Li Kurdistanê ji bo artêşa tirk "rêya vekirî"

Lîstikên mezin ên rejîma Ankarayê
Translator

Ji tebaxa 1984ê û vir de, ku PKK (Partîya Karkerên Kurdistan) li Tirkîyeyê şerê çekdarî li dar xistiye û heta niha di nav neh salan de neh hezar kes hatine kuştin. Di destpêkê de li herêmên başûr-rojhilat, niha jî li seranserê rojhilat belav dibe û berê xwe dide hedefên turîstîk. Hikûmeta Ankarayê hemû pêşniyarên PKKê yên ji bo agirbest û lihevkirinê paşde vegerandin û hemû hesabê xwe li ser zor û zordestîyê ava dike. Dixwaze bi yekcarî bi projeyên hîdro-elektrîk û barajan bandora xwe ya aborî li ser herêmên başûr û rojhilat bi hêztir bike.

Li Kurdistana Tirkîyê şer ji nû ve geş bû. Artêş û hikûmeta Ankarayê, hemû pêşnîyarên PKKê (Partîya Karkerên Kurdistanê) yên ji bo lihevkirinan, ku ji buhara çûyî ve dest pê kiribûn, bi paş de şandin û qebûl nekirin. Rêya ku da ber xwe; bi qaweta zorê, şerê çekdarî têk bibe û "terorîzmê" ji holê rake. 11ê tîrmeha 1993yê, serekerkanê giştî û serokwezîra nû Tansu Çiller, hemû berpirsîyarên rojname û çapemenîya herî mezin ji dervayî du rojnameyan ku bi çavê "gumanbar" li wan dihat nêrin, li dora xwe civandin da ku bikaribin lihevhatinekê li ser vekirina riyekê bo artêşê bi dest xin, da ku bikaribe "li hember terorîzmê şerekî mezin li dar xe." (1)

Rojnamevanekî bal dikişand ser wê yekê ku hefta bihurî kabîneya hukûmetê desteka xwe ya polîtîk ya temamî dida hêza leşkerî ku operasyonên ji niha û pê ve, ne bi tenê li hember militanên PKKyê, lê herweha li hember hemû kes û rêxistinan be yên ku bi çi awayî dibe bila bibe, piştgirîyê dike. Yanî 375 000 kes, li herêmên ku tên bahs kirin ji her deh ciwanan yek dikeve bin bandora van operasyonan. (2) Nêzî 500 gund ji berê ve hatine vala kirin, leşker tu caran razî ninin, her zêdetir heq û îmkanan û dixwazin, ji bo ku bikaribin hemû cûre çekan û herweha bombayên napalm jî bi kar bînin.

Roja 17ê adara 1993ê birêz Abdullah Öcalan, serokê PKKê, bi hêvîya ku bikaribe guft û goyên lihevhatinê bi hikûmeta Tirkîyê re bimeşîne, ji bo mehekê agirbestek îlan kir. Ji bo vê yekê jî ji hikûmetê daxwaz dikir ku "rewşa awarte" ji 11 herêmên kurdan yên li Başûr-Rojhelat were rakirin, ev rewşa taybetî ji meha gulana sala 1987ê ve her berdewam e; efûyekek giştî, naskirina nasnameya kurdî bi awayekî fermî, azadîya avakirina partîyên siyasî û legal yên kurdan, îmkanên vegera kurdên penaber bo gund û warên xwe, tedawî kirina mexdûrên şer ji alî hikûmetê ve. (3)

Her çiqas hikûmeta tirkî, PKKê wek muxetab qebûl neke û wê weke rêxistineke terorîst bibîne, dîsa jî karibû bi rêya partîya HEPê, ku bîst wekîlên wan li meclîsê hene, têkîlîyan bimeşînin; an jî bi rêya birêz Celal Talabanî, ku yek ji serokên kurdên Iraqê ye û ji şerê Kendavê û vir de navbêna wî û tirkan baş e.

HEP û birêz Talabanî, her du jî di cîvîna konferansa çapemanîyê ya birêz Öcalan ku 17ê adarê li dar xistibû û agirbest dirêj kiribû de beşdar bûn. Lê di 17ê nîsanê de bi mirina serokkomar Turgut Özal re, Suleyman Demîrel dewsa wî girt, û wî hemû dan û standinên di vî warî de, bi temamî dan sekinandin.

Turgût Özal di derheqê pirsgirêka kurdî de, bi muqayese hesastir bû, berî mirina xwe bi demekê, bi çend şexsîyetên dora xwe şêwirî bû, hinek ji wan jî yên derdora PKKê bûn, da ku bikaribe çareserîyekê ji pirsgirêka kurdan re peyda bike û bi awayekî serbilind şer rawestîne. Ji bo vê yekê, nivîskarê mezin Yaşar Kemal, ji bo serokkomar weha digot: "Artêşa tirkî dikare Öcalan ji holê rake, mirov dikare 15 milyon kurdan bide sekinandin... Lê belê ger mirov cengekê li hember miletekî, li hember kurdan bimeşîne, wê bibe ku wek mirov şer li hember raya giştî ya dunyayê bimeşîne, bi şerekî weha, mirov tu caran nikare bi ser keve, li halê amerikîyên li Vîetnamê binêrin, yan jî li yên sovyetîyên li Afganistanê." (4)

Em ferz bikin ku Turgut Özal ev îş qebûl kir, lê zehmet bû ku bikaribaya ev yek bi serekerkanê giştî bida qebûl kirin, ji ber ku hemû operasyonên li Kurdistanê di destên leşkeran de bûn. Piştî hilbijartinên meclîsê yên çirîya pêşîna 1991ê, partîya Suleyman Demîrel, DYP û partîya Sosyal Demokrat ya Erdal Inönü, ji sozên xwe yên ji bo çareserîyeke siyasî peyda bikin, zû paşde vegeriyan. (5) Wekî ku rojnamevan Ismet G. Imset dida zanîn "hikûmeta nû, qerar da ku şer li hemû Kurdistane belav bike, tam tersê sozên ku hatibûn dayîn. Gelek taqîbgerên vê meseleyê pê hesiyan ku Demirel rêya siyasî bi carekê ve red dike û Konseya Netewî ya Ewlekarîyê dicivîne." (6)

Ev konsey, ji alî serok leşkeran ve tê îdare kirin û tu hêza sivîlan têr nake ku mudaxele bikin. Li gor Qanûna Esasî, ku bi qaweta serekleşkeran dirûst bûye; serekerkanê giştî qet nakeve bin hukmê wezareta parastinê. Bêyî ku mîzaha reş bike, ji rojnamevanan re weha digot: hikûmetê qerar daye, wekî bîst û heft serhildanên berê, ev serhildan jî dê di xwînê de bê fetisandin!

Li herêmên Başûr -Rojhelat, biryara agirbesta berî Newrozê, aramîyek di nav xelk de peyda kiribû. " Dê hejmara mirî û kuştina kêm bibin, digot avûkatekî ku berpirsîyarê Rêxistina Mafên Mirovan li Cizîrê bû. Herçiqas gel, hêvîya xwe diparêze jî, dîsa jî gelek bi pirs e li hember pêşniyazên gerîla ku ji Ankarayê daxwaz dikin", ji ber ku li vê herêmê tirs pir e û tansîyon bilind e. Ev jî, di vê buhara 93yê de, bi kontrolên eskerî, bi şewitandina gundan, bi operasyonan, bi zilma JITEMê ve girêdayî ye. Li gor devberkê PKKê yê Ewropayê, di navbeyna 20ê adarê û destpêka hezîranê de, 44 gund hatine şewitandin, 165 kes hatine kuştin û 3 500 kes hatine girtin.

Li gel hemû vê zulmê jî, PKK dîsa jî agirbestê berdewam dike û dide dîyar kirin ku dan û stendinên lihevkirinan berdewam bibin. Piştî 24ê gulana bihurî, gerîla ji 30an zêdetir eskerên bê çek li herêma Bîngolê kuştin. Wezîrê Karê Hundur Ismet Sezgîn derhal bi nav dikir û digot: Sozên PKK tenê xapandin bûn û artêşa tirk, li herêmê dest bi operasyonan kir: Li gor hikûmetê di navbêna 10ê gulanê û 10ê tebaxê de 733 kes hatine kuştin. Ev kemîn ji alî dem ve ji bo PKKê ya herî xerab e, ev jî hinek pirsan bi xwe re tîne, gelo ev provakasyona Hêzên Taybetî yên Artêşa Tirk nîn be? Öcalan bê dilê xwe ev bûyer qebûl kir.

Di mesaja xwe ya 29 ê gulana 1993ê de, ji bo xwepêşandana Bonnê ku ji alîyê bi deh hezaran kurdan ve hatibû amade kirin, Öcalan behsa betalkirina agirbestê nedikir. Pêwist bû ku li hêvîya 8ê hezîranê bimîne, ji bo ku ji hikûmeta Ankarayê re bide dîyar kirin ku ji nuha û pê de hemû axa Tirkîyê dibe qada şer û ji turîstan rica dikir ku neyên Tirkîyê û neçin ber peravên Bosforê, şer ji nû ve geş bûbû. Nîşana wî ew bû ku çend kesên bîyanî hatin revandin ku çar ji wan fransî bûn: 24ê meha tîrmehê hatin revandin, 10ê meha tebaxê jî hatin berdan. 15ê meha tebaxê, li gel ku dixwest xwe ji sûcdarî û tawanbarîya terorîzmê dûr bixe jî, PKKê dîsa dest pê kir çend turîst revandin. (7)

Gurbûna şer bi awayekî din xwe nîşan dida; ew jî ew bû ku êrişen dewletê li ser rêxistinên legal ên kurdan berdewam bû. Di 17ê tîrmeha 1993yê de Dadgeha Qanûna Bingehîn, bi îthama parçekirina yekîtîya komarê û alîkarîkirina Partîya Ked a Gel (HEP) hate qedexe kirin.

Di vê pêvajoyê de gelek kes û endamên vê partîya siyasî ku di meclîsê de cih digirtin, hatin girtin û tehdît kirin. Ji bo ku vê meseleyê bi awayekî çareser bikin, kadroyên HEPê Partîya Demokrasîyê (DEP) ava kirin ku ew jî dîsa her di bin tehdît û tirsa girtinê de bû.

Mixabin mirov dikare bibêje ku ev pêvajo rastî konferansa çapemenîyê ya 17ê adarê hat ku birêz Öcalan di wê konferansê de pêşnîyara guhertina stratejîya tevgera xwe dikir û dixwest bi Ankarayê re li hev bike, ne ji bo serxwebûnê, lê ji bo federasyoneke tirk û kurdan.

Ev perspektîv ne tiştekî nû bû, ji ber ku berpirsyarên PKKê beyan dikirin ku:"Mirov dikare bibêje ku kurd ji veqetandinê zêdetir, yekîtîyeke azad dixwazin. Ev yekîtî jî divê li ser bingeha wekhevî û azadîyê be". (8)

Ev fikra federalîzmê herweha ji bo çarçoveya Rojhilatê Navîn jî dihate munaqeşe kirin da ku hemû eqelîyetên li Îran, Iraq, Sûrîye û Lubnanê û li cîyên din jî bikaribin vê pirsgirêka xwe çareser bikin. Ev guhertin di heman demê de bûn sebeb ku PKK bi hin partîyên din ên biçûk re -wek PDKa Tirkîyê ku nêzî Mesûd Barzanî ye, PSK ya birêz Kemal Burkay ku wî bixwe jî bi salan ji PKKê re digot "terorîst"-, hevkarîyê bike.

Birêz Ziya Acar, berpirsîyarê PSK yê Parîsê weha dibêje: "Di nav 19 salan de me xwest em pirsgirêka kurdan bi rêya aştîyê çareser bikin. Lê îro em şerê çekdarî bi temamî înkar nakin, ji ber ku hikumeta tirkan divê bizanibe ku bi vê siyasetê ew ê zerareke mezin bibîne. Em dizanin ku bi rêya eskerî çareserî nabe, em terefdar in ku agirbest ji alî herdu terefan ve berdewam be û guftûgoyên lihevkirinê bên kirin û çareserîyeke siyasî were peyda kirin."

Ev hevkarî gavek e ji bo avakirina enîya rizgarîya neteweyî, ku di nav de, ji komunîstan bigire heta bi îslamîstên lîberal, ji dehan zêdetir rêxistinên cuda cih digirin. Herçendî koka wê digihîje partîyên çep ên ekstrem, ên Tirkîyê yên salên heftêyî jî, PKK di merheleya guherînê de ye ku bibe partîyeke neteweyî û ji îdeolojîya xwe ya marksîzm-lenînîzmê dûr bikeve û di heman demê de ew di nav gel de bi temamî bi cih bûbû, vê yekê jî hêsantir kir ku, ev lihevhatin di navbera van partîyên ku bi dehan salan li hember hev şerên dijwar kiribûn, pêk were.

Tecrube û siyaseta ku ji alî kurdên iraqê ve ji şerê Kendavê û vir de tê meşandin, bê guman tesîreke mezin li ser kurdên herêmê jî dike, bi taybetî li ser kurdên Tirkîyeyê. Parlamentoya Hewlêrê ku paytextê Kurdistana Iraqê ye, bi pluralîzm û azadîya xweîfadekirinê dimeşe: Her partîyek xwedîya rojnameyên xwe û piranîya wan xwedî radyo ne jî. Hikumetê hêzeke 30 000 kesî ji polîs û leşkeran saz kiriye ku ew jî ji pêşmergeyên rêxistinên siyasî yên cuda tên. Rast e, ku mezinahîya pirsgirêka aborî û blokekirina hukumeta Bexdayê dikare vê tecrubeyê xera bike, lê li gel wê jî hedefeke giring û balkêş e.

Halbûkî têkilîyên PKKê bi kurdên Iraqê re hîç ne rehet bûn. Di dema serhildanên li hember rejîma Sedam Huseyin de, mehên adar û nîsana 1991ê, PKKê di destpêkê de, tercîha xwe li alî pêşmergeyan danî, paşê li hember êrişên gelek giran ji alî rejîma Bexdayê ve, PKKê berê çekên li ser milên xwe guhart û destpêkir herdû serokên kurdên Iraqê birêz Talabanî û birêz Barzanî bi "îxanetê û bi hevalbendîya Bexdayê û herweha bi serokatîya feodal" sucdar bike. Li gel van çewtîyên polîtîk yên giran ji alî kurdên Iraqê ve jî, PKKê qerar da ku xwe li bakurê Kurdistana Iraqê bi cîh bike, cîhên ku ji artêşa Bexdayê vala bibûn, ji alî PKKê ve hatin dagir kirin. Têkilî û bi hev re jîyana PKKê û peşmergeyên kurdên Iraqê gelek zor û zahmet bûn. Di teşrîna pêşî ya sala 1992yê de, li ser zextên tirkan, pêşmergeyan êrişî ser meqerên PKKê kirin, ji ber vî şerê birakujîyê, bi sedan kes hatin kuştin.

Piştî îmzekirina lihevhatinên agirbestê, gerîlayên PKKê heq bi dest xistin ku li Kurdistana Iraqê bi cîh bibin, bi şertê ku ji cihên ku dimînin êrişî artêşa tirkan nekin, her du alîyan biryar da ku rûpelê biqelibînin û tiştên bihurî ji bîr bikin, bi vî awayî jî hêdî hêdî fêrî hev bûn; nîşana vê yekê jî ew bû ku dema ku birêz Abdullah Öcalan konferansa çapemenîyê saz kir, birêz Talabanî li gel wî bû. Operasyonên leşkerên tirkan, ku li dû endamên PKKê li Kurdistana Iraqê digerin, dikarin vê destekê têkin talûkê. Kurdên Kurdistana Iraqê ji alîyê xwe ve di bin êriş û bombardimanên artêşa Sedam de ne, wisa dîyar e ku lîstikên hêzên mezin yên herêmê dê nehêlin yekîtîya kurdan zû bi zû ava bibe.

Bi munasebeta salvegera nehan ya destpêka şerê çekdarî yê 15ê Tebaxê yê PKKê, Ilknûr Çevîk, şef-redaktora rojnameya Turkish Daily News, weha digot: "Hersal di salvegera vê tarîxê de, em bi hefteyan ji hemû cûre berpirsîyaran beyanên fermî dibîhîsin ku, îsal dê bibe sala ji hev xistin û parçekirina tevgera PKKê. Ev 9 sal in ku her sal em van gotina dibihîsin, PKK parçe nebû û ji hev neket, berevajî, bûyerên nû peyda rû dan ku talûka wê hîn mezintir e; ew jî ev e ku tirk û kurd wek milet bi hev dikevin, ev bi hêsanî dikare bibe sebebê parçebûna Komara Tirkîyê". (9)

Çavkanî

Michel Verrier: Rojnamevan.

  1. Turkish Daily News, 12 tîrmeh1993
  2. Turkish Daily News, 12 tîrmeh 1993
  3. Christiane More, "Les Kurdes, un enjeu oublié du Proche- Orient", Le Monde diplomatique, çirîya pêşîn 1986, û Kendal Nezan, "Privés d'Etat, les Kurdes ne peuvent oublier les leçons de l'histoire",(Christiane More, "Kurd, lîstikek jibîrkirî di Rojhelatê Navîn de" û Kendal Nezan" Kurd, ji dewletekê bê par, mafê wan tuneye ku dersên dîrokê ji bîr bikin".) Le Monde diplomatique, hezîran 1991
  4. Le Monde, 13 tîrmeh 1993
  5. Lire Michel Verrier, "La guerre s'étend au Kurdistan", (Şer li Seranserê Kurdistanê Belav Dibe) Le Monde diplomatique, çile 1993
  6. Ismet G. Imset, The PKK, a Report on Separatist Violence in Turkey, (PKK, raporek li ser şideta veqetînxwazan li Tirkiyeyê), Turkish Daily News Publication, Ankara, 1992
  7. Di raporeke ku meha bihurî ji alîyê Amnesty International ve hatibû weşandin, rexneyên mezin li metodên hêzên leşkerên tirk û di heman demê de li PKKê jî digire, ji ber kuştina bi zanîn a hepsîyan, ji bo ku nehêlin gundî bibin "korucu"
  8. Kurdistan Rapport, nîsan 1992
  9. Turkish Daily News, tîrmeh 1993

Wergera ji fransî: Vehbî Aydin