Li Magrebê, sîberaktîvîst westîyayî ne

Translator

Serhildanên ereban kirin ku di medya û çapemenîyê de fîgura çalakvanîya-sîber [çalakvanîya kesên çalakîyên xwe li ser Înternetê pêk tînin, nota wergêr] derkeve holê, ev çalakîyên Înternetê li ser rewşa jîyana gel û li ser hîsa neheqîyê ya ku ev rewş dibe sedema wê, agahdarîyan dide. Çalakvanên-sîber ku bi piranî tecrûbeya wan a çalakîyan tuneye û rewşa apolîtîk ya tevlîbûna xwe derdixin pêş, ciwanên ji 20 heta 30 salî yên bajarî û dewlemend in. Lê belê zor û zexta li dijî gel ew kirin yek. Blogvanê tûnisî Hamadi Kaloutcha (1) wisa şirove dike: "Di dema Ben Ali de em bi tenê sed, yan jî dused sîberçalakvan bûn. Bi tena serê xwe em li dijî hemûyan bûn. Polîsê Înternetê çi ji destê wî dihat dikir da ku bawerî bi me re çênebe. Lê di encamê de ev gef û tehdît gelekî bi kêrî me hatin: Em neçar hiştin ku bi cidiyeteke bêqusûr tevbigerin".

Herçiqas nirxên hevpar ku wan dikin yek hebin jî, nasnameya sîber-çalakvanan gelekî girêdayî çarçoveya netewî ye ku tê de dijin. Li Fasê yên herî navdar muhendis yan jî rojnamevan in. Berevajîyê wê li Tûnisê sîber-çalakvan bêhtir endamên dinyaya huner û çandê ne. Niqaşên ku li Tûnisê pesnê "şoreşa facebookê" didin, ji bo fêmkirina rewşa blogvanên bi kelacan ku bêhêvî man alikarîyê nake. Manichaeus (2) wisa bi kurtasî rewşa fikra wan rave dike: "Ew şînê digrin".

Ew bi rêya Înternetê pê hesîyan ku êdî nikarîbûn xwe li rejîmê ragirin û ku dikarîbûn bi awayekî eşkere rejîmê rexne bikin. Yên ku me hevdîtin bi wan re çêkir, hemû behsa rola destpêker ya Tunezineyê dikin, Tunezine kovareke muxalefetê ye ku di sala 2001ê de ji alîyê aborîzan Zouhair Yahyaoui, yekem "şehîdê sîber-çalakvan" (3) ve hatiye derxistin. Ji bo wan, ketina nav Înternetê dihat maneya tecrûbeyeke xwe dûrxistina ji sîstemê û rexnekirina wê, nexasim jî xwe dûrxistina ji civaka tûnisî bixwe. Bi heyecana îlhameke wêjeyî, hin blogvan kronîka jîyana rojane ya guman û êşên welatîyên xwe nivisîn. Vê yekê dîsa jî ew ji sansurbûnê, ji gefxwarinên polîsan û hin ji wan jî ji girtîbûnê neparastin. Weke Fatma Arabicca, ku mehkumkirina wê di sala 2009ê de bû sedema seferberîyeke neteweyî û navneteweyî û vê seferberîyê kir ku ew were berdan. (4)
Ji wê demê û vir ve, sîber-çalakvan dev ji rabûna li ber "Amar 404" (kesayeteke xeyalî ku bi peyama "şaşî 404" nahêle bikarhênerên Înternetê bikevin malpereke Înternetê) berdan û êdî timî henekê xwe pê dikin. Em dikarin bêjin di bihara 2000ê de tekoşîna wan gihişt asteke nû, wextê sansurê bi ser tevahîya bikarhênerên facebookê de girt. Wan bi kampanyayeke îmzeyan a li ser Înternetê ji deh hezaran zêdetir îmze peyde kirin. Wê demê hin sîber-çalakvanan biryara bi awayê fermî xwestina destûreke xwepêşandaneke li dijî sansurê girt. Di wê demê de tukesî nikarîbû li daxwazeke bi vî rengî bifikire, xwepêşandan jî dê 22ê gulanê pêk bihata. Piştî ku polîs bi ser wan de hat, wan dev ji xwepêşandanê berda, lê belê bang li tevahîya welatîyan kirin ku li ser rêya sereke ya Tûnisê kom bibin û kirasên spî li xwe bikin. Yassine Ayari, yek ji organîzatorên vê seferberîyê, vê serpêhatîyê weke "werçerxekê" dest nîşan dike.

