Li Hindistanê, tecrûbe gundan vedijîne

Translator

Li eyaleta Hindistanê ya bi navê Madhya Pradeshê, sendî-kayeka jinan sala 2011an ceribandineka pîlot ya hati-nîya bêşert da destpêkirin. Mîqdara hatinîyê têrî nake ku meriv dev ji kar berde, lê belê piştgirîya înîsîyatîfên şexsî yan jî kollektîf dike û standarta jîyanê baştir dike.

Sî kîlometreyan li başûrê bajarê Îndoreyê, li eyaleta navîn ya Madhya Pradeshê, rêya kevirî gundê Panthbadodîya dike du beş û timî wê di bin tozê de dihêle. Erdên ziwa yên vê herêma fireh ku jêre "dilê Hindistanê" tê gotin, mezintirîn beşa gel ya welêt ku navê "trinbal" lê tê kirin, dihewîne. Kêmxwarin derba xwe ji her deverê din hişktir li vir dixe. Li kevîyên rêyê, jinên endamê Etnîya Bhilê li ser merşeka li erdê raxistî, li dûrî malan dicivin, li pêşîya xanîyên ji ax û kayê hatî çêkirin. Bhilanên li herêmê piranîyê pêk tînin li gorî qeydên dagirkerên brîtanî, eşîreka xwecihî ye. Li gorî kategorîyên  hikûmetê yên sîyaseta "newekhevîya pozîtîf" ya divê fêde li civat û kastên li derve hatin hiştin bike. (1) Mamatabai Punjraj çarika mor û zer li ser serê xwe rast dike, wê çarika ku wê diparêze ji roj û tozê û ji nêrîna zilaman jî. Ew dibêje, hikûmeta hindî  yek bigha (biqasî parek ji çar parên hektarekê) erd da wê ji bo biçîne. Ҫend mehan piştre, dema hewl dida êzingan bide hev ji darekê de kete erdê û dest û lingê xwe yê çepê şikandin. "Ji bo mesrefên nexweşxaneyê ango 25 000 rûpîyan [biqasî 350 euroyî] bidin, em neçar man erdê xwe di berdêla 50 000 rupîyî de îpotek bikin. Bi 25 000  rupîyên mayî me nîv bigha erdê em diçinin kirî: di demsala baranê de em garis diçînin û zivistanê jî fasûlîyê. Lê par, baran dereng barîya û me debara xwe ji dest da. Em nizanin em dê çawa 25 000 rupîyên xwedîyê êrd lê vegerînin.

 

Dema zarok li dibistanê derbas dikin sê caran

li berê zêde bû

 

Wekî li gelek gundên din jî, mîrasgirê erdan û yê kasta bilind landlord yekane patron û deyndêrê gundî ye. Jina bi navê Punjraj bêkar e; merê wê li bajêr karên rojane dike. Nixurîyê wê Vinod naukar e, di xizmeta landlord de dişuxile, ji bo mûçeyekî ne zêdetir ji salê 15 000 rûpîyan (bi qasî 200 euro), heta ji destê patron were keda wî tê mêhtin. Kurê wê yê duyem, Laxman gwalayek e, zarokekî ku ji bo kêmkirina deynên dêûbavê xwe ji bo landlordî dişuxile. Keça wê bi saya alîkarîyên dewletê diçe dibistanê û kurê wê yê herî piçûk li hêvîyê ye ku ew jî bibe gwala. Ev sîstema koledarîya feodal sedema binketina gelek tedbîrên dewleta hindî ye ku ji serxwebûnê û vir ve ji bo dawîanîna li xizanîya piranîya mezin ya gel hatin pêkanîn. Tevî ku welat di rêya mezinbûna xurt ya aborî de ye (2) jî îro biqasî parekê ji sê parên xelkê wî bi hatinîyeka rojane ya kêmtirî euroyekê debara xwe dike. (3)

 

