Li Lîbyayê rola eşîran

Translator

Tevî ku li Ewropayê, xofa koçberîyeke berfireh a ji Lîbyayê di rojeva serekî de be jî, DYA bêhtir bala xwe dide encamên hişyarîya erebî ya li ser pergala herêmê. Ew ji netîceyên ji desthilatê ketina Husnî Muberek ya çi li ser meseleya îranî, çi li ser şerê îsraîlî-ereb, ditirsin. Lê rabûna rayên giştî, yên ku bi jana filistînîyan dihesin, dikarin hemû van hesaban serûbin bikin.

15ê sibata 2011ê, roja sêşemê êvarê, welatîyên bajarê Bengazîyê –duyemîn bajarê mezin ê Lîbyayê– ji bo ku doza berdana Fethî Tarbel bikin, civîyan. Ev parêzer nûnerê malbatên girtîyên sala 1996ê di şerekî li girtîgeha Abû Salim a li Trablûsê de kuştî bû. Ew bi îdîaya fermî "ji ber ku gotegota, agir girtîye girtîgehê, belav kiriye" hatibû girtin. Berdana wî dil û mejî aş nekirin û bangên ji bo 17ê sibatê "rojeke hêrsê" di nav xelkê de geriyan. Çawa ku li deverên din ên cîhana erebî qewimî, roja behsa wê hat kirin, bi hezaran xwepêşander daketin kolanan.

Kronolojîya Lîbyayê

Sibat, 1947:
Îtalya dest ji mafên xwe yên li ser Lîbyayê berdide.

24-01-1951:
Ragihandina serxwebûnê. Idrîs El Senoussî dibe melik.

01-12-1969:
Efserên Azad ên Muammer Qedafîyê mîralay, desthelatê bi dest dixin û Komarê radigihînin.

Kanûn, 1969:
Lihevhatina li ser valakirina binkeyên amerîkayî û îngilîzan.

01-12-1973:
Giştîkirina British Petroleumê.

1975:
Vegirtina şirîda Aouzouyê, ku ji 1973yê ve leşkerê Lîbyayê dagîr kiribû û welatê Çadê doz lê dikir.

02-03-1977:
Ragihandina Cemahirîya Gel û Sosyalîst a Lîbyayê.

Kanûn, 1980:
Destpêka Desttêwerdana li Çadê.

1984:
Êrişa muxalefetê ya bi ser bare- geha El Ezîziyeyê li Tripoliyê ku mîralay Qedafî bixwe jî lê dima.

14/15-04-1986:
Serokdewletê DYAyê Ronald Reagan biryarê dide kuTripoli û Benghazî bên bombe kirin.

Kanûn, 1988:
Êrişa li dijî Boeing 747 ya PanAmê ku di halê perwazê de li Lockerbieyê (Skotlandê) ket û 270 kesên tê de mirin. Îstixbarata lîbyayî her wekî êrişa eylûla 1989ê li dijî DC 10 ya UTAyê, hate tometbar kirin.

Nîsan,1992 û çirîya paşî, 1993:
Mueyyîdeyên Konseya Ewleyî yê ya Neteweyên Yekgirtî li dijî Lîbyayê.

Nîsan, 1999:
Hilawîstina mueyyîdeyan piştî lihevhatinekê ku tometbarên lîbyayî yen êrişa Lockerbieyê bêne mehkeme kirin. Çileya 2001ê, yek ji tometbaran cezayê ebedê girt yê din bêguneh hate dîtin.

Eylûl, 2003:
NY mueyyîdeyên li ser Lîbyayê vebirî, radike.

Kanûn, 2003:
Tripoli radigihîne ku bernameya xwe ya pêşxistina çekên komelkuj betal dike.

Gulan, 2006:
Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê careke din dest davêje pêwen- dîyên dîplomatîk digel Trîpolîyê û Lîbyayê ji lîsta wan dewletên ku piştgirîya terorîzmê dikin derdixe.

Kanûn, 2007:
Qeddafî bi seredanekê li Parîsê dibe mêvanê Nicolas Sarkozy. Girêdana peymanekê li ser hevkarîya ji bo hilberîna enerjîya nûkleerê bo armancên sivîl.

Eylûl, 2008:
Seredana Condoleezza Rice bo Trîpolîyê. Ji sala 1953yê ve yeke- mîn wezîra karê derve ya DYAyê ku seredana Lîbyayê dikir.

Tebax, 2010:
Qeddafî, di seredana xwe ya resmî de bo Romayê, ji alîyê serokê Konseyê Silvio Berlusconi ve tê pêşwazî kirin. Peytkirina hevkarîyê digel Îtalyayê li dijî koçberîya qaçax.

Wergera ji fransî: Ergîn Opengîn

Ne girtinan, ne reşandina guleyên bi rastî, ne jî bikaranîna hêzên hewayî, dikarîbûn xelkê aram bikin. Kurê albay Muemmer Qedafî, Sayf el-Îslam 20ê sibatê derkete televîzyonê û gef li xelkê kirin: Heke kolan aram nebin, wê şerê navxweyî rû bide. Van gefan biryardarîya xwepêşanderan zêdetir kir.
Zêdetir guhpênedana doza tepisandina xwepêşandanan ya ku li hêzên çekdarî dihat kirin, kir ku tevger mezin bibe. Du sedemên vê qutbûna ji refan hene: Banga "eşîran" û hebûna eskerên kirêkirî yên biyanî di nav refên eskeran de.

Weke li tevahîya welatên Afrîkaya Bakûr, li Lîbyayê jî sîstema eşîrî di parastina çandên herêmî û şerê serxwebûnê de bi rolekî navendî rabû. Rojnamevan û milîtanê mafê mirovan Abd Al Moncif Al Buri (1) weha tîne bîra xwe "lê belê di dema desthilatdarîya Idrîsê Yekem de [1951-1969] tu hebûna eşîran êdî nemabû. Civakê xwe bi rengê sendîka û komeleyan bi rêxistin kir da ku li hemberî qralekî, eşîrparêzîyê red dike, daxwazên xwe derbibire. Qedafî ew di cîhana siyasî de bi cih kirin." Dîrokzan Pierre Vermeren kite bi kite rave dike: "Wî bêguman xwest wan di bin sîya xwe de bihêle da ku weke rêberê herî bilind ê lîbyayîyan hemûyan xuya bike, lê belê wî ev hem li hundirê sîstemê û hem jî li derveyî wê li ser piyan girt; tevî ku li welatên din ên Mexrebê ji holê rabûbû jî. Qedafî bixwe ji eşîreke ji Sirtê ye, ango ji navenda welêt. Ew weke endamekî eşîreke [qeddafan] ku qral ji textê wî xistî, dihat dîtin. Qral bi xwe jî serokê terîqeta Senûsî bû. Wî [Qedafî] ev sîstem timî bi kar anî, lewra ew bi kêrî wî dihat û desthilatdarîya li ser nifûseke bi zor şeş milyon e û li ser erdekî sê caran ji Fransayê mezintir belav e, hêsantir dikir."

Piştî darbeya eskerî ya 1ê îlona 1969ê, ya ku ew kire "Rêberê şoreşê", Qedafî hevgirtinên eşîrî yên ku diviyabû desthilatdarîya wî misoger bikin, pêk anîn. Al Buri li gotinên xwe zêde dike, "ew ên ku herî zêde bi rejîma wî re dilsoz bûn, hilbijartin komîteya navendî; dibû ku ev kes birêveberên herî kêm jêhatî bin". Rêber ji bo ku baştir bi rê ve bibe, eşîr parçe kirin, hin eşîr li hemberî yên din bilind kirin û pirrengîya zimanî (erebî, zimanê berberan û yên tûbûyan) bi kar anî da ku eşîrên serhildêr ceza bike, weke Tûbûyan ku li gelek welatan hene –Misir, Çad û Nîjer. Serokê Bereya Tûbûyan ji bo Silameta Lîbyayê (2) Îsa Atûbawî rewşa xwe weha aşkere dike: "mafê zarokên me nîne, ne biçin dibistanê, ne jî bikevin hundirê nexweşxaneyê. Jinên me, ne dikarin bibin xwedîyên nasnameyeke malbatê, ne jî belgeyeke jidayikbûnê."

Qedafî pere dan hin eşîran ji bo ku rihettir partîyên siyasî, sendîka û her şêwazê muxalefetê bêtesîr bike da ku utopyaya xwe ya Cemahîrîya pêk bîne. Cemahîrîya awayekî demokrasîya girseyan e ku wê bê dewlet, bê hikûmet û bê partîyên siyasî bi cih bê. Wî wezîfeya tepisandina protestoyên xwendekaran ên salên 1970yê da wan. Li gor Al Buri "sansûrkirina tevahîya rê û kanalên xweîfadekirinê rola siyasî ya eşîran xurttir kir, lewra eşîr weke navbeynkarên di navbera rayedaran û xelkî de bi kêr dihatin, xelkê wezîfeya ku gilî û gazincên wan bigihînin rayedaran dida eşîran."

Dawîya sibatê, dema bang li eskeran kirin destekê bidin gel, eşîran dest werda mijarê. Konseya rûspîyan a eşîra el-Zûaya ya ku erdên wê li ser xeta petrolê ya rojhilatê Lîbyayê ye, gef li rejîmê xwarin: Heke zext dewam bikin, ew ê rêya zêrê reş [petrol] ya ber bi Ewropayê ve bibirin. Yek ji eşîrên herî girîng, eşîra el-Werfela ya ku ji berê ve hevgira rejîmê ye, li alîyê xwe ji Qedafî xwest welêt biterikîne. Tûareg bixwe, bi lez û bez tevlî nav refên xwepêşanderan bûn.

Kesekî em pê re peyivîn (û xwest navê wî neyê aşkere kirin) texmîn dike ku dilsozîya bi eşîrê re kir ku esker tevlî nav refên gel bibin, lewma "wan didît ku birayên wan û zarokên wan tên kuştin". Ew weha pê de diçe: "hisa endametîya neteweyekî jî. Dema ku fermandarên tabûran dîtin, eskerên kirêkirî yên biyanî, guleyan li lîbyayîyan direşînin, wan biryar da xwepêşanderan biparêzin."

Çavkanî

Ali Chibani: Rojnamevan

  1. Abd Al Moncif Al Buri, "Le tribalisme, le régionalisme et l’avenir de l’exercice politique en Libye (Eşîrparêzî, herêmparêzî û li Lîbyayê siberoja îcraeta siyasî)", li ser malpera Konferansa Neteweyî ji bo Muxalefeta Lîbyayî (Conférence nationale pour l’opposition libyenne)
  2. Eşîra Tûbûyan "şênîyên Tîbestîyê" li başûrê Sahrayê ne. Hejmara wan li derdora 3 milyonan e û di navbera Çad, Nîjer, Misir û başûrê Lîbyayê de parçekirî ne. Li Lîbyayê % 18ê nufûsa welêt pêk tînin.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê