Li Haîti’yê, yê ku difikire zik e !

Translator

Montréal-Port-au-Prince [Lîmana Mîrza]. Port-au-Prince û Haîtî di serî de. Piştî ku sî salên temam derbas bûn, Dany Laferrière’ê rojnamevanê nivîskarê ceribandin û romanan, vedigere welatê xwe yê eslî. Li ser bergê şomîz î zer ê kitêba wî nivîsî ye “roman-” Bi rastî?

Berhema wî herwiha dişibe qisetkirinekê, şahidî an jî parçejiyanekê, ku bi zimanekî helbestî yê petî, pir-aforîzma, bi qerf û îmaj hatiye nivîsandin. Tund û tûj. Xeşîm carinan. Ne ji bo haîtiyiyan, lê ji bo wî, ji bo me.

“Di nav maweyeke ewqas kurt de
Ji vejeteryanekî bi zorî bûm mirovxurekî mecbûrî “

Laferrière bi şêweyekî xweser, bi qasî şimaqên xeşîm niwazên nerm jî dertîne û çavekê li Aimé Césaire’ê dimiqîne ji bo berhema wê ya bi navê Cahier d’un retour au pays natal [Deftera vegereke bo welatê eslî]: “Lê berî birêketinê me pêdivî pê heye. Ne di vegerê de.” Awazeke risteyên azad kitêbê dadigirin. Rêncberê ku erdê beyar ê mirovên xemgîn diterikîne da ku biçe zoravayên Port-au-Prince’ê, bi tenê bilêta çûnê dikire. Nivîskarê me, lê belê, xwedanê bilêteke çûn-û-vegerê ye. Lê belê, têgihiştina wî ya rewşê, bedela çend û çend ceribandinan û teswîrên rewşên mehrûmiyetê ye.

“ Di jiyana min a berê de
Xwarin bû xema mezin
Hertişt li dora zikî dizivirî.
Bi nanxwarinê re, hertişt durist dibû.”

Haîti’ya zemanên berê? “Dîktatorê tropîkal û giyanê xerabkar” : dengê radyoya duvalierist [navê rejîma dîktatorî ya li Haîti’yê ye ji sala 1957’an heta 1986’an] ewqas bilind bikin da ku sîxûr we ji partîzanên “reqkerê giyanan” bizanin. Bêavî? Keçik berî herkesî radibin da ku biçin heta cihên pir dûr ji bo avkêşanê. Destpêka dewlemendiyê? Rojekê, “wî kitêbek kirrî bêyî ku jê re lazim be.” Gerra li dû dewlemendiyê? “Xwe ji awairên feqîran biparêze.” Cudatiya rasteqîne, li “welatekî heta ser der û qulpan tijî”, lê bê meydaneke azad? “Mal û meydana we ye ku kesayeta we diyar dike.” Lûtkeya mal û samanî? Jîna li New York an jî li Parîs’ê, lê ragirtina mal û erdê xwe bi rêya xulaman! An jî avakirina şatoyên herî bilind di nîveka taxên feqîr û parsekan de! Û çawa ye paşeroja van mirovan?

“Li vê devera ku birr birr mirov lê ne
Berî hertiştî xema zikî ye.
Vala an tijî?
Seks rast piştî wê tê.
Û xew dawî.”

Û xweşhaliya ji ber mişetiyê [pirbûn]? Zikekî qerase ji birinc, poi [xwarineke Haîti’yê], sos û mirîşkê? Leqayîbûna Îsa yan yek ji hewariyên wî? Saxbûn, kenîn, ku qet kêm nîne, dîtina buhorîna saetan bêyî birçîbûnê, “gava ku axirî hejarî dikeve kurtexewekê-” Haîtî herwiha welatek e ku zahir ji batinê sertir e. Ku peyv pere ye. Û pêwendî zêr. “Li dûrgeyekê ku çûk lê reviyane”, xewn û xeyal û efsane ji garis û petatan baştir çêdibin. Qisetkerê haîtiyî û kebekî [Quebec], zîrek û naîf, “divê dîsa xwe fêrî wî tiştî bike ku jixwe dizane lê diviya di rêyê de ji xwe veke.” Bi hêvîşkestin, bi sebr û sebat û bi heyr û heyret. Li welatê tundrewiyan.