Li gundê Panthbadodîyayê, dibe ku ceribandineka pîlot şertên jîyana xizanan û fikra li ser têkoşîna li dijî xizanîyê gelekî biguherîne. Ev gund tevlî projeya hatinîya bêşert bû (Madhya Pradesh Unconditional Cash Transfer Pilot Project) ku Komeleya Jinên Pîşeyên Serbest (Self Employed Women’s Association, SEWA) bi rê ve dibe. Ev sendîkayek e ku ji çil salan ve ji bo mafên jinên mûçeyên piçûk distînin têdikoşe û alîkarîya buroya hindî ya Fona Neteweyên Yekbûyî ji bo Zarokan (UNICEF) distîne. Sarath Dewala wisa rave dike "di vê ceribandinê de wê binêrin ka çi di jîyana malbatan de diguhere bi standina hatinîya bêşert re." Rêveberê lêkolînê yê di bin riha xwe ya spî de dibeşişe, bi hûrgilî behsa sedemên pêkanîna wê dike: "mesele ew e ku mîqdareka ne zêde ya pereyan bi awayekî birêkûpêk ji destan bigihêje ferdan, ev pere wê li her şiklê hatinîyê yên din zêde bibe." Di dirêjîya hejdeh mehan de, Dewala û ekîba wê lêkolînek pêk anîn di biwara bandora standina hatinîya bêşert de li ser çar hezar kesên ji heşt gundên cihê, yên qebûl kiribûn werin çavdêrî kirin. Kesên hatinîya bêşert distandin ne li gorî meaş, kar, kast, cinsîyet û emrê wan hatin hilbijartin û dikarîbûn vî pereyî çawa bixwazin wisa xerc bikin. Ji xeynî alîkarîyên civatî yên ji xwe distandin her mezinî mehê 200 rûpî  (2.70 euro) stand. Dayik ji bo her zarokekî/ê mehê 100 rupîyî distînin. Di nava van gundên dihatin ceribandin de, çaran ji  wan bi salan piştgirî ji SEWAyê standibûn: çalakîyên wekî organîzekirina grubên temsîlkar û li ser navê civatê diaxivin û kooperatîfên pereyan didin ser hev (4), standina deynên bankeyî, dersên birêveberîya malî, bi welatîyan re çûyîna cem rayedaran… 

 

Duwazdeh gundên din yên vê alîkarîya aborî nastînin jî wê bi kêrî şahidbûnê bên û wê destûrê bidin ku rewşa yên hatinîya bêşert distînin û li ber ya yên nastînin were girtin. Ev înîsîyatîf dewama yekê din e ku SEWAyê li taxeka rojhilatê bajarê Delhîya Nû bi rê ve biribû û li Hindistanê yekem lêkolîn e ku li ser mijara hatinîya bêşert pêk hatîye. Hîpoteza tê ceribandin ev e: dayîna yekser ya mîqdareka pereyan dibe sedema guhertina helwêstê û di encama wê de şertên jîyana malbatan baştir dibin, nexasim di warê xwarin û tendirustîya zarokan de. 

 

Sê lêkolînên – yek di destpêka serdema standina hatinîya bêşert de, yek li nîvî û yek li dawîya wê – hatî kirin bandorên texmînkirî piştrast kirin. Li gundên li wan hatinîya bêşert dihat standin, gundîyan zêdetir pere xerc kirin ji  bo kirîna hêk, goşt û masî û ji  bo kirîna derman. Ji % 68ê zarokên malbatên ev hatinî standin li dibistanê serketîtir bûn û dema zarok li dibistanê derbas dikin jî sê caran li berê zêde bû. Daneheva pereyan jî sêqet bû û ji du qet zêdetir kesan hat ku ji xwe re karekî nû bibînin. Punjraj xan piştrast dike ku "bi saya vî pereyî em dikarin zêdetir xwarinê bikirin. Ez wî ji  bo kirîna dermanan jî bi kar tînim, bêyî ku neçar bimînim deyn bikim. Ji destê min hat ku tevlî koma jinên pereyan didin ser hev bibim. Ez dê tevahîya pereyê ku tê kom bikim ji bo lêçûnên zêwaca kurê xwe." Heta bi sêzdeh salîya xwe, birayê merê wê Bahadua gwala bû û salê 4 000 rûpî distandin. Piştre ew bû naukar û meaşa wî bû salê 13 000 rûpî. Hingê, ji bo debara xwe bike pêwîst bû deyn ji xwedîyê erdê lê dişuxile bistîne. Niha jî – ew 22 salî ye – hatinîya bêşert ku didin wî têrê nake ku debara xwe bike (tukes nikare debara xwe pê bike) lê belê destûrê dide ku van şertên zehmet yên kar qebûl neke.

 

"Birêkûpêkî rêya organîzekirin, danheva pere û deyn standinê vedike"

 

Gelo dema pereyan didin xizanan tu tiştî di berdêlê de naxwazin çi dibe? Dewala dikene: "Vê fikirê gelek kes matmayî hiştin. Hat gotin ku wê mêr vî pereyî li alkolê bidin û jin wê ji xwe re xişir û kirasên sarî bikirin. Fikira ku dibêje, feqîr nizanin pereyî bi awayekî mentiqî bi kar bînin pêşhikmeka çîna navîn e. Li berevajîya vê, lêkolîn nîşan dide ku hatinîyeka birêkûpêk dike ku meriv berpirsîyarîyê hîs bike. Ew tiştên ji bo wan li pêş in baş dizanin. Dema tiştekî zelal dikeve destê wan, ew bi qîmeta wê dizanin... Jixwe gundên ku eşîr lê hene, gel alkola xwe bi xwe çêdike.»

 

Gundê Malibadodîya biqasî deh kîlometreyan dûrî Panthbadodîya ye û ji deh salan ve SEWA lê çalak e li cem jinan. Li wir sendika pereyê hatinîya bêşert ji destan dide gundîyan. Bîstek jinên endamê koma danheva pereyan bi kêfxweşî dicivin, bi metreyan qumaş li wan baş pêçayî di bin sîya banekî metal de ne. Tiştekî di nava van koman de kêm caran pêk tê li wir diqewime, kesên ji kast û kokên cuda tên cem hev. Behsa projeyên hevbeş tê kirin: avakirina banê perestgehê, tuwaletên umûmî… Dewala bi henekî dipirse "ka bibêjin, kê ji we xişir bi pereyê hatinîya bêşert kirî?." Yek ji wan makîneya dirûnê ya bi duwazdeh meaşên hatinîya bêşert yên dayhevî karîbû bikire, nîşan dide. Yekê din bi serfirazî îdîa dike ku hindik ma ji qedandina vegerandina kredîya televîzyonê re; malbatek jî lihêfeka ji bo zivistanê ya bi bihayê 300 rûpîyî kirîye, nîşan dide, bihayê wê gelekî bihatir e ji lihêfa berê bikar dianîn. 

 

Mangu jineka ciwan ya vî gundî ye ku tevlî SEWAyê bû, hem dikene hem serpêhatîyekê dibêje, ya jinên li traktorekê siwarbûyî bi rê ketî da ku tevlî xwepêşandaneka li dijî jîyana biha bibin, ew li hemberî îtîraza mêran û tehdîda polîsan têkoşîyabûn.

 

Dema Rashmani awirên xwe vedide, deqa glover ya sor ya di navbera herdu çavên wê yên biriqende de boyaxkirî zêdetir xuya dike: "Êdî jin natirsin. Ew ber bi serbixwebûnê ve diçin, ew pereyî îdare dikin û projeyan çêdikin.  Li gelek gundan wan xwedîyê erdî neçar hiştin da ku meaşê wan zêde bike." Piştî bîst sal karkirina di fîrmayeka beedies (cixare) hildiberîne, ev mîlîtana SEWAyê li nêzîkî sê sed gundan çalak e. Hin nûnerên SEWAyê li herêma lê dijîn, civatên xwedî heta bi heftê û pênc endamên jinên karker, bi rêxistin dikin. Ew wisa dibêje: "Em dixwazin nîşan bidin heke sendîkayeka pereyî îdare bike, wê pere baştir werin dabeş kirin. Em dixwazin nîşan bidin ku dema meriv li kesên din miqata be, dikare bi ser keve." Rashmani wisa didomîne: "Tiştê herî mihim ku em dixwazin nîşan bidin ew e ku bi hebûna rêxistineka civata sîvîl gelek tiştan diguhere."

 

Proje bi hizirîneka li ser bibinketina sîyaseta dewletê ya têkoşîna li dijî xizanîyê dest pê kir. Komîsîyona Planê difikire ku bi tenê % 27ê lêçûnan dikevin destê kesên kêm xerc dikin. (5) Karkerên sektora qaçax % 90 ji kesên aktîf pêk tê ku tu alîkarîya civatî nastînin. Bi destan teslîmkirina pereyan rê li ber bertîlxwarin û peredizîna sazîyan digire. "Fikira hatinîya bêşert ji binketina bernameyên bi şert tê. Dema meriv şertan dîyar dike, bertîlxwarin dikeve dewrê. Ferzkirina şertan tê maneya xistina dewrê ya sazîyên navbeynkarîyê dikin, ev jî tê maneya xistina dewrê ya hêzê û bertîlxwarinê." SEWA binxêz dike ku bi tenê li herêma Madhya Pradeshê herî kêm sê sed û bîst û yek proje hene: dabeşkirina erdan, dabeşkirina xwarinê, gazê, bûrsên xwendinê yan jî belavkirina bîsîkletan, yan  jî karên rojane û hwd., li gorî şertên hişk: cinsîyet, kast, etnîk, emir, hejmara zarokan, pîşesazî. " ‘xizanê xwerû’, yê birçî dimîne û nexweş e, yê mal  û televîzîyona wî tuneye, nîne. Gelek kes li ser sînorê xizanîyê ne û mafê wan yê standina alîkarîyeka dewletê ji destê wan diçe." Bi tenê sîstema alîkarîyeka bê şert dikare bersiva van gelek pirsgirêkan bide.

 

Belê bernameyê bala rayedaran kişand ser xwe. Ji ber encamên serketî yên kelecanê bi meriv re çêdikin, rêveberîya Herêma Madhya Pradesh ji SEWAyê xwest ku karê xwe li gundekî îzolekirî yê eşîr lê hene bide destpêkirin û UNICEFê qebûl kir ku karê wan şeş mehan zêdetir fînanse bike (ji hezîranê heta kanûna 2012an) û mîqdara hatinîya bêşert heta 300 rûpîyî, alîkarîya serê zarokekê jî heta 150 rûpîyî bilind kir. Herçî hikûmeta federe ya Manmohan Singh e, wê sala 2012an ji nû ve destpêkirina alîkarîya ji  bo malbatên xizan bi navê India’s Cash Transfer for the Poors da zanîn û meriv matmayî hişt. Ji 1ê çileya 2013an ve bîst û neh bername hatin guhertin û bi şiklê razandina pere li hesabên bankeyê li bîst wîlayetan li ser şazdeh herêman belav bû. Ji meha hezîranê ve, wê li tevahîya welêt were belavkirin. Ev guhertineka îlhama xwe ji serkeftina bernameya Bolsa Familia  ("Bursa Malbatî") ya Brezîlyayê digire ye, ya ku kir ku duwazdeh milyon malbat ji xizanîyê xelas bibin û di heman demê de jî gelekî piştgirîya pêşketina welêt kir… û herweha bû palpişt ji bo ji nû ve hilbijartina serokdewlet Luiz Inácio Lula da Silva di 2006an de.

 

Ew şûna alîkarîyên

civatî nagire, lê belê

wan temam dike

 

Salekê piştî hilbijartinên neteweyî, danezana ji nû ve destpêkirina têkoşîneka li dijî xizanîyê û yekser ji destan dayîna pereyê alîkarîyan li piranîya gel ku welatîyên xizan in, dilê merivî xweş dike. Dibe ku lîberal jî vê fikirê biecibînin, lewre hikûmetê biryara kêmkirina lêçûna alîkarîya civatî heta bi % 2yê Hilberîna Hundir ya Nesafî (HHN) da, li şûna ku wekî niha % 3,5 bimîne. (6) Lê soza hikûmetê nebû sedema zêde kelecanê: wezîrê petrol û gazê ji niha ve sê mehên din xwest ji bo veguhertina hatinîyên gazê bi alîkarîyên civatî. (7) Li gorî rojnameya gelekî lîberal The Economic Timesê, wê ev bername bi tenê piştî meha çirîya pêşîn karibe were pêkanîn. (8)  

Di vê çarçoveyê de, meriv matmayî namîne ku pêkanîna cash transferê bi destê SEWAyê tevî ku tu elaqeya wê bi sîyaseta hikûmetê re nîne, dibe sedema peydabûna gumanan. Der barê vê projeyê de hat gotin ku ew destpêka betalkirina alîkarîyên dewletê ye. Dewala binxêz dike ku "li gorî me ev hatinî cihê alîkarîyên din nagire, lê belê hatinîyeka temamker e". Hevavakerê Tevna Cîhanî ji  bo Hatinîya Bingehîn (Basic Income Earth Network, BIEN) û profesorê lêkolînên li ser pêşketinê li School of Oriental and African Studies (SOAS) li zanîngeha Londonê Guy Standing ku aborînasê vê lêkolînê ye, ji bîst û pênc salan ve ji bo vê projeyê têdikoşe. Ҫavên wî dibirîqin li pêşîya ekîba projeyê ku ji  bo pîvana rewşa dawî li buroya Konseya Pêşketina Civatî ya li Delhîya Nû dicive: "Ev fikir ji nû ve dibe tiştekî mimkin. Li hemberî mezinbûna sektoreka nefermî, li hemberî mezinbûna newekhevîyan û bêîstîqrarîya aborî, fikira hatinîyeka bingehîn pir girîng e ji  bo ji nû ve avakirina ewlekarîya civatî." Li gorî wî du awayên serwextbûna li hatinîya misogerkirî hene: têgihiştineka ku wê wekî azadker dibîne û wê dike rêbazeka ji  bo pêkanîna azadîya şexsî, yan jî têgihiştineka pêşverû ya wê wekî ewlekarîyeka civatî ya bingehîn dibîne. "Divê sîyaseta çepê li têgihiştina xwe ya civatê ji nû ve bifikire. Divê meriv fikira xwe  ji xizanîyê bide destpêkirin li şûna proleteryayê. Ji bo vê jî bi hev re meşandina fînansmaneka ji nû ve tê dabeş kirin û xurtkirina nûnerîya kesên xizan [pêwîst dike]." Gelo mimkin e hatinîyeka bingehîn  li Hindistanê were pêkanîn? Aborînas wisa îdîa dike "wisa xuya ye ku dayîna vî mafî ji bo tevahîya welatîyan wê bibe kiryareka newekhev û ne hewce. Lê tu sedem nîne ji  bo meriv nefikire ku hikûmet vî pereyê dayî ji nû ve qezenc bike, bi rêya ferzkirina baceka li ser hatinîyên li ser malbatên xwedî hatinîyeka bilind, yan jî bi rêya ferzkirina baceka li ser hilberîn û xizmetên luks." Birêveberê Buroya Neteweyî yê SEWAyê Renana Jabhvala xan vêqasê îdîa nake. Ew tercîh dike peyva "bêşert" bi kar bîne li şûna "bingehîn". "Bi tenê %10ê xelkê Hindistanê bacê dide; % 50 ji wan patronê xwe ne; kêmtir ji % 20an ji wan xwedî karekî biîstîqrar in. Wisa xuya ye ku gerdûnîkirina vê hatinîyê tiştekî zehmet e. Lê belê dibe ku hikûmet li tiştekî wisa bifikre ji  bo nîvê welatîyên welêt, yên ku pêdivîya wan bi rastî pê heye."

 

SEWA sala 1972yan di fîrmayên betlaneyê yên Gujaratê de hat damezrandin, îro xwedî zêdetir ji yek mîlyon û heft sed hezar endam e li seranserê welêt. Ew sed û duwazdeh şîrketên kooperatîf, bi dehan kooperatîfên kredîyê, nexweşxaneyan, ajansên xizmetên hiqûqî û bankeyekê bi rê ve dibe. Gelo çi ye kir ku sendîkayeka jinan tevli projeya hatinîya herî kêm ya bêşert bibe? "Nîqaşê berîya bi çar salan dest pê kir. Neolîberalan piştgirîya vê projeyê dikir da ku pereyên dayhevî bi dest bixin û çepê rexne lê digirtin lewre wê ew wekî tehlûkeyeka ji  bo alîkarîyên dewletî didît. Lê belê em bankeyekê bi rê ve dibin, em pereyan bi rê ve dibin; em dizanin ku dema pere dikeve destê gel, dibe tiştekî bi hêz." Proje dibe sedema derketina holê ya hin pirsan. Pêşî di biwara xizmetên dewletî de: Jabhvala xan dibîne ku "Dema gel xwedî zêdetir pere bibe, ew meyildar e xizmetên şexsî bi kar bîne, ew belkî baştir nînin lê belê reklama xwe dikin. Li Madhya Pradeshê rewşa dibistanan pir xirab e. Divê dewlêt bidomîne bi pêkanîna  tedbîrên di warê perwerde û tendirustîyê de." Ȗ divê paşê serê xwe bi lojîstîka bankeyan biêşîne. Ji bo têkoşîna li dijî bertîlxwarinên hikûmet dixwaze bernameyeka naskirina bîyometrîk bi cih bike û dixwaze hejmareka ji duwazdeh hejmaran bide her kesê ku alîkarîya behsa wê kirî bistîne. Niha bi tenê du sed û bîst û du milyon kes xwedîyê vê hejmarê ne, lê divê heft sed û bîst milyon kes wê bistînin. (9) Eger pere di wextê xwe de û bi awayekî dewamî negihêje destê kesê xwedî maf, dibe ku şorişa mezin ya hikûmet îdîa dike wê pêk bîne bibe binketineka mezin. Standing fikaran dike "Hikûmet xwe amade dike ji bo şaşîyekê bike. Divê pere bi destan were belav kirin heta ku sîstema bankeyî hêdî hêdi were bi cih kirin." Li alîyekî jî, wekî ku Starling bi bîr dixe, banke zêde naxwazin bi girseyeka wan kesan re ku nikarin bawerîya xwe bi wan bînin, hevkarîyê bike. "Divê meriv piştgirîya bankeyan bike ji bo şubeyên seyar li gundan vekin, ji  bo rêyekê peyda bikin ji bo ku pereyî bigihînin destê gundîyan."

 

Dema meriv xwe ji Malibadodîyayê dûr dike û ber bi başûrê Madhya Pradesh ve bi rê dikeve, hîna divê heştê kîlometreyan biajo û xwe bigihîne Ghodakhurdê. Erdê nîv çîyayî her diçe bilindtir dibe û hewa jî paqîjtir dibe. Xetên hişk yên xwezaya çolê hêdî hedî nermtir dibin. Li vî gundê piçûk yê bi tenê mayî û xwedî heft sed şênîyan ku hemû malbatên bhil in, bêdengî û hêdîbûna bi giştî bi tenê ji alîyê zarokên por xelek yên nîv tazî li dora bizin û gamêşan baz didin, tê qut kirin. Lê belê li hundirê xanîyên xizan şûnên guhertinên nû pêkhatî  hene: dîwar bi kerpîç û betonê hatine xurtkirin, mîqdara garisê ji demsala ziwa re hatî veşartin gelek e. Ev gundê eşîrî ku bi daxwaza dewletê ji bo şeş mehên dawî li projeyê zêde bû, ji ber îzolebûn û xizanîya xwe bi taybetî balê dikşîne ser xwe. Ji bo şênîyên gund adet e di demsala germ de pelên tanduyê kom bikin ji bo fîrmaya neteweyî ya hilberîna beediesê ku bi 75 rûpîyan lodek pelên tanduyê yê ji pênc hezar pelan ji wan dikire. Heta hingê, pereyê pêşîn hema bibêje li vî gundî tune bûn. Bi saya hatinîya bêşert, Dineshê 21 salî yê mezinê çar birayan e, karibû dersên taybet bistîne, îmtihanên dawîya lîseyê baş derbas bike û dest bi zanîngehê bike. Birayê wî Umeshê 20 salî wekî wî dike, ew bi ser dikeve û diçe sinifa dawî ya lîseyê. "Hatinîya bêşert wekî dêûbavan e, lewre ew bi awayekî adil li her yekî ji me tê dabeş kirin."

 

Dema em ji Ghodakhurdê derdikevin awirên Dewala li erdên genim yên li kevîyên rê diberidin ku di nava wan de kulîlkên spî hene, dinêre: "Ev besharam in, ‘kulîlkên bê şerm" bi zimanê malwanî. Em vî navî li wan dikin ji ber ku li her derê derdikevin û mezin dibin, bêyî ku sînorên milkîyetê nas bikin."

 

* Rojnamevan

 

(1) Gotara li jêr bixwine: Purushottam Agrawal, "En Inde, des quotas pour les basses castes / Li Hindistanê, ji bo kastên jêr kota", Le Monde diplomatique, gulana 2007an.

(2) Bankeya Cîhanî, li gorî hêza kirrînê ya 2010an tên dayîn.

(3) Mezinbûna aborî ya ku sala 2010an gihîyabû % 8.3yê , sala 2012-2013an bûbû nêzî % 5 heta 6ê.

(4) Jin mîqdareka piçûk ya pere dixin kaseyeka hevpar, ku dibe foneka amade ji  bo deynkirina endamên komê, li gorî modela tortineyê.

(5) "The eleventh five-year plan / yazdehem plana pênc-salan", komîsyona planê ya hikûmeta hindî, Delhîya Nû, 2009.

(6) "Game changer? Why the cash transfer math doesn’t add up / Gorankerê lîstikê? Sedema pirsa çima li matematîka şîyandina pereyê pêşîn zêde nabe", The Times of India, Bombay, 30ê çirîya paşîna 2012an.

(7) The Indian Express, Delhîya Nû, 5ê kanûna 2012an.

(8) « Did government jump gun on cash transfers? / Gelo hikûmet xwe bi lez û bez zer dike şandina pereyê pêşin?" The Economic Times, Delhîya Nû, 27ê çirîya paşîna 2012an.

(9) Hartosh Singh Bal, "Will vote for rupees / Gelo [em ê] dengê xwe bi rûpîyan bidin?", Latitude, 7ê  kanûna 2012an,http://latitude.blogs.nytimes.com

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya