Li Kirxizistan’ê, ji şoreşeke ber bi yeka din ve

ASYA
Translator

Beriya deh salan li navenda Qafqasya’yê, Kirxizistan wekî ''cenneta demokrasiyê'' bû, ew niha li ber kêleka teqîna şerekî sivîl e. Roja 6’ê Nîsan’ê, li dijî zêdebûna buhayên enerjiyê û gendeliya di nava erkanê dewletê de çêbûyî, şêniyên bajarê Talas’ê, ku li bakurê welat e, daketin nava kolanan. Di heman rojê de wan hin navendên girîng ên dewletê girtin destê xwe û alîkarekî serokwezîr û her weha wezîrê navxweyî jî rehîn girtin. Rojek şûn de bûyer gihîşt heta Bîşkek’ê, paytexta welat. Li wê derê 5000 kes çûn bi ser qesra serokatiyê. Di dawiya rojeke tije pevçûn de 84 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran jî hatin birîndar kirin.
Ji sala 2002’an û vir ve, ji bûyera pevçûnê ku tê de 6 xwepêşandêr ji aliyê polêsan ve, li bajarê Asky’yê hatibûn kuştin, ev cara yekem e ku li vî welatî bûyerên weha bişîddet rû didin. Di destpêka bûyeran de serok Kurmanbek Bakiyev xwe kişand başûr, bajarê Jalal-Abad’ê ku ji xwe re wekî qele dibîne, û xwest li wê derê alîgirên xwe birêxistin bike. Xwepêşandana ku ji aliyê wî ve, li bajarê Oş’ê hate rêkxistin karibû tenê çend sed kesan bicivîne, di 15’ê Nîsan’ê de wî Kirxizistan terk kir û çû Kazaxistan’ê.

Kes nikare bêje ku wê hikûmeta demî, ya ku di bin serokatiya wezîra berê xanim Roza Otounbaeva ve damezrandî, bikaribe bendên rêvebiriya welat bigire destê xwe û bersivê bide daxwazên girseya ku her roj di nava xizaniyê de wenda dibe.

Ji niha ve dixuye ku dema Bakiyev wekî pêvajoya paşveçûna demokratîkkirina welat derbas bû. Di sala 2005’an de dema ku ew bû serok, bi alîkariya ''şoreşa lale'' ya ku serokê wê demê Askar Ayakev ji peywira wî dûr xist, wî soz dabû gel ku ewê pêvajoya demokratîkkirinê û durustiyê pêş bixe. Piştî ku wî wezîfe girt, dest pê kir ku ji yê dema borî zêdetir zextê bide meşandin. Wî pir zû peyva ''ji malbatê ye'' ji xwe re qebûl kir û bi taybetî, kesên nêzîkî xwe di peywirên girîng de, yên wekî xebatên şêwirmendiyê û balyozxaneyan de bi cih kirin. Her weha wî kontrola xwe ya li ser fîrmayên neteweyî jî zêdetir kir .

Li Bîşkek’ê peyva ''arzîkirin''ê bibû pêkenok û wateya wê wekî ''dest danîna ser malê dewletê'' dihat fêmkirin. Di nava fîrmeyên li welat de, yên ku zêdetir pêş diketin ew bûn ku bertîl û xûgî didan birêz Maksîm Bakiyev, kurê serok. Maksîm Bakiyev tu bertîl venedigerandin. Di vê dema dawî de partiyên siyasî û medya jî ketibûn bin zexta dijwar a rêvebirên dewletê.
Her tişt hatibû kirin, ji bo ku agahiyên sebaret hevkarê birêz Maksîm Bakiyev, ê bi navê Yevgueni Gurevich, ku li Îtalya’yê hatibû girtin û bi ya wan ew bi mafyaya îtalî re ketibûn nava pevçûnê û her weha dihate gotin ku wî pereyeke mezin kiriye ser hesabê xwe. Hate zanîn ku birêz Gurevich fîrmayên îtalî yên telekomûnîkasyonê xapandine û 2 mîlyar euro kiriye ser hesabê xwe.

Ji bo rexneyan bitepisîne, çi sebaret bi vê bûyerê be û çi jî sebaret bi mijarên din be, rêbazên ku ji aliyê malbata Bakiyev ve dihatin bikaranîn, ji yên çeteyên mafyayê cudatir nebûn. Di 2006’an de, yek ji rayedarên muxalefeta kirxiz, birêz Omurbek Tekebayev li balefirgeha Varşova’yê hate girtin; di bagaja wî de eroîn hate dîtin. Pir pê neçû ku were zanîn ku heman bûyer kiryara saziya saloxdariya kirxiz e ku ji aliyê birayê serok, birêz Zhanibek Bakiyev, ve dihate birêvebirin. Di meha Kanûn a 2009’an de, rojnamevan Genadi Pavliuk ji ser avahiyeke bilind ê li Almata’yê, Kazaxistan’ê hat têwerkirin. Sebaret bi heman bûyerê, muxalefetê, bi awayekî tund xebatkarên saziya saloxdariyê tewanbar kir.

Tengasiyên civakî ku roj bi roj girantir dibin, bûne faktoreke din, ji bo serhildanên girseyî ku rejîm wergerandin. Pereyên ku ji çavkaniyên zêran, ên li Kumtor’ê hatine kişandin, ku ev çavkanî parçeyeke mezin a dewlemendiya sereke yên welat in, bûye sedema kêmbûna jêhatina giştî ya welat. Wê were zanîn ku piraniya van pereyan mafê kesên teqawitbûyî ye, ku li Rusya’yê dijîn (Ji sisiyan yek ê hêza zinde yê welat e). Lewre, ji krîza aborî ku di sala 2008’an bi şûn de hatibû, jêhatina heman çavkaniyan pir kêm bibû. Bi ya hejmarên Bankeya Cîhan'ê , deynê derve yê Kirxizistan’ê derketiye 2,2 mîlyar euroyan, ev dike ji % 48 mehsûla hindir a brût; li gorî birêz Edil Baisalov, yek ji rêvebirê hikûmeta demî ye, ji %40’ê nifûsa welat di bin rêjeya xizaniyê de dijî, lêçûnên wan ên mehane ji 50 euroyî derbas nabin. Hikûmeta demî çend rojan berê topavêtina welat ragihand û da xuyan ku di xezîneya dewletê de bi tenê 986 mîlyon soms heye –dike 16 mîlyon euro .

Piraniya çavdêrên navneteweyî, vê rewşa li Kirxisistan’ê wekî encama têkoşîna ji bo xurtkirina bandorê pejirandin ku di navbera Washington û Moskova’yê de dimeşe. Wekî dihê zanîn, Kirxizistan yekta welat e ku li ser axa wî hêzên Rûs û yên Amerîkî hebûna xwe diparêzin Çi qas jî rola ku ji Kremlîn’ê re hatiye naskirin jî, di nava demeke kurt de naskirina hikûmeta demî ya ji aliyê Moskova’yê, xuya dike ku têkiliyên di navbera van du welatan de ew qas jî xerab nîn e û Moskova ji têkçûna Bakiyev nerihet nîn e. Di rastiyê de têkîliyên di navbera van du welatan de, bi taybetî ji meha Sibat’a 2009’an û bi şûn de, ber bi xerabbûnê ve diçûn. Di heman demê de peymana 2,1 mîlyar dolar (1,6 mîlyar euro) wekî alîkarî ji bo Kirxizistan’ê hatibû îmzekirin û serok Bakiyev dabû xuyan ku wê baregehên leşkerî yên amerîkî werin girtin. Lê belê piştî demekê bi şûn de, di navbera Kirxizistan û Washington’ê de peymaneke nû hate îmzekirin, bi ya vê peymanê bingehên leşerî yên amerîkî dimînin.… Ev bûyera veşartina têkiliyan bû sedem ku Moskova alîkariya aborî bide rawestandin.
Heke Kremlîn ji ''guhertina rejîmê'' ya li Bîşkek’ê razî be, Washington zêdetir xemgîn e. Baregeha hewayî ya li Manas’ê, ji bo stratejiya li ser Afxanistan’ê ya Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê û her weha ya NATO’yê, xwediyê girîngiyeke pir mezin e. Lîstikeke din a siyasî ku hebûna wê diparêze jî tişteke din e, her weha ew di navenda kareke bêqanûniyê de ye. Ji bo ku Pentagon hebûna xwe li herêmê biparêze wî bi ''malbat''’ê re hin peyman îmze kiribûn. Heman kiryar di dema serokê berê Akayev de jî bibû, lê belê peymanên herî xurt bi Maksîm Bakiyev re hatibûn çêkirin.
Berjewendiya herî zêde di dema kirîna nefts kirxiz a ji aliyê Amerîka’yê ve de çê bû ku heta niha ji aliyê Rusya’yê ve bi buhayeke piçûk dihat kirrîn. Di yekê Nîsan’ê de, Moskova’yê li Kirxizistan’ê ferz kir ku ew baca sebaret bi kirîna enerjiya ku, ew di axa Rusya’yê de derbasî welatên sêyem dike bide. Hikûmeta demî niha daxwaz dike ku di derbarê bêqanûniyên nefta Manas’ê de lêkolînek çêbibe . Ji bo ku Washington baregeha xwe ya leşkerî di herêmê de bihêle, wî bi malbata Bakiyev re hin peyman çêkiribûn, ev jî bibû sedem ku ew li hemberî bêqanûniyan û her weha li hemberî negirtina sozên sebaret bi pêşxistina demokrasiyê bigire.
Di buhara 2005’an de, piştî ku serok Akayev destûr da ku ew di hilbijartinan beşdar bibe, xanim Otounbaeva derket ser dikeya siyasî û bi muxalefetê re hevkariyê kir. Ji heman demê bi şûn de, cara yekem, ew wekî figureke siyaseta herêmî derkete pêş. Vê xanimê di dibistanên herî baş ên bloka Rojhilat de xwendiye, beriya ku ew bibe wezîra karê derve ya Kirxizistan’a ciwan, wê di wezareta karê derve ya Sovyet'an de kariyera xwe pêş xistibû. Di 2004’an de, xanim Otounbaeva, li Gurcistan’ê, di dema şoreşa pembe de, peywira nûnertiya taybet a Neteweyên Yekgirtî dikir. Di 24’ê Adar’a 2005’an de jî, heman xanimê li kêleka Bakiyev cih girt û di guhertina rejîmê de rol leystibû.
Digel hemû tiştan, tenê salekê piştî ''şoreşa lale''’yê, li pêşberî mîlîtanên xwe yên ku ji her deverê welat hatibûn, wê nerazîbûna xwe bi vî rengî anîbû ziman ''Tiştek neguheriye, rejîma Akayev her tim zindî ye. ''Em xwedî welatekê ku her tim di nava guherînan de ne. Hemwelatî tu cudahiyê di navbera desthilatdariyê û muxalefetê de nabîne''. Digel vê nerazîbûna xwe wê bibiryarbûn û her weha bihêvîbûna xwe jî venedişart. ''Ji bo ku em bikaribin li welatê xwe demokrasiyê bi cih bikin, hê karê me pir e. Dema avakirina partiyên siyasî hatiye.'' Di vî barî de xanim Otounbaeva bêsebriya xwe ya li hemberî welatên rojava jî, bi taybetî li hemberî bêdengiya Ewrûpa’yê, venedişart. ''Hemû tiştên ku ew dikin, tenê dayîna deynê piçûk e, lê belê pêwistiyeke me ya mezin bi çêkirina pergaleke siyasî a fire-partîbûnê heye.''

Bûyerên ku di meha Nîsan’ê de rû dan, careke din rewşa hessas a dewleta kirxiz diyar dike. Di 2005’an de, tenê meşên ku tê de dora 10 heta 15 hezaran kesan beşdar bibin karibûn di nava rojekê de hikûmetê biguherînin. Serok Akayev, ê ku wekî otokrateke biriqî hatibû naskirin, pêwîstî bi meşandina zextê nedîtibû. Lê belê, hêzên ewlekariyê yên Bakiyev netirsiyan ku li ser girseyê de gulebaranê bikin; lê dîsa jî ev rejîm hilweşiya. Hejmara mezin a kuştiyan tenê bilinbûna tansiyona li vî welatî û hessasiyetê diyar dike. Ev welatê ku pir kesan hêvî dikirin ku wê bibe Swîsre’ya Asyaya Navîn.

Li welatekî wisa, ku hejmara mîlîtananên partiyên siyasî û şefên wan qasî hev in, çêkirina rewşeke mayînde xebateke rehet nîn e. Xanim Otounbaeva û ekîba wê neçar in ku her tiştî ji destpêkê ve bikin. Di vê demê de ku hê pergala fire-partîbûnê tune ye, ew neçar in ku destûreke nû ya bingehîn çêbikin, parlementoyekê bi cih bikin û saziyên bibandor ên rêvebiriya welat ava bikin. Divê ev kar hemû di nava rewşeke xerab a aborî de pêk were. Di vê demê de ku alîgirên sereke ên welat, Rusya jî di nava wan de, di nava rewşeke aborî ya xirab de ne, barê deynê wê jî her ku diçe girantir dibe. Gelo reformîstekê, tenê bi daxwaza xwe ya paqij, dikare ji bin vî barî hemû derkeve û Dewletê ber bi pêvajoyeke demokratîk ve bibe? ev dewleta ku ne xwediyê saziyekê ye û ne jî çandeke wê heye.
Ev tirs di barê hemû herêmê de heye. Dîwarekî ji çiyayên bilind ên bilindiya wan ji 3000 metreyan zêdetir e û bajarên sereke ji hev du diqetînin, Bişkek li aliyê bakur e, Oş li aliyê başûr e. ''Şoreşa lale''yê, serok Akayev’ê eslê xwe ji aliyê bakur e, xistibû. Bûyerên ku di demên dawî de pêk hatîn, ji aliyê bakur ve zêdetir pêşketin. Di vê herêmê de helwesta gel li dijî rejîma Bakiyev’ê ku eslê xwe başûrî ye pirtir e. Nakokiyên bakur-başûr, qasî ku ew rastiyeke siyasî ye ew qas jî ew rastiyekê jeografîk e.

Niha, mozaîka herêmî, ya ku ji eşîretan an jî ji etnîkan pêk dihê, yekîtiya welat parçe dike û nahêle ew bibe xwediyê blokeke rast a siyasî, wekî ku li Ukrayna’yê ku piştî şoreşa zer pêk hat.

Di nava vê rewşa krîza aborî de ku li cîhanê heye û têkçûna siyasetên lîberal ên dema bloka piştî Sovyeta berê, bûyerên li Kirxizistan’ê îşareta jinûvehatina hêzên sosyal didin ku wê di nava Komarên Asya'ya Navîn de hebin. Di 1992’an de, dema ku rêvebirên Federasyona Rusya’yê bandora xwe ya lîberal belav kirin, di aliyekê de wan alîkariya civakî kêm kirin, di aliyê din de jî, ji pêşxistina arzîkirinê re piştgirî kirin. Wê demê tirs hebû ku wê dijberiyeke tund a girseyî derkeve holê. Digel wê rewşê û wê tirsê, serbesthiştina buhayên tiştan û bandora ku wê li ser asta jiyana civakê çêkirî, tu serhildaneke girseyî çênebû.

Kirîzên ku di van bîst salên dawî de rewşa herêmê hejand, ên ku armanca wan daxwazên siyasî û her weha etnîkî bûn, bi giranî bêdadiyên aborî û yên di dema hilbijartinan de dikirin rojevê. Li Talas’ê û li Bîşkek’ê, sedemên ku girse dakete kolanan, zêdetir bilindbûna buhayên enerjiyê bûn. Şoreşa nû ya kirxiz dikare di dîroka Piştî-Sovyet’ê de (Post-Sovyet) wekî tevgereke yekem a civakî were nivîsandin.

Çavkanî

Vicken Cheterian : Rojnamevan, nivîskarê War and Peace in the Caucasus (Şer û Aştî ya li Qafqasan), Hurst/Columbia University Press, New York, 2009.

  • ''Inevitable family rule in Kyrgyzstan''(Hikûmkirina malbatî ya li Kirxizistan'ê ku pêşî lê nikare bê girtin), Ferghana.ru, 6 Kanûn 2009.
  • ''Kyrgyzstan: Is the financial consultant of Bakiyev’s family the associate of Italian mafia?'' (Kirxizistan: Gelo şêwirmendê darayî ya malbata Bakiyev endamê mafyaya îtalî ye?), Ferghana.ru, 10 Adar 2010.
  • www.worldbank.org.kg
  • Matt Siegel, ''Economy in tatters, Kyrgyzstan awaits Russian aid'',(Aborî di tengasiyê de ye, Kirxizistan li benda alîkariya rûsan de ye.) AFP, Bishkek, 11 Nîsan 2010.
  • Alan Cullison, Kadyr Toktogulov et Yochi Dreazen, ''Kyrgyz Leaders say U.S. Enriched Regime'',(Serokê Kirxizan dibêjin DYA'yê rejîm zexmtir kiriye) Wall Street Journal, New York, 11 Nîsan 2010.