina "modelê" nizane (binêre: enkadre n°2) yên ku bûn mijara çend pirtûkên balkêş. Lê belê li Fînladîyayê "dawî anîna li navendîbûnê" nayê maneya reqabeta herêman, behsa "zêdekirina eleqeya" mamosteyan nayê maneya ku dixwazin saetên wan yên li kar "amadebûnê" dirêj bikin û xwestina "kêmkirina" lêçûnan nayê maneya ku dibistan wê bi dizî piştgirîya şîrketên şexsî bikin. Yek ji afirînerên reforma perwerdeyî ya salên 1970yî wisa dibêje "PNDHŞyê  ji bîr bikin! Bê guman em serfiraz in bi vê encama xebata xwe. Lê divê meriv li sîstema me bi tevahî binêre û divê meriv bi tenê bala xwe nede alîyekî bi tenê yê vê sîstemê. »

 

Koka biserketina fînlandî di adeta sîyasî ya  welatên bakurî de ye, yên girêdayîyê pêkanîna Dewleta-Refahê ne, li şûna ku girêdayîyê doktrînekê bin. Profesor Pasi Sahlberg yê di 10ê kanûna 2010an de jê tê xwestin ku li ber ekrana kanala amerîkî PBSê nexşe rêyeka pedagojîk bide, bi bişirîneka mezin bersivê dide: "hûn dizanin, li cem me perwerde ji herkesî re belaş e, ji dibistana yekem heta bi zanîngehê!" Li ser bingeha fikrên bi vî rengî, zehmet e meriv bidomîne û bi modela amerîkî re li ber hev bigire.

Gumanbirîya ji nirxandinan

 

Li Fînlandîyayê belaşbûn ne tenê di warê perwerdeyê de ye. Heta şanzdeh salî, tevahîya lêçûnên ji  bo pêdivîyên dibistanê ji alîyê şaredarîyê ve tên dayîn, alîkarîya ji  bo dersan jî, kantîn, lêçûnên tendirûstî û yên çûn û hatina heta bi dibistana taxê jî. Piranîya fînansmanê ji sê sed û sîh û şeş şaredarîyan tê, lê dewlet ahenga derfetên aborî pêk tîne. Di budceya perwerdeyê ya şaredarîya herî dewlemend Espooyê (Nêzîkî Helsînkîyê) de ew bi tenê % 1î alîkarîyê dide, dewlet bi navînî ji % 33yê çavkanîyên budçeya perwedeyê dabîn dike (6) û li şaredarîyên xizan heta bi % 60î alîkarîyê dide. Hikûmet herweha hewl dide ji vekirina dibistanên şexsî vegerîne. Ji bilî dibistanên komeleyî yên pedagojîyên alternatîf yên wekî Steiner ou Freinet, dibistanên şexsî di salên 1970yî de hema hema neman (kêmtir in % 2yê dibistanan, li Fransayê ev rêje % 17 ye).

 

Şerekî sîyasî yê ku dêûbavan bi rê ve bir

Di destpêkê de, parastina sîstema dibistaneka yekane ya tevahîya sinifan dihewîne ne hêsan bû. Li gorî gelek mamosteyan hînkirina hin dersan ji herkesî re ne mimkin bû",

wisa tê bîra Jukka Sarjala, yek ji xebatkarên bicihkirina reformê, ku sala 2002yan karîyera xwe wekî rêveberê Buroya Neteweyî ya Perwerdeyê qedand.

 

Salên 1960î, sîstema perwerdeya Fînlandî hîn xwe dispart sîstema bijartina şagirtan ji 11 salîya wan ve. Di sinifê de mayîn, bi bin ketin û rêyên perwerdeya pîşeyî qedera gelek malbatên karker û gundî bû, lê elîtan dewamîya xwe misoger dikir bi şîyandina zarokên xwe li dibistanên navîn ên ku piranîya wan şexsî ne.

 

Hema piştî Şerê Cîhanê yê Duyem profesor Yrjö Ruutu, sosyalîstê ku ji 1945ê heta 1950ê rêveberê Buroya Neteweyî ya Perwerdeyê bû, peşnîyaza xizmeteka gelemperîyê ya yekbûyî ku ji 7 salî heta 16 salî hema perwerdeyê bide herkesî pêşnîyaz kiribû. Lê projeyên wî di zêdebûna komîteyên fikirînê de wenda bûbûn. Girseyîbûna dibistanê di dehsala pişt re de, ev rewş guhert. Sarjala wisa didomîne "aktorên herî girîng ên guhertinê dêûbav bi xwe bûn. Wan baş dît ku wekhevîya şanşê serketinê nedihat misogerkirin".

 

Sala 1966an Bereyeka Gel ya fînlandî ya ku navendperestên coktarîyê û tevahîya çepê dianî cem hev, desthilatdarîyê bi dest dixe û xwedî sê projeyên reformê yên mezin e: tendirustî, teqawîtbûn û perwerde. Ev hevgirtin ku xwedî sîyaseteka guherbar bû, ku carinan tevlî Lîga Demokratîk ya Gelê Fînlandî (komunîst û hevkarên wan) dibû, heta 1987an bû desthilatdar û reforma xwe ya perwerdeyê bi sebir pêk anî. Qanûna mezin li ser dibistanê sala 1968an pêk tê. Ew biryara yekbûna qadên perwerdebûna mecbûrî di xizmeta gelemperîyê de û perwerdekirina mamosteyan ya gelekî baştir dide. Ji 1972yan û pêve, ev "dibistana bingehîn" ya neh salan didome tê bicihkirin, pêşî li bajarên bakur û hêdî hêdî ber bi başûr û Helsînkîyê ve. Dibistanên şexsî kirin malê şaredarîyan û vê yekê destûr da betalkirina deynên wan. Sarjala wisa didomîne "wê hinek ji we re bibêjin ku me îlhama xwe ji Swêdê û ji Komara Demokratîk ya Alman girt, lê em xwedî fikrên xwe bûn û daxwazeka me hebû: li welatekî bakurî yê piçûk wekî Fînlandîyayê, ji bilî sermayeya merivî tu dewlemendîyên me tune ne. Pêdivîya me bi heryekî ji me heye."

 

Gelek mamosteyên dibistana navîn pêşî gumanan ji guhertinê dikin û pişt re li dij radibin. Herdu sendîkayên mezintirîn parçe dibin. Lê dema reform teqez dibe, nifşekî nû zextê dike ji  bo yekbûna perwerdeyê. Sendîkaya Yekane ya Perwerdeyê (SYP) ku sala 1974an hat damezrandin, îro xwedîyê % 96ê mamosteyên endamên sendîkayan e. Sala 1984an ew li dijî hikûmetê têdikoşe ji  bo bidestxitina statuyeka nû ji  bo mamosteyan û ji  bo bilindkirina mûçeyên wan. Piştî meheka grevê, daxwazên wê tên bicihanîn û xwe wekî aktorê sereke ferz dike. Ritva Semi ku yek ji sed û bîst û pênc endamê daîmî yê sendîkaya perwerdeyê ye wisa rave dike "berpirsîyarên sîyasî fêm kirin ku pêdîvîya wan bi mamosteyan hebû ji bo serketina reformê".

 

Demokratîkbûna perwerdeyê bi ne-navendîkirina welêt re di heman demê de pêk tê. Bernameya neteweyî – Opetussuunnitelma bi zimanê fînî– bi roleka sereke radibe. Yekem beşa vê bernameya mezin ya sala 1970yî hatî weşandin bi hûrgulî behsa tevahîya tiştan dikir ku pêwîst bûn li sinifê werin kirin. Beşa duyem (sala 1985an) bi tenê armancên wê dîyar dikirin; her şaredarîyê rêbazên bikaranîna ji  bo bicihanîna wê bi xwe dîyar dikir. Ji dema beşa sêyem ya bernameyê (1994) ve ku hîn kintir e, her dibistanek danasîna xwe ya tevahîya bernameya şaredarîyê dinivîse. Beşa pêncem ya bernameya neteweyî hîn tê amadekirin. Li her qadê, mamoste, xwendekarên zanîngehê û dê û bav gelekî beşdarî amadekirina vê bernameyê dibin.

 

Semî weha dibêje "li pişt lihevkirina xuya ye niha heye, muhafezekar dixwazin bidin ji bîr kirin gelek ji wan li dijî reformê têkoşîyan. Kevne-berpirsîyara şaredarîyê ya Hevgirtina çepê Eero Väätäinen wisa behsa wê demê dike  "salên 1990î, her tişt wekî ku wan dixwest dibû. Lê mala Xwedê ava, yekem encamên PNDHŞ (Programa Navneteweyî ji bo Dewamîya Hînbûna Şagirtan) wekî çakûçên ku fikrên mihafezekaran tepisandin eşkere bûn, wan gilî û gazin dikirin ji dibistanên me û doza vegera li ferzbûna dibistanên şexsî û reqabetê dikir". Ev mamosteyê pispor tezekê li ser mijara berxwedana sîstema perwerdeyî ya Fînlandayê li hemberî pêla neo-lîberal dinivîse. Li gorî wî, sedemên serketina reformê ev bûn: dewamîbûna wê, hevkarîyeka fireh, giranîya sendîkaya mamosteyan, girîngîya gundîtîyê di nava jîyana sîyasî de û ne-navendîbûn. Wekî nimûne di dema krîzên aborî yên 1991 û 1993yan de, mamoste û dê û bavan hêsantir karîbû giranîya xwe ferz bikin li ser şaredarîyan, lê nikarîbûn xwe li ser hikûmetê û li dijî sîyasetên jixwekêmkirina budçeyî ferz bikin.

 

Ph. D.

Ev xizmeta gelemperî zêde biha xuya nake, berevajî, erzan xuya dike. Li gorî kapasîteya kirîne, lêçûnên Fînlandîyayê serê şagirtekî dibistana yekem û duyem ji navînîya welatên rojavahî kêmtir in û ji yên Îngilistan û yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê gelekî kêmtir in. (7) Li Fînlandayê zêdetir li ser kalîteya hînkirinê, li ser hejmar û perwerdeya mamosteyan hat rawestîn: karê mamostetîyê lê xwedî gelek prestîj e û tevî ku perwerdeyeka dirêj jêre pêwîst e  (yên herî kêm pênc sal li zanîngehê, û pir caran hîn zêdetir) û ku maeşên wan biqasî navînîya welatên rojavayî ne, dîsa jî pir kes dixwazin bibin mamoste: maeşê ku mamoste di destpêka karîyera xwe de distînin ji yên li Fransayê gelekî bilindtir in (di dibistana yekem de % 36 zêdetir û di dibistana duyem de % 26 zêdetir) û di dawîya karîyera xwe de maeş li herdu welatan nezîkî hev in. Lê belê ji deh xwendekarên mamostetîyê bi tenê yek digihîje armanca xwe. Û ji mamosteyan tê hêvîkirin ku pir eleqedar be bi şagirtan re ewqasî ku pirî caran mamoste hejmara telefona xwe yan jî navnîşana xwe ya înternetê dide dê û bavên şagirtan. Beşeka têra xwe mezin ya perwerdeya mamostetîyê (herî kêm salekê) ne eleqedarî naveroka divê were hînkirin e, lê belê eleqedarî pedagojîyê ye: li ser awayê hînkirinê ye.

 

Alîkara rêveberê dibistana yekem a Raumayê Ulla Rohiola wezîfeya xwe wisa terîf dike: "Li me ferz e ku em her şagirtî entegre bikin. Her yek ji wan girîng e!" Her rengê paşvemayîn, cihêtî, zehmetîyên girêdayîyê rewşa civakî, rewşa hestan yan jî girêdayîyê rewşa dersên zarokan divê were çareserkirin. Ew binxêz dike, "Heke hûn di komê de xwe rehet hîs bikin û li gorî kapasîteya xwe hîn bibin, dilê kesî namîne. Ciwanekî zû hîn dibe dikare tevahîya perwedeya xwe li cem yekî ku hêdîtir fêrî tiştan dibe derbas bike, eger pêdivîyên her yekî  ji wan bi awayekî rojane werin hesibandin. »

Tevî ku modelên navneteweyî pîvanên performansê, ezmûn û lîsteyên rêjeyê derdixin pêş jî, pedagogên fînlandî bikaranîneka bi vî rengî ya notên şagirtan qedexe dikin. Divê ew bibin rêbaza ahengdarkirina derfet û rêbazên ji  bo pêşketina mamoste û zarokan û divê wisa bimînin, divê tucarî nebin rêbaza kontrol kirin û hevrikîyê. Lewra nota didin komeka dîyarkirî û ne di asta neteweyî de. Her kes encamên dibistana xwe dizane lê yên dibistanên din nizane. Di vê mijarê de gelek şaredarî li dijî rojnameyên ku xwestin lîsteyên rêjeyê çap bikin têkoşîyan. Û dema dadgehê birêveberîya şaredarîyê mafdar nedît jî, beşeka mezin a çapemenîyê tercîh kir behsa mijarê neke.

 

Mamostayê zimanê fînî li Helsînkîyê Susse Huhta wisa rave dike, "Salên 1990î  piştgirîya reqabetê di navbera dibistanan de hat kirin, heta parlementerekî Helsînkîyê ew vexwend da ku reklama dibistana xwe bike. Me îro fêm kir ku şaşîyek bû". Bi qedandina sîyaseta reqabeta di navbera dibistanan de, lêgerîna dibistanên herî navdar, ku li derveyî paytextê tiştekî marjînal bû, li Helsînkîyê dibe bûyereka girîng, lê % 30yê ji zarokên pola 7an (13 salî) naçin dibistana taxên xwe. Li gorî Tuomas Kurttila, serokê Komeleya Dêûbavên Şagirtan, paytext li pey mezintirbûna bi lez ya newekhevîyan û li beridîna civakî ya Fînlandîyayê diçe: "Di dema ku sîyaseta me ya civakî bi paş ve diçe tehlûkeya ku sîyaseta me ya perwerdeyê xwe veguherîne neynikeka vala heye. Serketina îro di salên 1970yî û 1980yî de hat avakirin. Serketina sibe jî îro tê afirandin. Hejmareka mezintir a zarokan ji perwerdeya ferz zedetir naxwînin. Ez erênî difikirim, lê divê em hişyar bin li hemberî mezinbûna newekhevîyan". Alîkarê serokê Buroya Neteweyî ya Perwerdeyê Petri Pohjonen li van gotinan zêde dike "Ji dibistanan tê hêvîkirin ku bersiva tevahîya pirsgirêkên civakê bidin. Zehmet e dibistan vê tiştê bikin".

Piştî ku demeka dirêj dibistanek bi rê ve bir û paşê di xizmeta perwerdeya bajarê Vantaa, nezîkî Helsînkîyê de xebitî, Eero Väätäinen fikrekî di nava mamosteyên fînlandî de belav bi kurtasî vedibêje: "Divê em ji bîr nekin ku zarok ji  bo bikevin îmtîhanan naçin dibistanê. Ew diçin dibistanê da ku fêrî jîyanê bibin, da ku rêya xwe bibînin. Ma meriv dikare jîyanê bipîve?" Li welatê Ewropî yê ku di lîsteya rêjeyan de cihê herî baş digire, meriv gelekî gumanan dike ji sinifinadinan.

 

* Rojnamevan

(1) RHPA (2011), Encamên lêkolînên PNDHŞ yên 2009an, şeş beş, Edition OCDE, Parîs.

 

(2) Statîstîkên RHPAyê, 2010.

 

(3) "En visite en Finlande, Chatel prépare la rentrée 2012  / Di serdaneka Fînlandîyayê de, Chatel destpêka dibistana sala 2012an amade dike", Les Echos,Parîs, 19ê tebaxa 2011an.

 

(4) Terry Wrigley, "Growing up in Goveland: how politicians are wrecking schools / Mezinbûna li Govelandê: sîyasetvan çawa dibistanan wêran dikin", Socialist Review, London, hezîran/tebax 2012.

 

(5) Paul Robert, La Finlande: un modèle éducatif pour la France? Les secrets de la réussite / Fînlandîya: modeleka perwerdeyê ji  bo Fransayê? Sirên serketinê, ESF éditeur, 2008. Pasi Sahlberg, Finnish Lessons: What Can the World Learn from Educational Change in Finland?  / Dersên Fînî: Cîhan dikare fêrî çi bibe ji guhertina perwerdeyî ya Fînlandîyayê?, Teachers College Press, 2011. Hannele Niemi, Auli Toom û Arto Kallioniemi, Miracle of Education, The Principles and Practices of Teaching and Learning in Finnish Schools / Mucîzeyên perwerdeyê, prensîp û tecrubeyên hîndarîyê û hînbûnê li dibistanên fînlandî, Sense Publishers, 2012.

 

(6) Hejmarên Buroya Neteweyî ya Perwerdeyê, Opetushallitus, ajanseka serbixwe ya wezîfedar e bi kontrolkirina bername û notdayîna li dibistana yekam û duyem.

 

(7)RHPA, Regards sur l’Education / fikrên li ser perwerdeyê, 2010.

 

(8) heman jêdera li jor navbirî.

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya