Li Kurdistanê rêya sêyem

Translator

Gengeşîya li ser rêya sêyem cara pêşî di roja me de nayê kirin. Ji alîyê dîrokî ve rêya sêyem bi destpêkirina dualîzmê, ji serdema Manîçêr (216 piştî zayînê) ve bû xwedîya girîngîyeke taybet, ji ber ku dualîzm rêyeke sêyem nabîne. Dabeşî di navbera baş û xirab, reş û spî, jêr û jor, çep û rast de tê kirin. Beşên din yên navber û derdorê nayên dîtin. Dîyanetên cîhanê yên mezin û îdeolojîyên siyasî yên piştî wê demê hewlê didin ku di bin vê nêrînê de pirsgirêkên civakî fêhm bikin û li gor wê jî, awayên jîyanê pêk bînin.

Rêya sêyem dikare bi gelemperî wek rêyeke lihevanînê ya ku dijberîyan digihîne hev, bê fêhm kirin. Pirs ew e ku azadîya kesan çawa dikare li hember zordarîya civakê bê parastin. Herwiha li beramber aborîyeke ku dixwaze herdem qezenc bike, sermaye zêde bibe, em çawa dikarin dîsa jî edaleteke sosyal, nirxên mirovahî û nasnameya kesayetîyê biparêzin. Di dema şerê sar de Ota Sik li jîyaneke hevbeş a kapîtalîzm û komunîzmê digeriya (Sik, 1979). Bazara aborîya azad û aborîya bi plan a navendî tê bi rê ve birin, diviyabû hevaheng bûna. Îro kesên din alternatîveke bi edalet daxwaz dikin ku sîmayeke mirovane bidin globalîzma sar. Anthony Giddens (2001a) li vê yekê "Rêya sêyem wek nûvejîna demokrasîya civakî" bi nav dike (Giddens, 2001b). Li ba Joseph Stiglitz wiha ye: "Making Globalization Work" (Telo, 1998). Mirov dikare vê yekê, ango rêya sêyem li Rojhilatê Navîn mîna "wekhevî, demokrasî û mafê mirovan" bi nav bike.

Eger em rewşa kurdan a li Tirkiyeyê bigirin ber çavan û li "Rêya Sêyem" bigerin, wê demê em li Tirkîyeyeke polarîze ya gengeşî û ramanan, dikevin pey lêgerîna alternatîveke siyasî û civakî. Pêşniyaz û pêşniyazên hember ji bo çareserîyeke pirsa kurd hatine dayîn û her duyan jî qebûl nedîtine. Herdu alî, yanî dualî cih di cepha xwe de girtine û gavekê jî nêzîkî hev nabin. Di tevgera kurd û îdeolojîkkirina wê de jî guhertin tunene, yanî îdeolojîyeke bê îdeolojî ye. Ew ji bo azadîya Kurdistanê têdikoşe bêyî azadîya kurdan. Heman demê, di maneya dualîzmê de şemayên dost-dijmin pêk tîne. Mirov yan dijmin e, yan dost, welatparêz yan xayîn, sempatîzan yan dijber e. Avayîyên patrîarkal û dînî ku bi teorîyên şoreş û civakî yên rojava tevlîhev bûne; tevgera kurd heta vêga dûredirêj neketîye pey îdeolojîyeke rasteqîn ku ew ji gelê kurd re azadîyê bîne. Hertim ji nû ve teorî û planên li ser azadî û serfirazîya civakî yên ji alîyê zanistê ne piştrast in tên gengeşî kirin, lê dema ew têkûz naxuyên, tên avêtin û dîsa li yên nû tên gerîn. Ev yek ji bo ku di paşerojê de kurd çawa û bi kîjan modelê dikarin bijîn, derbas dibe: Hewldanên otonomîyê, demokratîzma herêmî, federalîzma di nav sînorên dewleta heyî de, heta serxwebûnê hemî tên tevlihev kirin û hemwelatîyên kurd derbarê armancên partîyên kurd ên siyasî ên li Tirkîyeyê di nezelalîyekê de dimînin. Serdestîya PKKê ya li ser aktorên siyasî bi vîzyona çareserîya wan a pirsa kurd û ya dewleta tirk ji cudahîyê zêdetir, çareserîyekê jî bê îmkan dike. Sosyalîzasyona aktorên siyasî yên kurd û herwiha yên piranîya endamên PKKê û siyasetmedarên AKPyê, herçend bi dîtinên siyasî ji hev cuda bin, li ser pirsa kurd dişibin hev. Hemû li Tirkîyeyê sosyalîze bûne û taybetmendîya îdeolojîya netewperest a kemalîst a bi paşbingehekî kevneşopîya dînî li ser wan çêbûye. Rêşopên hewldana bicîanîna mafên siyasî, li ba AKPyê ya tirk û BDP/PKKê ya kurd dişibin hev: Tabûkirin, şopandina radîkal a îdeolojîyeke bê naverok, ji bingeha xwe kevneperest, otorîter û li pey serokatîyekê bûn, şemaya dost-dijmin, redkirina ramanên kesên din, hema bibêje mîna terîqatê û li hember derva lîberal û fêhmdar. Hem AKP hem jî PKK dibêjin ku siyaseta tirk derbarê pirsa kurd ya heta niha divê bê guhertin. Ev tê wê maneyê ku divê zora kemalîzmê jî bê birin. Hem AKP û hem jî PKK sedema biserneketina rejîma tirk bi îdeolojîya wê ya neteweperest a kemalîst ve girê didin, lê li alîyê din her du grûp jî, ji bo çareserîya pirsa kurd û demokratîzebûna welat metoda kemalîzmê bi kar tînin. Goya sosyal demokratên tirk, neteweperestên rastgir û leşkerîya tirk hertim parastvanên vê rêya kemalîzmê bûn û heta roja me jî wisa ne. Bernameya wan a siyasî wek îdeolojîyeke kolektîv û egoîst li pêş çareserkirina pirsa kurd astengek e.

Mirov dikare vê yekê bîne zimên ku siyaseta tirk ji ber sedemên îdeolojîk û girêdana mixriktijî ya bi dîn, kevneşopîya hevjîyana civakê ji hemû alîyên xwe yên siyasî ve dixe xeterê. Siyaseta parçekirin û birêvebirinê, rêya Împaratorîya Osmanî ye ku heta îro tesîrê li Tirkiyeyê dike. Rêyeke sêyem jî, ji partîyên tirk re pêwîst e ku civaka tirk û kurd ji îslamîzma nû û kevneperestîya neteweperestîyê biparêze. Ev mijar divê û pêwîst bû berîya her kesî ji alîyê aktorên tirk ve bihata munaqeşe kirin.

Lê ez li jêrê dixwazim bi kurdan û siyaseta wan a bi pirsa kurdan ve girêdayî, li ser rêya sêyem yan "rêyên sêyem" gengeşîyê bikim. Ji bo ku mirov ji vê girtîgeha dualîzmê rizgar bibe, divê mirov li alternatîvan binêre. Divê li gor teorîya rêya sêyem texmînî rêyên sêyem hebin. Bi vê yekê mebest piranî "versîyoneke hişmend" an jî "versîyoneke nerm" alternatîveke ne îdeolojîk tê fikirandin. Lê ev nayê vê wateyê ku mirov dest ji siyaset û erka têkoşîna ji bo edalet û azadîyê berdide. Na, ev rêya sêyem derfetê dide ku mirov karibe li ser çareserîyên dinê bifikire.

Rêya sêyem li Kurdistanê: Siyaseta întegral

Tevgera kurd ji 60 salan vir ve gelek qonaxên pêşketina civakî û siyasî, lê herwiha demeke şerên leşkerî jî, jîyaye. Di serdema globalîzmê û veguherîna mafên civakî û kesane de, pêwîstîya wê bêhtir bi siyaseteke ku hîtabê giş kurdan dike, heye. Ez dixwazim wê li vê derê wek siyaseta întegral bi nav bikim.

Siyaseta întegral tê maneya ku gava hûrlêkolînên siyasî tên pêk anîn û siyaset tê amade kirin, divê hemû dîmenên civakî li ber çavan bên girtin. Siyaseta întegral bi vê maneyê "rêyeke sêyem" derdixîne der ku cudahîyên civaka kurd yên heyî bi hemû dîmenan re întegre bike. Hemû cudahîyên civakî ango yên çandî, olî, herêmî, aborî, eşîrtî û hwd. parçeyekî civaka Kurdistanê ne û divê bê sînor werin rêz- û qebul kirin û roleke mezin di nav siyaset û çanda kurdan de bileyizin.

Wekhevîyên çand û bîrewerîyê

Pêwîstiya pratîka siyaseteke înte-gral bi rêpêşandaneke çandî û bîre-werîyê heye, ji ber ew vîzyonek e ku li derveyî mentiqa rojane ye. Rêpêşandan û hevgirtineke hevbeş dikare qezencên destkevtî, trajedî û derbên jîyanê be. Mînak; destana kurdî ya Ehmedê Xanî Mem û Zîn dikare wek bîrewerîyeke hevbeş, ruhekî hevbeş ku hemû kurdan li hev kom dike, bê dîtin. Hêmanên dînî jî dikarin bi heman awayî roleke girîng bilîzin, lê divê ev di maneya polîtîzekirina dînî de neyê fêhm kirin. Bîrewerîyên hevbeş bi giştî vekirîbûnek e li hember tiştên ne-rojane, li hember tiştên hestyar û subjektîv yên ku civakê bi hev re girê dide û xurt dike. Bi nêrîna dîrokî dînên rojava yên yekxudayî (monotheist) mîna xiristîyanî, îslam û cihûtîyê li pey lêgerîna hevbeşîyan, manedarî û rêpêşandana mirovan ceribandinek bûn. Divê siyaseta înte-gral a kurd nirxê hemû pircûreya çandî, civakî, dînî û hebûna bîrewerî li herêmên Kurdistanê (êzdî, sunî, şîî, elewî, kakeyî, ateîst ûwd.; ermenî, tirk, asûrî, ereb ûwd.; jin, mêr, zarok, heteroseksuel, bîseksuel, homoseksuel ûwd.; seqet, tendurist, nexweş ûwd.) bipejirîne, rêz bigre û wan bîne nêzîkê hev. Ev tê wê maneyê ku divê ji bo pratîka siyasî, şêweyên nû yên sazûmanîya civakî bên dîtin ku tê de kesayet û civaka kurd bên bi cî kirin.

Rêxistin, komele, kongre ûwd. ên ku heta niha ji alîyê tevgera kurd hatine damezrandin îdeolojîk in, ji jor daxistî ne û bi hin beşên xwe cudahîyên erênî yên nirx û normên van civakên li Kurdistanê dişêlînin. Kurd bi wan rêxistinên xwe yên îdeolojîk bixwe zerareke mezin didin çand û hebûna kurdan, ji ber ku ew bixwe bê mantiq, pir tiştên rêzdar û kevin yên komên kurdan tune dikin.

Prensîpên bingehîn ên siyaseta întegral a kurd

Ramanên ji alîyê min tên rêz kirin divê mîna qaîdeyên qerimî neyên fêhm kirin, bêhtir mîna pîvanên ji alîyê civakê qebûl dîtine ku siyaseteke întegral a kurd a nû dikare di nav xwe de bihewîne.

Yek vîzyon:

Siyaseta întegral a kurd divê xwe bide ser vîzyonekê ku karibe dijberîyan, nakokîyan, alozîyan û pirsgirêkan întegre bike. Siyasete întegral dive karibe tehamula hebûna nakokîyan di nav kom û civaka kurd de bike. Di pratîkê de ev tê wê maneyê ku divê realîteya siyasî ya yekî/ê, ne a kesekî/ê din be û dîsa jî ev întegratîv be, mînak: di maneya azadî û demokrasî ji bo gelê kurd, mirov bi tolerans be û wekhevîyan peyda bike ku bi hev re li ser bixebitin. Dîtîn û ramanên her mirovî ne wekhev in, lê dîsa jî divê rêzdîtin bi hev re li ser bingehên azadîyê û demokrasîya kurdan gengaz be. Her hewldana ji bo yekîtîyekê, li ser bingeha siyaseta civakî, ya globalîzmê yan jî, ji sinorên ku kurd niha tê de dijîn wêdetir divê di heman demê de întegrasyona tiştên berê hebûn jî yanî netewî, herêmî, kesayetî, dînî çandî, etnîkî ûwd. tê de cî bigrin. Çawa mafê gelê kurd ji bo azadîyê heye, herwiha divê mafê yek mirovekî bi xwe jî ji bo azadîyê hebe. Ango mafê yek mirovî divê ji bo "azadîya" komekê neyê qurban kirin. Êdî ev ne azadî ye.

Divê tevgera kurd di wê rewşê de be ku şêweyên nû yên rêxistina civakî bibîne û di heman demê de mafên kesane û mal û milkên kolektîv biparêze û teşwîk bike. Pêdivîya tevgera kurd bi civakekê heye ku tê de her mirov xwedîyê derfeta avakirina azadî û jîyana xwe be ku ev di heman demê de rê li ber azadîya hemû civakê vebike.

Prensîpên rewiştî:

Prensîbên rewiştî tê maneya hewldana pêşketina herî mezin a hemû civaka kurd ku mafê her mirovekî li ser jîyan, azadî û edaleta civakî heye û piştgirîya wî/ê bê kirin. Ev tê maneya pêşketina ramana edaletê, xemxurî û dilovanî ji bo her kesayetek di giş civakê de (Edelstein, 2001).

Veguherîn (transformasyon):

Tevgera kurd ku hîn jî, ji alîyê îdeolojîk ve, yekalî ji tevlihevîya komunîzm, îslam û patrîarkalîzmê gihîştiye asteke siyasî û civakî ku divê bê guhertin. Veguherîn (transformasyon) an jî şoreş gavên muhtemel in ku dikarin derbas bibin. Ev jî girêdayî derfetên ku di deste kurdan de heyî û xwestina gel bi gelemperî ye. Ji sedema parçebûna Kurdistanê, li gor dewletên tê de dijîn, dikarin perspektîv û stratejîyên siyasî yên kurdan cuda bin, lê divê ev nebe sedema neheqîyê li dijî hev. Eger şertên veguherînê tunebin, wê demê divê reform wek tercîheke gengaz bên dîtin. Siyaseteke întegral a kurd pîvana hem reformê hem jî şoreşê nas bike ku girêdayî bi rewş û qonaxa pêşketina civakî û siyasî cîyê her yek ji wan tê de cuda ye. Tevgera kurd divê di wê xemxurîyê de be ku asta civakê, ger civak ji bo vê yekê amade be, bilind bike.

Globalîzm û tevgera kurd

Globalîzm heman dem mijareke herî aloz û herî girîng a dema me ye. Divê tevgera kurd bala xwe bi çalakî bide vê mijarê û bi xwe jî li ser vê yekê ramanên xwe yên siyasî bi pêş ve bixîne. Ev tê wê maneyê ku emê di cîhana ragihandinê ya nû de bi gelek agahdarî û guhertinan bên hember hev. Eger em bersivê nedin jî, dîsa ev livbazîyek e, lê li derveyî kontrola me ye.

Komên pêşketina civa-kî ji qebîleyan ber bi eşîran, neteweyan, herêman û di dawîyê de ber bi globalîzmê li Kurdistanê jî, berfireh dibin. Maneya vê yekê jî ew e ku dînamîka zêdebar a wergirtina nav xwe ne tenê ji bo civaka kurd derbas dibe, herwiha ji bo hemû xetên pêşketina civakî, aborî, hiqûqî, rewiştî yan siyasî jî derbas dibe. Pirsa derdikeve holê ew e ku her yek ji wan xetan bi çi lezûbezê ber bi girêdaneke globalîzmê ve dilive û gelo pê re pêşketinên nerênî derdikevin ku zerarê bidin komekê yan jî civakê bi giştî. Em îro li Tirkîyeyê dibînin ku ne hemû alîyên pêşketina mirovahîyê globalîze dibin û xwe diguherin.

Wek mînak em tenê tundrewîya dînî, kevneperestî û mîlîtarîzmê bi nav bikin. Aborî û hin hêmanên çandî li Tirkîyeyê dînamîkên xwe yên global bixwe bi pêş ve birin, lê rewişt[karakter] û siyaset bi gelemperî li cîyê xwe asê bûn yan jî, di îdeolojîya kemalîst û AKPê ya îslamî de girtî man.

Ev dikare bi temamî wek patolojî, nexweşîyek bê sinifandin ku mixabin tevgera kurd jî xwe spartiye vê dînamîkê. Ev tê wê maneyê ku divê tevgera kurd rêyên nû peyda bike da ku pêşketina civakî, çandî û aborî bi nîzama siyasî ya globalîzebûyî bixe nav analîzên nû û hemû grupên kurd wek hevgir ji nû ve tê de karibin xwe bibînin.

Mantiqekî çandî yê nû

Hêmaneke sereke ya siyaseta întegral a kurd pêwîst e balkêşîya xwe bide alîyê navxweyî, subjektîvî, çandî ya civaka kurd. Eger tevgera kurd nakokîyên xwe bi tenê li ser hêzên derva (mînak: artêşa tirk û hikumeta tirk) hûrbînî bike û mînak çareserîya pirsa kurd bi hikumeta tirk ve girê bide, wê demê dê kêm bimîne, ji ber ku ew dînamîka civaka kurd a hundurîn nagire ber çavan. Siyaseta întegeral a kurd divê berîya hertiştî guh bide hemû kesan û grûpên kurd. Siyaseteke bê hemû xwestinên gelê kurd ne siyasetek e ji bo azadîya kurdan. Bi peyvên din, li kêleka pevçûna bi hikumetên Tirkîye, Îraq, Surîye û Îranê re, pêwîstîya tevgera kurd bi siyaset û çandeke întegral heye. Ev tê vê maneyê ku civaka kurd divê bi çalakî bixwe bandorê li ser veguherîna xwe bike. Ku hêzên derva civaka kurd biguherînin, bê guman ev li gor xwe û ne li gor xwestinên kurdan wê civakê biguherînin. Eger komelgehên kurd ên cuda û şexis hesteke qebulkirin û piştgirtîyê nebînin, ew vê siyaseta întegral napejirînin. Divê partîyên kurd amade bin ku mirovên kurd wek kesên azad û rizgar ên bi raman û nirxên cuda bipejirînin û wisa hemêz bikin. Wê demê damezirandina kongreyeke neteweyî ya ku li ser gelek tê gengeşî kirin jî, êdî nabe pirsgirêkeke mezin.
Li hember siyaseta real li Kurdistanê û têkoşîna berxwedana dûredirêj a kurdan sempatîya mirovan ji hev re hîn jî zêde beşekî girîng ê çanda întegral e. Beşê din jî întegrekirina zîrekî û daxwazî, şexsî û hevbeşî, objektîvî û subjektîvî, ketin û rabûn e. Întegrasyona şexs û hevbeşî ya bendbestîya globalîzmê tê maneya ku gelek mafên bi rêya danûstandin, çand û bandora global tên bi dest xistin, zerarê nedin întegrebûna yek bi yek kesan. Mînak; ev tê wê maneyê ku mafên hindikahîyan li Kurdistanê bi taybetî jî, ji alîyê tevgera kurd ve divê bên parastin. Di heman demê de mafê şexsan nikarin ji berpirsîyarîya wan a civak û xwezayî bên veqetandin.

Întegrasyona objektîv û subjektîv tê wê maneyê ku ji bendbestîya global ev yek bê fêhm kirin; gavavêtina ber bi mantiqekî nû yê sîstema global divê ji alîyê mantiqekî çandî yê nû ve bê bi rê ve birin. Guhertina kes û civakê nayê maneya înkarkirina nirxên kevin yên mîna kevneşopî û çandê. Tiştên herêmî jî wek ên kosmopolîtîk girîng in. Eşîr jî wek yek bi yek kesan girîng e û civaka kurd bi giştî girîng e. Di serdema globalîzmê de tiştên herêmî ne tenê ji ber pîvana mirovperwerîyê, herwiha ji ber sedemên demokrasî û mafdarîya civakê jî, girîng in. Eger desthilatî cîwarê neteweyî biterikîne û bibe global, ji tecrubeyên jîyana rojane û daxwazên rojane û ji realîteyê dûr dimîne. Îmkanek e ku mirov desthilatî û berpirsîyarîyê li şexsan û ber bi civaka herêmî ve vegerîne. Li vê derê hîn modelên kurd ên nekemilî dikevin dewrê: demokrasîya herêmî, federalîzm ûwd. Lê pirs, pêşvexistina pêvajoyekê ye ku divê têrahîya wê bixwe ji bo serzemîna şexsî û civakî mezin be. Geşepêdan û hêzdana demokrasîyê ya asta herêmî pêwîst e, bi demokratîzekirina desthilatê, ji herêmî heta global, di hemû astan de bi hev re bimeşe.

Konsepta-rêya-sêyem bi veguhastina ser rewşa Kurdistanê re, vê rastîyê jî tîne ber çavan ku divê eşkalên siyasî wek perspektîveke dûredirêj xwedîyên konsepta siyasî û bernameyê bin ku jê re bingeheke zexim gerek e daku erkên siyasî yên misoger bîne cî: erk, îkna kirin, seferberbûn, nasname û hevgirî ji hundir ve avakirin, lê bê înkarkirin û veşartina dijberî û fikirên cuda di nav kurdan de. Çiqas kurd ji cidayîyên hev agahdar bin û li ser wan gengêşî bikin, ewqas çêtir bawerî û nêzîkbûn di nav civaka kurd de pêk tê. Tevgera kurd divê xwe ji bo wan veguhestinbînîyên dijwar amade bike.
Rêya sêyem ji bo rejîma tirk, eger bixwaze, dikare wek ceribandineke ji nû ve rêkûpêkîya bernameyê bê fêhm kirin ku tê de siyaseta xwe ya çewt li dijî kurdan ji bingehîn demokratîk û mirovhez biguhere.

Rêya sêyem ji bo tevgera kurd dikare wek ceribandineke bernamekirina nû bê fêhm kirin ku tê de berê xwe bi giranî bide gelê kurd û berjewendîyên wî û ji wê rewşê rêyeke nû peyda bike.

Çavkanî

Edelstein, W.: Gesellschaftliche Anomie und moralpädagogische Intervention. Moral im Zeitalter individueller Wirksamkeitserwartungen. (Bêhêvîtîya civakî û mudahaleyên perwerdeya rêwişt[Moral]. Rêwişt di serdema bandorkirina hêvîyên kesane de.) In: Edelstein, W./ Oser, F./ Schuster, P. (Hrsg): Moralische Erziehung in der Schule. Entwicklungspsychologie und pädagogische Praxis. (Perwerdeya rêwiştane di dibistanê de. Psîkolojîya pêşketinê û pratîka perwerdeyîyê). Weinheim und Basel 2001. S. 26.

Betz, Hans-Georg (Hg). (1998): The New Politics of the Right. Neo-Populist Parties and Movements in established Democracies (Siyaseta nû ya rastan û tevgerên populist ên neo-polîtîk di demokrasîyên bingehgirtî de). New York.

Giddens, A.: Der dritte Weg. Die Erneuerung der sozialen Demokratie, Suhrkamp, (Rêya siyem. Nûkirina demokrasîya civakî) Frankfurt/Main 1999

Giddens, A.: Introduction in: Giddens, Anthony (ed). The Global Third Way Debate (Gengêşîyên global li ser rêya sêyem). Cambridge, Oxford, Malden, 1-21, 2001a.

Giddens, A.: Die Frage der sozialen Ungleichheit. (Pirsa newekhevîya civakî). Frankfurt/Main 2001b.

Sik, Ota.: Humane Wirtschafts-demokratie. Ein dritter Weg (Demo-krasîya aborî ya human. Rêyeke siyem), Hoffmann und Campe, Hamburg 1979

Teló, M.: Transformation of program-matic profiles, (Veguherîna profîlên bernameyî): Cuperus, René/Johannes Kandel (Hg.): European Social Demo-cracy: Transformation in Progress. (Sosyal Demokrasîya Ewropayê: Veguherîn û pêşketin). Wiardi Beckman Stichting/Friedrich Ebert Stiftung, Amsterdam, 41-48, 1998.

    Wergera ji almanî: Hüseyin Kartal