Li himberî deyndêran, bêrûtîya arjantînî û tirsonekîya yûnanî

Gelo kemberşidandina aborî qederek e?
Translator

Krîza yûnanî ne nadir e. Lê belê, welatên din ên di bin barê giran ê deynan de mayî, wek Arjantîna dehsalên 1990-2000ê, biryara êdî deynên xwe nedin girt. Ev meseleya nîşandêr hem mantiqê ku ber bi bobelatê ve diajo, hem mekanîzmayên ku dikarin rêyeke derketina ji tengasîyê bidin Atînayê, xuya dikin.

Di serî de fikireke gelek zîrek hebû. Gava ku tê ser kar, 1989ê (1) ji bo ku dawîyê li enflasyona ku welêt dide ber pêlên xwe yên rûxîner bîne, serokkomarê peronîst Carlos Menem –tevlî superwezîrê xwe yê aborîyê Domingo Cavallo yê li Harvardê perwerdebûyî û kevnememûrê dîktatorîyê (1976-1983) – rêjeya pevguherandina dovîza arjantînî bi awayekî hişk asê dike: 1 peso bi 1 dolarê. Ew vê pergala bi navê "currency board" di Destûra Bingehîn de dide nivîsandin. Ev siyaseta ku sifeta "big bang" lê hatiye danîn û ji destpêkê ve Fona Diravî ya Navneteweyî (FDN) teşwîqî wê kir, pêşî bi ser dikeve: Enflasyon ji holê radibe û rabûn xurt dibe. 1ê çileya 2001ê, Yûnanistan şertên Maastrichtê temam dike û tevlî devera euroyê dibe. Salek bi şûn ve, diravên bi dovîza nû derbkirî cihê diraxmîyê, kevnepereyê neteweyî digirin.

Li pey krîza meksîkî (1994-1995), Buenos Aires zehmetîyan dikişîne ji bo ku xwe li bazaran fînanse bike: Zêdebûna rêjeyên faîzê –ku digihîjin % 20ê– li ser budceya wê giran dibe. Piştî çend krîzên ku li neteweyên bipêşdikevin xist (Asyaya başûr-rojavayî, Rûsya, Brazîl), nirxê dolara veberanîna penahîyê bilind dibe. Zewaca evîna peso û bileta kesk, vedigere li Buenos Airesê dixe: Hikûmeta ku tevahîya xweserîya Bankaya Navendî jê standibû, desteserîya siyaseta xwe ya diravî jî ji dest da. Hin cîranên mezin ên wek Brazîlê nirxa dovîza xwe nizm dikin û dolar li gor euroyê bilind dibe; wek encam, Arjantîn temamîya reqabetkarîya xwe di van bazarên nêz û dûr de winda dike. Bi vî rengî sala 1988ê bû sala derbasbûna ji mezinbûna aborîyê ber bi piçûkbûna aborîyê ve. Li gel têketina euroyê, pîşesazîya yûnanî ji ber xurtbûna vê diravê li ber diraxmîyê zehmetîyan dikişîne: hilberîna wê "giranbiha" dibe.

Dema ku, 24ê cotmeha 1999ê, Menem cihê xwe dide Fernando de la Rúa ê serokê radîkal ê koalîsyoneke navend-çep, Bereya ji bo welatekî piştgirîya civakî (Frepaso), yê ku dûrî fikirên kevneserokwezîrê yûnanî George Papandreu nasekine, hingê fînans kavil bûne. Li gor hejmarên fermî, ji % 40 ji sî û şeş mîlyon arjantînîyan di binê sînorê feqîrîyê de dijîn. FDNa parêzvana kamil û herheyî ya cinsê mirovî soza deynekî 10 mîlyar dolaran dide hikûmeta nû, da ku ew dîsa deynên xwe fînanse bike, bi şertê ku ew bernameyeke kemerşidandinê bi cih bike. Desthilata bi qasî xulamekî nû rêzgir û dixwaze rê li ber çi muhletê, yan nebûna peredayînê bigre –deynê dewletê digihîje 147.8 mîlyar dolaran–, desthilat "planeke sererastkirina strukturel" saz dike. Hezîrana 2000ê, greveke giştî ya sî û pênc rojan welêt ditevizîne.

Li 30ê mijdara 2009ê, tevî ku wezîrên fînansê yên ewropî endîşeyên xwe tînin zimên, Papandréou –yê ku şûngirê serokwezîrekî muhafezekar, Kóstas Karamanlís e– lê mikûr tê ku aborîya yûnanî di bin "lênêrîna ji nêz" de ye. Roja 3ê adara 2010ê, ew plana kemerşidandinê ya pêşî îlan dike.

Planên rizgarîya ji krîzê

Komeke aborînasên FDNê, Bankaya Cîhanî (BC) û Bankaya Navamerîkî ya Pêşketinê (BNP) li ser "planeke rizgarîyê" dixebitin –ku îlla wê bibe ya dawî. "FDN wê rê nede Arjantînê ku ji alîkarîya sozdayî sûdê werbigre, heta ku hikûmet koma biryarên ji hêla serokkomar ve îlankirî bi zagon an, bi biryarnameyê  nexe dewrê" (2), Stanley Fischerê birêveberê giştî yê vê binesazîya ku, pêwîst be, carina pir xirab jî tev digere, roja 23ê mijdara 2000ê hişyar dike. Lewre jî, De la Rúa biryarnameyeke weha îlan dike ku bermayîyên xizmeta umûmî ya teqawidbûnê ji hev dixe, ewlehîya civakî ji rê derdixe, bazara kar sist dike û sektora tenduristîyê lîberal dike.

Roja 23ê nîsana 2010ê, Atîna deynekî pêşî ya 45 mîlyar euroyan ji Yekîtîya Ewropayê û FDNê distîne.

Qurbanên pêşî yên pev-çûnên di nav polîs û xwe-pêşandêran de dikevin rojevê. Escraches –dijûn, kevir an hêkên avêtî, êrişên fîzîkî–, rêbirîn û konserên beroşan (cacerolazos) li hev zêde dibin. Roja 18ê kanûna 2000ê, bi bikaranîneke aqilane ya bêkêrîyan, hevkarîyeke fînanskerên navneteweyî di bin rêveberîya FDNê de planeke "alîkarîyê" ya nû, bi mîqdareke 39.7 mîlyar dolaran di sê salan de, pêşkêşî Buenos Airesê dike. Bi xêra avêtina van gavan, Arjantîn xilas bûye! De la Rúa weha kêmkirineke nû ya mesrefên dewletê îlan dike û 20ê adara 2001ê, Cavallo yê "peso-dolar" wek wezîrê aborîyê hildibijêre. Vegera wî ya ku kêfa Borsa, FDN û bazaran (ji bo kêlîyekê) tîne, kelecana Financial Times jî radike: ji ber ku encamên wî "navekî efsanewî li nav veberhênerên navneteweyî û siyasetnasên dinyayê jê re peyda kir" (3). Hêvîyên serokwezîrê brîtanî Anthony Blair û serokkomarê amerîkî George W. Bush digihîjin esmanan û ew kêfxweşîya xwe bi raya giştî re parve dikin.

Roja 2ê gulana 2010ê, ji bo "dawîlêanîna krîzê", wezîrên fînansê yên ewropî "planeke xilasîyê" ya 110 mîlyar euroyan pêşkêşî Yûnanistanê dikin.

Hertim ji gel fedakarî tê xwestin

Ji bo ku rê li ber nebûna dana deynan bigirin û ji ber ku ku mihleteke yekalî bi awayekî dogmatîk wek nemumkin tê red kirin, Cavallo "megapevguhertin"ê diafirîne, ku bi riya wê senedên deynê demkurt (29.5 mîlyar dolaran) bi senedên deynê demdirêj (heta sî salan) tên guhertin, lê belê di gel faîzên pir bilind –ev jî hatina bobelatê bi lez dike. Bi pey re, wî berê xwe da "sifir ziyanên budceyî" û meaş û pansîyonên bêhtirî 500 peso % 13 kêm kirin, gaveke ku zerar da % 92 xebatkarên dewletê û % 15 teqawidan. Bi sedan şirketên piçûk û navincî (ŞPN) îflas kirin. Bi rengê webaya Çaxa Navîn, rezaleta aborî weha kir ku piqeteros –bêkarên ku çalakîyên rêbirînê pêk anîn– bi sedan rê girtin û girseyeke arjantînîyan jî greveke giştî roja 20ê tîrmeha 2001ê da dest pê kirin. Ajansên îdareya rîskan Standard & Poor's û Moody's xuya dikin ku dibe ew Arjantînê wek welatekî "di rawestîyana teknîk ya peredayînê de" rêz bikin. Berdevkekî malîyeya amerîkî peyamê temam dike û dibêje: "Berî ku rewşa hevsengîya dilxwaz pêk were, bi ihtîmaleke mezin wê pêwîst be ku gelê Arjantînê gelek fedakarîyan bike". (4)
Roja 15ê hezîrana 2011ê, greveke giştî Yûnanistanê felç dike: Gel li hember bernameyeke kemerşidandinê ya nû û ji bo xilaskirina 28 mîlyar euroyan protesto dike. Li gel pevçûnên pirhejmar bi polîsan re, bername 29ê hezîranê hat pejirandin û 22ê tîrmehê rê li ber peredayîna planeke nû ya alîkarîyê ya 109 mîlyar euroyan vekir.

Banka nikarin ji daxwazên vekişan-dina pereyê bi peso û dolaran re bibin bersiv û ji 3ê kanûnê pê ve, hikûmet biryarên sert ji bo bisînorkirina derketina pereyî ber bi derveyî welêt ve digre. Jê bêhtir, ew nahêle ku tasarufdar bigihîjin pereyê pêşin ê hesabên wan ên bankeyî û weha corralito ("bera piçûk") dixe dewrê. Gelo ev bes e? Bi rûdanka çakîyê, durûtî belav dibe: Tevî ku qezencên bacî li mijdarê rekoreke nû ya daketinê bi dest xist (- % 11.6), ji ber planên kemerşidandinê yên ku çalakîya aborî tevizand û paşxistineke sêsalî bi xwe re anî, ajansa Fitch nota deynê dewletê ya welêt ji Cyê dadixe DDDyê (nedana deyna). FDN dide xuya kirin ku ew ê 1.26 mîlyar dolarên berê pejirandî nede.

Greva giştî ya heftem! Ji 12ê kanûnê ve, xwepêşandanên berfireh belav dibin û tên perçiqandin (heft mirî, sê sed û heftê û heşt birîndar). Ew rê li ber talankirina supermarket û dikanan vedikin, bi destê xizanên çi alîkarîya wan a civakî nemaye. Sinifa navîn dengê cacerolazosên xwe derdixe. Bê al û rayedar, bi sedan hezar kesên nerazî wek behreke bi hêrs pêl û bang didin. Bersiva tenê ya De la Rúa jî îlankirina rewşa awarte û xurtkirina zilma polîsî ye: Sî û pênc mirî û bêhtir ji çar hezar û pênc sed girtî. Lê belê, çalakbarîya gel qels nabe. Roja 19ê kanûna 2001ê, hikûmet bi pey Cavallo yê nefretkirî îstîfa dike. Dotira rojê, De la Rúa wekaleta xwe ya li Casa Rosadayê nîvco dihêle û siwarî helîkopterekê dibe.
Rojên 19 û 20ê cotmeha 2011ê, gre-veke giştî û xwepêşandanên bi şiddet Yûnanistanê ditevizînin; Dimitris Kotsaridisê xwepêşandêr jîyana xwe ji dest dide.

Tevî dîyarkirina bêhişîya şertên FDNê, Banka Cîhanî û hogirên wan (rengê "troykayekê"), Rodríguez Saáyê peronîst ji hêla Kongreyê ve wek serokkomar tê hilbijartin. Li ber Meclisê, ew dibêje ku ew ê qurûşeke ji deynî jî nede. Ew doza siyaseteke nûdestpêkirinê dike, behsa sazkirina mîlyonek karan û dixwaze biryarên kêmkirina meaşên teqawidîyê û sistkirina hiqûqa kar betal bike. Ev qerarên pêşî –ku "ji îmaja nûker û hevdem a serokkomarê demkî dixwaze nîşan bide bêhtir, dişibin gelperestîya herî paşvemayî"– bazaran dixin endîşeyê (berdevkê wan ê li vir, rojnameya spanyolî El País e, roja 28ê kanûna 2001ê).

Serok tên, serok diçin

Gel çareyên berbiçav dixwaze û xwepêşandan ji rê derdikevin. "Çareya min tuneye û ez îstîfaya xwe ya bêveger pêşkêş dikim", Saá dibêje û heft rojên piştî hatina xwe ya li ser kar, dev ji dozê berdide.

Eduardo Duhalde yê peronîst jî, ji bo dawîya wekaletê, yanî heta kanûna 2003ê, tê tayîn kirin. Ew di panzdeh rojan de serokkomarê pêncem e. (5) Hikûmeta nûhatî "qanûneke awarte" dişîne Meclisê; ev qanûna 6ê çileya 2002yê pesindkirî jî, guhertinên bingehîn di warê siyaseta aborî de bi xwe re tîne. Ji bo nûdestpêkirina çalakîyê, wê dawîya "pevgherandina sabit a dovîzan" ya 1991ê ferzkirî, bê anîn û nirxa pesoyê % 30 bê daxistin. "Axaftin û gavên avêtî hîn populîst in, lê belê bidîqattir in", El País 3ê çileyê dinivîsîne. "Populîst"? Jixwe: Rîsk heye ku şirketên pirneteweyî yên spanî, ku li Arjantînê wek li welatekî dagirkirî tev digerin û niha ji alîyê Borsaya Madrîdê ve bi giranî tên ceza kirin, ji ber daxistina nirxê 3 mîlyar euroyan winda bikin.

Bijarteya parastina bi her awayî ya dewsa wê di devera euroyê de, riya daxistina nirxa pereyî ji bo hewldana nûdestpêkirina îxracatan li ber Yûnanistanê digre.

Fîrmayên xwedî konsesîyonên xizmetên dewletî yên taybetkirî ku piranîya wan ji derveyê welêt hatine, zêdekirinên buhayan ji % 40 heta % 260 dixwazin. "Di jîyana min de, tu cara evqas telefonên hemû şirketên li Arjantînê bicihbûyî ji min re nehatibûn ku nedixwestin em dest bidin imtiyazên wan", serokkomar Duhalde bi pey re got. (6) Roja 27ê çileyê, komîserê ewropî yê berpirsê karên diravî Pedro Solbes weha hişyar dike ku rengê tehdîdan digre, û "kêmanî û nakokî" yên bernameya aborî ya arjantînî şermezar dike. Bankayên Crédit Agricole, Banco Santander û Bank of Nova Scotia direvin û bi dehan hezar arjantînîyî bê abor [û pere] dihêlin.

Tevî daxuyanîyên fermî yên ku kemerşidandinê diparêzin, hikûmet ji nerazîbûna veberhênerên bîyanî, Dewletên Yekbûyî yan FDNê bêhtir, ji teqîneke civakî ya din ditirse. Lewre jî, ew mihleta ku Saá îlan kiribû, berdewam dike. FDN ji serokkomar "planeke lihevkirî" dixwaze û weha bersivê dide: Heta siyaseta heyî berdewam be, ew ê tu alîkarîyê nede û ji bo dayîna deynî salek mohletê dide Arjantînê.

Roja 31ê cotmeha 2011ê, Papandréou dide zanîn ku ew ê peymana zîrveya ewropî ya 27ê cotmehê (ya ku dîsa hedefa "rizgarkirina" Yûnanistanê bi zêde kemerşidandinê danîbû ber xwe) têxe referandûmê. Piştî nerazîbûnên Almanya, Fransa, Bruksel û FDNê, ew 3ê mijdarê ji ya xwe dadikeve.

Di axaftina xwe ya peywirgirtinê de, Duhalde weha xuya kiribû ku depoyên bankeyî yên ji ber corralitoyê asêmayî dê bi dovîza esl bên vegerandin. Lê belê, ew soza xwe nayîne cih û dide zanîn ku tasarufdar ê pereyê xwe tenê bi pesoyan û ne bi dolaran werbigrin, li ser bingeha 1.40 peso ji bo dolarekê, tevî ku bi rêjeya veguhastinê ya serbest, dolarek jixwe bi 1.65 peso bû. Li meha nîsanê, FDNê ku tiştên berevajî hev dibêje –yan jî, belkî, qet nizane çi bike!–, 710 mîlyon dolaran ji bo fînansmana ziyana budceya wilayetan pêşkêş dike. Duhaldeyê ku bi qasî muxatabên xwe heyranê mîzahên dubare ye, sozê dide ku ew ê ji mesrefên dewletî kêm bike. Di sê mehên rabihurî de, şirketan sed û heftê hezar kes ji kar avêtin; bêkarî bi fermî gihîşt % 25ê. Di eyaleta Buenos Airesê de, betalkirina borsayan sed û sî hezar şagirdên taxên xizan ji dibistanan derxistin. Daxistina nirxê zêdekirina buhayê berhemên neteweyî û itxalkirî ya heta % 30 (% 70 ji bo êrd) li ser bazirganan hat ferz kirin.

Roja 20ê sibata 2012ê, wezîrên fînansê yên devera euroyê li hev tên ku ew ê alîkarîyeke zêde ya 130 mîlyar euro di berdêla biryarên nû yên kemerşidandinê de bidin Yûnanistanê,. Wezîrê holandî yê fînansê Jan Kees de Fager dixwaze ku Atîna di bin "çavdêrîyeke herdemîn" a Yekîtîya Ewropayê û FDNê de bimîne.

Çavdêrî? Li Arjantînayê, mantiqekî cuda xwe ferz dike.

Siyasetmedar, endamên hikûmetê, dadgêr êdî newêrin derkevin derve

Hejmareke mezin a selefan

1868: Dewletên Yekbûyî
Li dawîya şerê navxweyî, Waşîngton deynê Konfedera-syonê "tuneyî" îlan dike.

1898: Kuba
Piştî serkeftina wan li dij Spanyayê, Dewletên Yekbûyî deynên Madrîdê li ser gelê kubayî vala derdixînin.

1918: Yekîtîya Sovyetan
Bolşevîk deynê çarî red dikin.

1998: Rûsya
Moskva rawestandina betalk-irina deynê welatên Kluba Parîsê (1) û bankayên ferdî yên li xwe îlan dike.

2003: Iraq
Dewletên Yekbûyî deynê Iraqê "erjeng" dide xuya kirin û ji Almanya, Fransa û Rûsyayê dixwaze ku dev ji deynên xwe berdin.

2007: Ekwador
Audîteke nerewatîya beşeke mezin a deynê dewletî îlan dike. Quîto li ser deyndêrên xwe ferz dike ku senedên layiqî 3.2 mîlyar dolaran bi 900 mîlyon dolaran dîsa bistînin.

2008: Îslanda
Gelê îslandî li hember dayîna deynekî bi aktîvîteyên bankaya ferdî Landanski ve girêdayî protesto dikin. (2) Di bin metirsîya zextên hikûmetên brîtanî û holandî û veberhêneran de, ajansa Fîtch dîsa roja 17ê sibata 2012ê "nota" welêt ji BB+ bo BBB- bilind dike.

Ji pêşkêşîya "Efsaneya deynê erjeng" a Claude Quémar (Komîteya Betalkirina Deynê Cîhana Sêyem, CATDM), Liege, 22 û 23 cotmehên 2011ê, û ji pirtûka AAA. Audit Annulation Autre politique, Damien Millet û Eric Toussaint, Seuil, Parîs, 2012, hat girtin.

1 Komeke nefermî ya deyndêrên dewletî. Enda-
mên herdemîn ev in: Almanya, Awustralya,
Awusturya, Belçîka, Danîmark, Dewletên
Yekbûyî, Fînlanda, Fransa, Holanda, Îrlanda,
Îtalya, Japon, Kanada, Keyatîya Yekgirtî, Norweç,
Rûsya, Spanya, Federasyona Swedê û Swîsre.

2 Bixwînin, Silla Sigurgeirsdóttir û Robert Wade, "Quand le peuple islandais vote contre les
banquiers/Dema ku gelê îslandî deng li dijî bankevanan dide", Le Monde diplomatique,
gulan 2011

Ji dawîya sala 2001ê, meclisên gelerî li her derî ava bûn, her weke rêxistinên bêkar û piqueterosan, şebekeyên pevguhastina milkan, koordînasyonên tenduristî an perwerdeyê; karker bi rengê xwebirêvebirinê kargehên devjêberdayî dîsa didin şixulandin. (7) Siyasetmedar, endamên hikûmetê, dadgêr êdî newêrin derkevin derve: Ew zêde tima û bertîlxurbûn; tevahîya welêt ji wan nefretê dike. Kabûsa kavilî serîhildana civatên cotyaran bi xwe re tîne. Li bajaran, cacerolazos dîsa dest pê dikin; sendîkayên bêkaran û yên din, rûniştevanên kevîyên bajaran ên birçîmayî, riya têketina paytextê asê dikin. Di kaoseke tevahî de, arjantînî bi banga "Que sa vayan todos!" ("Bila hemû herin!") dîsa isyan dikin û du mirî û sed û nod birîndaran li dû xwe dihêlin (herweha sed û şêst girtî).

Roja 26ê hezîrana 2002yê, perçiqan-dina hovane ya xwepêşandaneke piqueterosan -"qetlîama Avellane-dayê"- dibe sedema du mirîyên din û sî û sisê kesên bi guleyan birîndar bûyî. Li hember nerazîbûna gel, Duhalde hilbijartinên şeş mehan pêşxistî, îlan dike.

Meha kanûnê, di kolanên Buenos Airesê de, nêzî sed hezar kesan dîsa dimeşin û "mecliseke gel" dixwazin ku tê de wê "guhertina radîkal a modela aborî" bê nîqaş kirin. Muzakereyên li gel FDNê yên ji kanûna 2001ê ve rawestandî, asêmayî dimînin. Ji bo pir kesan, Arjantîna ku wek Iraq, Lîberya an Somalyayê bûye paryayeke fînansî, ji xwe di gorê de ye. Civaknasê fransî Alain Touraine weha wê bi temamî bin ax dike: "Îmkana wê tuneye ku xwe biguherîne û biryaran bigre. Wek yekîne, wek welat û wek pergala siyasî, ew miriye". (8) Belkî miriye, lê hîn dillive. Hem jî pir dilive.

Di ber kampanyaya hilbijartinan de, sê namzed li ser navê peronîsmê derdikevin pêş dengdaran: Carlos Menem, Saáyê serokkomarê demkurt û Nestor Kirchner, bi raya giştî nenas, lê belê walîyê navend-çepgir a eyaleta Santa Cruz (Patagonya). Li roja 27ê nîsana 2003ê, Kirchner û Menem bi ser dikevin, yê pêşî bi % 24.34ê dengan û yên din bi % 21.9ê dengan. Roja 14ê gulanê, Menemê ku anketan wek " têkçûyî-perçiqî" nîşan dida –û dabû zanîn ku, eger ew bê hilbijartin, ew ê ji bo dawîlêanîna xirecirê bang li artêşê bike –biryar dide ku beşdarî dora duyem nebe. Roja 25ê gulanê, di axaftina peywirgirtinê de, Kirchner xwe wek parêzvanê edaleta civakî û roleke zêde ya dewletê xuya dike, da ku "wekheviyê li şûna bazarê li cihên bazar were qewirandin bi cih bike". Tevî ku Dewletên Yekbûyî bi tenê memûrekî rêza duyem şand, sekreterê îkamet û pêşxistina bajarî Mel Martinez, her kes baş dibîne ku ji heyetên bîyanî, xelk herî pir ji bo serokkomarê kubayî Fidel Castro, yê venezuelî Hugo Chávez û yê brazîlî Luiz Inácio Lula da Silva li çepikan dixe.

Veberhênerên bîyanî hê jî nûnirxan-dineke berfireh ya buhayên xizmetên dewletî yên taybetkirî dixwazin (biryareke ku FDN jî dixwaze). Herçi Kirchner û wezîrê wî yê aborîyê Roberto Lavagna, biryara çavdêrîya têketinên malîyeya spekulatîv didin û zêdebûneke % 50 a meaşê asgarî ji bo nûdestpêkirina danûstandinê îlan dikin.

Arjantîn riyeke din dide ber xwe

Ji hingê ve, serokkomar siyaseteke berevajî ya ku welat xira kiribû dimeşîne. Ew "têkilîya yekgirtî" ya ji salên 1990ê ve li gel Dewletên Yekbûyî hebû, qût dike û berê xwe dide hêla pêşverû ya latînî-amerîkî. Ew rola îradeya di siyasetê de û rola dewletê ya di aborîyê de dîsa binxêz dike, saxîya fînansî û pêşketina parastinên civakî bi hev ve girêdide, her weke nûsazkirina erza pîşesaz û piştgirîya teleba gel. Ji îlona 2002yê ve, ji ber ji nirxketina xurt a pesoyê ku, bi parastina pîşesazîyê, rê dide vegirtina bazara navxweyî û şûngirtina hin îtxalatan, mezinbûna aborîyê vedigere; rêjeya wê jî ji dînamîzma îxracatan sûdê werdigre û pir bilind dibe.

Jixwe, FDNa ku şahida vê mezinbûna aborîyê bû ji Buenos Airesê dixwaze ku ew beşeke ji zêdeyîya qezencên xwe yên bacî ji deynî re veqetîne. Bersiva Kirchner jî ev e ku ew ê dîsa dest bi dana deynî bike, heke aktorên fînansî pareke deynê wan betal bikin. Li îlona 2003yê, bi boneya meclisên giştî yên FDNê û Bankaya Cîhanî ku li Dubayê pêk tên, ew bi xwe erza xwe ya " te divê qebûl bike, te divê dev jê berde" tarîf dike û li şûna ku serê xwe li bazarê bitewîne, ew yekser pêre muzakereyê dike. Ew weha ji cendirmeyên diravî mihletekê distîne ku vegerandina 12.5 mîlyar dolaran bi sê salan (heta îlona 2006ê) taloq dike, tarîxa peredayîna 2.43 mîlyar dolaran, mîqdara deynê Aarjantînê diviyabû heta hingê bida, dirêj dike û noqteya herî girîng, red dike ku soza bicihanîna çarenameyên adetî yên Fonê bide.

Vê pozîsyona tund encam da, û struktura ku 25ê sibata 2005ê hat bi dest xistin, emsaleke girîng û heta mînakek jî çêkir. Wê rojê, Arjantînê kêmkirineke deynê dewletî, çi navxweyî û çi derveyî (178.7 mîlyar dolaran), ferz kir, bi xêra daxistineke % 75 li ser 82 mîlyar dolaran –daxistina herî mezin a herdemî. (9) Ji vê miqdarê, % 43.5 di destên tasarufdarên takekesî û neniştecih de bû (piranîya wan jî îtalî û alman), % 34.5 aîdê veberhênerên sazûmanî yên bîyanî û % 22 di bin xwedîtîya arjantînîyan de bû. Mîqdarên ji FDNê, Bankaya Cîhanî û sazûmanên navneteweyî yên din ve hatî xwestin, neketin ber çarçoveya peymanê. (10)

Jê re "populîst" dibêjin û ji ber redkirina krîmînalîzekirina protesto-yên civakî rexneyan lê dikin, carina bi otorîtarîzmê jî wî gunehbar dikin, lê serokkomar Kirchner, tevî ku hemû pirsgirêkên welatê xwe çareser nekiribin jî, hejmareke şirketên stratejîk dîsa neteweyî kirin –posta û teleragihandin, av, veguhastina hewayî–, bernameyên civakî yên girîng fînanse kirin û rêjeya xizanîyê di çar salan de daxist nîvî. "Me ji bo deynê herî giran ê dinyayê, muzakereya herî serkeftî meşand", wî vê roja 25ê sibata 2005ê li Dubayê îfade dikir. Meha kanûna din, bi xêra alîkarîya Venezuelayê (ku bi qasî 1.6 mîlyar dolarên deyn standin), welat bi yekcarî deynê FDNê lê vegerand (9.8 mîlyar dolar). Dîsa jî, rexne lê hatin girtin. Lê belê, ji bo Buenos Airesê, armanca sereke ya avêtina vê gavê ev bû ku berpirsyarên bobelata 2001-2002ê dîsa destê xwe di rêvebirina karên welêt wernedin.

Bi vedîtina hikumdarîya xwe, welat bi awayekî bi heybet rabû, heta ku hilberîna hindûrîn a brut (HHB) li nav 2003 û 2011ê sê qatan bilind bû. Baş tê zanîn ku sektora îxracatan a yûnanî û ya arjantînî ne yek in û ji 2001ê ve, Buenos Airesê ji çakîya aborîya dinyayî ya bi xêra kredîya erzan û taleba çînî ya maddeyên xam feyda wergirtiye. Atîna nikare ji derdoreke wisa sûdê werbigre da ku dîsa rabe ser xwe.Lê dîsa jî, divê ew ji vê serhatîya berê dersê bistîne. Dersa ku sala din, Joseph Stiglitzê wergirê 2001ê yê xelata ilmên aborî yên Bankaya Swêdê ji bo bîranîna Alfred Nobel, bi çavdêrîya karesata arjantînî, weha gotibû: "Her aborînasekî/e ser xwe dê pêş bidîta ku siyasetên kemerşidandinê wê bêyî gihîştina armancên budceyî ber bi hêdîkirineke çalakîyê ve bibira". (11)

Û îcar heke em niha li rewşa Yûnanistanê bihizirin?

Çavkanî

Maurice Lemoine: Rojnamevan.

  1. Bi navincî % 1 105 li nav 1985 û 1990ê
  2. El País, Madrîd, 24 mijdar 2000
  3. Vegotî di Courrier international, Parîs, 20 kanûn 2001
  4. El Nuevo Herald, Mîamî, 14 tîrmeh 2001
  5. M. Ramón Puerta di navbera 21 û 23yê kanûna 2001ê de dibe cîgirê serok û Eduardo Camaño jî ji 31ê kanûna 2001ê heta 2yê çileyê 2002yê (yê vî jî dîsa cîgirî bûye). (11) Straits Times, Singapore 10 çile 2002
  6. Le Monde, 8 çile 2002
  7. Bixwînin Cécile Raimbeau, "En Argentine, occuper, résister, produire/li Arjantînê, dagirkirin, berxwedan, hilberandin", Le Monde diplomatique, îlon 2005
  8. El País, 14 nîsan 2002
  9. Li dawîya muzakereyên dûr û dirêj li gel deyndê- rên ku ew red kiribû, ev daxistina % 75 a2010ê ji bo % 93 mîqdarên têkildar hat qebûl kirin
  10. Li nav 2001 û 2004ê, Buenos Airesê bêhtirî 10 mîlyar dolaran dan wan. Arjantîn hîn deyndara Kluba Parîsê ye ji bo 6.7 mîlyar dolaran (bêyî faîzan); mijdara 2010ê, vê klûbê muzakereyeke nû ya dayîna vî deynî qebûl kir, lê belê, wek hikû- meta arjantînî ji dû salan ve dixwest, bê dest- têwerdana FDNê
  11. Les Echos, Parîs, 21 çile 2002

Wergera ji fransî: Simko Destan