Hemû bi heyecan vedibêjin ka wan çawa wêneyên polîsan ku guleyên rastîn li xwepêşandêrên ciwan dibarînin, peyde kirin û çawa ew [li ser Înternetê, nota wergêr] belav kirin. Wê demê wan xwe bi hesta kûr a piştgirîya neteweyî giranbar hîs kir û vê hestê ew daxistin nav kolanan û kir ku li ber komputerên xwe bi şevan hişyar bimînin, da ku wêneyên xwepêşandanan û hovîtîya polîsan li ser Înternetê belav bikin.

Wexta mirov wê demê bi bîr tîne, dikare bibêje ku ev serpêhatîya kolektîf dişibîya kêlîya yekbûna civakekê ku hema bi şûn ve ji hev veqetîya. Daxistina Zeynel Abidîn bin Elî ji desthilatdarîyê herçiqasî bi seferberîyeke neteweyî hatibe pîroz kirin jî, çûyina wî di heman demê de bû vegera civakeke parçebûyî. Bêyî sembola dijmin, sîber-çalakvanan xwe kir raqîbên siyasî. Têkîlîyên wan ên navxweyî êdî tijî bûn ji reqabetê, şik û bêbextîyan. Yek ji blogvanên ku di medyayên Rojavayî de cihê herî pêşî digire, A Tunisian girl (6), wiha şirove dike: "Dijmin êdî ne eşkere ne, em êdî tê dernaxin ka kî dijminê kê ye. Va ye: Em niha parçebûyî ne. Hin blogvan pişta hev digirin, lê hin nagirin". Hamadî Kaloutcha jî gelekî li ber xwe dikeve: "Ji 14 çileya 2011ê ve Înternet veguherî kaoseke giştî ku em tê de nikarin bifikirin. Di nav şerên alîyan de ji me re zehmet e em dengê xwe bidin bihîstin". Divê mirov bi bîr bixe ku tevnên civakî yên Înternetê hejmareke pir mezin a endamên nû girtin nav xwe. Di nav wan de jî yên gelek muxalifên derengmayî, kesên ku agahîyên derew belav dikin, yên ku dîmen û wêneyên çêkirî belav dikin, hene. Encama vê yekê kakofonîyek [wexta di heman demê de ji her alîyî ve dengên cihê tên, mirov acîz dikin û tutişt nayê fêm kirin] e ku nayê terîf kirin.

Kelecana yên ku şirove dikin ji tecrûbeya sîber-çalakvanên tûnisî bihurî. Lê belê herçiqasî li dijî bawerîyên hişk ên hevpar ên ku li derveyî Tûnisê xwe ferz kirin bin jî, hawara wan hêjayî bîhisitinê bû. Wexta hukûmet, medya û lêkolînêrên rojavayî blogvan weke temsîlên rewa yên gelê tûnisî li ber raya giştî bi pêş xistin, belkî ji bo yekitîya hêzên pêşverû tiştekî baş nekiribin.

Çavkanî

Cédric Terzi:
Sosyolog, endamên Navenda Lêko-lîna Tevgerên Civakî (CNRS-EHESS)

  1. Wê ev nav li xwe kiriye http://fr-fr.facebook.com/ Kaloutcha.Hamadi
  2. http://manichchaeus.blogspot.com ev blogvanê ku yek ji yekem sîber-çalakvanan bû piştî kanûna 2010ê dev ji çalakîyên xwe yên li ser Înternetê berda, ji ber ku li gor wî tevnên civakî yên Înternetê têra xwe bi vê rola xwe rabûbûn
  3. Zouhair Yahyaoui, piştî êşkenceyan di zindanê de grêva bîrçîbûnê da dest pê kirin û di dawîya 2003ê de bi şert hat berdan. Di 13ê adara 2005ê de dilê wî sekinî û jîyana xwe ji dest da, hingê 37 salî bû
  4. http://fatmaarabicca.blogspot.com Ev serpêhatî dikin ku Fatma Arabica ji alîyê sîber-çalakvanên tûnisî ve weke sembolekê were dîtin, tevî ku medyayên bîyanî behsa wê nakin jî
  5. http://mel7it3.blogspot.com
  6. www.atunisiangirl.blogspot.com

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya