Li gorî Mandela Incîl

Translator

“Qehremanekî serdema me” sernavê hejmareke taybet a Courrier International (Hezîran-Tebax 2010) bû. Le Nouvel Observateur (hejmara 27’ê Gulana 2010’an) bi sernavê “wî dîrok guherî” li wê zêde kir. Herduyan jî portreyê Nelson Mandelayê dibeşişe di rûpela serî de bi sernivîsên xwe re weşandin; ev herdu serrûpel şahidiya heyraniya yekdengî dikin ku filmê Invictus yê ku Clint Eastwood derhêneriya wî kiriye asta wê ya herî jor bû. Bi Kûpaya Cîhanê ya futbolê re tevahiya dunyayê ketiye nava kulta pêxemberê vîzyoner yê ku şîddet red kiriye, yê ku ber bi welatekî soza wî dayî ve pêşengiya gelê xwe kiriye, li wî erdî reş, melez û spî di nava hevdengiyê de dijîn. Girava cezayan ya Robben Islandê, cihê ku ew kesê hevalên wî jê re dibêjin Madîba, gelek salan lê girtî mabû û ji bo mêvanên biyanî cihê tewafê yê mecbûrî ye, “bêriyeke” hinekî zelûl tîne bîra mirov, a dema apartheida rûreş ku bi tenê dikare bibe sedema şermezarkirineke gerdûnî û di serî de ya demokrasiyên rojavayê.

Ev kêm zêde du hezar sal çêbûn ku Îsa di çarmixê de mir. Gelek lêkolîneran li ser lihevkirina Îsayê Incîlê û Îsayê dîrokî, lêkolîn kirin. Em di derbarê jiyana dunyewî ya “kurê Xwedê” de bi çi dizanin? Kîjan belgeyên me hene ku em dikarin pê weazên wî bişopînin? Bûyerên ku di Incîlê de cih girtine, gelo bawerî bi wan tê? Mirov dikare bawer bike ku hêsantir e “Mandelayê dîrokî” fahm bike, lewra li ber destê me, Incîleke bi destê wî hatiye nivîsîn heye û her weha gelek şahidiyên yekser jî. Û dîsa jî efsaneya Mandela, eger ne bêhtir be, bi qasî ya Îsayê Incîlan, dûrî rastiyê xuya dike, ewqasî ku mirov gellekî bi zehmetî lê mikur tê ku Mesîhê nû “terorîstek” bû, “hevgirekî komunîstan” û Yekîtiya Sovyetan (yê “goulag”ê), şoreşgerekî biryardar bû.

Kongreya Neteweyî ya Afrîkî (ANC), hevgirê stratejîk yê partiya komunîst a Afrîkaya Başûr, piştî komkujiya li bajarê Sharpville ya 21’ê Adarê ku tê de bi dehan mirov hatin kuştin, sala 1960’î kete nav şerrê çekdarî; reşan li dijî sîstema pasaportan xwepêşandan li dar dixist (pasaporta hundirê welatî). Mandelayê ku heta hingê têkoşîna legal ji xwe re esas digirt, hingê bawerî bi vê anî: hindikahiya spî wê tu carî bi awayekî pasîf ji hêza xwe û îmtiyazên xwe gavan bi paş ve neavêje. Di dema pêşî de ANC’yê sabotaj li pêş girtin, ANC’yê sîleha “terorîzmê” jî bêguman bi kar anî, xwe jê neda alî ku hin bombeyan di kafeyan de bi cih bike.

Madîba sala 1962’an hat girtin û ceza lê hat birrîn. Ji sala 1985’an û pê ve gelek pêşniyarên berdana xwe yên bi berdêla terikandina şîddetê red kirin. Di bîranînên xwe de weha dinivîse “hê jî ne bindest lê zordar şêwaza têkoşînê diyar dikin. Eger zordar şîddetê bi kar bîne, ji bilî bikaranîna şîddetê tu rêya din li pêşiya yê bindest nîne.” Û bi tenê vê yekê seferberiyeke her çû zêdetir bû ya gel û desteka sîstemeke cezakirinê ya navneteweyî ya bi demê re zor li sîstema apertheid kir, kire dewrê ku karîbû pûçbûna sîstema zordar nîşan bide û kir ku desthilatdariya spî poşman bibe. Prensîpa “yek zilam, yek deng” a qebûlkirî, Mandela û ANC’yê diviya êdî nermbûna xwe di pêkanîna “civaka pirreng” de û di garantiyên bidin hindikahiya spî de, îspat bikira. Wan dewam kir tevî – lê belê ev meseleyeke din e – dûrketina ji projeya xwe ya veguherîna civakî.

Yekîtiya Sovyetan û “kampa sosyalîst” alîkariyeke maddî û manewî da stratejiya ANC’yê. Gelek kadroyên wê li Moskova an jî Hanoî hatin perwerdekirin. Şerr belavî tevahiya Afrîkaya Başûr bû. Artêşa Afrîkaya Başûr dixwest li vira hegamoniya xwe pêk bîaniyaya. Li Angolayê mudaxeleya artêşa Kubayê ya sala 1975’an û serkevtina vê mudaxeleyê, serkeftina li Cuito-Cuanavale ya di çileya paşîna 1988’an de bi xwe re anî ku vê bûyerê dê destek bidaya şikandina mekîneya şerrî ya desthilatdariya spiyan û piştrastkirina nederiya rêya ku ev desthilatdarî tê de ye. Li gorî Mandela şerrê Cuito-Cuanavale “di azadiya parzemîna me û gelê min de werçerxek ” bû. Diviyabû ew vê ji bîr neke û sala 1994’an wî serokê Kubayê Fidel Castro kire yek ji mêvanên rûmetê yê merasîma destpêkirina serokdewletiya xwe.

Di vê şokê de di navbera pirraniya gel û desthilatdariya spî de Dewletên Yekbûyî, Brîtanya, Îsraîl û Fransa (ew bi xwe heta 1981’ê) di şerrî de “aliyê xirab” girtin, li ser navê têkoşîna li dijî xetereya komunîst wan aliyê parêzvanên rejîma apartheidê girt. Di salên 1980’î de zilamê serokê DYA’yê Ronald Reagan yê kilîd ku di warê siyaseta “angajmana avaker” ya başûrê Afrîkayê de dixebitî, Chester Crocker bû. Crocker weha dinivîsî: “Bi awayekî xwezayî û bi dîroka xwe ve, Afrîkaya Başûr parçeyek ji tecrûbeya rojavayê ye û ew bi tevahî parçeyekî ekonomiya rojavayê ye.” (Foreign Affairs, zivistana 1980-1981). Washingtona ku sala 1975’an li Angolayê destek da Pretoria (paytexta birêveberiya Afrîkaya Başûr), xwe jê veneda ku ambargoya sîlehan a li ser Afrîkaya Başûr binpê bike û bi awayekî fireh hevkariyê bi rêxistina îstîxbaratê ya Afrîkaya Başûr re bike û pê re jî her red kir ku tevdîra zorê li desthilatdariya spî bike. Li benda beridîneke bi demê re, bang li pirraniya reş hat kirin ku nerm be.

22’ê Hezîrana 1988’an, 18 mehan beriya azadkirina Mandela û legalbûna ANC’yê, musteşarê wezareta karê derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê John C. Whitehead li pêşiya komîsyoneke senatoyê weha dipeyivî: “Divê em qebûl bikin ku veguherîna ber bi demokrasiyeke ne nijadî ya li Afrîkaya Başûr, wê ji ya ku em hêvî dikin bêhtir wext lê biçe.” Ew bi zanîn wisa nîşan dide ku kirinên cezayî wê tu “bandora bêmoralkirinê li elîtên spî” neke û ev tedbîr di serî de dê welatiyên Afrîka Başûr ên reş ceza bikin.

Di sala dawî ya erka xwe ya serokatiyê de Ronald Reagan careke din bêyî ku bi ser bikeve hewl da pêşiyê lê bigire ku Kongreya Amerîkayê rejîma apartheid ceza bike. Ev, ew dem bû ku wî “şervanên azadiyê” yên afgan û nîkaraguwayî pîroz dikirin û terorîzma ANC û Rêxistina Rizgariya Filistînê (PLO) rûreş dikir.

Brîtanya jê kêmtir nedima; hikumeta Margaret Thatcher heta azadbûna Mandela ya di sibata 1990’î de hevdîtina bi ANC’yê re ji binî ve red dikir. Dema civîna bilind a li Commonwealth de Vancouver a Cotmeha 1987’an, Thatcher li ber qebûlkirina kirinên cezayî rabû. Dema ku li ser gefên ANC’yê yên derbkirina berjewendiyên brîtanî yên li Afrîkaya Başûr pirs jê hat kirin, wê ev bersiv da: “Ev nîşan dide ka (ANC) çiqasî rêxistineke terorîst a besîd e“. Di vê serdemê de komeleya xwendekarên muhafezekar a girêdayî partiya Thatcher posterên li ser wan weha nivîsandî belav dikirin: “Nelson Mandela û terorîstên ANC’yê hemûyan bi dar ve bikin! Ew qatil (qesab) in.” Serokwezîrê nû yê muhafezekar David Cameron biryar da ku ji bo vê helwestê di sibata 2010’an de lêborînê bixwaze! Belê karê çapemeniyê hêsan bû, bi bîra wî ve xist ku ew bi xwe bû yê ku li ser vexwendina lobiya li dijî kirinên cezayî yên li dijî rejîma apartheidê, sala 1989’an çûbû Afrîkaya Başûr.
Îsraîl heta dawiyê weke hevgira dilsoz ya rejîma nijadperest a Pretoriayê ma. Sîleh dan rejîmê û alîkarî dayê da ku bernameyên xwe yên eskerî yên nukleer û fuzeyan bi pêş ve bixe. Di nîsana 1975’an de serokkomarê Îsraîlê yê nuha Shimon Peres, wê demê wezîrê parastinê bû, peymaneke ewlekariyê ya di navbera herdu welatan de mohr kir. Salek bi şûn de, serokwezîrê Afrîkaya Başûr Balthazar J. Vorster, ku kevnesempatîzanekî naziyan e, bi rûmeteke mezin li Îsraîlê hat pêşwazîkirin. Rayedar û berpirsiyarên rêxistinên îstîxbaratê yên herdu welatan her sal li hev diciviyan û şerrê li dijî “terorîzma” ANC û PLO’yê koordîne dikirin.

Gelo Fransayê çi dikir? Fransaya General De Gaulle û rastgirên ku piştî wî hatin, têkiliyên ne tevlihev bi Pretoria re dewam kirin. Di hevpeyvînekê de ku ji aliyê hejmara Nouvel Observateur ya li jor behskirî hatiye weşandin, Jacques Chirac pesnê xwe dida ku ji berê ve piştgirî dida Mandela. Weke gelek kadroyên birêvebir ên rastgir, bîra wî jî lawaz û kurt e – û rojnamevanê ku hevpeyvînê dike jî bêyî ku bikeve dudiliyê bîrokebûna wî qebûl dike. Chirac di navbera 1974 û 1976’an de serokwezîr bû. Hezîrana 1976’an Chirac peymana bi Framatome re ya ji bo avakirina yekemîn santrala nukleer li Afrîkaya Başûr qebûl kir. Li ser vê bûyerê edîtoriya rojnameya Le Monde’ê ev dinivîsî: “Di nava komeke piçûk a hevalbendan de hevalên Franseyê yên ecêb hene ku Pretoria wan weke “ewle” dibîne” (1’ê Hezîrana 1976’an). Rojnameya Afrîkaya Başûr a gellekî tê firotin Sunday Times’ê di rûpela pêşî de bi tîpên mezin sernavê “Bijî Fransa. Afrîkaya Başûr dibe hêza atomî” bi kar dianî. Ji ber zexta dewletên afrîkî, Parîsê sala 1975’an biryar dabû ku êdî sîlehan yekser nefiroşe Afrîkaya Başûr, lê belê hê gelek salan rêz ji peymanên firotina sîlehan yên di meriyetê de re girt. Di heman demê de panzerên wê Panhard û helîkopterên wê Alouette û Puma dê bi lîsansê li Afrîkaya Başûr bihatana hilberîn.

Tevî nîqaşên fermî yên şermezarkirina rejîma apartheidê, Parîsê heta sala 1981’ê, ji kêmasî ve gellek şêwazên hevkariyê bi rejîma nijadperest re dewam kirin. Alexandre de Marenches di navbera salên 1970 û 1981’ê de daireya belgekirina karên derve û dij-sîxurtiyê (SDECE) bi rê ve dibir. Wî bi kurtî felsefeya rastgirên fransî weha rave dikir: “Apartheid bêguman sîstemeke weha ye ku giriyê mirov pê were, lê belê divê mirov bike ku bi nermî biberide. ” Heger ANC’yê guh bidaya şîretên wan ên “nermbûnê” (yan jî şîretên Reaganê serokê DYA’yê), Mandela wê di girtîgehê de bimiraya, Afrîkaya Başûr wê noqî nav tarîtiya kaosê bibûya û dunyayê dê nikarîbûya efsaneya Mesîhê nû biafirandaya.

Çavkanî
  • Un long chemin vers la liberté (Rêyeke dirêj ber bi azadiyê ve), Fayard, Paris, 1995.
  • Ronnie Kasrils, “Turning point at Cuito Cuanavale (Li Cuito Cuanavale werçerx)”, 23’ê Adara 2008’an, http://www.iol.co.za/
  • Christine Ockrent, Alexandre de Marenches, Dans le secret des princes (di nava sirr û raza mîran de), Stock, Parîs, 1986, rûpel 228.